Hestên Dilê  Me
Destê me ji çiyan ne be 

 

Amadekar: Ferhad Urmiyeyî

Xwendevanên hêja ew gotinên jêr a gerîlayek jin bi navê Jiyan Efrîne ku 15 sale li çiyan Kurdistanê gerîlatiyê dike. Heval Jiyan di vir behsa jiyana gerîla, îdol û jiyana xwe dike û ji bo me bîranîneke xwe ya dema şer dibêje.

Jiyan Eefrîn:
ji başûrê rojava û ji bajarê Efrînê ye. ji malbatekî Kurd û welatparêz e, malbata wê di destpêka salên 1983 de bi Tevgera Azadiya Kurd re di têkiliyan de ne. Ev heval dema ku gerîla diçine mala wan, bi jiyana gerîla bibandor dibe û dest ji dibistanê berdide û biryar digre ku tevli refên gerîla bibe.
Heval Jiyan li sala 1994 heta niha di nav refên gerîla de ye û hema hema li gelek cihê zor û zehmet de maye û li hember mercên zehmet ên çiya berxwe day e.
Heval Jiyan beşdarî ji gelek pevçûn û şeran kiriye, gelek caran birîndar bûye û bi dehan car ketiya nav operasyonê dijmin.
Dema ku ev heval tê çiyan, serdema bi artêşbûna jinê di nav gerîla de ye, ev yek dibe kaniya moral û kêfxweşiya heval jiyan.
Jiyana çiya, gerîla, çek rakirina jinê, biartêşbûyîna jinê û felsefe û ramana Rêber Apo ji bo heval Jiyan jêdera hêz, moral û kêfxweşiyê ye.
Heval Jiyan li ser jiyana gerîla û çiyan wisa dibêje:
“Jiyana gerîla, ji destan, roman û qeheremantiyê hatiye dagirtin”.
“Destê me ji çiyan nabe. Çiya em fêr kirine ku ji nebûnê, hebûne biafirînin”.
“Çiya em fêr kirin ku bibin tekoşer û şervanê azadiyê”.
“Mirov dikare di nav jiyana gerîla de azadiyê lems bike”.
“Di çiyan de, ji bo armancên mezin ked tê dayîn, ew jî azadî, dayikbûn û niştîmane”.
Heval Jiyan li ser beşdarbûn û jiyan û hevalbendî di nav refên gerîla de hinekî bi me re axifî û qala bîranîneke xwe di nav şer de kir. Me jî jê xwest ku em vê yekê bi xwendevanê hêja re parve bikin.
Her weke xwendevanên hêja jî dizanin, qada gerîla û jiyana çiyan, bi hemû aliyên xwe ji jiyana civakê cudaye. Li vê derê jiyan bi awayek din e. Hinek keç û xortên gernas dest dane destê hev û dixwazin pergalek nû û cîhanek nû biafirînin. Lê ev keç û xort kî em jê re dibêjin gerîla, di vir de bi gelek dijwarî û astengan re rû bi rû ne. Jiyan wan li şer dagirtiye; şerê dijmin, şerê kesayetî, şerê zîhniyet, şerê bi kevneşopan re û şerê zayendî.
Gerîla ne weke eskerekî ye, ji eskeran gelek cudaye. Gerîla xwedî raman, hest, pergal, taktîk, afirandin, insiyatîf û armanc e.
Yê ku çekê baş bikar tîne gerîlayê Kurdistanê ye, yê ku pênûsê her xurt bikar tîne, gerîlayê Kurdistane, yê ku tenbûr û saza wê çiyan dihejîne, disan gerîlayê Kurdistane. Yê ku xwedî hestên Kuredîsan gerîla ye. yê ku di navbera hişê analîtîk û hişê hestyar de hevsendiyek pisporane pêş dixe disan gerîla ye.
Ew tenê mirovek çekdar nîne ku peywîra wî şer be. Me jor jî qal kir ew mirovek nûjene ku bi felsef û ramana Rêber Apo re hatiye hûnandin û dixwaze dinyanek nû çê bike.
Heval Jiyan jî yek ji wan kesan ku ev 15 sale di vê rêyê de şev û roj têdikoşe. Ew, çiya weke “AKADEMΔ dibîne. Ew dibêje,”yekane rêya rizgariyê, çiyayên Kurdistanê ye” û liser tevlêbûn û hestên xwe wisa dema dike;
“Min di sala 1985 bi xwendina pirtûka“berxwedan jiyane”, ( ez bi berxwedana hevalê weke Xeyrî, Kemal û Mezlûm Doxan û şehadeta wan di zîndanan de û nezîkatiyê dijmin ji xelkê Kurd re gelek bibandor bûm).
malbata me hinek welatparêz û di mêjve bi tevgerê re di têkilyan de ye.
Dema min cara yekem hevalê keç dît û bi wan re ketim niqaşan, wê demê min dît ku
Jin jî dikarin ji bo azadî û rizgariya xwe û welatê xwe tekoşîn bikin û li gel xurtan de di nav şorşê de cih bigrim. Lewra jî min biryar girt ku tev li refên girila bibim. Min dest ji dibistanê berda û dest bi xebatê siyasî kir û di sala 1994’an hatim çiyan.
Dema ku mirov nû tev li refên girîla dibe, hinek nêrînê cuda di mirov de çê dibe. Ez jî dema ku nû tev li refên girîla bûm, jiyan roj bi roj ji min re xweş dihat û ez zêdetir bi jiyanê ve dihatim kilid kirin, Eşq û evîna jiyanê di min de zêde dibû.
Jiyana çiya tiştek nû ye, her tişt nûye, mirov di nav lêkolîn û lêgerê de ye. Di vir de her tişt cuda ye, yanê “tu ji dinyayekî werî dinyakî din” . Jiyanek gelek bi wate û manîdar bû. Cara yekem bû ku ez bi xwezaya bedew û xweşik a Kurdistanê re rû bi rû dibûm. Min di çiyaan de welat û netewa xwe bi awayek rasteqîn nas kir. Di çiyan de hert tiştî li ser min bandor dikir û ez dibirim dinyayekî din. Bitaybet dema ku min hejmarek mezin a jinan di çiyan de dît, êdî ez di nav rîhê xwe de hilnedihatim. Min dixwest bifirim.
Dema ku ez hatim çiyan, dema demezrandina artêşa jinê bû. Min di nav taburên(gurdanên) xweser ên jinan de cih girt. Min hêza jinê, di wir de nas kir. Min dît ku jin dikare her tişî bike. Min her ku qewet û hêza jinê didît, ez hîn bi moral dibûm, bi jiyanê re dihatim girêdan û jiyan ji min re bi wate dihat.
Min di mal de bi rihetî jiyan kir û di warê irf û edetên kevneşop û zîhniyeta civakê de min zorahî nekişand. Min destpêkê hêvî dikir ku di xwezaya hişk a çiyan de rû bi rûyî zehmetiyan bim lê eşqa jiyanê, eşqa çiya, hezkirina Kurdistanê, dihîşt ku gelek astengiyan derbas kim. Ez yek saetê jî li hember jiyana vir werez û aciz nebûm e. Ew, eşq her roj di min de mezin bû û bû çira rêya min. Lê eger mirov bêje; hîç zehmetî di çiyan de nîn e û jin rihete, neraste. Jin di warê biyolojîk û cismî de tûşî zehmetiyan dibe. Kes nikare vê înkar bike.
Jin, şer hez nake û çek negirtiye destê xwe û şer nedîtiye û piranî ji şer nefret dike. Lê tevî, tu werî bikevî nav şer û çekê bidî destê xwe, hinekî xerîb û sosret e. Şertê çiya û Kurdistanê jî birastî ji bo fizîka jinê gelek zehmet e. Lê dema ku mirov bi armanc û biryara xwe re kilîd kirî be, ji bo azadiyê tekoşînê bike, di xwe de îradeyekî biçîne, bi xwe bawer be, dikare temamê zehmetiyan biborîne. Het tiştî watedar bike û bizanibe ji bo çi zehmetiyan dikşîne, wê tiştek li beramber tekoşîna te asteng nebe.
Min tama azadiyê di nav van çiyan de dît. Min di virde jiyan hîs kir.
Azadî ne tiştek wisa ye ku yek bide te, ew di encama tekoşînê de bi dest dikeve. Tu çiqas şer bikî, tu çiqas tekolîn bikî, tu çiqas hewl bidî û tu çiqas rihê serkeftinê bidest bixî, tê bighê azadiyê.
Di çiyan de bi hemû hêza xwe şer kirin û çek rakirin ji bo jinekî Kurd gelek zehmet e. Em di virde bi sê tiştan re şer dikin; şer liheber dijmin, şer li hember xwezayê û şerê hindurî û nefsî. Karek ne hêsane, lê gelek jî bi nirx û bi zewq e.Ji bo mirovan gelek girîng e ku biryarek bizanistî bide. Biryarek ji bo; azadiya xwe û azadiya gel. Bi azadî û armancê re kilîdkirin tê wateya çek hildanê. Ji bo me, çek garangtiya azadî û aştîyê ye. Em, çekê ji bo kuştinê ranakin, ji bo jiyankirinê radikin. Em çekê ji bo armancên xirab bikar naynin. Armanca me ji çek rakirnê, têkûzkirna jiyan azad û wekhev e.
Ez ji bo armancekî hatime çiyan, di vê rêyê de, kuştin, birîndarî, girtin û zehmetiyen bêhempa jî heye. Min bi vê feraset û têghiştinê çek hilgirtîye. Min valaval çek hilnegirtiye, di encama fikrandin û lêhûrbûnek kûr û berferh de min çek hilgirtî.
Min dema ku cara yekem perwerdeya leşekrî dit, di kêfxweşiyê de min bask derxist. Min bi hezkîrin û evînek mezin çek da destê xwe. Dema ku min çek dida destê xwe û nîşan digirt, dilxweşiyek mezin di min de çê dibû û ez gelek rihet dibûm. Ez niha nikarim wan hestan bînim ziman, lê birastî jî mirov nikarê wê demê webêje!
Dema ku jin bi hezkirin û bi zanistî nêzî çekê bibe, yê teqez bi serkeve!
Beriya ku ez biçim çalakî û pevçunekî, ez xwe ji her bûyerekî re amade dikim; mirin, birîndarî û heta girtin. Ev tiştek xwezayî û normal e. Di şer de her tişt dibin.
Ez ji bo çi vî şerî dikim? Ez ji bo çi azadiyê dixwazim? Ez çima li virim û ji vir çi dixwazim? ji berku hindekan azadiya min girtiye, ez azadiya xwe dixwazim. Ew jî bi şer misorger dibe.
Dema ku ez weke gerîlayek Kurd li hember eskerek Tirk şer dikim; ez dixwazim temamê kîn û nefretên xwe li wir vala bikim. Yanê esker, raste eskere, lê nûneriya tiştekî dike û ez neçarim li hember wî tekoşînê bikim. Gerek em li wir aliyê atifî û hestyarî nedin pêş û bi zanistî tevbigerin. Çimkî esker, rojane di Kurdistanê de xelkê Kurd dikuje û rehmê bi zarokên Kurdan nake. Her roj di Kurdistanê de qetilaman dikin, her roj li ser jina zextê dikin, her roj tecawuzî jinan dikin, şidetê dimeşînin. Dema ku tu hemû kiryarê dijmin didî ber çavê xwe, wehşeta dijmin didî ber çav, wê demê di hundirê me de rehm namîne. Ev yek dibe sedem ku rik û nefreta te li hember dijim zêde be. Em tu demî bedenên şewitî, serên birî û cesedên parçekirî yên hevalên xwe jibîr nakin.
Hevalên me ji bo me gelek bi nirx û bi rûmet e. Dema ku mirov di demeke dirêj de bi hev re be û gelek tiştan bi hev re parve bike, nişkêve ev heval di aliyê dijmin ve bi şêweyek hovanê tê qetilkirin, dibe sedem ku kîn û nefretek mezin li hember dijmin çêke. Bi awayek giştî de jî kîna me li hember pergala dagirker dibe sedem ku em li hember dijmin bi israr bin û serkeftinê bidest bixin.Eger yek ji min pirsyar ke, çiya çiye? Ezê bêjim; çiya ji bo min tişta herî bi nirx û rûmet e. Gengaze hinek bêjin çiya; dar û ber e. Lê ez wisa nabêjim çimkî, yêku hîştî berxedana Kurdan pêş bikeve, çanda Kurdan asîlmîle nebe û nasname û hebûna Kurdan bimîne, çiya ye lewra jî çiya ji bo me muqeddese. Hemû berxedaniya şoreşê bi giştî li çiyan hatiye kirin; Xala herî bingehîn a berxwedana Tevgera Azadiya Kurd ku bûye sedem şoreş, di hêlê netewî, siyasi, îdeolojîk, û civakî de astek bilind bidest bixe, çiyayên Kurdistanê ye. Mirov dikare pirs bike, gelo çiya di kîjan demê de hîn bi wate dibe û qudsiyetê peyda dike? Dema ku te karî li warê rêxistinî, îdeolojîk de jiyanek bi rûmet di hemêza çiyan de bi rê bixînî. Bi rastî jî PKK wisa kir.
Mirovek bi serê xwe nikare li çiyê bijî. Tu kes nikare bê rêxistin û bê raman li çiyê jiyan bike, zehmet e. Lê belê tevgerek weke PKK di hêlê îdeolojîk, moral û meneviyat de, xelk birêxist, bir serê çiyan û ji bo mirovan jiyanek nû ava kir. İrade ava kir, cesaret ava kir. Yanê ez dikarim bêjim; çiya, aqademî ye. jiyana çiyê ji bo me li sed aqedemî û zanîngehan çetirtir e.
Çawa ku aqademî kesayetiya ava dike û tê de pisporiyê pêş dixe, di hêlê zanist, çandî, exlaqî, çandî, nirx û azadî de, endazyariya kesayetiyan dike, em jî li çiyan de fêrî van tiştan dibin. Ev aqademî di hundirê mirov de hertim şer û nakokiyan pêş dixîne, şerekî li dijî sîstem, şerekî li dijî jiyana kevneşop a civaka feodal û zayendparêz û li beramber wê, şerek ji bo gehîştin bi jiyanek azad, wekhev û mirov- mêhwer heye.
Birastî PKK di vî şerî de qezenc kir. Sedema ku PKK ewqas mezin bû, jin ewqas pêş ketin, ew bû ku mirovan li akademiya çiyan de xwendin. Ji bo vê jî ez dibêjim çiya pir bi wate ye.
Û di nav jiyana PKK de her tim tercîha min, jiyana çiya ye. Tu dikarî di vê jiyanê de bi xwezayê re bibî yek, mirov hezkirin, hevaltî, cesaret, bawerî, viyan û hemû tiştên qenc bibînî. Jiyana vir tam berovajî jiyana civakê ye. ji bo vê jî em ewqas girêdayî vê jiyanê ne. Di jiyana vir de hêzek weşartî heye û her tim qewet û enerjî dide mirov û mirovan pêş dixîne.
Em li çiyê de zemanê xwe vala derbaz nakin. Her tişt di nav tekoşîn û şerekî de ye. Di xeyalê me de, di rabûn û rûniştinê me de, di lebata me de û di her tiştê me de wate dayînek heye û hem jî zeman dagirtî derbaz dibe.
Kesê ku dibêje xwezaya wehşî, ew li xweza dûr maye û hestên xwe yê xwezayî winda kiriye. Ev, zîhniyeta çanda desthilatparêz e. Zîhniyeta desthilat a 5000 salî a pergala mêrsalar e. Tucar, xweza wehşî nabe!
Çima jinê kariye di civaka xwezayî û komînal de bi civak û xwezayê re têkiliyeke rast danê? Jiberku berê newisa bû, gerek însanên îroyîn xwe ber çavan re derbaz bikin.
Birastî jî min di jiyana çiyan de dît ku; her tiştê xwezayê weke dar, gul, giha û her tiştên din rihberin û weke mirovan e. Çawaka ku mirov pêdiviyên xwe li xwezayê digrin, dar û gulek jî pêdiviyên xwe yê weke xwarin û vexarinê ji xwezayê digrin ew jî ax, ba, hewa, germa, av û madeyên din in. Çawa ku însan bi van madeyan sûd werdigre, ew jî wusan e. Demek, di navbera mirov û xwezayê de çi ciyawazî nîn e. Herdu jî zindî ne û xwedî hîs in. Heta gengaz e ku kevir û zinar jî xwedî hîs bin, jiberku ew jî li atom(foton, weke rihê bûjenan tên asîn) û mulekûlan çêdibin.
Lewra jî çiqas însan, têkiliyê xwe bi xwezayê re pêş bixîne, ewqas dikare xwezayê fam bike. Têkilî bi xwezayê re pêşxistin, pêdivî bi zanistî, çand û feraseteke ekolojîk heye. Yê ku xwedî van taybetmendiyan nebin, nikarin bi xwezayê re têkiliyen pêş bixîne.
Tiştê ku min li çiya û xwezaya Kurdistanê girtî, gelekin. Lewra jî ez biha didim xwezayê. Dibê mirov li hemver xwezayê gelek nazik û hesas be. Min di vir de fam kir ku çiya û xweza çavkaniya hemû tiştî ne, vir serekaniya hemû tîşîye û jiyana rastîn jî li vir gengaz e.
Min di vir de hem têkilî pêşxist û hem jî min bi xwezayê re çanda xwe dewlemend kir. Min hêza xwezayê di gerîn û weguherîna demsalan de bi çavên xwe dît û bi salane ku ez berfa zivistanê, barana payîzê, germahiya havînê û şînahiya biharê de dijîm. Lewra jî heta mirov tiştekî jiyan neke nikare, wê baş fam bike.
Mivor dikare îro şaristaniya dayiksalariyê li vir bi hemû erjengî û bedewiya wî pêş bixîne. Mirov dikare li vir çanda xwedawenda ji nûve vejîn bike. Gengaze ku mirov nekare di nav civakê de pêş bixîne lê di hemêza çiyan de ev yek bi hêsanî li pêş dikeve.
Rastî jî xemilandin ji bo jin pir girîng e. Lê xemilandina me di çiyê de weke jineke şoreşger li civakê cuda ye; jin di civakê de, demê ku diçe dawetekî, şahiyekî yan jî ji bo hinek xoşewîstên xwe, xwe dixemilîn e. Bes, yê li çiyê newusa ye, hîn bi wate û kûr e. Min xemilandina jinê di çiyan de çi weqtî dît? Dema ku jin bi rihê serkefinê li ser karekî de biçe, çalakiyeke bi wate lidar bixe û serkefinekî mezin bîne, wê demê hîs dike ku xwe bixemilîne û pir geş û tenaz be. Mesela dema ku girîla di vê şerê dirêj de diçin çalakiyekî eskerî, xemla wan di rihê wan de derdiket, di kelecana wan de, di hestê wan de, di rûçikê wan de û di libata wan de rihekî serkeftinê heye. Li gor min xemla pir xwaşik û tenaz ew . Yanê tiştê ku mirov di raman de dihizire, di rûçikên wan de xwe dide der. Xemlandina jinê di çiyan de ewe ku rihê xwe xweşik bike û di rûçikê xwe de dide der. Dema ku jin, rihê azadî û serkeftinê qezenc dike û bi îrade dibe, hîs dike ku xwe bi heft rengan xemilandî ye.
Piştî ku me bi hejmarek pir mezin li çiyayê reş, pîrozbahiya 15 Tebaxê pîroz kir, li çiyayê Reş operasyonek mezin dest pêkir. Me jî hinekî amadekariyê şer kir daku bersiva operasyonên dijmin bidin. Lewra jî em neçar man ku xwe bidin milê jor û di tepeyan de pozîsyona şer bigrin. Ez jî wê demê hinekî nexweş bûm; min ta girtibû.
Min gelek îsrar kir daku bikevin cepha pêş. Dema ku hevalan dîtin ku ez gelek îsrar dikim, gotin temam, tu jî xwe amade bike tê biçî cepa pêş. Lê piştî demekî kurt ji min re gotin;“li ber rewşa te ya nexweşiyê tu nekarî li cebha pêş de bimînî” dema gotin, tu naçî, di min de rêflêksekî cuda çêbû, lê min got, “ez diçin, eger ferman be jî ez re dikim”.
Cihê ku em lê bûn, hinekî birîsk bû. Hejmara me zaf bû û dijmin jî hatibû operasyonê. Ji bo wê jî hevalan xwestin taximek hevalên xort û taximek hevalên keç derxînin, ji bo ku biçin pêşiya dijmin û yên din jî di tepeyên “Şoreş” û “Cûdî” de di pozîsyona parastinê de bimînin.
Dema ku hevalan toren/dêlindêz çêkirin, ez amade nebûm, û min çek û rextê xwe girt û ez çûm erazî û xwe weşart. Piştî ku dêlindêz bidawî hat, min bawer nedikir ku ez biçim cebha pêş, lê hevalan gotin tu jî tê. Ez gelek kêfxweş bûm.
Ez wê şevê gelek bi kelecan bûm. Û min ji xwe re digot em ê çawa biçin, çawa bikaribin zerbe li dijimin bixînin, em şerek çawa pêş bixînin û çawa dijmin bi serşorî paş ve vegerînin?
Hewa gelek tarî bû, çav çavan nedidît. Em li bin darekî rûniştin daku hinekî wehesin ta serê sibê biçin pêş, lê hîn nîv saet nebihorîbu, dijmin dest bi avêtina topan kir.
Cara yekem bû ku dijmin çeka “Obüs” bikar tanî. Ev, çekek nû bû, cara yekem bû ku ev çek dişixuland. Cihê ku em lêbûn, lê nediketin, hemû li pêşberî me diketin, min hemu bi çavên xwe didîtin. Me di navberek kurt de teqîna topan, teqîn û belvbûnan obüsan di wê hewayê de didît û her tişt dişopand. Me tevî van hemû tiştan de istiraheta xwe kir.
Dijmin hatibû, “Tepeyê Cehenemê” û li hemû tepeyên strarêjîk de senger girtibû. Di wî şerî de nêzîkî şeş hezar eskerê Tirk hatibûn ser sînor. Em jî li beramber wan bûn û me xwe kire çend tîm û em ketin nav sengeran. Rojane bi top û balafiran li ser me gule dibarandin. Pevçûn hem li milê me û hem jî li milê “Şikevta Birîndaran” çê bû. Tabûrek(Gurdan) hevalan jî çûn daku Şikefta Birîndaran biparêzin. Armanca dijmin ev bû ku me di wir de dorpêç bike.
Me di eniya xwe de, bi roj senger digirt û bi şev jî, li ser dijmin bi desteyên biçûk weke du keç û sê xort, êriş dikir û em bi dizîve diketin nav dijmin û me zerbe li wan dixist. Dijmin jî bi hawan û topan li me dixist lê bê encam bûn.
Ez hinekî dixwazim hest û sekna xwe di nav wî şerî de bînim ziman; şerekî dijwar bû, hema hema dimin bê navber li me dixist.
Me her tim bi dûrbînê dora xwe kontrol dikir û libata dijmin dixist bin kontrolê. Min, her tim destê sibê çek û dûrbîna xwe digirt û ez diçûm û min erazî û dijmin kontrol dikir. Dema ku dijmin bi top û balafiran lêdixt û top û fîşeng li ber guhê me diteqiyan û bêhna barûtê diçû pozê me, erazî dihate şewitandin, min weke jinek gerîla di sengera şer de, bi şanazî û serbilindî ez kêfxweş dibûm û hest û moralê min bilind dibû.
Li aliyekî dengê fîşek û top û balafiran, li aliyekî dinve jî ez ketibûm nav fikr û xeyalên fîlmên Viyêtnamî. Min wê demê de, xwe artîstekî rastîn didît û min dixwast ku rista xwe baş bilîzim. Ez ewqas ketibûm nav hewa filimê, min hîs nedikir ku ez di nav şereke rastîn de me û mimkine ez her dem bême kuştin. Ew filîm xeyal bû lê ya min rastî bû.
Dijmin hewl dida ku bikeve “Dola Şîvê” me got“gerek em biçin pêşiyan dijmin û nehêlin hilkişin jor”. Me çend hevalan xwe amade kir, pelên daran nû vedibûn, rêyên dola Şîvê pir zivirok bûn, mirov nedikarî pêş xwe baş bibîne. Em û dijmin rastî hev hatin. Eger ne ji pelên daran ba, em û dijmin diketin nav hevdu. Hevalê pêş me got;“bêdeng, em û dijmin ketin nav hevdu, hêdîka paşve vegerin”. Em bi awayek pir sivik û insiyatîfeke pir zû paş de vegeriyan.
Em bûne di girûp û me li ser her du newalan, BKC’ girêda. Me li wir hember dijmin kemîn danabû. Dema ku ew ber bi jorve hildikişiyan, me li ser wan dişixuland. Me bi rihek serkeftinê û bi kîn û hêrsekî mezin nehêla ku ew serkeftinê bidest bixin.
Dema ku me li jor de lêdida, qêrîna serbazan li dûr ve de dihat û gelek kuştî û birîndarê wan hebû.
Piştî ku me du saetan şer kir û wan dîtin ku gelek wendahî dan, bilez paşve vekişiyan û çûne li ser tepeyek bilind sekinîn.
Şerê me pênc rojan dewam kir. Dijmin tevî ku li ser me gelek êriş pêş xist, gelek teknîk şuxuland, lê nekarî tu encaman bigre, bi şikestinek mezin paş de zivirîn.
Ez wê şevê gelek kêfxweş û dilşad bûm. Dema ku mirov serkeftinê bidest dixwe, gelek kêfxweş dibe û hêz û moral digre.
Di şeva dawiyê de, em gavekî paş de vegeriyan û hatin ser kaniyê daku amadekarî ji bo hevalna bikin daku hinekî istirahet bikin.
Ew roj, ji bo min, gelek cuda bû. Ez dikarim bêjin; di jiyana min de rojeke herî xweş û bedew bû. Piştî, şerek mezin, toz û gemara şer, bêhna barûtê, me li ser kaniyê dest û rûyê xwe şûşt û xwe paqij kir. Wê demê de min porê xwe şe kir û hevalan ji min re porê min hûnandin. Min tim dixwest ku ez dîlan bikin, li ber kêfxweşîyê min nedikarî li cihekî de bitebitim. Hisê serkeftinê ez mest kiribûm.
Wê demê her hereket û lebata min li hundur û srûşta min de derdiket. Bi îradeya min nebû, wê demê min nedikarî, ez hinek hereketên xwe kontrol bikim. Yanê, ez dixwazim bêjim ku dema ku mirov rihê serkeftinê qezenc bike, gelek cuda dibe.
Min hîs kir ku wê rihê bi hevalên din re jî parve bikim. Carnan min xwe dizivirand, carnan min destê xwe dihejand û carna jî min dîlan dikir.
Min li wir wate bi gotinê Serok da ku digot;“însan çiqas şer dike, ewqas bedew dibe”. Ev gotin, ji bo jinekî hîn zêde, watedar e, jin çiqas tekoşîn bike, ewqas bedew dibe, çiqas bedew bibe, ewqas tê hezkirin.. Min jî ew bedewî û tenazî li wir hîs kir. Min xeml û bedewiya xwe jidil de dît û jiyan kir.
Heta, min wê rojê, hîs kir ku ez bi dayîka xwe re nameyekî binvisînim û rihê serkeftinê bi wê û malbatê re jî parve bikim. Min dixwest ku vî hest û rihî ji wan re jî parve bikim ji ber ku ev hest, sadetirîn û paqijtirîn hestin ku di demên wisa de derdikevin derve. Ev hest, ji sextekarî û qelpiyê gelek dûr e. Weke şîrê dayîkê saf û zelal e.
Bi vê kêfxweşiyê, westandin nedihat bîra min.
Di aliyekî de, agir bi erdê ketibû û dişewitî, hevalan dixwestin agir bitemirînin, di milekî de jî dijmin top û hewan davêtin.
Roja din, ez û şehîd Binevş çûne ser kaniyê. Tesadufî, top li ser kaniyê ket. Li wir de du hevalên me yên hêja şehîd ketin, heval Bêrivan û heval Fehîme. Û em çar kes jî birîndar bûn.
Ez dixwazim hinekî li ser demên ku mirov birîndar dibê, çawa tevdigere, hestên wî çawaye? Çawa jiyan dike, yan jî mirov dikeve rewşeke çawa,bipeyivim.
Ez dixwazim hinkeî rewşa xwe rawe bikim; dema ku ez liser kaniyê bûm û min tişt dişûştin, min dît ku ez ketim, min nedît ku hewan di nav me ket. Bes min dît ku birûskekî şewq weda. Min wisa hîs dikir ku ez xewre çûme, min dixwast çavê xwe vekim lê çavên min venedibû. Min wisa dizanî ku, ez xewre çûme, min dixwest ji wê xewê rabim.
Piştî çend saniyan, min çavê xwe vekir û min dît ku bûyer cidiye û xew nîn e.
Dema ku min bi temamî çavê xwe vekir, weke tevkujiyekî hate berçavê min. Qîrqîra hevala! Hevalên birîndar hemû di nav xwînê de gevizîbûn. Her kes di nav lebatê de bû. Hinek dibezîn, hinekan birîndar radikirin, hinekan dikirin nalenal û hinek jî diqîriyan.
Ez di bin darekî bûm û min ew wêneya temaşa dikir. Lê heta wê demê kesî ez nedîtibum. Lê pişt re ez jî dîtim.
Birîna min hinekî xedar bû. Min di milê çepê û singa xwe de perçe xaribû û xwîn dikete hindurê bedena min. Rîsk û xeter cidî bû.
Hevalan nedikarîn min rakin û bibin cihekî aram û saxlem. Di heman demê de jî balafir digeriyan.
Cihê ku pêwîst bû min bighininê, deh deqîqeyan dûr bû, li wir şikeftek hebû gerek ez biçiyama wir.
Hevalan hewl didan ku min bibin wir lê balafir digeriya. Min ji wan re got; “jixwe ez birîndarim, ji bo min hûn jî zirar nebînin”. Min gelek ji hevalan lavayî kir lê wan ez bi tenê nehîştim. Lê hevalan bê teredut gotin ku “gerek em te bibin şikeftê û em te li vir nahêlin”. Bitaybet hevalên keç, nehêlan ku ez saniyekî bi tenê bimînim. Min hîs dikir ku rewşa min baş nîne, xwîn di bedena min de diherikî û di devê min de jî xwîn diherikî. Min di wê rewşê de qet nekikarî biaxifamiya.
Dema ku heval bi min re diaxifîn, kelogirî bibûn û bi çavên bihêsr li min temaşa dikirin. Min dema ku li çavên wan dinêrî, min, bawerî, evîn, girêdan, hezkirin, hêvî û her tiştî xwe bi aşkerayî didane derve. Her tişt bi min re didan hîskirin. Min wê demê wateya hevalbendî di nav PKK de bi kûranî fam kir. Min nirxê hevaltiyê bêy ku baxifin, di çavên wan de didît.
Bijîjk gelek ji me dûr bû, li gel hevalekî hinek alavên dermankirinê hebû, wî derziyek li min da û xwîna min sekinî, wê derziyê jiyana min xilas kir.
Li wê alanê de şehîd Dr.Mahîr li karê tendrustiyê mêze dikir. Wî hevalî rêya şeş saetan di sê saetan de hate gel me. Wî hevalî em hemû li wir derman kirin û em li wir xilas kirin. Vê helwesta Dr. Mahîr ez gelek bandor kirim.
Dema ku ez birîndar bûm, lingek min li mirinê bû û lingek din li jiyanê bû, lê evê di min de tu kelecan û tirs çê nekir. Cara yekem bû ku ez li hember mirinê gelek aram û sakin bû, mirin ji min re gelek xwezayî û normal dihat.
Eger em bi giştî li bûyera mirinê mêze bikin, gelek kes ji mirinê ditirsin û naxwazin bimrin, lê ji bo min gelek asayî bû. Ez li hember van hestên xwe pir şaş û matmayî mam. Ez gihîştim vê encamê ku tesîra ku PKK li mêjî û zîhniyeta mirovan kirî, şewqa xwe day rih û ewjî bitesîr kirîy e. Bila kes vê weke propaganda nebîne, ev rastî û heqîqeteke PKK ye.
Berê hestê min asayî nebû. Ez bawer nakim ku tu kes bi hestek asyî ji civakê hatî, na. Teqez wisa nîne, ez vê yekê idea dikim.
Tiştê ku em ji van çiyan fêr bûne, ji vê jiyanê fêr bûne, ji şer fêr bûne, ji azadiyê fêr bûne, ji xwezayîbûna Atife û hestên gerîla de derdike ve. Ev hest çawane, te jiyankir û tu xilas bû, tê xebat û tekoşîna xwe dewam bikî, na te jiyan nekir, te dereceya şehadetê qezenc kirî û tu pê serbilin û şanazî. Her du alî jî ji min re pir xwezayî hatin.
Ez neketim derdê man û nemanê. Min li hember hestên xwe dilpakî û muxlisbûnek paqij dît. Min di vir de tu dudiliyek nedît.
Çend roj derbaz bû û min dît ku heval bi devkenî hatin cem min û gotin; “te talûke borandiye”.
Li ber nebûna derfetan heval neçar man ku min bibin nexweşxaneya bajar lewra jî ez xistim ser darbestê û li Çiyayê reş heta Zapê, ez şeş saetan li ser pişta heval bûm. Hevalan di wê rêya zehmet û dijwar de bêteredût ez li ser milê xwe kirim û birim geliyê Zapê.
Ez dikarim bêjem; di vê demê de li wir heta vir, ez deh caran mirim û zindî bûm. Gelek zehmet bû. Ez niha nikarim wê demê vebêjim. Ez tu caran wan rojan jibîr nakim.
Wê demê navbera me û Partiyên Başûr baş nebû, lê di nav mercên awarte de ez birim nexweşxanê.
Bijîjkê ku ez nijdar dikirim ji min re got;“15 sale ez bijîjkim, lê min mirovek wisa xwedan vîn nedîtiye”! wî, ez bê benc emelyat kirim û min dema emelyatê de ji bo wî qala berxwedana heval Kemal Pîr û M.Doxan dikir”.

 

                       Veger

 
 Malpera PAJK (Partiya Azadiya Jin a Kurdistan) a Fermî ye
PAJK Online © 2006-2007 Hemû Mafên Wê Têde Veşartî ne