|
|
|
YEKÎTİYA NETEWÎ XALEK JİYANÎ YE...
|
Amadekar:
Nûjiyan Erhan
- Demeke dirêje di derbarê yekîtiya netewî ya gelê Kurd de
nîqaş têne kirin. Di heman demê de ji bo konferansa netewî
hewldan û xebatên saziyan jî hene. Me di derbarê yekîtiya netewî
ya gelê kurd de bi endama saziya Jîneolojiyê Leyla Agîrî re
hevpeyvînek çêkir.
- N.Erhan: Hema bêje ji hêla hemû rêxistin û partiyên Kurd ve
girîngiya yekîtiya netewî ya Kurdan tê destnîşankirin, di vê
demê de jî Konferansa Netewî rojevek sereke ye. Di vî barî de
hin hewldan û xebatên rêxistinên Kurd jî hene. Herî dawî partiya
BDP’ê li Başûrê Kurdistanê hin hevdîtin çêkirin. Em dixwazin wek
pirsa sereke ji we bipirsin ku çima di vê pêvajoyê de pêwîstî bi
yekîtiyê tê dîtin?
- L.Agirî: Pirsgirêkên ku di sedsala 21. de derketine holê em
ji hemû aliyan ve dinirxin û şîrove dikin. Yek ji rêbaza me ya
bidestgirtina pirsgirêkan jî, em roja îro bi dîrokê ve girêdayî
digrin dest. Çima yekîtiya netewiya Kurd di vê pêvajoyê de
girîng e? Di şerên sedsalên dawî de, hemû hewldan ew bû ku ji nû
ve Rojhilata Navîn dîzay bikin. Di van şeran de Kurd qurban
kirin. Bi hevpeymana Qesrê Şirîn re Kurdistan perçe kiribû û bi
Sykes-Picot re jî parçebûn temam kirin. Hêzên hegemonîk bi
parçekirina gele Kurd re xwestin hin dewlet-netewan li Rojhilata
navîn avabikin. Bi van dewlet-netewan re jî xwestin
berjewendiyên xwe bidin meşandin. Îro di bingeha hemû
pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn tê jiyandin de sazî û pergala
dewlet-netewê heye. Di vê pergala dewlet-netewê de ya ku hate
perçiqandin û êş kişand gelê Kurd bû. Lê belê piştî avabûna
PKK’ê êdî nekarîn Kurdan weke berê bidin şuxilandin û lîstokên
xwe bidin meşandin. Ev rastiye bênîqaş tê pejirandin.
Lê ji bo pirsa we ya çima yekîtiya netewî pêwîste? Ji ber ku di
Rojhilata Navîn de dixwazin aloziyan ava bikin. Gele Kurd divê
vîna xwe bide nîşandan û wek îradeyekê were naskirin.
Hêzên hegemonîk hebûna xwe li ser nakokiyên di nava netewan û li
ser esasên pirsgirêkan çê dikin. Çiqas di nav gelan de şer
derkeve, ewqas dikarin hêza xwe zêde bikin. Em lê mêzînin 24
dewletên Ereban hene, lê belê di Rojhilata Navîn de pirsgirêka
herî tevlihev jî pirsgirêka Ereban e. Ji ber ku dewlet-netew bi
xwe re nîjadperestî, cinsiyetparêzî pêşdixe. Ev hemû jî exlaqa
civakê xirab dike. Em îro jî berê xwe bidin her çar parçê
Kurdistanê. Kî ji perçebûna Kurdan sûd wergirt? Bêguman pergala
serdest. Li beramberî vê jî yekîtiya netewî ji bo Kurd hem
hebûna xwe bidin qebulkirin hem jî azadiya xwe bidest bixin
pêwîst e.
N.Erhan: Ji bo yekîtiyekî netewî were çêkirin hin rêgez pêwîst
in. Li gorî we ev rêgez çi ne?
L.Agirî: Îro li pêşya me Kurdan hin xefik hene. Divê em vana
binînin. Divê em dîroka xwe baş bimêzin û şîrove bikin. Pergal
dixwaze dewlet-netewek piçûk a Kurdan bide avakirin. Pêwîste em
bizanin ev wê bi xwe re pirsgirêkê zêdetir bike. Ev şer wê sed
salên din berdewam bike û ev jî li gor berjewendiya pergalên
desthilatdar e. Rêya mudaxelekirina li Kurdistanê jî ji
desthilatdaran re vekirî dihêle. Çareserî yekîtiya demokratîk a
konfederal e. Rêber APO di parêznameyên xwe de van xalan bi
berfirehî vedike. PKK di derbarê pirsgirêkê de nêrînek cuda pêş
xist. Di heman demê de alternatîf ava kir. Li gor nêrîna Rêbertî
yekemîn pêngav ku divê were avêtin çêbûna baweriyek xurt ji bo
çareseriyê ye.
A duduyan jî avakirina heremên Konfederal û pergala Xweseriya
Demokratîk e. Rêbertî di vê pêvajoyê de dide diyarkirin ku “Divê
platformên hevbeş çêbibin.” Ango çiqas yekîtiya netewî zû çêbibe
ewqas wê hesabên li ser Kurdan jî zû vala derbikevin. Ji ber wê
jî Rêbertî çar rêgez pêşniyar kir.
A yekemîn; divê rêxistineke giştî ya Kurdan were damezirandin.
A duyemîn; ji bo ku Kurd hêza xwe ya polîtîk derxin holê
Konseyekî Rêveber (îcra) were avakirin. Divê hukmê vê ya
girêdanê jî hebe. Polîtîkayekî hevbeş derkeve holê û her bizav û
rêxistin jî li gor berjewendiyên netewî tev bigere.
A sêyemîn; ji bo parastina gel divê hêzeke Parastina Cewherî ya
giştî hebe. Ev konferans divê biryareke wîsa bigre.
Pêwîste kes xwe nexapîne. Di holê de êrîşekî topyekûn li ser me
Kurdan heye. Em nikarin Helepçeyan, Roboskiyan ji bîr bikin. Em
nikarin parastina xwe ji însafa hin hêzan re bihêlin. Em ne
qurbaniyê hin dewletan in. Barzanî dibêje “Dem ne dema şîdetê
ye.” Lê belê em mêzebikin di her warî de li hember me şîdet tê
bikaranîn. Em nikarin di rewşekî wîsa de xwe bêparastin bihêlin.
Ev ji bo me xalekî esasî ye.
Ya çaremîn jî; Qada dîplomasiyê ye. Her tevger nêrandinên wan
yên cuda hene. Divê em hemûyan di potayeke navend de bînin ba
hev. Van cudabûnan jî ji bo demokrasiyê wek bingeh bibînin. Di
heman demê de gelê Kurd bi hin gelên din re dijî. Rojhilata
Navîn di milê çandî de pir dewlemend e. Tekîliyên Kurdan bi van
netewan re wê çawa be? Em dizanin li her çar perçê Kurdistanê de
dewletên cuda serdest in. Wê têkîliya me Kurdan bi giştî bi wan
re li ser kîjan esasan be? Em dikarin van xalan bi xebatên
dîplomatîk re çareser bikin. Ev her çar rêgez ji bo yekîtiyeke
netewî pêwîst in.
N.Erhan: Hin hêzên derve dixwazin çareseriyekî an jî yekîtiyekî
derveyî PKK û Rêberê gelê Kurd Rêber APO ava bikin. Li gorî we
armanca van hêzan çi ye?
L.Agirî: Em wek gel, wek tevger jî bi êrîşekî pir mezin re rû bi
rû ne. Dixwestin me bêbandor bikin. Ji ber bê hesabkirina
faktora PKK’ê, nikarin di Rojhilata Navîn de avabûnekê çêbikin.
Ji ber girseyeke berfireh ya PKK’ê heye. Di Netewbûna gel ya
demokratîk de em hêzeke sereke ne. Bêyî PKK’ê, bêyî KCK’ê di
Rojhilata Navîn de çareseriyeke demokratîk ku berjewendiya gelan
di nav de hebe, çê nabe. PKK ne tenê di her çar perçeyên
Kurdistanê de, di heman demê de li derveyî welat û hemû
Rojhilata Navîn hêza herî rêxistinbûyî ye.
Kemal Bûrkay jî îro diaxife, encax kes wî cidî nagre. Ji ber li
derdora wî du kes jî tine ne. Em mêzînin îro bi milyonan kes li
dora PKK’ê ne. PKK bûye malê gel, malê civakê, malê dîrokê.
Pergalên serdest jî van rastiyan dibînin. Lewma dixwazin hin
tiştan berovajî bikin. Di Demokratîkirina netewî de rola sereke
dikeve ser milê PKK’ê. Wê vê rola xwe jî bi serketî pêk bîne.
N.Erhan: Ji bo pirsgirêkên gelê me li Rojavayê Welat û Sûriyê
werin nîqaşkirin, li Başurê Kurdistanê konferansek hate
lidarxistin, hêza herî rêxistinkirî ya li Rojava PYD ye, lê
venexwendin vê konferansê. Li gor we armanca vê nêzîkatiyê çiye
û çiqa xîzmeta yekîtiya netewî dike?
L.Agirî: Me jî di çapemeniyê de li her du aliyan jî guhdar kir.
Lîstokên ku me behsa wan kirin yek jî ev e. Em berê xwe bidin
Rojavayê Kurdistanê, hêza herî demokratîk, a herî rêxistinkirî
PYD ye. Ango îro PYD nûnertî û temsîla gelê wir dike. Heke tu
hêzeke wisa li derveyî konferansê bihêlî, niyet jî eşkere dibe.
Polîtîka jî eşkere dibe. Wê wextê tu yekîtiya netewî ya Kurdan
li gorî berjewendiya hêzên hegemonîk dixwazî. Piştî ewqas zor û
zehmetî ku Kurdan kêşa êdî tiştên wiha nayên pejirandin. Di
konferanseke wîsa de gotina: “Ne wek rêxistin, wek şexs tevlî
bibe!” tê çi wate yê? Me gelê Kurd ji bo nasnameya xwe bi
pergalê bidin qebulkirin bedelên pir giran dan û em hîna jî
bedelên vê didin. Heke partiyek xwedî girseyek befireh ya gel
wek rêxistin neyê gazîkirin, ev tê wateya ku nasnameya wî gelî
jî tine tê hesab, ev jî bi zihniyeta hêzên serdest re heman e.
Em dikarin hev rexne bikin. Ancex kes nikare vîna derketiye holê
wek tine bihesibîne. Lê em careke din nayên lîstoka hêzên derve.
Em nahêlin ku di navbera hêzen Kurd de şer derkeve û Kurd perçe
bibin. Di yekîtiya Kurdan de hewldana herî mezin Rêber APO dide.
Ez cardin dubare dikim divê em dîroka xwe ji bîr nekin. Em
nekevin xefika hêzên derve. Hêza sereke ya pûçkirina van
lîstokan KCK û PKK ye.
N.Erhan: Birêz Agirî, ji bo avakirina yeketiya netewî, peyama we
ji bo jinên Kurd û gelê me çi ye?
L.Agirî: Beriya niha ji bo yekîtiya netewa jinên kurd
konferansek li dar xistin. Ser vê esasê xebatên me yên yekîtiya
jinan jî berdawam dikin. Ji bo ku yekîtiyeke netewî were
pêşxistin rola herî girîng dikeve ser milê jinên Kurd. Ev jî
pêdivî bi guhertinên zihnî dibîne. Di vir de jî hêza sereke
dikare rol bilîze jin in. Tevgerkirina jinên Kurd di vê pêvajoyê
de pir pêwîst e. Hewldanên me jî wê di vi milî de zêdetir bibin.
Em jinên Kurd dikarin di hin platformên hevbeş de werin gel hev.
Ez cardin dibêjim ku em encax bi yekîtiya netewî ya demokratîk
re dikarin hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe pêk bînin. Gelê me
jî divê ji bo pêkhatina yekîtiya netewî bi hestyarî û
rêxistinbûyîneke berfireh tev bigere.
N. Erhan: Birêz Agirî, ji bo beşdarbûna we û nirxandinên we yên
girîng, em spasiya we dikin.
|
|
|