|
|
|
İDİVÊ
EM DEHQAT ZÊDETİR BİXEBİTİN...
|
Amadekar:
Nûjiyan Erhan
-Di derbarê komploya li dijî gelê Kurd û bûyerên di rojevê de
me bi birêz Rûken Jiyan (Sêrt) re hevpeyvînek çêkir û em bi we
re parve dikin.
-Nûjiyan Erhan: Birêz Jiyan, em ketin meha Sibatê, ev meh ji
hêla Kurdan ve wek mehek reş tê zanîn, hûn bi kinahî dikarin
sedema vê yekê ji me re vebêjin?
-Rûken Jiyan: Meha Sibatê di dîroka gelê Kurd de mehekî pir
giran e. Ji ber di dîroka Kurdan de di vê mehê de komployên
mezin hatine lidarxistin. Dîroka komploya li dijî Kurdan ji
damezirandina komara Tirkiyê pêve dest pêdike. Wek tê zanîn
Îsyana Şêx Seyîd jî rastî komployê hatiye. Bi tehrîkirina Kurdan
bêwext îsyan dane destpêkirin û paşê jî bi tundî êrîş hatiye
kirin. Di 15’ê Sibatê jî biryara Îdama Şêx Seyîd tê girtin. Di
analîzên Rêbertî de jî pir baş tê destnîşankirin ku komplo xwedî
dîrokekî kevn e. Yek ji sedemên qirkirina li ser Kurdan bêguman
pergala netew-dewletê ye. Bi giştî pergalên li ser Kudistanê
dagirker, bi zihniyeta netew-dewletê Kurd înkar kirine, mafê
Kurdan nenasîne. Piştî perçekirina Kurdistanê, ji bo xwe serwer
bikin gelê Kurd tine hesibandine. Ev qirkirina siyasî-çandî
berhema pergala netew-dewletê ye. Lewma li Kurdistanê zîhniyeta
netew-dewletê înkara gelê Kurd e. Lê belê di vê rewşê de rola
Rojava jî divê neyê ji bîr kirin. Pergalên Rojava jî ev
zihniyeta nîjadperest destek kirin. Armanc asîmîlekirin,
tinekirin û înkara hebûna Kurd bû. Vê jî rewşekî xeterî li ser
Kurdan dida çêkirin. Lewma ji hêla gelê Kurd ve her têkoşîn hate
pêşxistn. Têkoşînên hatin meşandin hin destketiyên wan hebin jî,
lê ji bo guhertina rewşê têrê nekirin û pirsgirêka Kurd heya
roja îro bi awayek hîna giranbûyî dewam kir. Ango komplo dewam
kir. Di 15’ê Sibata 1999’an de jî rûyê komployê yê navnetewî
derkete holê.
-N. Erhan: Di vê navberê de Têkoşîna 40 salan a Bizava Azadiya
Kurd li dijî komployê çi îfade dike?
-R. Jiyan: PKK ji bo dawîhatina neheqî û bêmafiyê, li beramberî
hemû pergalên serdest li Kurdistanê hate damezirandin. Ji bo
siyaseta tinekirina li ser gelê Kurd bi dawî bibe, têkoşîna
temsîlkirin û hebûna Kurdan da meşandin. PKK li hemberî siyaseta
tinekirinê derkete holê. Bi vê karaktera xwe ve jî nunertiya
rencber, karker, jin û hemû beşên civakî dike. Di vê wateyê de
PKK, dijberiya hercure sîstemên desthilat îfade dike. Rêbertî bi
rêya PKK’ê û têkoşîna azadiyê xwest rewşa li ser Kurdistanê bide
dawîkirin, dawî li newekheviyê bîne. Berxwedana netewî bi PKK’ê
re hate destpêkirin. Berxwedana li girtîgehan, pêngava 15’ê
Tebaxê û şerê 30 salan ji bo azadiyê hate meşandin. Ev pêvajo ji
bo gelê Kurd pir girîng in. Bi PKK’ê re dîroka hatî veşartin
carek din derkete holê. PKK têkoşîna gelê Kurd a hebûnê ye.
Rêbertî di tarîtiya wan rojan de bi vê xebatê re derxiste holê
ku di pergalên heyî de ji gelê Kurd re bilî tinebûnê ti rê
nehatiye nasîn. Ji ber hemû maf û nasnamye Kurdan dihate
înkarkirin. Bi taybet jî pergala dewleta Tirk bi birdoziyek
faşîst tinekirin li ser Kurdan ferz dikir. Di vê wateyê de PKK
pûçkirina planên komploya dîrokî hedef dike.
-N. Erhan: Niha em vegerin roja îro, polîtîkayên heyî têne çi
wateyê? Ango li dijî Kurdan çi armanc dikin?
-Rûken Jiyan: Dewleta Tirk li ser Kurdan û bi taybet Rêbertiya me
êrîşên xwe zêde kiriye. Komployek navnetewî hate pêşxistin ku
pir armancê wan yên qirêj hebûn. Lê Rêbertiya me bi komployê
hesiya. Beriya komploya 15’ê Sibatê jî Rêbertî bi zanebûn û
hestyariyek mezin hercarê komplo û lîstokên wan vala derdixist.
Helwesta li Îmraliyê pêşxist bi giştî planên hêzên komploger pûç
kirin. Ev 14 sale ku Rêbertiya me li Îmaraliyê berxwedana
azadiyê dide. Ji bo çareserî çêbibe û şer bisekine bedelên mezin
hatin dayîn. Di pêvajoya heyî de êdî tinehesibandina gelê Kurd
nayê qebûlkirin. Rêbertî xwest rêbazên cuda yên têkoşînê
pêşbixîne. Protokolên ku ji bo çareseriyê pêşkêş kir pir zelal
in. Lê sîstemê ticar bersiv neda daxwazên çareseriyê. Hukumeta
herî dawî AKP’ê jî bi ziravî û lîstokên hîna kûrtir dixwaze gelê
Kurd tine bike. Berê ev rêbaz hîna qabe û berçav bûn. Niha bi
ziravî têne meşandin. Dixwazin bêfonksyonkirin û tesfiyeya
Kurdan bi wan bidin qebûlkirin. Rêbertî û gel ji hev qut bikin.
Bi rêya Kurdên hevkar û xwefirotî jî Kurdan bixapînin. Li gor
zihniyeta pergalê, Kurdê herî baş Kurdê xwefirotî, Kurdê
xiyanetkirî ye. Lê belê êdî Kurdê kole û xwefirotî nayê
pejirandin. Li Kurdistanê ji van kesan re cih nemaye.
Li beramberî hewldanên Rêbertî, bersiva AKP’ê înkara gelê Kurd
e. Gelê Kurd ji bo çareseriyê hewldan kir. Bi caran agirbes hate
pêşxistin, bedelên mezin hatin dayîn lê pêngav nehate avêtin.
Jixwe Rêbertiya me da diyarkirin “Tiştek ji vê pêtir ku bike
nemaye.” Îro jî bi reşkirina Bizava Azadiyê û çêkirina nakokiyên
bêbingeh dixwazin helwesta yekgirtî ya di navbera gel, Rêbertî û
bizava azadiyê xirab bikin. AKP, rol û mîsyona Rêbertî baş
dizane, ji bo bikare hemû xebat û çareseriyên Rêbertî vala
derxîne ji pir aliyan ve êrîş dike. Girtinên di bin navê KCK’ê
hatin destpêkirin jî encama vê polîtîkayê ne. Di bingeh de jî
tirsa ji pergala xweseriya demokratîk e. Ji ber xweseriya
demokratîk bixwe dijîtiya pergal û zihniyeta netew-dewletê dike.
Lewma jî ji bo gelê Kurd statuyek siyasî bidest nexîne, di serî
de dest avêtin siyasetmedar û nûnerên gelê Kurd. Paşê rêze
operasyonên wan dom kir. Li her qadê li ser sazî û rêxistinên
Kurd yên demokratîk û rewa êrîş kirin. Ji akademîsyen,
rojnamevan heya xwendekar û nivîskaran bi hezaran kes girtin bin
çavan. Di rewşa heyî de dewleta AKP’ê ji pergala 12 Êlûnê bêtir
êrîş û zext li ser civakê dimeşîne. Yên ku li dijberê xwe dibîne,
ji her netew û gurubê be qet ferq nake êrîş li ser dike. Di
serdema 21’an de hîna jî li Tirkiyê maf û hebûna rengên cihê
nayên qebûlkirin. Niha jî AKP senaryoyek cuda çêkiriye û îdea
dike ku “ew çareseriyê dixwazin lê PKK nayê çareseriyê.” Ev
xapandina rayagiştî ye. Tê dîtin ku her cure nêzîkatî û hewldana
wan tenê bi armanca îmhaya gelê Kurd e. AKP ji bo civaka Tirkiyê
jî bilî xirabiyê tiştekê nake. Di bingeh de dijberî civakê ye.
Bi destên hêzên NATO’yê ve li gor berjewendiyên wan tê
birêvebirin. Siyaseta heyî derveyî civakê, heta li dijî civakê
ye.
-N. Erhan: Di dema borî de weşana kanala ROJ tv li Ewrûpayê
hate astengkirin, gelo çi têkîliya vê nêzîkatiyê bi siyasetên li
ser Kurdan tê meşandin ve heye?
-R. Jiyan: Elbet wek we jî îşare pê kir, mînaka vê yek jî
mijara ROJ TV ye. AKP’ê li dijî Kurdan bi herkesê re bazirganî û
hevkariyê dike. Jixwe Rojava hertim li gor berjewendiyên xwe nêz
Kurdan bûye. Firansa bi polîtîkayek pir zirav Kurd û Ermenî li
dijberî Tirkiyê wek kart bikar anî. Gelê Kurd kirin qurban.
Qirkirina Ermeniyan qebûlkirin, lê ji bo hevkariya bi Tirkiyê bi
giştî ji holê neçe vêcarê jî bi şêweyek derveyî qanûn û rêzikên
xwe kanala Kurdan girtin. Ev jî rûreşiya pergala kapîtanlîst
nîşan dide. Ji bo gelê Kurd jî negihîje daxwaziyên xwe yên rewa
her rêbazê hevkar pêk tînin. Girtina kanala Kurdan biryarek
siyasî ye. Bêmafîyek mezin e. Dema mijar dibe Kurd ti rêzik û
qanûn di holê de namînin. Hemû rêyan li pêşiya Kurdan digrin. Ji
bo gelê Kurd nekaribe xwe îfade bike di her warî de êrîş dikin.
- Nûjiyan Erhan: Li Rojhilat Navîn pêvajoyek pir zirav û hesas heye,
gelo çima di demek wiha de evqas bi ser gelê Kurd de êrîş têne
kirin? Di vê wateyê de komplo di kîjan astê de ye?
- Rûken Sêrt: Dixwazin di herêma Rojhilata Navîn de hebûna
azadîxwaz û xwedî vîn a gelê Kurd bidin dawîkirin. Ji ber yekem
hêza dijberê polîtîkayên Rojavayî û xwedî helwest xeta azadiya
gelê Kurd e. Lewma jî bênavber ji her alî ve êrîş dikin.
Divê bê zanîn ku heke PKK nebe, wê Kurdê azad û xwedî vîn jî
nebe. Çarenûsa Kurdan û gelê herêmê jî bi hev re girêdayî ye.
Bila kes xelet neke û nebêje ku “bila keştiya PKK’ê bin bikeve,
em ê ji vê rewşê sûd bigrin”. Kes wê nikaribe ji vê rewşê rizgar
bibe. Dibe heya demekê mafê jiyanê bibînin, lê dawiya wan her
tinebûn e. Li Roboskiyê kesên cerdewan jî rastê qetlîamê hatin.
Ji ber di armanca komployê de Kurd hene. Xwestin bi vê bûyerê re
jî gelê Kurd çavtirsî bikin. Divê gelê Kurd van rastiyan baş
bibîne û ji bo ziman, çand û rûmeta xwe têkoşîn bide. Divê gelên
Rojhilata Navîn jî vê rewşa nerewa bibîne û dijîtiya wê bike.
-N. Erhan: Îro divê helwest û nêzîkatiya gelê Kurd û jinên Kurd
çawa be?
-Rûken Sêrt: Pêwîste di vê demê de hemû gelê Kurd li dijî
siyasetên xapandin û şerê taybet hestyar û hişyar be. Îdea dikin
ku “PKK tine kirine, vîna gêrîla şkandine”, lê ev derveyî
rastiyê ye. PKK’ê di pêvajoya borî de derbeyên pir giran li
pergalê xist. Hin wendahiyên me jî çêbûn, berovajî xeyalên wan
em bêtir xurt û bi biryar bûn. Dijmin bi rêbazên derveyî huqûqê
û alîkariya ji dewletên derve digre bi techîzatên berfireh bi
ser gêrîla ve tê. Rêbazên heyî jî derveyî pîvan û rêgezên şer
in. Jixwe şerek bê mêzîn û bê edalet heye. Gêrîla ruxmî hemû
êrîş û rêbazên dij-mirov ku rejîmê pêk anîn, hêzbûn û mezinahiya
xwe nîşan da.
Divê di roja îro de gelê me bi giyana Mezlûm, Zîlan û
Bêrîtananan berxwedaniyê hîna bilindtir bike. Divê were zanîn
heke çareseriyek mayînde û demokratîk çê nebe, wê şerek pir
dijwar biqewime ku herkes tê de bişewite.
Meha Sibatê divê herî zêde bibe meha berxwedan û pêşketinên
mezin. Di her qadê de, qadên civakî, siyasî û çandî de di her
alî de têkoşîn bê meşandin. Divê her Kurdek li dijberî bêmafî û
siyaseta qirkirinê xwedî helwest be. Pêwîste li dijberî
antîporpagandayên ku li ser Bizava Azadiyê têne pêşxistin jî
hestyarî hebe. Divê kanalên Tirkan bêne boykutkirin û neyên
mêzandin. Li beramberî girtinan jî divê gelê me xwedî helwest
be. Ango nabe ku nûner û siyasetmedarên Kurdan wiha rehet werin
girtin. Pêwîste berxwedanî bê kirin.
Rewşa li Îmraliyê ne asayî ye. Tecrîdek giran û lîstokên pir
zirav têne meşandin. Herî dawî helwesta ku Rêbertiya me danî
holê jî pir eşkere ye. Dixwazin Rêbertî daxînin asta takekes û
ji mîsyona siyasî derxin. Rêbertî vîn û rêberê gelê Kurd e. Lê
astengkirina hevdîtinên bi parêzeran re û destûrdayîna hevdîtina
bi malbatê re polîtîkayek pir zirav e, dixwazin Rêbertiya me
daxin asta takekes. Rêbertî li dijî vê helwest danî û hevdîtin
nepejirand. Gelê Kurd, divê vê helwestê rast bixwîne. Jixwe bi
her awayî gelê me dibêje “Muxatebê pirsgirêkê Rêber APO ye”.
Nêzîkatiya ji wî re jî ji gelê Kurd re ye. Heke birastî di
çareseriyê de semîmî bin divê bi Rêbertî re çareserî were
pêşxistn.
Ji hêla Bizava Azadiya Jinê ve kampanya bi navê “Rêber APO Azad
Bikin, Dawî li Qirkirinê Bînin” di eksena Rêbertî de hatiye
destpêkirin, divê em bi taybet di meha Sibatê de li dora Rêbertî
bi giyanek fedayî têkoşan bimeşînin. Pêwîste hemû jin siyaseta
heyî vala derxin. Jina Kurd hertim xwedî li Rêbertiya xwe
derketiye. Îro jî hîna zêdetir hewce dike li dora Rêbertî bicive.
Siyasetên qirkirinê bi dawî bike û komployê mehkumê binkeftinê
bike.
Li dijî komployê divê em 24 demjimêran bi Rêbertî re bijîn. Di
her qadê de xwe rêxstin bikin û valatiyên ku çêdibin dagirin.
Pêwîste her Kurdek li dijberî komployê ji her demê dehqat bêtir
kar û xebat bimeşîne.
- Nûjiyan Erhan: Birêz Jiyan, em spasiya we dikin.
|
|
|