|
Lava Elî
PirPirsgirêka jinê, îro ji tevahî pirsgirêkên ku em dijîn
hîn girîngtir e û wekî pirsgirêkeke sereke derdikeve pêşberî
me. Di gel vê di sedsala 21. de pirsgirêkeke ku çareseriya
xwe dide ferzkirin jî cardin pirsgirêka jinê ye. Lewre
pirsgirêka jinê, ne tenê pirsgirêkeke civakî, di heman demê
de pirsgirêkeke dîrokî, çandî, ekolojîkî û siyasî ye. Dema
em vê pirsgirêkê bi kûrahî digrin dest, em dibînin ku di
çavkaniya hemû pirsgirêkên em dijîn de bêçare hiştina vê
pirsgirêkê heye. Di vê wateyê de heta pirsgirêka jinê neyê
çareserkirin, em nikarin ti pirsgirêkên din ên civakî û
siyasî bi awayeki mayînde çareser bikin. Her wiha wekî me li
jor jî destnîşan kir, çareseriya pirsgirêka jinê di
çareseriya tevahî pirsgirêkên em dijîn de xwedî roleke
mifteyê ye.
Di qonaxa niha de pirsgirêkên civakî yên mirovahî di navê de
difetise, gihiştiye asteke ew çend bêçare ku hiş û mêjî li
ber cemidî ye. Wisa lê hatiye ku vê rewşê zêdeyî nîvê civakê
felç kiriye. Nivê din jî bê bandor hiştiye û ferd jî pir
zêde bêîrade kiriye. Tevî vê rastiyê jî, hîna pirsgirêka
jinê bi israr tê piştçavkirin, di plana duyem de tê hiştin û
pirsgirêk tê kûrkirin. Belê, çawa çêbû ku civak kete bin
destê yek cinsî, çawa ket bin desthilatdariya sîstema
serweriya zilam. Ev çawa pêkhat?
Serdestiya yek cinsî, bi derketina civaka çînî ku weke
destpêka dîrokê tê qebûlkirin, her wisa di nava kevneşopiya
civaka dewletperest ya bi vê re pêşketî de hebûna xwe da
çêkirin. Civaka dewletperest, bi gotineke din tê wateya
civaka cinsiyetparêz a ku yek reng, yek şekil û yek cinsî
dihewîne. Ango tê wateya civaka nêr. Ev civak, civakeke ku
ji edaletê, ji pir rengiyê û civakîbûna rast dûr e.
Ev rastiya vê civakê ya em heta roja îro dijîn, mirovahiyê
bi hilweşîneke mezin re rû bi rû dihêle. Di vê wateyê de ji
bo mirovahiyê pir tehdîdên cidî dide çêkirin. Adeta her
bêhnekê, her saniyekê mirovahiyê bi mirinê tehdît dike.
Sedsala 21. ji aliyê pir derdoran ve wekî sala jinê tê
qebûlkirin. Lewre sedsala 21. sedsaleke ku têde nakokiya
cinsî pir zêde dixe nav pevçûnê û tê li hev xistin. Ev
sedsala ku mirovahiyê di nav de pir pêşketinên mezin bidest
xistî, pêşî li îradebûna jinê jî vekiriye. Vê jî ji bo jin
di çapê cîhanê de rêxistin û tevgerên xwe pêş bixe pêşî lê
vekiriye. Lê belê tam jî di vê xalê de, qasî bingeheke xurt
a alîgir, vê hewcehiya bi îdeolojiyeke xurt (îdeolojiyeke
xwe ji zîhniyeta nêr paqij kirî û xilas kirî û serbixwe)
daye çêkirin. Ji ber jin tenê bi îdeolojiyeke wiha dikare
bibe xwedî îradeyeke azad û serbixwe. Rastiya jin dijî, li
ser dide ferzkirin ku sazî û rêxistiniyeke xurt ji bo xwe
saz bike. Li gel vê, ji wê dixwaze hedefên xwe jî destnîşan
bike. Di destpêka sedsala 21. de serhildan û çalakiyên ku
jinan ji bo bidestxistina mafên xwe yên huqûqî pêşxistin,
cardin di bin banê rêxistinên jinê de hewldanên wan ên xwedî
derketina li mafên xwe yên rewa, nîşan dane ku êdî jinê
asteke zanabûnê ya bikaribe vê bike bidest xistiye. Belê ev
tenê bi qasî têrê dike ji pirsgirêka jinê re nabin bersiv.
Jin çiqas bibe xwedî tecrûbe jî, şansê wê yê serkeftinê pir
bilind nîne. Lewre, ji vê zêdetir pêwîstiya jinê bi
tecrûbeyên serkeftî heye. Ango pêwîstiya jinê bi tecrûbeyeke
serkeftî ya mora xwe li dîroka jinê bixe heye. Ev jî dema
şoreşên di sedsala 20. de rast bêne dahûrandin wê pêkbê.
Ango divê jin van şoreşan rast dahûrîne, şaşî û rastiyên wan
baş tespît bike û nexşeya xwe ya rê li ser van tecrûbeyan re
pêş bixe. Dema ez dibêjim tecrûbeyeke serkeftî, ez behsa vê
dikim. Jixwe tevî ku pirsgirêka jinê di nava van şoreşan de
roleke miftê dileyîze, ti caran stratejî an jî hedefeke wan
a polîtîk ya ji bo çareseriya pirsgirêka jinê çênebûye. Wisa
bû ku di pir şoreşan de ev nêrîn bi awayeke pir xurt hate
parastin: “pirsgirêka jinê dikare piştî şoreşê were
çareserkirin.” Ji ber vê çendê yek ji van şoreşan jî di
wateyeke rast de serkeftin bidest nexistin. Hinek bi qada
siyasî û leşkerî re sînordar man. Mînaka vê ya herî berçav
jî nimûneya Sosyalîzma Reel e.
Sosyalîzma Reel, nekarî xwe ji jiyana adetî ya paşketî û
danûstandina bi jinê re ya li ser vî bingehî xilas bike.
Têkiliya bi jinê re çêkir, ne li ser fikrê jiyaneke nû bû.
Her wisa li ser esasên sosyalîzmê jî çênebû. Di hilweşîna
sosyalîzma reel de ev bû sedemeke bingehîn. Encama ji van
şoreşan derketî nîşan daye ku, ti şoreşeke pirsgirêka jinê
wekî çavkaniya pirsgirêkên civakî negre dest û li ser vî
bingehî nêzîkî pirsgirêkan nebe şansê xwe yê serbikeve nîne.
An jî serkeftina bidest bixe jî wê demdirêj nebe. Bi cewherî
çarenûsa her şoreşeke bi armanca azadkirina civakê derketî
rê, nêzîkbûna îdeologên wan şoreşan a ji pirsgirêka jinê re
diyar dike.
Tevgera Azadiya Kurdistanê ya di bin pêşengiya Rêber Apo de
girêdayî paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û
Azadîxwaziya Cinsî azadkirina jinê ji xwe re kiriye hedef,
girîngiyeke mezin da jin û jiyanê. Wekî vê mîsyoneke mezin
jî dayê. Tevî vê, însan ji jiyana ku tenê mirin dida çêkirin
rizgar kir, bi jiyana ku jiyanê dide çêkirin ve girêda.
Rêber APO dît ku ferdê Kurd wekî mifteyekê bi hêmana malbatê
ve hatiye girêdan. Ev rastiya Rêberiyê nîşan da ku pêwîste
ev mifte were şikandin û ferd hem xwe, hem jî jiyanê ji nû
ve biafirîne. Li gorî vê jî têkoşîneke civakî ya armanca xwe
têkiliyên di navbera jin-zilam de da destpêkirin û bersiv da
pirsa ku divê çawa were jiyîn. Jina ku êdî dawiya dawîn
bersiva xwe ya rast dîtî, li bin roniya Rêberiyê de
tevgereke azadiya jinê birêxistin kir. Nûneriya îdeolojîk a
jinê kirin û pratîka vê di qada siyasî de kirin ji bo
Tevgera Azadiya Jinê bû erkeke bingehîn. Îro Tevgera Azadiya
Jinê, mîsyona ku pêşengiyê ji têkoşîna jinên cîhanê re bike
bidest xistiye. Jixwe Tevgera Azadiya Jinê, hem ji ber vê
rastiya pêşengiyê ya xwediyê wê û hem jî ji ber pratîka
têkoşînê ya li ser ezmûnên şoreşên sedsala 21. re pêşxistî,
weke Tevgereke jinê ya bikaribe pêşengiya vê ya rast bike
derdikeve pêşberî me. Lê belê dema vê dike, divê di warê
xweseriyê de rastiya ku ew Tevgera Azadiya jina Kurd e li
pişt çav nehêle û divê nirxên civaka Kurd di hundirê xwe de
biparêze û vê îhmal neke.
Jixwe Tevgera Azadiya jinê, vê pirsgirêkê ne tenê weke
pirsgirêka jinê, weke pirsgirêka zilam û civakê jî digre
dest. Ji ber armanca wê ew e ku vê têkoşînê bixe bin xizmeta
mirovahiyê. Her wisa pêşketina tevgerê qasî netewî bû, ew
çend jî li ser bingeheke nasyonal çêbûye.
Sedema nasyonalbûna wê, ji ber têkoşîna dimeşîne têkoşîneke
Azadiya cinsî ye. Jixwe pirsgirêka cinsî ji bo hemû jinên
cîhanê bûye pirsgirêka bingehîn. Tevgera Azadiya Jina Kurd
bi têkoşîna azadiya cinsî armanca xwe ew bû ku pirsgirêka
cinsî ji holê rake, jinê li ser vî bingehî azad bike û dawî
li desthilatdariya cinsê serdest bîne.
Di vê çarçoveyê de ji bo Tevgera Azadiya Jina Kurd, mîsyon
an jî roleke pêşengiyê ya jinên Rojhilata Navîn bike xwedî
nasname û li ser vî bingehî jinê bigihîne dîroka wê ya winda
heye. Ji ber dema jin nasnameya xwe qezenç bike, wê dîrok jî
nasnameya xwe qezenç bike. Ev ne bi rengê ku cinsê jêr cihê
xwe bi cinsê jor re biguhere, ev wê bi rengê ku sîstema
serdest a zilam di zîhniyetê de were guhertin û veguhertin
çêbibe.
Wekî encam Tevgera Azadiya Jina Kurd, xwedî avahî û rastiya
pêşengiyeke wisa ye ku dikare ji pirsgirêka jinê ya di her
aliyekî de tê jiyîn re bibe bersiv. Di gel vê wekî tevgereke
jinê ew tenê xwedî paradîgmaya Demokratîk-Ekolojîk û
Azadîxwaziya Cinsî ye ku ev ji bo jinan riyeke ku jin
dikarin bi vê riyê ji sîstema nêr rizgar bibin. Li ser vî
bingehî ez dibêjim pêwîste hemû jinên Rojhilata Navîn, bi
taybetî jî jinên Kurd pir bi xurtahî Tevgera Azadiya Jinê
hembêz bikin û bi awayeke pir xurt li pêşengiya wê xwedî
derbikevin. |