Nirxandin

BİLİNDKİRİNA TÊKOŞÎNÊ WÊ AZADİYA RÊBER APO BÎNE...       

Rûmet Qoser



Huqûq; Pir caran ev têgeh tê bizimankirin, tê bikaranîn û weke mafê xwe parastinê tê zanîn. Lê belê di sedsala me ya niha de ti kes nikare xwe bi vê têgehê an jî vê amêrê ve îfade bike, ne jî dikare xwe biparêze. Ji ber hiqûqa di roja îro de tê bikaranîn tenê berjewendiyên dewletê û erkdarên dewletê yên fermî diparêze. Tenê wan muxateb digre. Di nava sînorê huqûqa dewletî de mafê kes û civakê tine ye, fetisiye. Ya rastî hatiye fetisandin.
Bi navê huqûq û mafê civakê kiryarên ku tên kirin hemû bêmafî û êrîşên li dijberî civakê û kes in. Bitaybet kesê ku li pêşiya vê sazûmaniya dij-huqûqî disekine ev kiryar ser wê/wî tên bikaranîn.
Girtîgeha Îmraliyê Guantanamoya hemdem ya Tirkiyê ye. Piştî îşkence û bişavtina fîzîkî, ruhî, derûnî û ramanî ya ser mirovan, îro hewl tê dayîn ku girtîgeha Guantanamoya li Kubayê were girtin. Lê belê Tirkiye ya ku xwe bi modernbûyînê nav dike, vê rêbaza dijmirovahî kes pêk tîne. Hemû kiryarên herî qirêj yên pêvajoya zîhniyeta desthilatdar li kuderê hebe ji aliyê hukûmet û dewleta tirkiyê ve tê şopandin û pêkanîn. Yek ji wan jî bêguman girtîgeha Guantanamoya ku di nava sînorên Îmraliyê de pêk tîne bi xwe ye. Pergala li vir bi biryareke giştî ya navnetewî ve tê meşandin. Lewma di pratîkirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û bêhuqûqiya li wir sazî û dezgehên pêwendîdar jî berpirsyar û hevkarên vê îşkencê ne. Saziya pêşîgirtina êşkenceyê CPT, mahkema mafê mirovan a Ewrûpayê AÎHM li hember vê tecrîda li ser Rêbertî û êşkenceya ku tê meşandin, bêdeng in. Ev jî hevkariy wan piştrast dike. Her wiha ev saziyên huqûqî di serî de huqûqê xwe ya xebatê binpê dikin. Mafê ‘kes’ ku divê biparêzin binpê dikin. Ev bi xwe xiyaneta li dijberî mirovahiyê ye.
Li hember Rêber APO ti rêbazê zîhniyeta desthilatdar ya Tirkiyê nemaye ku pêk neanîbin. Lê bi ti awayî bi ser neketin. Îro jî ji ber vê xwe davêjin van kiryarên derve û xwe hîna zêdetir pê dixapînin.
Çekên kîmyewî ku bi peyman û rêzikan ve hatiye qedexekirin, ji aliyê hukûmet û artêşa Tirkiyê ve tê bikaranîn. Hukûmet li ser hemwelatê di nava welatê xwe de çekên kîmyewî dibarîne. Ev asta hovîtiya ku gîhiştinê rave dike.
Ev êrîş û kiryarên li ser gel û rêxistinê ji bo dewleta Tirkiyê ti encam bi xwe re neanî û nayîne jî. Rejîma Tirkiyê êrîş li ser Rêberê me girantir kirin. Ev jî bes nekir, piştî hemû hewldanên huqûqî ku ji aliyê sîstema desthilat ya heyî ve hat bikaranîn bi nêzîkatiyeke rûreş, xiyanetê ve dagirtî ROJ TV hate girtin. Ev helwest nêzîkatiya hemû dewletên Neteweyên Yekbûyî jî dide diyarkirin. Ev biryar ji navenda wan derketiye.
Tirkiyê bi van rêbazên dubare û paşverû wer dixwaze bigihîje tiştekê. Lê ruxmî ku em dizanin bi sedan rewşenbîr û rojnamevan di girtîgehan de rizandin, di bin çavan de dane wendakirin, lê dîsa jî nekarîn dengê azadiyê bitefînin.
Namzetên gel yên hilbijarî bi rêbazên bê qanûnî û bêhuqûq davêjin binê girtîgehan û bi lêgerên mekanên wan her roj li ser ezmûna xwe ya bêmafiyê pileya xwe bilindtir dikin.
Ev bûyer hemû dema tarî ya Rojhilata Navîn ya serdema navîn ku heya niha domiye, bi bîr tîne.
Li hember van kiryar û êrîşên dijmin yên hovane gelê me û rêxistina azadiyê ji her demê zêdetir bi baldarî û hişyar tevdigere. Di vê dawiyê de hemû bûyerên ku hukûmeta AKP dixwest bi awayeke veşartî û sergirtî bike û derbas bike di encama vê baldarî û şiyarbûnê de derketine holê û eşkere bûne. Ev yekbûna gel û gêrîla dide diyarkirin. Ev yekbûna dilê gel bi Rêber APO ve dide diyarkirin. Asta zanist û têgîhana gelê kurd ya xwedîderketina li xwe dide diyarkirin. Ev helwestên hatin diyarkirin hemû ji serê salê ve bi dirûşmeya “Em Rêber APO azad bikin, li qirkirinê dawî bînin!” bi hemleya berxwedana netewî hatiye destpêkirin û bi xwedîderketinek berfireh a jinan ve berdewam dike.
Ev kampanya bi tevahî tekîldarî pêvajoya siyasî ya dawî hatiye destpêkirin. Ji ber ji milekî ve operasyonên siyasî yên tevkujiyê berdewam dikin, ji milê din ve jî ev 6 mehin li Îmraliyê hevdîtin pêk nayên. Astengkirina van hevdîtinan gelê me û em hemû xistine nava fikarên giran. Lê belê gelê me bi berxwedana xwe dide nîşandayîn ku êrîşên heyî û astengkirina hevdîtinên bi Rêber APO re hemû sebra wan derbaskiriye û wê ticar vê rewşê nepejirin.

Bi rojane ku em şahidiya berxwedanên mezin yên jinên Kurd dikin. Jinan bi mîtîng û çalekiyên cûr be cûr ve kiryarên rejîmê li ser Rêbertî şermezar û lanet kirin. Li her deverê ev çalekî hatin berdewamkirin. Wê berdewamiya van çalekiyan bi dirûşmeya "Ji Ocalan re azadî, ji komkujiyê re dawî!" hîna bilindtir wê pêk werin.

 
 

Veger

 
Malpera PAJK (Partiya Azadiya Jin a Kurdistan) a Fermî ye
PAJK Online © 2006-2007 Hemû Mafên Wê Têde Veşartî ne