|
Berjîn
Têkoşer
Ji bo em pirsgirêkên civak û malbatê fêm bikin û çareser bikin,
hewceye em têkîliyên di navbera jin û zilam de jî baş fêm bikin.
Ji ber heya têkîliyên di navbera jin û zilam de neyên fêmkirin
ti pisrgirêkên civakî wê rast neyên têgihîştin û çareserkirin.
Di bingeha pirsgêrêkên civakî de têkîliyên şaş û tejî pirsgirêk
yên jin û zilam hene. Ev yeke jî bingeha xwe ji pergala serdest
a zilam û zîhniyeta wî ya cinsiyetparêz digre. Civaka hiyerarşîk
û serdest a zilam ku her cure koletiyê ji jinê re rewa dibîne û
herwiha zewaceke yêkalî li ser jinê ferz dike, bi rêya saziya
malbatê jî serdestî û îqtîdara zilam di civakê de dide înşakirin.
Bi vê yekê jî sîstema serdest a zilam koletiyê li ser jin û
tevahiya civakê, -weke ku ev çarenûsa jinê be û lazime bijî-
dixwaze bi civakê bide qebulkirin. zîhniyeta serdest a zilam bi
pêşketina pergala moderniteya kapîtalîzmê re koletiya heyî
vêcarê bi awayeke cûda û weşartî li ser jinê dide meşandin. Di
ti deman de weke ku di serdema pergala modernîteya kapîtalîst de
li ser jin, beden û zîhniyeta wê koletiyeke wisa nehatiye
meşandin. Bi awayek ku fikir û hizrê jinê felç û bedena wê parçe
parçe pêşkêşê pergala serdest a cinsiyetparêz ya zilam hatiye
kirin. Ger di dîroka şaristaniyê û modernîteya kapîtalîzmê de
têkoşîna azadî û wekheviyê rast nehatibe meşandin û rê li ber
serketineke xurt venekiribe, di bingeha wê de koletiya ji jinê
re hatiye ferzkirin û pejirandin heye. Herwiha di bingeha wê de
zîhniyeta heyî baş fêm nekirin û têkoşîneke baş li hemberê
pergala desthilatdar nemeşandin jî cih digre.
Weke ku Rêber APO jî tîne ziman “Jiyana rast şaş nayê jiyandin”
mirov dikare wê rastiyê hîn baştir fêm bike. Ji bo vê jî jiyana
şaş a ku pergala serdest û cinsiyetparêz a zilam pêşkêşê jinê
kiriye, pejirandin û li hemberî wê têkoşîn nekirin bi xwe re
jiyaneke şaş û zîhniyeteke mirî dide avakirin.
Ji bo vê jî dema em hewl didin pirsgêrêkên civakî çareser û
analîz bikin; em nikarin vê yekê ji pirsgirêka jin cûda bigrin
dest. Têkoşîn û hewldanên jiyaneke azad encax di fêmkirin û
watedayîna jiyana jinê de tê bidestxistin. Heya em koletiya ku
li dora jinê hatiye hunandin fêm nekin, em ê nikaribin wateya
rast a jin an jî jiyanê fêm bikin. Têkoşîn û lêhûrbûnekî ji
rastiya jinê qut, nikare bigihîje heqîqetê. Herwiha nikare azadî
û wekheviya civakî jî bidest bixe. Ji bo bi jinê re jiyaneke
rast were jiyandin, hewceye jin û bi taybetî jî koletiya ku li
ser jinê hatiye meşandin û zîhniyeta serdest a zilam, baş bê
fêmkirin. Heya rastiya koletiya ku li dora jinê hatiye hunandin
dernekeve zanebûnê wê rastiya malbat û civakê jî neyê fêmkirin.
A herî girîng wê têkoşîna azadiyê jî rast neyê meşandin.
Bi taybetî rast pênasekirina jinê û şîrovekirina baş a rola wê
di nava civakê de wê bi xwe re nasîn û şîroveyeke rast a jiyanê
jî bîne. Mirov nikare rastiya jinê ji civakê qut bigre dest û
pênase bike. Jixwe jin di wateya rastî de jiyan bixwe ye. Çiqas
jin rast bê pênasekirin wê zilam, ango rastiya wî hîna baştir
pênase bibe. Ger em îro rewşa jin têde ye rast şîrove nekin wê
civaka serdest a zilam ku heya ji destên wî hatiye statûya jinê
di civakê de xistiye û nehiştiye ku wateya rast a jinê bê
fêmkirin, pêre girêdayî emê ticaran nekarin alozî an jî kaosa
civakî fêm bikin. Pergala serdest ku bi hemû hêza xwe ve êrîşê
jinê dike di rastiyê de êrîşê jiyanê dike û ev yeke jî rastiya
heyî hîna zêdetir radixîne ber çavan.
Di civaka Kurdan de herî zêde tinekirina wateya jiyanê bi
honandina koletiya li derdorê jinê tê pêk anîn. Di heqîqetê de
tinekirina jiyanê bi helqeyên koletiya li derdora jinê hatî
rapêçandin têne şidandin û ev yeke jî hilweşîna civakê ji hêla
exlaqî, çandî û polîtîk de bi leztir dike. Herî zêde jî di
modernîteya kapîtalîst de jiyan ketiye nava xefika zîhniyeta
serdest û bi neçariyê re rû bi rû hatiye hîştin. Di roja me ya
îro de tiştên ku di bin navê namûsê de ji jinê re rewa tê dîtin
ji vê zîhniyeta heyî ne cuda ye. Di rastiyê de ya ku îro zilam
di bin navê namûsê de bi jinê dide jiyandin; ji hêla exlaqî û
polîtîk de xilasbûna zilam e. Zilamê serdest encax li ser
koletiya jinê dikare hêza xwe bide nîşandayîn û bide îsbatkirin.
Ev jî bêhêzî û bêçaretiya zilam a li hemberî jinê radixe ber
çavan. Di encama êrîşên pergala serdest a zilam de jin ango
jiyan ji rastiya xwe tê dûrxistin û civak rastî hilweşînê -ku
mirov nikare pêşiya wê bigre- tê.
Ji bo bi jinê re jiyaneke rast bê jiyandin; xwe ji vê zihniyetê
rizgarkirin teqez pêwîst e. Ji ber mirov nikare ji heqîqeta heyî
bireve. Jin wek milkê xwe dîtin yan jî xwe xwediyê wê dîtin,
çiqas şaş be, li ser jinê xwe xwedî maf dîtin jî ewqas şaş û
nerast e. Lewma hewceye zilam xwe ji feraseta ‘tu milkê minî’
rizgar bike. Pêwîste heqîqeta jinê, ango xwebûyîna jinê baş bê
fêmkirin. Jin pêwîste bibe ya xwe, ne ya ti kesekî din. Derveyî
vê bi jinê re jiyan, nikare bê pejirandin. Ger were jiyandin jî
wê li ser esasê jiyaneke şaş be.
Civakeke azad û neteweyeke demokratîk encax bi takekes û
têkîliyên li ser bingeha têkoşîna azadiyê dikare bê sazkirin.
Civakeke wisa jî tenê bi kesayet û kesên heya hestiyên xwe azadî
hîs kirine, dikare pêk bê. Bilî vê bi evîndariyên sexte û bi
gotinên erzan yên weke ‘tu ya minî, ez yê te me û tu namûsa minî’
wê ev pisrgirêk neyên çareserkirin. Bi kesayetên wisa ne gengaze
civaka netewa demokratîk û têkoşîna wê ya azadiyê bê pêşxistin.
Lazime em ji bîr nekin azadiya civakê ji azadiya jinê derbas
dibe. Lewma jiyana ku pergala modernîteya kapîtalîst pêşkêşê me
dike û heya qirikê civak xistiye nav êş û kederan û bûye kabûsa
civakî, em derbas nekin, em ê nekarin bi serketî xwe jê rizgar
bikin. Em nikarin weke feraseta pergala paşverû û modernîteya
kapîtalîst nêzî jinê bibin. Jiber vê jî hewceye em feraseta xwe
a jinê tenê wek ‘jina xwe, dayîka xwe, xwîşka xwe û evîndara xwe’
dîtin derbas bikin. Li şûna vê, mirov dikare ser ‘jiyaneke çawa
bi jinê re’ û naskirina jinê bihizire. Ji ber asta têkîliyên jin
û zilam çiqas ilmî û felsefîk be, wê ewqas rê li ber civakekî
sosyalîst veke. Derveyî vê rê û rêbazên din wê rê li ber şaşiyan
veke ku di roja me ya îro de jî dema em tamaşe dikin têkoşîn û
fêmkirina şaş, rê li ber jiyana şaş vekiriye. Ji bo em têgeha
rast a jiyanê bi dest bixin, berî her tiştî bi jinê re rast
jiyankirin û li ser bingeha exlaqî û polîtîk nêzîkatî pêşxistin,
girîng e. Herwiha hemû cure koletiyên ku li ser bedena jinê
hatine ceribandin û nasnameya jinê ya ku hercure koletî ser
hatiye ferzkirin, wek rêhevalên jinê derxistina zanebûnê û li
gor wê tevgerîn, pir girîng e. A herî girîng jî watedayîna
têkoşîna azadiya jinê û heya hucreya bedena xwe hîskirin, wê
fêmkirina herî rast û gihîştina heqîqetê be. Weke ku Rêber APO
jî tîne ziman “Jiyana ku bi têgeha heqîqetê mezin dibe, wê êşên
herî giran veguherîne bexteweriyê.” Wê jiyana ku li ser axa
Mezopotamaya û li derdora jinê ‘xwedawenda jin’ hatibû avakirin
û bibû dergûşa mirovahiyê, careke din bi têkoşîna azadiya jinê û
destketiyên wê ji nû ve bê afirandin.
|