|
Batufa
Çekdar
Ew diyarê
ku di dîrokê de weke warê xwedewenda tê naskirin. Gelo çend
zaningehen jina di hembêza xwe de mezinkiri ne û di têkoşîna
azadiya gelê Kurd de jî bi çanda jinên ku li ser warê
xwedawenda li nasnameya xwe ya azadiyê digeriyan şehîd bûn
e. Her diyarek, çemek û zinarek zagrosan bi gelek jinên
evîndarê azadiyê re bûne rêheval.
Belê her mirovek di giyana xwe de bi awayekî kesên ku
bandorê mezin li ser wan dike hene. Min jî di jiyana xwe de
pir tişt û pir kesên ku ji naskirina wan paşman nabin re
rast hatim. Yek ji wan rêhaval min a riya azadiyê hevala
dilpak bû.
Heval dilpak eslê xwe ji Sêrt Erohê bû, lê salê dirêj li
metropalên Tirkiyê mabû û li wan dera mezin bibû. Di salanên
ku têkoşîna azadiya gelê kurd bilind dibû de sala 1991' ê
tevlî refê şorêşê bibû. Piştî tevlî bûna heval dilpak xwîşka
wê jî pê tesîr dibe û tavlî refê şoreşê dibe. Belê weke di
xwîşka bûna hevalê riyeke bi rûmet û hestek pir xweş bû ji
bo wan.
Hevala dilpak di temenek pir piçûk di nava pergela heyîde
weke jinekî nakokîyên pir mezin Jiyan dike û dikeve nava
lêgerînîn. Ew lêger û nakokiyên heval dilpak ew anîn çiyayên
ku pêwîst bû lê bûna. Di demeke pir kurt de heval dilpak
nakokiyên xwe vegerandin hêzeke mezin, di kesayeta xwe de.
Bi vê kesayeta xwe bibû pêşengiya bi bawer û azadiya jina
kurd. Me li çiyayê Zagros demê şert û mercên herî zehmet di
demê şer ê herî zor hevdû naskir. Heval dilpak fermandara
min bû, lê ew tenê ne fermandar bû ew di hemû deverî jiyanê
de mirovek xwedî bi renge çida bû, ev rengê hevala dilpak ji
bo hemû hevala çev kaniya Jiyanê bû.
Hûn dizanin ku her jinek dema li ser van çiya û zinara li
azadiya xwe digerê, xwedî hestê çiqas mezin û bi rûmet e.
Hevala dilpak ew jina ku eşqa wê azadiyê pir mezin bû û di
van çiyiyê me yê bê hempa cih nedibû. Heval dilpak yek ji
wan jinên herî bi rûmet û bi rûmet bû û bi dil nizmiya xwe
Jiyan dikir.
Di vê nivîsê de daxwaza min a yekemîn û serke ew e ku,
qehremanên azadiya tevgera azadiya kurd û weke heval dilpak
nas bikin, biz anin ku îro gihiştina azadiyê ne weke
çiroskek çimlisî mina valkanek mezin di dilê her jinek kurd
bi taybet ên gerilayan de û rêka ronahiyê nişandi de.
Belê, rêheval dilpak ne tenê çoş û hêza jiyanê bû, di heman
demê de ku digotin çalekî şer di serî de rihê heval dilpak
dihat bira her kesî de bû. Ji berk u heval dilpak di despêka
tevlî bûna xwe di mercên pir zor de derbas bibû. Li çiyayê
weke qeşûra, çûkurca û hemû ciyên Zagros mabû.
Erê heval dilpak ne tenê şerker bû, heman demê de
fermandareke şer, rêvebirke minak bû. Wê ne tenê
fermandariya jin dikir heman demê de fermandariya giştî jî
awayek ji xwe bi bawer dikir bi vê başdariya xwe rêza tevahî
rêheval bi dest xistibû
Di hemû çalekiya dema dilpak hebûna we hevalên ku bi heval
dilpak re diçûn digotin me nihava çalekî bi ser xistiye.
Tenê tiliyek heval dilpak bese ku çawa dijman bişkîne û
cesaretê bide me. Di rastiyê de di hemû wextan de di rûyê
heval dilpak de xwîn sarî û baweriya serkeftinê hebû. Ev yek
ji çavê ti heval nedirevî û heval dilpak weke çav kaniya
Jiyanê ji xwe re didîtin.
Erê heval dilpak yek ji wan jinên kurd yên ku ti car ew
jiyana ji bo kurdan neheq qebûl nekirbû, ew her demê ji bo
jiyaneke nû ya bi rûmet di xeta têkoşîna Rêber Apo de bi
israreke mezin dimeşiya, ji bo Rêber Apo nasbike û jiyanî
bike , di nava şert û mercên herî zehmet de pirtûkên rêber
apo di çantê xwe de li ser pişta xwe digerad û dema derfet
didit dixwand. Ji ber ku rê heval dilpak bi zanebûn Jiyan
dikir û têkoşîn dikir.
Belê rêheval dilpak di demek weke çar sala û di demek pir
kin di refê gerîla de me, lê ew çar sal weke jinek gerîla
şerfanek û fermandarek mezin bû. Fedakarî û wêrekiya wê
serkeftinên mezin bi xwe re tanîn. Di nava van çar salên pir
kinde pir bi wate Jiyankir. Dama heval dilpak çantê xwe dida
pişta xwe çeka dida milê xwe. Keziya wê zer di ser çantê
wêde mina anhengekî diherikî û dida ser rêka çiyayê zagrosê,
weke xezakeke ku serê xwe bigre û biçe ji ser zinarekî diçe
ser zinarekî û mîna ku ji dagirker û koledara re maydan şer
bixwîne û dimeşiya.
Erê hindek çar gerîlaya azadiyê wê pirpirkeke ku temenê heft
roj bin ewna jî bi awayekî bi wate û tijî Jiyan dikin, lê
çarna têmenê wan têrênake ku ji bo zarokê ku çavê xwe nû li
jiyanê vedikin heviyê mezin û ango jiyanek azad biafrînin,
lê ev mirov ango ve rêheval ji bir û winda nabin. Bi kenê
her zorokekî de çavê xwe li jiyanê vedikin.
Hevala Dilpaq di sala 1994 de li Zagros-Ertoş di operesyonek
ya arteşa Tirk a hovane de piştî şereki bi qehremani bi 8
hevalên xwe re tevli kerwanê şehiden me yen bi romet bûn. Le
ew di dile her hevalen xwe de ciheke mezin girt u çun .
Ji we roje şon de ez di ru ye biken e her jineke gerila de
yen ku heskrna jiyane u legerina wan yen jiyanek nu heyi de
Dilpaq dibinim. |