|
Besê
Erzîncan
Dîtin û nasîna Rêbertî di xeyala her Kurdekê de veşartiye. Ji
ber hemû jiyana Rêbertiyê ji bo azadiya civakê hatiye
pêşkêşkirin. Rêber APO kesayetekî rêbere ku karî bi hemû
têkoşîna jiyana xwe re li dijî qirkirina ku piştî sedsala 19’an
girantir bû, bibe bersiv. Li hemberî mêtîngeriya li ser Kurdan,
şarezariyek mezin û kesayetek lêhûrbûyî ava kir, bi pêşxistina
vîn û înîsiyatîfek mezin re herkes şaşo maşo hişt, niha jî meşa
xwe bi semyan (îhtîşam) dewam dike.
Têkîliya Rêdertiya me bi jina Kurd re, rol û mîsyona ku dide
jina Kurd dîrokî ye. Bersivdayîna herî jidil û kûr ji daxwaziyên
azadiyê yên gelê Kurd e. Em dikarin bêjin ku Rêbertiya me bi
azadiy jinê re gihîşte çavkaniya lêgera xwe ya azadiyê.
Rêbertiya me di jiyana xwe ya rojane de bi nêzîkatiya xwe ya ji
mirov û jinê re her roj û her kêlî dida qazenckirin. Yekemîn
hevnasîn û hevdîtina bi Rêbertî re ji bo her mirovekê/î bûye
beşek diyarker a jiyana wê/wî.
Min di sala 1990’an de şensê dîtina Rêbertiyê bi dest xist. Me
ji refên zanîngeha Tirkiyê bi kelecan û biryardariyek mezin re
tevlîbûn kiribû. Me têkoşîn û bizav nas nedikir. Lê belê min
pirtûkên Rêbertî, nirxandinên “jin û malbat” xwendibû û ez jê
bandor bibûm.
Dema ji min re hate gotin ku ez ê bikaribim Rêbertî bibînim, di
mêjiyê min de wênaya serokên burokratîk yên klasîk şekl girt. Ez
wiha hizrim “Rêbertî, teqez wê me pêşwaz bike lê wê fermî,
burokratîk û sar pêşwaz bike.” Min xwe ji bo hevdîtin û
pêşwaziyek wiha amade kiribû. Em gihîştin mala ku hevdîtin çêbe,
me li derî xist. Ji hundir ve dengekê digot “veke, veke, heval
hatin”. Hevalek jin derî vekir. Li pişt wê jî Rêbertî bi hemû
heybeta xwe ve sekinîbû. Bi sîmayê xwe yê rûken û diranên spî bi
kenekî pir germ li me dinêrî.
Di mêjiyê mirov de teqez çavên reşî belek û awirên wî cih digre.
Bi sekn û nêrîna xwe di yekemîn pêşwaziyê de hema li ser mirov
bandorek bihêz dide çêkirin. Bi gavên lez ber bi me ve hat. Bi
elaqedarî, semîmiyet û xwezayîbûnê -ez qet ne li bendê bûm- ez
hembêz kirim û ramûsandim. Ji me re got “hûn bi xêr hatine
hevalno” Min qet hezkirin û nêzîkatiyek wiha hêvî nedikir. Ez
matmayî mabûm.
Ez bê mubalixe (abartma) bêjim ku yekemîn pêşwaziya Rêbertî û
hembêzkirina wî hişt ez bi hestek ku heya wê rojê min qet
nasnedikir re rû bi rû bibim. Ez bi şeweyeke din a hurmet û
hezkirinê re rû der rû bibûm. Belê cuda, di jiyana têkoşînê de
her ku min Rêbertî hîna bêtir naskir ev wek ‘hezkirina ku mezin
dike, bilind dike’ bû. Ev hezkirin û bidestgirina mirov, qet
nedişibî ti cureyê têkîliyên ku heya wê demê min dizanî. Ango
nedişibî têkîliya dayîk-bav, bira-xwîşk, heval-dost. Rêbertî em
vexwand hundirê malê. Em naskir. Pirs pirsî. Ji cihê em jê
hatine, pirsa mirovên wir kir.
Paşê jî bi mêvaperwerî û dilnizmiyek mezin ji me re got “ez vê
malê bi we bidim nasîn, ez odan bi we bidim gerandin” lib lib
odeyên malê nîşanî me da. Em matmayî mabûn. Me qet elaqedarî û
xwezayîbûnek evqa hêvî nedikir. Herî dawî oda em ê lê bimana,
nîşanî me kir û got “hûn ê li vir birazên”. Paşê jî got
“îstîrahet bikin”. Piştî Rêbertî çû, ez hema bêje şoke bibûm.
Min destê xwe danî bin serê xwe û kûr û dûr hizirim.
Di nava pergalê de em çend kiçên ciwan bûn ku ji wan re ti nirx
nedihate dayîn. Kesê em zêde cidî nedigirtin. Piçûk didîtin. Em
di temenekê de bûn ku herkesê/î li ser me hin hesab pêşdixistin.
Rêbertî di wateyekê de ruxmî berpirsyarê hemû Kurdistanê jî bû,
bi nêzîkatiyek dilnizm û nirxdar nêzî me bibû. Nêzîkatiya
Rêbertî ji keçên ciwan û jinê re, nirxdayîna wî ez pir kûr
bandor kirim. Yekemîn hevdîtin di kesayet û jiyana min a
têkoşînê de rola kevirê mehengê (mîhenk) lîst. Biryardarî,
girêdan û baweriya min ji bo têkoşînê qat bi qat zêdetir kir.
Rêbertî jinê bi qasî ku kesekî wiha bi dest negirtiye, bi hurmet
û nirxdayînek mezin re girte dest. Ji bo pêşketina jinan navînga
hewce, derfetên wê bi comerdî û baweriyek mezin pêşkêş kir. Em
hemû yek bi yek perwerde kirin. Di kesayeta her jinekê de xwest
Kurdistanek azad biafirîne. Ticar qebûl nekir ku jin hemû jiyana
xwe bi zilamekê ve bide girêdan. Bi tundî dijberiya dîtina jinê
wek mal û milk kir. Bi duruşmeya “Jina azad, Kurdistana azad e”
xebata hemû jinan ji bo azadiya welat û civakê wek rêgezekê li
jiyana me girê bi girê vehonand.
Jinên Kurd herdem di kesayeta Rêbertiya me de hezkirin û azadî
dîtin û jiyan. Û di hemû têkoşîna wan de ev bingeh bû. Sedema
sereke ya girêdana jinan bi Rêbertî re jî ev e. Rêbertiya me
rêya azadiyê ji bo jin, ciwan û hemû gelên Kurdistanê vekiriye.
Sedema êrîş û tecrîda li ser Rêbertiya me jî teşeya wî ya jiyana
nû ya azad ku alternatîfê modernîteya Kapîtalîst û DYE yê ye.
Sedem, derxistina jinê ji rewşa mal û milkbûyînê ye. Azadiya
jinê wê were wateya dawîbûna nêzîkatiyên desthilatdar-dewletger
a pergala sermayedar. Rêbertiya me bi sekna jiyanê û birdoziya
xwe ve tam vê alternatîfê îfade dike. Ji bo gelê Kurd ji
koletiyê rizgar bibe û bibe ayîdê xwe, raman û pergala vê ji
hêla Rêbertiya me ve di parêznameyên dawî de pir xurt hatine
diyarkirin. Sedema bingehîn a êrîşa li ser Rêbertiya me, ji ber
perspektîfên azadî, wekheviyê ji gelên Rojhilata Navîn re pêşkêş
kiriye. Rêbertî di civaka azad de azadiya jinê xiste cewhera
hemû xebatan, ev jî sedema dijminahiya li dijî wî ye.
Êrîşên li ser Rêbertiya me û di kesayeta wî de li ser gelê Kurd
pêk bên, wê dijî van êrîşan ti mirova/ê Kurd bêdeng nemîne.
Ciwan û jinên Kurd bi tevlîbûn di nava refên gêrîla de, herwiha
dê di refên pêşîn ên serhildanan de cih bigrin, wê li her derê
rêxistinbûna xwe pêşbixin. Ji her demê bêtir xwe perwerde bikin,
zanebûna xwe kûr bikin û wiha jî bersivê bidin hemû êrîşan. Wê
bi bilindkirina dengê xwe li hemû perçeyên Kurdistanê, ji êrîşan
hesab bixwazin.
Hemleya ku bi duruşmeya “Em, Rêber APO Azad Bikin, Li Qirkirinê
Dawî Bînin” ku bi pêşengiya KJB hatî destêkirin, divê em bi
awayek xurt tevlî bibin. Em berxwedanê bilind bikin. Bi rika (înad)
hemû desthilatan, bi destên xwe azadiyê qezenc bikin.
|