|
Halîl dax
Ba, di
nava daran de radibû. Tevahiya darûberan şa mabûn (behitî
bûn). Îro çi qewimibû, li bayî? Di sibeha vê payîzê de ji bo
çi wiha radibû? Halbûkî di serê her sibehê de zûka silav
dida daran.
Dara gûzê belg û çiqlên xwe vekişandin. Wisa difikiri ku
bayê bilez û bez, ê ji hêla din tê, bide sekinandin. Wê gavê,
dê bizanibûya ku “çi qewimiye”. Ba rabû û hat, di nava belg
û çiqlên daran de bilez û bez borî. Dara gûzê dîsa nikaribû
bayî bigire. Hilû (aluçe), xox, hirmî bi giştî şaş mabûn.
Darên çinarê yên pîr, mezin û girs lê mabûn heyirî.
Taa... ji kûrahiyan, Avaşînê bang lê kir. “Çi bûye, çi
qewimiye?” Tu kesî/ê bersiv neda. Tenê û bi tenê dara çinarê
lêvên xwe badan û got, “tu kes nizane.”
Ba, ji Avaşînê derbasî çemê Zê (Zap) bû. Seranserî çem, bi
lez û bez hat ba. Hemû kes şaş bibû. Masiyên ava Zê jî
ecêbmayî bibûn.
Çiyan ji hevdû dipirsîn: “Çi diqewime lo?”
Ba, berê, xwe hilkişiya Kurê Jahro. Kaniyên Kurê Jahro, lat
û zinarên wê, dar û kulîlkên wê, hemû di nava mereqekê de
bûn. Kurê Jahro, bi dengê xwe yê kal û pîr gazî lê kir.
“Heey, çi li te qewimiye serê vê sibê?”
Ba, qet li pişt xwe jî ne nihêrt.
Ji wir, xwe berda Şikefta Birîndaran, Mam Reşo, Mîros,
Havenda, Çarçela û dawiya dawiyê jî xwe gihande Cîlo.
Çiya hemû, niha li benda wî/wê bûn. Daran belgên xwe, ber bi
wî/wê ve zivirandibûn, gul û kulîlkan berê xwe dabûn wî/wê.
Heta, Avaşînê jî, ew dengê xwe yê bi hengame kêm kiribû û li
benda wî/wê bû. Masiyan serê xwe ji avê derandibû û li bendê
bûn, ka dê çi bibêje ba.
Bayî serê xwe rakir. Rondik diherikîn ji herdû çavan. Qet çu
kesê ew nedîtibû heya niha, gava ku digirî. Ew, di nava wan
ya/yê herî lezgîn bû. Li her derê digeriya û tim û tim bi
dengûbehsên xweş dihat. Lê niha, niha digiriya.
Bêhna xwe da hev. Li bendê bû ku qulpikên wê bi dawî bibin.
Û herdu destên xwe ber bi kêleka devê xwe ve bir û heya hêza
wî /wê hebe, ji binî kir gazî û qêrin:
“Gule li Seîd ket!..”
Masiyan, zûka serê xwe xistin binê avê. Û bi temamî xwe
berdan nav kûrahiya avê. Xwe gihandin kevzên li ser zinara û
ew agahdar kirin. Bêdengbûn hemû. Masiyên biçûk wê rojê
neleyistin. Xwe ber bi herikîna avê ve bernedan û kêf û şahî
nekirin.
Avaşîn, hêdî hêdî herikî wê rojê. Deng dernexist qet. Xwe,
li lat û zinaran neda. Xuşe xuşa wê, kesê nebihîst wê rojê.
Nexwe, êdî ew ciwan (Seîd) dê melevanî (ajne) nebiriya di
nava ava Avaşînê ya dîn û har de. Nexwe hêdî bi masiyan re
dê nebireqisa, li ser lat û zinarên bilind dê xwe nebavêja
nava avê û dê bi herikîna Avaşînê re nebiketana qirika hev.
Darên fêkiyan hema zûka naskirin Seîd. Hilû axivî berê:
“Gelo, ma ev ne ew şervan (gerîla) bû ku, serê her sibehê
dihat û fêkiyên me berhev dikirin û dibirin?”
Bersiv da bi lez û bez dara gûzê:
“Belê belê, rast e; ew e. Te dît, carekê çiqleke dara min
şikandibû û gelek pê êşiyabû û xemgîn bibû.”
Xox kete navberê:
“Dê niha kî berhev bike fêkiyên me, kî dê bi tameke xweş
bixwe, kî dê derkeve ser çiqlên dara me û bi tiqetiq bikene
?! ”
Hemû bêdeng bûn. Serê xwe çemandin ber xwe. Heya wê demê qet
dengê xwe dernexistibû tirî. Devê xwe vekiribûya, dê
nikaribûya xwe ji giriyê xelas bike. Dîsa jî nikarî xwe
bigire, devê xwe vekir û ji nişka ve axivî:
“Herî zêde hez ji min dikir”.
Êdî nema dikarî hêsirên çavên xwe bigire. Tevahî daran ketin
nava bêdengiyê. Li her çar milan, giriya tirî belavbû.
Kurê Jahro bêdengiya xwe xerab kir, destên xwe li çokên xwe
da:
“Wey lo, nexwe li Seîd jî xistin ”
Kurê Jahro, ew baş û qenc nas dikir. Ma qey, ew bi rojan
nedabû ber dilê xwe û hembêz nekiribû, ma ji dil û can ji
guleyên topan û êrîşên hewayî neparastibû ew? Nîha, bi tenê
dewsa (şop) piyên wî mabûn di şîverê (peyarê) de. Destên xwe
dirêj kir û dest gerand li şopa piyên Seîd. Tu kesî/ê
nedîtibû ku, heya niha Kurê Jahro giriya bû; lê niha?
Mam Reşo ji kul û xema wî, bibû dilşewat û cegerxwîn.
“Şervanekî (gerîla) mîna çiya bû. Ew mirov qet nayê kuştin.”
Wisa digot ji bo wî Mam Reşo û her tim dubare dikir:
“Şervanekî mîna çiya bû”
Tevahiya xweza, çiya, darûber, av û kanî, çem û rûbar, hemû
ketin nava bêdengiyeke kûr û dûr.
Qêrîna bazekê hat bihîstin li şînkatiya asîmanan. Wî jî
bihîstibû navûdengê Seîd. Qêrînek wisa pêket, te digot qey
digirî. Ber bi asîmanan ve, hê zêdetir bilind bû, bilind bû,
niha li qada herî bilind bû. Dîsa jî hê bilind bû; dixwest
qul bike û bi qelişîne rûyê asîmana.
Wî jî Seîd nas dikir.
Geriya li her çar dorên navserên (lûtke) çiya. Per û baskên
xwe heya dikarî vekir; pûrtê wî yê reş û zer bi şewq û
ronahî dibiriqî. Bi nikulê xwe, ji per û baskên xwe pûrtek
kişand û wergirt. Pûrtek reş hilbijartibû. Ji bo çi ne spî,
ne sor, lê ji bo çi reş? Sedema reş hilbijartina wî hebû
bêguman.
Kefiya (çarik) Seîd jî reş bû. Kefiya xwe ew qas xweşik li
stûyê xwe dialand, ji tu şervana nedihat qasî ji wî dihat.
Tim, li cihê bilind, li Seîd temaşe kiribû bazê asîmanan.
Car caran xwezî bi kefiya wî ya reş anîbû.
Kete nava hizr û fikaran.
“Gava Seîd hatibû kuştin kêfiya wî li stûyê wî bû gelo? ” Û
ew pûrtikê reş, ê ku bi nikulê xwe girtibû, da ber bayê, ji
bo bîranîna Seîd.
Pûrtê reş ê bazî, girt û bir, bayê ku digeriya.
Firand, firand, firand...
Pûrtê reş deşt û çiya qeliband. Li ser gund û bajaroka
derbas bû û ji wê derê xwe gihand Êleh’ê, Besiciyê.
Di nava kuçe û kolanan, li ber malan borî û xwe li ser
paceya piştê ya xaniyê dîwarê sor û xwedî berbank danî.
Keçikeke pir ciwan û pir delal, pace vekir, pûrtê reş ê baz
nas nekir. “Hebe nebe ev pûrt, pûrtê çivîkeke xweş û bedew e
” got di dilê xwe de û wisa fikirî. Pûrtek bi vî rengî
nedîtibû heya niha.
“Gelo, çivîkan kijan çiya bû?”
Destê xwe dirêj kir. Pûrt hê germ bû. Nêrî li asîmana, qet
tiştek nedît. Kir û nekir, nikarî pûrtê reş bavêje; dilê wê
pêsot (şewitî). Kete menzelê, deriyê cildankê (dolaba cilan)
vekir û albûmek derxist. Bi lez û bez rûpelên albûmê
qulipandin; li wêneya dawî ya di pela dawî nihêrî.
Wêneyê zilamekê bû. Ku bi salan berê niha, jê cihê bibû û ev
bi salan e li bendê bû; ku jê re gotibû “rojekê...”
Pûrtê reş ê bazî, li şûna wêne bi cih kir. Û di dilê xwe de
dîsa derbas kir “rojekê...”
Wê gavê dengek hat guhê wê, ku nas nedikir. Qêrin û awaza
bazekê li bilindihiya asîman hat bihistin.
Şîna Seîd girêdida bazî. |