|
DI 10’Ê BERFANBARÊ DE DI ROJA MAFÊN MIRAVON A CÎHANÊ DE
HATIYE AMADEKIRIN
DESTPÊK:
Em jin yekem afirînerên pêkhatina civaka azad, wekhev û adil
in. Em di wê ferqê de ne ku hêza ku xerabûna sîstema civakî
ya ku me afirandiye û xistine rengê têkiliyên serdestiyê
zîhniyeta serdest a mêr e. Beriya her tiştî me bi têkiliyên
serdestiyê rêxistinkirina civakê tu dem qebûl nekir û em ê
nekin jî. Wek hemû jinên cîhanê, di nav civakîbûna heyî de
bi hev re û bi endamên civakê yên din re jina ku ewlehiya (garantiya)
sîstema têkiliyên azadîxwaz, adil û wekhev e em bawer dikin
ku wê xwe bi peymana civakî pêk bîne, ava bike.
Sedsala 21. wek sedsala azadiyê tê pênasekirin. Her hêz li
derdora gotinên azadiya jinê dixwazin li gorî xwe teşe bidin
civakê. Lê hemû sîstemên ku tê xwestin werin avakirin jinê
wek yekemîn avaker û afirînera civakîbûnê destgirtinê dûr
in. Di ser heqîqeta xera bûye, exlaq û polîtîkaya ku hatiye
kûdkirin (kötürüm) hewl didin ku jin û civakê şîrove bikin.
Sedema viya ya bingehîn tamandina kevneşopiya desthilatdar û
dewletê ya ji civakê re ye. Ji bo vê jin hatiye xistin, her
ku jin hatiye xistin civak hatiye xistin. Ji ber ku heqîqeta
jinê, cî nade tu hêza desthilatparêz û dewletparêz. Lewra
dîrok, civak, jin û hemû nirx ji aliyê sîstema modernîteya
kapîtalîst ve tên înkarkirin û bi têkiliyên bi serdestî tên
nirxandin.
Cewhera civaka ku bi seretayiya jinê tê rêxistinkirin exlaqî
û polîtîk e. Civak, di çarçoveya qanûn û rêgezên ku jinê ava
kiriye de nirxên xwe yên cewherî diyar dike. Hêza pêkanîna
rojane jî ji polîtîkayê digire. Di sîstema têkiliyên civakî
yên jinê de nêzikahiya bi serdestî pêş neketiye. Hemû
endamên civakê li gor pêwîstiyên xwe di nav piştgiriyê de û
kolektîf in. Jin bi cîhana xwe ya madî û manewî wate daye
hemû têkiliyên civakî û watedartir kiriye. Civak û takekes
ji sîstema têkiliyên jinê îlham (best) girtine û bi xwezayê
re wek parçeyek ji xwe têkilî danîne.
Her ku sîstema têkiliyên bi serdestî ji aliyê mêr ve hatiye
bi pêşxistin, xwestine civakê bi kevneşopiya desthilatdar û
dewletparêz bimeşînin. Li hember vê kevneşopiyê civak her
tim li ber xwe dane. Berxwedana civakî bi awayê derketinên
baweriyên yekem, tevgerên dijberî sîstemê, femînînst,
anaşîst û tevgerên etnîk û çandî bi pêş ketiye. Lê ev
tevgerên ku derketine holê nikaribûne xeteke berxwedanê ya
bi hêz ava bikin. Sedema viya ya bingehîn qutbûneke mayînde
ji zîhniyeta dewletparêz û desthilatparêz a sîstema
modernîteya kapîtalîst pêk neanîne. Lewra îro jî tu hêza
dijberî sîstemê heta ku kevneşopiya desthilatparêz û
dewletparêz derbas neke nikare sîstema jiyaneke demokratîk,
azadîxwaz, wekhev û adil pêk bîne, ava bike.
Sedsala 21. a ku em tê de ne halê herî sazîbûyî yê mêrê
qurnaz û hêzdar ê modernîteya kapîtalîst dide der. Di roja
me de dema em asta ku modernîteya kapîtalîst gihîştiyê
digirin dest em bi koletiyeke ku her roja derbas dibe giran
dibe re rû bi rû dimînin. Di sîstema kapîtalîst de ji
aliyekî ve sermaye û desthilatdarî her tim mezin dibe, ji
aliyê din ve jî civakê xistine nav lepê koletî, birçîtî û
xizaniyeke tirsnak. Sîstema modernîteya kapîtalîst civakê
dadixîne asta ji azadiyê bêpar û girse, xwe bi berdewamî
dike ku bi vî awayî hebûna xwe diparêze. Zîhniyeta sîstemê
ji zêdetir sermaye û amûrên desthilatdariyê pêk tê.
Kevneşopiya desthilatdariyê ya ku zor û destdanîna yekem di
ser jinê re pêk aniye, her tim sermayeya xwe mezin kiriye û
di roja me de di ser vê sermayeyê re di civakê de saziyên
mayînde ava kiriye. Hemû saziyên ku damezirandiye di civakê
de her roja ku diçe pirsgirêkên azadiyê zêde kirine û her
tim rê li ber civakeke bi pirsgirêk vekirine.
Desthilatdarî û dewlet aktorên sereke yên pirsgirêkên civakî
ne. Piştî ku pêvajoya avakirina xwezayî ya civakê hatiye
derbaskirin û pêvajoya tehekumkar dest pê kiriye desthilatî
xwe wek yekdestiya dewletê rêxistin kiriye û ev rewş di nav
herikîna dîrokî de merhaleyan girtiye û heta hemû şaneyên
civakê hatiye nizilandin. Bi nijadperestî, olperestî û
zanistperestî yên ku çavkaniya xwe ji cinsparêziyê digirin
dewlet û civak di nav hev de hatiye bihortin. Civak wek
dewlet hatiye veguherandin. Di encama viya de nêzikahiya
dewleta netew a ku heta roja me hebûna xwe parastiye di wê
îdîayê de ye ku netew bi dewletê re, dewlet jî bi civakê re
wekehev bûye.
Sedema ku desthilatdarî û dewlet di nav civakîbûnê de zemîn
dibînin, kûdkirina exlaq û polîtîkayê ye. Exlaqa ku wîcdana
civakê ye bêerk hatiye hiştin. Kevneşopiya desthilat û
dewletparêz di şûna exlaqê de ‘hiqûq’, di şûna polîtîkayê de
îradeya civakê bi cî kiriye û ji xwe re çavkaniya jiyanê ava
kiriye.
Qanûn, bi destpêka yekem kevneşopa bi dewletî re, bi binyadî,
bi nêrîna mêrê serdest hatine çêkirin. Sîstema ku jê re
hiqûq tê gotin jî di ser tevahiya van qanûnan de hatiye
avakirin. Hiqûq ne bi armanca ku civak û civakîbûnê li
hember desthilatdariyê biparêze, li ser bingeya parastina
desthilatdarî û hêzê hatiye danîn. Ji têkiliyên navbera
kesan bigire heta têkiliyên navbera saziyan her tişt tenê di
bin venêran (kontrol) û çavdêriya dewletê de hatiye hiştin.
Li hember desthilatdariyê wekheviya her kesî, di zimanê
hiqûqê de wek gotineke esasîn hatiye diyarkirin. Lê li
hember hiqûqê, ger di nav mulk û hêzan de wekhevî hebe wê
demê wekheviyek heye. Ji ber ku ya tê parastin kar û
sermayeya dewletê ye. Destûrên bingehîn, peyman û danezanên
ku bi zîhniyeta sîstema modernîteya kapîtalîst hatine
çêkirin nikarin ji pirsgirêkên civakî re bibin çareserî.
Tenê bi lêgerînên wekheviyê yên hiqûqî eşkere ye ku êrîşên
arasteyî jin û civakê tên kirin wê neyên astengkirin.
Qanûnên ku bi mijara jin û malbatê hatine amadekirin, li
şûna ku cinsparêziya civakî derbas bikin, nerm dikin û kûr
dikin.
Di bingeha jinê wek kole, netew, çîn û cinsa yekem
pênasekirinê de, înkar û xespa nirxên civakî yên exlaqî û
polîtîk ên ku jinê ava kiriye heye. Di encama vê înkar û
xespê de pirsgirêkên ku civakê kûd dikin derketine holê.
Çareserkirina van pirsgirêkan bi derbaskirina zîhniyeta
înkar û xespê û heqîqeta jinê derxistina holê re wê bê
pêkanîn. Afirîner û hêza pêşeng a civaka exlaqî û polîtîk
jin e. Ji ber vê yekê jin, bi vê peymanê têkiliyên xwe yên
civakî ji nû ve sererast dike û tevlî jiyanê dibe. Li ser vê
bingehê tercîha jiyana demokratîk û azad pêk tîne.
Şaneyên civakê yên exlaqî û siyasî (polîtîk) bi kûdkirin
anîna rewşeke ku nikare kar bike di serê pirsgirêkên herî
bingehîn de tê. Bêguman avaniyên exlaqî û polîtîk bi temamî
nayên tunekirin. Her ku civak hebe wê exlaq û polîtîka jî
hebe. Lê bi nizilandina desthilat û dewletê nav şaneyên
civakê re exlaq û polîtîka qabîliyetên xwe yên afirîner û
erkî nikarin bi cî bînin.
Pirsgirêkên zîhniyetê yên civakê bi xerabûna exlaqê
derketine holê. Exlaq kevneşopiya kolektîf a fikrî û wijdana
civakê ye. Erka polîtîkayê jî ji exlaqê xwedî dibe û karên
xwe yên rojane dide meşandin. Polîtîka hêza xwe ya pêkanînê
ji exlaqê digire. Ger civak, ji bo nîqaşkirin û
biryargirtina karên xwe yên kolektîf hêza xwe ya fikrî winda
bike wê kolektîvîzm jî ji holê rabe. Sîstema modernîst a
kapîtalîst, bi jiholêrakirina tevahî û kolektîvîzma civakê,
hemû pêvajoyên rêveberî, nîqaş û biryargirtinê bi dewletê re
girê daye û xerabûna civakê hîn zêdetir kiriye. Ji ber vê
yekê civakê ji hemû mekanîzmayên wê yê parastinê bêpar
hiştiye. Ji Zîguratên ku navendên rêvebiriya civakê yên
Sumeran bûn, navendên avakirina zîhniyetê yên nû ku bi
modernîteya kapîtalîst rê girtine zanîngeh, akademî, lîse,
dibistanên navîn û heta kreş û baxçeyê zarokan hatine
afirandin. Li gel viya mizgeft, dêr û kenîşteyên (sînagog)
di dema ku pêşî derketine de hêza nîqaş, biryargirtin û
pêkanînê yên civakê bûne jî wek navendên ku tê de zîhniyetên
desthilatparêz hatine tamandin hatine veguhertin. Di
biryargehên dewletên netewî yên ku hatina avakirin de hemû
şop û bermayiyên cewhera civakî, dagirkirina şaneyên zîhnî,
exlaqî û polîtîk, bişaftin û mêtingehkirin hatiye pêkanîn.
Qada aborî ya ku qada jiyanî ya bingehîn a jinê ye, bi
modernîteya kapîtalîst re tam dagirkeriyekê jiyan dike. Di
civakîbûna jinê de aborî; karên têkildarî xwedîbûn û
hilberandinê ne. Lê bi modernîteya kapîtalîst re jin bi
temamî ji qada aboriyê berederî hatiye kirin (li derve
hatiye hiştin). Civaka ku di nav lepê aborî, kar û sermayeyê
de ye bi bêkarî, birçîtî û xizaniyê re, bi desthilatdariyê
re hatiye berbendikirin. Her sîstema têkiliyê li gor
berjewendiyên aborî hatine destgirtin. Ji aliyekî ve bêkarî,
birçîbûn û xizanî li ser civakê hatiye ferzkirin, ji aliyê
din ve beşên ku ji pere pereyan qezenc dikin hatine
afirandin. Rêya jêneger a xelaskirina civakê ji sînorên
bîrçîbûn, xizanî û bêkariyê, li gor hişmendî û hestiyariya
jinê bi nêzikahiyên ekolojîk û aborî rêxistinkirina aboriyê
ye.
Piştî ku wek amûra kar û sermayeya modernîteya kapîtalîst
hatiye veguherandin, endtustriya ku berhema aqlê analîtîk e
jî ketiye bindestiya sermayeyê. Endustrî jî wek hemû nirxên
civakî dahênana, îcada jinê ye, ji aliyê yekdestiya
desthilatdarî û dewletê ve hatiye dizîn û radestî sermayeya
yekdestî hatiye kirin. Ya ku dibe sedema xerabûn û
pirsirêkên jinê ne endustrî ye, wê ji xizmeta civakê
derxistin û radestî sermayeya yekdestî kirin e.
Endustriyalîzm, bi modernîteya kapîtalîst re, wek
yekdestiyek li ser civakê serdestiya xwe berdewam dike. Di
bin navê pêşketina sanayiyê de çandiniya ku li ser çandî,
zîhnî, ziman, avaniya etnîkî û li ser gelek bûyeran bandor
dike hatiye derbkirin û ji bo civakê qada xebatê ya herî
pîroz bi tunebûnê re rû bi rû hatiye hiştin. Li hember
sanayîbûna ku di serê argumanên sermayeyê yên sîstema
modernîteya kapîtalîst de tên, ji civakê re “Tevgera vegera
ji bajar ber bi axê û çandiniyê ve” avakirin, ji bo me jin û
hêzên din ên civakê ji nebe nabeyan e. Bi vê nêzikahiya ku
axa em li serê jiyan dikin bi rengên xwe bixemile yan em ê
hebûna xwe biberdewam bikin an jî em ê di nav sîstema
modernîteya kapîtalîst de bi tunebûnê re rû bi rê bimînin.
Modertnîteya kapîtalîst çawa ku civakê xera kiriye, xwezayê
jî bi hemû nêzikatiyên xwe yên fetihkar, bi tunebûnê re rû
bi rû hiştiye. Yek ji pirsgirêkên herî cidî yên roja me jî
pirsgirêkên hawirdor, derdorê ne. Di çavkaniya viya de
pirsgirêkên ku modernîteya kapîtalîst û yekdestiyên
şaristaniyê afirandine heye. Ji ber vê yekê di bihortina
pirsgirêkên hawirdorê de divê mirov ahenga xwezayê bi xwe bi
dest bixe. Ahenga ku jina azad bi dinyaya xwe ya hundirîn û
dinyaya derve re ketiyê, sîstema têkiliya ku wê bi xwezayê
re bikevinê ye. Wê ev sîstem ahenga civakê bi xwezayê re pêk
bîne.
Di çavkaniya bingehîn a hemû newekhevî, koletî, faşîzm û
mîlîtarîzmê de koletiya ku li ser jinê hatiye pêşxistin heye.
Dîroka şaristaniyê, dîroka windakirin û windabûna jinê ye.
Ev dîrok, bi xweda û ebdên xwe, bi hikumdar û tebaya(civaka
ku hikum li ser tê kirin û girêdayî hikumdariyê ye) xwe, bi
aborî, zanist û hunera xwe xurtbûna takekesa serdest a mêr
e. Windakirin û windabûna jinê, li ser navê civakê ketin û
windakirin e. Her wiha jinê tenê wek avaniyeke biyolojîk
destgirtin wê bi xwe re nebesiyên pir mezin bîne. Jin di nav
kûrahiya têkiliyên civakî de bê destgirtin di bihortina
pirsgirêkên civakî de girîng e. Sîstema koletiyê ya ku
sîstema serdest a 5000 salî li ser jinê pêş xistiye di heman
demê de bi jinê jî dane pejirandin. Rola kevneşopiya ku ji
jinê re rewa hatiye dîtin, nêzikahiyên cinsparêz, statuya
bûna cinsê lawaz, qels, ji aliyê jinê ve jî wek taybetiyek
hema bêje ji zayînê ve hatiye tê têgihîştin. Li ser vî esasî
pirsgirêka azadiya civakî bi pirsgirêka azadiya jinê re bi
hev re dimeşe. Jin çiqas azad bibe wê civak jî azad bibe.
Heta ku civak bigihê nirxên jinê wê aştiya navxweyî (hundirîn)
a civakî jî pêk were. Ji ber vê yekê peymandanîna jinê bi
civakê re, wê were maneya avaniya civaka exlaqî û polîtîk a
ku ji nû ve lê bê jiyankirin. Wê ji pirsên ‘Jiyaneke çawa,
civakeke çawa’ re bibe bersiv.
Yek ji sazîbûna bingehîn a zîhniyeta mêrê serdest a 5000
salî jî malbat e. Avanî û çêbûna malbatê prototîpa dewletê
ye. Bi vê naveroka xwe sazîbûneke ku domdariya îdeolojiya
desthilatdarî û dewletê pêk tîne ye. Malbat, qadeke ku
têkiliyên mulkiyetê di nav civakê de berbelav dibin û
vediguherin çand û kevneşopiyê ye. Her mêr di malbatê de
temsîlkarê dewletê ye. Têkiliyên mulk ên yekdestî yên ku
sîstema modernîteya kapîtalîst pêk tînin, di nav malbatê de
wek temsîlkariya mêr xwe dide der.
Bi pirsgirêka malbat, jin û cinsparêziyê re girêdayî
pirsgirêka nifûsê jî yek ji pirsgirêkên civakî ye. Di
sîstema kapîtalîst û kevneşopiya dewletparêz de nifûs çiqas
zêde bibe tê maneya ew qas jî kar û sermaye. Bi zêdebûna
nifûsê re di rêjeyeke rast de cirma êşa herî mezin ji jinê
tê derxistin. Hem fizîk hem jî dinyaya wê ya ruhî tê parçe
parçekirin. Bi nifûsa ku zêde dibe re desthilat û hêzên
yekdest her tim qezenc kirine lê ya ku winda kiriye her tim
jin bûye. Rêjeya nifûsê ya ku civak pê xwe bikaribe berdewam
bike, ji îradeya azad a jinê re neyê hiştin wê ji pirsgirêka
nifûsê re hêza çareseriyê neyê dîtin.
Ji aliyê desthilatdarî û hêzên dewletparêz ve bajêr û
bajêrîbûn bi şaristanîbûnê re wekehev hatiye pênasekirin. Ji
ber ku desthilatdarî zemîna xwenûkirinê ji bajarbûnên bê
bajar digire. Bajar, têkiliya avaniya civakî ya bi xwezayê
re, sîstema xwe ya têkiliyên navxweyî, bi hemû sazîbûnên xwe
re xwedî avaniyeke ku xera dike ye. Di bin qutkirina kes ji
hemû nirxên civakî û ber bi cîhana sanal ve avêtina wî/ê de
sîstema bajêr heye. Kesên ku ji xweza, ax û sîstema
têkiliyên civakê qut dibin hîn bi lez dikevin xizmeta
dewletê. Li hember bajarên mega (pir mezin) divê bajarbûnên
bi jiyana gund û xwezayê re ahengdar bên avakirin û derdorên
nû yên ku wê sîstema civakî bikaribe pê nefes bigire bên
afirandin.
Avaniyên burokratîk û çînî yên wek bajarbûn jî avaniyên ku
civakê xera dikin in. Xwezaya civakê, ne di karaktera çînî û
burokratîk de ye. Sazîbûnên bi armanca ku sîstema
dewletparêz serwerî hemû civakê bibe hatine avakirin in.
Sazîbûnên burokratîk ên ku rola pêkanîna çînên serdest
dileyîzin civakê wek ahtepot, kedxwar dorpêç kirine. Di
pêvajoya dused salên dawîn de jî avaniyên burokratîk êdî xwe
wek dewlet pêşkêş dikin. Di civakîbûna jina ku wê bi
nasnameya xwe ya cewherî û hêza xwe ya cewherî
demokratîkbûnê bi pêş bixe cî ji avaniyêk çînî û burokratîk
re tune ye. Ji ber ku wê cihêrengiyên xwe bi sazîbûn û
qabîliyeta xwe ya cewherî hîn xurt bimeşîne. Di pêvajoya
civakîbûna exlaqî û polîtîk de di serê avaniyên modernîst
kapîtalîst ên ku divê herî zêde pê re têkoşîn bên kirin de
burokrasî û çêbûna çînan tê.
Perwerdeya ku wek ezmûn û tecrûbeya di encama têkiliyên
malbatê bi zarok re dertê holê tê pênasekirin, bi pêşketina
şaristaniya çînî re xera bûye. Perwerde; ji veguheztina hêza
tecrûbeya xwezayî, exlaqî û polîtîk, li avaniya ku sîstema
bi dewlet vediguhezîne hatiye veguherandin. Perwerdeya ku li
ser gotina ‘jiyan bê desthilatî nabe’ hatiye rûniştandin, li
amûra bingehîn a pêşxistina civakê hatiye veguherandin.
Civak anîne rewşeke wisa ku nikare tecrûbeyên xwe ji endamên
xwe re veguhêze. Dewlet û desthilatdarî wek tenê şertê jiyan
û hebûnê hatine pejirandin.
Erka bingehîn a perwerdeyê di avakirina saziyên exlaqî û
polîtîk ên civakê de derbas dibe. Civakeke bê perwerde, çawa
ku wê derfeta wê ya pêşxistina saziya xwe ya exlaqî û
polîtîk ji holê rabe, hebûna wê jî her tim ji di bin
xetereyê de jiyankirin, rizîn û belavbûnê xelas nabe.
Sîstema modernîst, civakê wekî ku di qada perwerdeyê de di
qada tendirustiyê de jî ji hêza xwe ya cewherî bêpar hiştiye.
Saziyên tenduristiyê di bin venêrîna, kontrola dewletê de
ne. Kevneşopiya dewletê, civakê di nav çiqas kar û sermaye
ew qas tendirustiyê de jidandiye. Civakeke ku tendirustiya
xwe ya fizîkî û ruhî parstiye derfeta azadbûnê jî di dest
xwe de digire. Avakirina sazîbûnên xwe yên tendirustiyê divê
erk û mafê bingehîn ê civakê be.
Hebûna desthilatdariyê bi kevneşopiya mîlîtarîst ve girêdayî
ye. Di roja me de mîlîtarîzm bi awayên cur be cur tê
berdewamkirin. Di nav van awayan de ya herî dijwar bi
qirkirina civakê û şer re tê meşandin. Awayekî din jî
metakirina jinê û normalkirina çanda tecawizê ye. Artêşa ku
berhema dewleta netew û zîhniyeta mîlîtarîst e jî wek amûra
bingehîn a parastina sîstema desthilatparêz û di mijokdariyê
de wek hêza dagirkeriyê tê xebitandin. Leşkertî û artêş wek
hêza ku welat rizgar dike tê nîşandan û bi vî awayî ev
kevneşop tê berdewamkirin.
Di sîstema modernîst a kapîtalîst de civak di sînorên
birçîbûnê de tên perîşankirin lê xerckirina herî zêde ji bo
biçekbûnê hatiye veqetandin. Her wiha artêş yek ji sazîbûnên
bingehîn ên aboriya kapîtalîst û yekdestî ye. Yek ji
avaniyên zîhniyetê yên ku civaka exlaqî û polîtîk a ku em
wek civakîbûna jinê didin nasandin red dike mîlîtarîzm e. Ji
rêbazên bingehîn ên paqijkirina civakê ji şîdet, zor û
desthilatdariyê; redkirina kevneşopiya mîlîtarîst û li
hember viya pêşxistina sazîbûnên parastina cewherî û
hişmendiyê ye. Rewşa heyî ya ku tê jiyankirin halê şer ê
domdar e ku sîstema yekdest li hember jin û civakê dide
meşandin. Ji bo ku civak xwe bide berdewamkirin pêwîstî bi
mekanîzmayên berxwedanê yên xwe yên hundirîn heye. Halê viya
yê herî sazîbûyî jî parastina cewherî ye.
Taybetiya sereke ya civaka demokratîk û azadîxwaz pêkanîna
aştiya hundirîn e. Şer, mirin, û tunekirin avaniya exlaqî û
polîtîk a civakê xera dikin. Civak xwedî wî mafî ye ku
ewlehiya xwe pêk bîne. Li ser vê bingehê xwe rêxistin dike.
Aştiya civakî bi rêxistinkirina jiyanê bi jina azad re
dikeve bin ewlehiyê. Peymandanîna jinê bi civakê re
taybetiya bûna ewlehiya jiyaneke azad, wekhev, demokratîk û
adil jî di nav xwe de dihewîne. Ev peyman, peymana jiyana
civakî ya demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya cinsî ye.
BEŞA 1.
ARMANCA PEYMANA CIVAKÎ YA JINÊ
Peyman, parastin, starkirin û biberdewamîkirina hemû nirxên
civakî yên ku jinê ava kiriye ji xwe re dike armanc. Peyman
civaka demokratîk a ku wê civakîbûna jinê ya azad û
demokratîk mimkun bike û pêkanîna Konfederalîzma Demokratîk
a ku tercîha sîstemî ya herî azadîxwaz e dike hedef. Di
Peymana Civakî ya Jinê de ya esas dewleta netew û sînorên
hemwelatîbûnê nîn e. Ya esas jina azad û civaka demokratîk
e. Civaka Demokratîk li hember sîstem û civaka cinsparêz û
dewletparêz, di bingeha rêgezên civaka exlaqî û polîtîk de
ji nû ve avakirina jiyana azad e. Heta Civaka Demokratîk
neyê avakirin çawa ku wê azadbûna jinê pêk neyê, heta ku jin
azad nebe wê avakirina Civaka Demokratîk jî mimkun nebe. Bi
Civaka Demokratîk re ne tenê ji bo jinê, azadbûna hemû
civaka ku di bin desthilatdariya sîstema dewletparêz de ye,
bibe hêza îradî û derbarê xwe de xwedîbiryar be tê
hedefkirin. Civaka Demokratîk, wê wek rejîma polîtîk a
civakî, hevsengkirina azadiyên takekesî û kolektîf û
pêkanîna feraseta ku cudahiyan esas digire pêk were. Di
Civaka Demokratîk de her koma civakî, bêyî ku mehkûmî çanda
tek tîp û hemwelatiyê bê kirin, wê di nav cudahiyên ku wê li
derdora nasname û çanda xwe ya cewherî pêk were de jiyan
bike. Modêla civaka ku bi awayê herî berfireh cudahiyan dijî
ye. Xetereya homojenkirina civakan tune ye. Civaka
Demokratîk, modêla civaka ku wehkevî û azadiya civakî di
maneya rastîn de bikaribe bê pêkanîn e.
Peymana Civakî ya Jinê, ji ber ku sînorên dewleta netew a
modernîteya kapîtalîst, dijberî çeşîtdarî, tevgerî û xwezaya
çandî ya civakê dibîne alternatîfa xwe wek Konfederalîzma
Demokratîk pêşkêş dike. Konfederalîzma Demokratîk, sîstemeke
civakî ya ku tê de tê hedefkirin îradeya civakî bê xurtkirin
û mezinkirin û li hember viya serdestiya dewletê li ser
civakê bê kêmkirin e. Jin jî li her devera ku lê dijî, li
ser vê bingehê rêxistinkirinên xwe yên xweser û resen bi pêş
dixwe û xwedîbûna mafê gotinê, îrade û hêza pêkanînê bi
rengê xwe pêk tîne. Peymana Civakî ya Jinê li hember hiqûqa
cinsparêz a ku sîstema serdest a mêr a 5000 salî pêş xistiye,
ji nû ve xebitandina polîtîkaya exlaqî û civakî û ji bo vê
jina ku çavkaniya xwedîbûna exlaqa civakî ye, ji statuyên
civakî yên ku ji aliyê hiqûqa cinsparêz ve tê de hatiye
hepskirin derxe û di berdewamkirina jiyana azad de xwedî rol
kirinê hedef digire. Parastina cewherî ya jin û civakê wê di
kîjan şert û mercan de bikeve dewreyê, kîjan rewş, nêzikahî
û bûyer sûc in bi vê peymanê tê diyarkirin.
Peymana Civakî ya Jinê bi qasî ku peymana jinê bi jinê re
ye, peymana jinê bi civakê re ye jî. Hebûna jina azad û
civaka demokratîk bi vê peymanê dikeve bin ewlehiyê. Ji vî
aliyî ve ji bo hemû beşên civakê wê girêker be.
BEŞA 2.
A) WESFA (ÇAWANIYA) CIVAKA DEMOKRATÎK
Civaka Demokratîk civaka exlaqî û polîtîk e. Mirov nikare
civak û takekesê bê exlaq
û polîtîka bifikire. Exlaq, hişmendiya azadî û dadwerî ya
civakê ye. Wijdana civakî ye. Di ser esasê parastina
xweseriya hemû cudahiyên di civakê de, bihevrebûna civakî
pêk tîne. Hêza bingehîn a biryar û karkirinê ya ku pergala
civakî pêk tîne ye. Polîtîka jî, aqlê hevpar ê civakê û
têkoşîna azadiyê ye. Awayê bingehîn ê azadbûnê ye. Halê
berbiçav ê viya jî siyaseta demokratîk e.
Jina ku afirîner û pêşxistinkara exlaqa civakî ye hêza
pêkanînê ya esas a civaka demokratîk e. Di civaka demokratîk
de ya ku esas e, têkiliya bi hev re girêdayî ya li hember
hev hev xwedî dike ya ku di ser li ber çav girtina xweserî û
cudahiyan de, di pêşketina exlaqa civakî de sereke ye. Jina
azad, zana û bi îrade hêmana esas a civaka demokratîk pêk
tîne.
Civaka demokratîk, xwe bi awayê berwarî (yatay) û tîkane
(dikey) ji cîgahiyan bi rêxisitn dike û endamên xwe yên
rêveberiya cewherî û biryarê ava dike. Hêza xwe ya exlaqî bi
komun, ocax, meclîs û hwd. bi endamên polîtîk fonksiyonel,
erkdar dike. Di civaka demokratîk de tu sazîbûna civakî û
endama pêkanînê di bingeha burokratîk de nayê rêxistinkirin.
Ev sazîbûn, endamên polîtîk ên ku civak bi hêza xwe ya
cewherî û kolektîf ava kiriye ne û erka xwe bi polîtîkayên
ku bi biryarên hevpar ên civakê re dertên pêk tînin.
Her kesê/a civaka demokratîk di rewşa kirdeyeke(özne) civaka
demokratîk de ye. Ne civak di ser kes, ne jî kes di ser
civakê de ye. Civak kesên xwe bi însiyatîf, afirîner û îrade
kirinê hemwelatiyên xwe yê azad ava dike, kes jî wek
hemwelatiyê/a azad bi zanîna ku hêza xwe ji nirxên komunî
yên civakê digire, bi takekesiya xwe hewl dide ku cewhera
komunî ya civakê biparêze û xwedî bike. Ji vî aliyî ve
hemwelatiyê/a azad, di maneya ahengbûna azadiyên takekesî û
kolektîf de hemwelatiya civaka herî demokratîk a ku
hevsengiya optîmal a di navbera kes û civakê de tê pêkanîn
e.
Di hemû têkiliyên civakî de xwenaskirin û bi îradekirin esas
e. Civak, wek rêbazeke serdetiyê heyberkirin
(nesneleştirme), şikandina îradeyê, tune hesibandin û wek yê/a
din dîtinê red dike. Hemû hêzên ku îradeya wan tê şikandin,
zemîna azadiyê ji wan re nayê hiştin, xwedî mafê parastina
cewherî û berxwedanê ne. Berxwedan û parastina cewherî mîna
nan, av û hewayê wek pêwîstiyeke jiyanî dibîne û wek
têkoşîna gihandina maneyê digire dest.
Civak, xwe bi hişmendiya cewherî ava dike. Hişmendiya civakî
ji wesfên nebe nabe yên civaka demokratîk e. Hişmendiya
civakî, bi pêwîstiyên rojane û tecrûbeyên dîrokî re digihîne
hev û dîrokê diafirîne. Qutbûna ji dîrokê wek qutbûna ji
heqîqetê digire dest. Dîroka xwe watedar dike, ew bi xwe jî
vediguhere wateyê. Hişmendiya cewherî li ser vê bingehê ava
dibe. Sîstema serdest û desthilatdariya ku hewl dide xwe
bike hemû qadên civakî her tim dide xuyakirin û parçekirina
çînî ya ku rê li ber vekiriye asteng dike û hewl dide ku
cewhera civakî ya ku qalik girtine ser (veşartine) derxe
holê. Bi nêzikahiyên desthilatparêz û serdestîparêz re her
tim di nav têkoşînek de ye. Wek divêtiyek exlaqê di hemû
têkiliyên civakî de vekirîbûn (eşkereyî) esas e. Formên
zîhniyetê yên desthilatparêz ên mîna cinsiyetparêziya civakî,
çînîtî, netewperestî, zanistparêzî, olperestî, hunerperestî
(endustrîbûna hunerê) ku civakê parçe dikin red dike û
jiyana xwe ya civakî di bingeha azadîxwaziya cinsî, ekolojîk,
aborî û demokratîk de rêxistin dike.
RÊGEZÊN (PRENSÎBÊN) BINGEHÎN ÊN CIVAKA DEMOKRATÎK
1- Rêgeza Azadiyê: Azadî bi qasî ku armanca bingehîn a hemû
gerdûnê ye armanca civak û
kesan e jî. Em dikarin azadiyê wek rewşa pirhilbijêrkî ya ku
pirbûn, çeşîtbûn û cudabûna di gerdûnê de derdixe holê
binirxînin. Ya ku exlaqa civakî û azadiyê pêwîst dike jî
rewşa pirhilbijêrkî ya ev pirbûn, çeşîtbûn û cudabûnan
derdixe holê ye. Bi vî awayî azadî, qabîliyeta hilbijartinê
ya her hebûnên di gerdûnê de îfade dike. Azadbûn, encameke
xwezayî ya zindîbûn an jî heyberbûnê ye. Ji ber vê yekê
azadî; ji bo her kesî mafekî bingehîn ê ku ji zayînê ve tê
ye. Mafê azadiyê, rewşa xwedîbûna her kesî ya şert û mercên
jiyan, berdewamîbûn û parastinê ye. Di vê maneyê de azadî
rastiyeke ku ji veqetîna em û yên din dibihure û dikare bi
her kesî/ê re bê parvekirin e. Di rewşên ku azadî tê
kêmkirin de mafê berxwedanê derdikeve. Her wiha
cinsiyetperestî, çînperestî, netewperestî, olperestî û
zanistperestî formên zîhniyetê yên bingehîn ên ku azadiya
civakê tune dikin in. Di civakeke ku azadiya jinê tune be de
ne azadiya kes ne jî ya civakê ne mimkun e.
2- Rêgeza Kesê/a Azad û Civaka Azad; Kes berhemê/a civaka
dîrokî ye, halê wî yê
berbiçav û rojane ye. Pêkhatina takekesî bê civak ne mimkun
e. Kes bê civak, civak bê kes nayê fikirîn. Ji ber vê yekê
wekî ku azadiya civakî nebe wê azadiya takekesî pêk neyê,
heta azadiya takekesî nebe pêkhatina azadiya civakî ne
mimkun e. Azadiya yekî azadiya yê/a din pêwîst dike.
Bidestxistina kesê/a azad û civakîbûna azad, bi şertê
ahengîbûna maf û azadiyên takekesî û kolektîf ve girêdayî
ye. Avakirina vê hevsenga optîmal a di navbera kes û civakê
de jî heta ku azadiya takekesî û civakî ya jina ku di
çavkaniya têkiliya civakî de ye pêk neyê ne mimkun e.
3- Rêgeza Wekheviyê;Civak, avaniyeke ku cudabûn û
çeşîtdariya di xwe de dihewîne ye. Ji
ber vê yekê wekhevî, bi qasî xwedîbûna mafên wekhev,
liberçavgirtina cudahiyên civakî jî pêwîst dike. Xwe dispêre
feraseteke wekheviyê ya ku cudahiyan esas digire. Li gor vê
wekhevî; hemû hebûnên civakî xwedî şert û mercên ku cudahî û
reseniya ji xwezaya xwe tê jiyankirin, dan jiyankirin,
berdewamkirin û berbelavkirin e. Her kes xwedî mafê bi
îradeya xwe tevlî jiyana civakî bûn û ji xizmetên civakî bi
wekhevî sûdgirtinê ye. Azadî bi têgeha cudabûnê ve girêdayî
ye, bi vê maneyê di rewşa ku wekhevî bi cudabûnê re bê
girêdan de bi azadiyê re jî girêdana watedar tê danîn. Di
bingeha hemû newekheviyên civakî de kedxwariya li ser jinê
heye. Ji ber ku rêgeza wekheviyê ya giştî ji bo jinê
rasterast wekheviyê pêk nayne, ji ber vê yekê rêgeza
cudakariya pozîtif, heta ku asta wekheviyê bi pêş bixe divê
wek rêgezeke wekheviyê bê pêkanîn. Her wiha heta ku
zîhniyeta cinsparêz neyê bihortin û azadiyê jinê neyê
bidestxistin mirov nikare behsa wekheviyeke civakî bike.
4- Rêgeza Demokrasiyê; Di sîstema civakî ya demokratîk,
ekolojîk û azadîxwaziya
cinsparêz de rêgeza demokrasiyê esas e. Demokrasî,
afirandina sîstemeke civakî ya siyasî ku xwe dispêre
hilberîna civakî, daxwaziya hevpar a civakê û bidiliyê hedef
dike. Di hemû qadên civakê yên siyasî, civakî, çandî, aborî
û hwd. de xebitîn û tevlîbûna demokratîk raber dike. Jiyana
komunal û berdewamiya têkoşîna azadiya civakî pêk tîne.
Tevlîbûna bi îrade ya hemû kes û beşên civakî ji bo
polîtîkaya demokratîk pêk tîne. Demokrasiya civaka
demokratîk bi siyaseta demokratîk pêk tîne. Heta siyaseta
demokratîk nebe afirandina kes û civaka demokratîk ne mimkun
e. Siyaseta demokratîk, halê herî berbiçav ê polîtîkaya
civakî ye. Azadbûna civakê bi rêya polîtîk bi siyaseta
demokratîk mimkun e. Siyaseta demokratîk ne rê dide
çavsoriya, hêrsa kara zêde zêde, ne jî zexeliya takekesî û
sazî û bêperpirsiyariyê erê nake. Yekdestîbûna siyasî û
aborî li ber îfade û hilberîna civaka demokratîk wek
astengiya bingehîn dibîne. Di siyaseta demokratîk de
tevlîbûna jinê ya azad û bi îrade ji polîtîkaya civakî re
esas e. Jin, yek ji dînamîkên bingehîn a siyaseta demokratîk
e.
5- Rêgeza Aştî û Yekîtiyê; Aştî, wek rêgez bûyereke bi
serdestiya desthilatdariya dewletê
tê bidestxistin nîn ne. Di encama têkoşîna di navbera civak
û desthilatdariyê de tê jiyankirin de rewşa lihevkirinê ya
dewlet û demokrasiyê ya bi rêgez ji aliyê civakê ve ye. Ji
ber vê yekê aştî tenê di bingeha parastina cewherî de dikare
derbasdar be. Aştiyeke ku parastina wê ya cewherî nebe,
radestî ye. Ji vî aliyî ve bêdengbûna çekan, tenê bi
daxwaziya di bingeha xebitîna sazîbûn a exlaqî û polîtîk a
civakê de dikare pêk were. Agirbesteke ku çareseriyeke
polîtîk û exlaqî nehundirîne nikare wek aştî bê şîrovekirin.
Aştî; ne bi temamî jiholêrakirina halê şer e, ne jî di bin
serdestiya aliyekî de halê şernekirin û aramî ye. Di aştiyê
de alî hene û serdestiyeke misoger a yek ji van aliyan nîn
e. Aştî; kîjan alî dibe bila be (mafdar-bêmaf), di rewşa
bêyî ku serdestî (bi çek) bê pêkanîn li beramberî hev
sekinandina şer bipejirînin dikare bê rojevê. Aştî ji aliyê
pergala civakî ve jî yekîtî û ahenga cudahiyên civakî îfade
dike. Jina azad a ku hilgira çandê ye, esas pêkhînera aştî û
yekîtiya civakî ye. Çawa ku dayîk dema zarokan xwedî dike bi
wan başî, welatparêzî û mirovheziyê dide fêrkirin bi vî
awayî di afirandina aştiya civakî de roleke bi bandor
dileyîze. Aştî, li gor pêwîstiya wê ya xwezayî jî mîna
nasnameya wê ya polîtîk û exlaqî wate digire. Jin, bi
hezaran sal bê çîn, bê dewlet û bêyî ku xwe bispêre
desthilatdariyê wek hêza avaker a modernîteya xwe ya
neolîtîk nasnameya exlaqî û polîtîk bi pêş xistiye. Heta
roja me wek hêza modernîteya demokratîk bûye hêza berxwedanê
ya dijberî dewletkirin, çînîkirin û desthilatkirinê. Li
hember şerên dagirkirinê seknekê jiyan kiriye. Ji ber vê
yekê jin ewlehiya aştiya civakî ye. Di bi hev re jiyankirina
cudahiyan de rêgeza yekîtiyê civakê xurt dike. Cudahî ne
sedema jevqetîn, parçebûn, yektîpbûn, şer û pevçûnê,
berevajî çavkaniya dewlemendiyê ne. Rêgeza yekîtiyê nebe
nirx û dewlemendiyên dîrokî û çandî nayên parastin. Ji bi
hev re jiyankirina netewên cuda bigirin, heta çeşîtdariyeke
herî biçûk hebûna xwe ya cewherî biparêze û beşdarî tevahiyê
bibe, tevahî jî qabîliyeta ji vê çeşîtdariyê pêkhatinê nîşan
dide.
6- Rêgeza Piştgirî û Komunalîteya Civakî: Hemû kesên ku
civakê pêk tînin, di bingeha
hest fikir û berjewendiyên hevpar de bermaber hev bi hev ve
tên girêdan. Çawa ku kes wê bêyî civakê heyî nebe, civak jî
heta ku beşdariya kesên azad ên li beramberî hev bi
perpirsiyarî, bi hev ve girêdayî û hêza cewherî nebe nikare
heyî bibe. Hebûna civakê deyndarî komunalîte û piştgiriyê
ye. Rewşa berevajî hilweşîna civakê ye. Ji ber vê yekê
kapîtalîzm awayekî civakê nîn e, pergala sermayeyê ya
kedxwariya civakê ye. Civaka demokratîk hemû biryarên ku xwe
eleqeder dike li gor rêgeza komunalîte û piştgiriyê,
hevsenga kes û civakê ya optîmal diparêze û digire. Cihê ku
lê biryara hevpar dernekeve hêza îknayê dikeve dewrê. Di
rewşên wiha de zor tu car wek rêbazek nayê tercîhkirin.
Rêbaz, hêza îknayê avakirin, di rewşên ku pêk neyê de jî
lihevkirinên bi rêgez avakirin e. Ya esas, rêgeza azadiyê li
ber çav girtin û biryarên hevpar
derxistin e. Bi îradeya jinê ya azad tevlîbûna jiyanê esas
e. Kolektîvîzma civakî hêza xwe ji rêxistinbûn, piştgirî û
yekîtiya jinê digire.
7- Rêgeza Aborî: Aborî, bi dîrokî di berdewamkirina jiyanê
de çalakiyeke civakî ye.
Maneya aboriyê qanûna malê, qanûnên xurtkirin, hêzdarkirina
malê ne. Ji ber vê yekê çalakiyeke civakî ya ku jinê pêş
xistiye ye. Tu kes û dewlet nikare bibe aktorê çalakiya
aborî. Her wiha aborî çalakiya demokratîk a herî bingehîn a
civakê ye. Hemû kes û beşên civakî xwedî mafê beşdariya
jiyana aborî û bi azadî pêkanîna pêşxistina aboriya xwe ye.
Mafê her kesî/ê heye ku ji mafên aborî sûd werbigire. Mafê
jinê jî heye ku ji hemû mafên aborî yên civakê bi wekhevî
sûd bigire. Jin ku ji çalakiyên aborî bê vederkirin, li der
ve hiştin û mêtingehkirin li hember viya mafê wê yê
berxwedanê derdikeve. Di heman demê de berpirsiyariya wê ya
pêşxistina sîstema aborî ya komunal jî heye. Jin, bi resenî
di serî de koperatîfvanî pêşxistina modêlên hilberînê yên li
gor hişmendiya ekolojîk esas e.
8- Rêgeza Çandî; Çand şêweyê jiyana civakî ye. Awayê
hilberîna civakî, awayê fikirînê,
kesayeta civakî, taybetiyên tevgerên exlaqî û polîtîk û
awayê têgihîştina cîhanê ku avaniya çandî pêk tînin, di
heman demê de li gor cudabûna her civakê pêk tê. Li ser vê
bingehê yek ji rêzikên jiyankirin û pêşxistina azadiya her
kes, kom, etnîsîte û netewî jiyankirin, parastin û
pêşxistina nasname û çanda xwe ye. Hemû jiyanên modernîte
yên civakê ku di tevahiya pêvajoyên dîrokî û modernîteya
neolîtîkê de pêş ketine demên zayîna çandî û pêşketina jinê
îfade dikin. Çand nasnameya cewherî ya jinê ye. Çandinî,
cihûwarbûn, baweriyên xwezayî, ziman, huner û zanist wek
heqîqetên çandî û statuyên sereke yên jinê dîrok û rojaneyê
pêk anîne. Li ser vê bingehê mafê jinê yê rêxistinkirin,
pêşxistin û parastina jiyana xwe ya çandî yek ji mafên herî
pîroz e. Dema ku jiyana jinê ya çandî bê astengkirin û bi
dejenerebûna çandî û tehdîta qirkirina çandî re rû bi rû
bimîne mafê berxwedanê derdikeve holê.
9- Rêgeza Civakî; Civakîbûn li derdora jinê pêk hatiye.
Civakîbûna ku jinê pêş xistiye li
gor rêgezên azadî, wekhevî û dadê ye. Cîhana jinê ya madî û
manewî van rêgezan bi rêzikên exlaqî û polîtîk ve girê daye.
Di sîstema vê têkiliyê de nêzikatiyeke bi serdestî,
tehekumkar û bi desthilatdariyê diçewisîne tune ye. Civak di
çarçoveya qanûn, rêgez û rêzikên ku jinê afirandiye de
nirxên xwe yên cewherî ava kiriye. Modernîteya kapîtalîst
hewl dide ku ev civakîbûna li derdora jinê pêş ketiye ji
holê rake, avaniya polîtîk û exlaqî ya civakan tune bike.
Her wiha mafê jinê û hemû komên civakê yê jiyana xwe ya
civakî di bingeha rêgeza azadiyê de bi pêş bixin û biparêzin
ji mafê herî bingehîn ên jiyanî ye. Dema ku azadiyên civakî
bên astengkirin mafê têkoşîn dayînê heye.
10- Rêgeza Estetîk; Darizînên başî û xerabî, xweşikî û
nexweşikî, rastî û şaşî rêzikên
estetîkê pêk tînin. Ev, bi fikirîna baş, rast tevgerkirin û
xweşik jiyankirinê re têgihîştinên felsefîk û helwestên
exlaqî îfade dike. Modernîteya kapîtalîst daraza estetîkê di
roja me de kiriye mijara xuyabûna ji derve ve, jinê kirina
amûra kedxwariyê ya fizîkî û metabûnê. Feraseta estetîk a ku
li gor ecibandinên mêrê serdest e dejenerebûna çandî bi pêş
dixe. Moda û sektora kozmetîkê li vê feraseta estetîkê ya ku
hatiye berevajîkirin tê spartin. Li hember ev cure ferasetên
ku estetîkê ji naveroka wê ya exlaqî û felsefîk vala dikin
mafê jinê yê pêşxistina têkoşînê heye. Û vê rêgeza estetîkê
wek çanda azadiyê dipejirîne. Jiyanê bi estetîkeke hunerî
ava dike.
11- Rêgeza Parastina Cewherî ya Jinê; Parastina cewherî,
polîtîkaya ewlehiyê ya civaka
exlaqî û polîtîk e. Her koma civakî reseniya xwe û cudahiya
xwe biparêze û çalakiya berxwedanê pêk bîne ev di nav
bergeha parastina cewherî de ye. Parastina cewherî, ya li
hember mîlîtarîzma dewletê û azadiya civakî û takekesî û her
cure arasteyên ku mafê jiyanê tedhît dikin parastina cewherî
ya kes û civakan e. Li hember arasteyên her cure feraset û
sazîbûnên dewletparêz û cinsparêz bipêşxistina parastina xwe
ya cewherî ya jinê mafekî bingehîn e.
BEŞA 3.
AZADIYÊN CIVAKÎ, MAF Û ERK (PEYWÎR)
A)JINA AZAD-CIVAKA DEMOKRATÎK-HEMWELATIYÊN AZAD
Civaka demokratîk, avaniyeke ekolojîk û azadîxwaziya cinsî
ku tê de civakîbûna exlaqî û polîk hatibe fonksiyonelkirin,
azadiyên civakî û takekesî hevsenga optîmal pêk tînin,
bihevrebûna civak û xwezayê hatiye bidestxistin, aboriya
jinê ya li gor axê hatiye pêşxistin û jina azad û bi îrade
hatiye pêkanîn e. Hêza eslî ya civaka demokratîk jina azad û
bi îrade ye. Hevpariya jiyanê ya ku wê bi jina azad bê
sererastkirin; di wê qabîliyetê de ye ku xweşikî, başî û
rastiyê di asteke herî tekûz, mukemel de pêk bîne.
Civakîbûna demokratîk veqetînên wek jin û mêr, ciwan û pîr,
kirde û heyber (özne-nesne) û jêr û jor di nav xwe de
nahewîne. Bihevrebûna civakîbûnê bi kolektîvîzm û piştgiriyê
tê pêkanîn. Têkiliyên civakî bi hev re di nav girêdaneke
xwezayî û beramberî de ne. Esasa civakê, di nav vê girêdana
beramber hev de di pergaleke bi tercîh û îradeya cewherî de
polîtîkaya xwe dimeşîne. Civak, li gor pêwîstiyên xwe
sazîbûnên nerm ên ku wê bikaribe biguherîne û veguherîne, ne
burokrat û dema ku bi kêrî pêwîstiya civakî neyên bikaribe
ji holê rake diafirîne. Kesê/a civaka demokratîk, di nav xwe
de civakîbûnê dihewîne, hildigire; hêza xwe ya cewherî ji
kolektîvîzmê digire û bi îradeya xwe ya azad hêz dide
kolektîvîzma civakî. Civak jî nasnameya kes bi îrade dike û
hemwelatiyên azad diafirîne.
Li ser vî esasî;
1- Civak, bi avaniyên zîhniyetê yên exlaqî û polîtîk
yekîtiya civakî pêk tîne.
2- Çalakiyên xwe yên civakî ji aliyê endamên pêkanînê yên di
rêxistinbûnên cîgayî, demokratîk, ekolojîk, aborî û
azadîxwaziya cinsî, yên ku ji bin vê tên avakirin de
dimeşîne.
3- Jina ku hêz û berdewamiya avaniya civakîbûnê ye di her
astê de xwedî mafê rêxistinbûn û berxwedanê ye. Di mijarên
ku jinê eleqedar dike de biryarên li hember îradeya jinê tên
girtin ji bo jinê derbasdar nîn in.
4- Jin, her cure biryarên ku jinê eleqeder dike, derbarê
cihê wê yê di nav civakê de û têkildarî tevlîbûna xwe de ew
bixwe digire.
5- Civaka ku organîzmayeke zindî ye her tim zemîna azadiyê
pêk tîne. Hemû sazîbûn û rêxistinbûnên xwe dispêre vê rêgeza
azadiyê.
6- Nasnameya civakî xwedî taybetiyên piraniyê ye. Tu
nasnameyên cins, ziman, bawerî û etnîk ji yê/a din serdest
nîn e. Tu nasname nikare bê çewisandin, dervekirin, bişaftin
û tunekirin. Tu nasnameya civakê nikare bi qirkirinê re rû
bi rê bê hiştin, koçberkirin û dûrxistin.
7- Nasnameyên civakî bi hemû nasnameyên din re di nav
têkiliyê de ne. Nerm û guherbar, ji cudabûnê re vekirî û
azad in.
8- Yekîtiya civakî û hemû pêwîstiyên jiyanî rêgeza piştgirî
û kolektîvîzmê esas tê girtin û wisa tê bidestxistin.
9- Hêza fikirîn û çalakiyê wek îradeyeke civakî û azad aydî
xwe ye. Bi hêzeke ser civakê re nayê parvekirin û dewrkirin.
10- Kes hemwelatiyê/a ne girêdayî pergala qûlî (ebd) ya
dewletê, hemwelatiyê/a azad ê/a civakê ye. Hemwelatiyê/a
azad bi îradeya xwe ya cewherî û wesfî tevlî jiyanê dibe.
Hemwelatiyê/a azad xwedî nasnameyên piranî ye. Tu nasnameya
wî/wê nayê çewisandin, dervekirin an vederkirin, bişaftin û
tune hesibandin.
11-Hemwelatiyê/a azad xwedî mafê hilbijartin û hilbijirîn,
rêxistinbûn, fikra xwe bi azadî îfadekirinê ye.
12- Hemwelatiyê/a azad li cihên ku lê dijî di rêxistinbûnên
demokratîk de cî digire. Erka nîqaş û biryargirtinê aydî
binî (taban) ye.
13- Her hemwelatiyê/a azad di biryargirtin û pêkanînê de
xwedî mafên wekhev û adil e.
14- Hemû rêxistinbûn, sazîbûn û yekîne xebitînên demokratîk
esas digirin û tevlî siyaseta demokratîk dibin.
15- Têkoşîna bi civaka cinsparêz re bi qasî jinê erka herî
bingehîn a mêr e jî. Tekane rêya demokratîkbûn û azadbûnê,
bi zîhniyet, exlaq û çanda mêrê serdest re têkoşîn kirin e.
Demokrasî bi bihortina dumendiya jina kole û mêrê serdest
mimkun e.
16- Civaka demokratîk formên zîhniyetê yên mîna dewletparêz,
desthilatparêz, cinsparêz, netewperest, zanistparêz,
olperest, hunerperest (endustrîkirina hunerê), çînparêz li
pêşiya wekhevî, azadî û demokrasiyê wek asteng dibîne û bi
vana re têkoşîn dike.
17- Hemû rêxistinbûn û sazîbûn dema ku zor û şîdet dikeve
dewrê xwedî mafê pêşxistina berxwedana demokratîk a takekesî
an jî rêxistinbûyî ne.
18- Avaniya civakî, li hember hewldanên biyanîkirin, ji
civakîbûnê qutkirin, pergala civakî xerakirin û tunekirinê
xwedi mafê parastina cewherî ye.
19- Li hember feraseta estetîk a dejenerekirinê ya
modernîteya kapîtalîst, pêşxistina feraseta estetîk a civaka
exlaqî û polîtîk a bi awayê baş axaftin û baş tevgerînê esas
digire.
B) TÊKILIYÊN CIVAKÎ: Têkiliya jin û mêr çavkaniya hemû
têkiliyên civakî pêk tîne.
Ji ber vê yekê civaka azad bi pêşketina têkiliya jin û mêr a
ku azad dike re mimkun e. Di têkiliya ku azad dike de
hevretiya wekhev û azad a ku dumendiya jina kevneşop û mêrê
serdest dibihore esas e. Nêzikahiyên tehekumkar, mulkirinê û
serdestîparêz nayên pejirandin, îradeya jinê ya azad esas tê
girtin. Jina azad wek kirdeya jiyana civakî tevlî jiyanê
dibe. Wek pîvana azadîxwaz a jiyana civakî wate dibîne.
Li gor vê;
1-Di hemû têkiliyên civakî de azadî, wekhevî û naskirina
îradeya cewherî esas e.
2- Di têkiliyên jiyanê de nêzikahiyên bi serdestî û kole red
dike. Hevrabûna bi wate esas digire.
3- Di têkiliyan de hevretiya li gor rêgezên exlaqî û polîtîk
esas e.
4- Mêr nikare li hember jinê nêzikahiya desthilatparêz,
koleparêz, mulkparêz û bi serdestî bi pêş bixe.
5- Rêgezên jiyanê yên ku xwe ji cinsparêziya civakî û
paradîgmaya desthilatparêz xwedî dikin red dike.
6- Rêgeza exlaqê ya jin û civakê; hemû nirxên civakî yên ku
bi nasnameya jinê hatine afirandin xwedîkirin, pêşxistin û
biîradekirin e. Bi feraseta namûsê ya ku jinê mîna malê mêr
dibîne re hemû avaniya civakî têkoşîn dide.
7- Xesp û talankirina hemû nirxên civakî yên ku îrade,
nasname û takekesa jinê afirandiye mîna çanda tecawizê û
xerabûna exlaqê dibîne. Li hember viya têkoşîna civakî bi
pêş dixe.
8- Bi armanca têkoşîna li hember şîdeta psîkolojîk û fizîkî
ya li ser jinê xebatên sazîbûyî (qadên azadiyê, navendên
xizmeta civakî û wek vana) dimeşîne.
9- Bi nêzikahiyên ku jinê bê îrade dihêlin, dikin heyber,
dikin meta û wek objeya cinsî bi kar tînin re têkoşîn dike.
10- Di êrîşên îstîsmara cinsî û tecawizî yên ku li hember
jinê tên pêşxistin de nêzikahiyên ku mexdûriya jinê ji
nedîtî ve tên û nêzikahiyên civaka cinsparêz a paşvemayî û
kevneşopî mehkûm dike û li hember viya têkoşîn û parastina
cewherî ya jinê bi pêş dixe.
11-Nêzikahî û polîtîkaya dewletê ya ku çanda tecawizê ji
rêzê dibînin û normal dikin ên civaka cinsparêz mehkûm dike.
Tecawizê, di şexsê jinê de wek êrîşeke ji îrade û rûmeta
civakê re hatibe kirin dibîne û li hember viya têkoşîn dide.
12-Ji cîhana jinê ya madî û manewî re bi tu awayî şîdet,
tecawiz û xesp nayê pêkanîn. Dema ku pêk bên jin xwedî
parastina xwe ya cewherî ye.
13- Her jin li hember koletiya ku bi darê zorê hatiye
pejirandin û yek ji awayên herikîna desthilatdariyê koletiya
ku hatiye hundirînkirin; hişmendiya xwe ya cins, hişmendiya
civaka dîrokî, çanda berxwedana demokratîk û parastina xwe
ya cewherî bi pêş dixe û têkoşîn dike.
14- Heta ku avakirina civaka demokratîk biqede, di hemû
qadên civakî de ji bo jinê cudakariya pozîtîf tê pêkanîn.
15- Di qada xebatê de cudahiya ku li jinê tê kirin red dike.
Ji bo îstîhdama jinê hewldanên pêwîst ên rewa û qanûnî dide.
Di qada xebatê ya civakî de jin wek hêza kar a erzan nayê
nirxandin. Keda ku jin di hemû qadên jiyanê de xerc dike,
nirxa civakî ye.
16- Keda dayîkê, keda herî mezin a civakî ye. Ji bo ku
dayîktî di civakê de wek nirxa madî û manewî bê dîtin
têkoşîn dide.
17- Jin, di hemû qadên civakî yên aborî, civakî, çandî û
siyasî de bi nasnameya xwe ya jinê ya rêxistinbûyî cî digire.
Ji bo Ciwanan;
1- Ciwan hêza herî azad û dînamîk ên civaka exlaqî û polîtîk
in. Civaka ku ciwanên xwe winda
kiribe an jî ciwanên ku civaka xwe winda kiribin ji têkçûnê
(binketinê) wêdetir, mafê hebûna xwe winda kirî, îxanetî wî
kiriye.
2- Çawa ku wê civak ji ciwanên xwe mehrûm neyê hiştin, ciwan
jî ji cewhera civakî re nikarin
bên biyanîkirin.
3- Erka perwerdekirina ciwanan, ji derveyî civakê ji tu hêz,
dewlet an jî amûra desthilatdariyê
re nayê parvekirin û dewrkirin.
4- Ciwan, ên ku hemû zanîn û tecrûbeya civakî kom kirine, di
serî de kal û pîr xwedî mafê
sûdgirtina ji tecrûbeyên hemû civakê ye.
5- Li hember hemû avanihên dewletparêz ên ku ciwanan
diçewisînin û ferasetên jerontokratîk
têkoşîn tê dayîn.
6- Li hember serdestiya mêr û otorîteya serdestiyê ya li ser
ciwanan têkoşîna biîradekirina
ciwanan tê meşandin.
7- Li hember avaniyên ku ciwanan dikin wek hêzên mîlîter ên
sîstemên dewletparêz û
desthilatparêz têkoşîn tê dayîn û reda wijdanî wek maf tê
pejirandin.
8- Wek du hêzên civakî yên ku herî zêde bi nêzikahiyên
serdest ên mêr re rû bi rû dimînin
têkoşîna jin û ciwanan têkoşîneke ku hevdu xurt dike û
hevpar dibe ye.
9- Li hember her cure şîdet, di temenekî biçûk de zewicandin,
fihûş û tecawizê ya li ser jina
ciwan têkoşîn tê meşandin.
10- Ciwan ji aliyê malbatên xwe ve nayên mulk-kirin. Li
hember şîdeta malbatê ciwan di bin
parastina civakî de tê girtin.
Ji bo zarokan;
1- Yên ku pêşeroj, herikîn û nûkirina civakê pêk tînin kesên
biçûk in. Her kes heta 18 saliya xwe ji mafên zarokan sûd
digire.
2- Ji dema ku tên dinyayê ve avaniya mekana ku wê tê de azad
û bi tendirustî bijîn hemû civak berpirsiyar e.
3- Tenê bi feraseta berdewamkirin, bêdawîbûn û ebedîbûna
nijada xwe nifûs nikare bê zêdekirin.
4- Ji perwerdeya zarok, di serî de dê û bav hemû beşên
civakê berpirsiyar in. Perwerde, çalakiyeke kolektîf e.
5- Perwerdeya zarok li derveyî civakê ji hêzeke din (dewlet)
re nabe ku bê dewrkirin.
6- Xwedî mafê hînbûna hemû nirx, kevneşop, ziman û çanda
civaka ku girêdayiye ye.
7- Ji xwedîbûn, parastin û berdewamkirina jiyana wan, di
serî de malbat hemû civak berpirsiyar e.
8- Di zarokanînê de, îradeya azad a jinê û tercîha wê esas
e.
9- Di nav malbatê de û li derveyî malbatê her şîdeta li ser
zarokan sûc e. Zarok di bin parastina civakê de tên girtin.
10- Zarok nabe kuji hezkirin, hurmet û eleqeyê bêpar, mehrûm
bê hiştin.
11- Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafê herî bingehîn ê her
zarokî/ê ye.
12- Îstîsmara zarokan (seks û amûra reklamê) sûcekî civakî
ye. Têkoşîna li hember viya erkeke civakî ye.
13- Zarok nabe ku bi zîhniyeteke cinsiyetparêziya civakî bên
perwerdekirin.
14- Li hember YÎBO’yên (dibistanên şevinî, dibistanên leylî)
saziyên perwedeyê yên alternatîf tên pêşxistin.
15- Di temenê zaroktî de dan xebitandin sûc tê dîtin. Lê ji
malbata ku di temenê zaroktî de hewceyî xebatê dike re ji bo
ewleyiya civakî bê bidestxistin jî têkoşîn dimeşîne.
16- Ji hemû pêwîstiyên zarokên ku bûne mexdûrê şer, di serî
de ji perwerde û tendirustiyê hemû civak berpirsiyar e.
Ji bo kal û pîran;
1- Pîrbûn jiyankirin e, merheleyeke xwezayî ya jiyana mirov
e. Kal û pîr wek çavkaniya tecrûbeyê ya civakê tên
destgirtin.
2- Pêwîstiya xwedîkirinê û hemû pêwîstiyên jiyanî yên kal û
pîran, di nav hevpariyeke civakî de tê bicîanîn. Derfeta
jiyaneke bi tendirust, ji aliyê civakê ve tê avakirin û
parastin.
3- Kal û pîr ji hilberîna civakî nayên qutkirin. Şert û
mercên ku bikaribin li gor hêz û qabîliyeta xwe tevlî
hilberînê bibin tê avakirin.
4- Ji bo kal û pîran derdorên ku wê eleqe, hezkirin û
hurmeta pêwîst bibînin tên afirandin.
5- Ji bo ewlehiya tendirustiyê, mafê tevlîbûna jiyana çandî
û civakî ya kal û pîran bê bidestxistin hemû civak têkoşîn
dide meşandin.
C) MALBATA DEMOKRATÎK Û BIHEVREBÛNA AZAD
Malbata demokratîk, malbata ku sîstemê biberdewamî dike û
têkiliya yekalî û bibingeh
mêr red dike. Modêla heyî ya malbatê wek xanedan û dewleta
biçûk a mêr rol tê dayîn û sazîbûneke îdeolojîk dinirxîne.
Li hember viya malbata demokratîk a ku ji pevrebûna azad a
jin û mêr pêk tê û li gor îradeya hevpar a her duyan tê
meşandin ava dike. Di malbata demokratîk de li şûna
têkiliyên ku hevdu dikin mulk, bihevrebûna azad û bidil a bi
tercîha azad û îradeya azad esas e. Li ser daxwaziya yek ji
aliyan bihevrebûn tê dawîkirin. Malbat di xizmeta civakîbûna
demokratîk de ye û di demokratîkbûna civakê ya ji aliyê jinê
ve ye de erk digire. Bihevrebûnên jin û mêr ên ku avakirina
saziya malbatê ji xwe re nakin hedef jî di bingeha
bihevrebûnên azad tên pêkanîn. Bihevrebûnên azad, bi kesên
azad ên ku gihîştine heqîqeta civakî û xwedî zanyarî û hêza
civakî mimkun e. Heta ku mirov negihê heqîqeta civakî
bihevrebûnên azad ên ku xwe spartina eşq û evîn û hezkirinê
nikarin bên pêkanîn. Eşq; hevaltî û bihevrebûna jiyana azad
e. Di kesên ku di koletî, tecawiz û desthilatdariyê geriyane
de eşq pêk nayê. Ji ber vê yekê pêkhatina eşqê, bi asta
azadiya beramberî hev a di exlaqa mirov de ve girêdayî ye.
Li ser vî esasî;
1- Di civaka demokratîk de avakirina malbatê, bi
hilbijartina azad û biryara bi îradeya cewherî ya aliyan tê
pêkanîn. Malbata ku bi darê zorê, tehdît, berdêl û li gor
berjewendiyên aborî û siyasî wê pêk bê red dike.
2- Ji bo modêlên malbatê yên di civaka heyî de li ser esasên
demokratîk bên guherîn û veguherîn çalakiyên perwerde û
hişyarkirinê tên meşandin.
3- Li ser bihevrebûnên jin û mêr ên civaka fermî pênaseyên
jin û mêrtiyê wek têkiliya mal û mulk dinirxîne û red dike.
Li hember viya hevaltiya jiyana azad bi pêş dixe.
4- Hemû endamên malbatê, biryarên ku malbatê têkildar dikin
hevpar digirin.
5- Di nav malbatê de nêzikahiyên ku di bav de berbiçav dibin
û li ser zarok û jinê bi pêş dikevin red dike. Di nav
malbatê de têkiliya demokratîk a li gor hezkirin û hurmetê
esas e.
6- Malbata demokratîk a ku merhaleya yekem e zarok tê de
civakî dibe, yek ji sazîbûnên ku tê de hişmendiya exlaqa
civakî pêk tê û ji bo nifşên nû herikîna çandî çêdibe tê
destgirtin.
7- Di têkiliyên navmalbatî de jin û mêr xwedî mafên adil,
wekhev û hevpar in.
8- Di rewşên ku şîdeta nav malbatê çêbibe de
neberdewamkirina sazîbûna malbatê derdikeve holê.
9- Berpirsiyariyên civakî yên ku li berdewamkirina malbatê
tên barkirin ji aliyê jin û mêr ve di esasên wekhev û adil
de tên meşandin. Rolên civakî yên ku civaka cinsparêz li jin
û mêr bar kiriye red dike. Di berdewamkirina malbatê de jin
û mêr xwedî berpirsiyariyên wekhev û adil in.
10- Peymanên malbatê yên ku alî dibin mulk red dike.
11- Ji ber ku zayîna zarok di bedena jinê de û di cîhana wê
ya hest û fikrî de bibandor dibe zarokanîn girêdayî îradeya
wê ye.
12- Bikaranîna cinsiyetê wek desthilatdarî û dagirkeriyê red
dike.
13- Li hember feraseta civaka dewletparêz a ku cinseltiya
jinê dike meta, bi xistina cinsî ya jinê desthilatdariya
jinê xurt dike têkoşîn dide. Nêzikahiya desthilatparêz a mêr
a li gor cinseltiyê red dike û li hember viya têkoşîn dide
meşandin.
14- Di malbatê de li derveyî daxwaziya jinê, arastebûnên mêr
ên cinsî yên bi darê zorê wek tecawiz digire dest.
15- Têkoşîna ji bo bihortina çanda tecawizê yek ji erkên
bingehîn e.
16- Her cure awayên têkilî û tevgerên ku baweriya beramberî
hev, hurmet û hezkirinê ji holê radike red dike.
D) SIYASETA DEMOKRATÎK
Amûra bingehîn a siyaseta demokratîk pêkhatina civaka
demokratîk e. Hewl dide ku karên
civakê yên hevpar bi nîqaş û biryaran bê rêvebirin,
civakîbûnê xurt dike. Siyaset encax bi beşdariya hemû beşên
civakê dikare demokratîk bibe. Ji ber vê yekê siyasetê ji
bin ve pêş dixe û siyaseta demokratîk bi pêş dixe. Ji
cudahiyên hemû beşên civakê re di bingeha hurmetê de, ji bo
wekhevî û lihevkirinê zemînên cihêrengiyê diafirîne. Sîstema
nîqaşên hevpar, girtina biryarên hevpar û pêkanîna hevpar
rêxistin dike. Asta azadiyê ya jinê û tevlîbûna wê ya
siyaseta demokratîk di siyaseta demokratîk de pîvangek e.
Tevgera demokrasiyê ya giştî û amûrên wê dibe ku jinê negire
nav xwe. Ji ber vê yekê jin, bi amûrên xwe yên cewherî û
têkoşîna xwe di têkoşîna demokrasiya giştî de hêzeke
diyarker e. Jin, saziyên xwe yên siyaseta demokratîk ên wek
kongre, meclîs û komun ava dike û di rêxistinbûnên siyaseta
demokratîk ên heyî de bi îradeya xwe ya cewherî û
rêxistinbûna xwe cî digire. Di rêxistinbûnên konfederal ên
demokratîk de jin roleke çalak dilîze.
Li ser vî esasî;
1- Siyaseta demokratîk; jin, xwedî mafê nîqaşkirina
pêwîstiyên xwe yên civakî, biryargirtin û pêkanînê ye.
2- Hurmeta ji cudahiyên hemû civakê re, di bingeha cudahiyê
de, feraseta yekîtî, wekhevî û lihevkirinê bi pêş dixe.
3- Siyaseta demokratîk; rêxistinbûnên demokratîk ên wek
partî, kom, meclîs, medya, sendîqa, yekîtî û komele digire
nav xwe.
4- Bi armanca civaka demokratîk tevlî siyasetê bike, her tim
ji bo civakê xebatên perwerdeyê dimeşîne û akademiyên
siyasetê ava dike.
5- Tu rêxistinbûnên siyaseta demokratîk nikare
desthilatdariya komekê di ser civakê re ya diyar hedef
bigire.
6- Amûrên siyaseta demokratîk karê niçika, dûvika dewletê
nabînin. Civakê bi dewletê re girê nade, di navbera dewlet û
civakê de diparêze û berjewendiyên civakê esas digire. Bi
dewletê re lihevkirina bi rêgez raber dike.
7- Di nav avaniya tevlîhev a civakê de rêxistinbûnên berwar
û tîkî ava dike.
8- Jin û ciwan, hêzên dînamîk ên bingehîn ên siyaseta
demokratîk in.
9- Nasnameyên çandî, etnîk û netewî xwedî mafê rêxistinbûna
siyaseta demokratîk in.
10- Siyaseta demokratîk desthilatdariyê hedef nagire, lê bi
hedefa pêşiya civaka demokratîk û siyasetê vebike, ji bo
dewletê hestiyar bike dikare di meclîsên sîstemê de cî
bigire. Di vê cîgirtinê de nêzikahiya rêgezî; avakirina
azadiya civakî ye.
E) PARASTINA CEWHERÎ
Parastina cewherî, polîtîkaya ewlehiyê ya civaka exlaqî û
polîtîk e. Awayê rêxistinkirî
ya refleksa parastinê ya ku di xwezaya yekemîn de heye
sazîbûnên parastina cehwerî ye. Parastina cewherî awayê
sift, zêdebûyî yê siyaseta demokratîk e. Fonksiyonelbûna
avaniya polîtîk û exlaqî ya civakîbûnê û siyaseta demokratîk
di avaniya civakî de erkdarî bi dest bixe, hêza wan a
bingehîn e. Li hember jiyana exlaqî û polîtîk a civakî,
rizandin, dejenerekirin, danşerkirin, nexweşîtî, girtina bin
tehakumê, ferzkirinên dagirker, arasteyên ku jiyanê tehdît
dikin, bêîradekirin, radest girtin, qirkirin ên ku ji derve
û hundir ve dikarin bên, polîtîkaya parastinê ya hebûna
civakê ye. Civaka ku di xwebûnê de israr dike vê helwesta
xwe encax bi derfet û sazîbûnên parastina cewherî dikare bi
pêş bixe. Ji ber vê yekê civaka exlaqî, ji aliyê kes û
saziyên xwe ve parastina cewherî li gel ku mafekî ye erkekî
bingehîn e.
Li ser vî esasî;
1- Parastina cewherî, li hember êrîş û arasteyiyên avaniyên
mîlîtarîst maf û erka parastina cewherî ya civakî ye.
2- Jin, nabe ku erka xwe ya parastina cewherî ji însafa tu
hêzî re bihêle, radest bike, dewr bike.
3- Jin, rêxistinbûn û xeta berxwedanê ya demokratîk ên
parastina cewherî bi pêş dixe.
4- Astengiyên li pêşiya îradeya siyaseta demokratîk a civaka
exlaqî û polîtîk ji holê radike û bêbandor dike.
5- Rêxistinbûna parastina cewherî ya jinê yek ji sazîbûnên
bingehîn a civakê ye.
6- Sazîbûnên parastina cewherî bi serê xwe hêza
biryargirtinê nîn in. Hêza parastina cewherî artêşeke
dewletparêz a tîpîk nîn e, hêza xwe ji civakê digire,
rêxistinbûnên wek asayîş û milîs dike. Di bin kontrola
sazîbûnên demokratîk de ye.
7- Parastina cewherî wek saziyeke civaka demokratîk yek ji
sazîbûnên sîstema konfederal a demokratîk e.
8- Li hember qirkirin, qetlîam û koçbarkirinê mafê xwe yê
berxwedanê, ger ku tu derfeta demokratîk nemîne, bi awayê
hêzên parastina gel û serhildanê datîne holê.
9- Li hember êrîşên leşkerî, îdeolojîk, civakî, çandî û hemû
êrîşên paşvemayî jin hêza xwe ya hem takekesî hem jî
parastina cewherî bi pêş dixe.
F) ABORÎ
Aborî; qanûnên jinê yên ku hilberîn û xwedîbûnê di bingeha
wekhev û adil a civakîbûn
de parve dike ye. Pîşeya civakî ya xwezayî û çalakiya jinê
ye. Avaniya civakî, xwedîbûn û hilberîna ku hewcedariya herî
bingehîn e hildigire nav xwe. Aboriya civakî, bi kolektîfî
tê avakirin û sparteka wê ya bingehîn ax e. Polîtîkayên
aboriyê yên ku sîstema modernîst, kapîtalîst derxistiye
holê; amûrên aboriya civakî tune dike, civakê vediguherîne
sîstema têkiliyên kar û sermayeyê ava dike. Wek mînak,
berdêla keda dayîktiyê ya ku saziyeke bingehîn a civakî û
dîrokî ye tu patron, karker, gundî û kes nikare bide.
Muameleya ku li jina ku di rewşa ev qas bi zor û bi çalakî,
hestiyar û biaqil û her tim serî radike de ye tê kirin bi
qanûna kar a modernîteya kapîtalîst dikare were ravekirin,
îzahkirin. Ji ber vê yekê bi polîtîkayên sexte û dijberî
aboriyên ku modernîteya kapîtalîst derxistiye holê re di nav
têkoşînekê de ye.
Li ser vî esasî;
1- Çandinî, hêmana ku çanda madî û manewî ya civakî derdixe
holê ye. Çandinî li gel çareserkirina pirsgirêka xwedîbûna
civakê, di serî de jîrikî (zeka), ziman, nifûs, rêveberî,
parastin, cîwarbûn, ol, teknîk, lixwekirin û etnîk, di
pêkhatin û berdewamîkirina amûrên çandî yên bingehîn ên madî
û manewî de jî sereke ye. Ji lewra divê ji aliyê civakê ve
pê parastin jî. Li ser vî esasî bingeha aborî ya şaristaniya
demokratîk, bi yekdestiyên sermayeyê yên ku li ser nirxê
zêde hatiye avakirin re her tim di nav nakokî û şerekî de
ye.
2- Ekonomîzm, endustrîparêzî û dewletparêziya netewî ku
çalakiya aborî ya ku erka bingehîn a jinê ye xesp dike, hemû
nirxên civakî û qadan bi çanda xespê dixemilîne, dijberî
civakîbûnê dibîne û li hember wê aboriya eko rêxistin dike.
3- Rêxistinkirina ekolojîk di bingeha feraseta çandiniya
ekolojîk û endustriya eko de bi pêş dixe.
4- Kapîtala fînans, hemû polîtîkayên li ser karê yên ku
sermayeya yekdestî ava kiriye red dike û li hember viya
modêla aborî ya komunal rêxistin dike.
5- Hemû hêzên civakî ji belavkirina hatiniyê bi wekhevî û
adil xwedî mafê sûdgirtinê ne.
6- Li hember biyanîbûna kedê hişmendiya keda civakî bi pêş
dixe. Teoriya kedê ya li gor têkiliya karker û patron wek
biyanîbûna ji kedê re dibîne. Li hember pênaseya kedê ya
cinsparêz, çînparêz dike û zarokanîna jinê û xwedîkirina
wan, keda wê ya nav malê û hemû pêvajoyên hilberînê yên madî
û manewî yên civakê wek pênaseyên bingehîn ên kedê bi wesf
dike, dibîne.
7- Di aboriyê de ji bo jinê rêgeza cudahiya pozîtîf tê
pêkanîn. Aboriya malê wek çalakiyeke aborî ya bingehîn
dibîne. Li hember viya bi xespa kedê û înkarkirinê re
têkoşîn dide.
8- Aborî li gor pêwîstiyên bingehîn tê meşandin. Hemû
polîtîkayên endustriyalîzmê yên ku pêşekiyê didin kara
yekdestî red dike.
9- Di hilberîna civakî de marja karê, afirandina nirxa zêde
na, bicîanîna hewcedariyên civakî esas e. Rewşên berevajî
wek sûcê polîtîk tê destgirtin.
10- Di hilberîna aborî de li şûna yektîpî û hilberîna serî,
çeşîtdariya civakî li ber çav digire, hilberîna ku
hilbijêrkên cuda pêşkêş dike û afirîner esas e.
11- Polîtîkayên aboriyê yên ku civakê wek çîn vediqetîne û
desthilatparêz û hemberî, rikberî red dike.
12- Bêkarî, birçîbûn, xizanî û çînîbûna ku di ser vana re tê
bidestxistin tê redkirin û li hember polîtîkayên vê
zîhniyetê jiyana kolektîf û hevparî esas tê girtin.
13- Hemû beş û kesên civakê ji hilberîna aboriyê re, bi şert
û mercên wesfî xwedî mafê tevlîbûnê ne. Tu beş û kesên
civakê nabe ku bê kar bê hiştin.
14- Desthilatdarî û sermayeyê wek biyanîbûna ji keda civakî
re dibîne û red dike. Qada hilberînê ya ku wê zirarê bide
avaniya civakî pêk nayne.
15- Spor, huner û tendirustiya civakî nabe ku wek sektora ku
karê tîne bê destgirtin.
16- Ji bo qadên çandiniyê yên ku xera bûne ji nû ve li xweza
û civakê bên qezenckirin têkoşîn dide û çandiniya organîk
rêxistin dike. Dema ku pêwîstiya xwedîbûnê tê bicîanîn, nabe
ku bê ketin nav çalakiyên hilberînê yên ku zirarê didin
zindiyan û wan tune dikin.
17- Li hember her cure sermayeya ku di ser bedena jinê re
hatiye avakirin disekine. Li ser vê esasê di sektora fihûşê
de bikaranîna wê sûc dihesibîne û li hember viya têkoşîn
dide.
G) EKOLOJÎ
Qada ekolojiyê bi di nav hev de bûna xweza û civakê pêk tê.
Tunebûna xwezayê tunebûna civakê ye jî. Ji ber vê yekê di
bingeha hevdu jiyankirinê de, girêdaneke her timî ava dike.
Hemû heyberên di xwezayê de zindî ne. Pênaseya xwezaya wehşî
û dîsa gotina di xwezayê de hebûna têkiliyên ku hevdu tune
dikin, yek ji normên zîhniyeta ku di bingeha tunekirinê de
ava dibin e. Her wiha heqîqeta xwezayê danayne holê.
Nêzikahiya parastin, jiyankirin û xwedîkirina hemû qadên ku
civak lê dijî di qada ekolojîk de jî hebûna xwe berdewam
dike. Tehakuma ku sîstema mêrê serdest li ser jinê pêş dixe,
çavkaniya serdestiya li ser xwezayê pêk tîne. Ji ber vê yekê
şikandina nêzikahiya tehekumkar a li ser xwezayê ya
zîhniyeta serdest a mêr pêşî bihortina nêzikahiya tehakumkar
a li ser jinê pêwîst dike.
Li ser vî esasî;
1- Civak û xweza di bingeha hevdu jiyankirinê de têkilî
datînin. Civakîbûn, li ser esasa ahenga bi xwezayê re heyî
dibe û bi berdewamî dibe.
2- Civaka exlaqî û polîtîk, hewldanên hikumkirina li ser
xwezayê red dike.
3- Nêzikahiyên zîhnî, teknolojîk, demografîk, endustriyel û
bajarî yên ku wê hevsenga xwezayê xera bikin û pêkanînên ku
wê ahenga derdorê xera bikin red dike.
4- Bajarên pir mezin, ji ber ku wê pirsgirêkên civaka bi
qeyran wek ekolojî, tendirustî, aborî, çandî, civakî,
siyaset û bêkariyê pêk bînin naçe avabûnên bi vî rengî.
5- Sîstema têkiliya gund û bajar a ku hevdu xwedî dikin ava
dike.
6- Bi hemû qadên civakî re di nav têkiliyê de, xweza, ax û
hişmendiya civakî bi avaniya civakî tê qezenckirin.
7- Li hember bajarbûnên ku civaka gund tune dikin û saziyên
wê di nav têkoşînê de ye. Bajarbûnên mezin ên heyî tîne
rewşeke bi civaka gund re ahengdar. Vê têkoşînê bi qadên
aborî, civakî, siyasî, perwerde, çand, ol, medya û parastina
cewherî re hevpar dimeşîne.
8- Sazîbûnên ku wê valakirina gundan ji ber pirsgirêkên şer
û pevçûn, xwedîbûn û perwerdeyê asteng bike ava dike. Bi
qadên aborî, siyaseta demokratîk, perwerde, zanist, medya û
parastina cewherî re têkildar vegera gundan pêk tîne.
Koçberiya hundir û derve tê astengkirin û pêşî li xerabûnên
civakî digire.
9- Li hember zêdebûna nifûsê ku yek ji pirsgirêkên xerabûna
ahenga ekolojiyê ye hişmendiya civakî bi pêş dixe. Di vê
mijarê de bi hemû sazîbûnên civakê re têkildar têkoşîn
dimeşîne.
10- Cihên dîrokî wek hêza madî ya hişmendiya dîroka civakî
dibîne û diparêze. Tu qada dîrokî wek qada karê nabe ku bê
dîtin û sermayekirin. Li hember polîtîkayên bendavan yên ku
cihên dîrokî tune dikin têkoşîn dimeşîne.
11- Mafê parastinê yên hemû zindiyên ku di xwezayê de ne
heye. Şewitandina daristanan, birîna
daran a bêkontrol, qirêjkirina derya û çeman wek tunekirina
jiyana zindî dibîne û li hember viya têkoşîn dimeşîne.
12- Parastina derdora xwezayî, yek ji erkên sereke yên
civakîbûna mirov e.
13- Li hember hilberandina berhemên ku genetîka wan hatiye
xerakirin têkoşîn dide, hilberîna
ekolojîk esas digire.
H) PERWERDE
Perwerde, tecrûbeya civakî, wek zanînên teorîk û pratîk, bi
hemû endamên xwe, bi taybet jî ji ciwan û zarokan re dan
pejirandin û hewldana watedarkirinê ye. Berdewamiya civakî
bi perwedeyê tê meşandin. Perwerde ne erka desthilatdarî û
dewletê erka herî bingehîn a jinê ye. Hem maf hem jî wek erk
zarok û ciwanên xwe li gor kevneşopî û taybetiyên xwezaya
civakî xwedîkirin mijareke jiyanî ye. Jin, di perwerdekirina
zarokan de rola herî bingehîn digirin ser xwe. Hînkera,
mamosteya binyadî û yekem a civakê ye. Hêza diyarker a esas
a polîtîkaya perwedeyê ye.
Li ser vî esasî;
1- Mafê perwedeyê pîroz e û çavkaniya xwe ji hebûnê digire.
2- Civak xwedî mafê perwerdekirina endamên xwe ye, ev maf
nabe ku bi tu hêzeke derveyî civakê re bê parvekirin û
dewrkirin.
3- Wek perwerdekara bingehîn û yekem mafê jinê yê
diyarkirina polîtîkayên perwedeyê, nîqaş û biryargirtinê
heye.
4- Hemû endamên civakê, taybet jî zarok û ciwan çand û
xwezaya xwe ya ku ji çavkaniya exlaqî û polîtîk xwedî dibe,
cewhera xwe ya civakî hîn bibin mafekî wan ê xwezayî ye.
5- Çand û exlaqa civakî, avaniyên zanînê yên teorîk û
pratîk, zenaet, ezmûn û tecrûbeyên wan bêyî ku tu cudahî bê
kirin hewl tê dayîn ku hemû endamên civakê bi dest bixin.
6- Hemû endamên civakê xwedî mafê bi zimanê xwe yê dayîkê
perwerde dîtin, çand û zimanê xwe bi pêş ve birinê ne.
7- Sîstema perwerdeya li gor amûrên modernîteya kapîtalîst,
netewparestî, zanistparêzî, olperestî û cinsparêziyê red
dike.
8- Qada perwedeyê ya civakî; sîstemeke perwerdeyê ya li gor
azadiya civakî, avaniya fikrê nerm, di nev hev de bûna
cudahiyan rêxistin dike. Di perwedeyê de afirînerî û
kolektivîzm nêzikahiya bingehîn e.
9- Sazîbûnên perwerdeyê yên ku li gor sazîbûnên ku
desthilatdariyê belav dikin ên sîstema serdest red dike. Wek
saziyên ku azadiya civakî, exlaq û polîtîka, demokrasî belav
dikin, sazîbûnên nû yên perwerdeyê ava dike.
10- Civak, çalakiyên xwe yên hişmendiyê, di akademiyên
siyaset, çand û huner û ocaxan de dimeşîne.
I)TENDIRUSTÎ
Qada civakî ya tendirustiyê, di serê qadên ku civak bi
tecrûbe û hêza xwe ya
cewherî ava kiriye de tê. Di civakîbûna roja me de çavkaniya
pirsgirêkên kûr ên tendirustiyê, polîtîkayên desthilatdar
yên ku sîstema cinsparêz û çînparêz li ser civakê ferz
kiriye ye. Sîstem di qada tendirustiyê de desthilatdariya
xwe ya bîo pêk tîne. Kes dikin heyberê zanistê û ji teserûfa
kirdariya zanistparêz re tê hiştin. Di halê xwezayî yê
civakê de pirsgirêkên tendirustiyê yên kûr nehatine
jiyankirin. Her ku civak ji nasnameya xwe re hatiye
biyanîkirin pirsgirêkên tendirustiyê jî derketine. Pençeşêr,
AÎDS û nexweşînên stresê di encama endustriyalîzm,
bajarîbûna çelexarî û cinseltiya ku zêde hatiye tehrîk-kirin
de wek nexweşînên serdemê jiyana mirov tehdît dikin. Ji ber
vê yekê qada tendirustiyê bi serê xwe nikare çareseriyê ji
pirsgirêkên tendirustiyê re bibîne. Bi qadên civakê yên din
re di nav têkiliyê de, ji bo tendirustiya ruh û beden a
civakê pêk were xebat dide maşandin. Tendirustiya civakî,
nabe ku di labaratuarên ku zanist manewiyatê tune dihesibîne
û têkiliya xweza û civakê înkar dike de bê hepskirin. Her
wiha feraseteke ku tendirustiya kes û civakê kirde ye,
zanist tenê ji xwezaya tendirustiyê re xizmet dike esas
digire.
Li ser vî esasî;
1- Qada tendirustiyê ya civakê nabe ku wek xebateke sektorî
bê dîtin. Yekdestiya di qada tendirustiyê de red dike.
2- Civak, qada tendirustiyê wek qadeke pisporiyê dibîne û
sazîbûnên xwe yên cewherî ava dike.
3- Hemû endamên civakê xwedî mafê ku ji xizmetên
tendirustiyê bi awayekî wekhev, adil û bêheq sûd bigirin e.
4- Zêdebûna nifûsê ji bo avaniya civakî wek sînordarkirina
derfetên jiyana tendirustî dibîne. Li ser vî esasî bi hemû
sazîbûnên civakî re çalakiyên zanakirinê yên hevpar
dimeşîne.
5- Tendirustiya civakê tenê ji labaratuarên zanistê re nayê
radestkirin. Ji bo jiyaneke bi tendirust hebûna derdoreke ku
tê de tendirustiya ruh û beden tê parastin şert dike. Ji bo
civakeke bi tendirust sîstemeke ku bi hişekî ekolojîk û
demokratîk teşe girtiye pêwîst e.
6- Tib û rêbazên tedawiyê yên alternatîf tên pêşxistin.
7- Tendirustiya dayîk û zarok wek qada bingehîn a ku
tendirustiya civakê tê de teşe digire dibîne. Li ser vî
esasî di serî de ewlehiya tendirustiyê, polîtîkayên sazîbûyî
yên ku wê xizmetên tendirustiyê yên bingehîn bê dayîn esas
digire.
8- Madeyên ku zirarê didin tendirustiyê (alkol, tiryark,
çixare û hwd) li hember xerckirina wan xebatên başkirin û
zanakirinê dimeşîne.
9- Cihên hilberîna dermanan ji kontrola civakî re vekirî ye.
10- Polîtîkayên tendirustiyê bi civakê re tên avakirin.
Î) SPOR
Spor, di qadên ruhî û zîhnî de tevahiya tevgerên ku
pêşketina bi tendirust a kes û civakê
bi dest dixin e. Di heman demê de qadeke ku çalakiyên civakî
yên civakê lê tên pêşxistin e. Tevahiya tevger û lîstokên
estetîkî yên bi feraseteke aştiyane û dostane ne. Sektora
sporê ya ku civakê ber bi şîdet, bendbendîbûn û hevrikiya ku
tune dike ve dibe, desthilatdarî û kara yekdestî hedef
digire têkoşîn esas e. Li hember zîhniyeta ku sporê
vediguherîne qadên ku tê de netewperestî û fanatîzm tên
pêşxistin, feraseta saziyê ya ku aştiya civakî, estetîzm û
tendirustiyê bi pêş dixe ava dike.
Li gor vê;
1- Spor, wekî ku çalakiyeke civakî ye sazîbûneke têkildarî
qada tendirustiyê ye jî.
2- Esas erka sporê pêşxistina tendirustiya ruh û bedenê ye.
3- Mafê hemû beşên civakê heye ku ji çalakiyên sportîf sûd
bigirin.
4- Tu cureyê sporê nabe ku şîdetê bihewîne. Rêbazên ku wê
şîdeta civakî derxin holê nabe ku bên bikaranîn.
5- Di sporê de feraseta tenê temaşevaniyê red dike, feraseta
tevlîbûnê esas digire.
6- Jinên di her temenî de ji bo jiyaneke bi tendirustî bijîn
bi rojane di nav çalakiyeke sportîf de bin guncaw dibîne.
J) ZANIST
Zanista ku civakê dike heyber, ji hev vediqetîne, dijberî
hev dike, dadixîne, parçe ji tevahî
qut dike, feraseta zanistê ya tenê pozîtîvîst û giştî dike
li hember vana zanista civakparêz esas digire. Halê
sîstembûyî yê tecrûbeya civakê ye, her wiha nêzikahiyeke ku
civakîbûna jê derketiye her tim anîna ba hev, bi pêş xistin
û mezinkirinê esas digire. Hemû dane û lêkolînên zanistî yên
ku derxistine holê, di mijarên afirîneriyê de di xizmeta
civakîbûnê de bin esas e. Xizmeta ji dumendiya kapîtalîst û
modernîst a kar, sermaye û desthilatdariyê re red dike. Ji
jihevqetînên kapîtalîst modernîst û ên ku zanist û zanînê ji
hev parçe dikin, disenifînin direve. Hemû zanistan wek
zanistên civakî digihîne hev. Nêzikahiyên kapîtalîst
modernîteyê yên ku jinê tenê wek cudahiyeke biyolojîk
digirin dest red dike. Zanista Jineolojiyê ya ku jinê bi
xwezaya wê ya civakî, bi azadîxwaz û tevahî esas digire bi
pêş dixe. Qada zanistê, li hember windakirina maneyê ya
civakî ya modernîteya kapîtalîst xwedî maf û erkê berxwedan
û pêşxistina parastinê ye. Di pêşketina zanistê de divê
exlaq rêgeza bingehîn be.
Li ser vî esasî;
1- Zanistparêziyê wek daneheva cinsparêz û desthilatdariyê
li dijberî civakê dibîne. Zanistparêzî, ji ser rêya zanistê
derketin e, dejenerebûn e.
2- Zanist, ji polîtîka û exlaqa civakî xwedî dibe.
3- Zanista Jineolojiyê ya ku wê xwezaya jinê lêkolîn bike tê
pêşxistin û wek parçeyekî zanistên civakî digire dest.
4- Erka bingehîn a zanistê; civakê bi hemû nirx û heqîqeta
wê ve pênase kirin e. Zanist, li hember rêbazên
zanistparêziyê yên ku ji rê derdixin, hişmendiyê biyanî
dikin xwedî maf û erkê parastina civakê ye.
5- Di rêbaza civakî de, feraseta dîroka gerdûnî û herêmî
esas e.
6- Li hember rêbaza zanyarî ya ku zanistê parçe dike û li
dîsîplînan vediqetîne zanista tevahî ya civakî esas digire.
7- Qada zanistê hemû nêzikahiyên yekdestî red dike. Bi
endamên xwe yên adil û wekhev, azad û demokratîk, xebateke
hevpar û bi hev re, ji hev haydar dimeşîne.
8- Mirovên zanyar, hêza pêşeng a ku watedariya civakê pêk
tînin in.
9- Mirovên zanyar, di pozîsyona wijdana civakê de tevlî
jiyana civakî dibin.
10- Kevneperestî, sofîzm, dogmatîzm û faşîzmê wek
nexweşîneke patolojîk dibîne û li hember her cure nexweşiyên
ku tendirustiya civakê xera dikin civakê diparêze.
11- Di civakê de hişmendiya dîrokê bi pêş dixe, di bingeha
demokratîk û azadîxwaz de pêşiya rêxistinbûna wî vedike.
12- Dijberiya xweza û civakê ya teknolojiyê red dike. Di
hemû pêşketinên teknolojîk de afirîneriya civakî esas
digire.
K) RAGIHANDINA CIVAKÎ Û MEDYA
Medya, bi serê xwe amûreke notr e. Qada medya û ragihanê
tenê bi zîhniyeteke demokratîk bê rêxistinkirin dikare
veguhere hişmendîkirina civakî. Amûrên medya û ragihanê, di
xizmeta civaka exlaqî û polîtîk de ne. Civak di bingeha
exlaqî û polîtîk de, aboriya ekolojîk, siyaseta demokratîk,
perwerde, çanda demokratîk, huner, zanist, bawerî û qadên
parastina cewherî yek ji amûrên bingehîn ên ku hişmendiya
civakî pêk tînin e. Medyaya azad û demokratîk, di avakirina
civaka demokratîk, ekolojîk û azad de rola amûra bingehîn
dileyîze. Di roja me de modernîteya kapîtalîst, medyayê di
çelexarîkirina hişmendiya civakî, xumamkirin û manîplekirin,
bi taybetî jinê di anîna halê pêşkêşkirina metayê de wek
amûrek dixebitîne. Amûrên ragihana civakî û medyayê di
sazîbûn û weşanên xwe de nêzikahiyên ku jinê dikin mulk,
kole û meta red dike, li hember viya jinê wek hêza afirînera
civakî û pêşeng digire dest.
Li ser vî esasî;
1- Medya nabe ku bê yekdestîkirin û bikeve xizmeta sermayeya
fînansê.
2- Yek ji amûrên bingehîn ên ku wê rêxistina civakê di
binyada demokratîk de pêk bîne xwedî maf û erka xizmeta
civakîbûnê ye.
3- Polîtîkayên modernîteya kapîtalîst a ku civaka exlaqî û
polîtîk dike girse, takekes dike û veguherîne halê civaka
sanal bi etîkî red dike.
4- Di bin tu mercî de nikare jinê wek amûra seksê pêşkêş
bike. Zarok û ciwanan nikare wek metaya seksê û hêmana
pornografîk bi kar bîne.
5- Hunera civakî, spor û cinseltiyê nabe ku veguherîne şov û
rapêşî, pêşandeyê.
6- Nêzikahiyên desthilatparêz ên bi awayê netewparêzî,
olperest, zayendperest û zanistparêz di polîtîkaya weşanê de
red dike.
7- Di weşanên xwe de cî nade nêzikahiyên ku huner û sporê
dikin endustrî.
8- Bi rêxistinên demokratîk re xebatên hevpar dimeşîne û di
zanabûna civakî de rola amûra bingehîn dileyîze.
9- Di civakê de di pêşxistina piştgiriya civakî û kesên zana
de bi hemû sazîbûnan re çalakiyên hevpar dimeşîne.
10- Heqîqeta civaka polîtîk û exlaqî ya ku rêxistinbûnên
demokratîk, azadîxwaz didin xuyakirin li hemû beşên civakê
belavkirin karê esasîn ê medyayê ye.
11- Teknîkên çapemenî, weşan û ragihanê yên ku wê hemû beşên
civakê bigire nav xwe ava dike.
12- Ji kontrola hemû sazîbûnên civaka demokratîk re vekirî
ye.
13- Amûrên ragihan û medyaya azad xwedî maf û erk e ku bi
weşanên xwe çalakiyên rêxistinkirinên demokratîk ji kontrola
civakî re veke.
12- Jin, amûrên medyaya resen ên alternatîf ava dike û bi
pêş dixe.
15- Ji bo zimanê nêr ê di medyayê de bê derbaskirin û
zîhniyeta demokratîk û azadîxwaz ava bibe têkoşîn dide.
L)HUNER
Huner, afirîneriya xwe ji civak û xwezayê digire. Bi xwezaya
civakî ya jinê re hem taybetiyên mîna hev hildigire hem jî
rasterast bi kiryarên afirînerî yên jinê re dertê holê. Her
wiha girêdaneke xwezayî bi jinê re heye. Wek yek ji qadên ku
afirîneriya civakî di asta herî jor de ye pêwîstî bi avaniya
fikrê nerm dibîne. Di heman demê de di avaniya civakî de, di
pêkhatina avaniya fikra nerm de, di pêşketin û
berdewamîkirinê de erka wê ya lîstina rola çalak heye. Di
afirandina xwezaya sêyemîn a ku wek ahenga xwezaya yekem û
xwezaya duyem dertê holê di nav têkoşîna yên baş û xweşik
watedarkirinê de ye. Ji aliyekî ve nêzikahiyên xweşikahî û
estetîk ên civakê derdixe holê û vê pêwîstiyê bi cî tîne.
Civak bi hunerê digihê daraza xweşikahî û nexweşikahiyê jî.
Endustrîbûna hunera ku yek ji sê hêmanên (spor, seks, huner)
modernîteya kapîtalîst e esas karê hunerê ji holê radike.
Huner bi metakirinê wek sektora kêfê hatiye veguherandin.
Civaka demokratîk hunerê ji nû ve bi xwezaya jin û civakê re
digihîne hev, li ser vê esasê hunera jinê û hemû pêşketinên
hunerî, girîngî didin pêşxistina sazîbûnên civakî.
Li ser vî esasî;
1- Di pêkanîna ahenga civak û xwezayê de erka lîstina rola
çalak a hunerê heye.
2- Li hember zîhniyeta sîstema kapîtalîst a ku endustrî bûye
maf û erka têkoşînkirinê ya civakê heye.
3- Li hember nêzikahiyên hunermendên kapîtalîst, modernîst
ên ku jinê ber bi bûyîna mulk, kole û obje ve dehf didin
têkoşîn dide.
4- Xwezaya civakî ya jinê, nêzikahiyên estetîk û xweşikahiyê
vediguherîne berhemên hunerê û wek heqîqeta civakî derdixe
holê.
5- Huner û hunermend bi berhemên ku derdixin holê re yên ku
hewl didin heqîqeta civaka exlaqî û polîtîk waterdar bikin
in.
6- Huner, têkoşîna derxistina holê ya hêza civakîbûnê
derdixe holê.
7- Li hember feraseta hunera Oryantalîst a ku berhemeke
sosyolojiya Rojava ye têkoşîn dide.
8- Hemû avaniyên çandî û etnîk ên civakê xwedî maf û erka
avakirina hunera xwe ne.
9- Mafê hemû cureyên hunerê heye ku xwe pêk bînin. Tu cureyê
hunerê li gel ku xwedî nêzikahiya serdest ji yên din nîn e
wek dewlemendiyên ku hebûn û berdewamîkirina civakê pêk
tînin wate digirin.
10- Yek ji erkên bingehîn a hunerê, dîrok, nasname û dinyaya
jinê ya ku veşarî maye derdixe û dike aydî civakê. Di
pêşketina civaka demokratîk de roleke çalak dileyîze, çanda
berxwedanê bi pêş dixe û bi berdewamî dike.
M) AVANIYÊN ETNÎK
Hemû avaniyên etnîk ên di civakê de xwedî mafê xwe bi azadî
îfadekirin û rêxistinkirinê
ne. Di pêşxistina têkiliyên piştgiriyê yên avaniyên etnîk bi
hev re de sînorên erdnîgariyê wek asteng nayên dîtin. Ji ber
ku civakîbûn pirnasnamebûnê îfade dike, mafê nasnameyên
etnîk ên cuda ya jiyankirina çanda xwe heye. Ev bihevrabûn
bêyî ku di sînorên dewleta netew de bê hepskirin wek wesfeke
netewbûna demokratîk tê pejirandin.
Li ser vî esasî;
1- Her cudahiya di avaniya civakî de ne sedema cudahiyê, wek
hêmana dewlemendiyê tê parastin.
2- Hemû avaniyên etnîk, ji zemîna azadiyê ya ku cudahî
dewlemendî ye xwedî dibe û mafê jiyanê yê hemû ziman û
zaravayan tê naskirin.
3- Hemû avaniyên etnîk ên ku di nav avahiya civakê de cî
digirin bêyî ku tevlî sînorên dewletê bibin, xwedî mafê
berdewamkirina hebûnên xwe yên çandî bi awayekî bi hev re û
hebûnê ne.
4- Hemû avaniyên etnîk xwedî mafê axaftina ziman û zaravayên
xwe, bi wan perwerde dîtin, dewlemendkirin û parastinê ne.
5- Hemû avaniyên etnîk di bingeha azad, adil û cudahiya
wekheviyan de xwedî mafê tevlîbûna jiyana demokratîk in.
6- Hemû avaniyên etnîk li hember pêkanînên bişaftin,
xwebişaftin, koçberkirina bi darê zorê û qirkirina civakê
xwedî mafê berxwedan û parastina cewherî ne.
7-Tu avaniya etnîk di maneya demografîk de ji ber rewşa
pirbûn an jî zêdebûnê nabe ku bikeve reşwa yê din.
8-Tu avaniya etnîk xwedî mafê serdestiyê nîn e. Di nav
avaniya civakî de girêdayî nêzikahiyên adil û wekhev e.
9- Hemû avaniyên etnîk bi armanca pêkanîna netewa demokratîk
xwedî mafê rêxistinkirina demokratîk in.
10- Jin, di bihevrebûn û têkoşîna azadiyê de hêmana
jevqetînê ya hebûna avaniyên etnîk ên cuda na, berevajî ya
ku hêz dide ye.
N)AVANIYÊN ÇANDÎ
Jin, kirdeya bingehîn a çandê, çavkaniya jiyanê û hêza
berxwedanê ye. Hêza xwe berdewamkirina avaniyên çandî ye.
Bişaftinên çandî, tunekirin, qirkirin bi qetlîama jinê re
wekehev e. Li gel avaniyên çandî yên ku çavkaniya xwe ji
cudahiyên etnîk digirin, wek çanda xwedavenda dayîk a jinê
cuda dibe û heta roja me wek çanda dayîktiyê berdewam dike
avaniyeke çandeke cuda jî heye. Avaniyên çandî, bi qasî ku
wê di nav sînorên dewleta netewî de nikaribin bên hepskirin
dewlemend û çeşîtdar in. Her wiha di nav civakîbûnê de
serdestiya avaniya çandek tenê nabe.
Li ser vî esasî;
1- Hemû avaniyên etnîk xwedî mafê rêxistinbûna demokratîk
in.
2- Jin wek mafên kolektîf xwedî mafê sûdgirtina ji mafên
çandî ye.
3- Çanda dayîktiyê ya jinê, li hember çanda cisparêz wek
avaniya çandî ya demokratîk tê pênasekirin. Wek hemû
avaniyên etnîk xwedî mafê xwe birêxistinkirin, li hember
êrîşan berxwedan û parastina cewherî ye.
4- Hemû avaniyên etnîk li hember dewletparêziya netewî xwedî
mafê berxwedana demokratîk û parastina cewherî ne.
5- Li hember bişaftin, qirkirin, bi darê zorê koçberkirin,
xwebişaftinê her tim di nav berxwedanê de ye.
6- Li hember bi rêya homojenkirinê yektîpkirina civakê her
tim hebûna xwe dewlemend û çeşîtdar dike.
7- Di nav çeşîtdariya civakî de, xwedî mafê dewlemendkirin û
nasandina çanda xwe ye.
8- Avaniyên çandî, li hember şîrovekirinên oryantalîzm,
endustriyalîzm ên sîstema desthilatparêz di bingeha exlaqî û
polîtîk de xwedî mafê parastina hebûna xwe ye.
9- Çand û zimanên ku dewleta netew înkar kiriye, bê nirx
kiriye û lawaz xistiye derxistina holê, jiyankirin û
parastina wan esas e.
O) BAWERÎ
Bawerî di serê nirxên manewî yên civakê de tê. Di roja me de
baweriyên ku sîstema nêr
siyasal kiriye, bûne sedema windakirina heqîqetê. Ol û
mezheb di derketina ewil de ji bo heqîqeta civakî derxin
holê ava bûne. Ol û mezhep wek avaniyên çandî bên
jiyankirin, ji xizmeta berjewendiyên desthilatdariyê yên
sîstema serdest bên derxistin, wek hêmana têkoşîna
demokratîkbûnê lawaz dike na, wek avaniyên demokratîkbûn û
komunalîteyê pejirandina wan û hurmet dayîn esas e.
Li ser vî esasî;
1- Baweriyên civakî, her tim piştgiriya civakî,
kolektîvîzmê, hêza nîqaş û şîrovekirinê xurt dikin û xwedî
maf û erka vê hişmendiyê her tim vekirî bihêlin in.
2- Baweriyên civakî, xwedî avaniyeke exlaqî ku bihevrayî,
tevahî û hebûna civakî diparêze ne.
3- Xwedî wî mafî ye ku hemû nirxên madî û manewî yên ku
baweriya civakî xwedî dikin û hêza polîtîk û exlaqî
veguherîne wek çandê.
4- Cihên baweriyê yên civakî wek cihên ku pirsgirêkên civakî
û biryar lê tên nîqaşkirin, hêza şîroveyê ya manewî
derdikeve holê, exlaqa civakî berbelav dibe û wek cihên
zanabûna civakî xwedî mafê rêxistinbûnê ne.
5- Her kes xwedî mafê hînbûna rêzikên baweriya xwe û îbadetê
ye. Ji bo hînbûna olekî cuda, pejirandin û îbadetê zor li tu
kesî nayê kirin.
6- Hemû avaniyên olî yên ku bûne desthilatdar û siyasal tên
redkirin. Li hember viya gel cihên xwe yên îbadetê ava
dikin.
7- Tu kes di bingeha berjewendiyên baweriyên civakî de xwedî
mafê rêxistinbûn, li civakê belavkirin, bi viya berjewendî
bidestxistin nîn e. Dema ku pêk bê jî wek sûcê exlaqî û
polîtîk tê destgirtin.
P) HINDIKAHÎ
Hindikahî, avaniyên civakî û çandî ne. Avaniya çandî, olî û
mezhebî wek rêjeya nifûsê jî tê pênasekirin. Her hindikahî
xwedî mafê bi azadî nasnameya xwe îfade kirin, hebûna xwe
parastin, berdewamkirin û jiyanê ye. Di nav civakê de bi
hejmarî an demografîk li hember zêdeyî di rewşa yê din de
nayê girtin, veqetîna kirde û heyber nayê kirin. Tu civak û
hindikahî nikare xwe pîrozî bike û bixe pêşiya hindikahî û
civakên din. Ji nasnameyek civakî re zêde wate barkirin û li
ser sekinandin, rê li ber netewparêziyê vedike. Her koma
civakî, li gor rêgeza azadî û wekheviyê xwedî mafê
rêxistinbûna demokratîk e.
Li ser vî esasî;
1- Hemû avaniyên çandî, wek beşên din ê civakê xwedî mafê
jiyanê yên adil û wekhev in.
2- Hemû hindikahî, xwedî mafê pêşxistina rêxistinbûnên xwe
yên cewherî ne.
3- Hindikayî, di sîstema demokratîk û konfederal de
xweseriya xwe biparêzin, bi awayê yekîtî û konfederasyon
hwd. xwe rêxistin bikin divêtiyeke civaka demokratîk e.
4- Pêkanînên qirkirin û bişaftinê yên ku hindikahî pê re rû
bi rû dimînin sûcên mirovahiyê ne. Dewletên ku vî sûcî dikin
ji bo li ser navê mirovahiyê ji hindikahiyan lêborîn
bixwazin xebatên pêwîst tên meşandin.
BEŞA 4.
RÊXISTINKIRINA SÎSTEMA CIVAKA DEMOKRATÎK Û ENDAMÊN PÊKANÎNÊ
A) Konfederalîzma Demokratîk:
1- Rêxistinkirina sîstemî ya civaka demokratîk
Konfederalîzma Demokratîk e. Konfederalîzma
Demokratîk xwe dispêre netewa demokratîk, welatê hevpar û
yekîtiya demokratîk. Têkiliyên bi dewletê re di statuya
xweseriyê de tên sazkirin.
2- Tevlîbûna jinê ya Konfederalîzma Demokratîk xweser û
resen e.
3- Konfederalîzma Demokratîk li gor rêgezên bingehîn ên
civaka demokratîk sîstemeke bi awayê berwar û tîkî tê
rêxistinkirin e.
4- Xwe dispêre rêgeza hêza cewherî û besbûna cewherî.
5- Sîstema demokratîk a civakê ya ku ne dewlet e.
6- Xwe li gor civakê bi pêş dixe û hêza xwe ji binî digire.
7- Erka gotin, nîqaş û biryargirtinê aydî koman e.
8- Di Konfederalîzma Demokratîk de her kom, etnîsîte, çand,
rêxistinên bawerî, tevgerên entelektuel, yekîneyên aborî wek
yekîneyên polîtîk xwe bi xweserî ava dikin û îfade dikin.
9- Konfederalîzma Demokratîk serdestiya netewê esas digire.
10- Di jiyangehekê de, di qadeke ku çend jiyangehan digire
nav xwe de wekî ku di herêmeke fireh de dikare bê pêkanîn,
sîstemeke ku çend herêm û welatî jî bigire nav xwe de dikare
bê pêkanîn.
11- Konfederalîzma Demokratîk yekîneyeke komunên demokratîk
e.
12- Konfederalîzma Demokratîk rêxistinbûna sîstemî ya ku di
avaniyên rêxistinkirî yên hemû beşan de pêk tê ye.
13- Têkiliya Konfederalîzma Demokratîk bi dewletên netew re
ne heta dawî şer, ne jî di nav de bişaftin e. Di ser rêgeza
lihevkirinê û pejirandina rewabûna hev re tevdigere.
14- Konfederasyona Demokratîk ji yekîtiyên hem ji xwe mezin
hem biçûktir re vekirî ye.
15- Di asta parzemînî û cîhanî de Konfederalîzma Demokratîk
teşwîq dike.
16- Konfederalîzma Demokratîk qîma xwe bi rêxistinbûna tenê
di nav dewletekê de nayne. Hemû avaniyên civakî, bêyî ku
bikevin nav sînorên dewletê, ji cîgayî heya gerdûnî dikarin
konfederasyon ava bikin.
17- Jin bi rêxistinkirina konfederalîzma xwe tevlî sîstema
konfederal dibe. Konfederalîzma jinê xwe bi awayê; Komunên
Jinê, Koperatîfên Jinê, Ocaxên Jinê, Meclîsên Jinê,
Kûrûltay, Kongre û Konferansên Jinê, Akademiyên Jina Azad,
Welat û Netewa Demokratîk, Xweseriyên Cîgayî, Herêmî û
Bajarî û Parastina Jinê ya Cewherî bi rêxistin dike.
B) Komunên Jinê:
1- Yekîneya siyasetê ya herî biçûk a civaka demokratîk a
binî ku kom an jî komik bêyî ku cudahiya temen û qabiliyetê
li ber çav bigirin tevlî dibin û parvekirinan pêk tînin e.
Çawa ku berpirsiyariyên komunan li hember meclîsan heye, li
hember komuneke din jî berpirsiyariyên wê hene.
2- Rêxistineke ku endamên komunê pêwîstiyên xwe yên madî û
manewî bi awayekî kolektîf bi cî tînin e.
3- Komun bi hemû pirsgirêkên civakî (aborî, civakî, siyasî
hwd.) têkildar rêxistin dibe.
4- Awayê rêxistinbûna bînî ya ku demokrasiya rasterast tê
pêkanîn e.
5- Her kesên ku di komunê de cî digirin xwedî wî mafîne ku
xwe an jî kesekî/e din berendam nîşan bidin hilbijêrin û bên
hilbijartin.
6- Biryarên xwe bi awayekî eşkere, bi tevlîbûna endamên
komunê digire.
7- Rêveberiya ku wê erkên pratîk kordîne bike ew bixwe
hildibijêre û kontrol dike. Di rewşên ku rêveberiyên tên
hilbijartin ji pêwistiyên gel re nebin bersiv de ji aliyê
gelê ku ew hilbijartine ve dikare paş ve bên kişandin.
8- Rêveberiya hatiye hilbijartin, derbarê xebatên ku
dimeşîne de endamên komunê agahdar dike.
9- Bi rêveberiya komunê ve girêdayî di çarçoveya pêwîstiyan
de dikare komîsyon bê avakirin.
10- Her jin teqez (mûtlaka) ji komunekê re endambûnê, di
tevlîbûna jiyana civakî de ji bo xwe wek rêgezeke nebe nabe
dipejirîne.
C)Koperatîfên Jinê:
1- Modêla rêxistinbûna civaka demokratîk û jinê ya aborî ye.
2- Koperatîf, pêwîstiyên aborî yên civakê bi cî tînin.
Bihortina desthilatdariya yekdestiyê li ser bazarê û qanûna
kara zêde zêde û hemû civakê tevlî hilberînê kirin ji xwe re
dike armanc.
3- Rêxistina piştgiriyê ya kolektîf a yekîneyên hilberînê
yên cuda ye.
4- Yekîneyên aborî, li şûna berjewendî û karên takekesî, di
nav hewla pêkanîna berjewendiyên di lehê civakî de ne.
5- Veqetîna hilberîner û yên xerc dikin ji holê radike û her
kesî/ê tevlî hilberîna civakî dike.
6- Hewl dide ku ked û berhem nirxa xwe ya rastîn bigirin.
7- Maliyetan dadixîne. Hilberînê li gor pêwîstiyê diyar dike
û berhemdariyê geş dike.
8- Nahêle ku buhayê bazarê zêde bilind bibin.
9- Avabûna bazara civakî pêk tîne.
10- Zirara di belavbûna hatiniyê de ji holê radike û di
belavbûna hatiniyê de hevsengê pêk tîne.
11- Li hember sermayedaran û dayîna faîzê derdikeve.
12- Koperatîfvaniyê bi pêş dixe û berbelav dike.
13- Hemû koperatîf digihên hev û xwe wek Tevgerên
Koperatîfan rêxistin dikin.
14- Koperatîf bi hilbijartinê tên erkê, li gor esasa bi
hilbijartinê ji erkgirtinê rêxistin dibin.
D) Ocaxên Jinê:
1- Qada rêxistinê ya ku çanda civakî ya demokratîk, nirxên
wê yên manewî di bingeha rêgezên demokrasî û azadiyê de tên
hilberîn û ji civak û kesên wê yên azad re tê veguhêztin e.
2- Navendên ku civakîbûna jinê û hişmendiya azadiya jinê tê
hînkirin û veguhêztin in.
E) Akademiyên Jina Azad:
1- Akademî, saziyên ku pêwîstiyên perwedeyê yên jinê û
civakê tê de tên bicîanîn in.
2- Di bingeha îdeolojiya azadiya jinê de navendên ku
perwerdeya civakê û nasnameya jina azad di takekesa jinê de
biafirînin û felsefeya vê jiyanê ava bikin in.
3- Navendên jinê yên ronîbûn, avakirina hişmendiyê û nîqaşên
azad in. Di ronîbûna civakê de erka alternatîf û rol digire.
Bi vê armancê cihên ku lêkolînên akademîk tên kirin û
hilberîna fikrî dikin aydî civakê ne.
4- Ji bo ku jin çalak tevlî jiyana siyasî, civakî, aborî û
çandî bibe qada perwede û zanabûnê ye.
5- Yek ji saziyên bingehîn ên civaka demokratîk e.
6- Akademî ji bo nexweşînên civakî yên wek cinsparêzî,
netewparêzî, olperestî, zanistparêzî, dethilatparêzî û
çînparêzî bên bihortin û têkildarî heqîqeta civakî xebatên
ronîkirina civakê dimeşînin.
7- Veguherandina zîhniyetê û zanabûna civakî dike armanc.
8- Ji bo pêwîstiyên civakê; di serî de çand, huner, siyaset
û sporê bi cî bînin akademiyan rêxistin dike.
F) Meclîsên Jinê:
1- Organîzmayeke demokratîk a ku wê civak bikaribe tê de
mekanîzmayên xwe yên tevlîbûna demokratîk, plansazî û
kontrolê jiyanî bikin e.
2- Rêxistineke civakî ya ku hemû pirsgirêkên civakê lê tên
nîqaşkirin û li rêyên çareseriyê tê gerîn, her kes xwedî
mafê gotinê yê wekhev û adil be, biryarên hevpar bigire û bi
van biryaran pêk bîne ye.
3- Rêxistineke binî ya ku kes bi tevlîbûna ji cîqayî pêk
tînin e.
4- Meclîs li gor jiyangehan bi rêxistin dibin.
5- Meclîsên jin û ciwanan resen û xweser birêxistin dibin.
6- Ji her beşî jin, bêyî ku cudahiya ziman, ol, nijad û
temen li ber çav bê girtin dikarin di meclîsan de cî
bigirin.
7- Rêxistinbûnên civakî yên cuda dikarin di nav meclîsan de
cî bigirin, xwe temsîl bikin.
8- Di bin banê meclîsê de li gor pêwîstiyan saziyan ava
dike.
9- Hevpariya hemû beş û rêxistinên di civakê de pêk tîne.
10- Meclîs ji bo sûcên civakî yên tên jiyîn bigirin dest, ji
bo pêvajoyên darizînê bimeşînin dadgehên gel û platformên
gel bi rêxistin dikin.
11- Meclîs hêzên parastina cewherî ava dikin.
12- Meclîs çawa ku di îdareya bajêr de xwedî rol in, derbarê
jiyangeha ku lê ne de jî xwedî maf û berpirsiyarî ne.
G) Kongre, Kûrûltay û Konferansên Jinê
1- Kongreya Jinê, endama biryarê ya herî bilind a jinê ya
sîstema konfederal û demokratîk e.
2- Kongreya Jinê, bi delegeyên ku meclîsên jiyangehan
şandine dicive. Pê re jî ji tevlîbûna rêxistinên civaka
sivîl ên cur be cur û şexsiyetan re jî vekirî ye.
3- Pevgihan (birleşim) endama rêvebirinê ya di hejmara
diyarkirî de hildibijêre û di dema hatiye diyarkirin de
dicive.
4- Li gor hewcedariyan rêxistinbûnên komîte, komîsyon û
komun ava dike û kontrol dike.
5- Pirsgirêkên azadiya jinê û pirsgirêkên ku ji viya dertên
nîqaş dikin û biryarên hevpar digirin.
H) Xweseriya Cîgayî, Herêmî û Bajarî
1- Rêxistinkirina sîstemî ya civaka demokratîk a ku ji
cîgayî ber bi herêmî ve berfireh dibe di çarçoveya xweseriya
demokratîk de çêdibe. Ev bi awayê rêveberiyên cîgayî, herêmî
û bajarî bi pêş dikeve.
2- Xweseriya Demokratîk rêveberina di cî de îfade dike. Li
gor vê her xweserî rêveberiya xwe ya cîgayî û meclîsa xwe ya
cîgayî ava dike derpêş dike.
3- Pêkanîna Xweseriya Demokratîk a ku divê bi rêxistinbûnên
sivîl û cewherî yên civakê bi xwe bên destgirtin, di cehwera
xwe de modêla sîstematîzekirî ya feraseta hindik dewlet pir
civak e.
4- Di her qadên jiyanê de avakirina yekeyên xweser ên ku
besbûna cewherî esas digirin derpêş dike. Li gor vê hemû
yekeyên civakî, girêdana bi hev re bi girêdanên nerm tenê bi
şertê hurmet nîşandana xweseriya wan dipejirînin.
5- Rêveberiyên xweser ên bajar, cîgayî û bajaran, ji bo ku
hêzên xwe yên aborî, civakî û siyasî bikaribin tam bikar
bînin bi tevgera netewî ya demokratîk re wek netewa
demokratîk biyekbûn dibe.
6- Xweseriya Demokratîk awayê têkiliyê ya dewlet û
konfederalîzma demokratîk û hiqûqa wê ye. Biçûk-kirin û
sînorkirina dewletê hedef digire.
7- Hêzên modernîteya kapîtalîst û hêzên modernîteya
demokratîk hevdu di bingeha rêgeza aştî û lihevkirinê de
dipejirînin.
I) Netewa Demokratîk, Welatê Demokratîk:
1- Netewa demokratîk bi pêkanînên konfederalîst, demokratîk
ên ku awayê polîtîk ê bingehîn e ji etnîsîteyê heta ol,
bajarî, cîgayî, herêmî û civakên netewî her cure hebûnên
çandî wek pêkhatinên siyasî, xweserî û demokratîk ava
kirine, modêleke netewê ye.
2- Di modêla netewa demokratîk de, kom û kes li gor rastiyên
xwe yên cîgayî pirsgirêkên xwe nîqaş dikin û çareseriyan
dibînin.
3- Netewa demokratîk, li hember dewleta netew, netewa
pirnasnameyî, pirçandî û pêkhateyên pir siyasî îfade dike.
4- Awayê rêvebirina siyasî ya netewa demokratîk
konfederalîzma demokratîk e.
5- Cihên ku konfederalîzma demokratîk a ku awayê rêveberina
cewherî ya netewa demokratîk lê tên pêkanîn e.
6- Sînorên hişk ên ku dewleta netew tê de kara yekdestî ava
dike napejirîne, feraseta sînorên nerm esas digire.
7- Welatê demokratîk û tu nirxên civakî yên ku li ser dijîn
nabe ku bên metakirin.
8- Welatê demokratîk azadkirina axê û hemû nasnameyên ku li
ser dijîn e.
9- Girêdana bi ax û welat re, sîstema jiyanê ya adil û
wekhev a hemû zindiyên ku li ser dijîn e.
10- Hemû kesên ku li ser welatê demokratîk dijîn, wek
hemwelatiyên azad bi welatê demokratîk ve girêdayî ne.
11- Pirsgirêka azadiya jinê, pirsgirêkek ku ji pirsgirêka
netew û welat jî dibihure, di heman demê de van pirsgirêkan
jî digire nav xwe, hîn kûrtir û bi kok e. Pirsgirêka jinê
bingeha pirsgirêkên çînî, netewî û etnîk e. Ji ber vê yekê
çareserkirina pirsgirêka jinê piştî çareseriya pirsgirêka
netewî nayê avêtin, taloqkirin.
J) Parastina Cewherî ya Jinê:
1- Li hember mîlîtarîzm, nijadperestî, faşîzm, her cureyê
şîdetê, polîtîkayên cinsparêz û paşdemayî, rêxistina
ewlehiyê ya ku parastina cewherî ya jinê pêk tîne ye.
2- Parastina cewherî, îfadeya herî zêde ya siyaseta
demokratîk e.
3- Bi parastina civaka demokratîk û sazîbûnên civakî yên
jinê berpirsiyar e.
4- Hişmendiya parastina cewherî ya jinê, rêxistin û çalakiya
wê digire nav xwe.
5- Li hember hemû êrîşên çanda tecawizê li ser jinê bi
rêgeza parastina cewherî tevdigere.
BEŞA 5.
PÊVAJOYÊN DARIZÎNÊ YÊN CIVAKA DEMOKRATÎK Û JINÊ
a) Xebatên dijberî azadiya jinê bên meşandin,
b) Li ser nirxên ku hebûna cewherî ya civaka demokratîk ava
dikin û dihonin ger rewşa tehdîtek pêk were,
c) Avaniya exlaqî û polîtîk a jinê di bin tehdîtê de be,
d) Rêgezên bingehîn ên civaka demokratîk bên îhlalkirin,
e) Civaka demokratîk û jin bê parastina cewherî bê hiştin,
1. Dema yek ji rewşên ku li jor hatine rêzkirin bên
jiyankirin, pêvajoya darizînê ya civaka demokratîk dest bi
xebitandinê dike. Ev pêvajo pêwîst dike ku rewşa heyî an jî
bûyer wê di nav kîjan sûcê exlaqî de bên nirxandin bên
tespîtkirin.
2. Tespîta bergeha sûc li gor Peymana Jinê ya Civaka
Demokratîk tê diyarkirin.
3. Diyarkirina wesfê sûc ji aliyê Dadgeha Gel an jî
Platforma Gel ên ku ji aliyê komun an jî meclîsa cihê ku sûc
lê hatiye kirin ve tê kirin.
4. Pêvajoya darizandina sûc û bi dankirineke civakî re
girêdan, ji aliyê Dadgeha Gel an jî Platforma Gel ve tê
pêkanîn.
5. Mekanîzmayên darizînê yên aydî jinê cuda tên avakirin.
Jin edaleta xwe bi Platformên Edaletê yên Jinê yên ku
mekanîzmayên resen in tîne cî.
A) Platformên Edaletê:
1.Platformên Edaletê yên Jinê, platformeke ji avaniya civakî
ya cihê ku sûc lê hatiye kirin pêk hatiye.
2. Avakirin û berpirsiyariya platforman aydî meclîsên tax,
gund û bajaran e.
3. Platform sûc didarizîne û ji bo sûc biryara danekirinê
(mueyîde) digire.
4. Tespîta delîl a sûc, di berpirsiyariya Dîwana Meclîsê de
ye.
5. Pêvajoya darizînê ji jinan re vekirî ye.
B) Pênaseya Sûc
Zindiyek di nav xwezaya yekem û duyem de;
a) Mafê jiyanê sînorkirin an jî tunekirin
b) Heqîqeta wî/wê înkarkirin
c) Îradeya wî/wê ya cewherî şikandin
d) Azadiya wan sînorkirin
e) Bişaftin
f) Tunekirin, qirkirin
g) Koçberkirin
h) Pergala wan xerakirin
i) Îstîsmara nasnameya cinsî û cudakarî
Her hewldan an jî çalakiya bi vî rengî sûc e.
NOT 1: Wek Tevgera Azadiya Jina Kurdistan belgeya xwe ya
Peymana Civakî ya Jinê ya ku me amade kiriye em pêşkêşî
nêrîn û dîtinin hemû jinan dikin. Belgeya ku em ê bi dîtin û
nêrînên hem ji avahiya me ya rêxistinkirî hem jî ji sazî,
rêxistin û şexsiyetên jin bên hevpar bikin û amade bikin em
armanc dikin ku bikin wek belgeya peymana civakî ya jinan.
Dîtinên ku wê li ser vî esasê bên pêşkêşkirin ji bo me
girîng in. Em ji hemû hevalên jin ên ku wê dîtin û nêrînên
xwe pêşkêş bikin re ji niha ve spasiyên xwe pêşkêş dikin.
NOTÊ 2. JI BO AMADEKIRIN Û GUHERTINA PEYMANA CIVAKÎ: EV
PEYMAN PIŞTÎ KU JI NÎQAŞA BEŞÊN CIVAKÎ YÊN CUR BE CUR RE
VEKIRÎ TÊ HIŞTIN DI ENDAMA ÎRADÎ YA JINÊ YA HERÎ BILIND DE
TÊ ERÊKIRIN.
Bi Silav û Rêzên Şoreşgerî
Kordînasyona KJB’ê
|