|
Ji Pênûsa Gêrîla
BEŞA 1
Pierre Denoyer; girîngiya ragihandinê wiha vedibêje: “bêyî
çapemenî hebe rêvebirin, dijber derketin, fêrbûn û hînkirin,
dane bawerkirin, xebatkirin û rawestan, kirîn û firotin hema
hema weke ne gengaz e. Ragihandin têra ti tiştî nake. Lê
ragihandin ji bo her tiştî û herkesî pêwîst e’.
Ew hêza ragihandina ku ji herkesî re û ji her tiştî re
pêwîste diyare ku Kurdan piştî gelek netewan şûnde girîngiya
wê fêm kiriye. Piştî cara yekem di cîhanê de rojnameya
profesyonel hate derxistin bi texmînî 300 sal paşê Kurd bi
ragihandin û çapemeniyê re hev naskirin. Ya rastî ev
derengmayîn ji ber amêrên modern yên Osmaniyan ku Kurdî
parçeyekî ji wan bû dereng hatibûn naskirinê dihat. Ji xwe
Dewleta Osmaniya bi xwe jî piştî pêşketina ragihandinê 250
salî şûnde dest bi weşana rojnamegeriyê kiribû. Di nava
tebaya Osmaniyan de yên cara yekem rojname derxistine
Kêmnetewên Ermenî bûn. Ruxmî ku di wê demê de Kurd bi
Ermeniyan re di nava têkîliyên ji nêz ve de bûn jî piştî
pêşketina rojnamegeriya Ermeniyan piştî 65 sal paşê Kurdan
rojname derxistine.
Çapxaneyên Osmaniyan yên vîlayetan ku di wê demê de bingehê
rojnamegeriya niha jî avêtin bi Kurdan re di asta herêmî de
bi rojnamegerî re hevnaskirin dan çêkirin. Piştî sedsala 19.
şûnde Kurdan derveyî çapxaneyên dewletî bi awayeke serbixwe
bi înîsîyatîfeke sivîl dest bi jiyana ragihandinê kirin. Di
wê demê de yanî ji damezrandina komarê û têkçûna dewleta
Osmaniyan xebatên çapemenî û ragihandina Kurdan hatiye
xwestin ku were bidest girtin. Tenê weke berhemên çapê weşan
demdirêjî hatine bi destgirtin.
Bi sed salan erka perwerde û hîndekariya li rojhila yek ji
wan saziyên perwerdehiya Osmaniyan ya xweser bi çêkera xwe
ya taybet rakirine ser xwe. Van medreseyan bi hejmareke
mezin rewşenbîr û zanist perwerdekirine û bingeha
rewşenbîriya Kurd jî dane rûnişkandin. Di sedsala 20’an de
tê dîtin ku entelektuel û rewşenbîrên Kurd yên perwerdeya
medresê dîtine ji bo xwe Stenbol kirine bajarê navend.
Kurdên netewparêz yên weke perçeyekî civaka Osmaniyan e,
weke hêmanên din yên mislimanên Osmanî, Stenbolê qada hebûna
xwe dibînin.
Di destpêka sedsala 20’an de li Stenbolê hejmara xwendekarên
saziyên hîndekariya bilind û dibistanên leşkerî dixwendin
her ku diçû zêde bûne. Bi vê re girêdayî li Stenbolê
tebeqeya Kurdan ya rewşenbîran derketiye holê. Alîmên ku bi
çanda medresê ya kevneşop hînbûne û rewşenbîrên ku di
pergala modern ya perwerdeya Stenbolê derbasbûne di qadên
polîtîk û çandî de rolên girîng lîstine. Ev rewşenbîrên ji
bajarên cûr be cûr yên rojhilat hatine û li Stenbolê kom
bûne hindek komele û cemiyet saz kirine. Sazkirina weşanên
ragihandin û çapemeniya Kurdan pêkanîne.
Kürdistan Azm-i Kavi Cemiyeti (Kürdistan Güçlü İrade
Derneği), (Komeleya Vîna Bi Hêz Ya Kurdîstan)
Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti (Kürdistan Dayanişma ve
Gelişme Derneği), (Komeleya Pêşketin û Piştgiriya Kurdîstanê),
Kürt Neşr-i Marif Cemiyeti (Kürt Eğitim Yayginlaştirma
Derneği), (Komeleya Berfirehkirina Perwerdeya Kurdî)
Kürdistan Muhabin Cemiyeti (Kürdistan Sevenler Derneği), (Komeleya
Xoşewîstên Kurdîstanê)
Hevi Kürt Talabe Cemiyeti (Umut Kürt Öğrenci Derneği), (Komaleya
Xwendekarên Kurd ya Hevî)
Kürdistan Teşri’i Mesai Cemiyeti (Kürdistan Yasal Çalişmalar
Derneği), (Komaleya Xebatên Qanûnî Ya Kurdîstan)
Kürdistan Teali Cemiyeti (Kürdistan İlerlerme Derneği), (Komaleya
Pêşvero Ya Kurdîstanê)
Kürd Teşkilat-i İçtimaiye Cemiyeti (Kürt Toplumsal Örgütleme
Derneği), (Komaleya Rêxistina Civakî Ya Kurdîstan)
Kürt Millet Firkasi (Kürt Ulus Partisi), (Partiya Neteweya
Kurd)
Kürt Kadinlari Teali Cemiyeti (Kürt Kadinlari İlerleme
Derneği), (Komaleya Jinên Kurd Yên Pêşvero)
Kürt Tamim-i Maarif ve Neşriyat Cemiyeti (Kürd Eğitim ve
Yayinlari Yayginlaştirma Derneği) ( Komaleya Berfirehkirina
Weşan Û Hîndekariya Kurd)
Ev xebat hemû di encama tevgerên rewşenbîran de hatine
sazkirin. Di dema destpêkê de piraniya rojname û kovaran jî
weke weşanên van sazî û dezgehan dest bi weşanê kirine.
Avaniya çandî-civakî-siyasî ya civakên hemdem û asta
pêşketina wan di lêkolîn û lêhûrînên akademîk û nîv-akademîk
de diakrin werin dîtin. Xebateke dîrokî bi vê şêweyê ji bo
ragihandina Kurdan jî pêwîste û derbasdar e. Bi taybet
Kurdên ku yek ji hêmanên misliman ya Împaratoriya Osmaniyane
dikare were lêkolîn kirin. Ev xebat dikare di aliyê
hizirandinên Kurdan yên modern û bi taybet bi hevnaskirina
netewparêzî re meylên hizir li ser Kurdan seyrek çawa daye
avakirin û li ser ragihandina Kurdan bandoreke çawa daye
çêkirin, were lêkolandin. Tenê bi navbeynkariya hizirandina
netewparêzî li hember Kurdan fealiyetên hatine meşandin û bi
rêya ragihandinê ev dane ragihandin, bi ramanên cûr be cûr
ji vê berfirehkirinê re mînakên li jêr ku hatine dayîn gelek
baldar in.
Di gelek weşanên demdirêj yên dema Osmaniyan de nasnama
eşîrî û herêmî dane aliyekî û ketine nava lêgerên etnîk. Ev
jî hiştiye ku meyla netewparêziya nû ya Kurdan pêşbikeve.
Dîrok û çanda Kurdan bi van weşanên demdirêj bi caran hatiye
bikaranîn û hiştiye di nava Kurdan de zanînên nû were
destpêkirin.
Di van deman de hindek îlanên di rojnameyan de hatine
weşandin ji bo lêkolîna Kurdên li Stenbolê di aliyê alîkarî
û piştgiriyê de dikare bibe nîşane. Mînak: di rupela duyem
ya rojnameya cemiyeta terakkî û teavûn ya Kurdan de ev îlana
ku hatiye weşandin piştgiriyê nîşan dide. Di îlanê de dibêje
“şêwirmendê komaleya me Xeyrîzade Dawud efendi dozên Kurdan
yên rewa di dadgehan de bê mûçe dişopîne. Ji bo mafê rewa yê
birayên me yên Kurd û dozên eleqedarî wan dema hebe herkes
dikare serlêdana nivîsxana Dawud efendi ya xana musul hejmar
25-26’an bikin”. Di vê derbarê de îlanên Dr. Abdulah Cevdet
Mehmet Şukru Şekban di rojnameyên Kurd de dikarin werin
dîtin. Van bijîşkan di îlanên xwe de dane eşkere kirin ku wê
tedawiya bê mûçe bidin gel.
Di heman demê de ji bo rêvebirina xebata Kurdan ya li
Stenbolê û xizmetên civakî yên cûr be cûr ji aliyên
rewşenbîrên Kurdan ve di sala 1919 de Takib-i Umur
İdarehanesi (İşleri Takip Etme Bürosu) (buroya şopandina
kar) hatiye sazkirin. Ev xebat ji aliyê weşana kovara jin ve
hatiye birêxistinkirin û xebat di buroya kovarê de hatiye
meşandin.
Heger bal li ser vana were kişandin, organîzasyonên
ragihandinê hem dibin kirdeya tevgera civakbûna nû, hem jî
di asta hizirandinê û pêşxistina raman de di nava Kurdan de
dibe hêmana ku nûbûna di nava Kurdan de derbikeve holê. Lê
belê ev xebat bi lêkolîneke rojane û li gor xweseriya wê
divê naveroka wê were lêkolînkirin. Di van xebatan de di
modernkirina ragihandina Kurdan de rola girîng lîstiye
ragihandina Kurdan e. Ev ragihandin çawa derketiye holê,
hêmanê wê yên pêşketinê çine û bi awayeke kronolojîk demek
dirêj çawa weşana van xebata hatiye hedefkirin. Di dema
Kurdan de çapemeniya Kurdan dema derketina rojnamegeriyê, di
derbarê çapemeniyê de têgihên bingehîn, derketina xebata
rojnamegeriyê di gelek welatan de û mînakên yekemîn bingeh
girtine û dest bi xebatê kirine. Rojnamegeriya wê demê
zêdetir berbiçavkirina şert û mercên siyasî-civakî-çandî-aborî
û di qada navnetewî de rewşên heyîne berbiçav girtin e.
Rojnamegeriya Kurdan di Tirkiyê de ne bi Tirkiyeke modern di
asta akademîk de di dema Osmaniyan de di asta berhevkirina
zanistên weşana kovar û rojnamegeriyê digre nava xwe.
Janet Klein, weke teza lîsansa jor ya zankoya Princeton di
sala 1966 de mijara ragihandina Kurd ya dema Osmaniyan amade
kiriye. Lê belê pir zehmete ku were gotin ev mijar bi kûrahî
hatiye amadekirin. Di xebata xwe de tenê behsa çar demên
weşanê dike. Ne xebateke di asta akademîk de jî be di asta
kesî de xebata dîroka çapemeniya Kurdan hatiye bikaranîn. Bi
taybet di vî alî de xebatên gelek hêja yên Malmîsanîj hene.
Xebatên Malmîsanjî yên destpêka sedsala 20.mîn yên ku
rojnameyên Kurdî wergerandiye tirkî hene. Lê cardin jî di
derbarê vê mijarê de nikare were gotin ku gelek xebat hatiye
kirin.
Xebata vê şêweyê ji 3 beşan pêk tê. Di beşa yekem de
danasîna ragihandinê tê çêkirin. Erk û berpirsiyariyên
ragihandinê tên eşkere kirin. Piştre di cîhanê de mînakên
yekem yên rojnamegeriya cîhanê û pêşketina welatên Ewrûpa ku
cara yekem rojname lê hatine çapkirin tê vegotin.
Di beşa duyem de li ser çêkera bingehîn ya etnîk ya Kurdan,
li ser zimanê Kurdî û zaravayê wê, cihên lê tên bikaranîn,
alfabeyên ku Kurd bikartînin, hilberînên yekem yên dîroka
Kurdan derxistine holê, bikaranîna çapxaneyê û di dema
Osmaniyan de bi kinahî li ser cihûwarên Kurdan û girîngiya
civakbûna Kurdan tê rawestandin.
Di beşa dawiyê de ji rojnameya Kurdan tê destpêkirin,
rojnameyên dema Osmaniyan tê destgirtin û heya dema niha yek
bi yek kovar û rojname tên destgirtin, naverokên wan tên
naskirin. Wekîdin di derheqê hindek rojnamgerên wê demê ku
rista derxistin û weşana Kurdan bi kinahî bidin naskirin.
Di Cîhan û Tirkiyê de Pêşketina Ragihandinê
Weke Têgeh Rojnamegerî
Berî dîroka çapemeniya Kurdan, tê xwestin ku li ser hindek
têgihên çapemeniyê yên derbarê cîhan û Tirkiyê de were
rawestan û bi kinahî pêşketina wan were ragihandin. Ev jî
weke beşekî pêşketina ragihandina Kurdan wê were bi dest
girtin û tespît kirin. Mirov pêwîstiya xwe bi zanîn û
fêrbûnên derdora xwe dibîne. Dema fêr jî dibe pêwîstî dibîne
parvebike. Ev pêwîstî kêm an jî zêde di xwezaya her mirovekê
de heye. Ji bo ev pêwîstî were derbas kirin di dema xwe de
gelek hewl û lêgerîn hatine çêkirin. Di encam de ev xebata
ragihandina ku îro em behsa wê dikin derketiye hole. Piştî
gelek lêgeran di nava civaka modern de ragihandina ku
pêşketiye di avakirina civakan de weke hêza çaremîn (saziya
ragihandinê) hatiye avakirin.
Di wata berfireh de ragihandin; hemû berhemên li gor dema
tên çapkirin û bi şêweya nûçe û ramanên cûr be cûr
ragihandina ji bo civakê ne. Bi taybet rojname nûçeyên
rojane radigihîne. Bi şêweya heftane, 15 roj, mehane an jî
hîn demdirêjtir bi awayeke periyodîk berhemên ku tên
çapkirin jî navê kovar digirin. Di wateya giştî de weşan jî;
bi rêya radio, televîzyon û weşanên cûr be cûr bi amêrên
ragihandinê ji bo gel û raya giştî dane nîşankirinê ye.
Li rex rojnameyan bikaranîna radyo û televîzyonan hiştiye ku
hindek têgihên nû di ziman de werin bikaranîn. Ji bo rojname
û kovaran têgiha ragihandina nivîskî, ji bo radyo,
televîzyonan jî ragihandina devkî an jî ragihandina
elektronîk hatiye bikaranîn. Amêrên di rojnamegeriyê de tên
bikaranîn li gor xwe, hindek taybetmendiyên wan hene. Di
roja me de şûna têgiha çapemenî an jî ragihandinê têgiha
medya zêdetirîn tê bikaranîn. Têgiha medya hîn berfirehtire
û gelek amêrên ragihandinê weke radyo, televîzyon, kovar,
rojname, înternetê digre nava xwe. Nuri İnugur di pirtûka
xwe ya bi nave dîroka weşan û ragihandinê de bi çerçoveyeke
teng dema ragihandinê dide nasîn dibêje ku ew tenê behsa
rojname û kovaran dike.
Ragihandin navê xwe ji peyva amêra çapê (preesse) digre. Di
sedsala 15’an de bi pêşketina hizir û raman re xebata
ragihandin roleke mezin lîst û derfeta berbelavkirina van
raman û nêrînan da. Ev bi pêşketina çapxaneyê ve girêdayî
leztir bû. Ji bo çapemenî an jî ragihandinê weke di nava
Tirkiyê de tê dîyîn di gelek welatên dinde jî peyvên di
wateya çapê de tên bikaranîn. Bi Îngîlîzî (The Presse), bi
Fransî (La Presse), bi Elmanî (Dîe Presse) bi Îtalyanî (La
Stampa), bi Tirkî Çap e. Ev hemû di wateya çap û çapkirinê
de tên bikaranîn.
Li Emerîkayê şûna peyva (presse) peyva ragihandina girseyî
yanî (mass communication) tê bikaranîn. (Mass Media
communication) jî amêrên ragihandina girseyî didin
îfadekirin. Li Belçîkayê şûna peyva PRESSE Technique de
diffusion (amêrên weşanê) tê bikaranîn. Ev peyv tenê aliyên
heyberî yên van amêran nîşan dide. Di Fransî de peyva
JOURNALÎSME tenê di wata rojnamegerî de tê bikaranîn hemû
beşên ragihandinê nagire nava xwe.
Peyva COMMUNÎCATÎON peyveke bi latînî ye her wiha wateya wê
communîs yanî ji peyva HEVPAR tê.
Rojname bi kurtayî amêreke bi her awayî nûçeyên rojane
radigihîne civakê. Carînan heftane an jî mehane jî dibe.
Derveyî nûçe, yan di rojnameyan de hindek nivîsên ku bala
girse dikişîne û sûd dide jî tên bi cihkirin. Lê ev hemû di
bin nave nûçeyan de tên amadekirin. Ji vana gelek xebat hene
weke: pêkenok, dariştin, nivîsên ceribandinê, sohbet, şîrove,
rexne, çîrok, karîkatur û gelek mijarên din jî hene.
Di ansîklopediya Ana Brîtannîca de danasîna kovarê wisa
hatiye kirin: “kovar weşaneke demî ya ku nivîsên balê
dikişîne weke nûçe, dariştin, ceribandin, lêkolîn, hûrnêrîn,
rexne û gelek nivîs- berhemên wêjeyî di nava xwe de digre
wêneyan jî di weşîne ye” Di ferhenga têgihan ya Fransî de jî,
ji bo kovarê wisan tê gotin; ya ku bîlançoyeke diyar ya dema
borî derdixe, dixebite hilberînên taybet derbixe hole, cih
dide nêrînên pisporan, piranî ya mehane derdikeve kovare.’
Ji bo ku weşanek weke kovar were naskirin di serî de divê
demên diyar de were weşandin. Ev navber bi awayeke rêgezî
herî kêm weke hefteyek, herî zêde jî bi periyodên şeş mehan
divê werin weşandin. Taybetmendiyeke kovarê ya din jî,
beramberî wêneyan metnê dikarin werin xwendin jî hene. Wekî
din kovar ji weşanêndin bi awayeke serbixwe û cudatir divê
were belavkirin. Weke zêdehiyeke rojnameyê divê neyê
belavkirin û ev belavkirin neyê pejirandin.
Di derbarê kovarê de zêdetirin danasîn dikarin werin kirin.
Lê taybetmendiya hemû danasîna ya hevpar bi periyodeke diyar
weşandin, di navbera hefte û 6 mehan de nûkirine.
Girîngiya Ragihandinê
Dema li pêşketinê dîroka heya niha tê mêzandin, di
ronakbîriya civakan de û di nîşandana helwestên civakan de
rola ragihandinê ya girîng tê dîyîn. Ev helwest carna
vedigere hêzên muxalîf, carna jî vedigere aliyên
desthilatiyê.
Ragihandin di agahî dayînê de amêrê herî kevn û herî bi
bandor e. Tarîfên hindek navdarên dîrokê yên ji bo
ragihandinê vê girîngiya ragihandinê baştir didin vegotin.
Mînak: li gor Tocquevill “ragihandin, formula azadiyê ya
herî di cih de ya demokratîk e.” Mendes-France jî
ragihandinê “yek ji hêmanên sereke yên demokrasiyê dide
naskirin.”
Di serdema me de amêrên di ragihandina civakî de rol dilîzîn
di nava çêkera avaniyên ragihandinê ya civakî de jî xwedî
cihekî xweser in. Bi xebata xwe ya bingehîn bi ragihandina
nûçeyan ve gelek diyarde, mijar û girêdanên din jî
radigihînin. Di pêşkêşiya van de dibin şahidên gelek bûyerên
civakî. Dikarin ji bo derûniya civakî jî gelek encaman bidin
ragihandin. Bi gelek babetan di nava raya giştî de dikarin
girse bi qenaet bikin, perwerde bikin, kêfxweş bikin, gîro
bikin an jî reklaman bikin.
Ataturk ji bo ragihandinê dibêje “ew dengê gel yê hevpar e;
ji bo tîmara pêwîst ya gelekî were dayîn, di birêvebirina
gel ya bi hizûr de ragihandin bi serê xwe hêzeke mezin û
bibandor, rêbertiyek e.” Ataturk van îfadeyan ji bo
ragihandinê bikartîne.
Divê bal were kişandin li ser xebata rojnamegeriya klasîk û
ya roja me, weşanê ku bi sedsala ye ji aliyê rojname û
kovaran dihat berdewamkirin di roja me de radyo û televîzyon
jî tevlî bûye. Nûçe dayîna ku tenê karê rojnamegeriyê bû di
roja îro de ne tenê bi rojnagemeriyê ve bi sînor dimîne.
Radyo, televîzyon, internet jî van xebatan didin meşandin.
Erk û Berpirsiyariya Ragihandinê
Yek ji erkên ragihandinê jî avakirina saziyên raya giştî û
avakirina çêkera raya giştî ya siyasî ye. Bi navê gel
venêrîn çêkirin e. Ev li ser sekinandina avakirina rayagiştî
dibe rola xwe gîhandina pêşketina civakî ya hemdem û sîstema
demokratîk. Karê çêkirina rayagiştî ya ragihandin her çiqasî
nayê piştçavkirin, di heman demê de ragihandin ne amêreke
yekalî ya bi tena serê xwe nûçeyan radigihîne ye. Ragihandin
di asta dayîn-standinên gelek berfireh de ye.
Têgihandina erka ragihandinê, bikaranîna vê têgihînê,
polîtîkaya weşanê, bendewariyên girseya ku tê hedef kirin,
ji bo azadiya îfadê were pêkanîn û her wiha ji bo
şêwegirtina rayagiştî rasterast bandor dike.
Şêweyeke kêmkirina azadiya ragihandinê yeke din jî çêkera
civakî ye. Taybetmendiya civakekê ya çêkerî, şêweya
ragihandina kesî û rêvebirina wê dide eşkere kirin. Ji bo
kesên civakî bikaribin azadiyê îfadê bikarbînin divê biqasî
ku xwedî taybetmendiyên dîtin, guhdarkirin, axaftinê bin,
werin dîtin, guhdarkirin, bihîstin jî. Tê zanîn yên ku xwedî
parastina van azadiyên civakî ne, amêrên ragihandinê bi xwe
ne.
Erkên ragihandinê bi awayeke giştî wiha dikare were eşkere
kirin:
Agahî dayîn
Venêrîn û rexne kirin
Derbaskirina raya giştî û di avakirina raya giştî de bûyîna
alîkar
Erka perwerdekirina gel, rakirina ser xwe
Di navbera gel û hukûmetê de dayîn-standin dane çêkirin
Di Rapora Komîsyona Azadiya Ragihandinê ya Emrîkayê de Wiha
Tê Gotin:
“Li gor pêwîstiya civaka azad, jiber şert û mercên sazbûyînê
ne astengkirina hizirandinê ye. Ragihandin ramanên herkesî
na weşîne û divê bendewariyek wiha jî nebe. Lê bîrîmên
çapemeniyê yên pir mezin, li gor rêgeza nûçegîhana bêalî û
ji alîgirtinê dûr, hizirandinên derveyî qenaetên xwe jî
dikarin biweşînin û berpirsiyariya vê rabikin û divê rabikin.
Dikare were gotin rojname, amêra nûçegîhanê ye, bi qasî vê
gel perwerde dike, raya giştî dide avakirin, rênîşaner e.
Beramberî vê, rojnameyên ku xwedî du erkên mezin weke nûçe
komkirin û belavkirinê ne du erkên girîng yên din jî,
radikin ser xwe.
a) Rojname amêra ragihandina nûçeyan ji bo raya giştî ye. Li
gor pêwîstiyan divê ji herkesî re hemû nûçe werin ragihandin
ev jî bi rêya rojname û weşanên nivîskî tên pêşxistin.
B) Di aliyê din de erk, berpirsiyarî û tedbîrên rêveberiyan
ji gel re dide ragihandin. Bi vî aliyê xwe rola alîkareke
giştî ji bo gel û rêveberiyê dilîze.
Dewlet çiqas kêm destwerdana xebata çapemeniyê bike erka
ragihandinê wê ewqasî baştir were meşandin. Xebatkar û
erkdarên ragihandinê di nava civakê de çiqasî bi awayekî
serbest û lêgerînvan bikaribin bixebitin wê ewqasî baştir
xebata vê saziyê hêjaya xwe ya rastî bibîne. Ji bo
ragihandin di wateya rastî de bikaribe xebata xwe bike divê
ji hemû dextên dewletê dûr be. Ev jî normeke ku di aliyê
pîşeya ragihandinê de hatiye pejirandin.
Rapora komîsyona azadiya ragihandinê ya Emerîka yê di raporê
de wiha dibêje; “Berpirsyariya ragihandinê ya nûneriya koma
ku nûnertiya wê dike ji bo bi awayeke azad îfade bike” di vê
mijarê de nêrîn û dîtinên wiha digire. “mirov pir caran li
gor dîmenên destdayî û destnedayî biryar didin. Rastî û
qenaetan bi qaliban ve didin girêdan. Heger amêrên
ragihandina civakî dîmenên rast xêz nekin û pêşkêşî civakê
nekin wê rêyên daraziyên şaş bidin vekirin. Di derheqê
gurubeke civakî de rastiyên ku werin weşandin wê an aliyên
rast an jî aliyên xerab wê komê bide der. Hem nirxên komê,
hem armancên wê hem jî aliyên armancên mirovahî digre nava
xwe.” Komîsyon di vê baweriyê de ye ku “di derbarê jiyana
komekê de rastî derbikevin hole bi demê re wê li hemberî wê
komê fêmkirin û rêzdarî jî pêşbikeve.”
Di cîhanê de Yekem Xebata Rojnamegeriyê
Nameyên Nûçeyan
Berî zayînê di 59’an de Romayîyan bi awayeke rojane nûçeyên
binavê ‘Acta Dîûra’ dema vediguhastin, bibûn damezînerê
pêşeroja şêweya ragihandinê ya herî bi bandor. Ma gelo
temaşevanên Gladyatorên Romayê dizanibûn di pêşbirkan de
kesên bi serdikevin û bindikevin wê rojekê bibin nûçe û di
qeydan de cih bigirin?
An jî ma agahiya kê hebû ku Xanedana Çîn Tang (Piştî Zayînê
618-907 ) giştînameyên qesrê ku di nava karmendên xwe de
belav dikirin bi demê re wê didin nûçeyên ku divê herkes
agahdar bibe?
Lê belê di roja îro de ev mînakên YEK’emîn gelek kêm tên
destgirtin. Heta bi gumane ku tên destgirtin jî.
Ragihandina yekem bi nameyan destpêkiriye. Di rojava de
dîroka ragihandinê ya rastî di sedsala 13. de bi nameyên
biçûk yên binavê (Nouvelle la main) (Elde dolaştirilan
haber) (nameyên bi destan tên gerandin) derketiye hole. Êdî
mirovên li Ewrûpayê jiyan dikirin pêwîstiya agahiya bûyerên
derdora xwe, dayîn-standina raman, bazirgahî, hûner didîtin.
Ev xwestek û pêwîstî bi xwe re bingeha avabûna hindek
saziyan jî bi xwe re anîne. Pêwîstî weke tê zanîn saziya
nameyan bi xwe re derxistiye holê. Saziya nameyên bi dest û
saziya nameyên çapxanê em dikarin bi rêz bikin. Di vê mijarê
de nameyên nûçeyan weke bingeh û pêşengên rojnameyan tê
pejirandin.
Nameyên nûçeyan ya Îngîlîz jê re dibêjin (News - Letter),
Fransiz dibêjin (Nouvelle Manuscripte) di encama meraqên
civakî, siyasî, bazirgahî, aborî de belgeyên derketine holê
ne. Li Venedîkê bi emrê hukûmetê dihatin nivîsandin,
kopyayên wê ji bo herêmên welat cur be cur dihatin şandin.
Nameya yekemîn kengî hatiye nivîsandin tam nayê zanîn. Kesên
bazirganiya navdewletan dikirin, zilamên dewletê yên di
derheqê şerde agahî digirtin, erkdarên dêran yên di derheqê
ol û huner de dem di şopandin, rewşenbîr di çêkirin û
avakirina van nameyan de bi bandor bûne.
Nameyên nûçeyan di sedsala 12 û 13’an de cara yekem li
navenda bazirganî û çandî Venedîkê derketiye hole. Di
Îspanyayê de di navenda ku misilman û xirîstayanan nav
pevçûnê de bal kişandiye. Ev jî tê zanîn. Lê nameyên nivîsên
dest herî zêde li Elmanya û Îtalyayê girîngî dîtine. Di van
herdû welatan de malbatên dewlemend û navdar ûcretên mezin
dayîne nameyên dest yên ragihandinê. Ji ber di nava van
herdû welatan de gelek tevlîhevî dihat jiyankirin û gelek
deverên van welatan dabeşî prenstiya bibû. Ji ber vê nameyên
dest zêdetirîn dihatin bikaranîn. Kesê ku ev kar weke
sazîgeriyekê bi kar dianî Jeremie Krasser ê li Augsbourg
rûdinişt bû. Tê îda kirin cihê karîgeriya Jeremie Krasser bi
qasî cihê rojnamegeriyê mezin bû.
Nameyên bingeha rojnameyan didan avakirin bi dest dihatin
nivîsandin. Ev nameyên ku xwe zanînên polîtîk, bazirganî bûn
ber bi dawiya serdema navîn de, bi taybet di nava xebatkarên
saziyên tîcarî yên mezin de di destan de dihatin gerandin.
Bi vê şêweyê ev xebat hat berbelav kirin. Yên ku ev name
amade dikirin, xwedî nûçegîhanên taybet bûn, belavker û
nivîskarê wan hebûn. Ji ber vê sedemê bi taybet di Venedîkê
de nameyên nûçeyan tê zanîn ku bûne mijarên bazirganiyê.
Mînakên herî kevnar yên nameyên nûçeyan ku tên zanîn di
sedsalên 13 û 14’an de nameyên bi emrê Kralê Îngîlîstanê
dihatin nivîsandin bûn. Nameyên nivîskî yên nûçeyan li
Îngîlîstanê jî bi lezekê hatin pêşxistin. Di sedsala 14’an
de dema Edwardê 3. De Laurence Minot ê ku jiyan kiriye û di
sedsala 15’an de dema Henry Ê 6. De Lydgate û Fenn kesên bi
taybet bi vî karî re eleqeder bûne û ragihandina nameyên
asîlzadeyan ji bo xwe weke çand bi dest girtine.
|