Rêber
APO
Ji hêla pergalên
şaristaniyê ve pîrozkirina jiyana hevseriyê, wek qada
“jiyana taybet” yek ji dariziya herî zêde ya
serûbinîkirina heqîqeta civakî ye. Di bingeh de
têgihîştina ya gelemperî wek taybet, ya taybet jî wek
gelemperî hîna bêtir li gor xwezaya civakê ye.
Gerdûnîbûyîna têkîliya hevjiyaniyê xwedî wê
taybetmendiyêye ku hemû tevnêAn civakî û gerdûnî bandor
bike, ye. Yek ji durûtiya herî mezin a şartisaniyê ewe
ku vê têkîliya gerdûnî, wek diyardeyeke tekane ya dualî
ya mehrem dihesibîne. Yek ji sebebên sereke ya
bênirxbûyîn û bê feydebûyîna zanista civaknasiyê ji vê
tê. Biwêja ku tê gotin a Sokrates e ya “jin mirov dike
fîlîzof jî rezîl jî dike” û biwêjeke gel ku dibêje “jin,
rezîl jî dike wezîr jî dike” dîsa bi vê gelemperîbûyînê
re têkîldar e. Jixwe di nav civakê de cihêkirina “taybet”,
“gelemperî” yek ji berevajîkirina modernîteyê ye. Di
civaka eslî de cudakirinên wiha bê wate ne. Ya rast,
şêwazên têkîliyên bingehîn û diyarker in.
Di bin navê jiyana civaka mirovahiyê, yek ji pêngavên
sereke ku divê em biavêjin di derbara hevjiyaniyê de be.
Ti qadên jiyanê bi qasî hevjiyaniyê xwedî taybetmendiya
diyarker û bingehîn nîne. Hesibandina saziya aborî û
dewletê wek têkîliya bingehîn, yek ji hengotên (saplanti)
civaknasiya modernîteyê ye. Di encam de aborî jî, dewlet
jî amûrê hevjiyaniyê ne. Hevjiyanî nikare di bin xizmeta
aborî, dewlet û olê de be. Berovajî wê dewlet, ol û
aborî di bin xizmeta hevjiyana azad de ne. Vajîtî (terslîk)
ji ber vê sedemê hemû civaknasiya modernîteyê dagir
kiriye.
Yekemîn qada divê zansita wê bê kirin, li gor hemû
vegotinên heyî divê ji qada hevjiyaniyê dest pê bike.
Mîtolojiyên serdema sereke û olên ku me ew pir seretayî
didîtin, her xwe bi vê qadê ve didan destpêkirin ev jî
ne ji ber xwe ve bi heqîqeta civakî re pêwendîdar e.
Hevjiyanî, bi taybet zanista ku li derdora jinê pêş
bikeve, wê bibe yekemîn pêngava ber bi civaknasiya rast
ve. Ne tenê wek zanist di civaknasiyê de, di hemû qadên
hunerî û felsefîk de yekemîn pêngav, divê di derdora vê
têkîliyê de were avêtin. Jixwe hewce nake ku bê gotin
“divê ol û exlaq pêşîkîdana (öncellîk) wan wek şaxek ji
felsefeyê, ev qade be”. Exlaq û ol xwe têra xwe li vê
qadê ve dane girêdan.
Wek netîce di serdema me de îflasa hêzên mêtînger û
desthilatdariya hegemonîk herî zêde bi hilweşîna
hevjiyniyê xwe radixîne ber çavan. Têkîliya jin û zilam
pêvajoya herî deklase, weteya xwe wenda kirî, ne bi wê
re dibe, ne bêyî wê, gihîştiye sînorê nemanê. Yên şoreşa
sereke bi vê rewşa kaotîk ve nasipêrin, ti şensê wan ji
domandina kaosê cudatir tine ne. Vebûna takekesî û
kolektîf, ger vê qadê wek zanistî, hunerî û felsefî
bingeh bigre, dikare ber bi hevjiyana azad gav biavêje.
Ev pêngavên sereke ên derketinê wek ku pirî caran hesab
dibe ne têkîliyekî di navbera du kesan, a yekane û
pêngavên taybet, yekemîn gavên gerdûnî di derbara civaka
sosyalîst demokratîk a ku pêk bê, ye.
Sosyalîstbûyîn di serî de elaqedarî bi pêdagirtina asta
azadiyê di hevjiyaniyê de pêwîst dike. Dema jiyanên
mîtolojîk û oldarî destpêdikin terzê jiyanên wek ew
jiyanên pratîkên zor û rêgezên mezin hewce dike.
Avakirina hevjiyaniya sosyalîstî, bi derbaskirina şêwaz
û cewherê modernîteya sermayedar ku kedîdike û pergala
şaristaniyê mumkun dibe. Bi zayendîtiya banalbûyî (ramekî),
bi lîstokên malok, nîjadîtî (di wateya zêdebûyînê), bi
hevre pîr û kal bûyênê re (li ser balîfekê pîrbûyîn)
zêde ne elaqedar e. Bi taybet bi cotbûyîna zayendî yên
rojane ku ketiye rewşek mîna nexweşiyê re jî ti elaqeya
wê tine ye. Li gel vê, di ti zindiyan de cotbûyîna
zayendî rojane pêk nayê, xwedî bingehek zivirînê ye, ev
jî îsbat dike zayendîtiya di cûreyê mirovan de bi
şêwazek civakî hatiye xuliqandin. Pirîtî û birçîbûna
zayendî bi înşaya civakî, bi desthilatdariya hegemonîk
re têkîldar e. Zayendeperestiya zilam bi hemû şêwazên
xwe ku li jinê tê ferzkirin, wek pêkanîna desthilatiyê
xwe diyar dike. Zayendeparêziya wiha ne dikare kamranî
bide, berovajî wê çavkaniya nexweşî û bê şadiyê ye.
Neman û mirina zû ye. Binesaziya (bûnye) ti jin an jî
zilamî ne di wê avaniyê de ye ku ji zayendîtiyek bi vê
şêwazê re li hev bê. Bi taybet zayendperestiya ku
sermayedarî bi reklamkariya jinê sor dike, bi temamî bi
hegemonye ya birdozî re elaqedar e, ji bo pêşxistina
qanûna kar a ezamî ye. Dikare were gotin ti têkîli bi
qasî zayendperestiya civakî hêza hilgirtina pergalê tine
ye. Lewma antî-sermayebûyîn encex bi redkirin û
derbaskirina jiyana zayendparêz a bi vê şêwazê dibe.
Di têkîliyên hevjiyaniyê de asta ku pêşbikeve çendî
zanistî, hunerî û felsefîk be, ew çend jî dikare rê li
ber civaka sosyalîst veke. pêkanîna sosyalîzmê di
têkîliyên hevjiyaniyê de xwedî nirxek partîk û rêgezî
ye. Ti rêyên derveyî vê şêwaza têkîliyê ku bikare
bigihîje sosyalîzmê tine ye. Ger hebin jî neyekser û
têkîliyên ji şaşitiyan re vekirî ne. Hevjiyana
sosyalîstî wek ku têkîliya di navbera du kesan de ye,
wiha fêmkirin nêzîkatiyek kêmasî ye. Bêguman hevjiyan
dibe ku şênbariya cotkesan bijî, lê bi vê re nayê
daxistin (îndîrgeme). Bi hêza mezin re, bi estetîk û
exlaqê wek razber (soyut) jiyanek derûnî (ozsel) ya tê
jiyandin e.
Jin û zilamên girêdayî jiyana sosyalîst, dema jiyana
azad bi awayek gerdûnî û kolektîf pêk bînin, şensê
jiyana xweşik û rast jî wek tekane dikarin bi dest bixin.
Di hemû bizav û tevgerên mezin yên civakî yên dîrokê de
dikare ev rastî bê dîtin. Jiyana yekane bi qasî ku bi
lîstokên zewazê yên rojane neyên tevlihevkirin divê bi
ew şêwazên derveyî zewacê yên hîna neyînîtir re jî neyê
tevlîhevkirin. Di jiyana yekane de potansîyela hemû
kolektîfiyê, gerdûnîbûna civakî veşartiye. Di şêwazên
zewacên yekane û derveyî zewacê ya modernîteyê de înkara
kolektîfiyê pêk tê. Bê ku ev jihevkirin were kirin
jiyana azad a pişkî (tîkel) ya sosyalîstî pêk nayê. Bi
taybet jin û bi giştî zilamê ku di vegira têkîliya
sosyalîst de be bi zansit, estetîk, exlaq û felsefeya ku
di xwe de dide jiyandin, dibe xwedî hêzekî muazam.
Kesayeta jin û zilam ên wiha çawa ku li beramberî jiyana
civakî binkeftî nabin, berovajî bi hebûna xwe ve jiyana
civakî ya azad înşa dikin. Ji ber di yekgirtinên yekane
de hurmet û bawerî serwer e, ji nexweşiyên pergalê yên
wek hesudî, kaprîs, têrnebûyîn, tengavbûyîn re cih tine
ye. Ji ber yektir nakin milk u mal, li beramberî hev
nakevin nava îdeaya (di huquqa burjuva de jî rewacdar e)
mafxwaziyê. Hêzên wateya di yek astê de di hemûyan, di
hemûyan de jî kesayetê dide jiyandin.
Bizav û tevgerên civakî-dîrokî encex bi kesayetên ku
wiha watedar bûne re dikarin bigihîjin serketinê. Ev
kesayet bi yek gotinê herdem dixwazin wek sosyalîst
werin zanîn, bîranîn û bendewarîkirin.
Di pêşketina civaka sosyalîst de di derbara pêkanîna
têgeha hevjiyana azad de girîng e ku hin ezmûnên dîrokî
li ber çavan werin girtin. Xirîstiyanî di vê mijarê de
jiyana keşe û keşejin ji bo kadroyên xwe şert daniye. Di
pêşketina şaristaniya Rojava de ev kiryar xwedî rolek
girîng e. Bi vê kiryara kadroyî re piranî neyînîtiya
civaka zayendeparêz sînordar kiriye. Giyanîtî (ruhsalik),
zexta zayendîtiyê li ser hişmendiyê asteng dike ev jî di
pêşketina civakî de xwedî rolek girîng e. Lê belê
berteka li dijî wê teqîna civakî ya zayendîtiya
modernîteya sermayedariyê bû. Rê li ber pêşketina
diyalektîkî ku hevjiyana azad misoger bike, venekir.
Jiyana yek hevserî ya mulkirin, li dijberî çanda keşe-keşejin
wek şêwazê jiyanek nû, xala duyemîn a herî serî ye,
bendbendîbûn (kutuplaşma) jê vejiyaye. Di bingeha
qeyrana jiyana yekhevserî ya modernîteyê de çanda keşe-keşejin
ya xirîstiyaniyê veşartiye. Di derbaskirina civaka
zayenparêz de her du çand jî xetimî mane. Di qeyrana
çanda zayendparêz a civaka Rojava de ev rastî heye. Di
derbarê mijarê de çareseriya Îslamê jî ne serketî ye.
Berovajî jiyana keşe-keşejin, bi nasîna têrkirina
zayendîtî bi hejmarek zêde jinên hevser û carîye, wer
hesiband ku wê pirsgirêkan çareser bike. Pêkanîna Heremê
bi awayekê di rola taybetîbûyîna kerxaneyê de (genel ev)
ye. Cudahiya wê ji kerxane jî ji wê tê ku ji hin kesan
re hatiye taybetkirin. Di cewherê de ti cudatî tine ye.
Di paşdemayîna civaka Rojhilat ji civakên Rojava ev
pêkanîna civakî ya zayendparêz xwedî rolek diyarker e.
Lixabkirina (Gemleme) zayendîtiyê ji hêla Xirîstaniyê ve
rê li ber modernteyê vekir, teşwîqkirina zêde ya têrbûna
zayendîtiyê ji hêla Îslamiyetê jî bû sedem ku li pêşberî
civaka modernîteya Rojava bin bikeve. Di binketina jin û
zilamên Rojhilatî li behramberî jin û zilamên Rojavayî
de hîna bêtir rola zayenparêziya civakî diyarker e. Wek
ku tê zanîn bêtir zayendparêzî li ser pêşketina civakî
bi bandor e. Di vebûna ferqa di navbera civakên Rojava-Rojhilat
de divê li ser rola zayendparêziyê bi girîngiyek mezin
were sekinandin. Feraseta zayendeparêz a Îslamê, çi di
kolebûyîna kûr a jinê de çi jî di xwe desthilat
hesibandina zilamî de li gorî şaristaniya Rojava hîna
zêdetir encamên neyînî bi xwe re çêkir.
Di pêşxistina pratîka hevjiyana azad de di eniya jin û
zilam de hin xususên ku bal li ser wan bêne kişandin
hene. Jina ku xwedî şensê jiyana azad e, an jî dixwaze
vê şensê bidest bixîne, di serî de;
a- Heke parvekirina zayendîtiya bi zilam re pêşbixîne,
divê ji serî ve bizane ku ev tenê ne tetmînek bîyolojîk
e, wê bi pençeya desthilatdariyê, bi hêzek wek ku di
qefesa piling de bi piling re radizê re rû bi rû bimîne.
Bi taybet rewşa birçîbûn û dîlbûna piling hîna bêtir rê
li ber şuxulandina pencikên xwe bi awayek kujende vedike.
Divê bizanibe bi têkîliya zewaca klasîk re piştî ketina
qefesê, bi hêsanî nikare sax rizgar bibe; an wê bedela
vê bi giyana xwe bide, an jî wê bibe pilinga mê ya ku bi
temamî radest bûye. Pilinga mê, jina zilambûyî temsîl
dike, zinix û kirêt e. Zayendîtiya di navbera zilamê
hegemonîk û jina wek zilam ku bi giştî teslîm bûye, di
pêkhatina vê zinixî û kirêtiyê de rola sereke dilîze.
Zilam bi quretî bendewarê roja “xirabkirina” bakîretiya
jinê ne, sedema di bin vê de veşartî jî ne tetmînkirina
ajoyan (diyardeya biyolojîk)e, para wê di avabûna
têkîliya desthilat-kole de ye. Xirabkirin, destpêka
mehkumkirina jinê bi koletiya bêdawî ye. Rê li ber hesta
desthilat, efendî vedike ku ev, tê wateya îsbatkirina
zilamtiyê. Paşê ev rêbaz li ser xortên ciwan jî pêk tê.
Saziya koletiyê li ser her du zayend jî pêk hat. Jin bi
qasî zilam li pey têkîliya zayendî nabeze, ev jî bi
saziya koletiyê re elaqedar e. Çalekiya zayendîtiyê ya
zêdekirina bêsînor a modernîteya sermayedar, amûra
koletiya herî berfirawane ku li ser cûreyê mirovahiyê tê
ferzkirin. Gelek ol bi guman nêzî van têkîliyan dibûn,
ev jî biwate ye. Ji ber rê li ber ketin, nexweşikî û dij
heqîqetê vedikir.
b- Bê ku rewşa zewaca hevseriyê hebe, di her qada civaka
desthilatdariya zilam de zilam bi derûniya şîpê (panter)
ku di rewşa her kêlî xwe biavêje ser nêçîra xwe
tevdigere, bi vê zanebûnê divê ku şêwaza tevgera xwe pêş
bixîne. Şîpê zilam her ku derfet dît, ango her li
pêşberî wî astengiyek civakî derkeve, teqez wê pencikekê
li jinê bixîne. Zilamê desthilatdar di vê kêliyê de bê
ku ti sedemên (gerekçe) exlaqî, wîjdanî nas bike wê
bixwaze nêçîr bike. Ne nuxumandina olî, ne jî huquq
pêşiya vê asteng e. Divê jin bi zanîna vê rewşê derkeve
qada civakî. Ya rast, heke parastinek cewherî ya ewlehî
tine be nekeve qadên civakî yên xeternak (tekîn).
c- Divê baş bizane ku modernîteya sermayedar bi taybet
çi bi hêza pare û desthilatdarî, rêbazên hişk, çi jî di
serî de bi rêbazên wek wêje û hêza hunerê, armanca
sereke xistina jinê di rewşa bi koletiya modern re
dagirtî ye. Li dijberî jinê modernîte çi bi rêbazên pare
û desthilatdarî çi jî bi wedeyên boş yên evînê, qat bi
qat ji zilamê civaka berê zêdetir xwediyê hêza êrîşê ye.
Li beramberî hêza desthilatdariya zilam a metirsîdar a
evîn û pare, lêgera jinê ya jiyana azad ji xeyalek vala
bêtir xwedî ti wateyê nîne. Bi hemû pakî û tevgerên xwe
yên xweşik çendî nêz bibe, li pey hevjiyana azad baz
bide jî li beramberî zilamê modernîteya heyî, nikare ji
binkeftinê xilas bibe. Ango her rê, wê ber bi koletiya
jina modern ve bibe.
d- Ger ku ruxmî civaka desthilatdariya zilam a heyî,
dîsa jî di azadbûyînê de bi israr be, wê demê divê jin
jiyanek bi tenê ya mezin an jî milîtantiya ku her kêlî
di nav têkoşîna sosyalîst de hilbijêre. Tenêmayîn ji bo
rewşên marjînal rewacdar e. Jiyana sosyalîst jî jiyanek
xwedavendî eş(wek) çanda xwedavendiya berê pêwîst dike.
Divê li ber çav bê girtin ku yek ji taybetmendiyên
xwedavendan nezewicîn bi zilamê mirov re bû. Em ji
dîrokê jî dizanin ku dema zilam bû xweda ji xwedavenda
jin zêde eserek nema. Li şûnve bûyîna jina melek dimîne.
Lê belê jina melek kêmekê jî jina ku hêza zayendîtiya
xwe wenda kirî û ji hêz ketî îfade dike. Rola wê di nava
civakê de ji qasidîtiyê zêdetir naçe. Fîgura Înana-Afrodît
a di mîtolojiyê de jinek hîna cuda ye. Nima (îmge) jina
ku hîna hêza xwe ya fîzîkî, kêşweriya zayendî û
xweşikiya xwe wenda nekirye, temsîl dike. Jina Afrodît-Înana
wek xwedavenda evînê hêmana ku ji bo hevjiyaniyê bigere,
encex hêmana ku hevjiyana azad parve bike ye. Hêmanekî
wiha jî piranî zilamê Prometeusek nîv-xweda, nîv mirov
dikare bibe û divê ev baş bê zanîn. Di dîrokê û roja îro
de ev hêman an jî piranî zilam jî dikare wek fîgurekê
were tesewirkirin. Razberbûna wî bi şervantiyekî awarte
re mumkun dibe. Bê ku xwedayên bê maske ku bi hêza
muazam a modernîteya sermayedar aras bûne bêne binxistin,
nikare xwe ava bike. Ne bêmefer e, lê belê şênberiyek ne
hêsan e. Sosyalîstbûyîn jî kêmekê bi şênberkirina nima
Înana-Afrodît û Prometeus re mumkun dibe.
Zilamê ku di pey hevjiyana azad de be di serî de;
a- Divê bizane jina ku derkeve pêşberî wî, di bin
şaristaniya 5hezar salî û hegemonya sermayedar a pênçsed
salî jina ku bi her cûre demîngirtina (şartlanmak)
koletiyê re mexdur maye ye. Yekane çareya vê jinê li
beramberî zilamê piling bibe pilinga mê. Hemû stratejî û
tektîka jiyana wê li ser vê bingehê hatiye avakirin.
Heke em berovajî vê bixwînin, wê li gor xwe qefesek ku
dixwaze zilamê hevser bixînê heye. Ger ku zilam li pey
hevjiyana azad be xilsabûna wî ji stratejî û taktîkên
jina wiha, herî kêm bi qasî jina kole zehmet e.
Rizgarbûyîn ji taktîk û stratejiyên ku wek koletiya
pêşber ferz dike ji bo sosyalîstê ku li pey hevjiyana
azad be yek ji qadên sereke ya şer e, heke di vir de bi
ser nekeve nikare di têkoşîna civaka sosyalîst de pêngav
jî biavêje.
b- Zilamê di rewşa zewaca hevseriyê de be herî kêm bi
qasî jinê divê bizane ku bi bandorên saziya koletiyê re
maruz dimîne. Ji bo bandorên neyînî yên saziyê derbas
bike di mekanê malê de divê her li pey jiyana sosyalîst
be. Bi jina kole re wek koleyan tê jiyankirin, çewt tê
jiyankirin. Derbaskirina çanda kerxaneya taybetbûyî divê
ku serketina bidestxistina çanda hevjiyana azad bê
nîşandayîn.
c- Li beramberî çanda zayendparêz ya modernîteya
sermayedar ku hiş ji serî difurîne, divê şerê nefsê
herdayîm û bi serketî bê meşandin. Taktîk û stratejiyên
ku ji bo bidestxistina zilam tê bikar anîn, herî kêm bi
qasî dîlgirtina jinê qetandok e. Divê were zanîn ku di
modernîteya sermayedar de zilam, tenê wek biyolojîk bi
zilamtiya nepixandinî hatiye werguherandin, bi hemû
çanda xwe ya civakî ve hatiye pîrekirin. Zilamê ku pir
zêde biyolojîk zayendparêz e ji milekê ve kirine piling,
ji aliyê din ve wek pisîkekê bi çanda pîrektî (pîrektiya
kole) hatiye kirin. Heya ev zilamtiya ku modernîte ferz
dike, neyê hilweşandin nabin sosyalîst, têkoşîna civaka
sosyalîst nayê dayîn.
d- Li beramberî van faktorên neyînî ji bo hevjiyana azad
herî kêm bi qasî jina azad pêwîstî bi têkoşîna zilamê
azad jî heye. Zilamtiya azad; berovajî civaka
desthilatdariya zilam bi derbaskirina kesayeta zilamê
kole re teqez dibe. Divê mertebeya arîftiya ku hîna jî
di rastiya me ya civakî de rewacdar e, were qezanckirin.
Bi qasî mirov zilam nayê cîhanê dibe zilam, zilamê
şaristaniyê tê cîhanê lê mirov dibe zilamê azad. Nima
zilamtiya Prometeus di serdema me de encex bi zanist,
felsefe û hunera modernîteya demokratîk re şênbar dibe….
Divê baş têbigihîjin ku felsefe, zanist û huner ji bo
jînê ne û rola wan a sereke jî pêkanîna hevbûyîna
(eşleşme) azad e, ev bibe exlaqîkirin û estetîkirin.
Zewacên hemdem yên heyî berdewamiya çanda xanedantiya
hîyerarşîk (nêz 7hezar salî) ne, wek qadên ku nirxên
bingehîn yên civaka dewletger tê de têne avakirin,
destavêtin norm e, wek namûs jî di kesayeta jin û zilamê
de pir zêde hatiye dahurandin. Pêknehatina evînê,
hevberdanên zêde, belavbûna malbatê, mêtîngerî û
serdestiya ku bi kesayetan dane dahurandin, divê wek
encama çanda destavêtinê ya bi aramanc were fêmkirin.
Civaka azad û sosyalîst encex li dijî çanda destavêtinê
bi kesayetên ku her kêlî bi felsefe, zanist, etîk û
estetîkê dagirtî ne, dikare were pêkanîn. Li ser vê
esasê hevjiyanên azad ku werin avakirin, eşkere ye ku wê
ji bo takekes û civakê herdem xweşikî, rastî û başiyê
hilberînin.
Jiyana mucîzevî û efsûn ku modernîteya sermayedar ew
hilweşand, encex bi hevjiyana azad bi kesayeta wê/wî ya
sosyalîst û têkoşîna wê ya civakî re dikare were qezenc
û parve kirin. Ji bo vê ji zarokîniyê bi taybet ji
zaroktiya keçikan pêve bi sazî û hişmendiya modernîteya
demoratîk re perwerdebûyîn, bi têkoşîna civakî ya
sosyalîst demokratîk re pratîkbûyîn wek şêwazê jiyana me
divê were pejirandin, were dahurandin û bidestxistin.