|
Sema Dêrik
Xiyanet
bûyerek ji nişka ve ye, wê çawa pêk werê kengê bi encam bibê
ne diyar e. Di heman demê de ew bûye nasname ya kesê xwe
firoş û kiryarê xiyanetê ji bo wan dibê wek nan û avê. Di
hindirê civakê de gelek caran baweriya bi jiyanê wenda dibê.
Ji bo vê yekê dema mirov baweriya xwe wenda kir wê demê berê
wê/wî dikevê xiyaneta gelan. Ango bi salan jiyan dikin lê
yek kêliya wan nakevê bin xizmeta civakê de. Mînakên wê jî
di roja me de bi kurahî tê jiyan kirin û sedemên van
hevpeymanan ji van xalên bê bawerî yê tê. Ev nêzîkatî herdem
bi gelê kurd daye wenda kirin. Bi çav nebarî di keziyê
dijminatî yê de hatine honandin. Sedemê van nêzîkatiyan
polîtîkayê ku dijmin li hemberî gelê kurd dide bi karanîn.
Herdem xwestiye jiyanê li gelê kurd tarî bikê û zimanê wan
qedexe bikê û her ku çû ev politîka hate kur kirin. Bi van
nêzîkatiyên xapoker û bercewendperest kesayetên kurd ên
lewaz bi tevna xiyanetê re da honandin û ev hetanî qomploya
navnetewî ya li hemberî Rêber Apo jî çû. Bi vî rengî
baweriya xwe bi jiyana azad wenda kirin û baweriya xwe bi
jiyana dijmin anîn e, lê belê ya tirajedîk ew e ku dijmin
baweriya xwe tu carê bi wan ne aniye û naynê jî. Her wiha
weke xulamên siyasetê didê bi kar anîn. Gelo kesên ku di
xiyanetê de israr dikin li ser hişê xwe de çûne, bûne
serxweşên civaka xwe û ji kiryarên xwe ne agah darin? an jî,
ji ber ku bercewendiyê netewî xistine plana duyemîn û li pey
bercewendiyên kesayetî bezîne?
Heger mirov bihizrê xiyaneta mezin ew e ku kurd bi dijminên
xwe re li hev bikê. Ev nêzîkatî dibê weke kewa ku dinava qew
mê xwe de hatiye kirêt kirin. lewra di mirov de hêza raman
ya rast û keda jiyanê xwedî wate ye. Bi xebata mirov bi keda
wê/wî berhemê jiyanê tê afrandin û ev dibê pîrozî. Zihnê
mirovan û giyana wê/wî bi wate dikê. Nirxê jiyana mirovan ji
vî bingehî dest pê dikê.
Ji bo mirov bi ser bilindahî jiyan bikê tenê keda ji bo gelê
xwe dayîn encam digre. Ya rast ew e ku ji bo çand û zimanê
xwe tev bigerê, ya mirov dikê xwedî hêz çande û di rastiya
Rêber Apo de ev hatiye tespît kirin. Hindek kesên ku ji xwe
re dibêjin em kurdin, lê her kêliyekê wan di bin xizmeta
dijmin de derbas dibê. Dibêjin ku kurmê darê ne ji darê bê
dar xirab nabê. Lê mixabin hindek kurmên kurda hene ku hemû
tevgera wan ji bo rizandin û hilweşandina dara azadiyê ye.
Di van demê dawî de xeleka qomployê berfirehtir dibê. Dibin
navê ‘em ê tevgera kurd tine bikin’ ew kesên ku van hevokan
bikar tînin, xwedê gravî bi eslê xwe kurdin. Helbet dewleta
tirk bi van nêzîkatiyên xwe wek dijminê radîkal li hemberî
gelê kurd derxistiye holê. Lewra têgihiştina jiyana rast
tenê di xizmet kirina mirovatiyê re derbas dibê, derveyî vê
hemû kiryarên din bercewendiyên kesayetîne û ji gel dur in.
Ji ber ku gel her dem temsîla jiyanê dikin. Her çaxek derbas
bûye tê de bûyerên diyar hene ku hatine derbas kirin, lê
mixabin bûyera xiyanetê di her çaxî de berdewam kir û mohra
xwe li her pêvajoyê xistî ye. Di her pêvajoyê de bi awayên
cuda derketiye holê. Lê ya ku mirovan têşîne ew e ku herdem
ên ji vê re bûne qurban kesayetên kurdin. Ev weke bûyerên
tirajedik herdem hatiye nivîsandin û li ser rûpelên dîrokê
hatiye neqşandin. Lê Rêber Apo herdem karkirin bi dijmin re
wek şerma mezin da ye diyar kirin û bi vê yekê herkes ji
kiryarên xiyanetê daye revandin. Helwesta Rêber Apo ji vê
yekê avakirina mirovê azad e û ev jî bi ser xist. Mirov
dikarê bêjê ku sedema ku Rêber Apo evqas bûye hedefê hêzên
desthilat dar ji vê yekê tê. Ji ber ku di felsefa Serokatî
de jiyan heye, lewra kesên ku bi hebûna xwe wate nedin
jiyanê cihê wan di felsefa Rêber Apo de nîn e. Ev yek ji bo
her kes, tevger û her dewletê derbas dibê. Lewra di felsefa
Rêber Apo de cih girtin di jiyanê de cih girtin e. |