|
Derya
Koçgîrî
Werger
Denîz Derya
Biçûka min, ez li bendê bûm ku xebera şehadeta kengî bigirim.
Lewra ku mirov li benda şehadetê nab e. Lê rastiya ku em
têde jiyan dikin divê ku mirov ji hemû tişta re amede be. ez
li benda vegera te ya ji Dêrsimê bûm. Ti nehatî. Berî vê
rojekê ji hevala re min behsa bîranînê xwe yê bi te re dikir,
roja piştî wê min xebera şehadeta te girt.
Ez nizanim ku têbîra te, ez we texmîn dikim ji xwe te qet
jibîr ne kiriye, lê dîsa dixwazim ku bînim bîra te.
Em bi hevre çûbûne peywirekî. Cihê ku em çûbûnê pir xîz û
asê bû. Di zimanê Gêrila de ji van cihan re dibêjin ku warên
asê ango xîz. Em di cihekî wisa re dibûrîn. Rêka me pir dûr
bû û piştî keşfê pêwîs bû ku em di aynî cihî re vegerin.
Komika me ya biçûk ji çar kesan pêk dihat. Dema ku em di wî
cihî re derbas bûn te radiyoya şehîd Eylem wenda kiribû.(
şehîd Eylem keçapa heval Eylem bû dema ku şehîd ketibû
radiyoya wê dabûn Eylema biçûk.) Te weke çavê xwe li wê
radiyoyê dinihêrî. Bîle ji bo ku em guhdar bikin te ne dida
me. Mixabin wê rojê ew radiyo ketibû. Dema em gihiştibûn
dawiya gelî ti pêhisiya bû ku radiyo tiney e. Te got “
radiyoya min tine ye”û tû giriya yî. Te got “heya ez radiyo
nebînim ez ji vir naçim”. Ji bo ku em bi paşve vegerin û lê
bigerin wê ji bo me bibûya wendahiya demê. Lê ji ber giriyê
te jî me nikarîbû riya xwe berdewam bikin. herî dawiyê
hevalekî got “ ezê bi lezê biçim heya cihekî binihêrim û
werim. “ çû lê nihêrî, lê ne dît. Me rêka xwe berdewam kir.
tû îdî ne dimeşiya yî. Wê rojê ji bo hatina te ya wê darî ez
pir aciz bibûm. wendakirina hediyeyeke manewî ji milekî, li
hember bê muraliyî û xemgîniya te em hemû pir bandor bû. Te
xwe we his dikir ku te ji emanet re îxanet kiribû. Bi rojan
te digo min ew radiyo çawa wenda kir û ti li ber xwe diketî.
Min soz dabû ku rojekî ez radiyoyekî hediye bidim te . Piştî
çar sala min ji bo te radiyoyek anîbû. piştî paşdekişandinê
em ji hev qut bibûn, piştî çar sala me nûka hevdû dît. Weke
radiyoya ku te wenda kiribû. Şûna radiyoya şehîd Eylem negre
jî lê ti pir kêfxweş kiribû.
Erê biçûka min, dema te radiyo wenda kir ti hîn hevde salî
bû. lê te hemû demê temenê xwe ji me re mezin digot te
biçûkbûn ji xwe re ne dipejirand. Ji ber ku biçûkbûn li
hember çûyina kar de kelemek bû. Di Gêrila de rêgezeke wiha
hebû. Hevalê temenê xwe biçûk vêca ku ev jinek be karên
hindik xeteriyê xwe kêm be dişandin wana. Lê te dixwest ti
biçî karê herî xeter. Ji ber ku ti hinekî maceraperwer û
şeyda bû yî, lewra temenê te mezinbûya tê bikarîba biçûya
yî. Ji ber vê yekê te her dem temenê xwe sê an jî çar sal
mezin digot. Lê me te dinasiya, ji ber vê yekê te nikarîbû
me qani bikî, lê te qani kirin ji sed çiya yê bilind
derbaskirin zortir bû. bejnekî kin lê gelekî jêhatî, gelek
cara me tinaziyê xwe dikir mezin bû ye û careke din biçûk bû
ye. weke salê te bejna te jî biçûk bû, bejin kin bûyî. Lê
belê tecrubê te yê jiyanê gelek bûn.di hindirê malbatê de li
hember jiyanê berpirsiyartî girtiye û mezin bûy e. Dema li
mal bû bi karê malbatê yê devre re mijûl bûy e. Lê çend
temenê te biçûk be jî, bi te re pijandinek dabû çêkirin. Ji
ber vê jî te li dervî kar mayin ji xwe re ne dipejirand.
Eylem tevî çar keçap û kurapekî xwe tevlî partiyê dibin. Sê
hev ji wan şehîd ketin, yek ji wan îxanet kir, yek ji wan
hîna di nava refê Gêrila de ye. Du Eylem û Mazlûm şehîd
ketin. Hûn di temenê biçûk de hatin lê belê hûn hemû mezin
bûn, mîna şoreşgerên jinên we cihê xwe di refê tekoşînê yê
herî pêş de girt. Hemû demê ew xeyalê ku te bi Amed û
Dêrsimê çêdikir tu çûyê. Dêrsim ji bo te mîna welatê xeyala
bû. ji bo yî vê xeyala xwe te her gavê hez hevalên Dêrsimê
dikir. Tim pirsiyara xwezaya Dêrsimê te ji wan dikir û ti
fêr dibû. Ti bi Sorxwîn re derketî rê. 2003, rêwîtiya we ya
Dêrsimê nêvî mabû. Hûn neçar mabûn ku vegerin Amedê. Careke
din ji bo çûyinê ti lava dike û ti diçe. Li pişt vê çûyinê
ihtîmala vegerê lewaz bû. Wisa jî bû. Ti paş de venegeriya
yî. Min dizanîbû tu di paş de venager î. Çawa dibêjin ku bi
hindik tişta têne hesandin. Erê biçûka min ti mezin bûyî lê
ti ji bo min tu hîna jî biçûk î. Tu venegeriya yî. Min
mezinbûna te nedît.
Îsal ji bo vegera te biriyar hatibû girtin. Min pirsî ji
hevala digotin “me gazi wê kiriye yÊ were”. Lewra ji ber
ihtîmala hatina te ya lewaz ez bi gumana ku gelo ez ê bibîn
min ve yek pir kûr jiyandikir. Di nava şer de her ihtîmal
hen e. Vêca yeka mîna te be, ji bilî biriyarê xwe zû zû
biriyarên dîtir pê dana pejirandin zor e… Operasiyon jî bê
navber berdewam dikin. Pir caran ditirsiyam ku li TV temaşe
bikim hemû demê bi xebera şehadeta te re rû bi rû mayînê
ditirsiyam.
Eylem, ew rêwîtiya te ya xweşik ku ti derketibû yê de ez
dizanim ku te bidilê xwe jiyan dir, ji ber ku tu bi dilê xwe
û kêfxweşî çûbû yî. Ez bawer dikim ku tu bi heskirin li wê
xaknîgariyê geriyayî.
Bi wî temenê xwe yê biçûk te şik li hemberî zorahiyê şoreşê
re, bê didilî û lehzeyk be jî bi paşde te gav navêt te
wêrekbûna mezin meşê da nîşan dan. Bi şoreşê re tu mezin
bûyî, pijiyayî, û te xwest ku rastiya jiyanê nasbikî. Ji bo
hersê dotmamê xwe te pêşengtî kir. Ango keçapê xwe te anîn.
Di pênga avêtina nava şoreşê heya roja îro te her pêşenktî
ji bo xwe hilbijartibû.
Ji sedema ku temenê te biçûk bû me nedixwest ku em te
bişînin peywirên zor. Lê hemû demê hêrsa te aynî bû. ez
mezinim û ez ê biçim. Te qanikirin gelek zor bû. gelek cara
di qanikirina te de em binkeftî diman. Ji ber ku tu ew bûyî
ku tiştê ku te dizanî te pêktanî. Tu hemû demê wisa bû yî.
1999, de dema paşdekişandinê em hatin başûr te hin zehmetî
kişandibû. Miroveke bi ya xwe kirinê de azad bû yî, bi
salane ku cihê ku tu li mabûyî te bi wan dabû pejirandin. Di
nav komê hevalê gelek de nemabûyî. Te di nav komê biçûk de
ger axaftin cihê xwe bigre te dixwest delaliyê xwe li wan
bikî. Wisa jî dibû. Di paşdevekişînê de wargehên mezin
hatibûn çêkirin û bi sedan heval li cihekî diman. Ti jî yek
li van wargehan dimayî û min her gav agahiyê te digirtin.
Hevalên ku te nas dikir, bi wateyeke dî hevalê ku ti bi wan
re mabûyî li van wargehan kêmbûn. Em pir ji hevdû dûr nebûn,
lê pir nêzîk jî nebûn. Ez wan dema rêwiya cihekî bûm. Dema
ku ez li ser rê bûm, nameyeke te ji min re hatibû te we
nivîsî bû ku ez fêrî başûr ne bûme lewra di demeke kin de ez
ê vegerim bakûr. Nameyeke hinkî bi gazin bû. Me ji hevre
gotibû ku em ê bi hevre bimînim, lê ez neçar mabûm ku ji te
qut bibim. Erê gula min, piştî wê nama te ya bi gazind sê
sal şûn de me tenê sê sata karibû ku em hevdû bibînin. Ew
hevdîtina me ya dawî bû. Ji ber ku ez careke din bi cihekî
dî ve rêwî bûm. Ji bo ku ez te bibînim tenê çend sat dema
min hebû. Dema ku min te dît, kenê bîbikên çavên te
dengvedana kenê te hîn di guhê min de ye. Careke din bi
hêviya dîtinê em ji hev qut bibûn. Lewra ev qutbûn wergeriya
qutbûneke bê dawî. Ew rêya dûr ku ti derketibûyê min
dizanîbû ku tu nahizirî jê vegerê re. Min tu nas dikirî,
tişta ku dike serê xwe di kirina wê de bi biriyar bû. Xêncî
bakûr te gêrilatiya ti derê ji bona xwe nepejirandibû. Weke
Gêrilayekê paşveveger ji bakûr te ne hezimandibû. Dema ku
hatibû bi biriyar bû ku bi paşdevegere. Ew sê salê rêwîtiya
Başûr tim ruyê wê ber bi bakûr bû. Jiyankirina gêrilayan li
bakûr weke ku di malzaroka şoreşê dizanî û heta mejiyê
hestiyê xwe jiyan dikir. vegera biçûka min ya jiyanê bi
heybet bû. Ji gêrilaya biçûk tecrube û ceribandinê mezin ava
bibûn. Bi serkeftinê re hatibû girêdan. Ev çûyin wê hîn
mestir û bi heybet kiriye. Ti wisa bû yî gula min, ji ber ku
te mezin jiyan kir, te mîraseke mezin li dû xwe hişt. Ez ji
bo te dibêjim gula min, ji ber ku te ji vê axaftinê zehf
hezdikir.
Biçûka min, fêrbûna tinebûna te gelek wê zehmet be. xeyalê
bi te re mayînê te nîvî hişt.Ti bi Sorxûîn re derketî rê û
hûn herdû jî bi paş de nevegeriyan. Di mirovên tijî hezkirin,
di dilê tijî hezkirin, di dost… ji tinebûyina we re fêrbûyîn
zore. Naxazim fêr jî bibim. Piştî Sorxûîn te wendakirina te
gelek zor bû.
Biçûka min, lewra ji bo we herdiwa jiyan kirin heye di
jiyana min de. Îdî ez ê xeyala ji bo we ava bikim, ji bo we
li pêşerojê binêr im. Ger dilê min ji rakirina van êşa re
zehmetî bikêşe jî tinebuna we valatiyeke mezin dagre jî,
şoreş kar dixaz e. Dijmin nasekin e. Gel û şehîdê me ber bi
serkeftinê ve bezê ji me dixaz e. Dizanî, di APO’geriyê de
sekin lê nayê. Ger bi serkeftinê ve neyê girêdan kar kirin
nayê pejirandin. Erê biçûka min, piçek be jî pêwîste em hîn
zêdetir kar bikin. çi dibe bila bibe em ê fêrî vê bibin.
Bila xeyalê te pêkwere. Ji bona vê ez ê jiyan bikin biçûka
min. |