|
|
|
Ragihandin
|
|
Di
derbarê malpera me de nêrîn û pêşniyarê we
|
|
|
|
|
|
NİVÎSÊN DAWİYÊ
|
|
|
Têkîliya di
navbera Rêbertî û Jin de...
|
Ne Xeyal e,
Dilê Rastiyê ye...
|
|
Li beramberî modernîteya sermayedar têkoşîna azadiya ku
Rêber APO pêşengiya wê dike lingê wê yê herî xurt têkoşîna azadiya
zayendperweriya civakî ye. Di heman demê de aliyê herî xweser yê
derketina PKK’ê û Rêbertî dozîneya hevjiyana azad a jin û pêre pêre jî
azdîxwaziya civakî ye. Damara bingehîn a bizava azadiyê têkoşîna azadiya
jinê ye. Tişta PKK’ê ji tevgerên din ên dijberên Sermayedar vediqetîne
nêzîkatiya ji bo jinê ye. Di bingeha pêwendiya azad a di navbera Rêber
APO û jinê de gihîştina wateya heqîqetê heye. Hûrmetgirtin û pêhesîna
xweza, rastiya xweşikî, xweliqkarî û exlaqî ya jiyanê heye...Zêdetir...
|
|
|
Em di rojên kelegerma havîna Rojhilata Navîn de ne.
Keçên ciwan û xortên jîr ji ber xatirê azadiyê li ber siya bexçeyekê
civiyane. Ji germahiya derve zêdetir, agirê azadiyê dilan dikizirîne,
li dor wê kombûne. Bêsekn li ser pêdiviya azadbûyînê, çawanî,
têkoşîna wê nîqaş dikin, xwe di eynikên azadiyê digrin, ji bo rojên
pêşerojê şerên dijwar amade dikin. Di navbeyna xwe de nîqaşê
didomînin, pêre jî çavên wan li rê, li hêviya tiştekê ye. Ne diyare
kesê li bendê ne wê kengî bê, dibe ew her demê bê...Zêdetir...
|
|
|
Li Girava
Îmraliyê Derheqê Jiyana...
|
Yekîtiya Netewî
Xalek Jiyanî Ye...
|
|
Di hemû parzênameyên nivîskî û diyalogên devkî heya niha,
pir zêde min çêla jiyana xwe ya takekesî nekir. Li derveyî pirsgirêkên
tendurustiyê yên tên zanîn û bihêrîna bi îdareyê re li beramberî tecrîda
ku pergalê taybet amade kiriye û tenê li ser min pêk tê, ez çawa li
berxwe didim û çawa bi tenêtiyê dikarim, min zêde qala wê nekir. Ez
bawerim mijara herî zêde tê mereqkirin, ezmûnên jiyanê ku li pêşberî vê
tenêtiya mutleq û westar pêşxistin e. Hîna ez zarok bûm, yek ji
dinyadîtî û zane dihat hesab, wextê hal û tevgera min çavrê dike
hevokeke wiha ku hîna jî di hizrê min de ye serf dike: “lo li cihê xwe
rûnê, ma di te de civa heye?”. Wek tê zanîn civa elementekî pir herkoyî
ye. Ez jî kesekî wiha livdar bûm...Zêdetir...
|
|
|
Demeke dirêje di derbarê yekîtiya netewî ya gelê Kurd
de nîqaş têne kirin. Di heman demê de ji bo konferansa netewî
hewldan û xebatên saziyan jî hene. Me di derbarê yekîtiya netewî ya
gelê kurd de bi endama saziya Jîneolojiyê Leyla Agîrî re hevpeyvînek
çêkir.
N.Erhan: Hema bêje ji hêla hemû rêxistin û partiyên Kurd ve
girîngiya yekîtiya netewî ya Kurdan tê destnîşankirin, di vê demê de
jî Konferansa Netewî rojevek sereke ye. Di vî barî de hin hewldan û
xebatên rêxistinên Kurd jî hene. Herî dawî partiya BDP’ê li Başûrê
Kurdistanê hin hevdîtin çêkirin. Em dixwazin wek pirsa sereke ji we
bipirsin ku çima di vê pêvajoyê de pêwîstî bi yekîtiyê tê dîtin?
L.Agirî: Pirsgirêkên ku di sedsala 21. de derketine holê em ji hemû
aliyan ve dinirxin û şîrove dikin...Zêdetir...
|
|
|
Divê Em Dehqat
Zêdetir Bixebitin...
|
Rêhevaltiya bi
Rêbertî re...
|
|
Di derbarê komploya li dijî gelê Kurd û bûyerên di rojevê
de me bi birêz Rûken Jiyan (Sêrt) re hevpeyvînek çêkir û em bi we re
parve dikin.
Nûjiyan Erhan: Birêz Jiyan, em ketin meha Sibatê, ev meh ji hêla Kurdan
ve wek mehek reş tê zanîn, hûn bi kinahî dikarin sedema vê yekê ji me re
vebêjin?
Rûken Jiyan: Meha Sibatê di dîroka gelê Kurd de mehekî pir giran e. Ji
ber di dîroka Kurdan de di vê mehê de komployên mezin hatine lidarxistin.
Dîroka komploya li dijî Kurdan ji damezirandina komara Tirkiyê pêve dest
pêdike. Wek tê zanîn Îsyana Şêx Seyîd jî rastî komployê hatiye...Zêdetir...
|
|
|
Wek jinên ku di şer, têkoşîn û lêgera vekirina deriyê
azadiyê de ne, em van rojan dîsa ji wateya rêhevaltiyê re li bersivê
digerin û hewl didin bigihîjin remza wê. Bersiva me vêcarê wê
ji remza heqîqetê re derî veke, ev jî pêwîstiya girêdan bi rêhevalên
ku di vê rêyê de me wenda kirin û rêhevaltiya rast bi rêbertiya me
re ye. Di van rojên ku me hemleya “Em, Rêbertî azad bikin, li
qirkirinê dawî bînin” daye destpêkirin, bersiva ku ji wateya
rêhevlatiya rast re were dayîn hîna girîngtir dike. Hem wek pêdiviya
sozên me dane Rêbertî û rêhevalên xwe yên şehîd, hem jî wek
rêhevalên wan em ê mafê temsîliyetê bi çalekî û vegotina xwe qezenc
bikin...Zêdetir...
|
|
|
Ji Ronahiya
Şevên Tarî Rêber Apo Re...
|
Hezkirina
Rêbertî Jinê Bilind Dike...
|
|
Ji roja ku min navê te bihîst û naskir, jiyanê hîs dikim,
dizanim ku ez kê me û divê çawa bijîm. Ango hizr û ramana te, ez bi xwe
dame nasîn û ez hînkirim ku, bi wate bijîm. Te ez fêrî elifbeya azadî û
serbestiyê kirim. Di dibistana te de çiqa min zehmetî jî kişandibe, ti
rojekê ji rojan min dudilî û poşmanî nejiya. Ji ber min tê de hêza
wateyê kişf kir, hêza raman û hêza mirov jî. Pir kêm be jî, min fêm kir
ku, ti tiştekî bê pêkan tine ye û bi şertê ku mirov di armanca xwe de
cidî be û pê bawer be, dê mirov her dem bigihîje armanca xwe. Min wek
jinekê û wek Kurdekê azadî kire armanc û ji dil pê bawer kir...Zêdetir...
|
|
|
GDîtin û nasîna Rêbertî di xeyala her Kurdekê de
veşartiye. Ji ber hemû jiyana Rêbertiyê ji bo azadiya civakê hatiye
pêşkêşkirin. Rêber APO kesayetekî rêbere ku karî bi hemû têkoşîna
jiyana xwe re li dijî qirkirina ku piştî sedsala 19’an girantir bû,
bibe bersiv. Li hemberî mêtîngeriya li ser Kurdan, şarezariyek mezin
û kesayetek lêhûrbûyî ava kir, bi pêşxistina vîn û înîsiyatîfek
mezin re herkes şaşo maşo hişt, niha jî meşa xwe bi semyan (îhtîşam)
dewam dike.Têkîliya Rêdertiya me bi jina Kurd re, rol û mîsyona ku
dide jina Kurd dîrokî ye. Bersivdayîna herî jidil û kûr ji
daxwaziyên azadiyê yên gelê Kurd e...Zêdetir...
|
|
|
Divê Helwesta
Rêbertî Bibe Helwesta Me...
|
Bi Jinê re
Jiyaneke Çawa?...
|
|
Nêzî şeş mehe di encama tecrîda girankirî ya li Îmraliyê,
bi Rêbertî re hevdîtîn nayê çêkirin. Hefteya borî birayê Rêberê gelê
Kurd, Mehmed Ocalan çu grava Îmraliyê, lê belê Rêber APO hevdîtîn di cih
de nedît. Bi notekî kin re jî da xuyakirin ku rewşa li wir pir hesas e.
Ev yek jî bû sedem ku di nava gelê Kurd û rayagiştî de fikranên ji bo
rewşa Rêbertî bêtir bibin. Me jî ji bo nêrîna Bizava Azadiya Jinê di
derbarê mijarên di rojevê de bigrin, bi endama Kordînasyona PAJK’ê Zaxo
Zagros re hevpeyvînek çêkir...Zêdetir...
|
|
|
Ji bo em pirsgirêkên civak û malbatê fêm bikin û
çareser bikin, hewceye em têkîliyên di navbera jin û zilam de
jî baş fêm bikin. Ji ber heya têkîliyên di navbera jin û zilam de
neyên fêmkirin ti pisrgirêkên civakî wê rast neyên têgihîştin û
çareserkirin. Di bingeha pirsgêrêkên civakî de têkîliyên şaş û tejî
pirsgirêk yên jin û zilam hene. Ev
yeke jî bingeha xwe ji pergala serdest a zilam û zîhniyeta wî ya
cinsiyetparêz digre.Civaka hiyerarşîk û serdest a zilam ku her cure
koletiyê ji jinê re rewa dibîne...Zêdetir...
|
|
|
Bilindkirina
Têkoşînê Wê Azadiya...
|
Bedêla
Pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan,...
|
|
Huqûq; Pir caran ev têgeh tê bizimankirin, tê bikaranîn û
weke mafê xwe parastinê tê zanîn. Lê belê di sedsala me ya niha de ti
kes nikare xwe bi vê têgehê an jî vê amêrê ve îfade bike, ne jî dikare
xwe biparêze. Ji ber hiqûqa di roja îro de tê bikaranîn tenê
berjewendiyên dewletê û erkdarên dewletê yên fermî diparêze. Tenê wan
muxateb digre. Di nava sînorê huqûqa dewletî de mafê kes û civakê tine
ye, fetisiye. Ya rastî hatiye fetisandin...Zêdetir...
|
|
|
Di cîhanê de operatora mezin ya sêyemîn (mêjiya
rêvebirina sînyalên televîzyon û hemû weşanan) uyduya EUTELSAT e.
Navenda wê li Fransayê ye. Uydu ya eutelsat bi şîrketekê ve girêdayî
ye. Yek hîsedarê vê şîrketê jî dewleta Fransa ye.
Bêyî ku dadgeha di derbarê ROJ TV de bi dawî bibe, organîzasyona
telekomînîkasyon ya Ewrûpayê EUTELSAT weşana ROJ ya li ser vê uyduyê
di 19’ê Çileyê de bi dawî kir. Weke tê gotin wê weşanên din jî bide
dawîkirin...Zêdetir...
|
|
|
Hemleya
Berxwedana Netewî...
|
Payîzên Me Jî
Dibişkivin...
|
|
Komîteya Hemleya Berwedana Netewî |
Civîna konseya rêvebiriya KJB’ê ku di dawiya sala 2011’an
pêkhat bi giranî li derdora yek rojevê bi rêve çû. Ji meha Tîrmehê pêve
tecrîda girankirî ku li ser Rêbertiya me pêk tê û operasyonên qirkirina
siyasî-leşkerî hatiye rewşekê ku operasyonên herî mezin di dîroka K.Tirkiyê
de ne, ev rewş mijara bingehîn a civîna me bû. Wek bizava jinê bi qasî
şopandina baldar a pêşketinên heyî, tişta ku xwe dispirê, rewş ber bi
kuderê ve diçe û wê bi encamên çawa re rû bi rû bimîne hate nirxandin û
em gihîştin encamên girîng. Pêvajoya ku em jê derbas dibin berdewamiya
komploya navnetewî ye. Tecrîda girankirî ku li ser Rêbertiya me pêktê û
konsepta qirkirina civakî ji heman navendê tê birêvebirin...Zêdetir...
|
|
|
Gelo ne ji eserên wan yên ku çavê me zîq, guhê me bel,
dilê me mest û hizrê me ronak dike wê hemû mirovan xwe hunermend
hesab bikirana. Gelo wan; ew xwedawenda dilpak bi kîja çeşnê hunera
xwe bandor kirine, da ku ew afirandiye û heyîna xwe ya li ser erdê
ji wan re veqetandiye. Gelo ne ji xweşiktirîn hostahiya dil, hizir,
çav û destê wan bûna,wê çiya rast, roj bê tîn, heyv bê ron, çivîk û
şalûl jî bê deng bûna? Gelo ne ji hêza nirxên wanî hunerî be, di
kevîka zindanê zilmet û tarî de, di bin sîwana zilma kedxwaran de,
wê hêvî bûbana buhara temenê kê/kî ji me. Gava ku di şerê rizgariya
welatekî de guleyek sînga me derbas bike û di pişta me re derbê, em
di navbera xwe û wan de dibêjin:...Zêdetir...
|
|
|
Di Netewa
Demokratik De...
|
Otorîte Û Azadî...
|
|
Em dizanin her beşekî jiyana zindî sê fonksonên wê yên
bingehîn hene. Ji vana xwedîkirin, parastina hebûna xwe û domandina
nîjada (cureyê) xwe ye. Ne tenê beşên biyolojîk ku em ji wan re jiyana
zindî dibêjin, her hebûneke gerdûnî ku li gor xwe xwedî fonksyonekî
zindî ye, xwedî heman fonksyonan e. Ev fonksyonên bingehîn di mirov de
digihîje qonaxwekî nû. Di civaka mirov de rasyonalîte dighîje astekî
pêşketina welê ku heke pêşiya wê bê vekirin dikare hebûna hemû zindiyên
din yên biyolojîk bi dawî bike...Zêdetir...
|
|
|
Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan |
|
Otorîte, di destpêka civakîbûna mirov de çêbûye. Ji ber
vê sedemê ne biyaniye ji civakê, berevajiyê vêya parçeyeke wê ya
temamkar e. Otorîteya ku parçeyekî civakêbû, çawa anîn rewşeke
dijberê civakê? Bersiva vê pirsê biqasî dîroka şaristaniya çînî
mijareke kûr e û pêwîstî bi dahûrandinê heye.
Ji rêzdariya ku di encama hunera di mirov de heyî derdikeve holê re
tê gotin, otorîte. An jî rêzdariyeke di encama çalekiya mirov a
karên erênî, bifêde de afirîndiye ye. Dema ev pênase werin esas
girtin otorîte bi rêzdariyê re hemwateye û ev bi fêdeya di kiryariyê
de derdikeve holê re tê pîvan...Zêdetir...
|
|
|
Ji ‘Seretayî’
Ber Bi ‘Şarmendî’
...
|
Divê Weke Jin,
Bibim Jin!...
|
|
Ji Pirtûka Jina Azad Çawa Dijî, cîlda yekemîn |
Pêvajoyên destpêkirina helîna qeşayiyê, Erebîstan û çola
mezin a Sehra, ji ber têrkirina av û boşbûyîna qadên şîn di van qadan de
rê li ber pêşketina çanda şivantî vekir. Piştî bi dawîhatina çaremîn
pêvjoya qeşayê di vê qadê de êdî hişkesalî destpêkir, lêgera cihên ku
avhewa, ax û giyayên xwe ji bo jiyanê dest bide, zêdetir bû. Herikîna
yekemîn gurubên mirovan ji ekvatoran ber bi bakur, ji peravên rojhilatê
behra spî ber bi hundir heya Mezopotamya jorîn ji germtirbûna gerstêrka
(gezegen) cîhanê ne serbixwe bû. Ev pêvajo ne wek ku têne vegotin, an jî
têne ziman ewqa di keriyên dem ên kin de pêk hatine. Ji temenê mirovan
%98 ku wek salên herî zor û zehmet tê gotin ev pêvajoye ye...Zêdetir...
|
|
|
Berhevkar: Bêrîtan Lêlîkan |
|
Sal 1995 bû.
Em nû ji perwerdeya YAJK ê derketibûn. Ji me re gotin “hêzên Botan
ê, naçin Botan ê, yên Zagrosê jî naçin Zagrosan”. Wê demê, min
pêşniyara xwe ji bo çûndina Cûdî kir. Ciyê me hatin xwendin û wê
şevê diviya em çûbana Botan ê. Riya me çawa derbas bû û em çawa
gihîştin Haftanîn hê me baş şîrove nekir, diviya me roja dîtir
çalekî bikira. Ji ber ku dijmin ketibû liv û tevgerê.
Bi ya min be, tişteke pir sosret bû. Ji ber ku qada em lê ne, me ne
nas dikir, ne jî me hevalan nas dikirin û kesên ku tu baş nasnekî,
bi wan re çûndina çalekiyan, tişteke ne hesan bû. Bes, di nava şer
de, ti pirsgirêkên me nebûn, me dikarîbû şer bikin. Hevalên me yên
ku em dinasîn, ji me re gotin:
“Divê hûn biçin êrîşê!”....Zêdetir...
|
|
|
|
|
jı
qırkırına jınê re na!
|
|
BÊ DENGÎ XULAMTIYE
|
Tevli
kampanya ya ku 8 ê destpêdıke bıbe
Pêlêbikin
|
|
|
Ji Rêwiyê Rojê
Re...
|
Hevjiyana Azad...-II-
|
Gulên Azad Yên
Kurdistanê...
|
|
Min şehîdbûna te bihist. Li ser girek bilind, çiyayek
asêbûm wê rojê. Nizanim ji ku ket bîra min, ez daketim qampê û min dest avêt komandêya
televîzyonê û pêxist. Piştî nivro bû. zerekiyên rojê gihîştibû quntara
çiya. Cih bi cih berfa spî mîna xalan li ser rûyê çiya xuya dikir û bi
tirêjên melûl ên rojê re dibiriqî. Ez bi karek din re mijûl dibûm. Dem û...Zêdetir...
|
Rêber APO
|
Ji hêla pergalên şaristaniyê ve pîrozkirina jiyana
hevseriyê, wek qada “jiyana taybet” yek ji dariziya herî zêde ya
serûbinîkirina heqîqeta civakî ye. Di bingeh de têgihîştina ya
gelemperî wek taybet, ya taybet jî wek gelemperî hîna bêtir li gor
xwezaya civakê ye. Gerdûnîbûyîna têkîliya hevjiyaniyê xwedî wê
taybetmendiyêye ku hemû tevnên civakî û gerdûnî bandor bike, ye. Yek ji
durûtiya herî mezin...Zêdetir...
|
|
Meha tebaxê, di dîroka Kurdistanê de bi pariya zemanê
ku rêhevalê Egîd yekemîn gule di sala 84’an li dijmin xist, di
hişmendiya me de cih girtiye. Bi yekemîn guleyê re ew deriyê demê
yên biçûk ku hatî vekirin, ewqa mezin bûn, zêde bûn ku di wê navbera
teng ku tenê çirûskek bi cih dibe, di dilê gelê Kurd de agirên mezin
hate vêxistin.
Rêber APO pir caran daye diyarkirin ku “azadî ji av û nan jî
binirxtir e”. Vê mijarê pir caran tîne ziman û balê dikişîne ser
tîbûna me ya ji azadiyê re...Zêdetir...
|
|
Ji Bo Raya
Gıştî Ya Kurdistan û Cîhan...
|
Nameyak Ji Bo
Rêheval Hêmin...
|
Rûpelek Ji
Dîroka Çapemeniya ...-I-
|
|
Komîteya Çapemeniya PAJK’ê |
|
|
Êrişa li ser gelê kurd tê meşandin tirsa ji vîna azad e.
Dewleta tirk a ku bi deh salane li hember gelê kurd polîtîkaya înkar û
îmhayê pêk dianî, di encama tekoşîna azadiya gelê kurd a çil salên
dawiyê de têk çû. Ev 80’î salin li ser gelê kurd her awayê polîtîkaya
înkar û îmhayê hat pêkanîn. Kurd rastî hemû êrişên faşîst ên dewleta
tirk hatin. Hemû rê û rêbazên tinekirinê ji aliyê dewleta tirk ve li ser
gelê kurd hatin meşandin. Polîtîkayên qirkirina çandî, civakî, siyasî,
aborî yên ku tinebûna gelê kurd di her warî de armanc dikirin, hatin
pêkanîn...Zêdetir...
|
|
Merheba hevalê min ê hêja. Merheba rêhevalê dilgeş.
Canfîdayê doza pîroz!
Hevalê birûmet, îro bi taybet min xwest ji bo te binivîsim, ruxmî ez
dizanim diviya hîna ji mêj ve min slav û hestên xwe bi bask û per kira û
heya ba te bişanda. Lê nedibû, ji ber êdî ez nema mîna berê bi hêsanî
dest davêjim pênûsê. Pir tişt di qirika min de dimînin. Min neku qet
neceriband. Hin caran ez hatim ser lênûsê. Lê min wê çawa û bi kîjan
pejnê hibrê hestên xwe birijanda, ez tirsiyam rengê peyvên min xwînî
bin. Her min ew taloq kir û teslîmê demê. Mane bi qewlê pîr û kalikan
dem dermanê her derdî ye...Zêdetir...
|
Pierre Denoyer; girîngiya ragihandinê wiha vedibêje:
“bêyî çapemenî hebe rêvebirin, dijber derketin, fêrbûn û hînkirin,
dane bawerkirin, xebatkirin û rawestan, kirîn û firotin hema hema
weke ne gengaz e. Ragihandin têra ti tiştî nake. Lê ragihandin ji bo
her tiştî û herkesî pêwîst e’.
Ew hêza ragihandina ku ji herkesî re û ji her tiştî re pêwîste
diyare ku Kurdan piştî gelek netewan şûnde girîngiya wê fêm kiriye.
Piştî cara yekem di cîhanê de rojnameya profesyonel hate derxistin
bi texmînî 300 sal paşê Kurd bi ragihandin û çapemeniyê re hev
naskirin...Zêdetir...
|
|
|
|