|
|
Lêkolîn
|
Otorîte û Azadî...
|
Jîneolojî
Hevdîtina Jinê Bi Heqîqetê...
|
|
Akademiya
Zanistên Civakî ya Abdulah Ocalan |
Otorîte, di destpêka civakîbûna mirov de çêbûye. Ji ber vê
sedemê ne biyaniye ji civakê, berevajiyê vêya parçeyeke wê
ya temamkar e. Otorîteya ku parçeyekî civakêbû, çawa anîn
rewşeke dijberê civakê? Bersiva vê pirsê biqasî dîroka
şaristaniya çînî mijareke kûr e û pêwîstî bi dahûrandinê
heye. Ji rêzdariya ku di encama hunera di mirov de heyî
derdikeve holê re tê gotin, otorîte. An jî rêzdariyeke di
encama çalekiya mirov a karên erênî, bifêde de afirîndiye
ye. Dema ev pênase werin esas girtin otorîte bi rêzdariyê re
hemwateye û ev bi fêdeya di kiryariyê de derdikeve holê re
tê pîvan. Di vê rêzdariyê de tehekum an jî çewsînerî nîne...Zêdetir...
|
|
|
Encama nîqaş û agahdariya di derbareya jîneolojiyê |
Beşa dawî
Feraset û avaniya zanista civakî ya modernîst bi taybet
di çarêka dawî ya sedsala 20’an de bi rexneyên kûr re rû bi
rû ma. Di vê mijarê de hêz û zemînekî girîng a rexneyan
derkete holê. Sedema ev rexne xwe negihandin sîstematîkekê û
xet û pergala zanist-desthilatiyê derbas nekirin dikare bi
nêrîna wan a ji pirsgirêka azadî û rizgariya jinê ve
girêdayî were dîtin. Nebûna pergal an jî bizavekî bingehîn
bi taybet ji ber nêzîkatiya ji jinê re pênasenekrina rast a
nasnameya civakî ya jinê û girêdayî wê jî pirsgirêka azadiya
jinê tê. Di vê de bêguman ruxmî hemû ked û lêgera pergala
alternatîf, xwedîbûn ji avaniya zilamsalar a desthilatdar
xwedî bandorekî mezin e. Bizav û rexneyên...Zêdetir...
|
|
|
Ji ‘Seretayî’ Ber Bi ‘Şarmendî’...
|
Rûpelek
Ji Dîroka Çapemeniya ...-I-...
|
|
Pêvajoyên
destpêkirina helîna qeşayiyê, Erebîstan û çola mezin a Sehra,
ji ber têrkirina av û boşbûyîna qadên şîn di van qadan de rê
li ber pêşketina çanda şivantî vekir. Piştî bi dawîhatina
çaremîn pêvjoya qeşayê di vê qadê de êdî hişkesalî destpêkir,
lêgera cihên ku avhewa, ax û giyayên xwe ji bo jiyanê dest
bide, zêdetir bû. Herikîna yekemîn gurubên mirovan ji
ekvatoran ber bi bakur, ji peravên rojhilatê behra spî ber
bi hundir heya Mezopotamya jorîn ji germtirbûna gerstêrka
(gezegen) cîhanê ne serbixwe bû. Ev pêvajo ne wek ku têne
vegotin, an jî têne ziman ewqa di keriyên dem ên kin de pêk
hatine...Zêdetir...
|
|
|
Pierre Denoyer; girîngiya ragihandinê wiha vedibêje: “bêyî
çapemenî hebe rêvebirin, dijber derketin, fêrbûn û hînkirin,
dane bawerkirin, xebatkirin û rawestan, kirîn û firotin hema
hema weke ne gengaz e. Ragihandin têra ti tiştî nake. Lê
ragihandin ji bo her tiştî û herkesî pêwîst e’.
Ew hêza ragihandina ku ji herkesî re û ji her tiştî re
pêwîste diyare ku Kurdan piştî gelek netewan şûnde girîngiya
wê fêm kiriye. Piştî cara yekem di cîhanê de rojnameya
profesyonel hate derxistin bi texmînî 300 sal paşê Kurd bi
ragihandin û çapemeniyê re hev naskirin. Ya rastî ev
derengmayîn ji ber amêrên modern yên Osmaniyan ku Kurdî
parçeyekî ji wan bû dereng hatibûn naskirinê dihat...Zêdetir...
|
|
|
Pêvajoyên Asîmîlasyona Çandî...
|
Jîneolojî
Hevdîtina Jinê Bi Heqîqetê...
|
|
Akademiya
Zanistên Civakî ya Abdulah Ocalan |
A- Serdema Koletiyê: Kurd, heta dema civaka dewleta koledar,
di çanda xwe ya civakî de di rewşeke ji gelan re rê nîşander,
pêşengî dikir de bûne. Ruxmî ku Mezopotama derbasbûna civaka
dewletî ya yekem jî jiyaye, Kurd demeke dirêj derbasbûna
civaka dewletî ya koledar ne pejirandin. Sedema vê ya
bingehîn xwemalîkirina taybetmendiyên civaka xwezayîbû, asta
xwe ya gelbûnê parastin, ne qebûl kirina civaka çînî ya
cinsiyetparêz bû. Ji lewra sîstema hiyerarşîparêz a hişk,
cinsiyetparêz, çînperest û mêtîngeh, cîh cîh di hindek
zemînên civakî de hatibe jiyan kirin jî...Zêdetir...
|
|
|
Encama nîqaş û agahdariya di derbareya jîneolojiyê |
Beşa Duyem
Jîneolojî, hem pênaseya jinê, nasnameya wê ya civakî,
hem jî dîroka mêtîngehkirin û biyanîbûna ku jiyayî derdixîne
holê, hem jî xebatên zanistî-civakî û teorîk-felsefîk yên
azadiya wê bihêz dike. Diyare ku ev jî wê di demdirêjî û
berfirewanî hêzekî ronakbîrî û guhertinê derxîne holê. Lewma
fêmbûye ku vegira vê xebatê asta yek gurubê jixwe derbas
kiriye. Lê belê xebat di nava xwe de yekbûyîn,
rêxistinbûyînek giştî û bi vê perspkektîfê re meşandina kar
hewce dike.
Jin, heya roja îro jî nehatiye pênasekirin. Li doraliya wê
di qadên mîtolojî- ol-felsefe- huner û zanistê de...Zêdetir...
|
|
|
Weke Afirankarê Mirov, Xweda û Ol
|
OL ÇİYE?
|
|
|
şAkademıya
zanıst û ronakbîrî |
Beşa duyem
Heta ku xweda nebe olek nikare saz bibe. Xweda û ol
yekpareye û nabe ku ji hev were cudakirin. Heta wesfa olan
jî bi wesfa xweda re tê pîvandin, nirxandin û pênaseyên olên
pır-xwedêyî û ya yek xwedayî ji vir jêdera xwe digire û nav
hev de bûna xweda û ol dide nîşandan.
Saziya Olê, berhema afirana mirov e. Lêgerîna mirov a zanîna
gerdûnê mora xwe li her demekê xistiye. Bersiva ji pirs û
pirsgirêka bingehîn a felsefeyê ‘ev gerdûn çawa hatiye
afirandin, çawa çêbû û çawa dikare wek xwe bimîne?’ li ser
bingeheke metafîzîk, bûye pênaseya ol. Daxwaza mirov a
naskirina xwe û xwezayê û xwasteka pênasekirinê, bû sedem ku
ol weke saziyekê pêşbikeve.
Zêdetir...
|
|
|
Beşa yekem
Bi wateya xwe ya giştî “RÊ” ye. Ew rê û rêbaza ku mirov di armanç de ji
bo naskirina gerdûnê dişopîne, ye. Gerdûn, her timî ji bo
mirov wek qadekê ku tê de nediyarî (belirsizlik) serwer e,
hatiye dîtin û ev jî di mirov de mereq daye çêkirin. Bi qasî
encama ku dixwazin bi rêbaza zanistî bigihîjinê, nêzîkatiyên
din ên mîtolojîk, felsefî jî di cewherê xwede hewldana
gehiştina heman armancê ye. Armanca ol jî dixwaze bigihîjê
jî heman e. Ji “RÊ” cihêbe jî, armancên wan heman e. Ji
lewra tevahî rêbazên dixwazin veşareya (sir) pişt gerdûnê
ronî bikin, bê ku cihêbûna nêzîkatiyên wan were piştçav
kirin, gengaze ku wek RÊ were nirxandin.
Zêdetir...
|
|
|
OL ÇİYE?
|
Çanda Kurdan û Çêkera Wê ya Exlaqî
|
|
Akademiya Zanistî û Ronakbirî |
Beşa İİİ
Feraseta Pergalê û Ol
Çînayetî; heta ku pergal neyê rûniştandin, cewazbûn weke
bîrdozî bi civakê nedin qebûl kirin û ev jî weke biryareke
xweda neyê pejirandin, hiyerarşiya ku xwe dispêre çînayetiyê
jî nedihate sazkirin. Dê nirxên demokratîk ên komînal ku
mîna zarekî civak pêçabû bihata perçe kirin ku li pêşiya
hiyerarşiyê kelem dernekevin û bê derbaskirin.
Zêdetir...
|
|
|
Akademiya Zanistên Civakî ya Abdulah Ocalan |
Çanda Gelê Kurd ya Gund û Çandiniyê, Etnîsîte û
Eşîretgeriyê;
Kurd wek gelekî herî kevin ê dîroka civakî, di her
aliyekî de mîrateyên mezin ji mirovahiyê re
afirandiye. Pêşketina civakî di encama ceribandin û
tecrûbeyên ku bi keda gelan hatiye bidestxistin, kom
bûye, hatiye asteke çandî û mirov fêrbûne ku xwe
bidin jiyandin. Pêvajoya dîrokî a ji Neolîtîk re
dayîktî kiriye û şoreşa Neolîtîkê di erdnigariya
Mezopotamyayê de destpêkiriye. Di cewher de şoreşa
Neolîtîkê şoreşa çandî ye.
.Zêdetir... |
|
|
|