Şehîden Azadiyê
Ji Ber Min Hedar Naskir Ez Bi Şans im


Medya Garzan
    Min Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi taybet herêma Dêrikê di kesayeta hevala Hedar, hevala Dîlan û hevalê Xelîl de nas kir. Di kesayeta wan de ya rastî min awantajê naskirina kesayeta bihêz a Dêrikê bidest xist. Ji bo vê di kesayeta wan hevalan de dema ez hevaleke ji Dêrikê dibînim weke ku min ew heval dîtine, ez xwe pir nêzî wan hevalan hîs dikim. Dibe ku mêzekirinekî hestiyarî be. Lê belê bandoriyeke mezin li ser min çêbû. Hevala Hedar di sala 1996’an piştÎ kongreya jinê bi gurubekî hevalan hate eyaleta Garzanê. Ew hersê hevalên ku min li jorê jî anî ziman, dinava wê gurubê de bûn. Ji demekî pir zor de em derbas bibûn. Ji bo wê ew heval ji bo me çavkaniya hêzê bûn. Ji bo me bûn hêza mudexeleyê. Çêkerê jî ew pir bi awayekî heskirî pêşwazî kir. Wan bi taybet ji aliyê Rêbertiya me ve hatibûn hezkirin û hêvî jê hebû. Hevalên wisa jî hêvî didan. Dema ku hatin noqta me ya Sixcima, şeva ku gihîştin cem me ji ber ku erdnîgarî nasnedikirin hevaleke bi navê Aysel ji gurubê qut bûbû. Wê şevê pir lê geriyabûn. Ji ber hevala wendabûyî jî erazî nas nedikir, xwe dinava kûrsikan de veşartibû. Pişt re hevalan ew jî bi xwe re anîn û derbasî cem me bûn. Dema ku min cara yekem hevala Hedar li wir dît, ji min re pir bi heybet sekneke pir rişt (ciddi) û ideolojîk da teyîsandin. Di nava şert û mercekê evqasî zehmet de, jineke evqasî xwe pêşxistî û sekneke evqasî bi heybet bandoreke xwe ya pir cuda li ser min da avakirin. Piştî demekê weke guruban em ji hev cuda bûn. Hevala Dîlan derbasî herêma Şîrvanê bû. Hevala Hedar bi mangeyekê re derbasî herêma Mutkê bû. Ez bi wê re çûm. Mangeyekê me ya din jî derbasî Sasonê başurê Muşê bûn.
Rêwîtiya min a yekemîn bû bi hevala Hedar re. Weke ku min anî ziman her ku diçû, ew sekn bandoriya xwe di aliyê erênî de li ser kesayetiya min dikir. Ji ber ku kesayetiyeke pir dilnizm bû. Di rêkê de moraleke pir mezin da me. Carna dema em paşve diman destê wan digirt û em bi xwe re dimeşandin. Bejna wê bilind û li ser xwe bû. Ji ber wê jî çeka wê ewqa xweşik lê dihat ku her mirov dixwest lê temaşe bike. Dema ku Qernas diavêt milê xwe weke ku ji wê re hatibe çêkirin. Porê wê dirêj û zer bû. Hertimî hevalan porê wê jê re şeh dikirin û dihunandin. Yanî bi hertiştê xwe li hevhatî bû. Sekneke wê ya pir bi rêk û pek û bi disiplîn hebû. Ti caran bê manewiyat nedihate dîtin. Hertimî xirûş (heyecan) û coş pê re hebû. Dema ku em li ser tiştekê de diçûn, bi netîce divegeriya. Yanî ji bo ku netîce bigre pir bi israr bû. Di heman demê de di şerê xwe û pevçûna xwe de jî ew israr li gel hebû.
Bi mangeyek hevalên jin re ji Mutkê em derketin rê. Em ber bi Xaçareş de meşiyan. Dema ku em dimeşiyan li ser erdnîgarî û xwezayê nirxandinên xwe dikir. Di Garzanê de Xaçareş xwedî erdnîgariyeke pir nerm bû. Dema ku em dimeşiyan gelekî xweşiya me diçû. Ji bo vê hevala Hedar her ev axaftin dikir: “bila taxımek hevalên jin bidin me, em ê xwe li vir bi cîh bikin”. Bi van axaftin û sekna xwe hevala Hedar rêk û westandin ji bîra me dibir. Li eyaleteke wekî Garzanê em hertim bi hêviya dîtina hevaleke jin bûn. Ji ber derfetan hêjmara me kêm bû. Dema ku me hêjmareke ewqa pir didît, me wê wextê bawerî jî digirit. Kenek tenê jî ya hevala Hedar ji bo me dibû hêzekî ku em pê jê hêz bigrin. Piştî rêwîtiyekî pir dûr û dirêj em gihîştibûn Başûrê Muşê. Li wê derê yekîneya hevalê Aram hebû. Me bi wan hevalan re têkîlî da ava kirin.
Ruxmê ku hevala Hedar cara yekem bû ku hatibû eyaleta ku em bi salan bûn tê da, hestekê wisa bi min re da ava kirin ku weke ku ez û ew bi hevre mezin bûne û li van çiyan her bi hevre jiyane û nêzîkatiyên hemû hevalan jî mîna ya min bû. Me hemûyan hestên wekî hev parve dikir.
Hevala Hedar keseke wisa bû ku her çendî nû hatibû, bibû perçeyeke ji jiyana me. Pir caran jiyan bi hebûna wê bi wate dibû. Ez dixwazim bîranîneke biçûk li vir bêjim.
Me amedekariyên pîrozbahiyekê dikir. Di wê cejnê de hevala Hedar jî ji bo me şanoyek amade kiribû. Ew şano li ser sê rêhevalên me hatibû çêkirin. Hevalê Muhyedîn, Ehmed û Zinar. Ez bi zorê xistibûm nava wê şanoyê de. Lê ticarî ez nelîstibûm. Strana li ser sê hevalan bi min dabû ji ber kirin. Ew nêzîkatiyên wê yên ewqa bi israr hişt ku taybetmendiyên mirov yên di hundir de nehatî keşfkirin derbikeve holê bi rêya şanoyekê. Nêzîkatiyên wê herdem ji bo pêşxistin û pêşdîtinê bû. Girîngiya vê tiştê pir dizanibû. Feraseta ku heval dida pêş ji bona hevalên xwe li kuderê be, dinava kîjan şert û mercan debe bikaribe xwe îfade bike. Ev bi rêbazên şanoyê, muzîkê, kurteskêçekê yan jî bi rêka henekan dida teyîsandin. Tenê tu bikaribî bi cesaret nêzîk bibî. Armanca hevala Hedar ji van xebatan jî ev bû. Vê nêzîkatiyên wê ev cesaret da min ku ez di wê şanoyê de li pêşiya hevalan hem stran bêjim û hem jî bileyîzim. Ev aliyê min hevala Hedar ji min re da nîşandan. Dîsa di kesayeta hevala Hedar de min hirs didît. Di kêleka vê hêrsê de jî dilnizmiyeke mezin hebû. Heval dema ku mirov hembêz dikir, çiqasî ji dil ji hevaltiyê hez dikir, di wê himbêzkirina xwe de nîşan dida. Li kêleka vê rengîniya xwe, tevgerkirinên pir cuda cuda jî jêre dihat jiyan kirin. Weke di nava zivistanê de diçû li ser golê masî digirt. Tişta ku nezanîba jî ji bo ku xwe fêr bike, ji hevalan alîkarî digirt. Weke hostahiya masiya. Hevalê Aram ji xwe re weke mamosteyê masiya girtibû û hertim bi hev re diçûn masî girtinê. Her ku masiyek digirt dengê wê çiya dihejandin ewqasî bi xirûş bû. Ji ber di girtina wê de jî serketinekê bi dest xwe ve dianî. Weke vê bîranînên me pir in. Her gavekê, her henaseyekê û her gotinekê îro ji me re bûye bîranînekî bi wate. Bi êşên xwe û bi keyfxweşiyên xwe ve. Zivistanekê sax em li Başûrê Muşê man. Yek rojê ez nebûm şahid ku hevala Hedar dilê hevalekê şikandibe. Herdem rê û rêbazên çareserî û danefêmkirinê ji xwe re esas digirt. Ewqasî bi jiyanê re bibû yek ku dikarîbû hevalê/a herî nû û yê/a herî kevin nas bike, fêm bike û pêre bide û bistîne. Xwedî hêzeke veşartîbû bi van taybetmendiyên xwe ve û vêna ez pir bandor dikirim. Ji ber ev taybetmendî bi herkesê re tine ne. Ji ber temenê min biçûk bûm pêre hatibûm girêdan. Min hertimî wiha digot “xweziya min tu nas nekiriba.” Lê niha ez dibêjim ku “başe ku min kesayeteke mîna rêhevala Hedar nas kir û pêre jiyan kir”.
Bi destpêka biharê re kar û barên meriyetî hatin destpê kirin. Di kêleka vê de konferans dihate amedekirin. Hevala Hedar û hevalê Aram wê tevlî konferansê bibûna. Dema ku konferans nêzîk bû heval wê birêketibûna. Min digot xweziya roj cemidiyana, demjimêr sekinîbûna ku ez ji wan hevalna qut nebûma. Lê wekî ku dizimanê gelêrî de jî dibêjin “dara xweziyan li ti deran şîn nabe!” û ew roj hat û heval ketin nava amedekariyê. Ji ber ji min re rojekî pir zehmet bû, ticaran ji bîra min naçe. Min xwe ji giriyê kuşti. Min digot: “ma wê bê hevala Hedar Başûrê Muşê dîsa xweş be?” Soz ji min re da ku were em careke din bi hev re biçin masiyan bigirin. Dîsa em ê stran û şanoyan bi hev re pêşkêş bikin. Me yê bi hev re helbest jî bixwendana. Wateya jiyanê me wê li wir dîtiba. Ji bo ku her du hevalan jî ji bîr nekim ji xwe di aliyê manewî de di dilê min de dijiyan. Weke ku tiştekê ez bikaribim di destên xwe de jî bigrim hevala Hedar pênûsa xwe, hevalê Aram jî narincoka (bomba) xwe ya mijê weke bîranîn ji min re hêlan. Ez di vê baweriyê deme ku rih û dilê wan hevalan li gel me bûn û yên me jî li gel wan bû. Ruxmê ku min qet zimanê erebî nedizanî, ji bo xatirê hevala Hedar ji bo ku ez û ew bi hevre bistirên straneke erebî fêrî min kir û min û wê li pêşberî hevalan xwend. Heya niha jî ez wê stranê dubare dikim ji bo ku ez ji bîrnekim. Navê stranê jî ev bû întîlon cayê min weyîn. (stranekî dengbêja navdar Feyroze ye) Dema ku hevala Hedar xatir ji min xwest û bi rê ket, min dixwest ku destên min bi destên wê ve were kelepçekirin da ku destên min ti carî ji yê wê neyê qutkirin. Min hîs dikir ku em ê careke din hev nebînin. Ez di wê baweriyê de bûm ku hevala Hedar jî heman hîs bi me re parve dikir. Hetanî ku xuyakirin li pişt xwe temaşe dikir û destê xwe ji me re hejand. Hevdîtina me ya dawî bû lê hîna jî dema ku ez li dûr temaşe dikim weke ku hevala Hedar dinava çiyan de derdikeve li pişt xwe temaşe dike û destên xwe ji min re dihejîne. Wê demê ez dirûnim, strana xwe ya erebî dubare dikim û bîranînên xwe careke din nû dikim.
Piştî ku ew ji me qut bûn, xwe digihînin Xaçereşê pir bi awayekê westiyayî. Di gundekî vala de agir vêdixin. Bêhna xwe vedidin. Xwe amede dikin ku berê sibê bikevin rê. Dema ku berê sibehê radibin, derdorê wan hemû ji aliyê dijmin ve hatiye dorpêç kirin. Dijmin çi derfeta ku di dest de heyî ji bo ku wê gurubê tinebike, bi kar tîne. Heval jî li hemberî vê berxwedanekî pir bi hêz nîşan didin. Lê ji ber cihê sekinîne pir ne baş e, nikarin ji wir derkevin. Heya guleya xwe ya dawî şerdikin û tevlî kerwana şehîdan dibin. Di vê pevçûnê de hevala Hedar, hevalê Aram, hevala Rûken xwatirxwestinekî bê dawî ji me xwestin. Ew her tim dijîn û nayên ji bîr kirin. Pêwîst dikir ku çîroka hevala Hedar ewqasî kin nebûya. Lazim bû dirêj jiyan bikira. Ew ji bo Garzanê hêzekê pir mezin bû. Ji bo tekoşîna jin jî xwedî erkekî pir mezin bû. Ew keça berbihîv a herêma Andokê bû. Ticaran lewaztî, bêhêztî û dîlketin ji xwe re nepejirand. Bi eniyeke vekirî û bi berxwedanekî pir xurt di nava rûpelên dîrokê de di çiyayên Garzanê bi hevalên xwe re bû stêrkekî li welatê me. Çawa ku di nava jiyanê de serê xwe ji bêhêztiyê re netewand, di şer de jî li hemberî xiyanetê netewand. Ji bo desthilatdariya zilam jî netewand. Ji hemû xalên neyênî re xwedî helwesta na bû.
Ez dîsa dubare dixwazin bêjim ji bo ku min demekî pir kurt jî be bi keseke mîna hevala Hedar re jiyan kir, ez xwedî şens im. Niha jî dema ez li ser wê difikirim û tînim bîra xwe di hundirê min de bayekê pir bi hestiyar û di hinarokên çavên min de dilop xwe berdidin xwarê. Dema ku ez teng dibim û di hindek cihan de xwe lewaz dibînim wê sabûnê di hundir de dijîm, tenê gava ez dibêjin Hedar, çirûska di hundirê min de weke pêtekê lê tê û niha jî ez dixwazim bibim kesayetekê mîna ya hevala Hedar û bi kesayetên mîna wê re bijîm. Her hevalek ku di vê dozê de şehîd ketiye ronî û rêberên rêya me ne. Hevaltiya ku em îro dijîn me dike deyndarê wana. Her şehîdek bûye xeleka derdorê rojê û di roja me ya îro de û di salên borî de bi ramanên Rêber APO re ev heval jiyan. Ew bi me dane nas kirin. Ew heval pêşevanê me ne, rêhevalên Rêber APO ne û roniya me ne.


 

 Veger

 
 Malpera PAJK (Partiya Azadiya Jin a Kurdistan) a Fermî  ye
PAJK Online © 2006-2007 Hemû Mafên Wê Têde Veşartî ne