|
Ş. Viyan Caf
Ji roja ku min navê te bihîst û naskir, jiyanê hîs dikim,
dizanim ku ez kê me û divê çawa bijîm. Ango hizr û ramana te,
ez bi xwe dame nasîn û ez hînkirim ku, bi wate bijîm. Te ez
fêrî elifbeya azadî û serbestiyê kirim. Di dibistana te de
çiqa min zehmetî jî kişandibe, ti rojekê ji rojan min dudilî
û poşmanî nejiya. Ji ber min tê de hêza wateyê kişf kir,
hêza raman û hêza mirov jî. Pir kêm be jî, min fêm kir ku,
ti tiştekî bê pêkan tine ye û bi şertê ku mirov di armanca
xwe de cidî be û pê bawer be, dê mirov her dem bigihîje
armanca xwe. Min wek jinekê û wek Kurdekê azadî kire armanc
û ji dil pê bawer kir. Ji bo vê jî ez bi hesreta vêya bûm ku
tenê ji bo kêliyekê be jî, te ji nêz ve bibînim, te hembêz
bikim û bêhnek vedim, paşê jî tişta ku di dilê min de ye di
derbarê azadiya xwe, jin û gelê xwe de bi te re guftûgo
bikim. Lê belê di sala 1998’an de Komploya qirêj a navnetewî
ji hundur û derve de ketin navbeyna te û min û bi hezaran
kesên wekî min ku ji bo dîtina te di heman hest û hêviyê de
bûn. Dîlketina we di min de zêdetir hejandineke bi hêz û
biryara azadiyê çêkir, min hêvî û bêrîkirina dîtina we ticar
wenda nekir. Lê min her dem hewl dida ku pir ji nêz ve we
hîs bikim. Lewma min gelek caran di hundirê xwe de bi te re
diyalog dikir û min hîsdikir ku tu wek deng û enerjiyekê
dikevî hinavên min û min jê îlham digirt. Çend car jî, tu
bûyî mêvanê xewnên min û ez pir pir pê kêfxweşbûm. Bi rastî
jî, ez nikarim bi tevahî hest û ramanên xwe di derbarê we de
bilêv bikim. Lê belê ji sala 1999’an şûn ve her dem
rastiyekî di mêjiyê min de deng vedida. Ew jî ev e ku, min
nekarîbû dîlgirtina mirovekî mezin wekî we dahurînim û min
digot vî mirovî ew der heq nekiriye. Bêguman, ez
berpirsiyarên dîlgirtin, tecrida rêberê gelekî û rênasê
mezin yê mirovatiyê, tenê dewletên rûreş ên cîhanê nabînim.
Bi qasî sextekarî, durûtî û xiyaneta dewletên desthilatdar,
lewazî û nebesiyên hevaltiya xwe û hevalên dîtir jî
berpirsyar dibînim. Lewma herdem li hemberî we, gel û jinên
ku bengiya xwe ya azadiyê bi we ve girêdane, min xwe
şermizar didît.
Îro jî di 15’ê Sibata 2006’an de, em dikevin salvegera
heştemîn a dîlketina Rêber APO. Komploya navnetewî
pêvajoyeke nû û bi metirsî li ser Îmraliyê û Kurdistanê bi
giştî destpê kiriye. Dixwazin hemû ked, xebata aştî û
demokrasiyê ya Rêber APO û gelê Kurd vala derxin û pir
eşkere bangewaziya radestbûn û dev ji Rêber APO berdanê
dikin. Dixwazin me kedî bikin û me fêrî jiyaneke bê Rêber
APO, bê bîrdozî û bêvîn bikin. Ji bo vê îro gelê Kurd li her
çar aliyê cîhanê li dijî siyaseta qirkirinê ya ku li ser
Rêbertî tê meşandin nerazîbûna xwe nîşan dide. Ez jî mîna
şagirtekî we li hemberî wan êrîşên nerewa dixwazim di 15’ê
Sibata îsal de, di nava gelê xwe de wekî jinêkê girêdana xwe
ya bi we re dubare bikim û germahiyekê bidim çalakiyên
berxwedana gelê me. Bi agirê bedena xwe dixwazim peyamekê
bidim mejî û dilên qeşagirtî ya şeristaniya civaka çînayetî.
Mîna gelek mirovên din jî dixwazim di dadgeha dîrokê de
bibim şahidek ji bo destnîşankirina zordarî û derewkariya
sîstema dadê û mafê mirova ya rojava.
Rêberê min! Ev çalakiya ku ez li dardixim tevî ku nerazîbûn
û serhildaneke li dijî ew neheqiya ku ji aliyê dewletên
serdest ve li hemberî we û gelê Kurd tê meşandin, di heman
demê de rexnedaneke hevaltiya kêm û lewaz e û li pêşiya
dîrok û gelê xwe ji hesta şermezarî û bêrûmetiyê rizgarbûna
min e. Asta îdîa û baweriya min heta ku kesek jî bimîne ev
felsefe û xeta we ya jiyanê dê her bijî û serkeve. Gelek kes
dibêjin û dihizirin ku birdoziyê di kesayetiya we de
tinebikin û nehêlin. Lê ez vê pir cidî nagirim û wekî
îdîayeke pir vala dibînim. Ji ber ku êdî hûn di dil, mejî û
hucreyên bi milyonan kesan de, bi taybetî jî di dilê jinan
de bi cih bûne. Hûn bûne malê dîrok û civakê. Te her car
girêdan û rastgotina jinê bi me da nasîn. Îro jî ruxmê hemû
kêmasî û lewaziyên me, ez dixwazim rexnedana xwe bidim û
biryarbûyina xwe di xeta sosyalîzma zanistî û demokratîk û
pradigmaya nû de nîşan bidim. Pir kêm jî be, peyamekê bidim
paşverûtiya hundurîn û êrîşên ji derve. Gelek caran min jî
wekî hevalên şehîd digot; “Xwezka ji canê min buhatir
tiştekî din hebûya ku min di rêya azadiya Rêber, gel û jinên
bindest de gorî bikira” Piştî girtina we di sala 1999’an de
jî her dem biryara li darxistina çalekiyeke wisa di mejiyê
min de hebû. Lê ji ber ku şert û merc ji tiştekî wisa re ne
guncav bûn, bi taybetî jî, ji bo ku we aciz nekim min hewl
da di jiyanê de duristbûyin û girêdana xwe ya bi we re nîşan
bidim. Îro jî dizanim ku dibe hûn vê çalakiyê nepejirînin û
rexne bikin, lê çi bikim Rêberê min? Hinek evîndar dibin
destê hevûdu digirin û direvin, evîndarbûna min jî ev e.
Dilê min bêyî we, bê kenîn û zerdekena li ser lêva zarokên
welatê min, rehetî nabîne û nahewe. Ji ber ku min biryara
xwe di pêvajoyeke wisa hesas de heta sala heştemîn a
dîlketin û dûriya we dereng xist, lêborîna xwe dixwazim.
Dixwazim vêya jî bêjim ku pir bi hêvî û moral im. Bi taybetî
jî dema ku ji bo diyarkirina komîta ji nû de avakirina PKK’ê
de te navê min anî ser ziman û pirsa min kir, min hîs kir ku
te xelata herî mezin daye min. Ez vê wek rûmetekî pir mezin
dibînim. Her dem perspektîfa we ji bo şoreşa başûr ku we
mîna ‘şoreşa jinê’ behs dikir, di min de moralekî mezin
çêdikir û meyl dida têkoşîna min. Aniha jî di nava vê
bêdengiya mirinê ku li başûr heye de, dixwazim wek jineke ji
başûr pir kêm jî be deyn û berdêla ked û qenciyên we bidim.
Pir şad dibim ku encamekî serkeftî bi dest bixînim. Di
dawiyê de silav, hezkirin û hesreta xwe ya dîtina te pêşkêşî
te mirovê bêhempa dikim. Ji bîr nekin, em pir bêriya we
dikin, pir bêriya we dikin…
Ligel Silav Rêz û Hesrata xwe
21. 01.2006
|