|
PARAZNAME YA ABDULLAH ÖCALAN HATIYE
BERHEVKIRIN
Jin, di her qadê de bi rêxistinbûnên bêhejmar ên wek civakê
yên siyasî, civakî û çandî hêza guherîn û veguherînê ya herî
dînamîk û mezin a bedena Xweseriya Demokratîk îfade dike.
Dema em jinê mîna îradeyeke polîtîk û civakî bifikirin tê
fêmkirin ku hem bi berdewamî pompekirina oksîjenê ji bo
bedena Xweseriya Demokratîk, şaneyên nû dan qezenckirin hem
jî di demokratîkbûna wê de wesfeke bi exlaq û polîk bi dest
xistinê de roleke pêşeng dilîze. Di asta heyî de ger ku
nebûbe hêzeke rêxistinkirî ya berfireh jî, di guherîn û
veguherîna civakî, demokratîkbûn û dînamîzma civakî û çandî
de di rola pêşeng de ye. Ji niha ve di rewşa bi qasî ku xwe
bi çend nifşan belav bike, avaniya civakê ji guhêrînê re
veke, nêrîn û darazînên sabît serûbin bike xwedî çandbûneke
xurt û navenda berxwedanê ya bi hêz de ye. Jina ku rabûye
ser piyan, kêm zêde xwe bi rêxistin kiriye û xwe azad îfade
dike, bi xwe re çerxa guherînê ya dêwasa jî dike tevgerê. Tu
hêz û beşa civakî bi qasî jin û tevna têkiliyên li derdora
wê nikare rê li ber encamên civakî û çandî yên berfireh û
bikok, guherîn û pêkhateyên mayînde, vebike. Mirov berevajî
vê bifikire; jin û avahiya civaka ku bi jinê re pêk tê heta
ku nekin bin statuya kedxwariyê, navêjin derveyî civakîbûnê
civak nikarin radest (teslîm) werin girtin. Bi rastî
civakîbûna jinê di cewhera xwe de pîvaneke civakîbûna giştî
ye. Civakeke ku jin di nav hemû reseniya demokratîk de xwe
îfade neke, nikaribe xwe birêxistin bike û negihîje hêza
biryar û pêkanînê wekî ku wê nikaribe demokratîk bibe
rêxistinkirî û gihîştiye erka xwe ya cewherî jî nayê
hesibandin. Civakek ya demokratîk û xweser e yan jî nîn e.
Mirov nikare behsa civakeke ku nîvê wê ne di nav de be, di
nav hemû xweseriya xwe de nikaribe xwe bigihîne sazîbûneke
mayînde an jî avabûnê bike. Her cure rêxistin, çalakî û
sazîbûnên ku jin bi awayekî demokratîk û xweser di nav de cî
negire her wekî nikare bigihîje wesfa civakî, nikare hêza
guherîn û veguherînê bi dest bixe û dikare bê halê qadên
yektî, navendîbûn û daneheva hêzê. Di cêribandinên têkoşîna
xwe de hat dîtin; bo mînak komele an jî meclîsên
hemwelatiyên azad bi sînor be jî yên ku hatin avakirin ku
jin xurt tevlî nebû nekaribû demdirêjî, mayînde bibe, bibe
avahiyeke bi wesf û di demeke kin de wesfa xwe ya civakî
wenda kirine. Ji ber ku jin nekaribû di van qadan de bi
rêxistin û îradeyeke bi hêz û xweser tevlîbûnek pêk bîne. Di
vê maneyê de jin di derekê de gewdeya bingehîn a civakê, di
rewşeke dendikê ku di nav xwe de cihewaziyeke pêşî diafirîne,
cudabûna xwe derdixe holê de ye. Ger ku em ê belênaya jin û
mêr wek çavkaniya bingehîn a civakîbûnê bigirin dest; di vê
têkiliyê de jin di rewşa esîl û hêmana afirîner a civakîbûnê
de ye. Girîngiya viya di vê derê de ye; jin di rewşa xeleka
bingehîn a ku wê hişmendiya çanda demokratîk ava bike û
civakîbûnê ber bi xwezaya xwe ve bikişîne de ye. Têkiliya
desthilatiyê cara pêşîn û di bingeh de li ser jinê hatibe
danîn ev ji rola jinê ya civakî pêk tê. Di vê maneyê de jin
li her derê di pêkhatin lê di heman demê de di derbasbûna
her cure têkiliyên desthilatdariyê de pîvan e. Di vî wari de
jin dij-desthilatparêz, dij-yekdest û li hember her cure
desthilatdariyê, her cure rêxistinbûn û sazîbûnên wî ji xwe
re neke hedef di heman demê de pîvana civakîbûna azad e.
Tevlîbûna demokratîk a jinê ji jiyana civakî re bi
rêxistinbûna xwe ya cewherî, erka xwe ya cewherî û bi
sazîbûna xwe pêşiya pêşketina civaka bi exlaq û polîtîk
vedike, digire bin ewlehiyê ji vê bonê bandoreke bingehîn e.
Di maneyeke rastîn de civakeke ku gihîştiye xweseriya xwe ya
demokratîk, di heman demê de di taybetiya civaka
azadîxwaziya cinsî û ekolojîk de ye.
Jin li hember serweriya mêr îradeya xwe ya cewherî,
rêxistina xwe ya cewherî û hişmendiya xwe bi dest bixwe wê
bikaribe bibe tevgereke azad a jinê. Ev asteke gelek girîng
a azadiyê îfade dike. Sekneke serxwebûnê ya girîng derdixe
holê. Di pirsgirêka azadiya jinê de di vê astê de seknek tê
maneya têkoşîneke mezin, îrade û hişmendiyê. Cihêwaziya xwe
û xweseriya xwe derxistina zanînê, îfadekirin, îrade û
rêxistinkirina viya derxistina holê di jinê de hêza jiyanê
diafirîne. Têkoşîna Azadiya Jina Kurdistanê ya 30 salan bi
hezaran jinên şehîd û bi bedêlên giran hatiye vê astê. Bi
keda vê dîrokê, tecrûbe û danehevên jiyanê, nasnameya jinê
ya ku pêk aniye û xeta berxwedanê zanîn û jiyankirin bêguman
di destpêka hişmendiya cins de tê. Di heman demê de di kîjan
merhale û têkoşînên hundirîn de derbas bûye, bi serdestiya
mêr û zîhniyeta jina kole û kevneşop re şer kiriye û hatiye
vê astê divê bê zanîn û têgihîştin. Ya ku tek tek îrade
qezenc kiriye, serî rakiriye, jina kole ya ku sîstema mêrê
serdest ferz dike, bêîrade, lawaz, divê bê zeftkirin û tê
xwestin wê bikin mal û mulk qebûl nake, ji takekesên jin ên
ku jiyana wan zor û bi nakokî, lêgerîna jina azad a ku bûye
xeteke berxwedan û kevneşopê, her çûn ber bi artêşbûna jina
serbixwe û yekîneyên serbixwe yên resen û rêxistinên wek
partiya jina ve çûn, dîrokeke wiha. Di asta herî jor de wek
banê hevpar a Tevgera Azadiya Jinê û rêxistinbûna konfederal
a demokratîk KJB, xwe dispêre jiyaneke azad a dîrokî ya wiha
û xeta jina azad û mîrasa wê.
Rêbertiya ku dibêje "Ji jina bi hêz û bi îrade netirsin" bi
sedan jin bixwe perwerde kiriye, ber bi xeta azadî û
pêşengiyê ve kişandiye û hêzdar kiriye; hem jina di nav
têkoşînê de hem jî têkoşîna di nav jinê de mezin bi wate
kiriye, ji jinê re rêhevalî, girêdan û baweriya wî bi
misogerî Tevgera Jinê aniye roja me. Ji Pirsgirêka Jin û
Malbatê bigire heta bêhejmar dahûrandinên (çözümleme) jinê,
diyalog û perspektîfan, Rêbertî her tim bûye çavkaniya hêzê
ya bingehîn ê jinê. Îdeolojiya Rizgariya Jinê, têkoşîna
azadiyê ya Rêbertiya me bi sîstema bi dewlet û baviksalar
re, parastina wî û encamên civakî û zanistî, felsefîk û
teorîk a ku dîrokê derxistiye holê wek dendikek di azadiya
jinê de îfade dîtin e. Bi giştî tevî beşdariya hemû qadên
civakî, bi sazîbûn û rêxistinbûnên xwe yên xweser û resen,
îradeya xwe ya cewherî û xweseriya xwe bi awayekî demokratîk
pêvajoya avakirinê ye. Eşkere ye ku pêvajoyeke wiha bi hin
kadroyên navendî an jî kadroyên teng û sempatîzan an jî
Tevgereke Azadiya Jinê ku derdoreke xebatkar digire nav xwe
wê nikaribe ji bin derkeve. Wek Tevgera Azadiya Jinê divê
pêvajoya ku em dikevinê tê çi maneyê bi berfirehî bê
destgirtin û nîqaşkirin.
Serdema 4. bi qasî ji bo giştî, ji bo jin û azadiya jinê jî
pêvajoyeke nipînû ye. Ji nû ve damezirandineke dewasa, ji nû
ve avakirin, avaniyên mayînde û berbelav û rêxistinên resen
ên ku wê sazîbûna civakî ya jinê esas bigire bên pêkanîn; bi
kurtasî pêvajoya afirandina civakîbûna jinê ya xweser û
resen a ku wê binyadî bi dest bixe ye. Bi qasî avakirina
hiqûqa hundirîn divê esasên civakî û zanistî û rê û rêzanên
wê bi awayekî bi hêz bê lêkolînkirin û bingehên xweseriya
demokratîk saxlem bên danîn. Di vê mijarê de divê gavên
muhtemel, ji bo jinê encamên muhtemel, xetere, destketî û
nirxên wê bi berfirehî û kûrahî bên lêkolînkirin, xebatên
akademîk, civakî û zanistî bi awayekî tetmînkar bên
rêxistinkirin. Di vî warî de Akademiyên Siyasetê yên Jinê
hem ronîbûn, lê di taybetî de jî wek navendên zanista civakî
an jî jineolojî bê destgirtin, bi vê erkê bên rêxistinkirin
û xebitandin di nav erkên bingehîn ên pêşiya me de cî
digirin. Bi kadroyî girîngiya xebatên zanista civakî ku bi
awayekî berfireh û rêxistinbûyî bê pêşxistin; di girîngiya
rast avakirina jiyana azad de ye. Di detayên çarçoveya
teorîk de, di gihandina perspektîf û hêza pêkanîna berbiçav
de rola xebatên bi vî rengî jixweber tê fêmkirin. Di vê
mijarê de dema em bi taybetî ezmûn û tecrûbeyên sosyalîzma
reel tînin ber çav, ji aliyekî ve bi qasî ewlehiyên destûra
bingehîn û qanûnî bên bidestxistin, jin bi civakê re di
kîjan xisûsan de, çawa û li ser kîjan esasan peyman deyne,
berbiçav û bi detay, kirdarî (fiîlî) û gihandina çarçoveyên
fermî çiqas pêwîst û lezgîn e derdikeve holê. Di vê mijarê
de xebatên amadehî yên kûr û berfireh pêwîst in. Rastiyeke
zanistî ye ku di pêvajoyên avakirin û damezirandinê de
ketaneke (girdi) biçûk, şaşiyek an jî jirêketinek rê li ber
encamên mezin vedikin, sedsal derbas bibin jî carna encamên
jê nayê vegerîn derdixin holê.
Wek Tevgera Azadiyê Jinê mirov dikare diyar bike ku di
afirandina rêxistinkirina xwe ya cewherî de asteke girîng
hatiye bidestxistin. Qada Bakur a ku di asteke pêş de xwe bi
rêxistin kiriye û di cewherê xwe de di zemîna civakî de bûye
xwedî avahiyeke mezin, wek modêlek ji bo qadên din jî di
rengê mînakekê de ye. Tevgera Jina Azad û Demokratîk,
Şaredartiya Jinê, hebûna di astên cur be cur de Meclîsên
Jinê, gelek weqf, akademî, komele, mal û rêxistinên civaka
sivîl ên jinê yên resen, bi sînor be jî hewldanên aborî bi
navend jin, hêza parastinê ya rewa, dîsa di zemîna giştî, di
her qadê de tevlîbûna jinê û temsîla wê di asta
rêxistinkirineke ku nayê biçûkdîtin de hatiye afirandin. Bi
vê gewde û rêxistinkirina xwe hê ji niha ve di dinyayê de
mînaka wê tune ye. Mirov dikare behsa pêşengî û avaniya
îradî ya encamên wê yên pir girîng ên civakî hene, bi
taybetî di xeta serhildanê de û di zemîna çandî û civakî de
wesfeke civakî bi dest xistiye bike. Lê bi halê xwe yê heyî
cî cîna ku hatiye avakirin, lê wek îskelet jî hê nebûye
xwedî sîstemek mayînde û bi kok, ya herî girîng jî di warê
rêxistinbûna civakî û sazîbûnê de di rengê tevgereke teng de
ye. Bi sedhezaran hêza çalakiyê ya jinê, dîsa di derdoreke
berfireh de bi çandî û civakî, pevrabûn û bandoriya jin û
ciwanên ku avaniya bingehîn a demokratîkbûn û guherînê ne
heye. Bi viya re ev gewde îradeyeke rêxistinkirî ya civakî;
ya girîngtir jî ne di asteke ku wê xweseriya xwe derxe holê
de ye. Jixwe tevgerbûyîn, li derekê bi hedefgirtina
projeyeke civakî re, di cewhera xwe de di maneya serkantî an
jî pêşengtiyê de daneheva, komkirina hêzê an jî pêkhatina wê
îfade dike. Lê afirandina sîstema civakî bêguman avanî û
çarçoveyeke hîn berfirehtir pêwîst dike. Ji cihekî biçûk ê
cîwarbûnê dest pê bike ji meclîs û komunên jinê di asta tax,
gund û mezra de heta meclîsên jinê yên bajêr, bere bere ber
bi meclîsên jinê yên parçe û herêman bi awayê torekê
rêxistina xwe ya demokratîk û xweser pêk tîne. Meclîsên jinê
yên ku li her qadên cîwarbûnê de tên pêkanîn, pirsgirêkên
jiyanê yên koma jinên li qadê, perwerde, tenduristî, aborî,
çandî, siyasî û civakî bi taybetî jî pirsgirêkên parastina
cewherî ya xwe, bi feraseteke demokratîk a herî berfireh de
beşdar di bingeha siyaseta demokratîk de çareseriyê
diafirîne; ji bo vê her cure rêxistinbûyîn û endamên xwe yên
rêvebirinê bi însiyatîfa xwe di nav xwe de pêk tîne. Di vî
warî de ji Akademiyên Zanist û Siyasetê yên Jinê bigirin
heta Koperatîfên Jinê û her cure hewldan û rêxistibûnên
aborî, komelebûnên çeşît bi çeşît, rêxistinên jin yên komên
hindikahî, etnîk û olî heta weqfên jinê divê bêhejmar
sazîbûn û rêxistinbûnên mayînde bên afirandin.
Bi taybetî di civakîbûna jinê ya xweser û resen a demokratîk
de xisûseke girîng jî; qadên pêşketinê yên bingehîn ên
sîstema ku wê bê avakirin rast bên tespîtkirin e. Bi
zêdebûna şer re derbeke girîng girtibe jî, lê wek forma
civakî ya bingehîn koma gund û çandiniyê ji bo jinê di rewşa
qadên bingehîn ên civakîbûna azad de ye. Bi hiş, zîhniyet,
çand û felseya jiyanê zindîbûna xwe herî zêde di jinê de
diparêze. Komunalîteya demokratîk a ku têrî xwe dike, di
eslê xwe de pir zêde ne hewceyî dewletê ye, zêde girêdanên
wê jî tune ye û exlaq li pêş e, civaka gund û çandiniyê ya
ku şopên kûr ên temamkerî û girêdanên beramberî hev heye, di
derekê de jin xwe pênase dike, diafirîne, bi xwezayê re
yekpare dibe û çanda xwe ya dayikê li ser piya dihêle pir di
asteke pêş de ye. Di hilberînê de zêde cî digire, di
berdewamkirina jiyanê de pir zêde di rewşa îrade û kirdeyê
de ye. Komunalîteya demokratîk di vê derê de di cewhera xwe
de rola jinê bi xwe di jiyanê de, hevgirtina civakî ya ku li
der û dora xwe çêkiriye û bi maneya ku tevlî jiyanê kiriye
ve girêdayî di rêjeyeke diyar de hatiye parastin. Lewma
feraseta xweseriya demokratîk a di tewareya jinê de bi
taybetî di van qadan de bê pêşxistin, ji bo vê vegera gund û
ji bo zîndîkirina çandiniyê divê xebateke esas bê meşandin.
Rêxistinbûn û îradeyeke jinê ya ku di bajaran de kom bûye,
avaniyeke jinê ku avahiya gund û çandiniyê di plana paş de
digire an jî girîngiya ku divê nadêkê xwe di nav sîstema
çîndar, bi dewlet û baviksalar de bi awayekî bi hêz û bi kok
nikare çandinî û civakî bike.
Jin di nav hemû yekîneyên 'Kurdistana Xweser û Demokratîk'
de bi rêxistinbûna xwe ya xweser û resen cî digire. Aborî,
civakî û çandî di her faliyetên qadên civakî de bi hemû hêza
xwe ya rêxistinkirî û di her astê de wê tevlîbûnek pêk bîne.
Bi viya re divê biçe sazîbûnên ku pêwîstiyên xwe,
pirsgirêkên nasname û jiyanê, pirsgirêkên azadiyê di her
qadê de nîqaş bike, derbarê çareseriyên wan de biryaran
bigire û bibe hêza pêkanîna vana. Çareserî û nîqaşa
pirsgirêkên civakî, bi qasî ku wê alîkarî bide viya û hêza
bigire nava xwe, di heman demê de ji wê derbas bibe, di
maneya ku xwe bi temamî pêk bîne de bi qasî çarçoveya teorîk,
felsefîk û akademîk di heman demê de di komunalîteya
demokratîk de wê hêza xwe derxe holê, xwe pênase bike û bi
nasname bike hewcedarî bi avabûneke xweser û resen heye.
Serdema 4. ji bo Tevgera Jinê bi vî aliyê xwe ve pêvajoyeke
pir berfireh û ji xwe derbaskirinê ye. Wek tevger vê
pêvajoyê di warê hem rêxistinbûn, sazîbûn hem bergeh hem jî
wek perspektîf, bi Kurultaya Jinê an jî Meclîsbûn, bi
rêxistinbûnên çeşîtdar pêşwazîkirin mumkin e. Jin sazîbûnên
xwe li gor pêwîstiyên xwe pêk tîne û di çareserkirina
pirsgirêkên xwe de endamên xwe yên biryardayînê esas digire.
Bi îrade û temsîla xwe ya civakî tevlî projeya xweseriya
demokratîk dibe. Meclîsên Jinê yên Bajêr li her qadê bi
xweser û resen bên rêxistinkirin, di naverokê de bên
xurtkirin û bê fonksiyonelkirin;rêxistinbûnên meclîsan di
serî de li gund û kuçeyan bikaribin tevlîbûna rasterast pêk
bînin û bên pêşxistin di rewşa erka bingehîn a pêvajoyê de
ye. Di vê mijarê de avaniyên me yên ku cî cîna karibûne
bibin îskelet divê bi beden bibin û di maneyek de bibin
xwedî rêxistineke banî girîng e. Lewma Tevgera Jina Azad
dive xwe li gor viya ji nû ve veava bike; bi awayekî hîn
berfirehtir û bi kok civakîbûna xweser û resen a jinê
biafirîne. Di heman demê de temsîla xwe ya meclîsê divê di
nav meclîsa giştî de pêk bîne. Di çarçoveya Xweseriya
Demokratîk de, di nav meclîsa giştî de derketina temsîleke
wiha an jî wesfeke sazî bi dest bixe girîng e. Mekanîzmayên
xweser û resen ên ku wê çêbibin di nav xwe de temsîliyeteke
civakî bi dest bixin û mekanîzma û xebitînên ku wê hev
kontrol bikin bên avakirin jî damezirîneriya sîstemeke
berfireh pêwîst dike.
Jin bi perspektîfeke civakî ya berfireh û bi amadehiyeke
xurt tevlî projeya xweseriya demokratîk dibe. Di vê mijarê
de îradeya civakî ya xurt a jinê derkeve holê û ev rengê xwe
bide projeya xweseriya demokratîk girîng e. Di vê çarçoveyê
de Peymana Civakî ya Jinê ku wê hemû qadên civakê bigire nav
xwe, esas û prensîbên tevlîbûna xweseriya demokratîk diyar
bike bi awayekî berbelav bê nîqaşkirin û di endamên
biryardayînê yên jor ên jinê de biryar bên girtin. Jin bi
Peymana xwe ya Civakî tevlîbûnek ji projeya Xweseriya
Demokratîk re pêk tîne.
|