Jİ RONAHİYA ŞEVÊN TARÎ RÊBER APO RE
Ji roja ku min navê te bîhîst û naskir, jiyanê hîs
dikim, dizanim ku ez kîme û divê çawa bijîm. Yanê hizr û
ramana te min, bi min da nasîn û ez hîn kirim ku bi wate
bijîm. Te ez fêrî alfabeya azadî û serbestiyê kirim. Di
dibistana te de çi qas min zahmetî jî kişandibe, tu
rojek ji rojan min dudilî û poşmanî jiyan nekir. Ji ber
ku min tê de hêza wateyê kişf kir, hêza raman û hêza
mirov jî. Pir kêm be jî min fêm kir ku tu tiştekî ne
pêkan nîne û bi şertê ku mirov di armanca xwe de cidî be
û pê bawer be, dê mirov her dem bigihêje armanca xwe.
Min wek jinekê û wek Kurdekî azadî kir armanc û ji dil
pê bawer kir. Ji bo vê jî ez bi hesreta vêya bûm ku tenê
ji bo keliyekê be jî te ji nêz de bibînim, te hembêz
bikim û bêhnek bidim, paşê jî tişta ku di dilê min de ye
di derbarê azadiya xwe, jin û gelê xwe de bi te re
guftûgo bikim. Lê belê di sala 1998’an de qomploya qirêj
a navnetewî ji hundur û derve de ketin navbeyna te û min
û bi hezaran kesên wekî min ku ji bo dîtana te di heman
hest û heviyê de bûn. Dîl ketina we di min de zêdetir
hejandineke bi hêz û biryara azadiyê çêkir, min hêvî û
bêrîkirina dîtina we tu car winda nekir. Lê min her dem
hewl dida ku pir ji nêz ve te hîs bikim. Lewma min gelek
caran di hundurê xwe de bi te re diyalog dikir û min
hîsdikir ku tu wek deng û enerjiyekê dikeve hinavên min
û min jê îlham digirt. Çend car jî tu bûyî mêvanê xewnên
min û ez pir pir pê kêfxweşbûm. Bi rastî jî ez nikarim
bi tevahî hest û ramanên xwe di derbarê we de bilêv
bikim. Lê belê ji sala 1999’an şûn ve her dem rastiyekî
di mejiyê min de deng vedida ew jî ev e ku min nekarîbû
dîl girtina mirovekî mezin wekî we dahurînim û min digot
ev mirov ew der heq nekiriye. Bêguman ez berpirsiyarên
dîlgirtin, tecrida rêbere gelekî û rênasê mezin yê
mirovatiyê tenê dewletên rûreş ên cîhanê nabînim. Bi
qasî sextekarî, durûtî û xiyaneta dewletên desthilatdar
lewazî û nebesiyên hevaltiya xwe û hevalên dîtir jî
berpirsyar dibînim. Lewma her dem li hemberî we, gel û
jinên ku bengiya xwe ya azadiyê bi we ve girêdane, xwe
şermezar didîtin.
Îro jî di 15’ê Sibata 2006’an de, em dikevin salvegera
heştemîn a dîl ketina Rêber Apo. Komplaya navnetewî
pêvajoyeke nû û bi metirsî li ser Îmraliyê û Kurdistan
bi giştî destpê kiriye.Dixwazin hemû ked, xebata aştî û
demokrasiyê ya Rêber Apo û gelê Kurd vala derxin û pir
eşkere bangawaziya radestbûn û dev ji Rêber Apo berdanê
dikin. Dixwazin me kedî bikin û me fêrî jiyaneke bê
Rêber Apo, bê bîrdozî û bêvîn bikin. Ji bo vê îro gelê
Kurd li her çaraliyê cîhanê li dijî siyaseta qirkirinê
ya ku li ser Serokatî tê meşandin nerazîbûna xwe nîşan
dide. Ez jî mîna şagirtekî we li hemberî wan êrîşên ne
rewa dixwazim di 15’ê Sibata îsal de, di nava gelê xwe
de wekî jinêkê girêdana xwe ya bi we re dubare bikim û
germahiyekê bidim çalakiyên berxwedana gelê me. Bi agirê
bedena xwe dixwazim peyamekê bidim mejî û dilên
qeşagirtî ya şeristaniya civaka çînayetî. Mîna gelek
mirovên din jî dixwazim di dadgeha dîrokê de bibim
şahidekî ji bo dest nîşan kirina zordarî û derewkariya
sîstema dadê û mafê mirovê yê rojava.
Rêberê min! Ev çalakiya ku ez li dardixim tevî ku
nerazîbûn û serhildaneke li dijî ew neheqiya ku ji aliyê
dewletên serdest ve li hemberî we û gelê Kurd tê
meşandin, di heman demê de rexnedaneke hevaltiya kêm û
lewaz e û li pêşiya dîrok û gelê xwe ji hesta şermezarî
û bêrûmetiyê rizgarbûna min e. Asta îdîa û baweriya min
heta ku kesek jî bimîne ev felsefe û xeta we ya jiyanê
dê her bijî û serkeve. Gelek kes dibêjin û dihizirin ku
birdoziyê di kesayetiya we de tunebikin û nehêlin. Lê ez
vê pir cidî nagirim û wekî îdîayeke pir vala dibînim. Ji
ber ku êdî hûn di dil, mejî û hucreyên di milyonan kesan
de bi taybetî jî di dilê jinan de bi cih bûne. Hûn bûne
malê dîrok û civakê. Te her car girêdan û rastgotina
jinê bi me da nasîn. Îro jî ruxmê hemû kêmasî û
lewaziyên me dixwazim rexnedana xwe bidim û biryarbûyina
xwe di xeta sosyalîzma zanîstî û demokratîk û pradigmaya
nû de nîşan bidim. Pir kêm jî be peyamekê bidim
paşverûtiya hundurîn û êrîşên ji derve. Gelek caran min
jî wekî hevalên şehîd digot; “Xwezka ji canê min buhatir
tiştekî din hebûya ku min di riya azadiya Serok, gel û
jinên bindest de gorî bikira” Piştî girtina we di sala
1999’an de jî her dem biryara li darxistina çalakiyeke
wisa di mejiyê min de hebû. Lê ji ber ku şert û merc ji
tiştekî wisa re ne guncaw bûn, bi taybetî jî ji bo ku we
aciz nekim min hewl da di jiyanê de duristbûyin û
girêdana xwe ya bi we re nişan bidim. Îro jî dizanim ku
dibe hûn vê çalakiyê nepejirînin û rexne bikin, lê çi
bikim Serokê min? Hinek evîndar dibin destê hevûdu
digirin û direvin, ê evîndarbûna min jî ev e. Dilê min
bêyî we, bê kenîn û zerdekena li ser lêva zarokên welatê
min, rehetî nabîne û nahewe. Ji ber ku min biryara xwe
di pêvajoyeke wisa hesas de heta sala heştemîn a
dîlketin û dûriya we dereng xist, lêborîna xwe dixwazim.
Dixwazim vêya jî bêjim ku pir bi hêvî û moral im. Bi
taybetî jî dema ku ji bo diyarkirina komîta ji nû de
avakirina PKK de te navê min anî ser zimên û pirsa min
kir, min hîs kir ku te xelata herî mezin daya min. Ez vê
wek rûmetekî pir mezin dibînim. Her dem perspektîfa we
ji bo şoreşa başûr ku we nola ‘şoreşa jinê’ behs dikir,
di min de moralekî mezin çêdikir û meyl dida têkoşîna
min. Aniha jî di nava vê bêdengiya mirinê ku li başûr
heye de, dixwazim wek jineke ji başûr pir kêm jî be deyn
û berdêla ked û qenciyên we bidim. Pir şad dibim ku
encamekî serkeftî bi destxînim. Di dawiyê de silav,
hezkirin û hesreta dîtina te ya xwe pêşkêşî te mirovê
bêhempa dikim. Ji bîr nekin, em pir bêriya we dikin, pir
bêriya we dikin…
Ligel Silav Rez û Hesrata xwe
21. 01.2006
Jİ BO TEVAHÎ HEVALÊN HÊJA!
Heyvek maye ji bo heftemîn salvegera 15’ê Sibatê û
ketina 8’mîn sala dîlgirtina Rêber Apo, ji niha ve dilê
min wek volkanekî dikele, ji bo teqandinê li fersendekê
digere. Di xwezayê de jî gelek bûyer ji bo wekî
volqanekê biteqin, pêdivî bi demeke guncaw dibînin. Mîna
darekî fêkiyê… Fêkiyek heta ku nestewe (çênebe) ji bo ji
darê neyê jêkirin bi demê re dikeve nav pêşbaziyekê û li
bendî dema xwe ya çêbûnê disekine. Ger wisa ne be, fêkî
nabe fêkî. Zindîbûn û hebûna xwe ya nazik û zirav nikare
îspat bike. Volqan jî wisa ye. Dara fêkî xweşikbûn û
rengîniya xwe di sêvekê de, di hinarekê de û di gelek
fêkiyan de xwe nola berhemekê dide xwediyê xwe yê ku pê
re gelek ked daye. Dîsa wê volqan jî li ku derê, çi demê
û bi çi awayî biteqe, hêrsa xwe nîşan bide û wê çawa
sizeya mirovên Ehrîmen û bêxêr bide baş dizane.
Hevalno, Dostno û Jinên Êşkişandî!
Ez dixwazim çend tiştan ji we re jî diyar bikim. Lê aciz
nebin, govendê bigirin, hûn jî dizanin kêfa min pir ji
govendgirtinê re tê. Dema ez govend digirim wisa his
dikim ku ez bi bask dibim û difirim.
Ez wek zarokekê xwezayê û perçeyek biçûk ya gerdûnê
dibêjim ku divê qanûn û pîvanên jiyanekê pîroz û bi
şeref pêkbînim, wate bidim gera jiyana xwe. Ez di wê
baweriyê de me ku weke dareke fekîyê dem hatiye ku ez
berhemekê bidim gelê xwe yê êşkişandî, bibim hêviyek ji
bo xeyala zarokan a ku hatiye gulebarankirin û
xeniqandin. Kêm be jî, ez dixwazim bibim hêza pêşxistina
hêviya azadiya jinên êşkişandî. Ya girintirîn jî bibim
mûmek, di nav mûmên li derdora Girava Îmraliyê. Ez
dixwazim vê ji we re bêjim; êdî dema wê hatiye ku, bibim
bersivek ji bo dewletên desthilatdar, zilamên zordar û
derewîn. Ji bo vê jî şeva 15’ê Sibatê dikim şeva
sizakirina wan û mîna volqanekî nefreta hûndirê dilê xwe
diteqînim.
Şeva 15’ê Sibatê, dilê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan,
Bêrîvan, Ronahî, Rahşan, Sema û heta digehe Fikrî
Baygeldî û wek xeleka dawiyê, agirê bedenê Serdar Ari,
di nav dilê min de lêdide, diruşmeyên “An jiyaneke azad
an jî mirineke bi rûmet”, “Bijî Rêber Apo” di guhê min
de diqêrin. Di nav mejiyê min de tenê zinge zingek heye,
li ser hev bang li cîhanê dike. Ev deng jî kîlîtbûna bi
armancê min re ye, ev yek serkeftina armanca çalakiya
min sedî sed garantî dike. Pêtên agirê Sema û Serdar, di
bedena min de geş dibe, ezê tu deman nehêlim ku agirê
ocaxa Rêber Apo sar bibe. Di nîvê zivistaneke zor û
zehmet de bi têhna agirê bedena xwe ez dixwazim peyamekê
bidim û di vê peyamê de bang bikim. Ev peyama min jî
peyama azadiyê ye. Banga min jî, banga parastina Rêber
Apo, bilindkirina çalakî û tekoşîna gihîştina serkeftinê
ye.
Silav û Rêz
15. 01. 2006
Roja dayîna cezayê hûcreye Rêber Apo
HEVALÊN BİRÛMET !
Di
PKK’e de mezintirîn çalakî, xwedî li gotinên xwe
derketine. Dema li cihekî gotin û soz wateya xwe jidest
bide, bizanibin ku li wê derê xeflet, bêwicdanî û
ruxandinekî rewiştî (exlaq) heye. Encama rewşekî wisa jî
misoger xiyanet e. Her daîm xençer ji piştê ve li gelê
Kurd, jin, PKK û Rêber Apo hatiye xistin. Tevayî hest,
bîr, helbest, stran, lorik û gotûbêj bi kesereke mezin
behsa van dike. Her tim xiyanet, têkoşîn û vîna
berxwedaniyê bi hev re meşiyaye, mîna şerê di navbera
Ehrîmen û Ahuramazda de, ev her du tim di nav pevçûnekê
de ne. Zerdeşt dibêje; “Di encama vî şeri de çiqas
zehmet be jî, ronahiya Ahuramazda serdikeve, bi wî şertê
ku tevahî mirov baş bifikirin, baş biaxifin û karên baş
bikin. Bi vî awayi îro dema wê hatiye ku baş bihizirîn,
baş bipeyvîn û karên baş bikin, Heta ku ramanên
Ahuramazdayê hemdem serkeftinê bidest bixe.
Di nivîsandina xwe ya din de, di encama fikirandineke
dem dirêj de, ez bi biryarbûm ku di şeva 15’ê Sibatê de
çalakiyê pêkbînim. Ji bo ku wekî jinekê an jî wekî
Kurdekî naxwazim heştemîn salvegara dîlgirtina Rêber Apo
bibînim û carek din mîna jinekê naxwazim çarmîxa xwe
bibînim. Ez dizanim ku, di zivistanê de partî hinekî bi
zahmetî digihêje hedef û çeperên Ehrîmen, ew jî her ku
diçin li pêş çavên me dil, mejî û bedena gelê me dixwin
û ev reweşekî xeter e. Ev jî ji bo min pêkanîndina
çalakiyekê ferz dike. Min dixwest, bêku canê xwe bidim
çalakiyekê pêkbînim, lê ez di wê bawariye de me ku divê
mirov bi qasî pêwist dike, bijî. Her wiha ev her dem
rastiyek e (dema gotin wateya xwe winda dike, dora
çalakiyê tê, her çalaki jî avakirina ji nû ve watedayina
gotin, soz û bihêzkirina hêviya azadiyê ye) di mejiyê
min de weke zinge zingekê her tim deng vedide. Li
aliyekî rewşa çarenûsaziya vê qonaxa ku em tê re derbas
dibin, ji bo çareserkirina pirsgirêka azadiya Kurdan
gelek derfetan dide lê bi qasî wê jî xeterî li ser Serok
û gel heye. Ruxmê van derfetên heyî jî bêhevîtî, reşbînî,
bêbiryarî heta digihêje asta xiyanetê û her ku diçe ez
li hemberî vê bi hêztir dibim û îradeya an pêkanîna
çalakiyekê, an pêkanîna çalakiyekê di min de pêş dixe.
Hevalên Hêja!
Ev biryara min ne nû ye. Di rapora ku min di heyva
Tirmehê de ji bo PKK û YJA-STAR nivîsandibû de, min dabû
xuyakirin. Ev ne biryarekî nû ye, dem dirêj e û di sala
1999’an de ez gihîjtibûm biryarekî wiha. Di aliyekî din
de pêvajoya aloz a ku tevger tê re derbas dibû, li
aliyeke din de jî pêwistî bi tevlîbûnekî di asta
rêveberiya jin û xebatên giştî de dihat xwestin.
Derfetên siyasi û taktîkî rê nedida ku ez çalakiyeke
wisa pêkbînim. Lê bi destpêkirina hemleya 1’ê Pûşbera
2004’an re, derfetek wiha min bi destxist. Di wê
baweriyê de me ku tevgera Jin, pêdiviya wê bi têkoşerên
weke salên 1996-98 heye ku xelekeke nû bi agir li dijî
komploya hûndir û derve çêbikin û bi vî awayî jî dil,
mejî û wijdanên qeşagirtî bihelînin. Ango li hemberî
dostaniya sexte û hevaltiya kêm, mîna Zîlan, Sema û
Serdar di jiyan û çalakiyê de bersiv dayin pêwist e.
Dibe ku hûn ji min re bêjin “Te çima çalakiyekî wisa
pêkanî?” û min rexne bikin, dibe ku Rêber Apo jî
çalakiyek bi vî rengî nepejirîne, lê qasî ku ez
têdigehîjim, di pêşketina têkoşîna azadiya Kurdistanê
de, riya çareserî û pêşketinê bêbedel nebûye û nabe.
Evaya di nav Tevegera Apoyî û Azadiya Jine de
kevnepoşeke me ye ku mirov nikare dest jê berde. Ez jî
wekî têkoşereke jinê dixwazim vê çandê bidomînim. Bi
hatina xwe ya HPG’ê û YJA-STAR re min bi evîn û moralekî
mezin planeke wisa çêdikir. Min dixwest ku li du cihên
cuda yan jî li du hedefên cuda çalakî lidar bixînim. A
yekemîn li Kurdistanê beyî ku zirarê bidime xwe li
hemberî navenda kolekirin û fahişekirina jinê, a duyemîn
jî di navenda rêveberiya dewlata şer û çeta ya Tirk de,
mîna Zîlan û Sema bi çalakiya xwe, hejandinekî çêbikim.
Li aliyekî ji ber şert û mercên zivistanê yên ku em tê
de ne, li aliyeke din de jî ji ber têrnebûna ew nîqaşên
ku min bi hevalan re pêşxist, min nekarîbû wan qana
bikirbaya. Piştî vegerandina min ji konferansa YJA-STAR,
min biryarekî wisa girt ku ger li çiya be jî çalakiyeki
bi vî şêweyî pêkbinîm. Ez dixwazim 15 Sibata îsal, ne bi
girî, bêçaretî û bêhêvîtî, belkî bi evîn, coş û
bawariyekî mezin pêşwazi bikim. Bes li vir dixwazim di
sê xalan de hesreta xwe bînim ser ziman û bi we re parve
bikim. Ew jî ev in, Yekemîn; Di vê bingehê de ez
negihiştim plana ku mi ji xwe re diyar kiribû û hedefên
ku min ji xwe re armanc girtibû û li gorî dilê xwe min
tola xwe nestend. Duyemîn; min gelê Bakûrê Kurdistanê ji
nêzik ve nedît û dîtina xweşikbûna xwezaya bakûr di dilê
min de ma. Sêyemîn; tenê ji bo keliyekê bibâya jî min
serê xwe danibûna ser milê Rêber Apo û min henaseyeke
kûr kişandibûya. Her çend ev wekî hesretêkê bû di hinava
min de, tevî vê jî ez kêyfxweşim û bi bawerim ku
rêhevalên min li cihê min û heta ji min zêdetir jî ji
îro pê de dê vana pêkbînin.
Bêguman wekî rêvebirekê, hizirandin, xwe amadekirin, ji
bo plankirin û pêkanîndina çalakiyek bi vî rengî zehmet
e, ji ber ku rojane tevlibûneke bi hêz dixwaze. Min di
vî alî de hewl da ku heya roja dawiyê jî xwe ji kar û
xebatê dûr nexim û tevlî kar bibim. Lê belê bi misogerî
ez vê dizanim ku di van hevyên dawî de wek pêwîst dikir
min baş alîkarî neda hevalan û di vê xalê de ez ji
hevalan lêborîna xwe dixwazim.
Silav û Rêz
23.01.2006
JI TEVAHÎ ŞERVAN Û RÊVEBERİYA HERÊMA HAFTANÎNÊ
RE!
EvEv
ne demeke dirêj e ez hatime vê herêmê. Min gelekî ji vir
hez kir, tu dibê qey xwezaya vir her dem bi min re
dipeyivî, ev ji bo min gelekî bedew û balkêş bû. Ji hemû
jî girîngtir giyanê fedakarî û duristbûna hevalan
aramiyeke mezin dida min. Min çi jin çi xort ji hemû
hevalan pir hez kir, weki mirovên ku her tim henekên xwe
bi mirinê dikin. Ruxmê vê jî gelek tiştê ku min jê
nefret kir û min rexne kir û ji vir û şûn de jî ezê
rexne bikim hene. Bi taybetî di nava gelek kesayetiyan
de dudilî, bêbawerî, gilîkirin û qirêjkirina evîn û
heskirinê, yanê bi giştî helwesta kesayetiya paşverutiya
jin, feodaltî û jixwe razîbûna zilam careke din li vê
derê ji hundur de ez birîn kirim. Dibe ku hin caran ji
aliyê xwe vegotin û uslûbê de min we aciz kiribe, lewma
ez ji we lêborîna xwe dixwazim. Lê belê careke din ez li
pişt wan rexneyên min pêşxistibûn radiwestim. Rexneyên
di derbarê nêzikbûnên me yên kêm û lewaz li hember rexne
û rexnedayinê, çanda paşgotinî (dedikodu), şêweyê
tekoşîna veşartî, ji bo rêxistinê wekî dînamitekê ye. Ez
di wê baweriyê de me ku her yek ji we û her kadroyeke
PKK’ê li hember pêşxistina jiyana rêxistinê û parastina
wê di heman demê de li hember pêşxistin û parastina
mirov ji ketina nava bêbawerî, bêbiryarî û xiyanetê xwe
berpirsyar bibînin. Heke em di dem û cihê xwe de kedekî
ramanî û jiyanî bidin tu tiştekî ku em bi sernexin û
encam negirin nîne. Di bingehê dubarebûn û
çaresernekirina pirsgirêkên jiyanî yên rêxistina me û bi
tevahî sernexistina çalakiyên siyasî û taktîkî yên ku ji
bo azadiya Rêber Apo û çareserkirina pirsgisrêka Kurd em
destnîşan dikin, ji bêberpirsyartiya kadro û nepartîbûna
wê tê. Ango ev mantiqê me yê hiyerarşîk parastin û
pêşxistina rêxistinê tenê aîdê çîneke biçûk an jî
elîteke biçûk (rêvebiriyê) dibîne. Dema ez vê dibêjim
wisa tênegihêjin ku ez tenê yek alî kadro an jî ferd
tewanbar dibînim, ji ber ku kêmanî û lewaziyên rêxistinê
jî bi qasî qadro heye û tên dîtin.Jixwe li gel min
berdewam formulê (pêşketina kesayet = pêşketina
rêxistinê ye û berovajî vê yekê jî rast e) ev ji bo bi
dest girtina pirsgirêkan û bûyer-diyardeyan (olay-olgu)
nêrandineke sereke ye.
Li ser vê bingehê dibêjim sirê partîbûn û serkeftina
qadro tenê ev tişt e; tevî hebûna lewazî û kêmasiyên
rêxistinê, xwe wek xwediyê rêxistinê bibîne, xwe wek
perçeyekî wê yê sereke bibîne, di heman demê de wê rexne
bike û ji bo pêşxistina wê ji dil û can jê re kar bike.
Lewra em çiqas zorî û zehmetiyê bikşînin û bişkên jî
divê vê jiyanê û vê rêxistinê ji çavên xwe baştir
biparêzin. Ji ber ku ev rêxistin rêxistina dewlet an jî
çîneke serdest nîne û ne rêxistineke ku hêza xwe ya madî
û manevî ji cihekî din dizîbe. Ev rêxistin bi xwêdana
eniya gelekî kedkar û bi xwîna geş û şêrîn ya bi hezaran
keç û xortên dilgerm û evîndar re hatiye afirandin. Ji
ber vê sedemê xwedî li rêxistinê derketin, xwedî li gel
û şehîdan derketin e. Mirovê ku wisa be xwedan
kesayetiya bi exlaq û bi rûmet e. Berovajî vê jî
darûxaneke exleqî û bêvîcdaniyeke mezin e ku encama wê
jî wekî Rêzan û Nûjin ber bi xiyanetê ve çûyîn e.
Hevalên hêja!
Dibe ev çalakiya min bandora xwe li ser we çêbike, lê
belê ez tika (rica) dikim ku hûn bi awayekî hestyarî
nêzîk nebin û li ber min nekevin. Ji ber ku hamleya 2006
ji me hemûyan tevlîbûneke hêzdar û awarte dixwaz e, ez
jî wekî kadro û têkoşerekî jin dixwazim bi vî rengî
tevlîbûna xwe nîşan bidim û peyama xwe bidim êrîşên
qomployê yên derve û hundurîn û dengê xwe bi çalakiyên
gel re bikim yek. Dibêjin dem wekî xencerekê ye, ger tu
wê nebire dê ewê te bibire. Ji bo perwerde û
amadekariyan heta biharê derfeta me heye. Ji bo xatirê
min rojekî be jî programa xwe neguherin ji ber ku her
yek ji we jî di xeta fedaîtiyê de xwe ji bo biharê amade
dike. Ez jî yek ji we me û ji niha ve heke bikaribim
serxînim ezê erkên asayî ya têkoşertiya xwe pêk bînim.
Çalakiya vê pêvajoyê piralî ye. Ango tenê bi şêwaza
Zîlan û sema nabe. Fedaîtî; jiyan, biryar, pêşengî
kirin, ji bo pratîzekirina taktîkê têgihiştina felsefe û
îdeolojiyê, têkiliya hevaltiya durist, bêdudilî çûyîna
ser hedefê, afirînêrî û bi awayekî misoger di serkeftinê
de kîlîtbûn e. Di wê baweriyê de me ku rêhevalên min
çawa di demên derbasbûyî de xwedî lê derketibûn dê niha
jî tevî hemû kêmasiyên xwe, xwedî li vê rastiyê
derdikevin. Lê belê ev jî rastiyeke ku me wekî kadro di
demên derbasbûyî de ev rastî bi awayekî nîvço pêk anî û
heta niha jî me rawestîna navîn derbas nekiriye. Ji bo
gotinên ku em dibêjin ji nû de bi wate bikim û xwe ji
pirsgirêkên ku xwe dubare dikin xelas bikim min biryara
çalakiyeke bi vî şêwazî girt. Ez nabêjim bila kêmasî
nebin, lê belê dubarebûna van metirsîdar e û çavkaniya
vê jî ev e; em bi tiştên ku dibêjin bawer nakin û qane
nabin. Çalakiya min berî her tişti dibe rexnedaneke ji
bo hevaltiya min a kêm bi Rêber Apo re. Kêm be jî
dixwazim di nav tevgara giştî ya Apoyî û bi taybetî jî
di tevgara Jinê de ji bo pêşxistina şoreşa zîhnî,
wîcdanî û exlaqî bi rolê xwe ve rabim. Jêdera hêza vê
çalakiyê jî ew îlham e ku ez ji parêznameya Rêber Apo û
ji nûvejîna giyana PKK’ê werdigirim. Di heman demê de
çalakiya min li dijî êrîşa topyekûn a dijmin li ser
Rêber Apo, Gel û Tevgera me ye. Her wiha refleksa
nepejirandina siyaseta marjînalkirina PKK’ê û
çareseriyeke bê Rêber Apo ye. Ev ji nû ve nîşandayina
çanda berxwedaniya qadroyên tevgerê û mîlîtaniya jinên
Kurd e.
Ez naxwazim zêde dirêj bikim ji ber ku ev rastiyana ji
aliyê her kesî ve tên zanîn. Lê belê bi zanebûnê re di
her dem û kêliyekê de hîskirin kêm dimîne. Ango di
navbera zanebûnên me û kiryarên me de pira hîskirinê
lewaz bûye, lewra tiştên ku em dizanin baş pêknayinin.
Di dawiyê de ji ber ku wek pêwîst dikir ez tevlî kar,
xebat û perwerdeyê nebûm, rexnedayina xwe didim û
lêborîna xwe dixwazim. Dîsa we hemûyan ji dil silav
dikim û yek bi yek hembêz dikim. Bi taybetî jî divê ez
ji bîrnekim hevalên ku ez bi wan re di komîsyonekê de
bûm ji wan jî lêborîna xwe bixwazim. Lê ez bawerim ew
heval jî dikarin pir baş bi rolê xwe ve rabin.
Silav û Rêz
26.01.2006
Dİ KESAYETA HÊZA YJA-STAR A Lİ HAFTANÎNÊ DE Jİ
BO TEVAHÎ HÊZÊN YJA-STAR!
GeleGelê
Kurd bi giştî û jina Kurd bi taybetî di riya avakirina
vîn û nasnameya xwe ya azadiyê de gelek bedelên mezin
daye û hîna jî vê didomîne, ji vir û pê ve jî dê wek
çandekê rojên dîrokê bixemilîne. Di nava tevgereke wek
YJA STAR de endambûyin bi rastî xurûr, serbilindî û
rûmeteke mezin e. Ji bo ku her roj giyana pîroz a mirov
di nav de xwe feda dikin. Yên ku dijîn jî dixebitin ku
li dijî koletiyê xwe bi hêz bikin. Rêxistina YJA-STAR bi
xwîna bi hezaran keçên bedew hati
ye avdan û rêxistineke cewherî a jinê ye, lewra iro
hêviya jinên dil bi êş û pêşenga wêrekiya jinê ye. Ango
dikarim bêjim ku YJA-STAR xwedawenda wêrekiya jinê û
sizedayîna zilamên zordar û derewîn e. YJA-STAR,
stargeha jinên ku li azadî û li serxwebûnê digerine.
Lewma pêwîst e tu kadroyeke jin çi di nava YJA-STAR de,
çi jî di nava rêxistineke din a tevgera jinê de xwe ji
vê rûmetê bê par nehêle û tu car vêya înkar neke an jî
kêm nirx nebîne. Yê ku ji vê zemînê bireve ango wate
nediyê divê bizanibe ku ji azadiya xwe direve û wate
nade têkoşîna xwe ya azadiyê. Çimkî me mîna jineke Kurd
di nav refên gerîla de baweri, îrade û hêza cewherî ya
jinê bi destxist. Îro jî hemû rêxistinên din ê jinê ji
hembêza dayika Star jidayikbûn û mezin bûn.
Her yek ji me ger li azadiya rasteqîn digere divê
perspektîfên Rêber Apo fêm bikin ku dibêje; “Her kes ji
çiya dakeve jî, jin divê bimînin û li azadiya xwe
bigerin”. Ev ji bo me hemûyan di dema nêz û dûr de
rêgezeke sereke ya xwe rêxistinkirinê ye. Bê ku em pişta
xwe bispêrin şêwazê jiyana rojane, binkegirtin û
taktîkên tevgera giştî, an jî bê ku em li benda
çareseriya pirsgirêka neteweyî û daketina nava sîstemê
bimînin, divê di rêka parastina cewhera jinê de li
bajaran jî em bibin hêza pêşxistin û parastina jinan.
Pêwîst e em di bingeh de bi cih bûna xwe ya li çiyan
bikin xebatake sereke û di hemû waran de xwe amade bikin.
Bi vê re jî Çawa çiya ji gelê Kurd re bûye cihê
xweparastin û teslîmnebûyina ji dagirkeran re, di heman
demê de em jî wek jinên Kurd divê çiya bikin kelha
parastina jinê. Her wiha bikin wargeha ronesans û
rohnîkirina komeke kadroyên pêşeng ên ku her dem
bikaribin di xeta azadî û serxwebûnê de, meyla rêxistin
û saziyên jinê yên ku di nava civakê de dixebitin diyar
bikin. Ango pêwîst e bi awayekî dem dirêj YJA-STAR û ew
jinên ku ji dil û can li azadiya rasteqîn digerin bikin
temînata parastina xeta bîrdoziya azadiya jinê û nehêlin
bibine mezhebeke sîstema desthilatdar a zilam. Ger ne
wisa be em nikarin bi misogeri xwe ji xefka sîstema
zordar û derewîn a zilam rizgar bikin, ji ber ku di vê
sîstemê de tu tiştekî di berjewendiyê jinê de nîne. Ango
çiya ji bo jinê tenê nayê wateya xwe parastineke çekdarî
ya çors û armanca wê jî tenê çareseriya pirsgirêka
netewî nîne. Di heman demê de çiya cihê pêşxistina
kadroyên xwedan nasname û vîna jinê û warê ronîkirina
zihniyetê ye. Ger her yek ji me wate û mîsyoneke wisa
nede van çiyan, jiyan û kesayetiya xwe û li anagorî vê
bi coş, îdîa û bi biryareke zanistî pêşnexînin, her wiha
li dijî paşverûtî û koletiya xwe fêlbazî, derew, durûtî
û serdestiya zilam tênekoşin, ne gengaz e ku pirsgirêka
me ya netewî jî çareser bibe. Ger binêrin di sala
2003-04 de derfeteke girîng bidest me ket ku em ji rewşa
siyasî ya herêmê sûd werbigirin û ber bi çareseriyê ve
gava bavêjin. Lê belê koma çete û teslîmkar a hundurê
tevgerê pêşî lê girt û em bi metirsiyeke mezin ve rû be
rû man. Di nav vê komê de hejmareke jin jî hebûn. Heke
ew jinana li azadiya rasteqîn bigeriyana û hinek wîcdan,
exlaqê jina Kurd di wan de hebûya wê sedî sed bandora
xwe li wê komê kiribûna û rê li pêşiya vê xiyaneta mezin
bigirtana. Lê berovajî vê yekê tevgeriyan û xiyanet
gihandin lutkeya herî jor. Di derbarê mîsyona jinê de di
nava xiyanet û berxwedaniya tevgera Apoyî de gellek
mînak hene, mînaka herî nêzîk jî reva Rêzan û Nûjin e.
Ango di destnîşankirin û diyarkirina rewşeke wisa de
mîsyona me eşkere ye. Êdî bila em vê bikin guharek û bi
guhê xwe vekin û seranser nêzîk nebin û jibîr nekin. Ji
ber ku jibîrkirin xiyanet e.
Ez naxwazim pir dirêj binivîsînim ji ber ku li her derê
di meha Sibatê de konferansên kadroyan tên lidarxistin û
bawer dikim ku ewê li wê derê pir berfireh guftugo bêne
kirin û tiştên ku ez dixwazim bêjim ewê ji min baştir li
ser bipeyivin, dê biryar û proje jî derbikevin. Lê
wesiyeta min ji bo van konferansa ew e ku em xwe
nexapînin û li pey derxistina biryarên nû negerin. Tenê
biryarek heye ku em bidin, ew jî ewe ku gelo em li gorî
armanca azadiyê dijîn an jî na? An jî wek Rêber Apo
dipirse; “jina azad kî ye û çawa dijî?” em bersiva van
pirsan bidin û biryara tevlîbûneke ji dil, mejî û wîcdan
bidin, ev bes e. Piştî wê jixwe kesê ku di armanca xwe
de bi biryar û zelal be dizane ku çawa têbikoşe, çawa
şer bike, çawa xwe rêxistin bike û sistema xwe ava bike.
Di vê çerçoveyê de ez hêvîdarim ku her kes, rêveberî,
şervan, hevalên kevn û nû bi giştî van konferansana
bikin amrazekî ji bo paqişkirina dil û mejî, her wiha vê
biryarê bidin ku ji çûyîna ser xebat û azadiyê wêdetir
tiştekî din nehizirin, gazinca nekin û bi wêrekî biryara
serkeftinê werbigirin. Yên ku kevn in û xwedan ked û
ezmûn in, bila xwe ji nehîlîzmê rizgar bikin, nirxê xwe
bizanibin û hevpeymana xwe bi rêxistin û azadiyê re nû
bikin. Yên ku nû ne jî bila xwe bêçare û feqîr nehêlin,
ji ber ku derfetên me yên azadiyê pir in. Tişta pêwîst
ew e ku sistayitiyê nekin, netirsin, lêbigerin, hîn
bibin, têbigihêjin û ji bo ku fêm bikin û bibin kadroyên
pêşerojê ji Rêber Apo û ji jinê fêrbibin, jinê wekî
hêzekê bibînin, zû neşkên û paş ve gav navêjin.
Her yek ji me wek jinê ji civakê hatiye û me xwe avêtiye
hembêza çiya, di vê jiyanê de li azadiyê digerin. Ango
di civakê de fahîşetî, zewac, xwekujî, xwendin û hwd.
gelek rêkên din hebûn lê belê bi zanebûn an jî bê
zanebûn me wan rêkan hilnebijart û em tevlî vê jiyanê
bûn. Di vir de nakokiyek heye û pir giring e ku bê
çareser kirin. Ew jî ev e ku tevî vana xiyanet û rev
rastiyeke jiyana me ye an jî di bin navê hezkirin û
evînê de em xwe dikin aîdê zilamekî û hewl didin ku
zilamekî jî bikin aîdê xwe. Her wiha dibe ku hinek heval
jî di nava lêgerînêkê de bin ku gelo hezkirin çi ye û
çawane? An jî hinek dibêjin, jixwe ev tiştekî qedexe ye.
Lê tişta baş ew e ku xwe serkut bikim û ji rêxistinê re
kar bikim, ku ew jî her dem ji vê nakokiyê direvin.
Hinek jî dibêjin asteke min heye û dikarim hem bi
zilamekî re bijîm, di dil û xeyalê xwe de cihekî jê re
vekim û hem jî ji gel, Rêber Apo û jinê re bixebitim.
Helbet her yek bi awayekî di nava nakokiyan de dijî û
tevî ku perspektîfên Rêber Apo pir eşkerene her yek li
gorî xwe serî li rêbazekî daye. Ez vêya wekî
pirsgirêkeke sereke dibînim û wek hinek heval ku dibêjin
“Ev pirsgirêk piştî mijara reforma civakî derket” ez
wisa jî nanirxînim. Ji ber ku ev pirsgirêkeke civakî û
mirovatiyê ye û di encam de, di nava me de jî
pirsgirêkek birdoziyê ye. Ger berî vê di kesayetiyan de
çareserbibûya tu bandora reforma civakî nedibû. Jixwe ji
ber ku pirsgirêkeke bi vî rengî hebû, ew koma xêrnexwaz
tiştekî wisa xist rojevê. Lewma divê berî her tiştekî
birdozî û felsefeya Rêber Apo baş fêm bikin ku ew jî
felsefeya hezkirin û evînê bi xwe ye. Di vê felsefeyê de
aîdbûyin, mulkiyet û tabûkirin nîne. Lewre pêwîst e li
ser vê xalê bi başî guftûgo bikin di hundurê xwe de
biryar bidin û tercih bikin. Heke di vê xalê de em tevlî
Rêber Apo bibin û bîrdoziya wî bipejirînin wê demê di
hemû qadên dîtir de jî misoger emê tevlî bibin û tu
kelemek li pêşiya me namîne. Ji ber ku Rêber Apo bi xwe
jî dibêje; “Şerê me di kakilê xwe de şerê evîn û
hezkirinê ye.” Ger îro em di xebatên xwe de çi wek
kadroyên keç û xort bi nîvçoyî encam werdigirin an jî
pir caran encam wernagirin rast e rast têkiliya xwe bi
vê mijarê re heye. Ango bi evîn û hezkirin tênakoşin û
enerjiya xwe naxin xizmeta armancê. Hîna jî di hinavên
me de evîn û hezkirin wek tabûyekê ye û em jê biyanî ne.
An jî me wek tiştekî qedexe fêm kiriye yan jî wek
mijareke ku dê piştî şoreşê bê jiyankirin. Wan nêrînana
yeko yeko şaş û nîvço ne. Bi nêrîna min jî hezkirin û
evîn di vê jiyanê de veşartiye, bi ked, têkoşîn dikare
were dîtin. Ji bo ku bi evîn û hezkirinê ve bijî ne şert
e ku jin an jî zilamekî hilbijêre û bi taybet bike ya
xwe. Ji ber ku tu dikare wek mirovekî jê hez bike. Ji
ber ku berî bibin jin û zilam em mirov in, an jî zarok
in, lewre bila heskirin û evîna me wek mirov û zarokan
paqij be. Bila hezkirin û hestên evîna xwe di kesekî de
heps nekin û dîl nexin. Jixwe li ba min di vê demê de
lêgerîn li pêy jinekê an jî zilamekî ku pê re bijî û jê
re behsa hezkirinê bike xeflet e. Ji ber ku hîn jî
şoreşa zihniyet û bi taybetî şoreşa hezkirina mirov bi
serneketiye. Lewma her têkiliyeke teng a di navbeyna du
kesan de encama wê hevûdu ber bi kolekirina evînê ve
kişandin e. Di vir de ez nabêjim evîn û hezkirin tune
ye. Ez dibêjim heye lê belê pêwîst e di mirov de bi
gelemperî bijî. Di her zilam û jinekê de pîvanên ku
dipejirînim dibînim û nikarim ji hemûyan heznekim. Lê
belê tiştekî din jî heye ku ew pîvanên ku min ji bo
hezkirina zilamekî diyarkirine ne gengaz e ku hemûyan di
kesekî de bibînim. Ji ber ku her kesek ji radestbûn û ji
rastiyê xiyanetkirinê re zemîn e. Ez dibêjim lêgerîn li
pêy kesekî bi çi awayî be xeflet e û jixwe mijulkirin û
ji kîs çûna demê wêdetir tiştekî din nîne. Ji bona wê ez
dibêjim berî ku em evîndarê zilamekî bin divê em
evîndarê mirov, xweza û jiyanê bin.
Êdî ew dem hatiye ku em biryar bidin, bi her awayî tevlî
îdeolojiya Rêber Apo bibin. Ji ber di dilekî de tenê ji
zilamekî yan jî ji jinekê re cih hebe ne gengaz e ku bi
tevahî rê bide jiyankirina gelekî û serokekî. Heke rê jî
bidiyê ne pir bi hêz e û wê rojekê dê jê qut bibin. Rast
e mirov xwedan xwezayekî welê ye ku bi yê li hemberî xwe
bandor dibe û bandor lê dike. Eviya nayê înkarkirin. Lê
tişta girîng di vir de hunera şerkirinê ye ango ji
hestên xwe nereve lê li hemberî wê jî bin nekeve û
radestî wê nebe. Ger wisa jî bû mirovekî bi xwe bawer û
bi îstîkrar ji te derdikeve û ev yek her roj xwe bi nû
kirinê re pêşdikeve. Di vî alî de min şaş fêm nekin û
heznakim ku bêjin bi rastî hevala Viyan xwe çareser
kiribû û azad bû. Ji ber ev rastiyeke ku heta mirov bijî
divê têbikoşe û nehêle ku biçûk be û ber bi koletiyê ve
biçe. Wek jinekê aliyên paşverû yên jinê di min de jî
hene lê belê bi tu awayî min hestên xwe di ser guh re
navêt û ev yek ji xwe re kir bingeh, tu carî radestî wan
nebûm û bin neketim. Her wisa heke min hîs kiribe ku di
nava têkoşînê de hevalekî xort bi min bandor bûye û di
têkoşîna wî de bûye sedema lewazbûnê ez pir ji xwe hêrs
bûme û min dest bi li xwe pirsînê kiriye. Ji ber ku
dizanim wekî jinekê, wekî Kurdekî dikarim şoreşgerekî
pêşbixim lê mafê min nîne ku mirovekî ji xizmeta
têkoşînê dûr bixînim. Di dawiyê de wek jinekê li hember
rastiya Rêber Apo, gel, tevayî jinên azadîxwaz û li
hemberî we hevalên delal wek hêza jinê yên li Heftanînê
û tevayî hêzên YJA-STAR û hemû hevalên xwe yên têkoşînê
rexnedana xwe didim, ger kêmasiyeke min hebe yan jî min
we aciz kiribe, lêborîna xwe dixwazim. Di vir de nameya
xwe ya vê beşê bi dawî dikim û bi hêviya serkeftina
konferansa kadro û tevahî tekoşînê we hemûyan bi hestên
jintiyê ji dil silav dikim û we yek bi yek maç dikim.
27.01.2006
Jİ GELÊ KURDÊ WELATPARÊZ Û BERXWEDANVAN RE!
Dîrok
Dîrokê îspat kiriye ku gelê Kurd, gelekî leheng û
cangoriye. Tevî siyesata înkar, qirkirin, Erebkirin,
Tirkkirin û Farskirinê, gelê me bi her awayî hebûna xwe
parastiye û di dîrokê de nehatiye windakirin. Dewletên
dagirker her dem jê re gotine ku; “Encex tu Tirk be,
Fars be yan jî Ereb be mafê te yê hemwelatîbûnê û wekî
mirov mafê te yê jiyînê heye!”. Dewleten mezin yên
cîhanê bê rawestan dihizirin ku çawa, kengî û li ku derê
ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî Kurdan mîna maşeyekî
bikar bînin û lîstokê biserxînîn. Çîna serdest a Kurd jî
ango Kurdên hevkar di riya berjewendiyên xwe yên teng a
partî, malbatî û takekesî de her dem xwestine gelê Kurd
ê kedkar bifiroşin û pê bazirganiyê bikin. Gelê Kurd di
rewşeki wisa de ye ku mînaka wê di tu deverên din yê
cîhanê û dîrokê de nehatiye dîtin. Gelekî ku hatiye
tecrîdkirin, tenê maye û mîna civateke tewanbar û têkder
tê dîtin. Ev rewş jî bi qasî 5 hezar sale tê jiyankirin.
Li dijî vê Kurdan bi qasî ku karîne bi hezaran şer,
kuştin, birrîn û koçbertî, bi êşeke mezin ve encex xwe
parastine û gihane sedsala 21’min.
Rêber Apo û tevgera rizgariya netewî ya Kurdistanê
zêdetirî 30 sal e dest li vê rewşê werdaye û îro jî gelê
Kurd aniye asta têkoşinekî wisa ku êdî tenê xweparastin,
kuştin û birrîn wekî çarenûsekê napejirine. Niha jî li
hemû cîhanê bang dike û dixwaze dawî li tirajediya xwe
bîne. Dixwaze destê çareserî, aştî û demokrasiyê jê re
were dirêj kirin. Lê belê ne dewletên qaşo parêzvanên
mafên mirovan ên cîhanê û ne jî dewletên dagirker ên li
ser Kurdistanê ne tenê bersiva destên aşitiyê nadin,
berovajî wê heta dawî bi hovitiyekî (vahşet) mezin, bi
şer û zextê bersiv didin, radestbûn û nokertiyê
disepînin. Ev jî girêdayî komploya navnetewî, di
çarçoveya konseptekî nû de tê meşandin. Navê vê konseptê
jî bêrûmet kirin û şikandina vîna Kurdê serbixwe ye.
Dibêjin ku “Em gelê Kurd înkar nakin”, lê belê
çareserkirina bê Rêber Apo, bê PKK esas digirin. Ev ne
tiştekî asayiyê ku ji aliyekî de êriş dibin ser gerîla,
gelê çalakvan û Rêber Apo, ji aliyekî din ve jî Kurdên
girêdayî xwe xistiye navenda projeya Rojhilata Navîn a
mezin û soza avakirina dewlet û sitatuyeke giredayi xwe
didin wan.
Wisa xuyaye ku wê sala 2006 pir bi germî derbas bibe,
dijmin şerekî topyekûn îlan kiriye û pêde pêde pêk tîne.
Li ser vê bingehê em jî weke gelê Kurd divê ji her alî
de têkoşîneke piralî û bi hêz bimeşînin. Sala 2006’an ne
tenê wekî sala xweparastinê, wê bibe sala diyarkirina
çarenûsa Kurdan û çareseriyê. Di vî alî de temînata
serkeftinê di destê me de ye bi wî şertê ku her kes here
ser karê xwe û di nav şerê parastina bi rûmet a vîna xwe
û gelê xwe de cih bigire. Ji bo vê jî her kesekî Kurd,
her sazî, rêxistin û partiyek, her gund, bajar,
bajarokekî, her şahredariyek, her rewşenbîr û çina ku
xwe wekî mirov û Kurd bi nav dike divê di vê salê de
xwediyê neqşeyeke çalakiyê be. Armanca vê neqşeyê jî
tenê û tenê esas girtina azadî û serkeftinê be. Êdî ne
bêçaretî û binkeftin, di sedsala 21’mîn de em bi
têkoşîna xwe ya cewherî çarenûsa xwe destnîşan bikin. Di
demê nêz û dûr de divê em sê tiştan bikin stûnê sereke
yên neqşeyên çalakiyên xwe, hemû hêz û behremendiyên
(yetenek) xwe di vê riyê de tevger bikin.
A ayekmîn; wekî gelê Kurd û jina Kurd divê di riya
azadiya Rêber Apo de bi şîara “Bê Serok Apo jiyan nabe!”
gav biavêjin û vê rastiyê ji çarçoveya şîarekê derxînin.
Ji bo wê jî pêwîst e her rojêke me mîna 15’ê Sibata
1999’an bi giyan û germahî derbas bibe. Lê belê bi
awayekî zanistiyanetir û bi rêkxistintir. Ji ber ku bi
rastî jî di 15’ê Sibata 1999’an de germahî û serhildanên
gel pir bilind bûn û mirovên Kurd vêya selimandin ku,
Rêber Apo ji bo wan rastiyeke jêveneger e û hinceta
serekî a şer û aştiyê ye. Ez jî di wê baweriyê de me ku
reaksiyona Kurdan li dijî komplo dê careke din vegere
pêvajoya 15’ê Sibatê û misoger guhertinên pir girîng di
rewşa Serokatî de çêbike. Di demeke kin de zemîna azadî
û serbestbûna Rêber Apo garantî bikin. Ji ber rihe
berxwedanî û wêrekiya gelê Kurd di 15’ê Sibata 1999’an
de giyaneke, ku cîhan li hemberî wê hejiya. Bi vê
munasebetê bang li hemû gelê Kurd ên li çarnîkarê cîhanê
ne dikim ku, 15’ê Sibata îsal jî di têkoşîna me ya
azadiyê de bikin destpêkek nû.
A duyemîn; di xeta parastina rewa de bêku xwînrijandina
mirov bikin armanc û zirarê bidin yekitiya gelan pêwîst
e mil bi milê çalakiyên berxwedanî û demokratîk din,
tevahî jin û ciwan mîna gerîla berê xwe bidin çiya û di
heman demê de li bajaran jî bikaranîna mafê bergirêdanê
tenê ji HPG’ê hêvî nekin. Çavkaniya madî û manevî ya
hêzen şerxwaz û ew sazî û binesaziyên dewletê bikin
armanc, ku di kûrkirina bêçaretî û qirkirina Kurdan de
bi rolê xwe ve radibin. Jin û ciwanên Kurd çawa ku doh
rolê xwe pêkanîne îro jî dikarin çarçoveya çalakiyên
pasîf derbas bikin û her yek ji wan mîna gerîlayekî
bajaran çalakiyên mezin ji xwe re bikin armanc. Ji ber
ku îro roja xebat û biryardayinê ye, rûniştin û lewaziya
çalakiyên me berdêlên mezin û encamên ku me heq nekirine
dê bi xwe re bîne. Ji bo vê jî derfet heye, dewlet di
nava hejandinekê de ye û ewqas hêzdar nîne. Lewma heke
em di çaçoveya xwe parastinê de çalakiyan lidarbixin dê
teqez naçar bibe ku Îmralî bike navnîşana muxatabê xwe û
destê aştiyê dirêjî Kurdan bike. Ger ev yek pêk were wê
hêvî û daxwazên jin û ciwanên Kurd yên aştiyê bi wate
bibe. Ji ber ku aştî ked û bedelên mezin dixwaze.
Di neqşeya çalakiya gel de stûna sêyemîn jî pêşxitin û
rêxistina pergala konfederalîzma demokratîk a Kurdistanê.
Di vî alî de rexneyên Rêber Apo her tim hene û liv û
libata giran a sazî û rêxistinên berpirsyar destnîşan
dike. Pîvaneke sereke ji bo bersivandina şehîdan û xwedî
li ked û têkoşîna gelê me ya bi salan derketin, di heman
demê de girêdana me a bi Rêber Apo re avakirina pergala
konfederalîzmê ye. Ji ber ku Konfederalîzma Demokratîk
xeta çareseriya demokratîk e û pergala xwe rêveberina
gelê Kurd e. Ger ku em vê sîstemê baş fêm bikin û di
hemû waran de ji jêr ber bi jor ve rêkbixin wê demê em
bi tu awayî muhtacî dewletbûyinê nabin, bi destxistina
mafê ziman, çand û nasnameya me jî emê ne ji dewletê ji
xwe hêvî bikin. Dî vê çarçoveyê de tevlîbûneke piralî ya
siyasî, leşkerî, rêxistinî û hwd. pêwîst e em pêşbixin.
Wê demê ez bawerim ku di demekî nêz de, dê roja Azadiya
Kurdan jidayik bibe û çawa ku pêvajoya şoreşa vejînê ya
netewî me bi awayekî serkeftî pêşxist, îro jî emê bi ked
û vîna xwe pêvajoya çareseriya demokratîk bi serbixin û
dawî li trajediya netewî bînin.
Ez jî wek zarokekî we ji bo tevlî çalakiyên we bibim,
dixwazim deynê xwe bidim we gelê xwe yê hêja û fedakar.
Li sertarên çiyayên pîroz ên Kurdistanê, zahmetî û
sînorên ku dijmin di navbeyna gel û gerîla da daniye û
serma û seqema zivistanê dişkînim û bi çalakiyeke agirîn
dixwazim girêdan û duristbûna gerîla nîşanî we bidim.
Her wiha vê mizgînî û peyamê bidim ku tevî hemû
kêmasiyên me heta zerreyek raman û giyana Kurdînî û PKK
di me de hebe wek Sema û wek Serdar Ari, em bi vîn û
biryar ji bo xwe fedakirinê amadene. Di nava jiyaneke
tijî aştî û azadiyê de serkeftin û jiyîn zêde ne dûr e.
Eger dûr be jî tu cara zeman nikare bawerî û îradeya me
ya tekoşînê bişkine. Di dawî de dibêjim, çi kêfxwaşim ku
zarokê gelekî mina we me.
Silav û rêz
Jİ GELÊ KURD Ê Lİ BAKÛRÊ KURDİSTANÊ RE
Pir bi hesretbûm ku rojekê ji çiyayên bakûrê Kurdistanê
ve ber bi germahiya serhildanên we ve bi rê bikevim.
Hemû hêvî û armancên min ew e ku bi azadî û di nava
atmosfereke aştiyane de hûn bi ziman, çand û nasnameya
xwe ya netewî wekî mirov bijîn. Dibe ku ez wekî şexsekî
vêya nebînim. Lê belê ji niha ve, vê rastiyê hîs dikim û
pê bawerim. Jixwe dîtina me pir girîng nîne. Tenê bi
şertê ku em wan zarokana bibînin ku bi destên xwe yên
hûrik û biçûk kevîr davêjîn wan kabûsên ku xewn û
xeyalên rengîn tevlî hev dikin û pêşeroja wan reş dikin.
Rêber APO nêzî we ye, hûn pir bi şens in lê ez dizanim
ku barê we jî pir giran e. Ji ber ku ew ne tenê Rêberê
gelekî ye. Belku emaneta mirovahî û dîrokê ye. Lewre
azadkirin û parastîna wî pir zor e. Fedakarî û têkoşîna
we ya bê rawestan jî jêdera xwe ji vir digire. Lewma
pîroz e. Ez jî tevî rexnedayina xwe ya li hember we, we
pîroz dikim. Hêvîdarim ji vir û pê de bi hamleya
berhevkirina îmzeyan a ji bo referandûma demokratîk a
gelê Kurd û hemû çalakiyên din ên demokratîk, emê
pêvajoya çareseriya demokratîk serxînin. Di dawî de ez
bang li tevahiyê gelê xwe yê delal dikim ku li hawirdora
Rêber APO û sazî û rêxistinên wî bicivin. Tu kes, grûp û
komekî bê hêvî û lewaz li pêşiya xwe nekin kelem û tenê
û tenê çavê we li serkeftinê be.
Silav û rêz
Jİ BO GELÊ KURD YÊ Lİ BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ
Destpêkê li çiyayên bîlînd ên Kurdistane wek
keçekî gerila, silav, rêz û dilsoziya xwe
pêşkeşî we dikim. Bî vê re kêyfxweş im û ji dil
ev serkeftin û destkeftinên dîrokî yên îro di
başûrê Kurdistanê de li we piroz dikim. Ev
berhema xwina bi hezaran şehîd, ked û têkoşîna
gelê me ya bi sedan sala ye. Ev pêşketinên ku
îro li Kurdistanê rû didin û we kesên welatparêz
dilxweş dikin, bi gelek bedel û qurbanên mezin û
pîroz ên mîna Helepçe, Enfal, koçberî, kuştîn û
birrîn bi dest ketiye. Lewma parastin û
berevanîkirina îradebûyina gelê Kurd di prosesa
demokratîzekirina İraqê û avakirina pergalekî nû
ya dewletê de, peywira her Kurdekî bi rûmet û
namûs e û dijbertiya vê jî bêbextiyeke mezin e.
Di vir de xala herî girîng ew e ku gelê me bi
hişyariyek mezin van destkêftinên xwe biparêz e
û ji bo pêşxistina wan bixebite. Ji ber ku divê
baş bizanibin ku hîna jî li Kurdistan û li
herêmê bi giştî gef xwarin û zingilê metirsiya
şer û konseptên kirêt yên dijmin li ser gelê
Kurd ji holê ranebûne û pêwîst e helwesteke bi
tevahî bê nîşandan.
Dewletên Rojava bi giştî û bi taybetî jî Amerîka
li rûxmê ku bixwe di dîrokê de sedema derketina
pirsgirêka Kurdistanê ne îro bê ku fedî bikin li
ser keda gel û xwina şehîdên me mêraniyê dikin.
Xwe wek xwedan û afirînerê destkeftên dîrokî yên
îro li Kurdistanê, dibînin û dixwazin di
Rojhilata Navîn de başûrê Kurdistanê bikin kela
parastina berjewendiyên xwe yên siyasî. Heta
niha jî ji aliyekî de li pêy wan fend û fêlana
ku çawa, kengî û li ku Kurdên başûr li dijî
dewletên mîna Tirkiye, Suriye, Îran bikarbînin.
Ji aliyeke din ve jî ji bo ku Kurd sînorê vê
derbas nekin û di bin venêrana (kontrol) xwe de
bigire, hewl dide ku başûrê Kurdistanê ji bo
Kurdên perçeyên din ên Kurdistanê bike xefkek,
bi vêya re jî Kurdan li dijî hevûdu bi karbîne.
Dema ku ji aliyekî de PKK’ê dixin listeya terorê
û Rêber Apo dixin girtîgehê û ji aliyeke din ve
jî ji serokên partiyên başûr û federasyona
Kurdan re jî dibêjin erê, tiştekî tesadef nîne.
Divê ev yek baş bê dîtin û gelê başûr vê
nepejirîne.
Dewleta Tirkiye, Suriye û Îran jî her dem
dixwazin azmûna başûrê Kurdistanê têk bibin ji
siyaseta xwe ya dijbertiyê û dijminantiyê paş ve
gav navêjin. Hêzên desthilatdar ên di nava
Kurdan de jî, bi taybet çîna serdest û
berjewendîparêz a partî û malbatan jî di bin
navê siyaset û Kurdîniyê de maske li ruyê xwe
pêçane û bi xwîna gel bazirganiyê dikin. Di
pêvajoyeke wiha nazik û girîng de, li her çar
perçeyên Kurdistanê û li bakûrê Kurdistanê bi
taybetî li ser diyaloga çareseriya siyasî a
pirsgirêka Kurd guftugo tê kirin. Gotina Mam
Celal ku ji Tirkiye û Amerîka re dibêje “Bila
Apo bêdeng bikin” eyb û şermekî pir mezin e û
divê neyê pejirandin. Êdî şerme ji Kurdan re ku
li dijî hevûdu plan û xefkan deynin, ji ber ku
lewaziya Kurdên her perçeyekî dibe lewaziya
tevahî Kurdistanê. Çarenûsa her çar parçeyen
Kurdistanê wekî goşt û neynokê bi hev ve
girêdayî ye. Bi taybetî heya pirsgirêka Kurd li
perçeya mezin a Kurdistanê ango li bakûr çareser
nebe negengaze ku Kurdên perçeyên din bi rûmet û
bi azadî bijîn. Li ser vê bingehê bang li tevayî
gele Kurd ên başûrê Kurdistanê dikim ku di
derheqê şoreşa bakûrê Kurdistanê de bêdengî û
bêberpirsiyariyê nepejirînin. Çimkî bêdengî dibe
sedema mirinê û jidayikbûneke mirî ya îrade û
destkeftên nû yên li başûr û ev yek pir dirêj
nake. Ji bo vê jî bila hemû jin û zarok, ciwan û
pîr û rewşenbîr dengê xwe bidin referandûma
demokratîk a parastina Rêber Apo û wî wekî vîna
siyasî ya Kurd bipejirînin. Bi hemû hêz û
tiwanên xwe piştgirî bidin çalakiyên gel ên li
hemû perçeyên din ên Kurdistanê. Di vê mijarê de
bawariya min bi giyana berxwedana gelê min heye.
Ji ber ku gelê başûr, gelê Helepçe, gelê xwe
gorî kirin û serhildana azadiyê ye.
Ez jî wek keçekî we nêzî deh sale bi çanda
berxwedaniya ku min ji we wergirtiye, ew zanebûn
û vîna ku ji Rêber Apo, PKK û tevgera azadiya
jina Kurd wergirtiye, li çiyayên Kurdistanê ji
bo azadiya gele Kurd û jina Kurd têdikoşim. Hemû
hewl, hêvî û armanca min; azadiya gelê Kurd ya
her çar parça ye. Her wiha li başûrê Kurdistanê
demokratîzebûn, azadiya zihniyetê, bi dawîanîna
xwekujî, bêçaretî û koletiya jinê dîsa reva
ciwanan ji welatê xwe û çareserbûna hemû
pirsgirêkên din yên civakî daxwaza min e. Li ser
vê bingehê îro bi çalakiyeke fedaî dixwazim
helwesta xwe ji bo girêdana bi vê armancê re
nîşan bidim û peyamekê bidim we kesên hêja. Ev
çalakiya min ne wek xwekujiya wan jinên ku ji
bêzarî û bêçaretiyê çavkaniya xwe digire,
çalakiyeke di rêya evîna jiyanê, pêşxistina
zîhniyetê û çalakiya azadiyê de ye. Her wiha
berdewama çanda berxwedaniya jinên mîna Leyla
Qasim, Zîlan û Sema Yuce ye. Çiqas bi vê
kêyfxweş dibim ku ev peyam û çalakiya min
bigihêje guhê hemû gelê min û tevayî jinên Kurd.
Kêm jî be hêzekî bide têkoşînê û liv û libateke
nû di nava gelê başûrê Kurdistanê de çêbike. Di
dawiyê de wekî kadroyeke jin a başûrê Kurdistanê
rexnedayîna xwe didim, ji ber ku wek pêwist
dikir min pêşengtiyeke bi hêz bi cih neaniye û
min perspektîfa Rêber Apo ku bîrdoziya rizgariya
jinê wekî bîrdoziya şoreşa civakî ya başûr didît,
baş bi we neda nasîn.
-BİJÎ RÊBER APO!
-BÎJÎ PKK Û PAJK!
-BİJÎ KJB Û KKK!
-BİJÎ HPG Û YJA STAR
-BÎJÎ HEMÛ ŞEHİDÊN RİYA AZADİYÊ!
-BİMRE XİYANET û KOMPLOYA NAVNETEWÎ!
-BİMRE Bİ HER AWAYÎ PAŞVERÛTÎ DESTHİLATDARİ!
Silav û Rêz
01 Sibata 2006
Jİ MALBATA MİN A XWEŞDİVÎ RE!
Di serî de silav û rêzên xwe ji dayîk, bav, xwişk, bira
û hemû xizm û dostên xwe re dişînim. Yeko yeko çavên we
maç dikim, tenduristî û saxiya we hêvî dikim.
Delalno, nêzî deh sal e ji ber şert û mercên têkoşînê û
hinek jî acizbûna min a ji we, min ji we re name
neşandibû. Dema ku destpekê tevlî şoreşa rizgariya gelê
Kurd û tevgera azadiya jina Kurd a bi rêbertiya PKK’ê û
Rêber Apo bûm, me pir ji hevûdu fêm nekir. Lewma me
hinekî hevûdu aciz kir. Lê belê piştî deh salan
hêvîdarim ku êdî têbigihêjin û wate bidin vê rêbaza ku
ez û bi hazaran keç û xdrtên ciwan ên her çar perçeyên
Kurdistanê tê de ked didin û têdikoşin. Êdî hûn bixwazin
jî nexwazin jî malbatekî vê şoreşêne û ev bi we nakeve
ku hûn deriyê xwe, dilê xwe li ruyê hevalan, raman û
armanca ku keça we û bi mîlyonan mirov evîndarê wê ne,
bigirin. Hûn kesên xwedan rêz û prestîjeke civakî ne û
hûn ew Kurdên ku di dîroka we de Helepçe, Enfal û
qurbandayin ji helwesta we ya welatparêz re şahid in.
Hûn ji wî gelî ne ku felsefeya we ya têkoşînê li ser
rastîneya (şêr şêr e, çi jin e çi jî mêr e) hatiye
avakirin. Lewma êdî hebûna îradeya jinê di diyarkirina
çarenûsa gelê xwe de wekî mirovekî bi eyb, bi şerm û bi
lekekirina namûsê nebînin. Êdî li pey pîvan û kevneşopên
paşverû ya civakê nekevin û hebûna jin a wekî mirovekî
li xwe mikur werin. Ji ber ku li xwe mikurhatina li ser
mirovbûyin û îradebûna jinê tê wateya bi mirovbûna gel û
civakê. Ger ne wisa be dê di jiyanê de her nivço bimînin.
Êdî dema wê hatiye ku hûn jî biryar bidin, xwedî li
mirovahî, dîroka qehremanî û berxwedaniya gel derkevin.
Hûn jî bibêjin “Wekî her Kurdekî bi şeref û namûs em jî
hene û li gorî hêza xwe em jî xizmet dikin”
Dema ku ez ji we veqetiyam 15 salî bûm, niha jî ez 24
salî me. Tika dikim hinek objektîf bifikirin û bipirsin,
“Gelo ev keç heta niha çi dike, çawa û ji bo çi dixebite?
Ma qey wê jî nikarîbû yan jî çima nexwest wek Awaz û
Xalît û bi dehan kesên din vegere û ji xwe re jiyan bike”?
Pişti vê bila heval werin mala we û hûn jî biçin serdana
wan. Nameyên min bixwînin û pirsa jiyana min û ya
hevalan bikin, her roj gohdarî televîzyona Roj û radyoya
Dengê Mezopotamya bikin. Pirtûkên Rêber Apo bixwînin. Wê
demê hûn keça xwe fêm dikin û wate didin mayina min di
nava vê jiyanê de. Êdî ez nabêjim vê bikin û wê bikin,
hûn bixwe dest deynên ser wîcdanê xwe û biryara xwe
bidin. Ez di derbarê xwe de tenê tiştekî dibêjim, ew jî
ew e ku, bi dirêjahiya wan neh salan tu rojekê xiyanet û
poşmaniyê nehizirîm. Ez gelek tişt ji PKK’ê fêr bûm û
pir pir kêfxweş û serbilind im. Yek ji wan tiştên girîng
ku fêrbûm, hezkirina rasteqîn a dayik, bav, xwişk, bira
û mirov bi giştî ne. Demekê ez pir ji we hêrs bûm û min
digot; gelo çima ew min şaş fêm dikin û PKK’ê wekî
tiştekî li dervayî xwe dibînin. Lê belê bi derbasbûna
demê re gihîştim wê baweriyê ku tenê ne hûn tewambar in
belkî helwesta we encama gelek pirsgirêkên siyasî,
zihniyet û kevneşopa sedsala ye. Her wiha kêmasiya min e
jî ku min derfeta bi we re guftûgokirinê neafirand. Di
vê mijarê de ez lêborîna xwe dixwaz im û dibêjim hûn hem
wekî malbat û hem jî wekî mirovê Kurd di dil û mejiyê
min de ne. Di riya avakirina jiyaneke bextewar de amade
me canê xwe gorî bikim. Bersiva min jî ji bo hemû
qenciyên we ne li xwîna şehîdan xiyanetkirin e, xwedî li
wan derketin û xwe gorî kirin e. Çalakiya ku ez jî
pêktînim ji bo bersivandina siyaseta qirkirina gelê Kurd
û tecrîda li ser Rêber Apo ye. Di riya azadiya gel û
azadiya jina Kurd de li dijî zilm, zorî û çewisandinê
ger ji canê min şêrintir tiştekî din hebûya minê bidaya.
Lê belê di vê pêvajoyê de ku gelê Kurd ber bi serkeftinê
ve diçe û li her deverê li ser piya ye, dikeve girêvan û
dimeşe, ji bo keçekî wekî min jî canê xwe fedakirinê pir
kêm dibînim. Ez jî wek gelek hevalên din xwe deyndarê
gel û jinên dil bi êş dibînim.
Min dixwest ji bo we pir tiştan binivîsinim û ji bo her
yekî ji we tiştekî bêjim. Lê tenê çend seatek maye ji
pêkanîna çalakiya min re. Ji ber kêmbûna demê û ji ber
kêmbûna zeman nikarim ji vê zêdetir ji we re binivîsînim.
Ji ber ku bi qasî we û zêdetir jî xwişk û bira û mirovên
min hene ku divê soza xwe ji bo wan jî bînim ser zimên.
Lê di dawiyê de dixwazim tiştekî bêjim, ew jî ev e ku;
heke hûn li hember hevûdu xwedan hezkirineke rasteqîn
in, tika dikim, armanc û rêbaza min baş binasin û şaş
fêm nekin. Ji ber ku ez ji bo vê jiyam û ji bo vê jî min
bi destê xwe şehîdbûna xwe plan û diyar kiriye. Wesiyeta
min jî ew e ku Awaz careke din çeka min hilde û vegere
himbêza çiyayên azad ên Kurdistanê. Ji ber ku ez pir jê
hezdikim. Lewra ew hêjayî vê ye ku di nava rêhevalên xwe
de be. Her wiha rê bidin bila keç û ciwanên din jî xwe û
pêşeroja xwe binasin û xwedan îrade bin. Di dawiyê de
dîsa silav, rêz û heskirinên xwe ji we hemûyan re
dişînim û şadî û bextewariya we hêvî dikim.
SİLAV Û RÊZ
KEÇA WE YA GERİLA LEYLA WALİ HÛSEYÎN Bİ NAVÊ VİYAN SORAN
01 SİBAT 2006
ŞEVA LİDAR XİSTİNA ÇALAKİYÊ