|
Gulçîn
Tenha
Yê ku
jiyanê diafirîne mirov e. Her zindiyekî/ê ku li ser rûyê
cîhanê dijî, xwediyê jiyanekê ye. Jiyan bi xwe xwediyê
wateyekê giran e. Li gorî her zindiyekê wateyeke jiyanê ya
cuda heye. Çiqas cureyên jiyanê hebin jî, ew hemû jî yek
îfadeyê didin, ew jî hebûna xwe parastine. Mirov çawa jiyan
dikin? Ji ber ku dema em qala cureyên jiyanê dikin, wê demê
diyar dibe ku pir reng û şêweyên jiyanê hene. Dibe ku em
nikaribin hemû rengên jiyanê bi rastiya wê bizanibin. Lê her
kes li gorî ku jiyan kiriye, bûye xwediyê hêvî û xeyalê
jiyaneke baştirîn.
Çima em ji jiyanê ne razîne? Em li çi Digerin û em xeyala
jiyaneke çawa dikin? Di jiyanê de herî zêde em bi van pirsan
re rûbirû dimînin. Em her dem di nava Lêgerînekê de ne, ku
em baştir jiyan bikin. pir kesên ku ji bo gihandina vê
lêgerînê, têkoşîn dane hene. Pir kesên ku her li benda
pêkanîna vê xeyalê ma ne jî hene, lê belê bê ku têkoşîn
bikin, pir mînakên weke van cur bi cur jî hene. Lê tiştên ku
hiştiye ev helwest bi mirov re pêşkeve çi ye? Li gorî nerîna
min, ew rengê jiyana ku niha mirov lê digere, ew bi xwe hebû
û hatibû jiyan kirin. Di destpêka avakirina jiyanê de weke
hêvî, azadî û xwezayî jiyan kirin hebû. Piştî desthilatiya
ku di cîhanê de hatiye avakirin, ew jiyana berê weke
xeyalekê di mêjiyê mirov de maye. Çawa ku mirov niha qala
bihûştê dike û her dixwaze ku dawiya wê bîne; ew bihuşta ku
berê mirovan tê de jiyan dikir, niha weke xeyalekê ye. Her
mirov bi hesreta gihêştina wê ye. Lê çiqas rengê xerabiyê di
jiyanê de hebe jî, her jiyan berdewam dike. Her dem du
tiştên dijber bi hev re dimeşin. Azadî, koletî, xweşikî,
xerabî, şer, aştî, mirin û mayîn. Lê kes nizane wê kîjan bi
ser keve. Pir mirovên bi vê hesretê û xeyalê mirin, lê pir
kesên ku bi hêrsa gihandina vê jiyanê jî hene. Her wiha
jiyan berdewam dike. Kes nikare vê yekê înkar bike.
Her li benda jiyaneke xweştirîne, her çiqas kêm be jî,
têkoşînê dide. Her hêviya gihandina vê jiyanê, di dilê mirov
de mezin dibe. Ev hêvî bi xwe sedema jiyan kirina mirov e.
|