|
Sarya
Onur
Ez
wateyek pir cuda didim jiyana gerila, ji bo min jiyana her
gerîlayekî xwedî wateyek giran bihay e. Dibe ku jiyana
gerîla di devre de wisa xuyanake. Di gerîla de dema ku mirov
berê xwe dide çiya wê demê mirov pê dihise ku jiyan di hemû
milan de çawa tê guhartin, an jî wateyek cuda digre. Di
giyana mirovan de cudabûna dide çêkirin. Di milê hestî,
fikrî, û deronî de jî mirov bi gelek guharitina dihis e.
Heta di milê zewqên te yê jiyanê jî pir guhartin têne
çêkirin.
Mînek: weke nêrandinê te ji bo reng, xweze û hwd. Min berê
tenê hez rengê reşdikir. An jî ji bo min hin rengên taybet
hebûn, lê dema ez hatim nava refê gerîla wateya gelek tişta
li gel min hate guhartin. Bi taybet di vî milê de jî
guhartin hatin çêkirin.
Hezkirina mirovan hîn zêde ji jiyanê re çê dibe. Dema
dibêjin gerîla an jî yiyana gerîla gelek tişti têne bîra
mirovan. Dunyayek ji madyetê qut, hîmê bingehîn li ser
duyaya maneviyetê tê afirandin. Bi xwe re hevaltî,
hevparkirin çêdik e. Dema ku her dikevim ser şive rêyan
gelek tişt têne bîra min. Di be ku ji bo hemû mirovan rêk
qûtbû ne, taybet ji bo gerîla, dema em hevalan rê dikin, an
jî ji cem me diçin, tenê em navekî li rêkan dikin qutbûn tê
bîra me. Dema ku ez her dikevim ser rêyekî, her zifrandinekî
de hêviyek pir kûr jiyan dikim, ji bo min wisa tê ku ez
hinek din bimeşim ez ê hevalek bi salane min nedîtiye, an jî
bi rêka mehan ji min dûre ez ê kenê wan di van zîfrenokan de
bibînim. An jî ez ê wan bibînim. Pir hevîyên cuda dide çêkir.
Dema ku ez hatim navan van çiyan de tê bê jî ku ez ji nû
hatima li ser rûyê dunê. Tê bê ku jiyanek min ya berê tinebû.
Tê bê jî ku tenê min hemû demê ev jiyan jiyankiriy e. Di nav
gerîla de jiyan gelek cuda ye. Yê şahidiya jiyana me dikin
ne tenê hevlê me ne, ev hemû çiya û hemû rastiyê ku em
jiyandikin. Rêkên ku em dimeşin, kevir, dar ber, gul, sosin,
lawir û hemû cudahiyên me yê dîn e. Hemû rastiyê vê jiyanê
şahidê jiyan te ne. Gelek car mirov nikare hemû tiştên ku tu
jiyan dikî bînî ser ziman. Em bên ku wêneyên gerîla ji bo
gerîla pir bi watene. Di hemû demê de albûma wan li gel wan
e. An jî lênûsa ku tu pêre hestên xwe parvedikî. Pir car
heye ku mirov nika re hesên xwe bîne ser ziman. lê dostê
gerîla ya herî nêzîk lênûs û pênûsa wan e. Di hindaman de ev
dibin giyana manevyeta gîrlayan. Ango gerîla di nava lênûsa
xwe de hemû xweşikbûnên jiyana xwe dihebînin, wana dide
jiyankirin. Gelek heval sirê jiyanê di nivîsandinê de
dibînin, ji ber vê sedemê jî gerîla bi lênûs û pênûsa xwe ve
hemû hestên ku navê wan na yê lêkirin didin jiyankirin.
Gelek cara em ji bo xwe dinivîsin, ango ji bo hevlên xwe yê
rêkên dûr ji bo wan yek hevok bi jî em di lênûsên xwe de
dinivîsin. Bi hêviyên ku rojekê were ku ew heval va hestê me
yê li hember xwe bixwînin. Caran em kêfxweşiya vê hestê we
dijin ku nikarin ti navî lêkin. Belê lênûsên me dibin navê
bêrîkirin û hezkirinên me.
Gerîlaye ne wek mirovên civakêye ew bi hebûna hestên xwe xwe
dide jiyankirin. Em gerîla di nava çend deqande pir tîştan
jiyandikin. Tiştên ku tu di jiyana xwe ya berêde di nava
salekî de jiyanbikî em di nava çend roja an jî deqande
jiyandikin. Ez di xwezim ku di vê derbarê de mînakekî bidim.
Me par payîzê rêwîtiyek kir em pir westiyabûn. Me dixwest ku
em berî demekî ji demekî bigihijin gel havalan. Dema em çûn
gel hevalan, hevalan agirekî pir xweş pêxistibûn. Em li ber
agir rûniştin û me sohbet dikir. Di wê demê de hevalekî
nameyek ku ji rêyek dûr û min ti awayî bawernedirk ku ji bo
min were. Ji Dersîmê ji bo min nameyek hatibû, di haman demê
de jî min şahadeta hevalek xwe li wê hermê pihîst. Ango di
nava deqeyekê de min çend hest jiyan. Di wê demê de tu
nizanî ku tu êşa vê an jî rastiya vê hestê bijî belê tu
herdûka jî diji. Jiyana gerîla di haman demê de hemûyan bi
te didi jiyankirin. Em weke gerîla di rojekî de çiqas tişt
bi hevre jiyandikin. Em van rojan dijîn dibi ku em nikarin
navê van rojan pir lêkin an jî tiştên tên jiyankirin nikarin
baş îfade bikin. vegotin, nîvîsandin tiştên pir dûrî hevin
di rastiya me de. Ji ber ku em nikarin tiştên ku tên
nivîsandin hemûya binivîsin û bêjin. Mirov di hemû demê de
kêm dimîn e. yên dîrokê lêkolîn dikin, an jî helbestvan pir
dinivîsin an jî dibêjin, ti tişt nabe weke yê ku tên
jiyankirin. Lê mirovê vê rastiyê dema jiyandike binivîse wê
pir cuda be. ango tiştên ku tên jiyankirin di nava wan
derfetande û di nava wê derûniya ku tê jiyankirin wer e
nivîsandin. Dibe ku em jî baş nirxê va hestan nizanibin, an
jî di be ku îro ti wateya va nivîsa nebe, lê tiştên ku têne
kirin di be malê dîrokê. Ewê di nava rûplelên dîrokê ji bo
xwe cihekî cuda vekin.
Ev çanda hatiye avakirin di nava dilê çiyande ji bo xwe
hêlînek daye avakirin, ev çande nayê ji bîrkirin. Ji ber ku
em ne mirovên şerxwezin em li dijî şerin, lê ji bo ku em
bikaribin azad bijîn hin tişt hene ku em didin.
Di dîroka kurdan de, ya kurdîstanê de tiştên ku gerîlayan
ango gerîlayê bizava kurd li van çiya çandek daye avakirin.
Di nav vê çandê de pir tişt hene. Şer, qûtbûn, evîn,
kêfxweşî, ken, girî û pir tiştên ku em nikarin nav lêkin. Li
hember hemû tiştî tu dinêrî ku seknedinek bi heybet heye di
nav gerîlayan de. Weke kes tiştên ku min bi van çiyan ve
dide girêdan û balkêşdike ku mirov dixweze têde jiyanke. Di
be ku ev çand bi. Ev çanda ku li çiya hatiye avakirin ji bo
mirova dibe dayîk, dost, heval û di haman demê de jî tu di
bî ya xwe.
Dema ku ez çanda gerîla dinirxînim, jiyana gerîla ji bo min
weke rêwiyetiyekê tê. Weke rêwîtiyek bê dawî, tu dizanî ku
tu wê hemû demê bimeşî. Weke rêwîtiyek ku tu carek dî xwe
biafirînî.
Ji bo jina kurd li hemû qadê şansê jiyanê nehatibû hêliştin,
jiyan li dest hatibû girtin. Ne xwedî nasname, kesayet, heta
zimanê jinê jê hatibû girtin. ji bo xwe li nav van çiyan de,
di nav çanda gerîla de carek dî xwe afirandine ev rêwîtî. Bê
guman ev çanda ji bo jina kurd pir girîng e. ji ber ku jina
kurd wateya xwe avakirinê di vê çandê de dît. Dema ku em
dibêjin çiya ji bo geke mirovan pir bi tirs an jî xof tê. Vê
dawiyê dema berxwedaniya zapê bi dawî bû dijmin paşta çû, bi
leşkeran re hevpeyvîn hate çêkirin. Di wir de digotin ku
çiyayên wer pir sêbûn. Pir kendavên xwe hene. Tu mêze dikî
ku milek çiyan hemû kendave ango uçurum e. gelek caran rê jî
nade te. Tenê yên zimanê jiyana van çiya bizane wê bikaribe
lê jiyan bike. lê li heber vê yekê tu dema milê wê yê dî
dinêrî ku hemû kulîkin, gulin. Mirov di nava xweşkbûna
xwezeyê de serxweş dibe. Ti bê jî ku hemû xweze bi bedwbûna
xwe bi te re diaxif e. Hêza ku te dihebînî an jî tu jî moral
digrî. Di nava xwede vedişêre. Çiya ji bo gerîlayan di be
nasname. Di be hebûna te ya jiyanî. Ev taybet ji bo
gerîlayên jin. Tiştên ku tên jiyankirin ji bo mirovan di be
ku gelek balkêş be, belê di cewherê xwe de ev rastiya me ya
veşartiy e. Em dibêjin lehengî, ji xwe di nava van çiyande
peyva lehngtî tiştek ne soyute, çandek bi giyana mirovan
hetiye avakirin ji ber vê jî me nikarin bêjin ev rastî,
rastiyek soyût e. Ji bo va mirovên ku di van çiyan de jiyan
dikin ne axaftinek soyut e. Di milekî de tu bi jiyana xwe
hero tiştan didî avakirin, di milekî dî de jî gelek li pişta
te ye. Tu di hemû demê xwe de li rastî şopê va rastiya têy.
Di nav vê rastiyan de tu jiyana xwe bê hesab datînî holê.
Dema em li dîroka mirovahiyê dinêrin em dibînin ku hemû
fîlozof, mirovên ilim, helbstvan, wêjevan û hwd gelek kesan
xwest evînê binivîs e. lê kes nekariye zimanê vê yê rastîn
biger e. Em dibêjin evîna Mem û Zîn, Ferhat Şîrîn, Leyl
Mecnûn, Sîyamend Xeçê bi taybedt ji bo dîroka kurdan pir bi
êş hatiye bi dawîkirin. Ango hemû evînê ku li van waran
hetine jiyankirin bi êşên xwe mezinbûne. Di be ku di navbera
di kesan de hatibe jiyankirin, lê di hindirê xwe de êşên pir
mezin hebandi ne. Bi vê re jî fedekariyek pir mezin hatine
kirin.
Di hizra min de çiyayê kurdîstanê ji bo gerîla weke evînêye.
Ez wisa lê mêze dikim. Çima weke evînekî bi navdikim ji ber
ku di be kombûna hemû serpêhatiyê te. Di wateyekî de jî di
be nasnameyek cuda di kesayeta te de. Weke evînek ku te jê
re soz da be tu ti carî dest jê benedî.
Çima wisa ye ev bi xwe re gelek pirsan tîne. lê di wateyekî
de ji bo xwe bersifên pir misogor di bîn e.
Em hemû ji herêmek cuda hatine. An jî ji welatên pir cuda
hetine, an jî ji hin parzemînê cîhanê hatin e. Tu li van
çiyan de dibî kombûna hemû çanda. Di çiyayê kurdîstanê de
jiyana gerîla vegotina pir çand bûnêy e. Bi xwe re
hevaltiyek ku neyê bi navkirin derdixe holê. Mirov pişta bê
kaygî di de kê; di de ew mirovê ku pêre rêhevaltiyê bik e.
Gerîla ev tişt avakir.
Mînek min heval Bêrîtan nedîtiye, lê di tevlî bûna min a
şoreşê de bandora wê hevalê pir zêde bû. ez dema ku li warê
wê hevalê digerim, dimeşim tê bê jî ku ez li hemû derê kenê
wê hevalê di bînim. Tê bê jî ku ez ê rojekî wê hevalê li van
waran bibînim. Her gavek tu devêjî tu pê dihisî ku navê
hevalek te heye. ew mirov diçin bêrîkirinê pir mezin di dilê
xwe de dibin. Bi hesretek mezin bir bi azadiyê ve dimeşin.
Di van çiyan de jiyana gerîla bûye çandek gerdûnî. Gel jî ji
vê çandê qût nîn e. Dema me li dîmenê Newrozê temaşekir em
pê pir bandor bûn. êdî ev dibe çanda vejînê.
Dema Newrozê li geverê milê zarokek kurd hate şikandin. Wê
demê mirovan ev didît ku dijmin li hember çanda gelê kurd bê
tehemûle bi rikek pir mezin bi ser gel û nirxên heyî de tên.
Gor min jî vê çandê qûtbûn jî xwe qutbûne. Ev çiya şahidê
hemû hebûna me ne.
Di van çiyan de rêwîtîkirin ji bo min pir bi wate tê. Wan
mirovên ku berî me li wan çiya jiyankirine bi seknê xwe ji
bo me nasnemek dane avakirin. Di be ku em bi seknê xwe pir
nebin bersif lê di şopê wan mirovan de meş bi wate bidin
çêkirin an jî bibin xwe dî meşek bi wate. Di dunya me de
medyet nîn e di jiyana me de mene hen e.
Di be ku ez di vê dîrokê de nebim qehremanek pir mezin, di
be ku em di nav va hemû tiştan de weke hebûnên pir bicûk jî
bimînin. Em weke kes bûne şahidê gelek rastiyên ku em
nikarin binivîsin û bêjin jî. Mirov di nav va hemû
xweşikbûnê xwezey de pir piçûk jî dimîn e. Em di nav tiştek
wisa mezin de jiyandikin ku li hember em piçûk dimînin. Weke
xunavek li ser şînatiya. Di be ku em di nav va hemû
xweşikbûna de weke xunavekîbin. Di van rêk û waran de. |