|
Akademiya Zanistên
Civakî ya Abdullah Ocalan
Otorîte, di destpêka civakîbûna mirov de çêbûye. Ji ber vê
sedemê ne biyaniye ji civakê, berevajiyê vêya parçeyeke wê
ya temamkar e. Otorîteya ku parçeyekî civakêbû, çawa anîn
rewşeke dijberê civakê? Bersiva vê pirsê biqasî dîroka
şaristaniya çînî mijareke kûr e û pêwîstî bi dahûrandinê
heye.
Ji rêzdariya ku di encama hunera di mirov de heyî derdikeve
holê re tê gotin, otorîte. An jî rêzdariyeke di encama
çalekiya mirov a karên erênî, bifêde de afirîndiye ye. Dema
ev pênase werin esas girtin otorîte bi rêzdariyê re
hemwateye û ev bi fêdeya di kiryariyê de derdikeve holê re
tê pîvan. Di vê rêzdariyê de tehekum an jî çewsînerî nîne.
Di vê wateyê de evna xema (tasa) hundirê civakê pêktînin.
Taybetmendiyên hundirîn hildigrin. Rewşeke ji dervede tê
ferzkirin tine ye.
Di qismeke civakê ya %98 de mirov, bêyi otorîte û rayeya ji
dervede tê ferzkirin jiyane. Lê ev nayê wê wateyê ku bê
otorîte, jiyan kirin e. Di vir de jî otorîte û rêzdariyeke
xuya heye. Ji ber têkiliyên civaka exlaqî û polîtîk organîk
û pişvanitî yên herî zêde piştvaniyê pêşdixînin rêzgirtineke
herî mezin, ji lewra jî otorîteyê digrin. Yên di serî de
vêya dikin jî jin e. Ev taybetmendiya wê ye ku jinê dibe
asta Xwedavenda dayîk. Di vê mijarê de Rêber APO vêya dide
xuyakirin: “têkiliya di derdora jina-dayîk de ji têkiliya
hêz, otorîteyekê zêdetir di şêwazê piştevaniyeke (dayanişma)
organîk de bûna wê, guncavê cewherê civaka xwezayî ye. ji
rêderketinekî pêk nayîne. Ji otorîteya dewletê re girtiye.
Ji ber çêbûna organîk pêwîstî bi xwespartina zor û derewê
nabîne”.
Bakunînê ku weke bavê Anarşîzmê tê pejirandin, otorîteyê
weke “zagonên hundirîn” pênase dike. Û ‘ev zagon ne ji
derveyî me ne, evna di xwezaya me de tên dîtin; heyîna me,
di aliyê fizîkî, ronakbîrî û exlaqî de tevahiya heyîna me
tînin meydanê; em jî tenê ji saya van zagonan dijîn, bêhn
digrin, dihizirin, daxwazî dikin. Ev nebin em ne tiştekin jî,
em nîn in. Wê demê em hêza îsyankirina li hemberî vana û vê
xwastekê ji kuderê digrin? Di têkiliya mirovan a bi zagonên
xwezayî re tenê azadiyek ji bo mirovan gengaz e. Rizgariya
mirovahiyê ya komelkar û takekesî bi şêweyeke guncavê
armanca wê ketina ferqa wê ye û her diçe di pîvaneke fireh
dibe de pêkanîna wê ye. Dema ev carekê hate qebûlkirin,
otorîteyeke ticar ji aliyê girseya mirovan ve nebe mijara
nîqaşê, diafirîne’.
Zagon û rêzikên ku civakê dikin civak hene. Di serî vana de
civakîbûn, polîtîkbûn û exlaq tê. Evna nêzîkatiyên ku di
civakê de rêzdarî didin çêkirin, herku diçe dibe otorîte ne.
Lê di vana de ferzkariyek (zorlama) tine ye. Pejirandin an
jî pêkhêneriyeke bi dil heye. Ji ber vê çendê ye ku, civaka
xwezayî ya polîtîk û exlaqî, di bîra mirovan de weke bûhiştê
cih girtiye, mirov, lêgerînên wana her timî kişandiye wir.
Berbi dawiya civaka xwezayî ve, hiyerarşî di hemêza civaka
xwezayî de wek ji rêderketin û civaka xwezayî bi kotinê
(kemirme) re lewaz dike pêşdikeve. Dema ku hîyerarşî bi
zagonên hundirîn ên civakê re bû yek wek nabe pirsgirêkekî
cidî, roleke ku jêre têgotin ‘hiyerarşiya bi fêde’ jî
lîstiye. Lê ev çêbûn, cihê ye ji otorîteya jina di civaka
xwezayî de. Ev pêşketina beriya civaka çînî an jî dema
şeveqê de, xalaçerxeke herî girîng a dîrokê pêktîne. Ev weke
wesfî cûdaye ji ola jina dayîk. Xebata bingehîn a ola jina
dayîk, komkerî (toplayicilik) ye. Hîn li piştre kedîkirin,
ew nebatên pêşxistine û afirandine xebateke aştiyane ya şer
pêwîst nabîne ye. Xebata nêçîrê jî hîn zehmetir e. Ji lewra
hîn zêdetir otorîte dixwaz e. Ev xebat koka şer jî çêdike.
Desthilatbûna vê çandê tê wateya kokdayîna otorîteya
baviksaler. Lê li roxmî vêya jî otorîte hîn takekesî ye û
sazî nebûye.
Dema ev çand, bi otorîteya rahîp û şaman ku otorîteyeke olî
ye re bûye yek çandeke nû çêdike. Ev çanda civaka çîn û
dewletî ye. Ev, pêşketineke berevajiyê civaka xwezayî
dişopîne. Salên BZ. 4000 hezar salan dibe salên pêşketina vê
otorîteyê. Ev, xwe bi çêbûna dewletên bajaran ên Sûmeran re
dide nîşandan. Çîrokên mîtolojîk an jî vebêj tijîne di
derbarê çêbûna vêya de. Di vê civaka nû ya çêdibe de esker
hêz bidest dixin. Qralên esker yek ji taybetmendiyekî vêya
yê herî xuyaker e. Di encama vêya de pevçûnên nav qebîleyan
de zêde dibe. Di necama van pevçûnan de nêzîkatiyên
radestgirtin an jî tinekirin tê hîm girtin. Ên di van
pevçûna de têk diçin dibin kole, yên serdikevin jî dibin
xwedî koleyan. Ji bo yên têk diçin jî ji xeynî koletiyê ti
şensê jiyaneke din a bijîn tine ye. Ev jî li dewsa
tevlîbûnekî xwezayî tevlîbûnekî bi zorî tîne. Tevlîbûna bi
zorê tevlîbûneke koleye. Kûrbûna vê otorîteyê, li gel
çînayetiyê vediguhere otorîteya dewletê. Rêber APO di vê
mijarê de vêya vedibêje: “Dewlet, otorîteya xwe bi ew zagon
û qanûnên çêkiriye re didomîne. Civak li gorî van zagon û
qanûn wê bihizire-biaxive, bixebite. Di mijarên mîna hal û
hereketan de, reftarî hwd… de dê li gorî dewletê bibe,
derketina ji derveyî vêya tewan e. Dewlet dema ku ev
pêknehatin dikeve nava tirsa otorîteya wî lewaz dibe bi
girtîgehan, darizandin, çewsandin û rêbazên kedîkirinê re
otorîteya xwe diparêze’.
Wek ji nirxandinên ku me ji Rêber APO jî girtiye tê fêm
kirin ku ferqeke wesfî di navbera otorîteya civaka çînî û
dewletparêz û ya civaka xwezayî ku exlaqî û polîtîke de heye.
Di vê wateyê de şaristaniya çînî, têgîn û nêzîkatiyên civaka
xwezayî serûbin kiriye. Di civaka xwezayî de ku civakeke
organîk e, otorîte tişteke hundirîn e, hundirîn (içsel), di
civaka çînî ku civakeke mekanîk de jî ji derveyî (dişsal)
ye. Di civaka xwezayî de rêzdariya ku jêdera otorîteyê
pêktînê xwe dispêre huner, dispêre fêdeyê û takekes ye. Lê
di civaka çînî de xwe dispêre zordarî, dispêre berjewendî û
sazîbûye.
Du taybetmendiyên bingehîn ên otorîteya civaka çînî û
dewletî hene. A yekemîn ji derve de bi darê zorê ferzkirin
e. Ya din jî stûxwarkirin û îteatkirin e. Ev herdu nêzîkatî,
ji ber di mirov de rê li ber nerazîbûnê vekiriye, bûye
sedema pêşketina reda otorîteyê. Ji ber vê çendê otorîteya
xwe dispêre rêzdariyê jî hatiye red kirin. Ev rewş tam rewşa
ku civaka çînî dixwaze pêşbixîne ye. Îteatkirin ji otorîteyê
re û otorîteya xwe dispêre rêzdariyê jî di nav de redkirina
hemû otorîteyan dibe rûyên cihê ên heman madalyonê û evna
hevdu xwedî dikin. Dema ku otorîteya bi darê zorê tê
ferzkirin rê li ber koletiyê vedike, reda otorîteya xwe
dispêre rêzdariyê jî dibe bêexlaqî. Koletî an jî bêexlaqî
nêzîkatiyên dînamîkên pêşketina civakê perçe dikin, belav
dikin. Herdu nêzîkatî jî nêzîkatiyên otorîteyê xwedî dike,
kûr dike, bisazî dike û mayînde dikin in. Ji ber ku herdu
nêzîkatî jî vegotina xwe di zorê de dibîne, ne aştîxwaz û ji
bo berjewendiya civakê ne.
Ev nêzîkatiya ku di dirêjahiya dîroka civaka çînî de hatiye
pêşxistin, di civaka kapîtalîst de bi zêdetir ziravkirinê re
kûr kirine. Mirov bi her aliyekî wê ve kiriye dîlê pergalê.
Di vê wateyê de hema wek di civakê de koletiyeke bi dil
pêşxistiye.
Li dijî otorîteya koleker a civaka çînî sekinîn,
têkoşînkirin, tê wateya ku têkoşîna mirovahiyê tê dayîn.
Mirovbûna mirovahiyê di wateyekî de di têkoşîna xwe ya li
hemberî vê otorîteyê de pêşdikeve.Ev di heman wextê de tê
wateya azadiyê. Di vê wateyê de di navbera azadî û otorîteyê
de bendikeke qut nabe heye. Herku kes û civak kete ferqa
zagonên xwe yên hundir, wek di organîzmayekî de dibe, biqasî
di şêwazeke piştvantiyê de pêşbixîne, berhemên bi sûd û fêde
ji bo civakê çêbike, wê ji civakê rêzdayîn bibîne. Bi
pêşxistina vê otorîteya xwe dispêre rêzdariyê veguhertina
şêwazê jiyaneke azadî ye.
|