Hestên dilê min 

Ba Digiriya
Heskîfê Nekujin

Halîl Dax

Ba, di nava daran de radibû. Tevahiya darûberan şa mabûn (behitî bûn). Îro çi qewimibû, li bayî? Di sibeha vê payîzê de ji bo çi wiha radibû? Halbûkî di serê her sibehê de zûka silav dida daran.
Dara gûzê belg û çiqlên xwe vekişandin. Wisa difikiri ku bayê bilez û bez, ê ji hêla din tê, bide sekinandin. Wê gavê, dê bizanibûya ku “çi qewimiyeZêdetir...

Helîn Mûrat                         

Heskîf. Yek ji wan bajarane yê salê dawiyê ki ser tê nîqaş kirin…
Li qiraxa çemê Dicleyê hatiye avakirin, bajarekî ji dîroka hezarê salay e… Mozayika çandan e… Bajareke ku ji hemû demê dîrokê tiştan di xwe de dide jiyankirin… Pira paşerojê ku digihe pêşerojê… Bedewiyke ku ji xaknîgariyê ye…Zêdetir...

Ol dibin Sedema Kuştina Mirovan
Destê me ji Çiya ne be

Denîz Derya

Weke takekes ez vê rastiyê bi hindek kesan re dixwazim parvebikim, lê belê ji bo van rastiyên ku tên jiyan kirin ti peyvek bi wate an jî rewşa heyî rave bike nebîn im. Ji bo vê sedemê ez pir xemgîn im. Dizanim ku îdî ev xemgîniya min çi wateya wê nîne ji ber ku em nikarin jiyana ewqas mirov paşta bînin ji ber vê bê çaretiyê jî dilê me diêşe..Zêdetir...

 
jiyan Afrîn                   
Xwendevanên hêja ew gotinên jêr a gerîlayek jin bi navê Jiyan Efrîne ku 15 sale li çiyan Kurdistanê gerîlatiyê dike. Heval Jiyan di vir behsa jiyana gerîla, îdol û jiyana xwe dike û ji bo me bîranîneke xwe ya dema şer dibêje.
Jiyan Eefrîn:ji başûrê rojava û ji bajarê Efrînê ye.
Zêdetir...

 

 

 Giyanek di Siya Nepeniyan de 

Warê Kavil

Pervîn Şirnax

Heval Nesrin; ji Serhat Bazîdê ye. Sala 1992 li serhedê tevlî refên gerîla dibe.Heval Nesrîn weke gelek hevalên xwe yê dî bi temenek piçûk tevlî gerîla dibe, di rastiya me de tişek wisa heye ku rêxistina me bi xwe rêxistina ciwana ye. Ango ên ku di nav van rastiyan de ji bo xwe rêka guhartina civakê digrin ser milên xwe bê guman ciwan in. Zêdetir...

Denîz Derya                 

Par zivistanê komek hevlên jin ji ber sedemên ewlehiyê me cihê xwe guhart. Em hatin cihek hin cuda. Lê li wir jî em li benda jiyanek pir ewle nebûn. Ji ber ku em ne tenê komek hevlên jin bûn, bi vê rastiy ve em komek gerîla û mirovên ku hero bi xeteriyên jiyanê re rû bi rû bûn. Demek em li wir jî man me cihê xwe dîsa guhart. Ji bo ku em yekîneyên gerîla bi cihekî ve nayên girêdan, lewre hemû cih ji bo me war û wargehin.Tenê yek sermaya te heye ew jî çantê ku li pişta te ye û hêviya ku di dilê heval û hogirên te de ye.Zêdetir...
Li Welatê Min Destan Weke Çema Diherikin
Evsaneya Çiyan 
Ji Arşîfê

 

Başûrê Kurdistanê, Binax;  Çiyayê Qendil, Herêma Akoyan, gundê “Estêrokan”
Di dergûşek tapokiri de, jiyan agirê dojehê ye. Dildarên jiyanê û mirovan dişewitine, dike xwelî. Di welatekî wiha de ji bo dildariya jiyanê, merov û xweza dimirin û dişewitin. Ger biba wê mirov bê dildarî bi jiyana, lê mixabin ku ev yek na be, ji ber ku li Kurdistanê evindarêya mirinê û bûna xweli pir zêdeye.
Zêdetir...

Sarya Onur

Ez wateyek pir cuda didim jiyana gerila, ji bo min jiyana her gerîlayekî xwedî wateyek giran bihay e. Dibe ku jiyana gerîla di devre de wisa xuyanake. Di gerîla de dema ku mirov berê xwe dide çiya wê demê mirov pê dihise ku jiyan di hemû milan de çawa tê guhartin, an jî wateyek cuda digre.Di giyana mirovan de cudabûna dide çêkirin. Di milê hestî, fikrî, û deronî de jî mirov bi gelek guharitina dihis e.  Zêdetir...

Jin û Zordarî
Serpêhatiya jinekî
Fehîma Deştan                                       

Ev pirs xwe di hişê me de her dem dûbare dike û ji me dipirse : Ka gelo jin di dema berê de jî wiha ye? Yan bi demê re ev rewşa niha jin tê de ye! Ya ku bala me dikşine ev e: jin di nava erzaniyeke pir mezin de dijî. Ev erzaniya ku tê de ye bûye rewşeke asayî. Lê ka em vegerin dema beriya niha çawa jin xwedaven bû û di nav civakê de xwedî rist bûye û bi bandor bûye. Ev rewşa ku niha em dibînin ber çavên xwe ne asayî ye. Ji ber ku em di civakê de çawa xwedavendek dikeve vê rewşa ku mirov nayê dîtin  Zêdetir...

Mizgîn Egît

Rojekê ji roja, em komak heval ji navsera Kêla Memê di geliyê mezin de, mîna ava biharê diherikîn Berêxilale. Berêxilale mîna navê xwe xilaleye ango bînî valaye. Piştî mirov Berêxilale derbasdike, hêdî hêdî nêzîkê Bankê Hemo dibe. Di gelî de gundek mîna navê xwe xweş heye. Navê vî gundî, Hîlal e.Taxa serê gund, taxa Bankêhewa ye. Di destpêka taxê de çend darê gûzan ên mezin hene.   Zêdetir...

Hin Hestên bê Nav di Demên Xewle de

Lîstokê Me Yariya bi Rastiy re Dike  
Pervîn Şirnax

Sala 1999 em li Şêxê (Çatak) bûn. Me jî digot em ê li wer çakeliykî bikin. hem ji bo bîranina 15 tebaxê û hem jî ji bo serkotiyê me yê çalekiyek bikira. Ev çalekiya li ser rêya Wan û Gulpinarê bû. Me jî amedekariyê xwe dikir. Ew nêzîkî hefteyekî ku me amdekariyên xwe dikir. Dive ev çalekiya bi serkeftî be, ji ber wê jî bi hemû milan ve me keşfa û amdekariyê xwe dikir in.  Zêdetir...

Dersîm Zêrevan

Ew hîna jî dileyze û ew zaroka di giyanê wê de veşartiye û meraqdarê fêrbûna her tiştiye hîna jî diparêze.Sosrete ne?… bi qasîmirovek ji lîstokekê bitirse , bi qasî ku jiyana xwe di oxira wê de bike qurban jî, jê hezbike .Di vê yekê de nepeniyeke kûr heye ku her kes nikare eşkere bike . Di vî wêneyî ku Bêrîvan li pêşiya we de bi hevala xwe re runiştiye van gotinê me yê despêkê erênî dike Zêdetir...

Meşa Ber bi Azadiyê ve

49 Gulên Çiyareşkê 
Nûjiyan Amed

Di nav tevgera azadiya kurd de, hîn salek û nîvê min çêbibû, ji nav bajarê tirkan min dest bi meşa xwe kir û binav walatê biyanî ve çûm. Perwerdeye xwe ya bingehîn li welatê biyanî min dit û ez û sê hevala xwe me berê xwe da xak û çiyayên dirokî cihê derguşa mirovati yê, çiyayên Zagrosê. Em pir bi dilekî rihet û coşeka mezin gihîştin welatê xwe. Zêdetir...

Xelat Agirî Torî

Bîranînek ku di hindirê xwe de hêzek dide mirov û bawerîk dide û îdayak ku tu dikarî haya dawî bi hêza wan ya bê hempa bimeşî. Di hundûrê xwe de hêza xweşikbûnê bibînî û bi hêza wan bimeşî. Ev îda wan dihêle ku mirov di tekoşîna xwe de bi hêz be. Bê guman her bîranînek di hindirê xwe de êşek dihebîne. Ji ber ku ew hevalên ku te bi wan re jiyankirî û gelek tişt parvekirî...Zêdetir...

 Ji Hestên Birîndar Henaseyek kûr

Şeva Perdekirî, Ew Şev bû  
Ayten Amed

Çend roj berya niha hevalên çapemeniyê ji min daxwaza bîranînekî gerîla kirin. Ew jiyana ku me jiyan kir, me ji bîr nekiriye da ku bibe bîranîn, Ji ber ku nayê ji bîrkirin, dema ku tê ji bîr nekiribe bê guman tu nikari nav lê bikî weku biranîn. ji ber vê yekê ez nabêjim bîranîn az ê ji vê nivîsê re bêjim çand demjimêr ji jiyana gerîla.
       Sal 1994, herêma Botanê, destpêka biharê. Ew sal me zivîstanekî gelekî giran derbas kiribû. 
Zêdetir...

 Nergîz CAN

Şevê perda xwe ya reş hêdî hêdî radixist ser dilê min û tarî kir. Kevokên ku ji hêlînên xwe hilpirjîbûn li ser dîwaran dengên xwe yê zelal û bilind, mirov ji xewn û xewê şîrîn hişyar dikirin. Bi dengê kevokê, dayîka delal jî bi xwe hisyabû, çavên xwe vekirin û berê xwe da rûbarê ava zelal. Dengên sosret dihatin guhê wêna. Bi leza birûskê rahişt ava xwe û berê xwe da sînga çiyan, lê belê tiştek nedît.Zêdetir...

 JI GELÊ ME Û  RAYAGIŞTΠ RE

 Ş. ZEYNEP KINACI

Nameyên Ş. Zeynep Kınacı

Albuma Şehîda
 

 
LİNKLER

 
 
Malpera PAJK (Partiya Azadiya Jin a Kurdistan) a Fermî ye
PAJK Online © 2006-2007 Hemû Mafên Wê Têde Veşartî ne