|
Dİ NETEWA DEMOKRATİK DE HEVJİYANA AZAD...
|
Rêber
APO
Em dizanin her beşekî jiyana zindî sê fonksonên
wê yên bingehîn hene. Ji vana xwedîkirin,
parastina hebûna xwe û domandina nîjada (cureyê)
xwe ye. Ne tenê beşên biyolojîk ku em ji wan re
jiyana zindî dibêjin, her hebûneke gerdûnî ku li
gor xwe xwedî fonksyonekî zindî ye, xwedî heman
fonksyonan e. Ev fonksyonên bingehîn di mirov de
digihîje qonaxwekî nû. Di civaka mirov de
rasyonalîte dighîje astekî pêşketina welê ku
heke pêşiya wê bê vekirin dikare hebûna hemû
zindiyên din yên biyolojîk bi dawî bike. Heke
gerdûna biyolojîk heya derekê jî were sekinandin
jî jixwe wê nedomandiniya cureyê mirov jî ji ber
xwe ve pêk bê. Ev pardoksekî cidî ye. Cureyê
mirov ku ji niha ve nufuza wê gihîştiye heft
mîlyaran, heke zêdebûna xwe bi vê lezê dewam
bike wê di demeke pir kin de wê benda biyolojîk
were derbaskirin û wê nedomdariya jiyana mirov
derkeve holê. Tişta rê li ber vê rewşê vedike
rasyonalîteya mirov e. Lewma beriya heman
rasyonalîte bigihîje benda biyolojîk divê
zêdebûna mirov bide rewestandin. Heyîn (varoluş)
û zêdebûn bûyerekî seyr e. Makîneyek ku em
dikarin ji re bêjin mêjiyê xwezayê, her rolekî
hevsengiyê dilîze di navbera zêdebûn û heyînê de
aheng saz dike. Lê belê rasyonalîteya mirov
yekem car li dijî vê mekanîzmeya mêzînê disekine.
Têgeha xwedayîbûnê jî di eslê xwe de ji vê
rasyonalîteyê hatiye der. Xweda, tê wateya
mirovê ku di rasyonalîteyê de sînor nas nake.
Taybetiyê rasyonal a mirov rê li ber înşaya
pergala xweda, ol û pergalên din ên xweliqkaran
vekiriye. Yek şaneyî (tek hûcrelî) li beramberî
tinebûnê bi lez xwe dike çend beş û zêdebûna wê
di aliyê domdariya jiyanê, mijareke ku tê
fêmkirin. Heta mirovan, ajoya zêdebûna her beşa
zindî arzûya (xwesteka) jiyana bêdawî îfade
dike. Arzuya jiyana bêdawî arzuyeke ku neketiye
zanebûna wê. Hewcehî bi derxistina zanebûna
arzuya jiyanê heye an jî tine ye mijarekî cuda
ya nîqaşê ye. lê belê piştî ku têgihiştina
arzuya jiyanê çêdibe jî fêm dibe ku dewamdina
nîjad nabe wateya jiyanê. Çi jiyana kesekê/î çi
ya bi mîlyoan bi heman rengî ye. zêdebûn, bi
qasî nikare jiyanê watedar bike, hêza zanebûna
ku derketiye holê jî dikare çeloxwarî û lewaz
bike. Di derbara xwe de zanebûyîn, bêguman di
gerdûnê de çêbûnekî pir xweşik e. Ji ber xwe ve
jê re nîşaneya xwedavendîtiyê nehatiye
mûnasîbdîtin. Piştî di derbara xwe de digihîje
hêza têgihiştinê nabe ku pirsgirêka herî
bingehîn ji bo însan mijara zêdebûna nîjad be.
Domandina nîjadê mirovê têgihiştî, li dijberî
hemû zindiyên din tenê hevsengê xirab nake, her
wiha hêza zanebûna mirov jî dixîne xeteriyê. Bi
kinahî, nabe pirsgirêka bingehîn a mirovê
têgihiştî domandina nîjad be. Xweza, di mirov de
gihîştiye asteke wiha ku domandina nîjada xwe,
ji pirsgirêkê derxistiye. Dikare were gotin çawa
di her zindî de ji bo mirov jî ajoya domandina
nîjad baqî (mayînde) ye. Wê her bidome. Rast e.
Lê ajoyeke ku bi hêza têgihiştinê re dikeve nava
nakokiyan. Lewma divê ji têgihiştinê re pêşîtî
(onculuk) were dayîn. Gerdûn bi qasî em dikarin
bizanin heke bi hêza xwezanîna asta herî bilind
gihiştibê ji vê yekê heyecangirtinekî mezin,
yanî fêmkirina gerdûnê dibe ku wateya rast a
jiyanê be. Ev jî tê wateya êdî werçerxa mirin-jiyanê
hatiye derbaskirin ku ji vê mezintir şahî û
cejna xweser ji bo mirov nayê hizirîn. Wek
gihîştina Nîrvana, Fenafîlah, zanebûna mitleq e,
ne beriya vê wateya jiyanê dimîne ne jî sedema
bextewariyê!
Di civaka Kurd de herî zêde nemayîna jiyanê
dikare di derdora diyardeya jinê de bê çavdêrî
kirin. Di çandekî civakî ku navê jin û jiyanê bi
rastî kiriye yek (jin, jiyan, can, şen, cîhan,
hemû ji heman kokê tên ku rastiya jiyan û jinê
rave dike) di jinê de hilweşîn jiyanê, nîşaneya
herî sereke ya hilweşîna civakiye jî. Ji çanda
rê li ber çanda xwedawendî vekirî, di derdora
jinê xîmê şaristaniyê hatiye avêtin, a ku maye
di mijara jiyana bi jinê re korbûnekî dêwane û
ketinekî ku teslîmê ajoyan bûye, ye. Jiyana
civakî ku di nava pencikên kevneşopî û
modernîteya sermayedar ku her li pey înkar û
tinekirinê ye, jiyaneke ku bi tevahî li
bêçaretiya jinê hatiye mehkumkirin. Wek ku
kozika herî dawî ya parastinê di destan de mabe,
feraseta namûsê ku xwe dispêre jinê, di eslê xw
de nomus=rêzik, qanûn, halekî ku ji wateya xwe
bi dûr ketiye, îfade dike. Namusperweriya tûj a
jinê bênamusiya civakî ya pir tûj îfade dike.
Çendî ji namus ango nirxên bingehîn yên ku
civakê li ser lingan digre hatibe dûrxistin,
ewçend xwe wek namusparêzê jinê bilêvkirin,
paradoksek e. Kurdan piştî nasmusa civakî ji
dest dan, namusa jinê jî nikarîn biparêzin û
tênegihiştina vê yekê ne tenê cehalet, di bin
navê exlaqê de bêexlaqî ye. zilamê ku di bin
navê namusa jinê de dixwaze xwe bide jiyandin û
di aliyê exlaqî û polîtîk de qediyaye, ev ji hêz
an jî bêhêziya ku encex xwe di koletiya jinê de
dide îsbatkirin tê. Tiştên hakimiyetên biyanî li
ser wî û civaka wî pêktînin, ew jî êşa wê encex
bi ferzkirina hakîmiyeta xwe li ser jinê dixwaze
ji bîr bike. Di wateyekê de xwe terapî dike.
Eşkereye di gelemperiya cîhanê bi giranî lê bi
wê re belku di ti deran bi qasî statuya jina
Kurd koletiyekî kûrbûyî ne mijara gotinê ye. Bi
giştî zêdebûna zarokan, rûyeke din a vê rastiyê
ye. Cehalet û neazadî di civakên mîna hev çareya
yekane ya domandina hebûna xwe an jî wek
bêçaretiyê serî li zayîna hejmarekî zêde zarokan
didin. Di her civaka tê de zanebûna cewherî
pêşneketî, diyardeya diqewime wiha ye. Paradoks
di vir de ye ku ji ber jênevegerên din ên jiyanê
xwedîkirin û ewlekarî tine ye, zêdebûna zarokan
rê li ber pirsgirêkên mezin vedike. Bêkarî wek
çiya bilind dibe. Jixwe li gor dilxwaziya
pergala kar a sermayedariyê, tişta koletiya
mizeya (maaş) kêmtirîn xwedî dike jî ev zêdebûna
nufuzê ye. Kevneşopiya şaristaniyê û modernîte
mil didin milê hev hemû hilweşîneriya xwe li ser
jinê wiha pêk tînin.
Em her dibêjin şert û mercên ku jin-jiyan ji hev
bûn, herifîn û jevketina civakê diteyisîne.
Unsûrên (hêman) ku dikare şoreş û partiya
şoreşger, pêşeng û milîtan nav bê kirin, bêyî vê
rastiyê çareser bikin û seferberê rêya azadiyê
bibin nikarin rol bilîzin. Yên bixwe bûne
girêkor nemumkine ku bikarin girêkora kesên din
vekin, azad bikin. PKK û şerê gel ê şoreşgerî di
vê mijarê de encama herî girîng ku derxistine
holê; di derbarê azadî û rizgariya civakê ji
azadî û rizgariya diyardeya jinê derbas dibe,
ye. Lê belê wek me daxuyakirin, zilamê Kurd bi
awayek pir şewişî (çarpitilmiş) namûsa xwe -an
jî bi awayek zansitî ya hîna rastir bênamûsiya
xwe- di serweriya mutleq li ser jinê dibîne. Ya
divê were vekirin ev nakokiya yeman e. Di beşên
dîtir de ji ber me behsa xebatên di vî milî de
kirin, em ê dubare nekin. Di çûna ber bi
înaşakirina netewa demokratîk de di bin roniya
vê tecrûbeyê de ya divê were kirin ew tiştên
heya niha bi navê namûsê hatî kirin, berovajî wê
divê bê kirin. Ez, behsa zilamtiya Kurd a hatî
qulipandin, kêmekê jî behsa xwe dikim. Ew jî
divê wiha be; divê em bi temamî feraseta
milkiyeta di derbarê jinê biterikînin. Jin tenê
û tenê divê ya xwe (xwebûn) be. Heta divê
bêxwedî be û bizane ku ew bixwe xwediyê xwe ye.
Sewdaserî, evîn jî di nav de divê em bi ti
hestên girêdanê bi jinê ve berbend nebin.
Berovajî vê jî rewacdar e. Jin jî bi heman rengî
divê xwe ji berbendî û xwedîdariyê (sahîplî)
derxîne. Yên ji vê ezmûnê bi serketî derbas
bibin, di wateyekê de yên di kesayeta xwe de
azadiyê pêk tînin, dikarin civaka nû netewa
demokratîk ji kesayeta xwe ya azadbûyî
destpêbikin, înşa bikin. Tam jî li vir em
digihîjin terîfa rast a evînê. Evîn, encex ew
hilweşîn û jihevbûna civakî ku nade sekinandin,
di derdora jinê bi namsûa avakirî -wek zansitî
ya hîna rast bênamûsiyê- jê vegere, bi milîtanî
bikeve xebata înşaya netewa demokratîk wê
bigihîje wateya xwe ya civakî, pir zehmet jî be
dikare bigihîje potansiyela pêkanînê.
Di pêvajoya netewbûna demokratîk de azadbûna
jinê xwedî girîngiyekî mezin e. Jina azadbûyî,
civaka azadbûyî ye. Civaka azadbûyî jî netewa
demokratîk e. Me behsa girîngiya şoreşgerî ya
berovajîkirina rolê zilam kir. Wateya vê bi şûna
domandina nîjad li ser jinê û serdestiya xwe
dispêrê, netewbûna demokratîk xwe di hêza xwe ya
cewherî de bidomîne, bikare hêza vê ya birdozî û
rêxistinî çêbike û otorîteya xwe ya polîtîk
serwer bike. Xwe di aliyê birdozî û polîtîk de
hilberîne. Ji zêdebûna fîzîkî wêdetir bikare
hêzbûna zihnî, giyanî ava bike. Ev rastî xwezaya
evîna civakî pêk tînin. Divê teqez evînê
danexînin hemhestî (duygudaş), cazîbeya
zayendiya du kesan. Heta divê dil bernede
xweşikiya şeklî ya ti wateya xwe ya çandî tine
ye. Modernîteya sermayedar pergaleke li ser
înkara evînê hatiye avakirin. Înkara civakê,
harbûyîna ezezîtiyê, dagirtina her qadê ji hêla
zayendparêziyê, xwedayîbûna pere, cihbûna netew-dewlet
bi şûna xwedê, daxistina jinê bi nasnameyekî bê
mîşe an jî mîşeyekî herî kêm tê wateya înkara
bingeha madî ya evînê.
Divê xwezaya jinê baş were nasîn. Nêzîkbûna
zayendîtiya jinê wek biyolojîk xweşik û kêşwer
dîtin û wiha nêzîkbûyîn li ser vê bingehê jî
têkîldarî di serî de tê wateya wendakirina evînê.
Çawa em nikarin ji pevgihîştinên zayendî re
bêjin evîn. Em dikarin ji vê re xebata normal a
zêdebûna zindiyan bêjin. Ji bo van xebatan qet
hewce bi mirovbûyînê jî nake. Heywan-mirov jixwe
bi herî hêsanî van xebatan dimeşînin. Yên evîna
rast dixwazin, divê vê zêdebûna heywan-mirov
ferq bikin. Bi qasî nirxandina jinê wek objeyekî
kêşweriya zayendî dest jê berdin, em dikarin
bikin dost û rehevaleke baş.Têkîliya herî zehmet,
dostînî û rêhevaltiya ku zayendparêzî derbaskirî
ye. Dema şert û mercên hevjiyana azad bi jinê re
bêne jiyîn jî di bingeha têkîliyan de divê
înşaya civak, netewa demokratîk hebe. Divê em ew
rola modernîte û kevneşopiya ku her jinê hevser,
dayîk, keç, xwîşk, hezkirî dibîne, derbas bikin.
Di serî de yekîtiya wate li ser bingeha
înşakirina civakê têkîliyên bihêz yên mirovan
ava bikin. Jin an jî zilamek heke hewce kir divê
bikare dest ji hevser, zarok, dayîk, bav û
hezkiriya/ê xwe biqere lê divê ticar dest ji
rola civaka polîtîk û exlaqî ber nede. Zilamê
bihêz, ti car lavaniya jinê nake, li pey de
nabeze, lênade, gotinan nabêje. Hesûdiya wê nake.
Heta jin û hezkiriya wî jî be heke ew kes
bixwaze cuda bibe, heta fîskeyekê jî lê nade.
Heta piştî şiyarkirinên hewce kir jî ji bo çawa
dixwaze bijî, jê re alîkar dibe. Ger bixwaze
têkîliyek bihêz li ser bingeha birdozî û civakî
bijî divê tercîh û hatin xwestiniyê (aranmak) ji
jinê re bihêle. Asta azadiya jinê, tercîha wê ya
azadiyê, tevgera wê li ser bingeha hêza wê ya
cewherî çendî pêşketibe bi wê jinê re jiyan
xweşik û watedar dibe. Hevjiyana azad a herî
îdeal bi jinekê re an jî ya jinekê bi zilamekê
re, di şertên roja me ya îro de di rastiya me ya
civakî de di xebatên hewce yên înşaya netewa
demokratîk de heke serketinên mezin çêbike,
dikare pêk bê. Di Kurdistana roja îro de di
rastiya civaka Kurd de dîyalektîkekî evînê ya bi
wate di astekî berfirawan de divê platonîk be,
were jiyandin. Û ev evîn bi nirx e. Evîna
platonîk evîna fikir û çalekiyê ye. lewma jî bi
nirx e. Jiyana her kêlî (anlik) bi jina herî
xweşik a cîhanê, ne evîn e. Jixwe nebûna evînê
wê di durûtiyên piştî pêvajoyekî kin a cotbûyînê
de were pêşkêşkirin. Jiber bê wate hatiye
çêkirin an jî ji pêdiviya têkîliyeke biyolojîk
çavkaniya xwe girtiye. Li beramberî vê di
pratîka PKK û KCK’ê de hejmarek zêde zilamên
ciwan û -koleya doh- jinên ku qet bi hevrenebûne,
di înşaya netewa demokratîk de bi hev re bi
evînekî platonîk karên mezin bi ser dixin, wiha
jî îsbatkirin ku çendî kesayetên bihêz in. Di vê
mijarê de bi sedan nirxên me şehîdên leheng hene.
Bi hezaran lehengên ku karîne bibin Mem û Zîn.
Bi vê wesîleyê anîna ziman a tecrûbeyên xwe jî
wek deynekê dibînim. Bi qasî tê bîra min di
yekemîn lîstokên xwe de di temenê zarokiniyê de
hevrebûna bi keçikarn re min wek sedema azadiyê
hesab kiribû. Xwîşkên min jî tê de di pêvajoyên
zewacê de wek ku min ew wenda kiribin hestên min
çêdibûn. Dema kêmekê mezin bûm û bi exlaqa hişk
a namûsa civakî re rû bi rû bûm, bi giştî min
xwe paşve kişand. Ez hêdî hêdî pêdihesiyam ku me
ji mêjve jin wenda kirine. Ez ticar ji statuya
jin-zilamê hatî afirandin memnûn nebûm. Her
gumanên min hebûn. Statuyek bû ku min
nedipejirand. Li ser bingeha vê statuyê qet
xwesteka min a jinê pêş neket. Ezbawerim dayîka
min di temenekî zû de ev halê min ferq kiribû ku
ji min re gotibû: “bi vî halê xwe tuyê nekarî bi
jinê re bî”. Birastî min jî ticar nexwest jineke
min hebe. Min xwestibe jî qet nedizanî ka çawa
tê jiyîn. Her ku mezin dibûm diguherîm ser
pitikekî (bebek) mezin. Zilamên nik min her yek
bibû kurmekî (kurt) jinan. Ez jî wek evdalekî
mabûm. Dema xeyal meyal elaqeya jinan ji bo min,
tê bîra min ez bawrim ez wek “bûyerekî bêhêvî”
didîtim. Hîna rastir bi min dida hesandin ku ez
mexlûqekî givar (sevîmlî) lê ne li gor demê,
didîtin. Herkesî/ê ji xwe re hevser, hezkiryek
didît, min nedikarî di van mijardan de henase jî
bistînim. Ji bo tiştên din wek xweda jî evînên
min tine bû. Tenê xususa jê re elaqeya me dihate
nîşandayîn xwedîbûna rêhevalên baş bû.
Beriya ez bêm ser mijara hadîseya zewaca pûç a
ji nişkave min jiya, hin elaqeyên min ku dikarim
jê re evîna platonîk bêjim hebûn. Her min
xweşikiya xwedawendî ya di jinê de ferq kir ez
ketim bin bandora wê ya kûr. Lê ne hêz ne
xwesteka ku vê ji aliyê pêşber re bidim
diyarkirin, hebû. Lê di bingeha vê evîna
platonîk de min her welatê wenda, Kurdîstan,
nasnameya wendabûyî, Kurd didît. Welatê wenda û
nasnameya wendabûyî li gor min nedibû ku evîna
wê ya bihêz, vîndar û pêkhatî hebe. Mixabin ku
bi êşbe jî ev tesbîta min rast bû. ……(rûpela
620) di vê rewşê de di ferd û unsurên evînê de,
azadiya welat, rizgariya civak û netewekê dihate
temsîlkirin. Ev jî pir dijwar şerên leşkerî û
polîtîk hewce dikir. Hêzên exlaqî û birdozî yên
bihêz pêwîst dike. Her wiha nebûna estetîk û
xweşikiyê napejirîne. Yên xwedî îdeaya evîna
platonîk in, dema dixwazin evîna xwe taybetî
şênber bijîn divê van hemû şert û mecan pêşwazî
bikin. Nexasim heke hêza wan têra van şertan
neke, divê vê evîna platonîk dewam bikin yan jî
nekaribin ji vê re hêz bînin an jî wate bidinê,
wê zewacên modernîte û (kevneşopî) şaristaniyê
ku rêzikên biyolojîk û yekbûyînên zayendîtî yên
kolewar rewacdar in, wê were jiyîn. Evîna azad û
zewacên biyolojîk-kolewar, têkîliyên derveyî
zewacê nikarin bi hevre bin. Qanuna evîn,
têkîliyên wiha ranagire.
Heke ez bêjim di bingeha zewaca min a pûç û
xeternak de hest tinebû, wê derew be. Ez tenê
bêjim bi armancên polîtîk bû, min wê durutî
kiribe. Hest jî armanca polîtîk jî hebû. Wê, an
jî min destpêkê li derî xist. Heke ez bêjim
tesaduf jî zêde rastbîn nabe. Li gor min yekane
îzaha vê têkîliyê, welatê wenda nasnameya civakî
ya wendabûyî îsbata pêknehatiniya evînê bûn.
Tiştên diqewimîn ev rastî erê dikin. Ew sal,
salên ku bi ti awayî evîn pêknedihatin bûn.
Jixwe muzîka Aram ku min bihîstî jî çêla vê
nemumkiniyê dikir. Bi hêrsa ku min ji
pêknehatiniya evînê re hîs dikir ez ketim nava
îdeaya PKK’ê û şerê gel yê şoreşgerî, ez dikarim
rola xwe di vir de bidim xuyakirin. Hejmarekî
zêde keç-jin ku tevlî xebatên min bûn, ya ku min
bi wan re jiya evîna kolektîf bû. Şert û mercê
evîna takekes tinebû. Li derveyî min di nav û
derveyî PKK’ê hejmarekî zêde kesan evîna takekes
ceribandin, lê min qet wêrekiya evînekî wiha
nekir. Dîsa tirsenokiya min destpêkiribû. Ya
hîna rast her ez nemimikiniya evînên wiha
fikirîbûm. Ev ramana min jî rast bû. Paşê min
ferq kir ku hin dayîkan keçên xwe yên xweşik
tenê ji bo tenêbûyîna min parvebikin emanet
kirin, lê ez ne di rewşekê de bi ti awayî lê vê
bifikirm. Fîkra “bûka axê” di wan deman de her
dihate mêjiyê min. Ji ramana bûka min re qet cih
tine bû. Bi sedan keçên ji min wêrektir, xweşik
û zane hebûn. Beşa wan ya zêde şehîd bûn. Min
her xwest bi wan bidim hîskirin ku ez ya wan im.
Lê ev xebatekî nafîle bû. Ji wan nirxên pîroz,
min heya dawî fêrbûm ku jin hebûnekî binirx e.
Dibe tişta bi wan re hate jiyandin evîna
qezanckirina ji nû û azadiya nasnameya civakî ya
welatê wenda û nasnameya wendakirî ya civakî be.
Ku ev jî evîna pir nirxdar, mezin û heqîqî
dihate hesab. Evînek ku xayîn û durûyên wê jî
pir bûn lê vê jî wiha dibû ku bîranîna Mem û
Zînê hem zindî hem jî pêk dianî.