Şehîdên Azadıyê

Weneyek Bi Hezar Kenî
Diyariya Ku Bêriya Çiya Kiriy e

 

Denîz Derya

Zaroka di hindirê min de ya lezgîn çidibe lehzeyekî nasekinî…Tu yê bibî kû bihêlî, tê di kîjan kendavê de min bigrî bavêjî… Bihêle ku ez bêhnekî bistînim, berî ku ez bibim parçeparçeyî bihêle ku ez ji ava vê kaniyê têr vexwem. Bihêle ku ez bikenim, bigîrm.Zêdetir...

Dersîm Zêrevan

Gelo raste ger ti roja xwe çawa dest pêbike wisa jî ti bi dawî bike?
Sibehê gava ku ez ji xew şiyar bûm, xmgîniyeke kûr xwe li hestê min pêça bû. Min sedemeke girîng ji xemgîniya xwe re peyda ne dikir, tenê ez dizanim êşeke bê nasname bi hestê min ve radipelikî.
Pêwîst dikir ez û hevala Denîz ji bo bernama jinê biçûbana şûbeya PAJK ê, ango partiya azadiya jinên Kurdistan. Zêdetir...

 

Biçûka Min ji bo Te ev Nama Min a Dawiye ye

Ji Bo Pênc Gulan

Derya Koçgirî

Biçûka min, ez li bendê bûm ku xebera şehadeta kengî bigirim. Lewra ku mirov li benda şehadetê nab e. Lê rastiya ku em têde jiyan dikin divê ku mirov ji hemû tişta re amede be. ez li benda vegera te ya ji Dêrsimê bûm. Ti nehatî. Berî vê rojekê ji hevala re min behsa bîranînê xwe yê bi te re dikir, roja piştî wê min xebera şehadeta te girt.Zêdetir...

Fehîma Deştan

Desteke ji pênc gulan, refek ji kevokan di meha gulanê de, di dilê me de hêlînên xwe çêkirin û ji warên me dûr firiyan. Di germahiya havînê de û bi wî bayê xwe yê êvaran hênik û narîn di ber me re dûr firiyan û çûn. Ji ber ku rêka wan dûr bû aramancê wan zelal û pak bûn, çiya bi çiyan çûn û em li pey xwe hiştin. Ji bo me jî evîneke bêdawî ji sozan kirin nava dilê me de. Lê di dilê me de tîpên navên xwe kolan û dane nivîsandin. Ev havîna bibereket bûn gulên aştiyê. Zêdetir...

 Gabar Hîna li Benda Te ye

Hêviya ku Weke Kulîlkekî di Keviyên Zinarên Zaxrosan de Şînhatî 

Halîl Dax

Jineke çiya anî ziman. Bi tenê, xeyaleke wê keçikê hebûye. Dixwest rojekê, neynieke bejnê bibîne. Tu fêm dikî? Dixwest di neynikeke bejnê de xwe carekê bibîne.
Sakînê çavên xwe li Zagrosê vekirine.. Li gor çîrokê Zagrosê ew aniye dinyayê. Wê şevê ba û baranê, weke dîn û haran reqisî ne. Baranê wê şevê mîna lûleya mesînî, xwe berdabû ser rûçikê erdê û ser lûtkeyên çiya. Ba bibû bager û rabibû.
Zêdetir...

 

Batûfa Çekdar

Ew diyarê ku di dîrokê de weke warê xwedewenda tê naskirin. Gelo çend zaningehen jina di hembêza xwe de mezinkiri ne û di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jî bi çanda jinên ku li ser warê xwedawenda li nasnameya xwe ya azadiyê digeriyan şehîd bûn e. Her diyarek, çemek û zinarek zagrosan bi gelek jinên evîndarê azadiyê re bûne rêheval.Zêdetir...

 Gabar Hîna li Benda Te ye

Delîla Her Delîla
Warşîn                                  

 Ew Fermandarê bi heybet
Hîna bihna te
Ji zinaran diforê
Hîna hevalên te
Li benda fermanên te ne.
Mamostayê min
Hîna xizikên di lênûsa te de
Bi velorîna bilura şivanê koçer re
Ji çiyayên Gabarê di xwînim
Zêdetir...

Bêrîvan Şam

Newa Delîla ye, Delîla newa
Helbestek bo newa derkete çiya
Bi tembûra xwe çîrokek kola
Çi koçberiyeke, negot va diçim
Stêrkek geroke, ezman beriqand
Behrek bê bendav e, zeban herikand
Seroka strane, rêçek digerand
Ne pirsîm û negot bi ku ve diçiZêdetir...

Ji Evîna Zarokên Çavşîn re, Gula zer

 Lêgerîna Azadiya ya Dayka Du Zarokan; Nalîn

Tirkan Bal                                    

Bi heval jiyan re em tên wargehê
Ji cihekî hizna qûtbûnê. Kêfxweşiyek nazenîn bi me herdûkan re heye.
Li gel çanteyên me gîtar û seyê me yê biçûk Qereçî jî bi me re ye. Hênikiya demsala payîzê gıya şînkiri ne, ev demsale ku me dıxapî ne. Di rastiya de li van deran çar demsalan jiyankirin ne tiştek dûr e. Ev der xaknîgariya Mezopotamya ye. Weke her jinek kurd rihma vê axê jî bi berekete.
Zêdetir...

Derya koçgirî

Maha gulanê di têkoşîna me de meha şehîda ne. Weke ku di dîroka me de îsal jî meha gulanê carekdî da kiyarkirin ku ev meha şehîda ne. Dîsa di meha gulanê de me gelek hevalên hêja winda kirin. Di van mehê buhurî de me xebera şahadeta hevalên xwe yê bedew girtin. Di milê hestîde rastiya wan ha herî jor me jiya. Zêdetir...

Komkujiya Hewlêrê Rasteqîneke Şermê ya Kurda ye

Hunermeda Hestên Gelê Xwe Gûrbet Aydin 

 Rotînda Engîn                                              

Hûn dikarin pişperdeya komkojiyê Hewlêrê 1997 ji bo me kifş bike?
Weke ku cîhan tev dizane ku roja 14 Gulanê , ew roja ku İsraîl ketibû Filistina Arap, dema ku em li vê dirokê dinêrin em ê têbighijin ku dirok gelek caran xwe dûbare dike ji bo gelan ji bo ku bibe rojên cejinê, an dibin rojên reş. Ji bo wê jî mirov dikare beje ku ev roj hemû ji xwe û pêve çênabin ji ber ku bi zanahiyeke pir mezin û gemar tê amede kirin, ji hêla hêzên şerxwaz.
Zêdetir...

.

Ferîde Alkan

 

 
 
11’ê Gulan roja şehitbûna rêheval Mîzgîn e. Rêheval Mîzgîn dîroka vejîna Kûrdîstan’ê da rûpelekê birûmet, şexsîyetekê leheng, jineke serbilinde. Dengê wê ye zelal her tim guhe me deye û hêstên wê ye germ agirê dilê me gurdik e. Şanzdemin salvegera şehîtbûna wê de em wek rêhevalên we rêya wê dan e. Biranîna wê rîya me ronî dike û pêşengerîya me xort dike.  Zêdetir...

 Ew Rêwiyên Payîzê Bûn

Dilê Wê li Çiyê, Berê Wê li Rojê bû
Denîz Derya
 

Payîz li ser welatê me de hat hem jî bi awayek pir bê rihim. Belê payîz demsala hiznê tê bi navkirin. Payîza me ji bi hemû kirinê xwe ev da piştrastkirin. Ji ber ku di payîzê de pelê dara me jî weşiya. Me jî di wan mehê payîzê de gelek can ji axa sar re rêwîkir in. Ewrê payîzê ji çûyînê bê dem re fêrmisk dibarandin, li ser axa bi tava havînê hatibû şewitandin. Hin dem hene ku mirov bi ti awayî nikare wana rave bike,  Zêdetir...

Zeyneb Cûdî

Bîranînek Ji bona meha cotmehê li Botanê vegerandin, vegarandina li giyana xwe ye. Dema em li Botanê dinêrin, em li wê derê li dîroka xwe ya jin dinêrin, weke eynikekî derdekeve pêşberî me. Li ser vê axa pîroz ên ku landika mirovahiyê hejandî û li ber wê dest bi loroandina jiyanbûnek nû kir jin bû. Jinê ji bedana xwe mirovatiyê divê axa de afirand, di hembêza xwe de bi keda xwe ya mezin mirovatî mezinkir, li dora xwe civakbûn afirand.  Zêdetir...

Ş.Tekoşîn, Mîna Cîlo û Çarçêla Serbilind bû 

 Şehîd di Dilê Me de Veşartîne

Xalîde Fener
 

Di tekoşîna azadiya jin de, bi dehan hevalên rola pêşengiyê dan ser milên xwe û bûn pirek ji pola hene. Di navbera jinên cîhanê û njinên Kurd de, fikir û ramanê rêber APO mîna deryakê herikîn ser darên rehên wan hişk bû ne, baxên ku gulên wan çilmisîne û bedenên ku ziha bû ne. Bi xwe re jiyaneke nû ava kirin, bi sedan û hezaran keçên ciwan dan ser rêça wan û li beram berî jiyana koletî serîhildan. Û jiyana azad ji bo xwe bingeh girtin û ji bo vê jiyanê şêwazên tekoşînê yên herî zor dan ber xwe û tekoşîna xwe bilind kirin. Zêdetir ...

Roza Cîlo

Zîlan di 30’ê Hezêranê de bû deng û li hemû cîhanê belav bû. Xwezayê bi hemû xweşkbûna xwe, weke okyanûsekê dil bi awaz û rûgeş xwe bi rengan pêçabû. Hemû mij û dûmanên tarî bi pêlên bayê biharê re rêkiri bû. Xwînav bi hilma germ a axê re firiyabûn. Gulîlkên cur be cur xwe di sînga çiyan de neqişandibûn. Xwezayê hemû bedewbûna xwe dabû rûyê Zîlan a çeleng û delal. Di nava vê bihara xweşik de, jin roj bi roj bi pêlên kevneşopiyê re dihatin fetisandin û di bîrên tarîde, di nava zîncirê koletiyê de hatibûn windakirin. Zîlan a çeleng bi cewherê Îştar re bû yek û xwe weke bûka azadiyê xemîland.  Zêdetir...

 Nazenîna Çiyayê Metîna

Şîlan, Stêrka Azadiya Sibehê

 Deniz Derya

Ji bo xeyalkirina hin tiştan, pêwîste pir ne hêsanbe. Ji ber ku tevahî tiştên ku tu jiyan dikî, bi demê re tevlî mazi (rabiwariyê) dibe û mina ku dîmenên ku rengên xwe winda kirî. Hindek demende jî jê diçin û tenê di hizrande honadînên reş û sipî dimînin. Belê evene îro tiştê ku ez jiyan dikim. Ji van tevan cudatir di hizrê min de dimenên ku reş û sipi te reng da wan, dibe ku ez bi hizrandin û xiyalkirin bi te re wan rengan didim jiyandin. Ji ber ku tevahî biranînê min ê xweş bi te re hatin derbaskirin… di demê xwe yê herî zor û zehmet de jî, ez bi hebûna te dihisiyam. Min di tenêbûna xwe de hesin diavêt û di xewa hêviyê de bi te re diketim rê. Zêdetir ...

Şerdem Edessa

Dîrok dinava pelên spî de hatiyê veşartin. Pênûs her tim pênaseya dîroka gelan kiriye, an jî weke din rastiya mirova daye naskirin. Şîlan dı diroka giştî de bi lêgerînên xwe û bı pênûsa xwe rûpelek nû li dîrokê vêkir. Bi pênûsa xwe re rêya jiyaneke nû vekir. Ev pênûs gelek çaran bû dengê azadiya jinên û gelek çaran jî bû qîrîna dengê azadiyê.
Belê bi çavê rojnamevaneka Kurd li jiyanê dinêrî û wisa jî bi êşa gelê xwe dihesiya û wan êşa li rûpêlê sipî dinivîsand. Her gavê bi awakî alozî dihatê avêtin, ji bona jiyanêkê nû biafrîne. Ji bona vê afrandina jînê nû de weke şervaneke azadiyê hembezdikir.
Şilan bê hêvîya tiştekî, xwe tevlî hemû tişta dikir û awakî pir kêfxweşî, dilxwestek jî tevlî dibû ew miroveke wisa bû.
Zêdetir ...

Evîneke Sergırtî

Dılê Evîndar Rûyê bı Ken Ber bı Azadıyê Dımeşıya

Zozan Agırî

Di nav tekoşîna azadiyê de ji nû ve xwe afirandin û bi kesayetê xwe tekoşîn pêş xistin…
Rastiyek nepen, evîneke sergirtî.
Nepeniyeke ku bala her kesî dikişand ser xwe.
Tu kesî ferq nedikir, ew çi balkêşiye!
Tenê weke hezkirinek bênav xwedixist dilê her kesî.
Cara yekê sala 2002’yan li dola Ş. Harûn min hevala Viyan dît. Cara diduyan sala 2004 di civîneke çapemeniyê de min ew dît. Dîtineke pir balkêşbû ji bo min. Dîtinek bû ku min nedixwest ji ber çavên min winda bibe.
 
Zêdetir ... 

Şerdem Edessa

Nûjiyan Nûjiyan li Rihayêji dayik dibe, heta şeş salî li welat jiyan dike. piştî temenê xwe yê şeşa malbat diçe Evropa yê. Ji bo Nûjiyan pêvajoyeke nû destpêdike. Çiqas zirûf û derfetê Evropa ji bo Nûjiyan zehmet be jî zû hîn dibû, di hemû aliyanda xwesteke fêmkirinê hebû. Di haval Nûjiyan de tiştê heri bala mirov dikşand hezkirina mirov û zindibûna wê bû. Derûdor ji vê zindîbûna wê matmayî diman. Ev taybetmendiyên yen we dihişt ku di dibistanê de û dinav hevalê xwe de pir bê hezkirin.
Çiqas Nûjiyan mezindibû hewqas jî nakokiyê nasnama wê jî mezindibûn. Ev nakokiye nasname û azadiye ji wê re deriye nû vedikirin. 
Zêdetir ...

Dîldara Azadiyê Bû Bêrîtan

Çıvîka Rojava

Denîz sıya

 

Bêrîtana rengînî weke çûka çiyan ya 12 rengî, çawa di xwede tevayî rengên suruştê dicivîne û bi yekahengî, mirov li himber ciwaniya wê ya bê hempa matmayî dimîne, wiqasî bi lez û bez di tevgere, weke sihrê, nahêle mirov ji ciwaniya wê têr bibe.
Dema Bêrîtan tê gotin, nizanim çima ew çûka 12 rengî tê bîra min, wiqasî rengîn bû, bi suruştê re di nava ahengiyê de bû, xwe zû - zû nûdikir. Pir bi liv û tevger bû, mirov dikarî her carê di wê de aliyên nûtir bidîta. Biqasî ku şerker bû, ewqas jî hunermend bû, her wiqasî jî wêrek bû, jinek di derûnê xwe de azad bû. 
Zêdetir ...

Afrîn Ahmed Fuad

welatekî ku têda bihar herdemî vejîn dide, çivîkek ji dûr ve dihat baskên xwe li ba dikir, silav dikir li welatê xweşkahî û evînê. Çivîkek di asoyê de dayîk dibû, di demjimêrên dawî ya hilpijîna rojê, çivîkek bû dixwest ku bi gul û beybûnan re bibe rêheval, bi nesrîn û xecxecokan re bibe yar. Çivîka me hat li hêlîna xwe vegirî, li ser darekê nû vejîn dida darekê pelçemên wê serê xwe nû dipişkivand, paşê çivîka me dest bi xwendina helbesta jiyanê dikir, ji hemû heyînên vî welatî re dar, çem, gul, ajal, çiya û mirovên vî welatî, her wiha bû, çîroka çivîka me caran bi perperîkan re dileyîst li ser pelên daran û bi hevre evîna gulê parve dikirin. Zêdetir ...

                                                                                                                                                    

JI BO HEMÛ NIVÎSÊN KU LI SER ŞEHÎDAN pêlêbikin

 
Mapera PAJK (Partiya Azadiya Jin a Kurdistan) a Fermî ye
PAJK Online © 2006-2007 Hemû Mafên Wê Têde Veşartî ne