|
Fatma Adir
Wek jinên ku di şer, têkoşîn û lêgera vekirina deriyê azadiyê de
ne, em van rojan dîsa ji wateya rêhevaltiyê re li bersivê
digerin û hewl didin bigihîjin remza wê. Bersiva me vêcarê wê ji
remza heqîqetê re derî veke, ev jî pêwîstiya girêdan bi
rêhevalên ku di vê rêyê de me wenda kirin û rêhevaltiya rast bi
rêbertiya me re ye. Di van rojên ku me hemleya “Em, Rêbertî azad
bikin, li qirkirinê dawî bînin” daye destpêkirin, bersiva ku ji
wateya rêhevlatiya rast re were dayîn hîna girîngtir dike. Hem
wek pêdiviya sozên me dane Rêbertî û rêhevalên xwe yên şehîd,
hem jî wek rêhevalên wan em ê mafê temsîliyetê bi çalekî û
vegotina xwe qezenc bikin. Di bin navê rêhevaltiyê îro em bi vê
erk û berpirsyariyê re wezîfedar in.
Her ku ez pirtûkên Rêbertî dixwînim, an jî lê guhdar dikim nirx
û girîngiya ku Rêbertî dide rêhevaltiyê di mêjî û dilê min de
dikeve jêr pirsê û dest bi pirs û lêgera bersivê dikim. Min
parêznameya “pirsgirêka Kurd û çareseriya netewa demokratîk” ku
xwend, dîsa heman rewşa derûnî jiya. Carek din min hîs kir
rêhevaltiya rast yekbûyîna dilan ti asteng û kelem nas nake, ti
armanca ku negihîjê tine ye. Ez di Rêbertî de çawaniya
wategirtina rast a hevaltî û rêhevaltiyê û bersivgirtina wê her
carê bi xwezî pê anînê dibînim. Me bi jiyankirinê re jî dît
rêhevaltiya bi Rêbertî re qet ne hêsan e, lê belê me tam fêm
nekir. Pirî caran em bi seranserî, rojaneyî, heta asayî nêz keda
rêhevalbûyînê bûn. Me wer dizanî ku wiha em ê bikarin jê re
bersiv bibînin. Pêdivî û berpirsyariya Rêhevaltiyê pir caran di
nav me de wateya xwe li gor kûrbûyîna xwe negirt. Halê me yê
hestyar, demdemî û rojaneyî mohra xwe li rêhevaltiya me xist. Li
pey rêhevalên şehdî jî di bin navê rêhevaltiyê lêpirsîna heyî jî
li jêr bandora hestan de bû. Li pêşberî Rêbertî û şehîdan
bêguman girîngiya hest û girêdanê nayê înkarkirin. Lê diviya li
wan, bersivên rast yên pêdiviyên rêhevaltiyê jî werin zêdekirin.
Ji me rêhevltiyek wiha dihate bendewarîkirin.
Ew bersivên ku Rêbertî ji rêhevaltî û rêhevalên dozê re daye,
rast xwendina wê dê wek rêhevalan pir tiştan bi me bide
qazenckirin. Di vê xalê de di navbera me û Rêberî de hin cudabûn
û mesafeya ku vebûye, dikare bi hin mînakan jî were dîtin.
Girêdana bi şehîdan re û hestên wê di Rêbertî de ji ked,
berxwedan û têkoşanek çawa re dibe wesîle, ev mijar bi serê xwe
mijara lêhûrbûnê ye. Rêbertiya me tim caran vê rastiyê di
kesayeta Mahîr Çayan de tîne ziman. Sedema evqa bi bîr anîna
Mahîr Çayan, di vê wateyê de hevaltî û rêhevaltiyek pir mezin a
rê û dozê ye. Ked û nirxa ku Rêbertiya me dide şoreşa Tirkiyê,
yekîtiya azad a gelan û înşakirina netewa demokratîk, bi vê
rêhevlatiyê re ji nêz ve elaqedar e. Çawa utopyayên ku
rêhevaltiyên mezin xwe dispêrin mezin in, têkoşînên di rêya wê
de û girîngiya pêkanîna rast a pêdiviyên vê rehevaltiyê jî di
Rêbertiyê de mijara têkoşîn û azweriyek mezin e. Bersiva bi navê
rêhevaltiyê ji bîranîna Mahîr Çayan, Denîz Gezmîşan re tê dayîn
israr di şoreşa Tirkiyê de ye. Ruxmî komplo, êrîşên şoven û
faşîzan, helwestên tinekirnê jî, israra di şoreşa Tirkiyê de bi
vê rastiyê re ji nêz ve pêwendîdar e. Rêbertiya me tiştên ji
pêşengên şoreşger ên Tirkiyê fêr bûyî; wek şopger û dewamkerê
doza wan, bi bersiva ku da, danî holê. “Li gor min bi teşeya
şoreşgerî hebûna Kurdan bi bihayê dardekirinê bilêvkirina Mahîr
Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya û rêhevalên wan wek
peyv anîna ziman da îsbatkirin. Ya pey wê pirsgirêka rizgarbûn
ji statuya heyî û azadiyê bû. Di vê rêyê de teoriya ‘Kurdistan
mêtîngeh e’ destpêkekî rast bû.” Rêbertiya me tenê bi fêrbûyîna
şoreş, têkoşîna azadî, demokrasî û rêhevalên ji bo vê dozê şehîd
bûyî û kirina sedema têkoşînê re sînor nema. Di heman demê de di
aktîfkirina şoreşgerên di rêya sosyalîzm-şoreşê de xwedî têkoşan
bûn, çalakirina wan di têkoşîna demokrasî û azadiyê de kire
beşek rêhevaltiyê. Di şert û mercên girankirî ya tecrîda
Îmraliyê de di rewşek îzolebûyî de rêhevalên xwe wek beşekî
têkoşîn û berxwedaniya mezin dîtin, çalakirin û bandorkerkirin
girîngiya ku ji rêhevaltiyê re dide, nîşan dike. Rêhevalên wî
hîna nekarîbin şert û mercên giran yên tecrîda Îmraliyê bidin
dawîkirin jî, di têkoşîna yekîtiya azad a gelan de erkên xwe
hemû pêkneanîbin jî lê belê Rêbertiya me bi xebata xwe ya
çalekirin, tevlîkirina têkoşînê û pêşdedayîna Rêhevalên xwe de
ti astengî nas nake. Rêbertî bi têkoşîna azadiyê re ango bi
çalekî û gotinê re mafê temsîlkirina pêşengên şoreşa Tirkiyê
bidest xistiye. Bi vê bawerî û berpirsyariya mezin re ji
rêhevaltiyê re bersivên hîna mezin dide. Yekbûyîna hest, raman,
giyan û dil di Rêbertiya me de bûye sedema têkoşan, girêdan û
rêhevaltiya herî mezin.
Li gor Rêbertiya me, rêhevaltî tenê bi mafê temsîliyeta şoreşa
Tirkiyê û şoreşgerên wê bi sînor nabe. Di aliyê dîroka têkoşîna
me de jî pir waneyên hînker û girîng hene. Di meşa yekemîn a
têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehadeta hevalê rê û dozê Heqî
Karer mînaka sereke ye. Bersiva ji wê re înşakirina PKK’ê û
têkoşînek dêwasa bû. “Kemal Pîr û Heqî Karer wek du zarokên
Karadenîzê yên xirabnebûyî li şêwazê rêhevaltiya min, hema bêje
bi heyranî hatibûn girêdan. Ji bo zoriyek bi qasî serê misqalê
jî neyê min, beriya me hemûyan ber bi Kurdistanê ku ziman û
edetên wê nedizanîn ve meşiyan” Rêbertiya me bi vê gotinê jî
girîngiya rêhevaltiya rast, hîna di destpêka rêyê de dikirpîne.
“pêşengê bijarte yê berxwedana Sîverek-Hîlwanê Mehmed Karasungur
bi hevalê Kemal Pîr re, du rêheval bûn ku dikarîn çarenûsa
gêrîla biguherînin. Di serî de Mezlûm Dogan, Kemal Pîr, M. Xeyrî
Durmuş, Akîf Yilmaz û Ferhad Kurtay, her ku agahiya şehadetên li
girtîgehê dihatin, me ti çare derveyî ku mêjî û dilê xwe bêtir
giraniyê bidinê, nedidît. Roja li pêşberî êşan berxwedayîn bû.”
bersiva ku bi giranîdayîna dil û mêjî, bû israra serketina
têkoşîna ku gihîşte 40 salan. Di parêznameyan de ew tiştên di
wateya lixwerexnegirtina di bin navê rêhevaltiyê de hîna bêtir
hînker e. Ruxmî bi hezaran rêhevalên xwe ji nêz ve pê re
elaqedar bû, bi wan re diyalog pêşxist, perwerde kir û pratîka
wan şopand jî gotina: “Têra xwe min nekarî ji rêhevalên xwe re
dem veqetînim û elaqedar bibim” rêz dike. Bi vê gotinê re jî
mezinahiya wateya rêhevaltiyê dide xuyakirin. “yek yek
elaqedariya bi endaman re, min her wek kêmasî hesiband. Ji bo
min ewqa endamên binirx hebûn ku min dixwest hemû imrê xwe bi
wan re derbas bikim. Lê xebat ewçend ez belav dikirim ku ticar
derfet neda bi qasî daxwaziya xwe ez bi wan re elaqedar bibim.
Beşa wan yên zêde şehîd bûn. hemû jî di dilê min de nirxek wan a
girêk/kul heye.” Divê hizir, giyan û hesta rêhevaltiyê ev be. Ma
ji vê biwatedartir gêrêdanek dikare hebe? Heke em bêjin mafê
temsîliyeta di têkoşîna azadiya Kurdistanê ji hêla Rêbertî ve bi
bersiv û girêdana rast a rêhevaltiyê re hatiye honandin, di vê
wateyê de em şaş nakin.
Wek jinên di rêya têkoşîna azadiyê de cih digrin; em di nava
lêpirsîna watenedayîna hewce ji rêhevaltiyê re û bersivnedayîna
wê û lêgera rêhevaltiya rast de ne. Bersiva herî rast ji
rêhevaltiyê re were dayîn bi gotin û çalekiya xwe re pêkanîna
rast a temsîliyeta rêhevaltiyê ye. Me pir caran kêmekê fêrbûyîn,
hinek jî anîna ziman û qismî jî çalekîkirin ji bo hevaltî û
rêhevaltiya dozê bes dît. Gelek caran me ev jî nekir. Me wer
hesiband ku em gihîştine zanebûna rêhevaltiya rast. Heye ku
hewldanên me bi boneyî vê bû, lê belê niha hîna baştir derdikeve
holê qayilbûn bi kêmekê fêrbûyîn, hinek anîna ziman û qismî jî
pratîkirin, ne pêdiviya fêrbûyîna rast a rêhevaltiyê ye. Wek jin
ku sebebên azadiya me zehf in, behaneyên bersivnedîtina rast ji
rêhevaltiyê re bû astengî û kelema me ya herî mezin. Heke em
girêdana bi Rêbertî û rêhevalên şehîd re ji Rêbertî fêr bibin;
diviya me mezin bihiziriya, hestên xwe jî bikira sedema têkoşîn
û girêdana mezin. Ji bo wê jî diviya me bi elimîna rast ji
rêhevalên xwe dest pê bikira. Îro bersiva herî rast ji lêpirsîna
rêhevaltiya kêm, fêrbûyîna rast ji Rêbertî ye. Fêrbûyîna rast ji
lêpirsîna rast, lêpirsîna rast jî ji bo dîtina pirs û bersivên
rast rênîşaniya me wê bike. Di vê wateyê de bi navê rexnedayînê;
divê em fêm bikin bi têgihştinên seranser û ji rêzê re emê
nekarin bibin bersiv. Divê em bizanin ku elimîn ji Rêbertî, ne
rewşek rojaneyî ye. Ji ber me li ser Rêbertî ku rêhevalê me yê
herî mezin e, biqasî pêwîst lêhûrbûn çênekir, di fêmkirin û
têgihştina wî de kûrbûyîn bi dest nexist, îro ev wek sedema
bingehîn ya ku em nikarin ji rêhevaltiyê re bersiva rast bidin,
derdikeve pêşberî me. Lewre divê bi lêgera rast a ji rêhevaltiyê
re dest bi kar bikin.
Rêhevaltiya rê û doza mezin ne heyfpêanîn (hayiflanmak),
hestyarbûn û bibîranana erkên pêknehatî û gotina kêmasiyan e.
Erkên şoreşgerî di têkoşînê de destpêdikin. Rêhevaltiya mezin
ewe ku bikare armanc û baweriyên rêhevalên xwe bike zemînê
şoreşa civakî. Teqez bi serketinan re jiyanîkirina van hedefan
e. Rêhevaltiya bi Rêbertî re jî bi mezinkirina qadên azadiya
civakî dibe. Di şert û mercên dîlbûyîna Rêbertiyê de, divê were
fêmkirin, jiyanîkirin. Lê beriya her tiştî divê bawerî û
azweriya rêhevaltiya mezin bi Rêbertî re ji pêşxistina azadî û
dawîanîna şert û mercên heyî dibe.
Rêbertiya me, bi qasî ji bo pêşxistina zenebûn, raman, lebat,
sekn, şêweyê rêhevalên xwe re mijûl dibû û perwerde dikir, ev jî
wek nêzîkatiya bingehîn a rêhevaltiyê didît, ji bo şerkirina
rast a her hevalekê, ji bo zû wendahî çênebin, an jî nekevin
dest di nava hewldanekî dîrokî de bû. Di rewşa heyî de ne li cem
me be jî, bi nivîs û hevdîtinên xwe re vê nêzîkatiyê didomîne.
Li beramberî wê divê were dîtin ku nêzîkatiyên me vê keda mezin
a rêhevaltiyê pêşwazî nake. Lê belê acizbûyîn û bendewarî jî ne
rast e. Divê teqez em bibin bersiv. Hemleya berxwedana netewî ku
bi duruşmeya ‘Em, Rêber APO azad bikin, li qirkirinê dawî bînin’
hatiye destpêkirin di bingeh de xwe dispêre armanca bicihanîna
pêdiviyên rêhevaltiya bi Rêbertî re. Rêhevaltiya şoreşgerî li
ser sekna şoreşgerane û avakirina pêşketinên şoreşgerî dikare
were pêşxistin. Ji bo azadkirin û pêşxistina rêhevaltiyek rast
bi Rêbertiyê re pêwîste em di nava xebatek awarte di her alî de
ya watedarî, tevgerîn û pratîkî de bin. Rêbertiya me bi sekn û
pratîkek bêhevta ji şehadeta Mahîr Çayan û Kemal Pîran re bersiv
da, divê em vê teşeyê jiyanî bikin. Heke em hemleya berxwedana
netewî bi hemû hêza têgeha xêva xwe û qabîliyeta pratîkî re
pêşbixin, wê ti tiştê pêkneyê jî nemîne. Pêdiviya rêhevaltiya ji
dil û bi raman a bi Rêbertî re bi çêkirina vebûnek hemleyî û
pratîkên serketî yên encmadar re dibe. Hemleya berxwedana netewî
derfete ji bo pêkanîna pêwîstiya vê rêhevaltî û erka dîrokî.
Divê em hemû bi vê raman û hestê tevlî bibin û teqez divê em
rêhevalê xwe, Rêberê xwe Rêber APO azad bikin. Rêhevaltiya bi
Rêber APO re bi qasî hestên me yên rêhevaltiya azad bilind dike,
wê kelemên li pêşiya azadiya gelê me û me hemûyan jî ji holê
rake.
|