|
Denîz Derya
Weke takekes ez vê rastiyê bi hindek kesan re dixwazim
parvebikim, lê belê ji bo van rastiyên ku tên jiyan kirin ti
peyvek bi wate an jî rewşa heyî rave bike nebîn im. Ji bo vê
sedemê ez pir xemgîn im. Dizanim ku îdî ev xemgîniya min çi
wateya wê nîne ji ber ku em nikarin jiyana ewqas mirov paşta
bînin ji ber vê bê çaretiyê jî dilê me diêşe, lê belê li vî
welatê weke biheşt tenê mirin ji me re rewa dibîn in. Lewre
em hemû berî her tiştî mirov in, çima baweriya me dibe sedem
ku em bêne kuştin. Bê guman berî ku em Misilman, Yahûdî,
Mesîhî, Yezîdî, Kurd, Tirk an jî Fars bin em mirovin û bi
nirxên mirovahiyê me hatin ser rûyê vê cîhanê. Min berî vê
demekê li fîlmeka ku jiyana gelê Kurd dida diyarkirin tamaşe
kiribû. Ez bawerim ku we geleka ev fîlîm temaşe kiriye û hûn
bê gelek bandor bûne. ( kîso jî dekarin bifirin) ew fîlîm
rewşa ku gelê me têde dijî dida diyarkirin. Ji bo pergala
serdest jiyana kurdekî bi ti awayi girîn nîne ew dika re ji
bo yek elxemekî(mayîn) bimre. Ji bo wan gelê Rojhilata Navîn
çiqas bimre ewqas baş e. Di dest werdana DAY ya Îraqê de ev
rastî bi hemû milan ve xwe da nîşnadan ku ten ew di welatê
me de hêza aloziyê ne, ji bilî vê yekê nekarin di Rojhilata
Navîn de ti tiştek dî bidin pêşxistin. Îşkala Îraqê ango ji
2003’ê heta roja me ye îro tenê tiştê li Îraqê hete
pêşxistin kuştina mirovan û şerê di navbera gelan bû. Gelê
heremê jî ev palîtaka ku îşgalcî dişapînin pir fêmnekirin û
ji bo vê polîtîkeya heyî bûn amûrên pir baş. Di gelek
hevdîtinê xwe de Rêber Apo da diyakirin ku gelê me yê
şengalê di bin xeteriyê mezin de ne, lê belê hûkmeta heremê
tenê bi referanduma kerkukê re man û rewşê ku li îraqê tên
jiyankirin bi kêşeya kerkuk re xwestin çareser bike ew jî
baş dizanin ku kêşeyên vî welatî tenê kerkuk nîn e. Debe ku
kerkûk parçek ji van pirsgirêka be, lê belê we ne hemû tişte.
Rêber Apo dibêje ku “ kerkûk a kerkûkiya ne” hûkûmeta heremê
wisa nêzîkî vê rewşê bibûya dibe ku rewşa ku îro Îraq tê de
ne wisa bûya. Bê guman em tenê bi desthilatariya hûkûmeta
herêmê re nadin girêdan, lê belê ew jî xwedî erkên mezin in.
Komkujiya şengalê de bi sedan mirov hatin kuştin. Gelo van
mirovan çi kiribûn ku bi vî rengî werîn cezakirin, ango
zarokên çend mehî dayîkên, keçên nû gîhayî çima têne
tewamber kirin, wêneyên ku hatibûn kêşandin tenê şahidê vê
rewşa hovane dikirin weke yek ji wan ê ku ji vê karaseta
şengalê xilas bibû digot “tenê dikarin wêneyên kerasatê
bikêşin” zaroyên vî welatî çima wisa tên e cezkirin. Ji ber
ku ezîdî ne? Tenê sedem ev. Ger em tenê vê wek sedem bidin
dest nîşandan lewre em ê bikevin nava xeletiyên mezin. raste
ol di serdema me de wek amûrên karê gemar tê bi karan în, lê
sedemê komkujiya şengal ne tenê ev e. Komkujiya şengalê weke
ku mesajek bû ji yekbûna gelê kurd a di bin rêbertiya Rêber
Apo de tê meşandin. Vê bi me didin hîskirin ku ger hûn di
bin banê netewtiyêde wer in gel hev bedelê ku hûn bidin wê
evqas giran ji we wer e xwastin. Ji ber ku Êzîdî bi hezarê
salan li hember va hemû dagirkeriya têkoşînê bê hempa dane
meşandin û xwedî li nirxên xwe yê dîrokî derketin e. Gere em
li hember vê rewşa heyî bê deng bimîn in tê wateyê ku em xwe
ji mirinê re radizîn in, an jî em serê xwe ji çarenûsa ku
dijminê me ji bo me amade kirine re xwardikin. Komkijiya
şenglê nîşaneya komseta li ser gelê kurd tê meşandin in. Îro
îran li neqeba rojhilat û başûrê kurdîstanê dîwaran, bendan
lê dike, ve jî nîşaneyên tiştên nû ne. Gelo ev dîwar dikarin
bibin asten li pêşiya xwestekê mirovan ê azadî û serfiraziyê.
Lê ev bi xwe re hin tiştên din tînin ango pilansaziya ku li
ser gelê kurd tê meşandin çêkirina dîwar û bendan jî
parçeyek jê ye. Em di cîhanek wisade dijîn ku ji kuştina bi
sedan gelê kurd re ti peyvek bêjin tinebû. Ew tenê ji bo
rewşa li welatê me tê jiyankirin temaşevanên pir baş in. An
jî wêne kêşên herî baş in, ji ber ku ew tenê rewşa me di
wêneyanda didin nîşandan tenê hêza hukuka wan ya heyî dikare
wêneyê êşa gelê me bikêş e. Ger ji wê zêdetir tiştek dî
bikin divê pergala xwe rexne bikin, an jî rastiya têkoşîna
gekê Kurd a mafdar bibîne, dîtian vê têkoşîna mafdar ji bo
wan tê wateya mirinê. Ew jî şûna mirina pergala serdest
bibîn in dixwazin bibin wênevanê komkujiyên gelê kurd. Ji bo
pergala serdest a herî hêsan ew e bibin wêne kêşê karesata
helepçe, enfal û ya herî dawiyê şengalê. Ji bo ew bi wêneyên
komkujiyê me dilê xwe bi me neşeewtînin divê em bi xwe
parastina xwe bikin. Ger pêwîst bike gun bi gun em
seytereyan çêkin ji bo kes bi wêneyê komkujiyên me weke
parêzvanê mafê mirovan xwe ne de nîşandin. Em bi hêza xwe ya
bi hezarê salan bibin zêrevanê jiyan û çanda xwe ya dîrok î.
Di vê em vê komkujiya li şengal ango weke li wir tenê hetiye
çêkirin ne bînin. Ev tê wateye ku ji bo hemû gelê heremê vê
çarenûsê rewa dibîn in û dixwazin weke şêwazekî xwezayî
bidin diyarkirin. |