|
Ragihandin |
|
Di
derbarê malpera me de nêrîn û pêşniyarê we |
|
|
|
|
|
ŞEHİDÊN
AZADİYÊ
|
Neynika Bejnê
|
Halî Dax
Jineke çiya anî ziman. Bi tenê, xeyaleke wê keçikê hebûye.
Dixwest rojekê, neynieke bejnê bibîne. Tu fêm dikî? Dixwest
di neynikeke bejnê de xwe carekê bibîne.
Sakînê çavên xwe li Zagrosê vekirine.. Li gor çîrokê Zagrosê
ew aniye dinyayê. Wê şevê ba û baranê, weke dîn û haran
reqisî ne. Baranê wê şevê mîna lûleya mesînî, xwe berdabû
ser rûçikê erdê û ser lûtkeyên çiya. Ba bibû bager û rabibû.
Wê şevê hemû çiyayên dinyayê xweziya xwe bi Zagrosê anî bûn.
Sakîne hê ku nehatibû kuştin, xeyalên xwe ji şervaneke jin
vegotiye.
“Li vê cîhana mezin, xeyaleke min a biçûk heye; di neynikeke
bejnê de dixwazim xwe bibînim.”
Bedewî û xweşikbûna Sakînê, di neynikekê de bi cih nebû. Qet
tu neynikan nikarî tenê bi serê xwe xweşikbûna wê nîşan
bide. Çu neynikan têra xweşikbûna wê nekir. Delalî û
xweşikbûn li neynikan de nayê dîtin.
Rojekê şervaneke (gerîla) jin, ji bo wê behsa neynikan
kiriye. Ji wê re gotiye ku, li cihên dûr, li çiyayên Zagrosê
wê de, neynikên, mirovên ku li wê derê dijîn, hene. Behsa
tiştekî wisa jê re kir, ku dema mirov li wê tiştê dinêre xwe
tê de dibîne. Ji van tiştan, ku ji wan re neynik tê gotin,
li wan diyaran gelek hene. Heta neynikên wan ewqas gelek in,
li malan, li kargeh û kolanan jî hene. Mirovên wê derê her
cihê ku diçinê, di neynikan de li xwe dinêrin.
Piştî wê rojê Sakînê xwest ku bibe xwedî neynikekê. Eger
neynikeke wê hebûya dê li xwe mêyze bikira. Tiştê ku hemû
kesê didît wê jî dê bidîtiya. Lê belê ev xwesteka wê bi pêk
ne hatiye. Tu car neynikek bi dest ne xistiye. Rojekê dîsa
ew şervana jin, ji bo wê neynikeke bi çivîkê hatiye
xemilandin aniye. Mezinahiya neynikê an nîv bihost bûye an
jî nebûye. Sakînê neynik hildaye destê xwe û li xwe nêriye.
Berê her tiştî çavekî xwe dîtiye, paşî ê din. Çavên wê yên
mîna libên zeytûnê, ên rip û reş hebûne. Bi dorê, li lêvên
xwe, li difina (poz) xwe, li birûyên xwe û li hemû rûyê xwe
nêriye. Neynik ewqas biçûk bûye, rûyê xwe encex parçe parçe
dîtiye.
Wiha dibêje helbestkar: “Bibeşişin li ber neynikên bi çivîk,
yên ku rûyê we tê de bi cih nabe.” Sakîneya çardeh salî,
tenê karî, xwe li neynikeke bi çivîk, parçe parçe bibîne.
Tenê karî, xwe li neynikeke nîvbihost de, ya ku di berîka
êlekê wê de cih dibe, bibîne. Sakînê, her tim bi vî rengî
xwe nas kir. Delalî û xweşikbûna xwe encex parçe parçe dît;
li rûyê xwe ê bedew tim perçe perçe nêrî. Delalî û
xweşikbûna xwe, rûyê xwe yê pîr û pak carek jî be, bi temamî
nikarî bibîne .
Sakînê, ewqas dixwest ku delalî û xweşikbûna xwe bi temamî
bibîne, rojekê ew jina çiya, ji wê re behsa neynika bejnê
kir .
Ji wê re got ku, li wan diyarên dûr, ê ku qala wê dike,
neynikên bejnê jî hene.
Û wiha berdewam kir jina çiya:
“Mirov li wan diyaran her tim li neynikan dinêrin. Neynik jî
her tim li xwe. Li wan diyaran mirovan her tim li xwe wisa
nêrîne. Ji bilî xwe tu kesê nabînin. Ew mirovên her tim li
xwe dinêrin, nabînin ku kesên din çendîn xweşik û delal in;
ma dê çawa bîbînin?! Çavên wan kor kiriye wan neynikan. Tenê
û bi tenê hez jî neynikan dikin. Neynik jî ji hez xwe dikin.
Ji ber vê yekê li her derê neynikan bi cih dikin. Çavên wan
bar nabe û dilê wan naxwaze ew li kesên din binêrin. Tenê yê
ew dixwazin bibînin, dîsa ew bi xwe ne.
Tu. Keça çiya Sakîne. Neynika te çiya ye. Li Zagrosan
binêre, tu dê xwe tê de bibînî. Çiya neynika mirovan e.
Neynikeke rast e çiya. Dibe ku hemû neynik derewan bikin, lê
çiya derewan nakin. Çiya ne mîna neynikên din in. Tenê ne
liv û lebat û tevgerên mirov, hûndirê wan (ya di dilê wan
de) jî nîşan dide. Çiya neynika rast e. Neynikeke bejnê ya
rast.
Neynika te, çavên wan mirovên çiyayî ne. Ew dilşahî û
bextewariya tu di nava wan çavan de dibînî, delalî û
xweşikbûna te ye.” |