|
Fehîma
Deştan
Ev gotin
piraniya caran dema em tevdigerin li wê tevgera xwe vî navî
lê dikin dikin. Her ku em tevdigerin, navê tevgera xwe dikin
xebat. Lê ya rastî jî ewe ku mirov bi xebata xwe hebe, her
ku biçe wê bi hêz bike. Ango xebata kesekî nebe, wê demê
mirov ramanê xwe nikare bide der û dora xwe.
Rêber APO heyîna xwe bi xebata xwe ve nîşan dike û vedibêje.
( Xebat jî ne ser hîmê heyî rûniştin û şîrovekirine; lê divê
bê pêşxistin.) Divê ew derfetên biçûk yên heyî mirov
bikaribe pêşbixe û xwedî lê derkeve. Xebat û ramanê rast bi
hev re pêşdikevin. Raman û nerîna rast jî, di nava xebatê de
pêşdikeve û xwe reva dike.
Kesekî xwedî xebat be, wê demê nirxê gelê xwe yê heyî dikare
biparêze û li çanda xwe xwedî derkeve. Xebat hêza mirovan ya
nepandî derdixe holê, pêşeroja wî zelal dike. Pêşeroja zelal
bi xebata weke bahozî û li gora demê derdekeve pêş. Wê demê
mirov dikare bêje ku, ez xwediyê xebateke nirxdarim.
Derûniya her mirovekî xebatkar li gora berhemên ku li pay
xwe dihêle wijdanê wî/wê rehet dibe. Mirov dema tiştekî
diyar dihêle pişt xwe wê demê dikare bêje min di jiyana xwe
de tiştek kiriye. Kesayetên ku nerîna kêm bixebitin,
diparêzin û li gora wê berdêla tiştekî mezin dixwazin, ev
kesên bi vê nerînê di jiyanê de xwe didin pêş, nirxên jiyanê
nizanin. Cihê ku kesayetên bêhêvî û serû pêşdikevin. Di
jiyanê de hevparî li wî cihî namîne. Di nava mirovan de
hestiyarî jî namîne.
Divê em xebatê sedemeke jiyankirinê, yan jî mecbûriyetek li
ser milê xwe nebîne. Ji vê zêdetir heyîna xwe ya jiyanî, bi
xebatên sûdar ve binêrxînin û xwe erkdarên jiyaneke
xweştirîn ji xebatên serkeftî re bibînin. Di wê demê de
mirov dikare bêje ez ji bo vejîneke nûjen xebat dikim û
dilxwazê vê jînê me. Di jiyana me de her yekî de,
girîngtirîn xala ku em dikarin jê coşê bigirin xebate. Xwe
gihandina azweriyên mezin û ramanên serkeftî bi rêka xebatê
tê pêkanîn. Xebata mezin ji hêviyên mezin û bêhempa tê. Di
jiyanê de bê xebat em nikarin şîroveya rastiyan jî bikin.
Ratiya her yekî ji em bi xebata wî ve gêrêdaye.
|