|
|
Tecawuz
|
|
Hevberdan ji Çanda Destavêtinê
|
Pelşîn Tolhildan
Beşa dawî
Têgihîna felsefî ya bitunî xala bingehîn ku bi me
bide fêmkirin; çanda destavêtinê avahiya
desthilatdariyê ya bitunî ye.
Têkoşîna li dijî wê jî ger ne wiha be, nikare bi ser
bikeve. Dikare wiha jî bê ravekirin; hişmendiya
pergalê tehakumkar be, destavêtin suçeke ku bi hemû
pergalê dane xwarin û parvekirin. Pêwîste şopa vê
tewanê di her qada pergalê de... Zêdetir... |
|
|
Namûs, Destavêtin û Qirkirin
|
Kabûsa
Civakî; Destavêtin
|
eyhan Îke
Tevgera Azadiya Jinên Kurd, di salên dawiyê de di
mijara kifşkirin û teşhîrkirina pergal û polîtîkayên
desthiladtaran de gavên girîng avêt. Bi awayekî
şênber di sê salên dawiyê de bi kampanyayên ku da
destpêkirin, derbeyên mezin li hişmendiya mêr a
dedsthilatdar xist û dixe.
Tevgera Azadiya Jinên Kurd, weke ku li cîhanê
tevgera herî mezin a jinan e, di aliyê bîrdozî,
felsefî, siyasî û rêxistinî de jî,
Zêdetir... |
|
Beşa yekem
Di pêvajoyekî jiyana we de peyvek tê li ser giyana
we dirûnê. Hûn biavêjin jî, bikin derê jî, bêjin qeh
jê rizgar bûne jî ew dikeve rikê ku bi we re be. Di
mijarên jiyana rojane de tê û we dibîne. Di têkoşîna
jiyana rojane de, li derên qet hûn texmîn nakin, tê
û xwe heya hestî bi we dide hîskirin. Hûn tam
dibêjin ez jê xilas bûm, wenda bû, di lûtkeya
trajediyekê de çav li we diniqîne û bi dîtina wê hûn
diricifin. Kes wê peyvê bi lêv nake. Nabe deng, lê
di giyana we de dineqişe wateya xwe.
Zêdetir... |
|
Em Li Hember Tundiya li Ser Jinê, Ala Têkoşînê
Bilind Bikin
|
Di her Qada Jiyanê de Çanda
Destavêtinê
|
|
Em 25’ê
mijdarê ji dil û giyan biçelekî şermezarkin û ala azadiya
jinan bilintir bikin. Di rojên weha bi wate de dengvedana
jinan divê ji her demî zêdetirîn be. ji Tundiya li hember
jinê, mîna ku tê zanîn xwedî dîrokeke kevnar e. Ev dîrok
bingeha xwe ji pênc hezar sal berê digire. Dîrokek wiha ye
ku mirov ji kîjan milan ve digire dest, dîrokek xwedî derew,
bêbextî, xapandin û talanê xwe daye sazkirin. Heke pergalek
bingeha xwe li ser hîmên talankariyê dabe sazkirin, bêguman
wateya vê yekê bixwe tundî ye.
Zêdetir... |
Digot: “ez ji mirinê natirsim, lê
ez ditirsim mirina bi kevir, canê min biêşîne”. Wê malbata
xwe, zarokên xwe, hevalên ku ji wan hezdike û nirx dide wan
li pey xwe bihêle û bimire. Ya herî girîng jî wê bibe
qurbanê cînayeteke pir hov. Lê ji mirinê natirse. Li
beramberî fermana tê dayîn sekneke bimetanet pêşkêş dike. Lê
destûr ji ciheke mezin hatiye. Ji hevserê zilam. Ji melayê
zilam. Ji muxtarê zilam. Ji kesên dewletê pêktînin an jî
avahiya xwe dispêrê hatiye. Tenê şêwazê mirinê endîşe û tirs
dide Sureya yê. Navê wê Sureya ye. Herçend navê wê pir ne
girîng e.
Zêdetir...
|
|
|
|
|