|
Dêrsim Zêrevan
Gelo ne ji eserên wan yên ku çavê me zîq, guhê me bel, dilê me
mest û hizrê me ronak dike wê hemû mirovan xwe hunermend hesab
bikirana. Gelo wan; ew xwedawenda dilpak bi kîja çeşnê hunera
xwe bandor kirine, da ku ew afirandiye û heyîna xwe ya li ser
erdê ji wan re veqetandiye. Gelo ne ji xweşiktirîn hostahiya
dil, hizir, çav û destê wan bûna,wê çiya rast, roj bê tîn, heyv
bê ron, çivîk û şalûl jî bê deng bûna? Gelo ne ji hêza nirxên
wanî hunerî be, di kevîka zindanê zilmet û tarî de, di bin
sîwana zilma kedxwaran de, wê hêvî bûbana buhara temenê kê/kî ji
me. Gava ku di şerê rizgariya welatekî de guleyek sînga me
derbas bike û di pişta me re derbê, em di navbera xwe û wan de
dibêjin: rêvingtiya min heya vir bû, hestê van kêlîka para
hunera te ye hunermendno. Gava ku em li bin esîmanekî şîn, li
ser axeke sar dirêj dibin, hebûna wan wensa tenêtiya niqirîskên
me yên dawî tînin. Ger em rojekê ji bîra dayîk û bava, heval û
hogiran, heskirî û yaran biçin jî; lê tenê emê di bîra wan de
bimînin û ewê me jibîr nekin. Ne îro be jî misoger wê sibe behsa
me bikin. Em ji bîra kê/kî biçin lê ji ya hunermendan naçin. Wê
ji îro û pêve gêrîla xemla hunermendê gelawêjê vî welatî bin.
Yekbûn… Yekbûn… keça penaber… keçika botanê ya asî û esîl…
gêrîlaya çiyayên bilind… jina evîn û dengbêjiyê… hûn kîja navî
lêbikin lê tê…
Bi afirandina vê keça Kurd re, ne misogere ku xwedawenda bilind
bi hunermendan re neketiye nava rik û berebaziyê de, da ku bêje:
ez jî ne kêmî we me. Hema bêje hemû kihêliya dil û destê xwe ji
bo neqşîna vê keçê bi kar aniye. Ango qusûr nehiştiye ku gotin
eyba li hunera wî bigirin. Yekbûn di dil û giyana xwe de jî de
ne kêmî vê rastiyê ye. Ev gêrîlaya ku xweşikbûna wê ji heyve
ronekê ne kêmtir e, çiya bi çiya li rûmet û azadiya xwe digere.
Herçî jiyana vê gêrîlayê ye ji van nepeniyan pêk tê; xweza,
rûpelên ku tijî nivîs, şevê wê jî bi kilam û dengbêjiyê li ber
koz û perengên agirê gêrîla derbas dibe. Ji xwe jineke lehenge
di her qada şer û cengê de.
Naaa! wisa lê temaşe nekin. Bi van pesinînan re, ez nebêjim ku
ew neviya xwedawendan e û ji nûra asîman daketiye. Bila di
navbera min û wede be û bila pênehese, qusûrê wê jî ne kêm in.
Lê ya hêja ewe ku bi wate li qusûrê xwe temaşe dike.
Bi qasî ku demsala payîzê vê hevalê diwestîne, ti demsalên din
ewqa wê ji hal û hemd naxîne. Yekbûn neçare ku di şefeqê ku hîn
bi zelaliya ronahiya rojê şa nebûye û berî ku çûk şiyar bibin,
xwe bigihîne dara hejîrê. Ji xwe hîna gûz baş çênebûne sivûriya
hemû berhev jî kirine. Yekbûn li bin dara disekine û sivûriya
mijûl dike da gûz ji dest bikeve û ew jî bixwe. Eh! ew tama devê
xwe dizanin. kîja gûza xweş û tijiye dibijêrin û ji xwe re
radikin û dixwen. Ger Yekbûn bi ser gomeyên wan jî vedibe newêre
bi ser de biçe, ji ber heke tu bi tenê gûzekê jî ji qûtê wan yê
ku ji bo zivistanê berhevkirine bigrî, hema dibê terp dilê wan
dubûre û dimirin. Derdê hevala Yekbûn bi van hemûyan re li
aliyekiye û derdê wê bi hirça ku ji xwarina karçik û hermiyan
têr nexwin li aliyekî din e. Mîna ev ne bes be, piştî ku hirça
delal têr dixwe, diçe ser serê zinarekî bilind ku ji wir her der
dixuye, disekine û bi henekan pê dikene û paşê têra xwe bejna
xwe ya qalind li ba dike û direqise, paşî pişta xwe didiyê û
diçe. lê sîvorî û hirça delal jî nikarin navbera pezkovî, kar
xezal û Yekbûn xera bike. Êdî di nav heskirina wê ya ji wan re
hestekî pêwendiyê ya erênî çêbûye ku hevala Yekbûn bi kîjan
çiyayî ve rapelike li pêşiya wê dertên. Bi dizîka ve dikeve pey
dayîka wan, heta digihîje cihê mexelê wan, li karkê wan yê biçûk
temaşe dike û dizîvire. Yekbûn payîzê wê tijî serpêhatî û macera
ne. Lê li gorî wê xweşkbûna vê jînê ji dîtina çavê hunermendekî
û nav lê kirin mehrûm maye.
Hevala Yekbûn dîsa ber bi vê êvarê ve derketiye ser çiqila herî
bilind ya dara tûyê sor. Li gorî gotina wê jî “dara tuşîma”.
Gotina wê rastir e. Ji ber ew di nasîna xwezayê de bêqusûr e.
Her çiqa salê wê ku di gundê xwe yê botanê de hindik be jî, lê
salê wê yê çiya ev xwezanasiya wê temam kiriye. Hevala Yekbûn ji
bo hesret û xeyalên ku di sînga xwe de dîl girtine kilameke
dengbêjî di ber xwe de dinihirand, bi pêjna min re navber da
stîrana xwe. Ez pêdizanim; çiqa ev dar li cem me buha û bi qîmet
e, li cem hevala Yekbûn jî di heman astê deye. Ew jî mîna me,
ger di vê herêmê de be, misoger salê carek be jî ew jî tê û tûyê
vê darê dixwe. Ji ber ew dara mamostê me û hunermendê Yekbûnê jî
Xelîl Dağ e.
Ji bo hevala Yekbûn ne girîng bû ku gêrîla Xelîl pir an jî
hindik binase. Mane gelek gêrîlayên ku gêrîla Xelîl ne dîtinî jî,
jê hez dikin û wî pir baş dinasin. Lewra; di nasîna rojên yekem
de, Xelîlê hunermend birînên Yekbûnî bi salan dikewîne. Ji zû de
li benda vê hevdîtina bû. Wê rojekê bihate û wê çîrok û
serpêhatiyên jiyana wê, bi wê hunera xwe ya delal
bixemilandibûya. Ev hunermend xelata ax- xwezayê bû yan jî ji
asîman jêre daketibû, jibîra kiribû ku hesabê vê yekê bike.
Şahiya wê ya ku dê mîras û afirînên temenê xwe yê ciwan radestî
hunera hunermendekê bike, ti cî ji îhtîmaleke neyînî re
veneqetandibû.
Belê! wê hunermendê wê behsa gund û warê zarokatiya wê bikira.
Dijmin û koçên bi zordarî, jarî û jîna penaberiyê li welatên
xerîb. Botaniyên ku dubare dubare ketibûn ser rêya surgunê. Wê
di nav re behsa wargehên Nînova, Etrûş û Mexmûrê bikirana. Wê
behsa Aslan û Karker ji Xelîl re bikiribûya. Behsa lîstokên
zarokatî, biratî, hevaltî û gêrîlatiya wan jê re bikira. Erê! ew
herdû bira û hevalên dozawê ku hîna di xonça bihara temenê xwe
de şehîd ketin, bikira. Çend cara wan serê hev şikandibû, çend
caran ew ji deydîkê xistibûn, diziya rezê kê dikirin, bi çi
dikeniyan û digiriyan wê hemû bigota. Ev bîranînên ku ev bi
salane Yekbûn di dilê xwe de dîl girtine, êdî li hemberî wê serî
radikin. Dixwazin bi rêya hunermendekê/î ve bibine malê herkesî.
Hestên piştî demên demgirtî bîranînan pêşwazî dikin, ji kêliyê
rast zêdetir tê pesinîn. Mirov xema dema zindî bijî naxwe. Lê
belê xema demên ku dibin yên diho û ji ber çavên mirov wenda
dibin dixwe. Botan jî ji bo Gêrîla Yekbûn heman tişt e. Ya ku bi
aramî wê Xelîl li bendê maba, wê mijara Botanê bûya. Mijara ku
gêrîlayek û hunermendek anîbûn cem hev. Serpêhatiyên dî hemû
amûra hatina vê xalê bûn. Her serpêhatiyek ji bo Yekbûn ciheke
xwe ya teybet heye lê Botan mohra jiyana wê ye. Ji bo berhema
hunermendekê/î ev yek di heman watê de ye. Ango hin dem di
jiyana qehremanê wan de berhemên wan bi hêztir û serkeftîtir
dike.
Belkî Yekbûn behsa hin nepeniyên tijî evîn ku ji mere hîna behsa
wan nekiriye ji hunermendê xwe re bigota. Lê mixabin veqetîneke
bê veger, temenê nasîna Yekbûn ji Xelîl Dağ birî.
Êdî Yekbûn li ser axa welatê xwe ye, gêrîla û li serê çiya ye.
Lê dîsa jî her û her hestên wê penaberî rêyên pir dûr in.
Ya rast gava Yekbûn navber da nihirîna stirana xwe ya dengbêjiyê
li ser dara tuşîma, dixwest van ji min re bîne ziman, lê her
çiqa êşê şagirta Xelîl bi rengê xwe ji yên wê cudatirbin jî, di
wateya xwe de heman rastiyê dihewîne.
Carna hin rastî rolê me bi hev dide guherandin. Ji derekê û
şûnde em vê jiyanê ji bo abidîna hevdû dijîn, wate jî ev bi xwe
ye. Xelîl hunermendê gêrîlayan bû, niha jî Yekbûn hunera
hunermendiya Xelîl dike. Ya ji ber çavê me wenda dibe me qels
nake, ya ku nirxê wê ji me re dimîne me bi hêz dike.
Gelo ku xelîl evîna hunerê û pîrozahiya wê di dilê Yekbûn de ne
afirandibûya, wê îro bilûrek di destên wê de ba û wê ber av ber
av, çiya bi çiya, gelî bi gelî li bilûra xwe xistiba û
dengbêjiya stirana vî welatê -ku hunera wê wenda bûye- bigotana.
Me gotinê vê nivîsê ji xeyalên xwe pevbestin, hûn jî dikarin
dîmena rastiya wê di dilê xwe de pevbikin, qet nebe em netewekî
hezhuner bijîn.
|