|
Çîçek Têkoşîn
Meha tebaxê, di dîroka Kurdistanê de bi pariya zemanê ku
rêhevalê Egîd yekemîn gule di sala 84’an li dijmin xist, di
hişmendiya me de cih girtiye. Bi yekemîn guleyê re ew deriyê
demê yên biçûk ku hatî vekirin, ewqa mezin bûn, zêde bûn ku
di wê navbera teng ku tenê çirûskek bi cih dibe, di dilê
gelê Kurd de agirên mezin hate vêxistin.
Rêber APO pir caran daye diyarkirin ku “azadî ji av û nan jî
binirxtir e”. Vê mijarê pir caran tîne ziman û balê dikişîne
ser tîbûna me ya ji azadiyê re. Ev yek jî her dem ji bo ku
me milîtanên azadiya jinê ber bi têkoşîna azadiyê ve
bikişîne, bûye manîfestoya bingehîn.
Rêhevala me ya hêja hevala Roza jî her kêlî ev nirxandin û
şiyarkirinên Rêbertî ji xwe re bingeh digirt. Nirxandinên
Rêbertî ji xwe re wek ferman bi dest digirt. Ew giyana
vejînê, di heman rojên Tebaxê de bi çûna ber bi Bakur ve di
meşa xwe de carekî din da destpêkirin. Ew fermandarek bû ku
agirê azadiyê di dilê wê de geş bibû û leylan dida.
Hevala Roza di têkoşîna azadiya Kurdistanê de yek ji
pêşengên ertêşbûna jinê ye. Di pêvajoyên herî dijwar a
têkoşînê de li cihên herî zehmet cih girt. Di qada Garzanê
bi kedekî bêhempa û hêza xwe ya cewherî tevlîbûn çêkir û
dikare were gotin ew pêşengeke jine ye ku xwe di vê wateyê
de afirandibû.
Hezkirina wê ji welat û çiya re bêpayan bû. Lê belê pir
dixwest li yekemîn cihê ku hezkirina wê şênber (somut) bibû,
li heman axa ku têkoşîn yekem car fêr bibû, nirxa hêza xwe
dîtibû, azadiyê ew bi bask û per kirî û dest bi firînê
kiribû ango vegere Garzanê. Ji bo vê jî pir israr kir û kete
ser rêya Bakurê welat. Hevala Roza azadî wek rêya bitenê ya
jiyandina heqîqeta xwe zanî û ew rê jî bi rêyên Bakur li hev
civand. Ev nîşaneya girêdana wê jî bû. Li Garzanê meşa
azadiyê, gav avêtin li ser çiyayên Garzanê, nefeskêşandin li
çiyayên wir wek ku li cihê Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) -ku
wek avê herikîbû, bi şerê xwe bibû yekemîn mînaka gêrîlatiya
jina pêşeng û diyarkiribû ku wê azadiya jinê bi ertêşbûna
jinê pêk bê- carekî din dixwest ji nêz ve wê hîs bike.
Çiyayên Garzanê ku rû bi rûyê dilê Kurdistanê Botanê ye, di
têkoşîna azadiya Kurdistanê de şopên kûr hiştiye. Perçeyek
axa vî welatî ye ku bi kêlî û pêvajoyên pir watedar jî di
dilan de cih girtiye. Daxwaziya ku carek din wir bijî, bi
kêliyên azad wir li ser dilê xwe bineqişîne, di hevala Roza
de di asta evînê de bû. Bi biryardariya ku vê yekê di
lûtkeyê de bijî, bû rêwiya Garzanê.
Hevala Roza îfadeya şênber a jiyana azad li çiya ye. Hevala
Roza wek pêşengekî fermandarbûyî, di xebatên ertêşbûna jinê
de xwedî nirx û wateyekî mezin e û ev jê hêla her milîtaneke
jin ve tê zanîn.
Rêhevala Roza baş serwext bû ku cihgirtina jinê di nava şer
de pêşiya fetisîn di şerê bê wate û şîdeta nehewce digire.
Dizanî ku ertêşbûna jinê li dijî xeta çete rola panzahîr
dilîze û baş tê gihiştibû ku azadiya civakê heke jin azad
nebe, ne mumkun e. Ev zanebûna xwe jî bi pratîka xwe pêk
dianî. Di bingeh de jixwe zanîna vê yekê ji bo her
rêhevaleke jin beşekî ji naskirina xwe ye. Hevala Roza şensê
wê nebû ku Rêbertî bibîne. Vê jî di hundirê wê de şopekî kûr
hiştibû. Di nav têkoşînê de dizanî bê çawa li dijî her cûre
astengiyê têkoşîn bike. Ji ber vê jî ti zehmetî û zorî di wê
de şikestinên kûr nedabû çêkirin. Yekem xala jê zorî dikêşa
nedîtina Rêbertî bû. Dixwest bi bilindkirina têkoşîna xwe jî
vê valatiyê dagire. Bixwe ji Mêrdînê bû û bi hezkirineke
mezin li axa ku jê dayîk bibû û cewherê wê şekil girtibû,
girêdayî bû. Lê belê ji ber di demên herî zêde li Garzanê
bedel hatin dayîn, herî êş û zehmetî hatin kêşandin, wê jî
xwîdan, xwîn û keda xwe tevlî kiribû, tam keçeke Garzanê bû.
Li qada Başûr demekê mabû. Rehevalek bû ku bi tevlîbûna xwe
ya bê dudilî, be hesab di hemû xebatên rêxistinê de xwe
afirandibû. Çavkaniya girêdana wê birdozî bû. Bê ku ji li
benda kesê/î be, bi hêza ji birdoziya Rêbertî hatî girtin
xwe avadikir û ev avakirin jî wek şertekî azadiyê didît.
Sekna wê hertim di nav hevalan de hurmet dida çêkirin. Çûna
wê ji bo Garzanê jî li ser bingeha vebûnekê bû. Piştî demekî
dirêj hevala Roza ku herêm û gelê wir baş dinasî, li wir
xwedî ked bû, di wateyekê de ji bo têkoşîna azadiya jinê jî
wê destketiyek mezin afirandibûya. Rêhevala Roza ji pêşengên
vê bû. hevala Roza xweş dizanî ku mezin bijî û navê xwe di
çalekiyên mezin de binivîse. Wê bi şehadeta xwe jî cardin
mezinahiya xwe nîşanî me hemûyan kir.
Bi destpêkirina hemleya 1’ê Hezîrana 2004’an ve li beramberî
pirsgirêk û zehmetiyên di nav rêxistinê de berxwedaniya ku
di kesayeta van rêhevalan de pêşket ji bo her demê bû hêviya
azadiyê. Rêbertiya me gotibû “keçên ji min hez dikin, bila
berê xwe bizivirînin Botanê”. Wan rêhevalan jî ev gotin wek
manîfestoya jiyanê hesibandin û di serî de Botan, ber bi
hemû qadên Bakur ve herikîn. Bi qasî sadetî û xwezayîbûna
xwe, sekna herî biwate a fermandariyê jî dane nîşandan. Wiha
jî karîn xeta azadiya jinê temsîl bikin. Hevala Roza jî yek
ji van mînakên berbiçav e. Malbata wê welatparêz bûye û
lewma bi nirxên welatparêziyê mezin dibe, zû li rastiya
dijmin hayil dibe û bi giyana têkoşînê tê perwerdekirin.
Malbat koçê metropolan dike lê kariye nirxên xwe ruxmî hemû
êrişên netewa desthilatdar, biparêze. Ev cewher di hevala
Roza de bi nirxên têkoşînê re dibe yek. Bi vê hevgirtinê re
jî lêger di hevala Roza de digihîje astekî bilind. Ev lêger;
giyana germ a tevlîbûnê, sekna bi xirûşî û nêzîkatiya ku ji
fêrbûnê re hertim amade, derdixinte pêş. Heya li Başûr
dimîne her têkoşîna vegera ber bi Bakur dide. Ji bo vê jî
dibe xwedî israrekî bê dawî. Vê xwesteka xwe jî bi gurubekî
berfireh a hevalan re parve dike. Ji bo me şehadeta Rêhevala
Roza, rûmet e. Lê tenê tiştek dilê me diêşîne. Ew jî beriya
hevala Roza bigihîje axa Garzanê şehîd bû. Axa pîroz a
Botanê ew hembêz kir. Wê xakê jê re beşek bi wate di singa
xwe de pêşkêş kir. Lê ruxmî her tiştî meşa nîvco, şehadeta
wê di nîviya meşê de ji bo me hemûyan jî bû birîn.
Elbet, berxwedaniya wê û rêhevalên di wê gurubê de,
çavkaniya rûmeta me ye. Di demekî germ a têkoşîna me de 11
rêhevalên ku dil û evîna azadiyê dabûn milê xwe û ketibûn
ser rê, 11 gêrîlayên ku dilê wan evîndarê azadiyê bû, 11
evîndarên heqîqet û jiyanê, rûmeta xweafirandina bi ked,
dil, hişmendî û têkoşînê ne.
Nimûneya herî hunerwarî ya ku dilopên jiyan û wateyê bi ser
dilê xwe dibarand, hevala Delîla bû.
Kesayeta hunermend a hevala Delîla di tevlîbûna wê nava
jiyana çiya de nazikî didayê û her dem ev narînî û estetîk
di sekna wê de dihate dîtin. Hewldana wê ji bo watedarkirina
jiyan, kar û her kêliya têkoşînê bû.
Hevala Avesta jî di wê gurubê de rêwiya nemirinê bû. Ruxmî
hemû zehmetiyê ku jiyabû, li dijî astengiyan têkoşînekî
mezin dabû û di wê baweriyê de bû ku bikare li axa Bakûr
afirandina xwe bigihîne lûtkeyê. Berxwedaniya Rêhevala
Avesta wek ku malbata wê jî da xuyakirin, ne tenê wek gel,
wek gêrîla jî çavkaniya rûmeta me ye. Her sê heval jî wek
rêwiyên ertêşbûna jina azad, abîdeyên jiyana herî biwate ne.
Her wiha rêhevalên Xwînrêj û Andok ku ji vê meşa pîroz a
guruna Garzanê re kuryetî dikirin, bi zanebûna karê pîroz û
erka pîroz ku girtibûn ser milê xwe, di her pêngava ku
diavêtin dizanîn ku dilê xwe tevlî bikin. Di her gavê de
coşa dilên xwe, keda herî xirûşî tevlî rêwîtiya xwe kirin.
Di kesayeta van hevalan ku meşa Garzanê di vê wateyê de
pîroz kirin, mirov dikare roniya pêşeroja bi wate ya
têkoşîna azadiya Kurdistanê bibîne. Ji ber ev heval bi
çirûska ku vêxistin, ne tenê rê ronî kirin, dilê gêrîlayên
ku bi her gava diavêjin rûyê xwe didin Bakur jî ronî kirin.
Gêrîlatî, di wateyekê de jî bûna roniya demên tarî ye. Di vê
wateyê de jî gêrîlayê herî mezin Rêber APO ye. Di pêvajoya
herî tarî ya gelê Kurd de jê re bû hêviya demên ronî. Giyan
da şax û darên rizî û hişkbûyî. Hêviya ku da gel jî pêk anî.
Rêber APO espriya “parastina hebûna xwe, pêşxistina azadiya
xwe” di pêvajoya hemleya 4. de da diyarkirin û erk û
berpirsyariya vê pêvajoyê jî ji me re nîşan da.
Hêza pêşeng a pêkanîna erkên mîlîtantiya azadiya kurdistanê
bê guman YJA- Star û HPG ne. Em encex bi fêmkirin û
têgihîştina aliyên xwedavendîtiya rêheval Zîlan, bi pêkanîna
li gor xeta fermandariya Roza, Nûda, Gulbahar, gihîştina
kûrahiya lêhûrbûnên Sema û Viyan û biryardariya hemû
rêhevalên cangorî yên ku jiyan bi qasî ku di rêya wê de
bimirin hezkirin, û pêkanîna vê di jiyana xwe de bikarin
erkên pêşengtiyê bi ser bixin. Bilî vê jî şensekî me tine
ye. Rêyekî derveyî vê ku were tercîhkirin jî tine ye. Şertê
sereke yê azadiyê serketin e û serketin jî bi têkoşînekî
watedar û zane re misoger dibe.
Ger em giyana berxwedaniyê ya 15’ê Tebaxê ku di kesayeta
Rêheval Egîd de gihîştiye lûtkeyê, her kêliyê bijîn, em ê
bikarin bibin xwedî jiyana watedar û xwe ji siyasetên înkar
û tinekirinê rizgar bikin. Wiha jî hêza pêşengtiya vê bidin
nîşan dan. Çawa pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka Kurdistanê de
bû mîlad, biryardariya têkoşînê ya rêhevalên ku bi giyan û
berxwedaniya germiya Tebaxê ber bi Bakur ve herikîn, ji bo
me wateya dayîmîkirina vê mîladê ye. Sekna pêşeng a rêheval
Adil û Nûda jî vê ji me re dibêjin. Ew çawa ber bi qadên
Bakur, ber bi qadên şerê germ ve bi coşa azadiyê, kena
gêrîla û dilên kel re meşiyan, em ê jî heman giyanê di xwe
de avabikin, bi serketinê re kilît bibin. Bilî serketinê jî
ji ti tiştekê re îhtîmal nadin. Bi seknekî wiha biryardar re
jî dikarin dema niha bikin pêşeroja jiyanîbûna civaka azad û
exlaqî. İsrar di xeta Rêbertî û azadiyê, vê fermanê dide me
hemûyan.
|