|
Ji Pirtûka Jina Azad Çawa Dijî, cîlda yekemîn
Pêvajoyên destpêkirina helîna qeşayiyê, Erebîstan û çola
mezin a Sehra, ji ber têrkirina av û boşbûyîna qadên şîn di
van qadan de rê li ber pêşketina çanda şivantî vekir. Piştî
bi dawîhatina çaremîn pêvjoya qeşayê di vê qadê de êdî
hişkesalî destpêkir, lêgera cihên ku avhewa, ax û giyayên
xwe ji bo jiyanê dest bide, zêdetir bû. Herikîna yekemîn
gurubên mirovan ji ekvatoran ber bi bakur, ji peravên
rojhilatê behra spî ber bi hundir heya Mezopotamya jorîn ji
germtirbûna gerstêrka (gezegen) cîhanê ne serbixwe bû. Ev
pêvajo ne wek ku têne vegotin, an jî têne ziman ewqa di
keriyên dem ên kin de pêk hatine. Ji temenê mirovan %98 ku
wek salên herî zor û zehmet tê gotin ev pêvajoye ye. ji bo
komên mirovan ku di şeklê Prîmatan de dijiyan, qada herî
kêrhatî ew herêma peravên rojhilatê Behraspî pêve sîlsîleya
ku jê re Hîlala berdar (verîmlî) tê gotin, bû. Bi avhewaya
xwe ve, bi rengîniya nebatên xwe ve, bi mêweyên xwe yên boş
û rûbarên xwe ve, bi cûreyên cihê yên heywanên xwe ve û
cihên ewle yên vehewînê ve, ev qad ji bo komên mirovan piştî
dola Rîf a rojhilatê Eftîqayê duyemîn qada girîng bû.
Fosîlên Homonoîtan -wek mirovokiyan (însanimsi)- ango mirovê
beriya prîmatan, li Efrîqa hatine dîtin ev jî nîşan dike ku
zemînê zayîna mirovokiyan li Efrîqayê bûye. Rêbertî vê wek
“di dîroka mirovahiyê de ji bo pêşketina şarmendiyê, cihê li
ser kurk (kuluçka) hatî rûnişkandin” teswîr dike.
Komên Aryan ku hewzeya Dîcle û Feratê ya jorîn ji bo
çandiniyê vekirin, bi vê re formasyonek çandî ya bihêz hate
afirandin ku bi hêsanî Semîtîkan nedikarîn derbas bikin.
Destdayîna şert û mercan ji ber îcadên boş û pêşketina bi
lez a bi xwe re anî, gurubên Aryan ku çavkaniya Arî di
wateya erd-axê ye, bi avaniya ziman ku avakirin jî bingeha
xêva mirovahiyê dane çêkirin. Girêdayî şêwazê jiyanê ji ber
yekemîn çand li vir pêşket, çavkanîbûyîna teşedîtin û
belavbûna yekemîn a ziman jî vir e. Beriya zayînê salên 10
hezar û 4 hezar pêvajoya sazîbûn û destpêkirina belavbûna
çanda Aryen e. Ji ber zêdebûna dewlemendiya herêmê, nufus jî
zêde dibûye. Heke wiha were gotin ku şert û mercên jiyana
civakê û rewşa çandî ne ji bo kêmbûyîn, rê li ber zêdebûna
mirovan vedikir wê hîna raveker be. Semîtîk di çanda eşîret
û şivantiyê de hîna pêşketî bûne, lewma di navbera van her
du çandan de nakokî û pevçûn di tablet û metînên kevn de wek
nakokiya şivan û werzkar (tarimci) derbas dibe. Metînên di
dema Sûmeran de hatî nivîsanin dikarin dîrokê heya astekê
ronî bikin. Êrîşên Semîtîkan li ser Aryenan bi îhtîmaleke
mezin bi şêwazê serdegirtina gundan bûne.
Piştî berhemên jiyana rûniştevaniyê têne komkirin, şêwazek
jiyana navenda wê jin ji yekemîn merheleya civakîbûnê pêve
tê elimîn. Di vê qonaxê de di jiyana ku bi tiştên jinê ji
xwezayê fêr bû û tişên ku xweliqand stra, avaniya hişmendiya
civakî pêş dikeve. Ev avaniya zihniyetê nasnameya wê
pêvajoyê ye. Divê tiştê ji jin-dayîkê dielimin jî herî baş
pêk bînin. Pêşketina ziman bi taybet li Mezopotamya bi
giraniya hêmanên mê, hem kariye parvekirin û pêwendiya
mirovên civaka xwezayî hêsan bike, hem jî rê vekir kombûyîna
çandî derbasî nifşên paşê jî bibe. Ji ber ziman hilgira (taşiyici)
wateyê ye. Bi vê re jî li dora jinê çanda dayîksalar
pêşketiye. Di tenzîmkirina civakî ya forma klanê de rola
jinê li ber çavan e. Wek qedexeyên civakî, bi hinceta
parastina civatê ji hin karesatan hin tabû têne diyarkirin û
ev tabû jî binkeya vê sererastkirinê pêk tînin. Xirabkirina
tabuyan ji ber wek xeteriya li ser jiyana klanê tê dîtin,
tabu bi hesasiyet têne parastin. Rêgeza herî berçav a jiyana
civatê erk û wezîfeyên ku wan bi girêdana xwînê dorpêç dikin
in. Bergeha herî berçav a xwezayê ku bi cihêrengbûyînê
pêşdikeve, bi dem re qedexekirina zewaca xwîşk û birayan, bi
demê re jî heya îro lomandina zewaca xizman, nimûneyek herî
balkêş a ku xweza di cewherê xwe de eynîtiyê nepejirîne ye.
Ji bo domdarbûyîna hebûna civakî, ev tabuyên ku parastina
çavkaniyên jiyanî dikin, ji hêla endamên klanê ve dihatin
qebûlkirin. Wek perçeyek jiyana rojane bûn, ev jî bitûniya
civakî nîşan dide. Rêzik û qanûnên ku girêdayî nirxên
bilindbûyî di civaka xwezayî û jiyana bi navenda jinê berçav
dibin, ji bo berjewendiya civatê û cûreyê mirov jiyana xwe
bi saxlemî dewam bike têne destnîşankirin. Mirovê ku
çalekiya mirovbûyînê bi ser xist, li xwe hizirîna herî têkûz
a xwezayê ye. Enerjya bi dawîbûna pereseniya xwezaya madî
çêbû û kom bû, bi zanebûna mirov re peresana di hişmendiyê
de ye civaka xwezayî ye. Ya bi şoreşa Neolotîkê re jî eşkere
bû jiyanîkirina vê kamilbûyînê ye. Tişta rast tê dîtin,
rastbûna wê hatiye pejirandin, tê gotin ku nayê guhertin û
nirxên bi hebûnê re têne girêdan hemû baweriyê pêk tînin.
Bawerî li ser nirxên hevbeş bilind dibin. Cûreyên mirov
dixîne nezmê, bi şertên ku civakê avadike ve dide girêdan.
Hêza baweriyê dikare bi van hemû fonksyonên wê re, baştir
were dîtin. Yekemîn şêweyê baweriyê anîmîzm û totemîzê, paşê
jî olên ku pêşketin bi qasî ku cihê ne, ji ber armanca wan
pêwendiya di nabeyna takekes û civakê bû, heman erkan girtin
ser xwe. Di civaka xwezayî de bawerî wiha bû ku her hebûnekê
wek mirov giyana xwe heye. Li gor cewhera anîmîzmê jî mirov,
xwezayê bitûnî dihizire û di vê bitûniyê de jî perçeyeke, ji
perçeyên din re jî taybetiyên wek yên xwe bar dike.
Ferqkirina mirov a tiştên li derveyî xwe, gihîştina zanebûna
taybetbûna xwe ye. Em dikarin ji vê re ‘bawerî’ bêtir, bêjin
‘asta zanebûnê’.
Çawa ziman amûra danûstanê ya sembolek hevbeş a razberbûyîna
asta zanebûna civakî be totem jî yek pêlik (basamak)
bilindbûyîna vê razberiyê ye. Razberkirin, pêşketina mêjî û
zanebûnê, rizgarbûn ji jiyanek ku tenê bi navajo (îçgûdû) bi
xwezayê ve hatî girdên e. Di nirxa sîmgeyî ya totemê de
hebûna klanê, yekîtî û bitûnîtiya wê tê pîrozkirin. Ev
pîrozkirin jî têgeha exlaqê dixîne bingeha xîmê civakê.
Tişta ku nirxa herî bi hêz a jiyana civakî ye -ku ev piranî
heywanek e- ji bo endamên civakê ya herî pîroz û muqedes e û
wek berdewamiya hebûnê totem tê pejirandin. Ev yekemîn
barkirina wateyê ji hêla mirov ve ye. Di vê wateyê de jî
hebûna ku herî zêde kêrhatî be û bide jiyandin jî tê
pîrozkirin. Pîrozkirin hêza civakê ye. Totema hatî
pîrozkiirn jî bi bilindkirinê tê parastin. Di civaka xwezayî
de jiyana navend jin, bi hemû tecrûbeyên xwe ve bi
dewlemendiya wateyê digihîje ber sînorê pîrozkirinê.
Totemîzm teqdîskirina vê pêvajo û nirxan e. Her klan li gor
jiyana xwe hebûnekê muqedes dibîne û dike totem. Wê herî
nirxdar dipejirîne. Çêlek, eylo, bizin, kund û mar û hwd. di
hin deran hatine teqdîskirin û ew kirine totem.
Di civaka xwezayî de çavkaniyên xwezayî ku takekes bikar
tînin, heya ku ew bişuxilînin di bin kontrola wan de ye.
Mafê wan heye ku ji bo pêwîstiyên xwe yên demî bi kar bînin
lê ev maf ne mutleq e. Girêdayî pêdiviyên kolektîf rêgezeke
ku li ser şuxulandinê çêbûye. Pêdivî kolektîf in. Ji ber a
hebûnê pêktîne yekbûyîn e. Tekbûn, ji ber wê nebûnê bi xwe
re bîne jê tirs heye. Lewma pêwîstiyên kolektîfe ku rêgez û
fonksyonan bi rêve dibe. Takekes, bi civata tê de dijî,
civat jî bi axa ku li ser dijî yekbûnê pêşdixîne. Ji ber
diyardeya “ez” pêşneketiye, mirov, bi amûrên jiyana ku ya
civatê ye dewlemend e. Ji ber bilî vê jî tiştek nehatiye
hizirîn, tiştên li derveyî karanîna kolektîf bênirx bûne.
Girêdana ji nirxên ku mirov ava dike, esas e. Di vir de
girêdana herî bihêz şêweyê ku jinê dayî çêkirin û civaka ku
bi xwe re dayî avakirin e. Di vê qonaxê de hilberînên jinê,
îsbata herî berçav ahenga mirov bi mirov re û bi xwezayê re
ye. Mirovên ku bi hevre evqa di nava aheng û parvekirinê de
ne bi xwezayê re jî hevsengî dijiyan. Hesta yekbûna bi
xwezayê re hatî qazenckirin, di jinê de sehekîbûn (sezgîsel)
xurt dikir û ji bo di xwezaya nû de pêngav biavêje, ezmûn
bidestbixîne alîkarî dikir. Hesta yekbûna di civatê de ji
ber ji pêşketina diyardeya “ez” re destûr nedida, diyardeya
“em” empatiyek bitûnî derdixiste holê. Rola jinê di çandinî,
jiyana bicihbûyî, ew di bûyerên xwezayî, mijarên wek
derbasbûna demsal û axê de dikir xwedî zanebûn. Zanebûna ku
parelelî naskirina xwezayê pêşket di saxlemkirina
civakîbûyînê de rolek erênî dilîst. Dayîktiya jinê,
mêtandina zarokan, şîrdayîn û xwarindayîna zarokan,
naskirina xwezayê, avakirina jiyanê, dermankirina nexweşen û
asta nasîna ziraviyên jiyanê jin dikir zaneya civatê.
Mirovên civaka xwezayî hev temam dikirin, hev didan jiyandin.
Yekbûn, li bermaberî êrîşa li ser civatê yekemîn diyardeya
bingehîn ku bê parastin e. Liyekcihbûyîn şertê civakbûyîn,
civakbûyîn jî şertê hebûnê ye. Di van rewşan de refleksa
civakî tê nîşandayîn hêza kevneşopiyê pêk tîne. Karên bi
hevre têne kirin tê pozîsyona hîmana pevkirina civakê. Dirûn
û hilanîn bi hevre dihate kirin, bereketa axê, têkîliya rola
berhem di navbera hebûna mirov û jiyana xwezayî de eşkeretir
dibû û li pêşberî vê çalekiyê di mirovan de nêrînek pêşdiket.
Hereketên rîtmîk di çalekiya dirûn û hilanînê de û
melodîkirina wan di yekîtiya giyanî ya civatê de ji mûzîkê
re cihek vedikir. Pêkvekirina van liv û tevgeran ewlehî û
rehetiya jiyan û yekîtî dida civatê. Kiryarên bi vî awayî bi
demê re qulipî ser ayînan û ev rîtuel xwedî wê fonksyonê bûn
ku tirs û fikaran derbas bikin, rehetî çêbikin, endamên
civatê hev û yekbûyînê hîs bikin û bi tiştên hatî keşfkirinê
re yekbûyîn bê çêkirin. Fonksyona van rîtuelan a giyanî û
perwerdehiyê di nav hev de hebû.
Çavkaniya ku jiyan bi navendiya jinê pêşket ji karekterê
avabûyîna jiyana bicihbûyî tê. Hemû kiryarên jinê yên wek
zayîna zarokan, vekolîna axê, çandina meywe, sebze û dexl,
xwarin çêkirin, çêkirina kûzik û dîzk ji heriyê, bi destarî
re hêrandina daneyan jiyana bi navendiya jinê pêşdixist.
Jina ku avakera vê jiyanê bû di hişê hemû endamên wê civatê
de dihate teqdîskirin. Dayîka pîroz, di vê pêvajoyê de
tezmînata jiyana civatê bû. Berhema çandî ya vê pêvajoyê
çanda dayîktiya bi hêz bû. Heya demekî dirêj taybetmendiyên
dayîksalar jiyana civatê, erk û wezîfeyên endamên klanê
diyar dikirin. Di vê civakê de jin hem xweliqkara jiyanê, bi
vê re jî ji bedena xwe giyanek din diafirand, wê/wî bi şîrê
xwe xweyî dikir, bandorkeriya wê di jiyana rojane de, zanîna
ziraviyên jiyanê û pêşkêşkirina hemû zanebûnên xwe ji bo
sûdmendiya civatê, ev jî hêza mezin a dayîka pîroz
derdixiste holê û wek xwedavendiya wê rave dikir.
Xwedavendîtî di nava civatên jinan de di kesayeta ew jina ku
ev taybetî hemû tê de kom bibûn, pîrozkirina şoreşa
mirovahiyê ya mezin bû. Ya ku herî baş dikarî vê astê biser
bixîne jî jina xwedavend bû. Xwedavend endama herî berhemdar
(verîmlî) a civatê bû. Ji civatê re yekbûna bi xwezayê,
hezkirin, tevlîbûyîn, parvekirin, yekîtî û bitûnîbûyîn fêr
dikir. Heykelên jin ku ji wê demê mane vê bereketê îfade
dikin û ev jî îsbata dîroka nenivîsandî ye. Heykelên jinê ku
bi awayek zelal rûmet û nirxa ku civak nîşanî jinê dide,
eşkere dikin, atfî xwedavend û dayîkên pîroz têne kirin.
Xwedavend sembola herî bihêz a eynîbûyîna bi xwezayê re, bi
jiyanê re, bi afirandinê re bitûnîbûyîna wê ye. Hema bigre
xwdavend hindî dayîka wan bixwe nêz wan bû. Parvekirina
bedena xwe, parvekirina di nava civatê de di kesayeta jin-dayîkê
pîroz dibû. Hîlala bi bereket reseniya xwedavendiyê
afirandibû. Jin, bi xwezayê re û bi hemû hebûnên di xwezayê
de di nava ahengekê de dijîya. Aliyê avaker û fêrker a
jiyanê, hertiştê ku bi bereket bû û behre bida bi semboltî
dihate bi bîr anîn. Di hin sifatên heya roja îro de tên,
dikare ev bê dîtin. Axa dayîk, şefqeta dayîkê, hezkirina
dayîkê û mînakên wek hembêza dayîkê, wek din pir
sifatkirinên din ku dayîk di navendê de ye girîngiya vê
rastiyê tînin ziman. Ev hêza Neolîtîkê -ku heya roja îro
hatine parastin- eşkere dikin. Ev diyardeyên di kesayeta
jinê de hatine pîrozkirin, li wan hêzek bilind hatiye
barkirin in. Perestgeh (tapinak) wek cihên ku zêdehiya
berheman ku li dora dayîka pîroz hatî afirandin -ji ber şert
û mercên fîzîkî ya civatê, kesên nedikarin yekser tevlî
hilberînê bibin û karên cuda dikin; kal, perwerdeker, hekîm-
diyar dibûn. Di pêvajoya Neolîtîkê de aboriya xelatdayînê
pêş dikeve. Ji kesên pêdiviyên wan hene pêwîstiyên wan têne
dayîn, ev bê ku bersivek bê xwestin tê kirin. Ev nêzîkatî jî
nîşan dike ku di aboriya xelatdayînê de feraseta komkirinê
tine ye, bi şûna wê feraseta hevtimamkirinê pir kûr bi cih
bûye. Aboriya xelatdayînê ku li dor perestgekê rêxistin bûye,
aliyek din a pîrozkirina xwdavend û perestgehê ye.
xwedavenda dayîk avaker, bitûnîker, li hevanînker û parêzvan
e. Jiyanê diafirîne û jiyanê didomîne. Jin, di xwezaya bi
behre de rastiya jiyana serdema zêrîn bi gihîştina neolîtîkê
xwedavend bûye. Bûye pîroza ku bereket, boşî, rêgezên jiyanê
av û hewa, ax di jina dayîk de şênber bûye.
wê bidome…
|