|
Kurdistan
Roj
Jiyan çendî xweşe dema ji bo armancek pîroz be û çendî cihê
şanaziye ku mirov heta kêliya dawî ya jiyana xwe ji bo hedefên
xwe bijî. Çendî serbilindî ye ku di rêya nirxên pîroz de ber bi
asoyan ve biçe û dema navê mirov tê gotin di hişê her kesî/ê de
deryayek ji bawerî deng vede. Belê têkoşîna azadiya gelê Kurd bi
nimûne û mînakên wiha re tejî ye. Ji Heqî Karer ku hîna di
destpêka qonaxa guruba birdozî bi bawerî û girêdanê berê xwe da
Dîlokê heya Mezlûmê ku bedena xwe bi sê bitikan ronî kir, wiha
fêrbûn û em wiha fêr kirin. Paşê jî ev çanda berxwedanî Kemal,
Xeyrî û Mezlûman, Cûma û Harûnan, Bêrîtan û Zîlanan, Berwar,
Leyla û Viyanan, Bêrîtan û Nûdayan her bê rawest dewam kirin. Ma
hêsan e ku mirov ji devê ejdehayan giyana xwe xilas bike. Ma
erzane bedela jiyana birûmet. Rêhevalên Rêbertî jî vê yekê baş
dizanîn ku dema dilopek ji tîrêjên roniyê di vê tarîtiya
Rojhilata Navîn a kevnar de vexwen, dema ku bi eşq û evîna
azadiyê şa bibin, ewçend jî xençer li dilên dagirkeran didin.
Wan har û dîn dikin û divê bi vê zanebûnê nêzîk bibin. Lewma jî
dîroka me evçend xwedî egîd û lehengan e. Ew xweşik, pak û zelal
bûn û xweşikî afirandin… Waneya wan jî heqîqet û azadî ye.
Me di êrîşên hewayî li dijî herêma parastina Medya de hevalên
xwe yên herî birûmet û giranqedr wenda kirin; rêheval Rustem
Cudî bi jiyana xwe ya şoreşgerî ya demdirêj, wek pêşengê
têkoşîna azadiya Kurd ji Başûrê Rojavayê Kurdistanê, bi
perwerdeya ku ji Rêbertî girtibû her tim bû xwedî tevlîbûnek
milîtanî û fedayî. Di têkoşîna azadiyê de hertim di refa pêşî de
cih girt û bi jiyana xwe ya li ser bingeha felsefe û xeta
azadiyê ji bo hevalên xwe bû mînaka kadroyekî pêşeng. Rêheval
Rustem Cûdî hertim bi zanêbûn û giraniya têkoşîna birdozî, ji bo
parastina xeta Rêbertî xwedî tevlîbûnek bêmînak û hestyar bû.
Herwiha bi dilnizmî, hezkirina ji rêhevaltiyê bû îfadeya herî
şênber a milîtantiya APOYÎ. Nemaze her hevalek di nav rêxistinê
de ji jiyana şoreşgerî ya Rêheval Cûdî waneyên pir girîng
wergirtiye û di jiyana xwe de vê yekê jî dide diyarkirin. Pir
şoreşgerên azadiyê ji perwerdeyên hevalê Rustem derbas bûn û vê
rênîşandariyê jî dişopînin.
Rêheval Çiçek Kiçê (Botan) ku her di hewldana temsîla xeta
azadiya jinê de bû, ji dema tevlîbûna xwe ango sala 89’an heya
roja şehadetê pir şehîdên qehreman û leheng re rêhevltî kir û di
her kêliya jiyana xwe de dilsozî û pêwîstiya bersivbûn ji doza
wan re diteyîsand. Lewma her dema wê têkoşînek bêsekn û bê
westan bû. Wê her kêliyê şer û têkoşîna bilindkirina ala azadiyê
dimeşand. Rêheval Çiçek Kiçê hem wek kadroyek pêşeng a PKKê hem
jî wek têkoşerek azadiya jinê bi zanebûn û têgihîştina erkên xwe,
deftera jiyana xwe bi serketin û militantiya rast dagirt.
Rêheval Elîşêr bi kesayeta xwe ya mîna çiyayên berz û bilind,
serbilind û berxwedêr hem wek fermande, hem jî wek şervanê
azadiyê destana jiyana xwezayî, azad û cangorî nîşanî hemû
rêhevalên xwe kir. Her wiha hevala Amara, Rojamara, Eşref,
Nazlican û hemû hevalên ku di qonaxa şerê tinekirinê de giyana
xwe ji bo armanc û azadiyê pêşkêş kirin, hem bi jiyana xwe û hem
jî bi şehadeta xwe re asta biryardarî û rika me ji bo
berdewamiya têkoşîna azadiyê bilind kirin.
Rejîma faşîst a Tirkiyê li beramberî destkeftiyên me li her çar
perçeyên Kurdistanê, bi taybet şiyarbûn û rêxistinbûna gelê me
li başûrê Kurdistanê, nirxên pîroz ku li Rojavayê welat
derdikevin holê û biryardariya gelê me di avakirina pergala
Xweseriya Demokartîk li Bakurê Kurdistanê ketiye nava hêrs û
tirsek mezin de.
Îro jî rejîma faşist a AKP ê hemû saziyên dewletî, ev jî têrê
nake bangî hemû Tirkên netewperest dike ku li dijî gelê Kurd,
siyasetmedar û rêxistinên Kurdan di konsepta dijmirovahî û
aştîkuj de cih bigrin, da ku herî kêm bikarin binkeftin û
lewaziyên xwe li beramberî têkoşîna azadiya Kurd bidin
nixumandin. Di serî de tecrîda li hemberî Rêbertiya me, hemû
operasyonên ku li ser Kurdistanê û nirxên gelê Kurd didin
meşandin, hemû trafîka dîplomasiya bi rejîmên paşverû û
komploger nîşana bêzarî û tengezariya ji serketina gelê me ye.
Lewma jî divê ku gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd herî zêde di vê
qonaxê de bi giyana berxwedaniya operasyona tevgera şoreşger a
Ş.Çiçek Gabar ku gêrîlayên azadiyê dijî yekîneyên leşkerên tirk
raber kirin, hem ji bo bersivdayîn ji polîtîkayên AKPê yên
tinekirinê, hem jî ji bo silavkirina jiyana şoreşgerî ya Rêheval
Rustem Cûdî, Çîçek Kiçê, rêheval Elîşêr, Rozerîn, Amara, Eşerf,
Nazlican, Rojamara, Dîcle Gever, Erdal, Xebat û hemû hevalên ku
di 18’ê êlûnê de bi qehremanî şehîd bûn, pêvajoya serhildanên
azadiyê xurt bikin.
Emê tola Rêhevalên xwe yên nemir ne tenê bi çalekiya qehremanî
ya hereketa ş.Çîçek Botan ku li Çelê hate lidarxistin, herwiha
bi azadiya Rêbertî û avakirina pergala Xweseriya Demokratîk,
afirandina jiyanek ekolojik, demokratîk û azadiya zayendî, bi
pêkanîna biratiyek rast û aştiyek mayînde di nav gelê Kurd û
Tirk herwiha hemû gelên herêmê re bistînin. Tola me bêtir xebat
û bêtir israr di insanbûyînê ye. Girêdan û soza me ji bo hemû
şehîdên me li ser vê bingehê ye.
|