|
Nûgiyan Derya
Min şehîdbûna te bihist. Li ser girek bilind, çiyayek asêbûm wê
rojê. Nizanim ji ku ket bîra min, ez daketim qampê û Min dest avêt komandêya
televîzyonê û pêxist. Piştî nivro bû. zerekiyên rojê gihîştibû
quntara çiya. Cih bi cih berfa spî mîna xalan li ser rûyê çiya
xuya dikir û bi tirêjên melûl ên rojê re dibiriqî. Ez bi karek
din re mijûl dibûm. Dem û wexta min nebû nûçeyan temaşe bikim wê
rojê. Lê çawa çêbû ez jî nizanim. Ji nûçeyên ROJ TV nûçeya yekem
bû ez ne şaşbim. Ji ber ciwaniya temenê te hişê min têkbir, min
tam nezanî saet çend bû. Lê temenê te di hişê min de çikilî mîna
tîrek ji kevanê hatî berdan.
Tu ciwanek panzde salîbûyî. Li gundekî girêdayî navçeya Midyada
Mêrdînê, te bedena xwe dabû ber agir heta ez gihiştim te. Min li
wir tu nas kirî. Berê me hev nasnedikir, me hev nedîtibû. Min
ciwaniya te jî, xweşikbûna te jî cara yekem li wir dît û ketim
ferqa bedewiya te.
Dilê te panzde salî bû. Dilê te ciwan, dilê te mertala roj
parastinê bû li hember kirêtiyan. Dilê te banga dilê min bû di
wê roja bi êş de. Te roj li dilê xwe bar kiribû. Xemgînî û
zerekiya rojê ji çûyîna te bû. Te ji min, ji me, ji rojê destûr
xwestibû. Te biryar girtibû ku, tu yê bêyî rojê nejî û rojê bi
agirê bedena xwe biparêzî. Lê ne ji min, ne ji me, ne ji rojê
destûr nebû ku, tu dilê me bi dilê xwe yê panzdesalî re bisojî.
Dilê te êşgeha me bû ez dizanim. Dilê te rêwiyê hesret û bêriyên
me bû em dizanin. Dilê te bû wargeha rojê, cîhan dizane. Cîhan
dizane. Hemû mirov dizanin, em dizanin, ez dizanim. Derveyî
nemirovan herkes dizane, tu rêwiyê ber bi bêriyên me bû. Bila
aştî ji mezinahiya dilê te şerm bike. Lê te baş fam kiriye ku,
Aştî jî, dîle di destên nemirovan de ye. Bila yên ku evîndariya
te ya aştiyê nabînin, bila aştiya ku dengê te nabihîse û bila
yên naxwazin bizanin tu qasî bikarî ji bo wê agir bi bedena xwe
bixî dildarê rojê yî, ji xwe şerm bikin, zarokê rojê. Bila yên
ji mezinahiya dilê te yê azad tirsiyan û tu kirin gurzek ji agir,
ji xwe şerm bikin. Bila yên ku bûne dizên azadiyê, yên ku
dixwazin me bikin beniyên koletiyê û dixwazin me bi nemirovatiyê
terbiye bikin, ji xwe şerm bikin. Bila yên ku dixwazin me bikin
biyaniyên rojê, me di sir û seqema îxanetê de bifetisînin, ji
xwe şerm bikin. Ger nezan û bêhişin jî, bila li agirê li bedena
te binêrin, fêm bikin ku, dilê me kûreya agirê azadiyê ye. Em
zarokên Roj û Agir in. Bila li ronahiya te binêrin û ji tarîtiya
xwe şerm bikin. Bila ji te dersa mirovatiyê fêr bibin,
belengazên ku nizanin ji çar elementên jiyanê yek jê agirê li
bedena te ye. Bila nezan û rebenên xwenenas ku xwe zanayên
serdema me dibînin, fêr bibin ku bêyî agir û rojê jiyan negengaz
e. Lê ez çibêjim heval. Qasî ku ev rastî neyê dîtin korbûyîn
çarenûsa serdema me ye îro. Ez dizanim heval. Te bi agirê li
bedena xwe ji vê yekê re jî got: NA!
Me silavên te, hezkirinên te şandibûn, girtin rêhevalên min. Me
peyama te wergirt temen biçûk û dil mertalê min. Tu çîroka
Berfînan dizanî ne wisa? Berfîn li welatê me kulîlkeke xweşik û
bedew e. Her zivistan bi metroyan berf li ser dibare. Berfên
xedar, seqem û sir dibêje qey ti henase ji wê re nehiştine. Lê
çawa Berfîn tîna rojê hîs dikin, li hember berf, sir û seqeman
serî radikin û bi derketina tirêjên tavê re li rojê dikenin. Ev
çîroka me ye. Çîroka yên tu ji rê bûyî şopdar, ev çîroka te ye.
Lê dîsa jî te dilê min êşand heval. Ez dest davêjim kîjan peyvê
jan digirî îro. Ezê kîjan hevokê li bejn û bala te bikim nizanim.
Ji bo bi lêvkirina te hemû gotin belengazin, xizanin hemû bêje.
Wê qasî kefiya te ya kesk, sor û zer li bejn û bala te neyê
heger ku ev cîhan hemû bibe vebêj û ji bo te bilêvkirinê bibe
wêje.
Lê ne dilê min li qefesa singa min hitlê, ne jî bîrên çavên min
dikarin pêşî li herikîna sûlavên xemên min bigrin îro.
Îro mêvanê te bûm li ser wî banê ku te dilê xwe li ser firandî
ber bi asoyên azadiyê ve. Li pêşberî te rawestiya bûm. Min li
çavên te yên tijî hêvî temaşe dikir. Bi te re li Mêrdînê geriyam
kolan bi kolan. Em çûn Kurdistanê gund bi gund, bajêr bi bajêr.
Dema te tûrikê bêrî û hêviyan li pişta xwe kir, min gazî te kir:
“Ho… Rêwiyê Dilistana me. Zaroko, biçûko; tu di tûrikê xwe de
dilên me, bêriyên me, hovan û hesretên me, hêvî û armancên me
dibî wargeha jînê ji bîr neke.”
Lê çavên te axivîn û ez lal mam. Çavên te gotin: “berfîn jî
biçûk in li gor bilindiya girên berfê. Ez Berfînim rêhevalê, tu
jî dilê xwe teng neke. Min ev tûrik di temenek biçûktir de da
ser bilên xwe. Geh li hember ba û bahozên zilmê, geh li hember
sir û seqemên nezaniyê min xwe gihande hêza xwe. Temenê min,
biçûk nebîne. Li vî welatî ti zarok biçûk namîne. Tu dizanî di
vî temenê xwe de min çî û çî dît? Min di vî temenê xwe de zilm
nas kir. Ez bûm şahidê nemiroviyê. Min koletî naskir. Kuştin,
talan, êşkence, lêdan, destavêtin, tevkujî dît. Li cîhanê her
kes xwedî zimanekê ye ku xwe pê vebêje. Lê li welatê me, zimanê
me yê xwebêjiyê nemaye. Lewma bi çavên xwe daxivim. Bi agirê li
bedena xwe. Ma tu nabînî dilê min çiqas mezin e? Ma tu nabînî
qasî ku ez te, gelê xwe, welatê xwe, cîhanê bibînim, mezinin
hêviyên min, baweriya min û çavên min? Hêvîdarim ku tu, gelê min,
welatê min, mirovatî û cîhan jî min baş bibînin û wate bidin
kiryara min. Tu jî ji bîr neke hevalê. Binêre ez rêwiyê dilê
rojê me. Ji gel, heval û hezkiriyên rojê re bêje silav û
hezkirinên min.”
Bibore: ger min kêm û dereng ragihandibe. Ji ber ez lalbûm. Bi
çavên te, vebû mifteya li ser zimanê min. Silavên te li ser ser
û her du çavên min. Oxirbe rêwiyê rojê, tu yê her bijî li nava
dilê min.
|