|
Ragihandin |
|
Di
derbarê malpera me de nêrîn û pêşniyarê we |
|
|
Şehîdên Azadiyê
|
Nameyak Ji Bo Rêheval Hêmin...
|
Gulên Azad Yên Kurdistanê...
|
|
Merheba hevalê min ê hêja. Merheba rêhevalê dilgeş.
Canfîdayê doza pîroz! Hevalê birûmet, îro bi taybet
min xwest ji bo te binivîsim, ruxmî ez dizanim
diviya hîna ji mêj ve min slav û hestên xwe bi bask
û per kira û heya ba te bişanda. Lê nedibû, ji ber
êdî ez nema mîna berê bi hêsanî dest davêjim pênûsê.
Pir tişt di qirika min de dimînin. Min neku qet
neceriband. Hin caran ez hatim ser lênûsê. Lê min wê
çawa û bi kîjan pejnê hibrê hestên xwe birijanda, ez
tirsiyam rengê peyvên min xwînî bin. Her min ew
taloq kir û teslîmê demê. Mane bi qewlê pîr û
kalikan dem dermanê her derdî ye. Min jî bi ya kalan
kir û her birîna xwe bê derman hişt û benda zemanê
mam...Zêdetir... |
|
Çîçek
Têkoşîn
|
Meha tebaxê, di dîroka Kurdistanê de bi pariya
zemanê ku rêhevalê Egîd yekemîn gule di sala 84’an
li dijmin xist, di hişmendiya me de cih girtiye. Bi
yekemîn guleyê re ew deriyê demê yên biçûk ku hatî
vekirin, ewqa mezin bûn, zêde bûn ku di wê navbera
teng ku tenê çirûskek bi cih dibe, di dilê gelê Kurd
de agirên mezin hate vêxistin. Rêber APO pir caran
daye diyarkirin ku “azadî ji av û nan jî binirxtir
e”. Vê mijarê pir caran tîne ziman û balê dikişîne
ser tîbûna me ya ji azadiyê re. Ev yek jî her dem ji
bo ku me milîtanên azadiya jinê ber bi têkoşîna
azadiyê ve bikişîne, bûye manîfestoya bingehîn...Zêdetir... |
|
|
|
Rêhevala Şîlan Îfadeya Têkoşeriya Nebez,...
|
Karaktera Azad, Zêrevana Patîkayên Bêdawî...
|
|
Di têkoşîna azadiyê de kadrobûyîn li beramberî
pergala heyî, dewleta mêtînger, Kurdê hevkar û
civaka kevneperest seknekî dijber îfade dike û wek
tercîhekê jî xwedî wateyên pir mezin e. Bi taybet jî
zehmetiyên têkoşînê, fedakariya pêwîst, wek
şoreşgerbûn, gêrîlabûn, di rêxistin û bizava ku tê
de cih digre, wî/wê dike nirxeke girîng. Ev nirx,
yekane amûra bidestxistina îdealên azadî û wekheviyê
ye ku têne hêvî û bêrîkirin. Kadro kesayeta
rêxistinbûyî ya/yê bizavê ye ku bi navê gel, civak,
çîn û zayendê ji xwe re azadî kirine armanc.Wiha jî
kadro dibe pêkanîna somut a partî û bizavê,...Zêdetir... |
|
Nêrgiz
Îsmayîl
|
Ne tenê di jiyana xwe de, bêhempabûna temenê xwe de
jî, dilbiharîna dewlemendiya jînê bû. Dîlbera axa
xwedavenda pîroz bû. Ji zikê kulîlkên axa Zagrosan
ji dayik bibû. Lêgerînên jiyana azad hebûna wê binav
dikir. Ya nasnameya xwe bû. Nasname hatibû dizîn di
şevên zindîbûna bihara wê de. Gihîştibû dilê xwe,
yara xewn û xeyalên xwe yên bêtixûb bû. Bayê hêrsa
hêviyên xwe ji dengê wê digirt. Hembêza bîstikên zor
û zehmetiyan mezinkirin xwestekên wê. Hêvî ne yê wê
bûn. Di kildanka barbangên wê de zarokan xeyalên xwe
ji bin ropoşên reş derdixistin...Zêdetir... |
|
|
|
Pepûleya Nas…
|
PKK Tevgera Şehîdan e
|
|
Bihar e. Dilopên bereketa xwedavenda jînê wek
morikan ji damena wê dirijin xwarê. Bihar e û ax,
asîman û ronî jiyaneke nû dizên. Axê cilekî şîn ji
qedîfe û mexmer li xwe kiriye û kulîlk li ser singa
wê deq çêkirine. Kanî, çem û rûbar bi coş diherikin.
Wek ku kareke lezgîn li pêşiya wan be. Bi herikîna
xwe re lez didin her tiştekê. Li ser şitlên nûgihayî
dibişkuvin kulîlkên spî û pembe. Asîman dibe
perdeyek şîn wek derya. Tîrejên rojê diçirîne ewrên
tarî û Şilêr û sosinan slav dike...Zêdetir... |
|
Zinarîn Amûdê
|
Jiyan,bi qandir pênasekirina wê, bi qandir vê
pênaseyê bûyîna xwedî helwesta tekoşînê jî di rêya
wê de dibe durustî û rastî. Di jiyanekê de dema ku
derew û xapandin hebe, êdî jiyan jî ji cewherê xwe
derdikeve û mirov jî erzan dibe. Êdî li wir
têkîliyên mirovatî, yên hevaltî, cîrantî û dostanî
jî wetaya xwe wenda dikin. Heta cih ji têgehên bi vî
rengî re namîne. Lê di têkîliyên mirovan de spartina
hev, durustbûn û bawerî, parvekirin û alîkarî nebe...Zêdetir... |
|
|
|
Jiyana ku li Jiyana Azad Digeriya
|
Dilopên Biwate Yên Nîsanê
|
|
Xezala çiyayên Zagrosan. Zaroka ji diyarê pêxemberan. Keça ku
di dergûşa xwedavenda xwe ya dayîk de hatî hejandin
û mêjandin. Perperîka ku ji bo ronahiya Rojê bibîne,
li hember mirinê direqisiya. Rêwiya azadiyê ya ku ji
diyarê pêxemberan kete nava karwanên bêsînor û ber
bi diyarên ku Roj lê hil tê ve meşiya. Ji ber ku ew
evîndara Rojê bû.
Li ronahiyê digeriya. Evîdariya xwe ya ji Rojê re li
warên Zerdeştê Kal bêmirin kir...Zêdetir...
|
Barana Nîsanê bi xemgînî dibare îro. Gelo kê/î
veqetiye jê dîsa? Di şînahiya ezmanan de sûretên
dipiriqin yên kê/î ne? Veqetîn dema wê heye gelo?
Her dilop bi kîjan hest û hezkirinan vedibare?
Di her dilopekî de jî dilbûyînê, sedaqetê, baweriyê
û kenên jidil yên hevaltiyê dibînim. Her dilipekî
bereketa ku tevlî axê dibe, dayîka ax jî ji nifşên
pêşerojê re kulilkvedanê, heecanê bi tam dike.
Hembêza xwevekiriye ji keça Munzurê re...Zêdetir... |
|
Dengê Azadiyê
|
Dengê Azadiyê
|
|
Nameya Şehîd Şîrîn Elemhûlî |
Ez rehîne me
Ev dibe sê sal ez girtî me. Ango sê sal jiyana biêş
li pey nerdeyên (parmaklik) girtîgeha Êvînê. Min du
salê wê nediyar, bê parêzvan û bê ku biryarek li ser
min hebe, derbas kir. Di wan rojan de pir rojên reş
min dîtin paşê jî dema lêpirsîna di hucreya 209’ê de
dest pêkir. Demekê ez di odeyên giştî de mam. Lê ji
teleba dubare ji bo diyarkirina çarenûsa min, bersiv
nehate dayîn...Zêdetir...
|
|
Nameya Ferzad Kemanger piştî dardekirina Îhsan
Fetahiyan |
Destpêkirin, xewn û efsaneyekî şirîn e, ji ber bi
jiyanê re dest pê dike.
“Û mirov afirand. Lê temaşe kir û ji ber afirandina
vê hebûnê ji xwe re got “aferîn”. (ayetek ji Quranê)
“Di înzîvaya peyvê de bû, peyv bi xwedê re bû, peyv
bixwe xwedê bû, wê demê peyv bû mirov.” (ayetek ji
Incîlê)
Mirov bû hebûnekî îlahî û pîroz. Ji ber bi giyana
nûranî vehatibû xwendin û mafê jiyanê bidest xist;... Zêdetir... |
|
Kesê Xwe Feda Neke Nikare...
|
Li ser Sînorê Jiyan û Mirinê
|
|
Nav û
Paşnav: Rûken Coşkun
Navê Rêxistinî: Bêrîtan
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Qereqoçan 1977
Dîroka tevlîbûnê: 1997
Cih û dîroka şehadetê: Başqale, 6’ê Hezîranê 1999
Bêrîtan: Navê min yê rêxistinî Bêrîtan e. Ez di sala 1977’an
li Qereqoçanê hatime dinê. Navê min yê malê Ruken Coşkun e.
Ez di cihekê ku nakokiyên mezhebî datînin pêşiya nakokiyên
netewî mezin bûm. Malbat nîv feodal, nîv burjuwaziya piçûk
e, rewşa madî jî normal e. Min dibistana seretayî li
Qereqoçanê, salên din jî li xwendingehên şevborî (yatili)
xwend...Zêdetir... |
Di çiya de ewqa
tiştên rengîn hene û têne jiyankirin ku mirov dikare
her kêliyê bike mijara çend romanan. Di kareyekê de
bi reng, sî, ronî û tevgerên cihê dikare bi dehan
wateyên cuda pêşkêş bike. Ya herî xweş jî birastî
gêrîla li çiya her kêliyê dijî, bi hezkirin û
girêdanekî mezin. Jixwe ma dibe mirov bê evîn û
hezkirin jiyan bike? Ma dibe bi zorê û derveyî
daxwaziyê bi salan, bixwe jî di şert û mercên herî
dijwar de mirov jiyanê bidomîne û ne tenê ev jî, li
wan deran jiyanê bixemilîne. Xwe bike mînak û pîvanê
jiyana nû...Zêdetir... |
|
|
Em jinin
ne namûsa kesî ne, namûsa me azadiya me ye. |
|
|
Kampanya ya ku di 25 mijdara 2008
destpêkiriye heta 25 mijdara 2009 berdewam
bikebixwînin
Pêlêbikin
|
|
Em
Têkoşîna Azadiyê Bilind Bikin,
Çanda Tecawuzê Derbas Bikin |
|
|
|
|
Ji
Ber Min Hedar Naskir Ez Bişans im
|
Di Serhildanan de Ew Serhildan Bû
|
Bihara
Zagros
|
|
Min Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi taybet herêma Dêrikê di
kesayeta hevala Hedar, hevala Dîlan û hevalê Xelîl de nas
kir. Di kesayeta wan de ya rastî min awantajê naskirina
kesayeta bihêz a Dêrikê bidest xist. Ji bo vê di kesayeta
wan hevalan de dema ez hevaleke ji Dêrikê dibînim weke ku
min ew heval dîtine, ez xwe pir nêzî wan hevalan hîs dikim.
Dibe ku mêzekirinekî hestiyarî be. Lê belê bandoriyeke mezin
li ser min çêbû. Hevala Hedar di sala 1996’an piştÎ kongreya
jinê bi gurubekî hevalan hate eyaleta Garzanê...Zêdetir...
|
NavPaşnav:Dibistan Perîşan
NavêbKod: Besê
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Lice/ Amed, 1973
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Tebax 1991
Cih û Dîroka Şehadetê: 3 Tirmeha 1997, Keleha Bodrum
Besê rihê nû; bi kûlîlkbûna rihê Zîlan ê nû. Hevdîtina
Meletî bi Dêrsîmê re ye û ev rih di Amed’ê de bi serhildanan
didome...Zêdetir...
|
|
Nav û paşnav:cîhan
Navê rêxistinî: Barîn Kobanî
Cih û dîroka jidayîkbûyînê:1987 kobanî
Dîroka tevlîbûyînê:2006
Cih û dîroka şehadetê:2010 cîlo mêrgezerê
Bi hezar salan çiyayên Zagrosê ji xwedavend dayîkan re
wargehtî kir...Zêdetir...
|
|
Wê Nîsanê jî Dijmin Negihîşte Mirada Xwe
|
Em Ji Wan Fêr Bûn...
|
Hoşenga Botanê, Qewzegula Lûtkeyên Gabarê...
|
|
Dîroknivîsan li gorî berjewendiya welatê xwe dîrok
nivîsandine. Ji ber ku di dîroka fermî de pêwîste
netew, ol, mezheb û rêberên wan mafdar bin. Da ku
bikarina di nav gelê xwe de hestên netewparêzî û
nijatperestiyê pêşbixin. Wiha jî wê nifşên ku mezin
dibin bizanin her dem bavikê wan leheng, jîr û
kêrhatî bûne û ger xedarî û zilmek hebe jî li wan
hatiye kirin. Ew bixwe her tim aştîxwaz û aligirê
başiyê bûne. Ji bo netewperestî di wan de pêş
bikeve...Zêdetir... |
Jiyan çendî xweşe dema ji bo armancek pîroz be û çendî cihê
şanaziye ku mirov heta kêliya dawî ya jiyana xwe ji bo
hedefên xwe bijî. Çendî serbilindî ye ku di rêya nirxên
pîroz de ber bi asoyan ve biçe û dema navê mirov tê gotin di
hişê her kesî/ê de deryayek ji bawerî deng vede. Belê
têkoşîna azadiya gelê Kurd bi nimûne û mînakên wiha re tejî
ye. Ji Heqî Karer ku hîna di destpêka qonaxa guruba birdozî
bi bawerî û girêdanê berê xwe da Dîlokê heya Mezlûmê ku
bedena xwe...Zêdetir...
|
Ev kêlî jî ji bo deng û rengê te ye. Gava em li ser zinarê
binya bejna Şekîf rûniştîbûn, me behsa jinên wêrek dikir. Ka
çawa di vê rêka xweşikbûnê de, xweşik, delal û şayan man.
Niha ez di nava govenda van kêliyên dijwar de me. Di nava
agir de diqefilim. Bîranîn bûne weke keviran li dilê min
dikevin. Ez şervana panzdeh rojan bûm...Zêdetir...
|
|
|