|
Helîn
Mûrat
Werger
Denîz Derya
Heskîf. Yek ji wan bajarane yê salê dawiyê ki ser tê nîqaş
kirin…
Li qiraxa çemê Dicleyê hatiye avakirin, bajarekî ji dîroka
hezarê salay e… Mozayika çandan e… Bajareke ku ji hemû demê
dîrokê tiştan di xwe de dide jiyankirin… Pira paşerojê ku
digihe pêşerojê… Bedewiyke ku ji xaknîgariyê ye… Li ruxmî
hemû tiştan Heskîfa ku xwe li ser linga girtiye di derbarê
de tiştê ku werin nivîsandin pirin… Lê mixabin îro di bin
avê de mayinê de rû bi rû… Ewrên reş li dora Heskîfê digerin…
Heskîf, yek ji wan bajarê mezobotamiya jorîn ê girîng bû.
Ger mirov li bermayên wê dirokî binêre ji berî zayinê heya
deh hezar salan diç e. Mirov gava ku li şikeftê wê bimeyzîn
e, mirov dizane dîroka van deran hîn jî kevnar tir e.
Mirovên despêkê di van şikeftan de cihê ku bikaribin jiyan
bikin dane çêkirin, diyardeyê wan gelekin li vandera. Bê
guman bi serê bajarekî wiha de gelek tişt buhûrîn e. Demkî,
êrîş têne ser Heskîfê, ji bo ku tinenebe we tê gotin ku
qiralê Heskîfê mifta Heskîfê dide neyarê xwe. Mîna bajarê
Firansa Kamalot, an jî mîna Qudusê… Dema ku mirov dîrokê
lêkolîn bikin çîrokê mîn Heskîfê pirin. Tê dîtin ku mirov ji
bona ku bajarên wan jiyan bikin serî li hezar rêbaza didin.
Lê îro çend tê zanîn cihê jiyankirinê dibin avê de têne
çalkirin.
Mirova ji bo yî gundê xwe, bajarê xwe tekoşînên bi rûmet dan
e. Dema ku bajarên wan hilweşiyane lorînên bi êş gotine.
Heskîf ji ber ku cihê bi cihbûnê yekem bûye pirtûkên dîrokî
didine diyarkirin li der û dorê wê gelek êrîş hatine çêkirin
û em îro ji van bermayên dîrokî fêmdikin. Bajar, dem dem di
nava çandê cuda de dest daye guhertin. Dîsa li Heskîfê
şikeft û kilîsê xiristiyantiyê dide diyar kirin ku ji bo
gelek mirovan caran weke sitargehegê bû.
Heskîf di hemêza xwe de gelek nepeniya vedişêr e. Di her
kevir û mistek axa wê de bîranînê gelek mezin veşartîn e.
Demek berê cihkî qerebalix, bajarekî herî bi coş bû. Behsa
bin erdên wê yên heya qiraxa çemê Diclê tê kirin. Bi hezaran
cihê wê xwezayî an jî şikeftên ku bi keda destê mirovan
hatiye çêkirin, heta di roja me ya îro de weke mal û karxane(
iş yeri) tê bi karan în. Kî dizane ev şikeft bi kîjan
zehmetiyê hatine çêkirin. Dema ku mirov bê derftiyê wê demê
tîne ber çav, teşe(bîçîm) dayina van kevirên mirov fêm dike
ku çiqa bi zihmetî hatiye çêkirin. Bi sebreke mezin xwîdana
eniyê Heskîf bûye cihê niştecihan.
Ev demeke ku min dixwest li ser Heskîfê tiştina binivîsim.
Min Heskîf ne dîtiye. Lê Heskîf yek ji wan bajarane ku min
dixwest bibîn im. Ew bajara dîrokî ku li qiraxa Dicle hatiye
avakirin, di bin avê de mayina wê naxazim bifikirim. Heskîf
ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo mirovahiyê jî mîrasekî mezin
e. Gelo ev kîja zihniyet, bi hezarê salane mirovahiyê, bi
kedên mezin jiyana xwe li vî cihê pîroz daye berdewam kirin,
dikare ku vî mekanî di bin avê de bihêline? Ji bo bendavanê
ku temenê wî pêncî yan jî heftê salî dîrokek tê qetilkirin.
Bi rastî jî li ber vê dikeve? Li ser wê pira ku Dicle di bin
de diherike ji bo ku mirov li Diclê binere ji bo ku tu vê
kêfxweşiyê bi dest bixe mirov çi nade? Ger bendav were
çêkirin bi hezarê mirovan neçar dimînin ku koçber bibin. Ev
yek wê bi xwe re ji gelek encamên ne baş re wê rê vek e.
Milê dîrokî, çandî Civakî, xaknîgarî, aborî û hwd di gelek
milan de bi xeteriyê piroja bendava ilisu, ruxmî mirovên wan
deran derbaskirina jiyanê weke ku mînakeke dervî
demokrasiyê, wê bi xwe re aştya navxweyî jî têxe xeteriyê.
Mirovên ku ji axa xwe qut bû ye weke masiyê ji avê hatiyê
derxistin îda nema dikare henase bigre. Hêviyên wan yên
pêşerojê bi birîn bib e… Di van salên dawî de serkaniya ku
Firat û Dicle jê diherike girîngiya van cihana ji bo
mirovahiyê ji bo mirovan pejirandi ne. Lewra dema ku ev wisa
ye, hîn pêwîstî bi lêkolînê heye, binav bûyîna vê dîrokê
famkirin gelek zahmet e. Gelo mafê me heye ku em Nifşên pişt
xwe bê vebîr (bellek), bê bingeh bihêlin? Ger pêşeroja xwe
paşeroja xwe nizanibî tê çawa jiyaneke bi ewle jiyanbikî?
Duho Zeugma di bin avê de hate hiştin, îro Heskîf, sibehê
cihekî dî. Hencet çi dibe bila bibe bi hezarê sala ye cihê
ku mirovahiyê weke xaknîgarî ji bo xwe zaniye divê di bin
avê de neyê hiştin.
Mirovahiyê cara yekê di van xakan de dest bi çandiniyê kir,
cihê jiyanê gundên yekemîn di van xaknîgariyande hat
avakirin. Ber ava Firat û Dicle anjî mezobotamiya ya jorîn
tê gotin ji hezar nûbûyina re şahidî kir û îcad hatin ava
kirin. Cara yekmîn genim û ceh li van axa hate reşandin.
Ango cara yekê van axa li tama nan nihêrî. Lewra cara yek
bizin, mîh, çêlek hwd lawir bi vê axê re bûne yek. Xeynî ên
ev nûbûn ser ne xistin kes nehatin van waran. Ev bi destê
hemwelatiyên vî warî hate bi destxistin.
Tê ji van deranre bêjî landika mirovahiyê, tê ji van cihan
re bêjî bihişt û ji tinebûna wê re jî çavê xwe bigrî. Hîna
ez zarokeke biçûk bûm ji bo bendavê ku Dêrsimê di bin avê de
bihêlin, cara yek demê dozera çiya kun dikirin min êşeke
mezin kişandibû. Kevirek biçûk gava cihê xwe diguhert gelek
zora min diçû. Ew çala yekê ku hatibû vekirin hîna şopa wê
di mejiyê min de zindey e. niha jî bi aynî cureyî Heskîf an
jî cihek dî ferq nake wisa bi hovane tinekirina wa hindirê
min parçe dik e. Di vê serdemê de pêwîstiyê me bi ronahîbûna
dîrokê hîn pire, ji bingehê xwe qutkirin, gelan ji pêşerojên
wan û ji manewîyata wan qetandin e. Ti navê vê din nîn e.
Heskîf ji keşfkirinê re pêwîstiyê xwe heye ne ji bin
avbûyinê re. Ji dîrokê heya niha şer li vê xaknîgariyê ne
sekiniye, cihê ku mîne Heskîfê gelek di bin axê de man e. Bi
hezaran huyuk li benda vekirinê ne, li hemberî vaqa
zehmetiyan bajarên ku xwe li ser lingan girtine şûna ku
werin parastin bi mînakên mezin yên bêberpirsiyariyan re rû
bi rû ne. Kurdistan hêdî hêdî di bin avê bendava tê hiştin
bê guman divê ku wateyeke wî di heb e. Dixwazin ku gelekî
tine bikin? gelo dixwazin ku dîrokek dernekeve holê?
Heskîf ji sala 1981de, ji ber zengîniyên dîrokî bi narekî
sît hate ragihandin û kete bin parastinê. Li ruxmî vê jî
çima ev rewşa didilî? Ger bêjin ji bo rabûna vê herêmê, ji
rabûyineke wisa re pêwîstî nîn e. Di roja me de şûna
enerjiya bendava, tiştên erzan ku tadeyê nede wê xaknîgariyê,
amûrên piratîkî yên moderin têne hilbijartin. Heskîf û ji bo
cihên dî çima ev nebin. Di serî de heskîfî û hemû beşên
civakê divê ku ji vê reşkujiyê re bêjin bese. Heskîf dana
jiyan kirin di destê me de ye. Ez di vê baweriyê de me tiştê
ku her yek ji me bike hene tenê biberpirsiyarê tevbêgerandin.
Ew Heskîfa ku hemû demê li kêleka Diclêyê pêre jiyan kiriye
em rê ne din ku Dicle wê bixeniqîn e.
Werin, vê xirabiyê bi Dicle em nedin kirin… bihêlin ku
Heskîf û Dicle dostaniya xwe ya bi salan bi hevdûre
jiyanbikin… Em destê xwe dirêjî Heskîfê bikin. Ji bo sibehê
em pir dereng nemîn in. |