|
|
|
DİVÊ HELWESTA RÊBERTÎ BİBE HELWESTA ME HEMÛYAN
|
Amadekar:
Nûjiyan Erhan
Nêzî şeş mehe di encama tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, bi
Rêbertî re hevdîtîn nayê çêkirin. Hefteya borî birayê Rêberê
gelê Kurd, Mehmed Ocalan çu grava Îmraliyê, lê belê Rêber APO
hevdîtîn di cih de nedît. Bi notekî kin re jî da xuyakirin ku
rewşa li wir pir hesas e. Ev yek jî bû sedem ku di nava gelê
Kurd û rayagiştî de fikranên ji bo rewşa Rêbertî bêtir bibin.
Herwiha bi armanca balê bikişînîn ser rewşa li Îmarliyê ev
demeke hemû girtîyên PKK’ê û PAJK’ê hevdîtînên bi malbatên xwe
re red kirine û rojiya bê dawî ya bîrçîbûnê dane destpêkirin. Me
jî ji bo nêrîna Bizava Azadiya Jinê di derbarê mijarên di rojevê
de bigrin, bi endama Kordînasyona PAJK’ê Zaxo Zagros re
hevpeyvînek çêkir.
N:Erhan: Birêz zagros, piştî şeş mehan birayê Rêbertî çû
Îmarliyê ku hevdîtinê çêbike, lê belê Rêbertî hevdîtîn bi sedema
hesasbûna rewşê red kir. Hûn vê helwestê çawa dinirxin?
Z.Zagros: Demeke dirêje li ser tevgera me di kesayeta Rêbertiya
me de polîtîkayên tinekirinê tên meşandin. Em dizanin hercar ku
hêzên statûkoperest xwestin gelê Kurd tinebikin destpêkê êrîşê
temsîla netewa Kurd ango Rêbertiya me kirin. Her plana xwe li
ser Rêber APO dane dest pêkirin. Ji ber ji bo plana wan ya li
Kurdistanê pêk bê, Rêbertî li hemberî xwe wek kelema sereke
dibînin. Ev hem ji bi Tirkiyê hem jî ji bo hêzên navnetewî wiha
ye. Ji ber birdoziya ku Rêber APO dixwaze li Rojhilata Navîn
belav bike, li hemberî xwe wek xeterî dibînin. Îro li ser
Kurdistanê û li ser Rojhilata Navîn planên nû ketine dewrê.
Hêzên derve ji bo planên xwe pêk bînin, dixwazin Tevgera Azadiya
Kurd bêdeng bikin. Bi vê armancê AKP jî wek aktor hilbijartine.
Hemû armanca AKP’ê jî ewe ku tevger û Rêbertî bînin asta
teslîmiyetê û Kurdistanê li gorî berjewendiya xwe bidin
şixulandin. Dixwazin Rêber APO jî di wan planên xwe de bikin
nava lîstokê. Lê Rêbertiya me heya dawî planên wan derxist
zanebûnê û bi sebr û dîrayetekî mezin komployên wan pûç kir.
Hemû aliyên wan plangeriyan deşîfre kir. Diyar kir ku wan xwe li
ser tasfiyê daye runişkandin û teslîmiyetê ferz dikin. Rêber APO
li beramberî vê rewşê xwe ji navberê kişand û got: “Hûn nikarin
min bikin amûr ji bo polîtîkayên wisa.” Ji wê demê heya niha
hevdîtîn çênebûne. Di konsepta ku li ser Rojhilata Navîn pêk
tînin de naxwazin Rêbertî plana wan deşîfre bike û rastiya wan
derxîne holê. Lewma hewl didin dengê Rêbertî qut dikin. Armanca
qutkirina hevdîtinê ev e. Li Rojhilata Navîn pirsgirêka ‘serok û
Rêber’ pir cidî ye. Tê dîtin li herêmê berxwedaniyek mezin heye,
lê belê ji ber rêveber tine ye, berxwedana wan piranî encamên tê
hêvîkirin nagrin. Rêbertiya me ew valatiya heyî dadigire, tirsa
hêzên derve ji vê yekê çavkaniya xwe digre.
Yek ji armanca sereke ya qutkirina hevdîtinan jî dixwazin vîna
Rêbertî bi van rêbazana bişkînin. Di heman demê de plan dikin
qutkirina hevdîtînên bi zagonan qanûnî bikin. Rêbertî ji statuya
girtiyê siyasî derxin û wek girtiyekî ji rêzê tenê malbata wî
bikare pêre hevdîtinan çê bike. Wiha jî wî dûrî pêvajoya siyasî
bihêlin. Bi vî rengî jî dibêjin ku “Em ê wisa bikin ku hemû
xwestekên me qebul bike.” Gelek sedem hene ku hiştin Mehmed
Ocalan biçê giravê. Ev jî perçeyekî planên wan e. Sedemek jî ew
bû ku dixwestin nêrînên Rêbertî di derbarê pêvajoyê de fêm bikin.
Helwesta Rêbertî ya herî dawî jî dixwestin bizanin. Di heman
demê de gelek bertekên gelê Kurd li hemberî îşkenceya Îmraliyê
derketine, xwestin vê helwestê jî nerm bikin.
N.E: We jî da diyarkirin ku ev îcazeya hevdîtinê jî perçekî
konsepta dewletê ye. Divê tevgera azadiyê û gelê Kurd vê
helwesta Rêbertî çawa bixwîne (fêmbike)?
Z.Zagros: Rêbertî bi wê helwesta xwe xwest bejê ku “Heke hûn
xalên em dixwazin pêk bên cidî negrin û di planên xwe yên
tinekirinê de israr bikin, ez li hemberî polîtîkayên we yên
qirêj serê xwe natewînim.” Rêbertî heya niha xetekî berxwedanê
daye meşandin, bi vê helwesta xwe da nîşandan ku vê xetê
berdawam dike û ti tewîzan di derbarê azadiya gel de nade. Rêber
APO temsîla nasnameya gele Kurd e. Ji ber wê jî nêzîkatiya ji
Rêber APO re nêzikatiya ji gele Kurd re ye. Gele Kurd di sedsala
21’an de bi komkujiyê re rû bi rû ye. Sekna Rêbertî seknekî
îsyanê ye, sekna nepejirandina vê rewşê ye. Sekna berxwedanê ye.
Dî dîrokê de pir dextên bi vî awayî li hemberî tevgera me
pêşketine. Lê belê her bi berxwedanê re, me têkoşîna xwe bilind
û xurt kiriye. Îro jî Rebertî da nîşandan ku xeta berxwedanê wê
berdewam bike. Di heman demê de hemû girtiyên PKK’ê û PAJK’ê jî
rojiya birçîbûna bêdawî dane destpêkirin. Ew jî hevdîtînê red
dikin. Divê ev bibe helwesta tevahiya gele Kurd. Ji ber siyaseta
îro didin meşandin armanc dike ku dengê gele Kurd qut bike. Li
gorî wan Kurdê herî baş Kurdê sexte ye. Yê/ya ku xwe firotiye û
bêvîn e. Rêbertî temsîla Kurda/ê ku xwedî nirxên xwe derdikeve,
Kurda/ê azad e, kurda/ê xwedî vîn e. Ev helwesta ku îro tê
nîşandan berdewamiya helwesta heval Mezlûm, Akîf û Kemal e ku di
salên 80’an de nîşandan. Ji ber faşîzma AKP’ê û ya Kenan Evren
ti cudabûna wan ji hev tineye. Çawa berxwedaniya wê demê ku li
zîndana Amedê pêşket hişt ku faşîzma 12’ê Êlûnê têk biçe,
berxwedaniya van rojan jî wê AKP’ê tine bike. Tevgera Azadiyê û
gele Kurd divê herkes tevlî vê berxwedaniya ku li Îmraliyê
pêşketiyê û hevalên zîndanan dane nîşandan, bibin.
N:E: Di vê pêvajoyê de di milekî de hemû siyasetmedarên gele
Kurd têne girtin di milekî din de jî kesên wek Kemal Burkay
derdixin pêş û didin axaftin, armanca vê siyasetê çi ye?
Z.Zagros: Hatina Kemal Burkay ne tasaduf e. AKP’ê di serî de
hemû kesên hilbijartî ku temsîla vîna gel dikin girt û xiste
girtîgehan. Hevdîtinên bi Rêbertî re qut kir, piştre Kemal
Burkay û kesên wek wî anî Tirkiyê. Dixwaze berxwedana gel
bişkîne û kesên wisa ku xwe firotine dewletê, wek pêşeng derxin
pêşberî gel. Wî wek modelekê datînin ortê. Kurdekî mirar,
kurdekî xwefirotî, bêvîn modela wan ku ji bo Kurdan rewa dibînin
wiha ye. Îro kesên wek Ensarîoğlu, Hûseyîn Çelîk di wan de çi
zanebûna netewî heye? Bûne koleyên AKP’ê. Wîsa jî ji bo
berjewendiyên xwe qirkirina li ser gelê me pêk tê, qebûl dikin.
Li ber çavên cîhanê ewqas qetlîam tê kirin, ewqas fedakarî
têkirin, lê belê tu dimêzînî di milekî din de kesên xayîn jî
derdikevin. Dî dîroka Kurdistanê de her berxwedan û xiyanet li
kêleka hev meşiyane. Xiyanet wek kurmekî di nava Kurdan de dane
avakirin. Çawa ku dibêjin kurmê darê ne li darê be dar nakeve.
Heke Kurdên sexte alîkariya desthilatdaran nekin, AKP nikare ti
tiştekê bike. Divê em mafê jiyanê di Kurdistanê de nedin kesên
wisa. Ji ber ew kesana li ser tinebûna me siyasetê dikin. Divê
ew mecal nebînin li Kurdistanê siyaset bikin. Pêwîste ciwanên
Kurd nehêlin mirovên wisa bêrûmet lingên xwe yên qirêj deynin
Kurdistanê. Ji ber Kurdistan pîroz e, Kurdistan bi xwîna hezaran
şehîdên me hatiye şuştin. Ji bo propagandayên reşkirina tevgerê
jî amûrên wek rojnameya ‘Zaman’, herwiha kanalên Samanyolu, Ûlke
û 7 bi kar tînin. Em dizanin AKP wîjdanê xwe bi pere teqes
kiriye. Her tişt bûye tîcaret. Ew kes jî wek malekî bi pere
kirîne. Modela ku AKP ji bo Kurdan dîpejirîne modela Kemal
Burkay e.
N:E: Ez dixwazim li vir xalekî din pirs bikim, di van rojên dawî
de Firansa ji bo ‘qedexekirina redkirina qirqirina Ermeniyan’
zagon derxistin û di nava Tirkan de rê li ber nerazîbûnan
vekirin, lê belê di milekî din de dengê gelê Kurd ROJ TV jî
weşana wê dane sekinandin. Hûn helwesta nakok a Firansayê çawa
şîrove dikin?
Z.Zagros: Mirov dema rabirdûya hêzên Rojavayî dimêzîne, dibîne
ku her dema li ser me êrîş pêşdikeve, pêre êrîşên birdozî jî pêş
dikevin. Rola ku hêzên Rojava di kopmloya navnetewî de lîst tê
zanîn. ROJ TV ji bo deşîfrekirina gelek siyasetên wan yên qirêj
rolekî pir sereke lîstiye û dilîze. Ji ber wê jî hêzên Rojavayî
nahêlin dengên bindestan were bihîstin. Piştgiriya ku didin
dewleta Tirk ne tenê di vê mijarê de ye. Wekî we got zagona ku
ji bo Ermeniyan derxistin jî ne ji bo berjewendiya gelên Ermenî
bû. Tenê ji bo ku ji dewleta Tirk hîn zêdetir tewîz bigrin, hîna
zêdetir xwestekên xwe pêkbînin wisa tevgeriyan. Nexwe di navbera
Tirkiyê û Firansayê de pir nakokiyeke mezin tine ye. Ji ber wê
jî di milekî de wek li hev nakin didin nîşandan, di milê din de
jî dema mijar dibe xwesteka azadiya gelan dibin yek. Ev hemû
beşek planên tasfiyekirinê ye. Ji hev ne qut e. Dixwazin dengê
Kurdan qut bikin. Bi bêdengkirina ROJ TV re dixwazin di
rayagişti de komkujiya li ser Kurdan tê meşandin, neyê bihîstin.
Piştî şerê cîhanê yê duyemîn siyaseta bêstatûhiştina Kurdan ji
hêla hêzên Rojava ve bi awayek çalek ketiye meriyetê. Xistina
Ermeniyan di rojevê de jî siyaset e. Qurbankirina Kurdan jî
siyaseta wan a qirêj e. Jixwe ev komploya îro li ser kurdan
didin meşandin, ne întaca AKP’ê ye, ji hêla hêzên Rojava ve pêş
dikeve, AKP tenê wê pêk tîne.
N:E: Birêz Zagros, herî dawî bangewazî û gotina we ji bo
xwendevanên me çi ye?
Z.Zagros: Çiqa çapemeniya Tirk şerê psîkolojîk bike û dewletê
xurt bide nîşandan jî, ev rojên dawî yê hukûmetê ne. Îdea dikin
ku “me PKK qedandiye, hema qediyan!” Ev hemû jî şerê psîkojîk e
li ser gel didin meşandin. Bi salane hemû hukûmetan gotin “Em ê
xilas bikin” lê di dawiyê de jî bixwe xilas bûn. Îro rastiyek
derketiye holê ku PKK tine nabe. Ji ber PKK koka xwe berdaye
nava gel. Gel li qadan her roj qîr dike “PKK gel e, gel jî li
vir e.” Ev rastiye ji aliyê herkesê/î ve tê qebûlkirin. AKP bi
van siyasetna xwe dikuje. Dawiya xwe tîne. Çawa ku Kenan Evren,
Tansu Çîller, Mesut Yilmaz û hwd. ketin bin sifirê û PKK li ser
piyan ma, dawiya AKP’ê jî ev e. AKP di asta xwe ya herî lewaz de
ye. Êrîşên hovane jî çavkaniya xwe ji vir digre. Bi êrîşên li
ser ROJ TV, girtina siyasetmedar, hilbijartî, rojnamevan û
parêzerên gel û êrîşên leşkerî nekarîn me xillas bikin. Ev rêbaz
berê jî hatibûn ceribandin. AKP tişteke nû nake. Li beramberî vê
em her diçe xurtir dibin. Valaderxistina wan jî di destên me de
ye. Çawa ku me komploya navnetewî vala derxist, bi têkoşînê, bi
berxwedanê û bi çalekiyên xwe cardin em dikarin polîtîkayên heyî
vala derxin. Di şer de şehadetên ku çêdibin nayê wateya ku em
lewaz dibin, berovajî wê bi her şehadetê re kîn û nefreta me
zêdetir dibe li hemberî dijmin. Bi şehadeta her hevalê/î re em
dilsoziya xwe nû dikin. Hêrsa berxwedanê, hêrsa întîqamê hîna
zêdetir dibe. Em hêvîdarin ku berxwedana li Îmraliyê û zîndanan
da hatiye destpêkirin roj bi roj derbasî hemû qadan, hemû
kolanan û hemû takekesan bibe. Di vê bihara pêşiya me de em ê
misoger bidin nîşandan ku gelê Kurd di têkoşîna xwe ya azadiyê
de bi israr e û wê bi ser bikeve.
N.E: Birêz Zagros, jî bo we dem ji me re veqetand û nêrînên xwe
bi xwendevanên me re parvekir, em spasiya we dikin.
|
|
|