|
Komîteya
Hemleya Berwedana Netewî
Civîna konseya rêvebiriya KJB’ê ku di dawiya sala 2011’an pêkhat
bi giranî li derdora yek rojevê bi rêve çû. Ji meha Tîrmehê pêve
tecrîda girankirî ku li ser Rêbertiya me pêk tê û operasyonên
qirkirina siyasî-leşkerî hatiye rewşekê ku operasyonên herî
mezin di dîroka K.Tirkiyê de ne, ev rewş mijara bingehîn a
civîna me bû. Wek bizava jinê bi qasî şopandina baldar a
pêşketinên heyî, tişta ku xwe dispirê, rewş ber bi kuderê ve
diçe û wê bi encamên çawa re rû bi rû bimîne hate nirxandin û em
gihîştin encamên girîng. Pêvajoya ku em jê derbas dibin
berdewamiya komploya navnetewî ye. Tecrîda girankirî ku li ser
Rêbertiya me pêktê û konsepta qirkirina civakî ji heman navendê
tê birêvebirin. Li beramberî vê rewşê jî divê pêvajoyek pir xurt
a berxwedanê derkeve holê.
Bêguman têkoşînek pir berfirah a 40 salî ku ji hêla bizava
azadiyê li her kozikê tê meşandin di holê de ye. Sekna berxwedêr
di her demê de feraseta bingehîn û nêzîkatiya sereke ya me bûye.
Lê divê pozîsyona heyî li beramberî êrîşên topyekun berfirehtir
bibe.
Ji meha Tîrmehê heya niha ji Rêbertiya me agahî nayê girtin. Ev
jî nikare bi boçûna têkoşîna giştî ve were qiyaskirin. Bi vê re
parelel polîtîkayên zext û girtina ku li ser gelê me û hêzên me
yên gêrîla pêk tên gihîştiye asta qirkirinê. Di rewşek wiha de
dewamkirina têkoşînê bi meşekî asayî ya heyî wê nikaribe li dijî
qirkirinê encam derxîne. Nexasim dema bi ketina xeta serketinê,
derxistina azadiyê ji gotinê û kirina piratîkê were bidestgirtin
derdikeve holê ku sekna me kêm e. Ev pozîsyon ne wê bikare
Rêbertiya me azad bike ne jî li qirkirinê dawî bîne. Komplogerên
navnetewî xwestine me bi tecrîda girankirî bielimînin. Dixwazin
Rêbertî û polîtîkayên tecrîda heyî ji rojevê derxînin. Bi êrîşa
li ser gêrîla û gel dixwazin me bi xwe ve bidin mijûlkirin. Li
beramberî rewacdarbûyîna polîtîkayên tesfiyekirinê,
pêşnexisitina berfireh a berxwedanê tam jî rewşeke ku dijmin
hêvî dikir. Di vê wateyê de li beramberî konsepta topyekun a
êrîşê pozîsyona ku em wek bizav têde ne, pozîsyonekî kêm û şaş
e. Nîzîkatiyeke ku li dijî dijmin valatî dihêle û dijmin heya
dawî ji vê feyde girtiye. Rewş li ser vê carek din hate
bidestgirtin û xwerexnegirtin jî pêşket. Di civîna konseya
rêvebiriya KJB’ê de destpêkirina hemleya berxwedaniyê bi
nêzîkatiyek xwerexneger çêbû. Pêvajo wek man û nemanê hate
nirxandin û biryar hate wergirtin li beramberî vê yekê bi
hemleya berxwedana netewî ya topyekun re asta berxwedanê
bigihînin asta hemleyê.
Hemleya “em Rêbertî azad bikin, li qirkirinê dawî bînin” di 5’ê
Kanûnê de start wergirt. Ji wê demê pêve li çar perçeyên
Kurdistanê û derveyî welat bi pêşengiya jinan pêvajoya çalekiyan
heye. Di pêvajoyek ku dihate gotin “êdî nema dikarin çalekî
bikin” meydan bi xwepêşandanên protestoyî re tejî bûn. Em van
çalekiyên ku rojev guhertin û rojeva sereke ya berxwedaniyê
pêşxistin silav dikin. Heke çalekî bi biyardarî û bilindtir dom
bikin, em di wê baweriyê de ne ku wê bikarin azadiyê misoger
bikin.
Hemleya netewî ya ku ji hêla Konseya Rêvebiriya KJB’ê di 5’ê
Çileya 2011’an de bi duruşmeya “em Rêbertî azad bikin, li
Qirkirinê dawî bînin” hate destpêkirin wek pêdiviya vê pêvajoya
ku di dîroka me de herî krîtîke, hate destpêkirin. Li dijî
êrîşên topyekun ku li ser bingeha pratîkirina konsepta
qetlkirina gelê me û tesfiyekirina bizava me û bêbandorkirina
Rêbertiya me ji hêla komplogerên navnetewî ve tê pratîkirin, ev
helme bi mebesta bersivdayîna ji wan re bi armanca parastina
hebûna xwe û azadiya xwe di eksena azadiya Rêbertî de pêktîne,
hate pêşxistin. Hêzên komploger û cemaeta AKP-Gulen tinekirinekî
topyekun dane pêşiya xwe, li beramberî wê jî misogerkirina azadî,
ewleyî û tendurustiya Rêbertiya me û parastina hebûna Kurdan li
ser bingeha azadî û demokrasiyê û ji bo bidest xistina statuya
wê berxwedana netewî ya topyekun hatiye destpêkirin.
Êrîşa topyekun ku li ser bingeha qirkirina çandî, leşkerî,
siyasî û wek berdewamiya komploya navnetewî li ser Bizava me ya
azadiyê, gelê me û jinan tê meşandin, bi qasî ku dextên piralî û
vebirdar rave dike, di aliyê din de îşare pê dike ku komploya
navnetewî gihîştiye qonaxa dawiyê. Hêzên Gladyo û dûvika wê
dewleta AKP-Gulen bi hemû teknolojiya çek, hêza medya, sazî û
rêxistinên xwe ve seferber bûye, hemleya xwe ya herî dawî dike.
Ango pêvajoya ku em tê de derbas dibin qonaxa çaremîn a komployê
û qonaxa herî dawî ye. Wek tê zanîn komploya navnetewî ji sala
1999’an pêve qonax bi qonax hatiye meşandin. Di qonaxa yekemîn
de li ser dîlgirtina Rêbertiya me xwestin ku di navbera gelên
Kurd û Tirk de şerekî mezin bidin çêkirin û her du aliyan jî
lewaz bixin ku bikarin ji vê rewşê sûd wergirin. Wiha jî di
wateyekê de wan bixin bin kontrola xwe, hîna bêtir mêtîngeriyê
pêş bixin. Di qonaxa duyemîn a komployê de hedef ew bû ku bizava
azadiyê ji hundir ve birizînin û perçe bikin. Her wiha ev
pêvajoya ku DYE birêvedibir di lîteratora me de wek
tesfiyekariya sala 2004’an tê zanîn pratîkekî xiyanetê pêşket.
Di qonaxa sêyemîn de êrîş li ser qada civakî kirin û xwestin
sekna siyasî ya vê qadê bêvîn bikin, wê bikişin teslimiyetê, bi
qirkirna çandî û siyasî vê qadê bixin bin kontrola xwe. Di vê
pêvajoyê de operasyonên herî berfireh yên dîroka Komara Tirkiyê
pêşketin. Di qonaxa çaremîn a komployê de êrîşekî topyekun li
ser hemû qadên me hatiye destpêkirin. Bi ertêşa xwe, Qanûndarî,
Dadwerî, siyaset û çapemeniya xwe ve şerê taybet û qirkirinên
eşkere bi alîkariyek navnetewî, armanc ewe ku derbeya herî dawî
lêdin û bixînin bin kontrola xwe wiha jî bidawî bikin. Lê belê
ruxmî hemû konsepta êrîşên vebir, heya niha ti qadên komployê bi
tevahî bi ser neketine. Bêguman bizava me ya azadiyê êş û
senciyên mezin jî kişandin. Lê ruxmî wê jî bersiv ji hemû
hemleyên êrîşan re hatiye dayîn û pêşiya encamgirtina wê hatiye
astengkirin. Di vê wateyê de, ne bi giştî dikare tine bike, ne
jî tine dibe ango di rewşekî hevkêşîn de ye. Heya niha ti
qonaxên komployê bi tevahî bi ser neketine, lê belê qonaxa wê ya
dawî pir krîtîk e. Lê heke pêvajoya xete berxwedanê were
bilindkirin wê nikaribe ji binkeftinê rizgar bibe.
Yek ji taybetmendiya bingehîn a hemû qonaxên komploya navnetewî
ewe ku her qonax bi girankirina tecrîda li ser Rêbertiya me ve
tê destpêkirin. Starta destpêkirina êrîş li ser herêma Rojhilata
Navîn li ser bingeha pêkanîna komplo li dijî Rêbertiya me hate
pêşxistin. Di qonaxa duyemîn ya komployê jî dema pêvajoya
tesfiyekariya sala 2004’an pêkdihat, dîsa tecrîda girankirî li
ser Rêbertiya me di meriyetê de bû. Wiha jî têkîliya me ji
Rêbertî hatibû qûtkirin. Qonaxa sêyemîn ku bi qirkirina siyasî
pêkhat bi pêkanînên tecrîdê pratîkî bû. Herî dawî dema hemû
lîstok ji hêla Rêbertiya me ve hatin pûçkirin, êrîşên topyekun
dîsa li ser heman armancê hatine pêşxistin. Ev êrîşên dawî hem
hêrsa binkeftinên dawî di nav xwe de digre, hem jî nîşan dike ku
ti lîstok û polîtîkayên xapandinê ku pêkbînin nemaye. Derketina
manîfestoya modernîteya Demokratîk a Rêbertiya me jî îlana
binkeftina birdozî ya komplogeran e. Êdî gihîştine dawiya rê.
Hêzên Gladyo û lingê wê yê li Tirkiyê AKP hemû hêza xwe xistiye
devrê û hemleya xwe ya herî dawî pratîkî dike. Ango teqez an wê
xeta komploger biserbikeve an jî xeta berxwedêr.
Yek ji taybetmendiya herî sereke ya her pêvajoya komployê, dema
li ser Rêbertiya me tecrîd pêktê, di kêleka wê de li ser herêmê
jî êrîş dikevin dewrê. Yek ji sedema ku Rêbertiya me biryar da
ku ji Sûriyê derkeve ji bo pêşî li êrîşa li ser herêmê bigre bû.
Piştî dilgirtina Rêberiya me, heman hêzên komploger di serî de
Efxanîstan, di qonaxa duyemîn de jî êrîşê İraqê kirin. Her du
welatan jî ketin bin dagirkeriya DYE, ev jî bû sedem ku bi
salane bibin gola xwînê. Piştî Tîrmehê pêve ku kiryarên tecrîdê
li ser Rêbertiya me girantir kirin, li beramberî gelên Rojhilata
Navîn jî êrîş rewacdar kirin. Di bin navê Bihara Ereban de
mudaxele li pir welatên Erebî kirin. Serîrakirina gelên Ereb ku
daxwaziyên demokratîk yên gel ji bo guhertina hêzên statukoparêz
yên heyî digre nava xwe, ji hêla hêzên komploger ve hatiye
îstîsmarkirin û li gorî berjewendiyên xwe hatiye birêvebirin.
Wiha jî guhertinên heyî kirine zemînê projeya ji nû ve
dîzaynkirina Rojhilata Navîn. Elbet telebên gelên Rojhilata
Navîn ji bo guhertinên demokratîk di cih de ne û rast in.
Têkoşîna ku di vî milî de jî tê meşanin têkoşînek mafdar e. Ev
di wateyekê de jî hedefeke ku em bi demdirêjî armanc dikin. Lê
belê kuştina Qedafî bi awayê lînçkirinê, vekirina pêşiya
mêtîngeriya sermayedariyê, ev encma bi ti awayî bi demokrasiyê
re hevnagirin. Ev rewş îfadeya komploya herêmî ye û bi qonaxa ku
em tê de ne, pêwendîdar e. Divê rewşa heyî wiha bê xwendin;
dixwazin gelên herêmê berdin hev, şer û şîdetê bikin nêzîkatiya
herî bingehîn, hemû çavkaniyên ser-erd û bin-erd mêtîngeh bikin
û bi manîpulekirina gelan jî wan bixapînin, ev jî berdewamiya
komploya navntewî ye. Êrişên li ser gelê me, gelên Rojhilata
Navîn, bizava me û Rêbertiya me hemû ji heman navendê têne
birêvebirin û parelelê hev pêşdikevin. Di vê wateyê de wextê
tecrîda li ser Rêbertiya me were nirxanidin divê bi van hemû
aliyên wê ve were dîtin û wiha bê fêmkirin.
Piştî ku leşkerên DYE’ê İraq dagirkirin hîna bêtir eşkere bû ku
komploya navnetewî ji bo gelan çi tîne û çi nayîne, ev bi awayek
şênber xuya bû. Piştî dagirkeriya DYE li ser herêmê bi hezaran
mirov bi şêweyek hovane hatin kuştin, di navbera hemû etnîk,
mezheb û olan de nakokî kûrtir bûn, İraq hatiye rewşekê ku nema
lê jiyan dibe. Wek tê îdeakirin pergala demokratîk înşa nebûye,
kevir li cihê xwe nerûniştine. Heya têkoşîna di navber komplo û
berxwedaniyê de li Rojhilata Navîn dawî nebe jî wê kevir li cihê
xwe cî bi cî nebe. Pirsgirêka demokratîkbûnê her ku sal derbas
dibin hîna bêtir xwe dide der. Gelê me yê li Başûr di salên dawî
bi sempatiyek hîna mezintir nêz bizava me ya azadiyê dibe,
alîkarî dide û heta bi awayek girseyî tevlî xwepêşandinan dibe,
ev jî nîşan dide têgeha yekîtiya netewî û demokrasî li vir heye.
Ev di heman demê de xala şkestina komploya navnetewî ye.
Rewşa Sûriyê jî helqeyek krîtîk a komployê îfade dike. Dewleteke
ku ketiye navenda êrîş û dextên hêzên komploger. Hewl didin
rejîmê ji hundir ve bidin hilweşandin. Dewleta AKP’ê ku erka
hilweşandina rejîmê girtiye ser xwe armanca wê ya sereke
pêşîgirtina bidestxistina statuya Kurdan û astengkirina yekîtiya
netewî ye. Rejîma Esad ku hîna di pozîsyona berxwedaniyê de ye,
an wê li gor planên komplogeran hilweşe an jî li gor
berjewendiyên gelan wê li ser bingeha demokrasiyê wê guhertina
pergalê pêk bîne. Encam çi be bila bibe gelê me li Rojavayê
Welat dest bi avakirina pergala xwe ya xweser a demokratîk
kiriye. Rejîm birûxe jî, guhertina desthilatiyê çêbe jî, gelê me
biryardare ku bi têgeha demokrasî û azadiyê xwe birêxistin bike.
Di navbera rejîma Îran û DYE de jî her diçe alozî zêdetir dibe,
ev jî îfadeya herî eşkere ye ku nîşan dike em gihîştine qonaxa
herî dawî ya komployê. Îran di aliyê dîrokî û rojane de jî
welatê herî bihêz ya Rojhilata Navîn, di aliyê teknolojî de jî
welatekî herî pêşketî li herêmê ye. Wê şerê bi Îranê re diyarker
bibe. Di demên dawî de di nabera DYE-Îsraîl û Îranê de dualî
tehdîd û ferzkirin çêdibin ev jî potansiyela ketina pêvajoya
pevçûnê di nava xwe de dihewîne. Teqez wê Îran di dawiyê de bi
şîdetê re rû bi rû bimîne. Yekane rêya pêşiya wê jî bêguman rêya
werguhertina demokratîk e. Gelê me li Rojhilatê Kurdistanê ruxmî
dardekirin û girtinan jî bi elaqe û tevlîbûnek mezin nêz bizava
me dibe. Gelê me dînamîka sereke ji bo li Îranê rejîmek
demokratîk û azad ava bibe, ye.
Di qonaxa ku komploya navnetewî gihştiyê, hukumeta AKP’ê
pêşengtiya komploya navntewî dike. Li dijî Lîbya, Sûriye, heya
cihekê dewletên Ereb û ji bin ve jî li dijî Îranê bi bikaranîna
nasnameya Îslama nerm wan dikişîne xefikê û rola pêşîkêşiya
(önayak) êrîşên li ser wan dilîze. Yek ji sedema lîstina vê rolê
xeyalên AKP’ê ji bo rêbertiya li herêmê ye, lê sedema herî
girîng tesfiyekirina bizava me ye. Ji ber bizava me, li pêşberî
feraseta xwe ya netew-dewlet û gihîştina armancên xwe wek kelem
dibîne. Lewma jî di bazara tesfiyekirina bizava me ya azadiyê de
jî ji bo dayîna her cure tewîzê amade ye. Li pêşberî kirina karê
herî bi xeter, rîsk û fetûfûna dîzaynkirina ji nû ve ya
Rojhilata Navîn, ji bo tinekirina bizava azadiya me bazarkirina
dayîna her cûre çek a bi hêz û teknolojiya îstîxbaratî ye. DYE
daye xuyakirin ku di vê têkîliya bazarî de di her pêngavê de
Tirkiyê destek dike. Nexasim di bûyera qirkirina li Qilebanê de
ne ku dewleta AKP’ê rexne kir, her wiha alîkariya hewce jî ji bo
bombekirina gel ji hêla dewletê ve da. Bi vê re jî îlan bûye ku
AKP naxwaze pirsgirêkê çareser bike, berovajî dixwaze bi rêya
zorê wê biperçiqîne. Karaktera faşîzan a İslamî ya Gladyoya şîn
jî ne nêz çareseriya demokartîk e, bi tevahî bi hêzên komploger
re ketiye nava hevgirtina yek çarenûsê. Serokwezîr ku ji bo
Rêbertiya me got “heke wê demê em li ser karbûna, me dê darde
bikira” niha bi tena serê xwe desthilat e. Pêkanîna tecrîda
girankirî ku heya niha ti zemîna wê ya huquqî û rewa tine bû,
niha dixwazin vê tecrîdê bi tevahî qanûnî bikin. Ev jî boçûna
nêzîkatiya rejîmê dide diyarkirin. Armanc ewe ku bi tevahî
Rêbertiya me ji zemînê siyasetê dûr bixin, bê bandor bikin, bi
vê bidin elimandin û paşê jî îmhayê bixin devreyê. Sedema ku AKP
evqa çavsor bûye jî ewe ku tenê Rêbertiya me hêza alternatîf e û
hêza yekaneye ku dikare AKP’ê bide sekinandin. Li ser Rêbertiya
me planên wiha xistine pratîkê, bi vê re jî li ser bizava me û
gelê me jî qirkirina leşkerî û siyasî pêktînin. Wiha jî dixwazin
gel û gêrîla bi xwe ve mijûl bibe, da nikaribin tabloya giştî
binînin. Di encam de jî bikare gel, Rêbertî û Bizavê ji hev dûr
bixîne, perçe bike û wiha bikare yek bi yek bi hêsanî tine bike.
AKP îdea dike ku vê zivistanê wê tevahiya bizava me tine bike.
Di bin vê axiftina evqa bi îdea de çi veşartiye? Ji pêkanînên
heya niha jê fêm dibe; ya yekemîn û herî girîng nêzîkatiya bi
şerê taybet re raseriya (üstünlük) psîkolojîk bidest bixîne, ye.
Nepixandina pir zêde ya wendahiyên me, nîşandayîna ku li her
derê teslîmiyet û xiyanet çêbûye, ji bo çêkirina çavtirsiyê ye.
Ya duyemîn; teknolojiya herî nû û ya herî bihêz a cîhanê
seferber kirine. Wiha jî dixwaze îmaja têkneçûyîniya xwe avabike.
Li Qilebanê 35 ciwan û zarokên Kurd qetlkirin û ev bûyer wek ku
bûyerek noramel nîşandan, ev bixwe çavkaniya xwe ji vê
nêzîkatiyê digre. Ya sêyemîn jî; bi hesaba ku piştî êrîşên
psîkolojîk û leşkerî wê hêza berxwedaniyê bişkê, qaşo wê
pêngavên demokratîkbûyîna nû werin avêtin û wê bîne wê astê ku
êdî nema sedem ji bo têkoşînkirinê bimîne. AKP vê pirsgirêkê li
gor xwe wiha dixwaze bi dawî bike. Qonaxa herî dawî ya komployê
ye, ev jî nayê wê wateyê ku encamên wê zelal bûne. Ev jî tê
wateya ku, pêkhatina îhtîmala encamên cuda pir nêz hev in.
Îhtîmala gihîştina serketinên pir mezin jî heye lê belê îhtîmala
wendahiyên zêde jî heye. Dibêtiya (olasılık) her yek ji van
îhtîmalan jî nayê piştçavkirin. Ne serketin wek ku misoger bûye
tedbîr ji dest bêne berdan, ne jî wek ku binkeftin jênevegere,
ji bilindkirina berxwedaniyê dest bê berdan. Ev nêzîkatî şaş
dibin. Ya rast ewe ku li gor hemû dibêtiya amadeyî hebe, bawerî
li hêza berxwedaniya gel hebe û bi hemû hêza xwe ve li her
zemînê tevlî vê berxwedaniyê bibin.
Di vê pêvajoya êrîşên topyekun têne kirin, elbet ku zehmetî û
wendahiyên me çêbûn. Di vê wateyê de sala 2011’an bi qasî ku bû
sala serketinên pir mezin, pir jî bi sencî bû. Şehadeta
rêhevalên me Ş. Çîçek, Rûstem, Rûken, Rozerîn, Elîşêr, Simko,
Brûsk, Nazlican, Baz û bi dehan rêhevalên din ku xwedî rola
pêşengtiyê bûn, her wiha bi dehan rêhevalên ciwan ku nû tevlî
têkoşîna azadiyê bibûn wek Ş.Zinar, Gulbihar, Neval, Ş.Egîd bû
sedema êşkeke mezin ji bo me hemûyan. Li Qilebanê qetlkirina 35
ciwanên me, li Qendîlê qetlkirina 7 welatparêzan di heman astê
de ji bo me wendahiyên giran bûn. Bi van rewşan re agahînegirtin
ji Rêbertiya me, bû sedema ku sala 2011 bibe salekî pir giran.
Lê belê di dîroka têkoşîna me de her dem li pêşberî şehadet û
zehmetiyan bi têgeha bilindkirina berxwedaniyê nêzîkatî hatiye
pêşxistin û pêşketinekî şoreşgerî ya mezin jî wiha hatiye
pêkanîn. Heke li hemû qadên me bi fêmkirin û jiyanîkirina
parêznameyên herî dawî yên Rêbertî re, li ser bingeha girêdana
bi rêhevalên şehîd bi terzê seferberiyê û giyana fedayî xebat,
rêxstinbûyîn û çalekî werin pêşxistin, wê ti hêz nikaribe li
pêşiya hemleya berxwedaniyê bibe asteng.
Di hemû dîrokê de çiqa hêza dewletan mezin bibe jî nekarîne li
beramberî serîrakirina gelên liberxwe bidin. Mînaka vê ya herî
nêz jî rewşa Misir’ê ye. Ruxmê guhertina rejîmê dihate kirin jî
lê ji ber dexta li ser jinekê bi pêşengiya jinan meydana Tehrîrê
bi rojan bi çalekiyên gel ve hate dagirtin û bû sedem ku
rêvebiriya nû ji binî ve bihejê û nikaribe li ser lingan bimîne.
Em jî wek gel û bizav xwedî destketiyên bêhempa yên 40 sal
têkoşîn, nirxên pir mezin yên menewî, kevneşopiyek bihêz a
exlaqî-siyasî û xwedî avaniyek rewacdar a rêxstinî ne. Hêza me
ya berxwedaniyê, hêza me ya birdozî-siyasî, kapasîteya me ya
çalekiyê hîna li pêş e. Ango heke li ser bingeh girêdana bi
nirxên têkoşîna bizava azadiyê û li ser bingeha perspektîfên
Rêbertiya me, têkoşîn were meşandin wê di asta serketinê ku em
negihîjinê tine be. Hebûna bizava azadiya me bi serê xwe jî ku
li jêr sifrê dest bi têkoşînê kir û bû hêzek herî mezin a
Rojhilata Navîn, îsbata wê ye ku em xwedî xeta serketinê ne.
Komploger di vê pêvajoyê de hemû hêza xwe seferber kirine, li
dijî wê divê ku em bi hemû hêza xwe hemleya berxwedaniya netewî
pêşbixin, ev jî wê bibe zemînê serketinên dîrokî û azadiya
Rêbertiya me. Di vê wateyê de jî bi durûşmeya “Em, Rêber APO
Azad Bikin, Li Qirkirinê Dawî Bînin” di hemû qadên têkoşînê de
bi pêşengtiya jinê bilindkirina bexwedaniyê wê bê wateya
pêşwazîkirina pêvajoyek dîrokî a serketinê. Em wek bizava
azadiya jinê û komîteya hemleyê bi vê hêviya mezin dibêjin ku em
ê heya dawî şopdarê vê rêyê bin.
|