|
Tara Berfîn
Merheba hevalê min ê hêja. Merheba rêhevalê dilgeş.
Canfîdayê doza pîroz!
Hevalê birûmet, îro bi taybet min xwest ji bo te binivîsim,
ruxmî ez dizanim diviya hîna ji mêj ve min slav û hestên xwe
bi bask û per kira û heya ba te bişanda. Lê nedibû, ji ber
êdî ez nema mîna berê bi hêsanî dest davêjim pênûsê. Pir
tişt di qirika min de dimînin. Min neku qet neceriband. Hin
caran ez hatim ser lênûsê. Lê min wê çawa û bi kîjan pejnê
hibrê hestên xwe birijanda, ez tirsiyam rengê peyvên min
xwînî bin. Her min ew taloq kir û teslîmê demê. Mane bi
qewlê pîr û kalikan dem dermanê her derdî ye. Min jî bi ya
kalan kir û her birîna xwe bê derman hişt û benda zemanê mam.
Ku çi bibînim zeman jî xayîntiyê li me dike. Derdê hemû
bêçareyan derman dike, lê dîsa ku zarokên vî welatî dibîne,
pişt lê dike û qet ku nedîtibe rêya xwe digre û diçe. Mane
di helbestek ku ji bo dayîka te hatibû nivîsandin de jî wiha
dihate gotin “xweda an em ji bîr kirine, an jî qet nêz
welatê me yê jibîrçûyî nabe”. Çendî gotinek rast e. Xwedayan
jî rû li me badane. Nizanim ev hêrs û tûjî ji çi tê, ji ku û
çawa destpêkir? Gelo tu bersiva wê dizanî ey hevalê min ê
hêja.
Li min nekene! Ez jî dizanim pirsa min dûr û dirêj diçe û
bersiva wê jî çîrokeke dirêj e, lê dîsa jî ez dixwazim
bersiva wê bigrim. Ma ne tu bi sizayê Muharebê (dijîtiya
xweda) hatî darizandin. Ruxmî ku, ez dizanim tu evîndarê
xweşikî û delaliyanî. Tu yê çawa nifir li Yezdanê dilovan
bikî? Ma di hemû pirtûkên pîroz de Avestaya Zerduştî, Zebûra
Dawudî, Qurana Mihemedî, İncîla Mesîhî, Tewrata Îbranî û
Mishefa Reş a Êzî de jî hemû peyv û gotin li ser bingeha ku
em bixwînin, zanebibin, ronî bibin û yekîtiya hev bikin
nehatine rêzkirin? Di kîjan wan pirtûkên muqedes de ji
xirabî û kirêtiyê re bangewazî tê kirin? Rêhevalê min ê hêja,
ma te jî nedigot ku “divê ew tiştên pak û pîroz yên ku
nirxên me ne, her werin parastin. Li beramberî Ehrîmen û
Dehakan, divê em xwedî li ronahî derkevin”. Lê hevalê hêja!
Kesên ji xwe re dibêjin nûnerê xwedê li ser rûyê erdê, bi
gotina “Bîsmîlah” û “ya xweda” ji te re, ji evîndarê rêya
pîroziyê re sêdare danîn û bi kuştina zarokekî azad, peymana
xweda û însan bin pêkirin.
Ez dema li te difikirm qet naxwazim dîmenê te li ber
sêdareyê bibînim. Qet li te nayê ku bêgiyan û bêdeng di nav
destên bêîmanan de bixuyî. Dema tu tê yî bîra min, rûyê te
yê tejî ken û bextewerî li ber çavên min zindî dibe. Dîmenek
bi çavên ron, ku hêvî û baweriya te ya mezin diteyisîne. Em
tenê bi çend meh li heman qada têkoşînê bi hev re bûn. Lê ez
jî wek her hevalê/î xweş li esalet û jîrbûyîna te hesiyam.
Jixwe ji bo naskirina mirov zêde dem û peyv jî hewce nake.
Enerjiya te ya pozîtîf doraliya te belav dibû. Ne tenê heval,
tu di nava gel de jî hem hêvî, hem têkoşer bû. Qet ji bîra
min naçe roja em bi hev re hildikişiyan çiyayê Xedarê. Em
ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve dimeşiyan. Rêheval Şehîd
Gulistan Koçer jî di vê rêwîtiyê de bi me re bû û ev yekem
meşa min û wê ber bi Rojhilat ve bû. Dema cara yekê me
xwîdana eniya xwe dirijand ser teht û axa Xedarê û hilke
hilka me bû, em ji westanê bêhal ketibûn lê di dilê me de
kelecana dîtina Rojhilat jî hêz avadikir, te bîranînên xwe
yên di vê rêya dirêj de dubare dikir. Bi caran, bê rawest û
bê westan te berê xwe dabû vî çiyayî. Ev çiya dema hilkişînê
ji bo te dibû xatir xwestin ji hevalan û dewamkirina kar û
xebatê, dema daketinê jî dihate wateya hevdîtin û xebatên nû.
Qet min gerek nedîtibû ji te biprisim ka te çend caran ev
hilkişîn û daketin dubare kiribû. Jixwe her rêwîtî ji bo me
dibû destpêkekî nû. Em wê carê gurubek ne zêde mezin bûn. Me
li ber çemê tenik yê Xedarê bêhn veda û berê xwe da ew
diyarê ku Roj lê hiltê, beriya her derê roj tê pêşwazî
kirin. Em jî diçûn ku mizgîniya hilhatina rojê bidin wan.
Mizgîniya roja nû… ji kêfa me re payan nîn bû. Elbet te ji
me bêtir kêfxweşiya vê dijiya. Ji ber tu ji me bêtir bi êş û
keserên wan aşîna bûyî. Te di temenekî piçûk de barê şoreşê
hilgirt û di demekî kin de jî jiyanîbûna xebata şoreşa
civakî fêm kir. Lewma dema piranî heval li bakur gêrîlatî
dikirin, te berê xwe dabû Rojhilatê welat. Te jî dizanî ku
hewce dike li vî perçeyî jî xebatek xurt û berfireh bihata
meşandin. Ji bo li rojhilatê welat gelê me bi mafê xwe
bihese û dewa mafên xwe bike, têkoşîna zaynyarkirin û
rêxistinbûyînê pêwîst didît. Wek çawa Rêheval Egîd û hevalên
pê re bi taybet li Botan û bi giştî li her dera bakurê
Kurdîstanê bangeşiya çekdarî kirbûn û ev jî bû binkeya
tevgera gel, li Rojhilat jî di serî de diviya xebata
propaganda û rêxistinbûyînê bihata destpêkirin. Te jî
şanaziya cihgirtin di destpêkekî wiha dîrokî de dijiya.
Lewma dûrketin û veqetîn ji hevalan nedibû pirsgirêk. Jixwe
hevaltiya PKK’ê îsbat kiriye ku ti sînoran nas nake. Te bi
temenê xwe yê pir ciwan meşandina karekî wiha zehmet dabû
ser milê xwe û bêguman ji bo bikarî di civakê de xeta Apoyî
bidî rûnişkandin, bikarî pirsgirêkên civakî çareser bikî û
li dijî polîtîkaya dijmin taktîkên rast pêkbînî, heya astek
bilind xwe avakiribû.
Niha jî ew roj li ber çavên min e dema em ketin gundek nêz
Selmasê û te bi dengekî berz û bawermendî nêrînên xwe di
derbarê pirsgirêka madeyên hoşbir dianî ziman. Bi mesel û
biwêjan, bi çîrok û serpêhatiyan mijara xwe dida fêmkirin.
Kal û pîr, dayîk û ciwan bi baldarî li te temaşe dikirin,
her gêrîla heybetek xwe heye. Li ber çavên wan jî ev
gêrîlayê ciwan lê bi zanebûnê dagirtî kamilbûyînek mezin
îfade dikir. Jixwe gel dema hogir û egîdên xwe dibîne şa
dibe û pişta xwe qahîm hîs dike. Te jî têra xwe bersiva vê
pêdiviya wan dida. Çendî xweş bûn ew şevên tarî yên havînê
ku em çekdar, bi lez û kelecan diketin gundên herî dûr. Me
serî li pir malan dida û ji neçariyê jî di her malekê de
herî kêm du çay vedixwar. Me bi axaftin, nîqaş û got û bêjên
dûr û dirêj dixwest hem nêrînên tevgerê bi wan re parve
bikin, hem jî ji pirsgirêkên wan re bersiv bibînin. Vê yekê
jî pêwîstî bi tecrûbe û naskirinê didît. Tu di vî milî de jî
ji pir pêlekanan hilkişiyabûyî. Hema navê hemû malbat, eşîre,
gund û taybetiyên wan, aliyên wan ên çê û neçê kit bi kit
dizanî. Çendî kêfa malê dihat dema te behsa çîrok û
serpêhatiyên wan yên dîrokî dikir. Wan jî li gor xwe hin
tişt li ser zêde dikirin û sohbet dikete rêya dîrokê. Lê
hertim em rastî malbatên welatparêz jî nedihatin, carna dibû
ku qet derî li ser me venedibûn. Carna jî me bi caran li
deriyê malê dixist, jina malê bi dengekî tirsok û nizm digo
“kes ne li mal e”. Li beramberî vê bersivê, êdî em elimîbûn
ku divê hevalek jin biaxive da ku ew bawer bikin, em jî
diketin navberê “derî veke dayê, em heval in”. Te hema didît
derî vedibû û me bi kêfxweşî hev hembêz dikir. Ne em mêvan
bûn, ne jî ew malovan. Em yek bûn, heval û zaroyên wan.
Lewma dema qanî dibûn em hevalin, êdî mal dibû ya me jî. Lê
ma gêrîla dibe li cihekê bimîne? Piştî bêhnekê me bi hêviya
hevdîtinê xatir dixwest û wan jî bi çavekî tejî hêvî, lê
hinekê jî hezîn li deriyê ku em jê derketibûn dinêrtin. Ji
ber wan jî dizanî dibe her çûyînek bêveger be. Pirî caran jî
wiha bibû. Her wek xatir xastina te ya dawî ji wan, ji me.
Roja te puşiya xwe ya morikirî ji me wergirt û tu çûyî…
Rêhevlê min ê delel, yeksal borî li ser şehadeta te. Ez
dikim nakim nikarim bawer bikim ku tu jî îro asîmanê welatê
me dixemilînî. Hîna ji ji min re giran tê. Tu jî dizanî ku
henasegirtin dema dûrî û venegerînan çendî zor e. Ma me jî
bi hev re kêm rondik barandin li pey wan rêhevalên ku
bêxatir çûn. Yên ku çûn û me soz da em şopa wan qet bernedin.
Niha tu jî tevlî vê karwana mezin bûyî. Piştî tu şehîd bûyî
pir tişt qewimîn. Pir tiştên nû, hin xweş, hin nexweşbûn. Lê
ya herî girîng her wek ku Rêbertiya me gotî xeta azadiya
civaka mirovahiyê tevgera xwe xurt kir. Li hemû herêmê bi
taybet Rojhilata Navîn zivistana mêjî û wîjdanan heliya û
bihara azadiya gelan bişkovî.
Ew şilêrên ku te ji wan pir hezdikir, li her derê şîn hatin.
Lê ew bêriya te û we dikin. Bêriya xunava germ a berbanga
siharê ku ji rûkeniya rûyê we dadikete ser pelên wan. Ey
rûkenê welatê rojê, em jî pir bêriya we dikin. Niha ku
demsal bi şahiya biharan hemû diqulipin ser cejnê, em cihê
we valahiştî, bi hesret lê temaşe dikin. Piştî çûyîna te,
agirê azadiyê bilindtir bû. Ew kesên xwe hakim û serwerên
mutleq didîtin ji textên xwe yên zêrîn ketin erdê û li her
meydanê banga azadiyê bilind bû. Dîsa dîrokê şahidiya
esaleta gelên Rojhilata Navîn kir û li beramberî her cûre
zext û zordariyê, bedenên ji êşê şewitî xwe kirin agir û
wiha jî bi hilma bedena xwe cemeda bi salan helandin. Ev
qêrîn li Tunûsê bilind bû û li her derê deng veda. Ma şahî û
cejnek ji vê mezintir jî dibe! Bircên xwedayên zalim û
bêwijdan hatin ruxandin û hîna jî têkoşîna di navbera azadî
û koletiyê bi hemû dijwariya xwe didome. Li welatê me
zarokên dilagir bi navê Muslum, Evrîm, Mustafa û Firatan bi
dengekî bilind awaza rojê stran. Gelek rêhevalên hêja jî
tevlî vî dengî bûn, wek Simko, Sarya, Mezlûm, Vejîn, Baz,
Rustem, Çîçek, Rozerîn, Dilar, Berwar, Rûken, Serhed û bi
dehan lehengên din ev klam berz kirin.
Piştî çûyîna te dijminên roniyê dîsa li ser xeniqandina
daxwaziyên gelê me li hev kirin. Rejîma faşîst a Tirkiyê jî
bi hemû teknîka xwe ve êrişî herêmên gêrîla, gel û Rêbertî
kir û xwest dengê bilindbûyî mehkumê bêdengiyê bike. Lê ew
axa bi kîmyasal û bombeyên balafiran hate şewitandin ji berê
bêtir dest bi afirandin û zayînê kir. Jixwe welatê me bi her
xencera lê tê xistin, zêdetir biber û dilxwazê azadiyê dibe.
Çiyayên me jî bi rika neyar û çavnebaran xwe asê û qahîmtir
dike. Jixwe gêrîla ewçend tirs û xof xiste dilê dijmin ku
êdî nema dizanîn bi çi awayî xwe biparêzin. Bi hemû
çavkoriya xwe ve dest bi êrîş kirin. Ji mêjî û dilên jehrîn
ma tiştek bilî jehrê tê hevêkirin? Li beramberî çalekiyên
qehremanî yên hevalan li pir deran bombeyên kîmyevî
şixulandin. Lê ew bedenên reş û şînbûyî, ew cendekên şewitî
ku ne dayîk û bav, ne dost û xizman karîn wan binasin, ew
bedenên bê serî û lingên bê qewde hemû pêl bi pêl tevlî
zerya têkoşîna gel bûn. Dijmin keştiya Îmraliyê xirab kir û
hewaya li ser giravê bi ewran tarî kirin da ku têkîliya gel
û Rêbertî qut bikin. Lê xafil ji wê ku di behra nêrînên
Rêbertiya me de hewce bi keştî nake û ev gel baş melevanî
dizane û asîmanê wê jî her safî ye. Parêzerên Rêbertî kirin
nava dîwarên girtîgehan, xafil ji wê ku li dora ROJ’ê bi
milyonan dilên ji agir helqe çêkirine û hewce bi parêzvaniyê
nake. Ti bend û dîwar jî li pêşberî vê pêwendiyê nikarin
bibin kelem.
Erê! Rêhevalê hêja, wek tu jî pê dizanî bihar hatiye welatê
me. Lê haja me jî heye ku ti zayîn bêyî êşk û sanci nabe. Ji
bo kulîlkek serê xwe ji bin erdê rake divê di serî de zikê
axê biqelişîne. Ji bo bihara me jî êş û janên mezin têne
kişandin. Wê ev ax biwelide û nale nala wê ne ji ber
nexweşiyê, nîşaneya vejînê ye. Zayîn bê xwîn û bedel nabe,
wek çawa te jî ji bo azadiyê giyana xwe bê ku yek kêlî
dudilî bijî gorî kir, bedelekî giranbuha bû lê hêjayî vejîn
û nirxê mirovbûyînê. Rêhevalê hêja! Yeksal borî li ser
şehadeta te û îro nav, têkoşîn û berxwedaniya te û hemû
rêhevalên şehîd bihara me hêşîn dike. Li we pîroz be, waye
bihara azadiyê hat.
Ez ê dîsa ji te re binivîsim…
|