ŞEHİDÊN AZADİYÊ
Delîla Her Delîla

Bêrîvan Şam


Newa Delîla ye, Delîla newa
Helbestek bo newa derkete çiya
Bi tembûra xwe çîrokek kola
Çi koçberiyeke, negot va diçim

Stêrkek geroke, ezman beriqand
Behrek bê bendav e, zeban herikand
Seroka strane, rêçek digerand
Ne pirsîm û negot bi ku ve diçim

Min xwest deng bihêle, got Xwedadeng im
Min got dem bi pêle, got bikelek im
Min got tembûra te, got her biçek im
Dîrokek nîvî hişt û bê xatir çû

Delîlame ez û newa ez im
Bo dengên winda bilez û bez im
Awaz im, dilxwaz im, hem hêvîsaz im
Got û bi peyva xwe ve girêdayî çû

Min temen ajot, jiyanek bûrand
Min senfoniya evînê afirand
Min axek ceriband, wêneyek bijart
Danî wêneya xwe û bi xwe ve çû

Bo te hezar newa, hezar deng bo te
Gerîla bişope ceng û rengê te
Her bibihîsin heval dengê te
Bi zanibin ku deng nemirî tu

 

                       Veger

 
 Malpera PAJK (Partiya Azadiya Jin a Kurdistan) a Fermî ye
PAJK Online © 2006-2007 Hemû Mafên Wê Têde Veşartî ne