|
Warşîn
Fermandarê bi heybet
Hîna bihna te
Ji zinaran diforê
Hîna hevalên te
Li benda fermanên te ne.
Mamostayê min
Hîna xizikên di lênûsa te de
Bi velorîna bilura şivanê koçer re
Ji çiyayên Gabarê di xwînim
Sal 199... bû. 16ê Cotmehê bû li gundê Suskê, ku bi xwe
gundekî sêrtêye, qereqola leşkeran hatibû avakirin. Ava
Botanê li kesî guhdar nedikir û diherkî, gundên cerdevana
mîna xeleka li nêzî hev bi cîh bibûn.
Wê salê yekîneya heval Erdal jî li Gabarê dima. Alana ku lê
disekinî Suskê bû. berî ku çalakiyekî nû bikin, yekîneya
heval Erdal çend çalakî bi serkeftî kiribûn. Vê carê jî
dixwest ku çalakiyekî serkeftî bê. Berî ku em biçine
çalakiya nû, heval Erdal civînek çêkir û tevayî çalakî bi me
danasîn ji hêlekî din ve heval Erdal çek, gule, xwarin û
heya nîşana çekên me qontrol kir. ne dixwest ku kêmasî di
dema çalakiyê de derkevin.
Ber bi êvarî ve, em yek li duv yekî mîna rêzkên mîruya
ketine duv hev. Riyên kevin me nedane bikaranîn, j ibr ku
heval Erdal ne dixwest ku şopa me di rêkan de diyar be,
herwiha cihê ku em çûnê gelek şûnê wê yên sêr hêbûn.
Mirov ji ber matmayî dima. Her timî çavê min li heval Erdal
bû, her çende ku ew di meşê de ne disekinî (diçû pêş û
dihate paş). Lê carna te digu qey tiştekî xwe winda kiriye û
lê digerê-kûr, kûr li xwezayê dinêrî- di xwest wê xwezayê bi
tevayî ciwaniya wê bikşîne nava xwe. Ji xwe hertimî piştî ku
hinaseke kûr dikişand destên xwe dirêj dikir û di got: “ev
der welate, eve cihê ku gerîla bikarbe xwe tê de jiyan bike.”
Bi rastî heskirana heval Erdal ji Gabar re ne dikete tû
terezûyê de, lewra ew bû bû bav û dayîk û kur jê re. Çi kun
û şûnên, bi ewle hebûn wî dînasîn. Baş tê bîra min dema em
gihiştin serê gir, kunek hebû, dema mirov dikete hundirê wê
de pir tarî bû, lê ji kevin de hineka di hindirê wê de
pêlekan çêkirbûn, di biniya pêlekanan de avakî bûş diherikî,
heger yek ji me biketa ew ê bi avê re bi çûna. Em bi hev re
dadiketin. Te digot qey kuneke heyamiye û em tê de dimeşin.
Di wê tariyê de Heval Erdal li kêleka min bû û wiha got:
“hûn dizanin ez niha çi hest dikim, ez hest dikim ku ez niha
li gerdûnekî tarî û vala dimeşim.” Piştî wê axaftinê qerfên
xwe bi min kir, lewra ez pir bi baldarî dimeşiyam. Ew hat û
li min ket, ez pir tirsiyam, ji ber ku ez li ber ketinê bûm
lê wî ez girtim û wiha got: “ne tirse tu nakeve hevala
Warşîn. Heger şûna ku tu li ser dimeşê jê hez nekê, tu
nikarê li ser bimeşê, ha li min binêre ez dikarim çavê xwe
bigrim û bimeşim.”
Piştî ku rojê tîrêjên xwe ber bi cendekên me ve şiyandin û
me jî we ku germahiya wê, ew hêmûzkir. Heval Erdal civîna
dawî lidarxist û plana çalakiyê bi kevir û daran weku
wênevanekî li pêş me çêkir. Piştî ku çalakî da nasîn, navê
hevalên ku wê di çalakiyê de cihê xwe bigirin xwend.
Em bune sê kom, yek li milê çepê, yek li milê rastê û yek di
nîvê de. sê heval jî ji bû suyîqastê. Ez bi xwe di koma
êrîşê de bûm. Me xwe 3ê kathêjmêran berda xwarê. Heyanî kuem
gihiştin cihê xwe. Şûnekî rût bû, wisa heyanî êvarî em man,
dijmin nehat me guman kir- Gelo çima nehat, qey em dîtin- me
hinekî xwe da paş. Kathêjmar 1-2ê şev bû, ez pawan bûm,
dengê erebekî hat, giran giran dihat. Min guman kir ku ew
erebekî leşkerî bê, hîna ji deng di hat. Min hevalê
berxwedan şiyar kir. Bi bîhîstina dengê min re ew rabû ser
xwe û got:
-Çi bû?
-Heval, dengê erebekî giran dihat, ewe 10-15xulikin ku ez
guhdar dikim, ez bawer dikim ku ew leşkerin û ber bi hevalên
me ve diçin.
-Na heval, ew deng pir ji dûr tê, di bê ku dema di ser pirê
re derbas bû bê te wisa hest kir be.
Di ser wê hevpeyvîna me re kathêjmêrek derbas bû. Dengê
guleyan di guhê me de hêlîna xwe çêkirin, êdî em tê gihiştin
ku şer li milê çepê qewimî, şuna ku em lê diman êdî
metirsiya xwe pir bû. lewra em di biniya hevalan de bûn.
hema me bi lez xwe gihande serê gir berî ku cihan ronî bibe.
li wir kunek hebû me xwe xiste hunderê wê de.
Dijmin bi şêweyekî hovane dihat. 12 kobra dihatin û cerdevan
û leşker jî dihatin. Her yekî ji milê xwe ve gule di
barandin, di êrîşa yekemîn ji hêla cerdevanan ve heval Kawa
bi parçekî narincokê ji zikê xwe ve birîndar bû.
Şûna ku em lê diman, hevala hevalê Kawa anîne gel me, lê
hevalê dinê nikarîbûn werin û agahiya wan ji me nebû, hevalê
Erdal jî ketibû nava gumana, lewra haya wî ji me ne bû.
Êdî ber bi êvarê ve di çû. Kobra zivîrîne sêrtê ku gule û
rûketa binîn. Bi çûyîna wan her sê hevalê ku ji bû suyîkastê
hatibûne amadekirin, şûna xwe berdan û ber bi me ve dihatin.
Her sê bi lez dihatin. Min ew didîtin. Lê ji nişkave min
heval li pêş xwe nedîtin. Duman di nava wan de bilind bû.
Rûket li nav wan ket. yek ji wan, hevala Arjîn bû xwediya
keziyên hevrîşimî bû. Ji Dêrsimê bû, tucara bi zazakî
neaxifîbû. Lê dema ez berbi wê ve çûmbi zazakî di axifî,
wisa digot: “Ha dayê mamê kîye. Ha dayê mamê kîye, hevar
dayê, hevar dayê”. Piştî wan axaftina, destê xwe dirêjî
kurika xwe kir, min lê nêrî, lênûsa wê tê de bû, min derxist.
Lê wê zêde dewam nekir û şehît ket. li hêla din hevalê Jiwan
ketibû, ji milê xwe yê pêş ve (Ru, sing, hwd) tiştek pê
nehatibû, lê dima me destê xwe kirê bin pişta wî, destê me
di nava xîwnê de ma. Ji hêlekî din ve ez li heval berxwedan
zivîrim dengê nalînên wî dihatin. Min digot. Ew jî şehîd
ketiye, lê dema min lênerî, ew hîna sax bû, parçek di çavê
xwe de xwaribû.
Hêdî, hêdî dijmin şûn ve kişiya, hevalê me yên din ber bi me
ve dihatin. Dengek ji pişt min hat, min serê xwe zivirand,
ew heval Erdal bû, bi xemgînî li min nêrî û got:
- Hevaal çawa ne?
- Birîndar û şehîd hene.
- Çend şehîd in?
- 2 ne heval, Arjîn û Ciwan.
Dema min ev jê re got, heval Erdal di cihê xwe de rûnişt û
her du kolmê xwe deynane ser serê xwe. Mîna ku çiya bi ser
de hilweşin hema qîr kir û got: “Çima... Çima Heval.... zû
bikin em hivalên şehîd veşêrin bila tiştekî wan nekeve destê
dijmin..”
Birî ax li ser hevalê me negirî
Bira roj gorê wan germ nekê
Berdin, bila xwîna wan li min hişk bibe
Ma tu yê razê Arjîn
Raze delala Dêrsimê
Raze û bila çiya her bi hesreta kenê te bin.
Me heval veşartin, heval Erdal got: “darbestekî ji hevalê
birîndar re çêkin, bila cihê wî xweş bê, di dema rakirinê de
bila heval hişyar bin, ku hevalê birîndar ne qeliqê”. Piştî
amadekariyan, em bi rê ketin, lê ji ber ku birîna hevalê
Kawa pir dijwar bû, êdî ber bi nebaşiyê ve diçû, hîna em di
nîva rê de bûn. ew heval jî şehîd ket. heval erdal hindik ma
bû ku xwe winda bike, hema gazî hevala kir û dest bi
axaftinê kir:
“Gorekê ji zava re bixemilînin
bila wawîk û gur her bi zûrin
Em in...yên ku hevalên xwe, bi mijankê çavê kefen dikin
Şûna girî, tilîliyan bilind dikin
Şûna şînê, guleyan diteqînin.
Bila dijmin her li pey şopa me bê
Lê em ê, her derziyek bin, di aşopên wî de. |