|
Lİ GİRAVA ÎMRALİYÊ DERHEQÊ JİYANA GİRTÎGEHÊ...
|
Rêber
APO
Di hemû parzênameyên nivîskî û diyalogên devkî
heya niha, pir zêde min çêla jiyana xwe ya
takekesî nekir. Li derveyî pirsgirêkên
tendurustiyê yên tên zanîn û bihêrîna bi îdareyê
re li beramberî tecrîda ku pergalê taybet amade
kiriye û tenê li ser min pêk tê, ez çawa li
berxwe didim û çawa bi tenêtiyê dikarim, min
zêde qala wê nekir. Ez bawerim mijara herî zêde
tê mereqkirin, ezmûnên jiyanê ku li pêşberî vê
tenêtiya mutleq û westar pêşxistin e. Hîna ez
zarok bûm, yek ji dinyadîtî û zane dihat hesab,
wextê hal û tevgera min çavrê dike hevokeke wiha
ku hîna jî di hizrê min de ye serf dike: “lo li
cihê xwe rûnê, ma di te de civa heye?”. Wek tê
zanîn civa elementekî pir herkoyî ye. Ez jî
kesekî wiha livdar bûm. Heke xwedayên mîtolojîk
bihiziriyana, herhal wê sizayek bi qasî girêdana
bi tehtên Îmraliyê re giran nehatibûya mêjiyê
wan. Tevî vê 11 salên xwe min di hucreyekî yek
kesî de bi dawî anî. Îmralî, di dîrokê de bi
girava ku sizayê rayedarên herî bilind yên
dewletê înfaz dibe re meşhur e. Avûhewaya wê hem
pir nemdar, hem jî hişk e. Di aliyê fîzîkî de ji
bo hilweşandina bunyeya mirov vekiriye. Tecrîda
odeya girtî jî ku li ser zêde bû bandora
mehandina li ser bûnyeyê zêde dibe. Her wiha di
pêvajoya destpêkirina pîrbûyînê de ez anîme
giravê. Demekî dirêj di bin kontrola
Fermandariya Hêzên Taybet de hatim ragirtin. Du
salên dawî de, ez bawerim Wezareta Dadê kete
dewrê. Bilî pirtûk, rojname, kovar û radyoya yek
qanalî ti derfeta pêwendiyan tine bû. Bêguman
çend mehan carekê nîv demjimêran ziyaretên xwîşk
û bira û hevdîtinên hefane ku zû bi zû bi
behaneya “muxalefeta hewa’ tê birîn, gerdûna
ragihandina min teşkîl dikirin. Bêguman ez van
faktorên ragihandinê piçûk nabînim, lê ji bo xwe
li ser lingan girtinê, têrê nakin. Vîn û zihnê
min kip sekinîn, wê wih nerizînê diyar bike.
Hîna ez li dervebûm, min hem xwe tenê kiribû,
hem jî li beramberî tenêtiyê amade kiribû.
Ezmûnên min yên nedîtbarkirina (soyut) têkîliyên
malbat, xizmên nêz, heta hevalên nêzîk û
rêhevalan ku têkîliyên berbendiyê yên pir girîng
in, çê bibû. Têkîliya bi jinê re girîng bû, lê
ew jî qadek têkîliya ku min razber kiribû bû. Ez
bi giştî berovajî Nazim Hîkmet bûm. Ji bo xwedî
zarokbûnê ehda (aht) min hebû. Hîna dema ez
lîseyî bûm sergotara nivîsa kompozîsyona min ku
ji mamosteyê wêje puana deh wergirt wiha bû: “Tu
ji bo min zarokê/a qet nawelide yî!” Ez wer
dizanim min bi vê nivîsê xwestibû jiyana
zarokiniya ku bi zehmetî têper dibe, bikim mijar.
Lê ev hemû tecrûbe û ezmûn jî nikarin hêza
liberxwedana li Îmraliyê îzah bikin.
Divê bêyî vegotina vê jî derbas nebim. Li
pêvajoya Îmraliyê komploya li ser min ferzkirin,
ji cureyekê bû ku misqala hêviyê jî nedihişt.
Înfaza sizayê dardekirinê û şerê derûnî bi
demdirêjî di rojevê de hiştin, ev jî bi vê
armancê bû. Di rojên sereke de min jî texeyûl (xeyal)
nedikir ku ez ê çawa li ber xwe bidim. Salan
bidî kêlekekê, min nedifikirî salekê jî derbas
bikim. Fikrek min ku dilê xwe dişewitand wiha bû:
“Hûnê bi milyonan kesî/ê di odeyek teng de çawa
bigrin!” birastî jî wek Rêberê Netewî yên Kurdan
di şert û mercê ketina girtîgehê de, min xwe
kiribû senteza bi milyonan, an jî ez kiribûm.
Gel jî wiha têdigihişt. Mirov ku nikare li
dûrmayîn (bêparî) ji malbat û zaroyên xwe
tehemûl bîne, min ê çawa bi demdirêjî ji vîna
yekbûyî ya bi milyonan ku carek din nagihîjimê
dûr bibim! Ji kesên ji gel nameyên çend rêzî jî
nedihate dayîn. Heya niha hejmarek pir kêm
nameyên rêhevalên di girtîgehan de ku beşek zêde
ya wan nehat dayîn û ji kontrolek dijwar derbas
bû, û hin îstîsna ne tê de, min ji derve qet
name negirtine. Min nekarî name jî bişînim. Ev
hemû xusus bi qsimî jî dikarin rewşa tecrîdê rê
li ber vekiriye bide fêmkirin. Lê aliyên xweser
yên pozîsyona min hene. Ez di pozîsyonekê de me
ku li ser Kurdan ji pir yekemînan re vekirin
daye çêkirin. Ev vekirin ku nîvco man, hemû ji
bo jiyana azad jiyanî bûn. Min, ji gelê me heya
herkesê, di her mijara qada civakî de yekemîn
vebûn da çêkirin, lê ti heb jî li dest û şertên
ewle terk nekir. Li evîdarekî bifikirin: ji bo
yekemîn evîna xwe vebûn kiriye, lê tam ku destên
wan bigihîjin hev di hewa de mane. Vebûnên min
yên azadiyê di qadên civakî jî her wiha di hewa
de mabûn. Min adeta xwe di qadên azadiya civakî
de helandibû. Tiştek bi navê “ez” jî zêde li pey
xwe nehiştibû. Di aliyê civakî de pêvajoya
girtîgehê di kêliyek wiha de destpêkiribû.
Di bingeh de şertên derve, dewlet, îdare û
girtîgeh bixwe jî xwedî arasteyek hêjayî serayan
jî bibe, nikare çawaniya berxwedayîna min a
xweser li tecrîdê veke. Divê hêmanên (etken)
bingehîn di şert û merc an jî nêzîkatiyên
dewletê de neyê gerîn. Ya diyarker, xwe li
şertên tecrîdê îkna kirina min e. Diviya ewqa
sedemên min yên mezin hebin ku li tecrîdê berxwe
bidim, bikarim îsbat bikim di tecrîde de jî be
dikare jiyanek mezin were pêşkêşkirin. Nexasim
dema ez dihizirim, divê di serî de behsê du
pêşketinên têgîhî (kavramsal) bikim.
Ya yekemîn, di derbareya statuya civakî ya
Kurdan bû. Ez wiha difikirîm: ji bo ez jiyana
azad arzû bikim diviya civak, civaka ez pêve
girîdayî azad be. Hîna rastir, azadiya takekesî
bêyî civakê pêknedihat. Di aliyê civaknasî de
azadiya takekes bi tevahî bi asta azadiya civakî
re pêwendîdar bû. Ev rawêj (varsayim) li civaka
Kurd sepand, têgihîştina min wer bû ku, jiyana
Kurdan ji girtîgehek tarî ku derdora wê bi
dîwaran hatiye rapêçandin, bêferq bû. Ez vê
serwextbûnê bi vegotinek wêjeyî pêşkêş nakim, bi
tevahî wek heqîqeta rastiya jiyayî rave dikim.
Ya duyemîn, ji bo tam fêmkirina têgehê, pêdivî
bi gêrêdana bi rêgezek exlaqî heye. Divê tu xwe
di mijara ku jiyan mutleq girêdayî civakekê
dibe, zane bikî. Yek ji têgihiştina herî girîng
a Modernîteyê di mijara ku bêyî girêdana civakî
jî dikarî xwe bidî jiyandin, tekekes îkna kiriye.
Ev îkna, vebêjek sexte ye. Di esil de jiyanek
wiha tine ye, lê wek rastiyek sanal ku hatî
îamlkirin dane pejirandin. Bêparbûyîn ji vê
rêgezê jevketina exlaqê jî îfade dike. Di vir de
exlaq û heqîqet di nav hev de ne. Ezezîtiya
lîberal encax bi jevketina civaka exlaqî û
qutbûna têkîliyên îdraka heqîqetê gengaz dibe.
Di serdema me de pêşkêşkirina wê wek şêwazê
jiyana serwer, rastbûna wê îsbat nake. Eynî wek
pergala sermayedar ku berdeviya wê dike bi
jevketina civaka exlaqî û wendakirina
têgihiştina heqîqetê mumkun dibe. Di encama
lêhûrbûna li ser diyardeya Kurd wek encam ez
gihîştim dariziya mijara gotinê.
Di jiyana min de divê aliyek dualî baş were
fêmkirin. Ew jî rev ji Kurdîniyê an jî berovajî
çûna ber bi Kurdîniyê bû. Li gor qirkirina çandî
ya pêktînin, ji bo revê, li her derê her kêlî
şert û merc hazir û nazir e. Rev herdayîm
teşwîqker e. Rêgeza exlaqî tam jî di vê xalê de
dikeve navberê. Bi bihayê rizgariya xwe ya
takekes rev ji civaka xwe çendî rast û baş e?
Xwendin heya pola dawî ya zanîngehê, di esil de
di wê demê de dihate wateya ku min rizgariya xwe
ya takekesî xistiye temînatê. Tam jî di wê
pêvajoyê de çûna ber bi Kurdîniyê destpêkir an
jî misoger bû, vê vegera rêgeza exlaqî îfade
dike. Di wateya sosyalîst de dibû ev civak ne
Kurd civakekî din jî bûya. Lê dîsa jî teqez divê
tu bi diyardeyek civakî ve werî girêdan ku,
bikarî takekeseke exlaqî bî. Derdikete holê ku
nabe ez kesayetek bêexlaq bim. Di vir de ez
têgeha exlaqê di wateya etîk ango di wateya
teoriya exlaqê de bikartînim. Nexwe ez behsa
exlaqperweriyek seretayî -wek mînak hemû imrê
xwe girêdayîna bi malbatekê an jî civakeke wek
wê- nakim. Ji ber girêdana bi diyardeya Kurd û
rewşa wê ya pirsgirêkî encax wek etîk bi exlaqê
ve gengaz dibû. Rewşa Koletiya -ku niha jî wiha
ye- mutleq a Kurdan bi awayek qethî (kesîn)
nehişt ez xeyala “jiyana azad gengaz e” bikim.
Ez wiha îkna bûm: “Cîhanek te ya tu tê de azad
bijî, tine ye.” Min li vir di navbera girtîgeha
hundir û derve de têra xwe muqayese (daneberhev)
kir. Di dawiyê de min ferq kir girtîbûna li
derve ji bo takekes hîna bêtir metirsîdar e.
Takekesek Kurd li derve xwe azad bihesibîne, ev
xapandinek mezin e. Jiyanek di bin xapandin û
serweriya derewan de jiyaneke ku hatiye
wendakirin û xiyanet lê bûye. Encama min ji vê
derxistî, li derve tenê bi şertekê jiyan dibe ew
jî 24 demjimêrên rojê ji bo azadî û hebûna
Kurdan (di şertên sermayedariyê de kedkarên Tirk)
di nava pevçûnê de gengaz dibe. Ji bo Kurdek
xwedî rûmet û exlaq jiyan, teqez bi şervaniya
azadî û hebûnê di 24 seatan mumkun dibe.
Ez ku jiyana xwe ya li derve bi vê rêgezê
dipîvim, wer dizanim ku min biexlaq jiyame. Li
gor pêwîstiya xwezaya şere ku berdêla vê mirin
an jî girtîgeh be. Jiyanek bê şer ji
sextekariyek mezin û bêrûmetiyê îbaret e, mirin
an jî mayîna di girtîgehê de di xwezaya kar,
çalekiyê de ye. Xweneragirtin li şertên
girtîgehê dijberî sedema min a jiyanê ye. Reva
ji her şêwazê şerê azadiyê, hebûn û têkoşînê
nabe, ji girtîgehê jî rev nabe. Ji ber ew jî
pêdiviyek jiyana azad e. Dema Kurd mijara gotinê
bin, heke tu bawerî ku sosyalîstî jî, li bin
serweriya fanatîzma olî de jî nebî, ji bo
jiyanek exlaqî û etîk bilî têkoşanê, ti tiştek
tu li derve bikî an jî cîhanek tu bijî tine ye.
Di bin roniya vê têgehê de dema min li jiyana
hevalên li girtîgehê temaşe kir, min dît ku di
nava çewtiyên cidî de ne. Ew dane bawerkirin an
jî bawer kirine li derve jiyanek azad heye.
Jixwe heke sosyolojîk were mêzandin, fêmdibe ku,
rola girtîgehan ewe di ferd de hesretek mezin û
sexte ya azadiyê bidin çêkirin. Di şert û mercên
Modernîteyê de girtîgeh bi nazenînî ji bo vê
hatine înşakirin. Mirovên ji girtîgehê
derdikevin an jiyana bi derew, sextekariyê qebûl
kirine. Di vê rewşê de hêvîkirina jiyanek exlaqî,
şoreşgerî û birûmet ji wan bêfayde, bendewariyek
vala ye. An jî bi gihayîbûnê (olgun) têkoşîna
xwe ya civakî hîna zêdetir wê bi cih bînin.