JI SEROKATIYA PARTIYÊ RE
Ez di
sala 1972'an de li navenda bajarê Meletiyê hatime
dinya yê. Navê min Zeyneb Kinaci ye. Ez bi eslê xwe ji
gundê Elmalî ku girêdayê navenda Meletîyê ye, me. Navê
eşîreta me Mamûrkî ye. Min li Meletiyê, li unîversîteya
Înönü beşê rêhberî û şêwirmendiya psîkolojîk xwend. Berî
ku ez beşdarê nav refên bizawaya (tevgera) netewî bibim,
min li nexweşxaneya Meletiyê wek teknîsîyeneke rontgenê
kar dikir. Ez zewicandî me û mêrê min ji Amedê, ji
navçeya Egilê, ji gundê Xiliyan e. Ew jî ji eynî beşê
unîversîteyê mezûn e. Mêrê min di zivistana 1995'an de,
li bajarê Edenê, dema xebata Eniyê dikir, bi dîlîtî ket
destê dijmin. Ji aliyê aborî ve rewşa malbata min normal
e. Bi sînor be jî, ez hinek serbest mezin bûm. Dema min
hîn di lîseyê de dixwend bîrûbarweriya çep û kurdayetiyê
bandora xwe li ser min kir. Min di van salan de dest pê
kir û bi çavekî rexnegirî li jîyanê mêze kir. Lê, ez
nêzîkî tu hêzekî sîyasî ne bûm û neketim nav xebatê.
Dema min li unîversîteyê xwend, dîtîn û meyla min a
çepîtî hîn zelaltir bû û sempatiya min ji PKK re zêde
bû. Malbata min her çiqas paşvemayî bû jî, lê hestên
kurdperweriyê diparast. Ji ber vê yekê aliyê minê
Kurdperwerî bi pêşdiket. Wê demê li herêma me hêz û
derdorên welatparêzan ne bi rêxistin bû. Pêşengî tune bû.
Dîsa rewşa malbata min a aborî bû sedem ku ez hinekî li
paş bimînim. Di nav demê de dîtina min xurt û zelal bû û
dawî ez ketim nav refê têkoşînê. Di
sala l994'an de, li bajarê Edenê min di nav Eniyê de
dest bi xebatê kir. Bi qasî salekê min xebata xwe domand.
Ji perwerdehiyeke cidî de derbas nebûm. Herçiqas min
dixweste jî, ji ber sedemên kesên di rêveberiyê de bûn
paşê hatin girtin, wernegirtina desteka pêwîst, bandora
sivîlbûnê li ser kesayetiyê û nikarîbûna guhurandina
kesayetiya pêşve neketim û nebûn xwedî serkeftinê. Di
sala 1995'an de, li herêma Dersimê ez beşdarê nav refê
ARGK bûm. Di nav refên ARGK de min ji serî heta binî
jîyana xwe di çav de derbas kir û şexsîyeta xwe nas kir.
Di şexsîyeta min de serwextî û têgehîştineke pêşketî
çêbû. Ez dikarim bibêjim ku ji aliyê îdîa, biryar,
moral, zelalbûn û zanabûnê ve ez bi hêztir bûm û bi
pêşketim.
Têkoşîna me ya di pêşengiya PKK de her ku çû xurt bû, ji
hemû mirovahiyê re bû mal û ji gelên bindest re di rêya
sosyalîzmê de bû hêvî. Ev gelê me yê ku bi tevahî
hatibû înkar û bê şexsîyet kirin, di dîrokê de cara
yekem serbilind û serfiraz bû. Herweha ev gelê ku
nirxên wî yên netewî, ruh, kultur û nasnameya wî hatibû
înkar û îmhakirin û ketibû bin destê dijmin, hatibû bê
şexsîyet kirin; bi vê têkoşînê, carekê din hişyar bû û
zana bû. Ew bû xwediyê cesaret, qehremanî, zanabûn û
berpirsîyariyeke mezin hilgirt ser milê xwe. Ev gelê ku
ji hestên nîştîmanperweriyê dûr, ji dijmin re stûxwar û
bendewar, bê ax û welêt, ji aliyê zordestên dîrokî ve
hatiye hûr kirin, pelxandin û çewsandin, heta îro
pêşeng û ronakbîrên xwe yên rastî dernexistibû holê...
Nîştîmaneke xerabe û wêran mabû.... Damezrevan û serokê
PKK'ê Serok Apo vê rewşa bervajî û negatîv ji binî ve
guhêrt. Gelê Kurd ne bi tenê bê nasname bû, herweha
mêjiyê wî jî, ji bo dagîrker û karbidestan dixebitiyan
û ketibû xizmeta hêzên paşverû û emperyalîst. Wî gelê
Kurd ji vê xewa mirinê hişyar kir, rakir ser pîyan û ne
ji bo bîyanîyan, ji bo wî xist nav têkoşîn û şerê
azadiyê. Helbestvanê Kurd ê mezin Ehmedê Xanî digot ku:
"Heger serokekî me yê durist û bi namûs hebûya, dê em jî
nebûyana dîlê Ereb, Ecem û Tirkan." Serokên Kurdan ên
sexte heta niha berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî,
eşîrtî dane pêş yên gel û di dîroka Kurdistanê de vê
rewşa lanetbûyî demeke dûr û dirêj heta niha
domandine. Mirov
dema li dîroka her neteweyekê dinêre, bi taybetî li
dîroka şoreşa wan dikole, rastî serokên wan têkoşane ku
di riya rizgariyê de rola xwe ya mezin lîstine dibe.
Dîrok him ji bo bizavên rizgarîxwaz ên netewî him jî, ji
bo yên çînî baş dide dîyar û zelal kirin ku bê serokatî
ew rizgar nebûne û bi ser neketine. Serokatî, di warê
nûbûn û pêşketinê de, di pilekê bilind de nûnertiya
tevahiya bizavayê dike. Serokatî ji bo mirovê nû, dîtina
nû, civata nû hemû jîyana xwe terxan û pêşkêş dike.
Jîyana xwe li gor jîyana gel pêk tîne, çarenûsî û
serkeftina xwe di çarenûsî serkeftina gel de dibîne. Ew
daxwaz û hêviyên gel di kûrahiya mêjî, dil, ruh û laşê
xwe de, bi hîs û cîh dike. Ew ji bo rizgariyê wezîfe û
berpirsîyarîyan di pileyeke bilind de digire ser milê xwe û pêk tîne. Ji
gelê me re mafê jîyaneke rastî nemaye, ji her aliyî ve
hatiye qedanin û qelandin. Li cîhanê tu gel wek wî ji
rastiya xwe nehatiye dûrxistin û ji xwe re bûye bîyanî.
Nirx û hêjahiyên wî yên netewî, çandî, civakî nehatine
mêtin... Li hember vê rewşa han helbet pêwîst e ku
Serokatiya PKK'ê ji yên din cudatir be. Di vê rewş û
warî de Serokatiya Partiyê ji her aliyê ve û bi taybet,
bêtir nû, jîndar û pêşketî be û jîyana xwe bi tevî ji
şoreşê re bike gorî û bikeve xizmeta gel. Bi rastî jî,
PKK û Serokatiya wê xwediyê van taybetiyên jorîn in.
Dema
mirov li dîroka şoreşên cîhanê dinêre, him gelên ku
şoreşên netewî û him jî yên çînî pêk anîne, ew xwedî
gelek derfetên dîrokî, civakî, çînî û çandî bûne.
Înkarbûna wan a netewî tune bûye. Pirsgirêkên wan ên
takekesî ne wek yên me mezin, hûr û kûr bûne. Dîroka wan
ne wek a me hatiye têkdan. Jinên wan hewqas jêrdestî,
bindestî û çewsandinî nedîtine û paşketî nemane. Dîn wek
ku di nav me de hewqas bi xerabî hatiye bi kar anîn, di
nav wan de nehatiye bi karanîn. Ew gelên din li gor
rewşa xwe li dij dijminê xwe reaksîyon nîşandane. Di nav
wan de kêm be jî azadî û wekhevî hebûye. Serok û
pêşewayên wan kêm be jî, ji ronakbîr û xwendekarên xwe
kelk, piştgiri û alîkariyê dîtine û girtine. Di şoreşa
Kurdistanê de ev taybetiyên hatin destnîşankirin bi
tevayî nemabûn. Serokatiya Partiyê ji rastiyeke gelek jar derketiye rê.
Dîtin û nêzîkbûna wê ya li ser pirsên dîn, jin, şexsîyet
û malbatê gelek bi zanistiye û di cîhê xwe de ye. Serokê
şoreşa Rûs Lenîn, bi xwe di pirsa jinan de, çareseriyeke
têr û rast ne aniye zimên û holê. Damezrandina artêşa
jinan, pêkanîna Kongre û Konferansên Jinan li cîhanê bi
tenê di dîroka şoreşa me de hene û di pratîkê de pêk
hatine. Rengê jiyana serokatiyê, kûrahî, hişmendî,
helwestgirtin, pêşxwedîtin, hêz û hunermendiya axaftin û
şîrovekirinê; duristî, tecrûbe û zanabûna zanistî ku di
şexsê serokê me de hene; mirov nikare bi tu serokekî din
re bide hember hevdu. Li bûyeran dogmatîk nanêre.
Serokatiya me rastiya Kurdistanê, şoreşên cîhanê baş
analîz kiriye û encam û ders ji wan derxistiye û derdixe.
Li ser vê rastiyê hîmê şoreşa Kurdistanê ava kiriye. Ne
bi awayekî teqlîd, kopya û dogmatîk, heta tu dibêjî bi
awayekî afirandêr ji wan ders û tecrûbeyan girtiye.
Sosyalîzmê pir baş analîz kiriye û li gor merc û hoyên
gelê xwe encam jê derxistiye û niha jî bi awayekî
zanistî di jîyana pratîk de wê bi kar aniye û tîne.
Herweha PKK di şexsîyeta serokatiyê de xwe îfade kiriye
û dike. Ev
pêşketinên ku di dîroka Kurdistanê de çêbûne, berhem û
encama keda Serok in. Ew bi xwe serkaniya evîn,
hevgirtin û yekîtiyê ye. Di şexsîyeta xwe de, profila
mirovekî nû çêkiriye. Wî daye îspatkirin ku mirovek
dikare çendî xwe nû bike û bi pêş bixe. Îro pêdivî û
durişma şoreşa Kurdistanê "Em ji bo serkeftin û azadiyê
bikevin nav refên hêz ên partiyê, artêşê û eniyê" ye. Ev
durişma han hemû pirsên talî û biçûk dide aliyekê din,
rastiya rewşa gelê Kurd û ya dijmin bi awayekî zelal û
berbiçav li ser bingeheke giştî tîne holê. Ji vir şûn
ve; hemû gelê Kurd û bi mîlyonan mirov bi dilovanîyeke
germ hembêz dike, ew dixe xizmeta şoreşa rizgarî ya
netewî û sosyalîzmê. Ev têkoşîn û şerê bêhempa yê bi
deh salan, Komara Tirkiyê ya faşîst ji aliyê eskerî,
sîyasî, aborî û çandî ve xistiye nav krîzeke kûr û mezin.
Weha bûye ku dewleta Tirk îro bêçare maye.
Di vê
dema nû ya ku em çirûskên serkeftinê dibînin de, hêvî û
baweriya gel ji me zêde bûye. Divê em xwe li gor jîyan,
bîrûbaweriya Serokatiyê û têkoşîna wî amade bikin û
bersiva demê bidin. Bi hemû hêz û zanabûna xwe ve
berpirsîyariyên xwe bi cîh bînin. Em pirî caran rexne li
xwe digirin û dibêjin ku:"Şexsîyeta burjûvaziyê biçûk,
gundîtî, bîr û hestên feodaletî û şexsîyeta dijmin û
bandora şerê taybetî li ser me çêbûye an jî heye."Êdî
baş dîyar e ku em bi rexnegirtinên weha bi pêşnakevin.
Li gor min, rexnegirtina herî rast û di cîh de, pratîka me ye. Dijmin bi awayekî giştî bi ser me ve tê, êrîşî me
dike. Pêwîst e ku em jî, bi hemû hêzên xwe ve bi ser
dijmin ve herin û em bi dijmin bidin hîskirin ku em bi
biryardarî û bi bîrûbawerî berdêla azadiyê didin û xwe
di vê rê de feda dikin. Dema mirov li dîroka têkoşînê
dinêre, PKK bi qehremanî, berxwedan, ked û xebat,
bîrûbawerî, bûyerên weha mezin û girîng derxistiye holê
ku ew tiştên dûrê eqil û hişmendiyê ne. Berxwedan
bingehê karektera PKK ye.
Pêwîst e ku em xwedî li vê mîrasa pîroz a dîrokî
derkevin, biparêzin û pêdiviyên vê dema han bi cîh bînin. Niha dem, dema çalakiyên întîharîyê ye. Ev pêwîst
e. Ev pêşveçûneke taktîkî ye. Ev cureyê çalakiyê moralê
dijmin xerab dike û têk dibe û moralê me jî gelek xurt
û bilind dike.Dijminê gêj û xînt, dê bi vê cureyê çalakiyê gêjtir û
xîntir bibe. Çalakiyeke bi vî rengî, her cîhê ku dijmin
li wir e, der û dor lê teng dike û nîştîmanê jê re dike
zîndan û goristan. Ji aliyê me ve jî, morala gel xweş
dibe, rnorala hemû şervanên me xurt û bilind dibe. Dost
û dijminên me carekê din dibînin ku em li ser doza xwe
çiqas bi biryar in û di riya vê dozê de, di laşên xwe de
bombeyan diteqînin û bi vê yekê, berdêl û nirxê azadiyê
didin. Em bi pêşengiya van cureyên çalakiyan, daxwaza
gelê xwe ya ji bo azadiyê bi tevahiya cîhanê didin
dîyar kirin. Bi reng û cureyên çalakiyên weha, em şer
xurt û berfireh dikin, bi lez û bizav dikin.
Serokê Min!
Ez
xwe ji bo çalakiya întîharî berendam dibînim. Em li
hember vê ked û xebata we ya kûr, hûr û bêhempa laşê xwe
feda bikin jî, hewqas ne tiştekî zêde ye. Ev kêm e û têr
nake. Xwezî ji derî can û laşê me tiştekî me yê din jî
hebûya ku me bida. We bi jîyana xwe neteweyek ji nû ve
vejand û jîndar kir. Em eser û berhemên we ne. Hûn
garantiya hemû gelê Kurdistanê û cîhanê ne. Jîyana we
ji bo me şeref e. Evîndarî, cesaret, bawerî, hêz û şeref
dide me. Hemû gelê Kurdistanê û bi milyonan mirov, ji bo
mirinê di emrê we de ne. Ev dilnîyazbûna we, me jî
digire bin bandora xwe û dikişîne nav têkoşînê. Di demên
herî teng û dijwar de, evînî û dilovaniya we dikeve dilê
me û em hewil didin ku jê manevîyet û hêz bigirin. Yê ku
herî zêde rûmeta şehîdan dizane hûn in. Ji ber vê yekê,
çavên me li peyî me vekirî namîne. Ez pêkanîna vê
çalakiyê ji xwe re wek wezîfe dihesibînim û xwe
berpirsîyar dibînim. Ez kêmkiriri û ji navê rakirina
kêmasiyên xwe, di şer û geşkirina şer de dibînim û ez
bawer dikim ku divê mirov vî wezîfeyî bi cîh bîne. Ez
dixwazim li berxwedana hevalên Mazlum, Xeyrî, Kemal,
Ferhad, Besê, Bêrîtan, Bêrîvan û Rohanî derbikevim û
riya wan bişopînim. Ez dixwazim ji bo azadiyê bibin
dengê daxwazên gelê xwe. Li hember polîtîka împeryalîzmê
ya ku jinê dike kole, ez bi hêrs û rikeke mezin bombeyê
di laşê xwe de diteqînim û dixwazim bi vê yekê bibim
sembol û nîşana berxwedana jina Kurd. Ez ji
bo jîyanê xwediyê îdîayeke gelek mezin im û dixwazim
bibim xwediyê jîyaneke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Di
pêşengiya Serok Apo de têkoşîna me ya rizgarî ya netewî
dê di demeke gelek nêzîk de bi ser bikeve û gelê me yê
belengaz dê di nav malbata gelê cîhanê de cîhê xwe yê
giranbiha bigire û bigihêje mafê xwe. Li
ser vê bingehî carekê din nêzîkayî û sadaqetiya xwe ji
Serok Apo, hemû şehîdên Kurdistanê, hemû hêzên şer û
eniyê, hevalên me yên li zîndanan, gelê Kurd û ji hemû
mirovahiyê re didim xuyakirin û ez soz û peymana
rêzgirtinê didim.
Ji bo
jîyanê îdîa min gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê
jîyaneke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Ji bo ku ez ji
jîyanê û mirovan pir hez dikim, ez vê çalakiyê pêk
tînim.
Bijî Serok Apo!
Bijî têkoşîna me ya ji bo rizgariya netewî!
Bila bimire dewleta Tirk a faşîst!
Ji Şervanên Azadiyê û Jin ên Kurdistanê re!
Têkoşîna me ya rizgarî ya netewî ku di bin
pêşengiya Serok Apo û PKK de tê meşandin, ew li
Kurdistanê rewşa civakî ya paşvemayî baş dibîne
û dinirxîne. Ji bo guhartin û çaresera wê, bi
giştî û piralî têkoşîneke bêhempa û bêrawestan
tê dayîn. Ketin û pelçiqandina jinê bi civata
çînî re dest pê dike. Di dema qonaxa komunal de
ji têkiliyên jinê yên hilbirînê ew bixwe aktîv û
azad bû. Piştre ku sermaye civîya û ket destê
mêran, pê re civata çînî jî derket holê. Bi vê
demê re jinê jî hêz û bandora xwe wenda kir. Ji
civata koletiyê derbasî civata feodalî, ji
civata feodalî derbasî civata kapîtalîst û
emperyalîst bû. Di her civata çînî de, çewsandin û pelçixandina jinê berdewam kir; lê
bi tenê rengê wê hat guhartin û hîn bi zanabûn û
hûmermendî rewşê berdewam kir. Teorîya sosyalîst a zanistî, mirovahiyê ji her aliyî ve
azad dike, dijberiyên nav çînan radike û wekheviyê
diparêze. Ji bo pêkanîna mercên jîyaneke azad îmkanan
çêdike û ji bo jinê îmkanên jîyaneke wekhevî û mirovîhî
pêk tîne. Lêbelê sosyalîzma ku hebûn û jîyan dît, her
çiqas ji bo jinê hewil da ku bixebite, ji rê û rêça xwe
derket, azadiya jinê bingeheke azad û rast negirt, xwest
wê bi hemû pirsên mirovahiyê re bigire dest û bi giştî
çareseriyekê bibîne, ji ber vê yekê, ew hewildanên ji
bo azadiya jinê jî teng û bi tixûb ma. Dema
mirov li gor rastiya Kurdistanê li pirsa jinê binêre,
dibîne ku ketin û perçixandina jinê him ji bo ku jin e û
him jî, ji bo ku jina welatekî dagîrkirî ye, pirs
girantir û kûrtir e. Berî ku têkoşîna me ya rizgarî ya
netewî dest pê bike, mirov nikare li Kurdistanê behsa
hebûn û vîna jinê bike. Ev ne mumkun e. Jin ne tu tişt
bû. Wek ku helbestvanê Tirk Nazim Hîkmet dibêje: " Li
ser sofreyê piştî ga dor tê ser wê." Rewşa jina Kurd
weha xerab e ku pirs gelekî mezin û kûr e. Pêwîst e ku
di vî warî de xebat jî waha mezin û bêwestan be.
Hejmara jinên Kurd ji nîvê hejmara Kurdan zêdetir e.
Heta pirsa jina Kurd neyê çareserkirin, mirov nikare
behsa azadiya jina Kurd bike.
Serokatiya partiyê wek di her warî de, di warê pirsa
jina Kurd de jî, analîzên gelek hûr û kûr kiriye û ji
bo çareserkirina pirsê serkêşî û pêşengiyê dike. Rewşa
ku niha em tê de ne, ji aliyê pêşveçûn û azadiya pirsa
jinê de pêngavên mezin hatine avêtin û rewş di pileyeke
bilin de ye. Lê belê, ketin û perçixandina jinê weha di
rewşeke xerab û cidî de ye ku hema hema bi dîroka
mirovahiyê re destpêdike. Di vê rewşa han de, bi carekî
de azadbûn û rabûna jinê ne hêsan e. Demeke dirêj jê re
divê. Partiya me PKK di vî warî de her gava ku davêje,
vê dema dirêj kintir dike. Xebata azadkirina jinê
karekî pîroz û perwerdeyî ye. Ji ber vê yekê, divê
mirov bêhtir xwe nêzîkê Serokatiya partiyê bike û pê re
sadiq be. Divê têkoşîn geşbibe û ked bê dayîn
be. Jin bi
xwe bersiva vê yekê dide. Ref bi ref tên û dikevin nav
rêxistinê û pêngavên azadbûnê davêjin. Lê, em wek jin
gelekî bi paş ve mane an bi paşve hatine hiştin. Em ji
xebat û hewildana Serokatiyê gelek dûr in. Bi vê rewşa
xwe, em nikarin erkên xwe yên dema xwe bi cîh bînin.
Riya
azadbûnê di têkoşîn û şer de derbas dibe. Ji bo ku mirov
baş şer bike, divê mirov baş bi rêxistin be. Heger em
rêxistineke xurt pêk bînin, wê demê em dikarin behsa
vîyaneke xurt jî bikin. Ev êdî rastiyek e ku azadbûna
jinê bi şerkirin û têkoşînê ve girêdayî ye. Ha, madem ku
weha ye, wê demê armanc û hedefên me dîyar in. Pêwîst e
ku em nîştîmanperwerî, bawerî, biryardarî û cesareta
jina Kurd bixine rê û xizmeta şoreşê. Wê demê, em dibin
xwediyê xebat û hewildaneke mezin û pîroz. Bi hezaran
jinên me hene ku ji bo azadiyê ked û xwêdana xwe dane,
pêşketine û di vê rê de xwîna xwe rêtine. Hevalên me
Bêrîvan, Rahîme, Besê, Ronahî, Zekîye, Mizgîn û Rahşanê
di nav şehîdan de bi jiyana û têkoşîna xwe bûne sembola
azadiyê û gehîştine lûtkeya azadiyê. Ew bi şahadetbûna
xwe him di nav têkoşîna rizgarî ya netewî de û him di
warê azadbûna jinan de pêşengên me ne. Van hevalên me ji
bo jinên şervan ên azadiyê û him jî ji bo me hemûyan
serçaviya moral û cesaretê ne. Divê em li dij
paşvexistina civata Kurdistanê û bi taybeti li dij
koletiya jinê, xwedî rik û tolhildaneke mezin bin. Vê
hêrs û rika xwe bizanabûna îdeolojîk -polîtîk bikin yek,
wezîfe û berpirsîyariyên xwe yê dema niha bi cîh bînin.
Em ji bo şerê rizgarî ya netewî pêngavên pratîk
bavêjin. Li
ser vê bingeh û rastiyê, biryara min a bibim gerîllayê
« întiharî » ne bi tenê li ser navê şexsê xwe, di serî
de ji bo ku ez layîqê Serok Apo û partiya me PKK bibim,
bi giştî jî, ji bo hemû mirovên ku keda wan tê xwarin,
tên zêrandin û bindest in, bi taybetî jî, ji bo azadiya
gelê Kurdistanê û bersiva azadiya jinên Kurd bidim û
nûnertiya wan bikim vê biryarê didim û bi cîh tînim. Ev
biryar moral û cesareke mezin û xurt dide min. Ev
hesteke weha mezin dide min ku, ez nikarim tarîfa wê
bikim. Çûyîna li peyî rêça şehîdên me yên azadiyê yên
din û berxwedanvanên me yên mezin, bi awayekî rast û
durist li mîrasa wan xwedî derketin, hest û heyecaneke
bi şeref e. Ji ber ku ez dibim xwediyê vê wezîfe û
berpirsîyariya bi şeref, ez xwe serbilind, şahnaz û bi
şans dibînim. Ew jinên ku bi hezaran kul û keser
kişandine, ked dane, xebat kirine, li çiyayê Kurdistanê
têkoşîna azadiyê didin, ji partiya me PKK û Serok Apoyê
ku ev çendî xebatê dike, silav û rêzgirtina xwe ji we
hemûyan re pêşkêş dikim. Li ser wê bingehî, divê hûn hîn
bêhtir rêxistinê xurtir bikin, bibin xwediyê gotin,
vîyan û avakirina bingehî bibine artêş û bersivê bidin,
ez hêvîdar im ku hûn rojên azad bi destên xwe ava bikin!
Bijî şerê me yê azadiyê ku di pêşengiya Serok Apo de tê
dayîn!
Bijî jina Kurd a mezin a ku ji bo azadbûnê di pêşengiya
PKK de şer dike!
Bila Bimire Dewleta Tirk a Faşîst!
Ji
Gelê Kurdistanê yê Nîştîmanperwer û Raya Giştî
ya Şoreşger ên Cîhanê re!
Di dîroka her gelî de, bûyerên weha girîng hene
ku ew çarenûsa gel diguhêrin. Wek şoreşa
burjûvazî ya Fransayê, şoreşa Bolşevîk a Rûs û
şoreşa Îslamî... Ev bûyerên weha mezin û girîng
her çiqas li dîroka neteweyek bandoreke mezin
dikin, lê bi wê re, rê li pêş hemû dîroka
mirovatiyê jî vedikin û bandoreke xwe yê xurt
li seranserê cîhanê jî dikin. Dîsa di dîroka
her gelê de, pêşewayên weha derketine ku mor û
demxa xwe li dîrokê dane. Navê xwe li dîrokê
kola ne. Îskenderê Mezin, Lenîn, Mao û Muhamed
ji wan çend in... Ew bi pratîka xwe, him ji bo
gelê xwe û him jî, ji bo dîroka mirovahiyê, di
prosesên girîng de rolên xwe yên pêşewatiyê
lîstine.Îro
dema em li dîroka Kurdistanê dinihêrin, dîrok ji bo Kurd
her dem berovajî hatiye nivîsîn. Dîroka Kurd dîroka
berbijêr çûndinê ye. Mirovê Kurd ku dema civatên komunal
ya serateyî û dema koletiyê di qada dîrokê de rewşeke
girîng de bûn û di nava gelan de xwedî bandor bûn, piştî
kete bin desthilatdariya Persan azadiya xwe wenda kir û
careke din nikaribûye vîna xwe ji destê desthilatdaran
azad bike. Gelê Kurd bi hezar salan di bin desthilatiya
neteweyên cûr be cûr de jiyaye û Kurdistan di navbera
netewên cuda de bûye qada şer. Her gel dema li gorî
rewşa xwe pêşveçûneke dîrokî jiya, gelê Kurd pir li paş,
li dû dîrokê meşiya, pêşkeftina civakî di rewşeke
kevnare de ma ye. Ji bo welatê xwe gelek caran rabûye
ser piyan, lêbelê hem ji bo serokatiyeke ku vê yekê bi
ser bixe tunebûye û hem jî îxanet û bêrêxistinî ev
serhildanan vala derxistiye. Di dîroka nêz de têkçûna
serhildana Şêx Seîd û Dêrsimê mînakên herî berbiçav in.
Gelê me ne tenê welatê xwe, ew hemû hîsên xwe yên netewî,
ziman, dil û mêjiyê xwe bi destê dijmin ve berda.
Siyaseta desthilatdaran ya « parveke, parçeke,
birêvebibe » bi awayek kerihî bi şerê taybet re li dijî
gelê me hate bikaranîn, ber bi « mirina spî » ya ji holê
rabûna netewî lê hate ferz kirin. Îxanet û berxwedan her
dem di nav hev de jiyane, îxaneta navxweyî her dem li
ber berxwedanê bûye kelem ve gelek caran jî gihîştiye
encamê. Ev
serbejêriya dîrokî, di 27 Mijdar 1978 an de bi
îlankirina fermî ya PKK ê ve hatiye rawestîn. Kurdistan
bê însan hatiye hîştin, bi hezaran însanên me di
komkujiyan de hatine qetilkirin, her wiha ji hêlek ve
cardin bi êrîşên kontra ya kujerên ne diyar însanên me
ji holê dihatine rakirin û ji hêla din ve jî tirsa
mirinê li ser însanên me yên din dihate hîştin. Însanên
me ji êşkenceyên cûr be cûr derbas kirin, gelek kesên
tenê ji bo lêpirsînê çûbûn cesedên wan ji wêder derketin
û berdêlên gelek mezin hatine dayin. Di
roja me ya îro de ku şer gelek dijwartir bûye, partiya
me PKK li hemberî êrîşên bi giştî yên dijmin, her roj di
nav xwe de pêşkeftin, hêzbûn û berfirehbûnê diafirîne û
hê bi bandor û bi bawerî derbe li dijmin dide,
serkeftinê nêzîk dike. Îro
li Kurdistanê artêşa me agir li dijmin dibarîne. Eniya
me ERNK li her derê cîhanê heye û gelê me bi rêxistin
dike. Li hember her cureyê polîtîka dijmin a şerê
taybetî, gelê me bûye yek vucud û têdikoşe. Her ku diçe
gelê me bi hemû derfetên xwe ve dikeve nav têkoşînê û
cîhê xwe digire. Bi dîyarkirina Parlamentoya Kurdistanê
ya li Derveyî Welat û hevkariyên netewî re, gelê me her
roj gav bi gav ber bi desthilatdariyê ve diçe. Em di vê
têkoşînê de nirx û berdêlên mezin û giran didin. Ji ber
ku li hember me dijminekî xwînxwar û dijwar heye. Li gel
û li pişt dijmin hêzên împeryalîst hene. Dîsa jî, em wek
gel, cara yekem e ku di dîroka xwe de weha serbilind û
serkeftî ne. Nîştîmanperweriya me xurt bû, zanabûna me
ya netewî zêde bû. Em ber bi azadiyê ve dimeşin. Azadî
nêzîk e. Cara yekem e ku em hewqas serbilind û serfîraz
in. Serê me ne berjêr e, ber bi jor û bilind e. Em bi
awayekî dilşa êdî dikarin li rûyê mirovatiyê mêze bikin.
Ji ber ku em ji bo azadiya xwe têdikoşin û şer dikin.
Pêwîst e ku em li ser rêça berxwedana pêşewayên xwe yên
wek Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Bêrîvan, Berîtan,
Ronahî û hevalên xwe yên din bimeşin. Efsanewî, çelengî
û lehengiyên wan ji dîrokê re bûn mal. Berxwedan û
têkoşîna wan proseseke nû pêk anî û encamên berhemên
wan gelek mezin û hêja ne. Divê em xwedî li vê rêç û
mîrasa giranbiha derbikevin û heta dawiyê biparêzin. Li
ser vî bingehî û bi vê armancê ez hezkirin, rêzgirtin û
sadaqetiya xwe, ji PKK, Serok Apo, hemû şehîdên
berxwedanê yên mezin, berxwedanvanên li girtîgeh û
hevalên me yên ku li çiyê şerê azadiyê didin re nîşan
didim, li ser welat ji gelê xwe re sond dixwim û peyman
didim ku ez dê çalakiyeke întîharî pêk bînim. Bi vê
çalakiyê, moral û hêza ku ji gel digirim, ezê êrîşî
dijmin bikim. Ez dê hewil bidim ku bibim sembol û nîşana
daxwaza gelê xwe ya ji bo azadîyê.
Ez
diqîrim bila hemû cîhan bi vê yekê bihese û bibîhîse:
Êdî
bibihîzin! Çavên xwe vekin!... Em zarokên neteweyeke
weha ne ku nîştîmana me ji destê me hatiye girtin û
dagîrkirin. Em li her çar aliyên cîhanê belav-welav
bûne. Em êdî dixwazin li ser axa welatê xwe bi awayekî
azad û serbixwe bijîn. Ev mafê me yê nexewî û mirovatiyê
ye. Êdî divê xwîn, rondik (hêstir-fermisk), koçbarî,
zordarî û barbarî ne çarenûsiya gelê Kurd be! Yên ku
pêwîstiya wan bi biratî, aştî, dilovanî, mirovahî û
xweristiyê hene, em in. Hewcedariya me bi van tiştan
hene û em evîndarê wan in. Em naxwazin bibin sedemê şer,
mirin, kuştin û wêrankirinê. Lê, hezar mixabin ku ji bo
bi destxistina azadiyê riyekê din jî, ji me re nehiştine.
Tawanbarên vî şerê han hêzên împeryalîst û xulamên wan
Komara Tirkiyê bi xwe ne. Bêdengmayîn tawanbariya herî
mezin û giran e. Heger hûn bi çavên serê xwe vê xwîna
herikî dibînin û li hember wê bêdeng dimînin, wê demê
tawanbarê herî mezin hûn bi xwe ne.
Ez
bang li hemû mirovahiyê dikim !
Heger
hûn naxwazin vê tawanbariya mirovahiyê pêk bînin, mil bi
milê gelê Kurdîstanê bidin, zinga ser mêjî û dilên xwe
yên ku emperyalîzm ew pûç kirine pak bikin û guh bidin
qêrîna azadiya gelekî. Di vê dengê de biratî heye,
dilpakiya mirovahiyê heye, dostanî heye.
Gelê
min ê welatparêz !
Ez
dixwazim bi vê çalakiyê bibim zimanê dilên we. Em bi
hezaran zarokên we li serê çiyayan ji bo pêşeroja we ya
azad ne tenê carekê, hezar caran amade ne canê xwe feda
bikin. Di van rojên ku şer gelek sor bûye de, divê êdî
hûn jî helwest û rêzên xwe zelal bikin. Navê şerê em
didin şerê gel e, wê demê em pêdiviyên şerê gel bi cîh
bînin. Bîwêjek wiha heye ; « dara azadiyê bi xwîn û
xwîdan tê avdan ». Divê hûn azadiya xwe erzan ji dest
bernedin. Divê em baş fêm bikin ku welatê me gelek bi
nirx e. Loma dijmin weqas bi îsrar e. Çima emê ne bi
îsrar bin ? Ma ji bilî canê me çiyê me heye em wenda
bikin ? Em bi rûmet mirinê, ji bêrûmet jiyanê re tercîh
bikin. Li ser vê bingehê, we silav dikim û bawer im gelê
me di vê dema niha de ku em gelek nêzî azadiyê bûne de
jî dê weke berê xwedî li mîrata berxwedanê ya ku PKK
dabû destpêkirin derkeve, heta niha çiqas bedel dabe jî
amadeye weqas bedelên din jî bide û sibêroja xwe ya azad
bi destê xwe ava bike, di nav civatên cîhanê de bi
rûmetdarî cîhê xwe bigre.
Bila
bimire Împeryalîzm, Kolonyalîzm û her cûre paşverûtî !
Bijî
rastiya artêşbûna gelê me !
Bijî
Serok APO !