|
|
Nirxandin
|
Em bi Rêgezan Hatin Vê Rojê...
|
Parastina Rewa...
|
|
Çawa ku ji salên destpêke ya damezirandina PKK’ê li
ser bingeha rêgezan heyanî roja îro têkoşîna xwe
berdewam dike, di heman demê de Bîrdoziya Rizgariya
Jinê jî li ser rêgezên bingehîn hatiye damezirandin.
Li gel hemû têkoşîna Rizgariya Netewa Gelê Kurd,
şerê çekdarî, zanebûna bîrdozî ya ku ji aliyê Rêberê
Gelê Kurd Abdulah Ocalan ve hatine meşandin, girîngî
û wateyeke mezin jî da xebat, têkoşîn, îrade,
zanebûn, raman û hêza jinê. Di rastiya dîrokî ya
bîrdoziya PKK’ê de, di hemû qadên têkoşîn û jiyanê
de derkete holê ku navenda jiyanê li dora jinê
hatiya hunandin. Ji ber vê Rêberê Gelê Kurd dibêje:
“Qada azadkirina jinan qadeke xebata min e ku ez
lêhûrbûnê li ser dikim...Zêdetir... |
Me gotibû, parastina cewherî parastina rewa jî di
hundirê xwe de dihewîne lê ne ew bi xwe ye.
Parastina cewherî ji aliyê hemû sazî û bîroziyên
civakî ve wek mijareke hebûnî hatiye destgirtin.
Heta digihîje wê astê ku rewabûna bîdozî û
rêveberiyan jî bi nêzikatiya xwe ya li beramberî vê
mijarê ve têne pîvan. Amûrên ku parastina rewa xwe
ji takekes heta civakê birêxistin bike û pêkbîne,
hene. Ev amurên hanê di serî de di me bi xwe de hene.
Di beşa xwe ya berê de li ser van babetan hinek em
rawestiyabûn. Ji bo ku mijar careke din bi germayî
bi hev ve werin girêdan em van xalên sereke dubare
dikin. Ji ber ku pirsgirêkekî ji takekes heta civakê
girêdide, gelek şaşe ku mirov parastina cewherî tenê
wek pirsgirêka rêveberiyan, dewletan ango saziyên
fermî û derveyî civakê bibîne...Zêdetir... |
|
8’ê Adarê Bîranîna Dîrokî...
|
Jin di PKK’ê de Ji Nû ve...
|
|
Dema behsa dîrokê tê kirin, pirsek xwe dide der:
Kîjan dîrok? Her çiqas bersivek ji dîroka tê zanîn
bê dayîn jî, em dizanin ku, di milê bindest û
serdestan de du rûyê dîrokê yên cuda hene. Feraseta
dîrokê ku, di dibistanan de tê fêrkirin, alternatîfa
wê nayê fikirandin û li dijî wê derketin qet çênabe.
Ev dîrok xizmeta zîhniyeta serdest dike. Lê belê
rûyê dîrokê yê din, dîroka bindestan e. Yên tên
qirkirin, yên ku mêtingerî li ser tên meşandin û
ligel vê rastî tên înkarkirin jî ev in. Ferasata
dîroka serdest dihêle ku, dema dîrok bê gotin
tiştekî bê ruh, tiştekî mirî bê bîra her kesî...Zêdetir... |
“Li warê dayîk-xwedawend û xwedawendayên evînê de bi
hêza azadî û wekheviya ku hezar salan da windakirin,
di xebata ku navenda wê jin e û di şerê wê de ez
hêvî û baweriya xwe dest nîşan dikim ku dê bedewî û
zeka ji nû ve were afirandin û ya heyî dê bigihîje
wê hêza cewherî ku karibe peymana civakî ya nû
jiyanî bike. Di rêhevaltiya jin a tijî hezkirin û
hurmet de misoger e ku bi qasî îdîayê ez ê hewldanên
xwe jî wek karkerekî evînê heta nefesa xwe ya dawî
berdewam bikim. Tu guman tune ye ku bi qasî wateyê
bidinê û pêdiviya wan pê hebe ez ê rêhevalên jinê
bim û her dem ez ê wer bimînim…”...Zêdetir... |
|
Bedêla Pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan...
|
Hemleya Berxwedana Netewî...
|
|
Di cîhanê de operatora mezin ya sêyemîn (mêjiya
rêvebirina sînyalên televîzyon û hemû weşanan)
uyduya EUTELSAT e. Navenda wê li Fransayê ye. Uydu
ya eutelsat bi şîrketekê ve girêdayî ye. Yek
hîsedarê vê şîrketê jî dewleta Fransa ye.
Bêyî ku dadgeha di derbarê ROJ TV de bi dawî bibe,
organîzasyona telekomînîkasyon ya Ewrûpayê EUTELSAT
weşana ROJ ya li ser vê uyduyê di 19’ê Çileyê de bi
dawî kir. Weke tê gotin wê weşanên din jî bide
dawîkirin. EUTELSAT li tevahiya Ewrûpa, Rojhilata
Navîn, Efrîqa, Hîndîstan, Asya, Emerîqa yê weşanê
dike. Bi giştî xwedî 29 uyduya ne. Fransa bi vê
biryara xwe dijminahiya xwe ya bi Kurdan re eşkere
îlan kiriye...Zêdetir... |
|
Komîteya Hemleya Berxwedana Netewî |
Civîna konseya rêvebiriya KJB’ê ku di dawiya sala
2011’an pêkhat bi giranî li derdora yek rojevê bi
rêve çû. Ji meha Tîrmehê pêve tecrîda girankirî ku
li ser Rêbertiya me pêk tê û operasyonên qirkirina
siyasî-leşkerî hatiye rewşekê ku operasyonên herî
mezin di dîroka K.Tirkiyê de ne, ev rewş mijara
bingehîn a civîna me bû. Wek bizava jinê bi qasî
şopandina baldar a pêşketinên heyî, tişta ku xwe
dispirê, rewş ber bi kuderê ve diçe û wê bi encamên
çawa re rû bi rû bimîne hate nirxandin û em gihîştin
encamên girîng. Pêvajoya ku em jê derbas dibin
berdewamiya komploya navnetewî ye.Tecrîda girankirî
ku li ser Rêbertiya me pêktê û konsepta qirkirina
civakî ji heman navendê tê birêvebirin...Zêdetir... |
|
Ne Xeyal e, Dilê Rastiyê ye...
|
Hezkirina Rêbertî Jinê Bilind Dike...
|
|
Em di rojên kelegerma havîna Rojhilata Navîn de ne.
Keçên ciwan û xortên jîr ji ber xatirê azadiyê li
ber siya bexçeyekê civiyane. Ji germahiya derve
zêdetir, agirê azadiyê dilan dikizirîne, li dor wê
kombûne. Bêsekn li ser pêdiviya azadbûyînê, çawanî,
têkoşîna wê nîqaş dikin, xwe di eynikên azadiyê
digrin, ji bo rojên pêşerojê şerên dijwar amade
dikin. Di navbeyna xwe de nîqaşê didomînin, pêre jî
çavên wan li rê, li hêviya tiştekê ye. Ne diyare
kesê li bendê ne wê kengî bê, dibe ew her demê bê...Zêdetir... |
Dîtin û nasîna Rêbertî di xeyala her Kurdekê de
veşartiye. Ji ber hemû jiyana Rêbertiyê ji bo
azadiya civakê hatiye pêşkêşkirin. Rêber APO
kesayetekî rêbere ku karî bi hemû têkoşîna jiyana
xwe re li dijî qirkirina ku piştî sedsala 19’an
girantir bû, bibe bersiv. Li hemberî mêtîngeriya li
ser Kurdan, şarezariyek mezin û kesayetek lêhûrbûyî
ava kir, bi pêşxistina vîn û înîsiyatîfek mezin re
herkes şaşo maşo hişt, niha jî meşa xwe bi semyan (îhtîşam)
dewam dike. Têkîliya Rêdertiya me bi jina Kurd re,
rol û mîsyona ku dide jina Kurd dîrokî ye.
Bersivdayîna herî jidil û kûr ji daxwaziyên azadiyê
yên gelê Kurd e...Zêdetir... |
|
Bi
Jinê re Jiyaneke Çawa?...
|
Bilindkirina Têkoşînê Wê Azadiya Rêber APO Bîne...
|
|
Ji bo em pirsgirêkên civak û malbatê fêm bikin û
çareser bikin, hewceye em têkîliyên di navbera jin û
zilam de jî baş fêm bikin. Ji ber heya têkîliyên di
navbera jin û zilam de neyên fêmkirin ti pisrgirêkên
civakî wê rast neyên têgihîştin û çareserkirin. Di
bingeha pirsgêrêkên civakî de têkîliyên şaş û tejî
pirsgirêk yên jin û zilam hene. Ev yeke jî bingeha
xwe ji pergala serdest a zilam û zîhniyeta wî ya
cinsiyetparêz digre. Civaka hiyerarşîk û serdest a
zilam ku her cure koletiyê ji jinê re rewa dibîne û
herwiha zewaceke yêkalî li ser jinê ferz dike, bi
rêya saziya malbatê jî serdestî û îqtîdara zilam di
civakê de dide înşakirin...Zêdetir... |
Huqûq; Pir caran ev têgeh tê bizimankirin, tê
bikaranîn û weke mafê xwe parastinê tê zanîn. Lê
belê di sedsala me ya niha de ti kes nikare xwe bi
vê têgehê an jî vê amêrê ve îfade bike, ne jî dikare
xwe biparêze. Ji ber hiqûqa di roja îro de tê
bikaranîn tenê berjewendiyên dewletê û erkdarên
dewletê yên fermî diparêze. Tenê wan muxateb digre.
Di nava sînorê huqûqa dewletî de mafê kes û civakê
tine ye, fetisiye. Ya rastî hatiye fetisandin.
Bi navê huqûq û mafê civakê kiryarên ku tên kirin
hemû bêmafî û êrîşên li dijberî civakê û kes in.
Bitaybet kesê ku li pêşiya vê sazûmaniya dij-huqûqî
disekine ev kiryar ser wê/wî tên bikaranîn...Zêdetir... |
|
Çareserî Bilindkirina Têkoşînê Ye...
|
Li beramberî Gulen, Yekîtiya Netewî...
|
|
Wek sazî dewlet êdî rewabûna xwe wenda dikin.
Helwestên ku bi navê “terora global, terora herêmî û
hwd” têne pêşxistin êdî wek berê civakê têr nake û
naxapînê. Dizî li ser navê kê/kî tê kirin bila were
kirin dizî ye. Bêmafî, bertêlxwarin, xapandin,
şelandin û hwd li ser navê kî/kê tê kirin bila were
kirin, nav nayên guhertin. Sûcên şer bi ti sedemî
nikare were rewa kirin. Bikaranîna çekên kîmyewî li
ser navê ti kesî û ti tiştî nayê pejirandin. Ger em
ji mirovatiya xwe bi guman nebin, bi her rengî
şuxilandina çekên kîmyewî li beramberî mirovatî
tawanekî giran e...Zêdetir... |
Carna bûyer û diyardeyên pir girîng têne ba hev,
guhertinên pir girîng û jiyanî pêk tînin. Pirî caran
her destketî bi bihayên giran û zoriyên zêde çê
dibin. Li dijî êrîş, an jî karesatekê ji bo
berdewamiya jiyan û hebûnê, pêdivî bi berxwedanê
heye. Gelê Kurd jî ne tenê di dîrokê de di roja îro
jî bi pir cure pirsgirêk û metirsiyên mezin re rû bi
rû maye û dimîne. Êrîşên ku bi rêyên hizir, birdozî,
çandî û bi şuxulandina bawerîyan pêk tên aliyê herî
zêde birîna xedar li hebûna Kurd xistine. Di vê
çerçoveyê de ne tenê qirkirina fîzîkî, ji wê
dijwartir qirkirina çandî bandora wê diyarker dibe...Zêdetir... |
|
Di Xweseriya Demokratik...
|
Ji Bo Raya Giştî...
|
|
Jin, di her qadê de bi rêxistinbûnên bêhejmar ên wek
civakê yên siyasî, civakî û çandî hêza guherîn û
veguherînê ya herî dînamîk û mezin a bedena
Xweseriya Demokratîk îfade dike. Dema em jinê mîna
îradeyeke polîtîk û civakî bifikirin tê fêmkirin ku
hem bi berdewamî pompekirina oksîjenê ji bo bedena
Xweseriya Demokratîk, şaneyên nû dan qezenckirin hem
jî di demokratîkbûna wê...Zêdetir... |
Rêbertiya me 13 sal in di girtîgeha Îmraliyê de bi
awayeke rehîn tê ragirtin. Hewldana peydakirina
kirsake zagonî ji bo îşkenceya tecrîda ku 6 meh in
li ser Rêbertiya me tê meşandin, zilm e, rêbaza şerê
herî qirêj û neexlaqî ye. Em dixwazin careke din ji
raya giştî re rabigihînin ku em ê weke tevgera jinê
bi xurtkirina berxwedana xwe ya ji bo azadiya hevalê
me Rêber Apo heta dawiyê têbikoşin...Zêdetir... |
|
Rola Jina ku Xwe Digihîne Heqîqetê û
Pêşengiya Rast
|
Huner bî Nasnameyê ve Têkîldar e
|
|
Di nava nirxandinên mijara jinên ciwan de (li gorî
jiberbûyîn û xitimîna nirxandinên pergalê) careke din
kirpandina cewhera dewlemend a jina ciwan û rola wê ya
pêşeng ji bo me xwedî wateyeke pir girîng e. Ji ber ez di wê
baweriyê de me ku erk û mîsyona pêşengtiya jina ciwan di
nava xwe de pir wezîfeyên cûrbecûr û cihereng dihewîne. Ji
van perpirsyariyên herî girîng û sereke wêrekiya
têkoşînkirinê li dijî hişmendiya desthilatdar û dagirker e.
Berdana (boşanma) bêdawî ji wê ye. Qanalîzekirina Potansiyel
û enerjiya ciwan bi awayeke azad, yekpare û gerdûnî ye.Zêdetir...
|
Di hunerê de jî ber kombûna hemû pirsgirêkên van sed salên
dawî, pêwîstî tê dîtin ku ev qad bi nêzîkatiyek bîrdozî û
felsefî were nirxandin. Huner, jî bo nirxên bîrdozî û
felsefî yên mirov pêbawer dikîn veguhêzîne nava civakê û her
wîha vêna bi goşt û hestî ve bike yek, behre (yete-nek) ya
xwe bi şêweyeke herî xweşîk bikartîne. Hest û ramanên
mirovan ên herî asta dawerivandî, bi huner re kiryarî dibe.
Armanca her ekolek hunerê yan jî hunermend, ewe ku pîvanên
xwe bîke pîvanên kes û civakê. Ango huner bê armanc nîn e.
Hunerekî bê armanc cihekî hunera heng û barekî, divir de jî
armanc kêfxweş kirine.
Zêdetir...
|
|
Cejna Zimanê Kurdî
|
Rojhilata Navîn Guhertinên Dizê
|
|
Cejna zimanê kurdî ez di serî de li dayikên şehîd û li hemû
dayikan pîroz dikim û ez têkoşîna wan ya li KONÊN Çareseriya
Demokiratîk ji dil û can silav û pîriz dikim.
Di ronahiya Nexşe-Rêya Rêber APO’de têkoşîna gelê me ya
pêvajoya Xweseriya Demokiratîk bi şertên Sîstema Xweseriya
Neteweya Demokiratîk ve ketiye qonaxek nû. Li ser hîmên
Siyasî, Civakî, Ziman û Çand Sîstema Xweseriya Demokiratîk,
weke mafekî rewa hate rojevkirin..Zêdetir... |
Wekî tê zanîn demekî dirêje li Rojhilata Navîn
tevgerên cidî diqewimin. Ew jî vê dide xuyakirin ku
êdî pergalên desthilatdar, ên ku welatê xwe bi
dîktatoriyê didin meşandin îflas kirine. Ji ber êdî
ew pergalana pêdiviyên gel pêşwazî nakin. Her roj li
ser bê vînkirina gelan, mêtîngeriya wan, kulmek
mirov dewlemend dibin. Dewletên Rojhilata Navîn wek
heywanên mijok (asalak) li ser keda gelan xwe didin
jiyandin. Êdî gel hatiye wê rewşê ku şert û mercên
hatî ferzkirin napejirîne.
Zêdetir... |
|
|
Ji Bo Zimanê Xwe Em Bi Yek Dengî Banbikin
|
Erdheja AKP’ê...
|
|
Ziman nasnama me ye. Divê ku em bi wê nasnamê xwe bidin
nasîn û li cîhanê çanda xwe bişopînin. Ger îro di nav bajar,
gund û kolanên xwe de em bi zimanê xwe bi hev re neaxifîn wê
demê ti wateya mayîna me ya bi hev re nîne. Her gelek heke
bi zimanê dayîka xwe, xwe îfade dike wê demê çima em ê xwe
bi zimanê dayîka xwe îfade nekin, neaxifin û dîroka xwe nas
nekin? Di serî de divê ku em bidin nîşandan asîmlasyona
dewletên desthilatdar wê ti deman li ser gelê me nebe siya
tirs û xofê. Heke wê li hemû bajarên kurdistanê meş û
serhildêrî ji bo ziman pêşkeve,
Zêdetir...
|
|
Bi çend roje ku li welatê me erdhejek qewimiye, di
vê erdhejê de xelkê me ziyanên madî û menewî yên
mezin dîtin. Lê belê gelê me ku pir caran rastî zorî
û zehmetiyan hatiye û fêrbûye bê ku bendewarî ji
dagirkeran bike, pêwîstiyên xwe pêk bîne, di van
rojên nexweş de jî giyana xwe ya pak nîşan da. Ji
her derê Kurdistanê hemû Kurd û kesên ku birastî jî
ji mirovahiyê par girtine bi yek car seferber bûn û
di rojên herî nexweş de gelê Wanê bi tenê nehîştin...Zêdetir... |
|
Bandorên Şer Li Ser Xwezaya Civakê...
|
Bêdengmayîn Tewanê Mirovahiyê ye...
|
|
Xwezayên civakî bi
xweseriya xwe ava bûne. Her çiqasî bandorên mezin û dextên
pir mezin li ser hatibin pêşxistin jî civakan li gor xwezaya
xwe hebûna xwe domandine. Venaguherin şebekeyên dext, tundî,
dagirî, komkujiyê. Dema veguhartin çêbibe, xwezaya civakê ya
ayîdê xwe jî namîne.
Pergalên dewletî xwe li ser xerabkirina van xwezayên civakan
avakirine. Di serî de zagona kara zêde ji bo xwe kirine
armanc. Pêşketina sermayedariyê xwezaya civakê mijandiye.
Ciqas mijand ewqas bi hêz bû. Îro dewletên gelek bi hêz hene.
Civaka van deveran rûbirûyî înkarê ne...Zêdetir...
|
|
|
Dîsa
êş û elem, rondik û xem bûye para dayîkên me. Dîsa
çapemeniya rola sê meymûnan dilîze û dîsa pêvajoyek ku
hêviyên aşiyê ji bihareke din re man, bi şuna xwe jî tarîtî,
nîjadperestî û şerekî şoven hiştiye! Her wiha serokomar û
serokwezîrek bê şerm û heya serkêşiyê dikin… Fêm dibe ku
hukumeta Tirk, nê tenê ji dayîkên gêrîlayan re di heman demê
de ji rondikên dayîkên leşkeran re jî, ji malên wêrankirî,
ji jiyanên wendakirî û hizura ku her roj kêmtir dibe re
zereyekî jî nekeve nava hewldananên çarêseriyê. Ti lêgerên
di vî milî de jî nayên dîtin...Zêdetir... |
|
|
|
|
Em jinin
ne namûsa kesî ne, namûsa me azadiya me ye. |
|
|
Kampanya ya ku di 25 mijdara 2008
destpêkiriye heta 25 mijdara 2009 berdewam
bikebixwînin
Pêlêbikin
|
|
|
Zagona Bingehîn A 1921-1924
|
Têkoşîna Gelê Kurd ji Bo Herêmê
Mînaka Herî Rast e
|
Xweseriya Demokratîk û Jin
|
|
Beşa IV.
Di rojevê de nîqaşên li ser guhartina zagona bingehîn ya
damezrandina xwe ji 12 êlûne digire heye. Heta berbi encam
ve diçe. Ji serok komar re hatiye pêşkêş kirin. Di derbarê
guhartina zagona komara Tirkiyê de Rêber Apo ev şîrove di
hevdîninên xwe de rave kiribûn. Em wan bi hevdûre bixwînin û
lêkolîna xwe bidomînin.
“Di rojevê de Nîqaşên zagonê hene. Ez eşkere bidim xuyakirin
ku di nîqaşande cihê Kurda nîne.
Zêdetir... |
Ji bo
avakirina her mal û bînayê, çandina her zevî, çêkirina her
tiştî, dirûna her cilî, heta paqijkirina her gemariyê di
serî de pêwîstî bi hin amadekariyan heye. Ango bê ku
amadekarî, derfet, dem û amûrên hewce hebin, karê ku were
kirin, piranî wê bê encam bimîne. Ji bo kesek bixwaze ji xwe
re malekê çêbike, beriya ku dîwaran lê bike, hin prosedûr
hehe, divê pêk bîne. Beriya çandiniyê jî gelek faktor hene
ku ger bêne piştçavkirin, wê hemû keda hatî dayîn vala
derkeve. Ji bo çêkirin, paqijkirin, xirakirin û ji nû ve
avakirinê jî heman rêgez rewacdar (geçerli) e...Zêdetir... |
Têkoşîna azadiya gelê kurd û jin ku çarêk sedsal zêdetire
berdewam dike, her roj destkeftiyên nû derdixe holê. Di roja
me ya îro de ev destkeft merheleya veguhertina encamên
mayînde dijî. Têkoşîna azadiya kurd ji derketina xwe heya
niha ji qerekterê xwe yê azadîxwaz ti tewîz nedaye.
Rastiyeke gel derxistiye holê ku di milê sîyasî, hukuqî,
aborî, çandî û hwd. de di asteke herî bilind de vîna (îrade)
xwe diyar bikin. Rastiya gelekî ku di hemû dîroka xwe de bi
qirkirin, zordestî û bişavtinê re rû bî rû maye. Bi
rêbertiya jinê gihiştiye hêza ku asta azadiya xwe veguherîne
pergalê.
Zêdetir...
|
|
Çima
Hedef Keçên Ciwan in?
|
Ji Her Demê Bêtir; TÊKOŞÎN
|
Rexneyek li Ser Anarşîzmê...
|
Piştî bêdengiyekî mezin agirê ku Kawayê hesinkar vêxistibû
cardin geş bû. Di dîroka gelê Kurd de bêguman rondikên
çavan, êş û azar tucar kêm nebûye. Her serî rakirinek bi
sêdarê re tefiya. Ruxmî vê çarenûsa dengê azadiyê nikaribûn
bidin sekinandin. Wekî ku sirûda ‘Ey Reqîb’ jî dibêje “Kurd
jîn dibin, jîn dibin qet nakevin, ala Kurdan” û berdawama vê
dozê bi bizava PKK’ê re hate domandin...Zêdetir...
|
Guhertinên ku îro hemû Rojhilata Navîn û welatên herêmê daye
ber bayê xwe, ji bo pêşeroja vê erdnigariyê çarenûsekî din
wê binivîse. Lewma jî divê hemû sazî û rêxistinên heyî bi
berfirehî li ser wê lêhûr bibin û xwedî li nirxên civaka
demokratîk derkevin. Di rewşekê de ku şoreşa Yasemîn di
Tunusê biser ket û pêla şoreşê xwe li peravên Misir, Lîbya,
Tunus û herî dawî Sûriyê xistiye, dikare behsa guhertinekî
bingehîn ku serdemê bandor bike, bê kirin. Bi taybet divê em
jin çawa ku di hemû xwepêşnadan û cangoritiyê ji bo mafên
gelê xwe, pêşeng bûn û pêşeng in, ji bo pêvajoya
heyî di çerçoveya mafên wekhevî û azadiya jinê de
werçerxe, bibin xwedî têkoşîn. Ango divê dengê me ji
bo mafên me yên xwezayî hîna zêde berz bibe. Ji ber
şoreş û têkoşînên sedsala borî tejî waneyên hînker
in...Zêdetir... |
Piştî bêdengiyekî mezin agirê ku Kawayê hesinkar vêxistibû
cardin geş bû. Di dîroka gelê Kurd de bêguman rondikên
çavan, êş û azar tucar kêm nebûye. Her serî rakirinek bi
sêdarê re tefiya. Ruxmî vê çarenûsa dengê azadiyê nikaribûn
bidin sekinandin. Wekî ku sirûda ‘Ey Reqîb’ jî dibêje “Kurd
jîn dibin, jîn dibin qet nakevin, ala Kurdan” û berdawama vê
dozê bi bizava PKK’ê re hate domandin...Zêdetir... |
|
|
JI BO HEMÛ NIVÎSÊN XIRXANDINÊ
|
|