Hestên Dilê Me

Cidiyeta Şer Ji Şêwaz...
Hêza Mezinahiya Rêber APO...
Ronak Murad

Li Akademiyê  Rêbertî di nava şagirtan de diçû û dihat, ew havîna dawî bû ku bi wan re bû. Dipeyivî û çavên wî girtî bûn, mîna ku kesek dakeve kûrahiya bîrekê û hûndirê xwe lêkolîn dikir. Şîrove dikir û derbasî ziraviyan dibû. Berhev dikir xalên berê û yên ku pêwîst e ji bo têkoşînê, pêre jî kelemên li pêşiya rêka pêşxistina kesayeta heyî şîrove dikir. Hevalek perpirsê ewlehiya Rêbertî xwe nêzî hevalên rûniştî kir, li cihê ku rêbertî lê diçû û dihat, di bin stûnên hesîn de. Çek di destan de bû, bi diltirsokî li Rêbertî mêze kir, lê belê qise nekir. Wiha vegeriya cihê ku rêbertî lê dima. Hewşa din cihê xwarinpêjiyê bû. Dema Rêbertî ders dida te nedikarîbû ji cihê xwe  bilepitî û tiştekî cuda bikî, ango li wan der û doran werî û herî...Zêdetir...

Nergiz Îsmayil

Kesayeta ku ji hemû hêlan ve xwe afirandî… Di nava mercên zor û zehmet de hêza xwe ya hundirîn derxistina holê… Bi wê hêzê jî mirovên mezin û resen avakirin... Em insanên gelekî bi şens in, ji ber rêberek wek Rêber APO ji nava dîroka me derket. Rêbertiya me ev têkoşîn bi serê derziyê kola û bi birdoziya azadiya mirovan serketinên bêhempa da qazenckirin. Ger ez bixwazim rastiya vê bi çend hevokan bînim bilêv bikim, wê ti şîrove têrê nekin. Ji ber rastiya têkoşîna Rêbertî ji gotin û şîrovekirinê derbas dibe. Ew rastî, min xwendin, lê pirî wan min bi çavên xwe dîtin...Zêdetir...

Waneya Rastiya Rêbertî...
Ji Zeytûnê re...
Hacer Zagros

Elbet her bîranînek bi Rêbertî re û dema ku me bi wî re derbas kiriye wateyekî pir cuda di nav xwe de dihewîne. Bîranîna ku min bi Rêbertî re jiya pir balkêş bû. Li sala 1996’an li Şamê dibistana me hebû. Min jî di wê Akademiyê de perwerde didît. Yek ji dersa me ‘rastiya Rêbertî’ bû. Her dem di wê waneyê de Rêbertî dihat û şîrove dikir. Rastiya serokên ku hene dinirxand, lê belê wê rojê Rêbertî hat şêwazek cuda ceriband. Di dibistanê de her roj hevalek kordîneya rojê bû. Rêbertî bi kordineya/î rojê re xeber şandibû, gotibû “bila heval amade bibin, em ê bên û li ser Rêbertî nîqaş bikin”. Gotibû ku “hûn bixwe rabin li ser min nirxandinê bikin.”...Zêdetir...

Berîtan Lelîkan

Ber bi çiyayên min ve dibezin
mij
ber bi deştên min ve diherikin
çem
ber bi rûbarên min ve diçe
şînên bi xem
nagihîje rojên dûr çûkên dilê min
digevizîn mêjiyê min
dinava şikên min
a te,
min dixwest bi te re, em
bigrin pora berbangêdestek genim em biavêjin
rûbarên pîroz
şîn û xem bila çûban...
Zêdetir...

Rêhevaltiya bi Rêbertî re...
Payîzên Me Jî Dibişkivin...
Fatma Adir

Wek jinên ku di şer, têkoşîn û lêgera vekirina deriyê azadiyê de ne, em van rojan dîsa ji wateya rêhevaltiyê re li bersivê digerin û hewl didin bigihîjin remza wê. Bersiva me vêcarê wê ji remza heqîqetê re derî veke, ev jî pêwîstiya girêdan bi rêhevalên ku di vê rêyê de me wenda kirin û rêhevaltiya rast bi rêbertiya me re ye. Di van rojên ku me hemleya “Em, Rêbertî azad bikin, li qirkirinê dawî bînin” daye destpêkirin, bersiva ku ji wateya rêhevlatiya rast re were dayîn hîna girîngtir dike. Hem wek pêdiviya sozên me dane Rêbertî û rêhevalên xwe yên şehîd, hem jî wek rêhevalên wan em ê mafê temsîliyetê bi çalekî û vegotina xwe qezenc bikin...Zêdetir...

Dêrsim Zêrevan

Gelo ne ji eserên wan yên ku çavê me zîq, guhê me bel, dilê me mest û hizrê me ronak dike wê hemû mirovan xwe hunermend hesab bikirana. Gelo wan; ew xwedawenda dilpak bi kîja çeşnê hunera xwe bandor kirine, da ku ew afirandiye û heyîna xwe ya li ser erdê ji wan re veqetandiye. Gelo ne ji xweşiktirîn hostahiya dil, hizir, çav û destê wan bûna,wê çiya rast, roj bê tîn, heyv bê ron, çivîk û şalûl jî bê deng bûna? Gelo ne ji hêza nirxên wanî hunerî be, di kevîka zindanê zilmet û tarî de, di bin sîwana zilma kedxwaran de, wê hêvî bûbana buhara temenê kê/kî ji me. Gava ku di şerê rizgariya welatekî de guleyek sînga me derbas bike û di pişta me re derbê,...Zêdetir...

 Ji Rêwiyê Rojê Re...
Divê Weke Jin, Bibim Jin!...
Nûgiyan Derya

Min şehîdbûna te bihist. Li ser girek bilind, çiyayek asêbûm wê rojê. Nizanim ji ku ket bîra min, ez daketim qampê û Min dest avêt komandêya televîzyonê û pêxist. Piştî nivro bû. zerekiyên rojê gihîştibû quntara çiya. Cih bi cih berfa spî mîna xalan li ser rûyê çiya xuya dikir û bi tirêjên melûl ên rojê re dibiriqî. Ez bi karek din re mijûl dibûm. Dem û wexta min nebû nûçeyan temaşe bikim wê rojê. Lê çawa çêbû ez jî nizanim. Ji nûçeyên ROJ TV nûçeya yekem bû ez ne şaşbim. Ji ber ciwaniya temenê te hişê min têkbir, min tam nezanî saet çend bû. Lê temenê te di hişê min de çikilî mîna tîrek ji kevanê hatî berdan...Zêdetir...

Berhevkar: Bêrîtan Lêlîkan

Sal 1995 bû.
Em nû ji perwerdeya YAJK ê derketibûn. Ji me re gotin “hêzên Botan ê, naçin Botan ê, yên Zagrosê jî naçin Zagrosan”. Wê demê, min pêşniyara xwe ji bo çûndina Cûdî kir. Ciyê me hatin xwendin û wê şevê diviya em çûbana Botan ê. Riya me çawa derbas bû û em çawa gihîştin Haftanîn hê me baş şîrove nekir, diviya me roja dîtir çalekî bikira. Ji ber ku dijmin ketibû liv û tevgerê. Bi ya min be, tişteke pir sosret bû. Ji ber ku qada em lê ne, me ne nas dikir, ne jî me hevalan nas dikirin û kesên ku tu baş nasnekî, bi wan re çûndina çalekiyan, tişteke ne hesan bû. Bes, di nava şer de, ti pirsgirêkên me nebûn, me dikarîbû şer bikin...
Zêdetir...

 Pirek Ber Bi Xwe Ve...
Ji jina Ciwan Re Name...
Tara Berfîn

Di pirtûkekî ya Bûdîstan de kurteçîrokekî pir hînker hebû ku ez dixwazim parvekirina me bi vê re dest pê bikim. Ji ber ku birastî mirov di vê serpêhatiya kin de dikare waneyekî pir baş fêr bibe. Bi kinahî kurteçîrok wiha bû;
Di dema Bûda de li daristanekê de zilamek dijiya, zilam her kesê/a ku didît ango hemû rêwiyên ku ji daristanê derbas dibûn, dikuşt. Bixwe jî bi şêweyên herî hovane, da ku tirs û xof bixîne dilên gelê herême û kes xwe nêzî wî neke...
Zêdetir...

Gulan Botan

Demekî dirêje ku diponijim da ku ji ku derê destpê bikim. Çendî serdem derbas bûn ku min dengê xwe nebihîstiye, ez jî nizanim. Lê tişta ez dizanim diviya ez di serî de bibûma zarok, paşê jî bibûma jin. Zeman dabû peyv hev û wiha li xêva (bellek) min hate nivîsandin. Hebûna min wek ciwan jî mîna nivîsekî ku li ser avekî piçûk were nivîsandin, zû zuha bû. Bêku bizanibe ber bi ku derê diherike û heya çima diherike. Hin caran min ew jî nedît, an jî ez bêjim li min hate qedexekirin...Zêdetir...

Rojhilatê Welatê Me ŞAHO
Binivîsin Êş û Keser, Bixwînin Jiyan
Berfin Nûrhaq

Rojhilatê welatê me Şaho, ji me dûr e, lê bi qasî Rohilatê dilê me jî nêz me ye. Warê ji dayîkbûn û mezinbûyîna Ferzad Kemangeran û cihê ku Şîrîn Elemhulî û Berçeman lê jiyan kir û têkoşîna xwe meşandin. Çiyayên Şaho cihê berxwedaniya şehîd Baran, Hewram, Berçem û Çalakan ne. Lewma biqasî rojhilatê dilê me nêz me ye, Şaho.
Çiyayê Şaho dikeve Rojhilatê Kurdistanê. Ev çiya berdewamiya sîlsîleya Zagrosane.
Zêdetir...

Nameya Mamoste Ferzad Kemanger bi munasebeta roja mamosteyan

Nîtche: yê/ya ku ji reh û damar mamoste be, hemû tiştan tenê di derbarê xwendekarên xwe de, bi baldarî dişopîne.
Ez li wan rojan difikirim.
Diviya ez bûma mamosteyê wan zarokên ku di zarokaniya xwe de êş û keda mezinbûyînê digirtin ser milê xwe û di mezinahiya xwe de jî xeyalên xwe yên pêknehatî ji zarokên xwe diveşartin. .
Zêdetir...

Hûrik Hûrik Dagire Tûrik
Zarok

Gulan Botan

 Li ser rûye dinê gelek zindî jiyan dikin. Her zindî li gor jiyana xwe çandekî digire û li gor wê jî kêfxweşî û lêgera jiyana xwe binavdikin. Di civaka Kurdan de gelek lêger û xweşikbûna jiyanê xwe wekî avêkî nerm diherikîne ser çanda jiyanê. Legera gelê Kurd li ku be bila be lê belê tucarî ji xwezayê qut nabê. Ji ber wê jî dema gel navê hezkirin û acizbûne xwe tîne ziman, xwe bi gerdûna ku tê de dijî, bi şibandina xwezayê tarîf dike.Dema em ji roja xwe, heya ew roja ku tevlî dîrokê dibin lê dinêrin; zindîbûna çanda jiyanê weke bayek hênik li rûyê me dide. Jiber di çanda Kurdan de zanebûn weke jiyana veşartî tê bi dest girtin...Zêdetir...

 

 
Ferzad Kemanger

Nameya Ferzad Kemanger mamosteyê dardekirî, ji bo xwendevanên xwe
Dilê min bêriya we hemûyan kiri ye. li vir bi roj û şev ez bi xewin û xeyalên we yên şirîn, helbesta jiyanê dixwîn im. Her rojê bi şûna we, ez ji tavê re dibêjim ‘rojbaş’. di nava van dîwarên bilind de, bi we re ji xewê şiyar dibim. Bi we re dikenim û bi we re dirazêm. Car caran tiştek mîna ‘diltengiyê’, hemû hebûna min dadigir e.
Xwezî, weke berê em ji seyrana ku me jê re digot ‘gera zanistî’ westiya divegeriyan, westiyayî ji hemû heydedan,
Zêdetir...

Ş. ZEYNEP KİNACİ

Nameyên Ş. Zeynep Kinaci

         LİNK

Em jinin ne namûsa kesî   ne, namûsa me azadiya me ye.

Kampanya ya ku di 25 mijdara 2008 destpêkiriye heta 25 mijdara 2009 berdewam bikebixwînin

Pêlêbikin

Em Têkoşîna Azadiyê Bilind Bikin,
Çanda Tecawuzê Derbas Bikin

 

 
Stran, Dengê Dîroka Kevnar
Dê Bêje Dilê Xeman
Em Li Ku Dera Cîhanê, Bi Çavên Kê...

Berçem Hewar

Destê qelişî û şewitî yê şivan li bilûrê dixe. Li ser gelî keriyeke bizin diçêrin. Hêdî hêdî ewr bi xatir xastina rojê, sor dibin. Ji dûr ve xume xuma kaniyê ji zozanê tê. Şivanê gund li bilûrê dixe. Avaza bilûrê, xwe li tehtên çiyayên pêşî dixe û li asoyên misî, belav dibe. Bizin hildikişin ser kevirên herî bilind û ji giyayên şîn dixwen. Carna jî bi be be hevrêkiyê dikin. Zêdetir... 

 Lênûsa Gêrîla

Ez dibêjim!
Ev çi wexte?
Dilê min tê de teng e
Bêhna min tê de nayê der
Her wext hil hila dilê min e
Bayê evînê ji me dûr e
Binêreee...
Çavên min çawa dişewitin
Ji evînê dûr
Fihêtiya mezin li ser lêvan
Çav kor û dil şewatın mirov
Dîsa dibêjım!
Ev çi wexte?
Evîn heft qat, li bin erdê de ye...
Zêdetir...

 Reyhan Îke

Nirx û sembolên ku netewan dikin netew hene, ji van yek jê ax e. Piştre ziman, çand, al û sembolên din hene.
Ji van nirxên netewa Kurd tişta ku pê nehatî lîstin, êriş li ser nebûye, çi maye?
Hîna navê welatê me yê ku dergûşa şaristaniyê ye, dayîka axên ku civakbûn lê çê bûye, tê înkarkirin.
Zimanê me hîna qedexeye. Di bin neheqî û heqaretên mezin de tê înkarkirin...Zêdetir...

                                                                                                                                                                                                                      JI BO HEMÛ NIVÎSÊN HESTÊN DILÊ ME

Pêlêbikin    

Malpera PAJK (Partiya Azadiya Jin a Kurdistan) a Fermî ye
PAJK Online © 2006-2007 Hemû Mafên Wê Têde Veşartî ne