|
Emîne Erciyes
Em di rojên kelegerma havîna Rojhilata Navîn de ne. Keçên ciwan
û xortên jîr ji ber xatirê azadiyê li ber siya bexçeyekê
civiyane. Ji germahiya derve zêdetir, agirê azadiyê dilan
dikizirîne, li dor wê kombûne. Bêsekn li ser pêdiviya azadbûyînê,
çawanî, têkoşîna wê nîqaş dikin, xwe di eynikên azadiyê digrin,
ji bo rojên pêşerojê şerên dijwar amade dikin. Di navbeyna xwe
de nîqaşê didomînin, pêre jî çavên wan li rê, li hêviya tiştekê
ye. Ne diyare kesê li bendê ne wê kengî bê, dibe ew her demê bê.
Û girtina deriyê erebeyekê deng vedide. Herkes li hev temaşe
dike, ji peyvan wêdetir bi bayê ku li ser rûyan diherike, wateya
dengê derî bi hev re parvedikin. Êdî kelecanekî germ hemû dilan
werdigre. Ev ji dilan ber bi çav û rû ve diherike. Welê ku li
derdorê bahorek (meltem) dest bi wezînê (esmek) kiribe. Yê
dihate bendewarîkirin hatiye. Vir cihê rêya azadiyê lê tê
honandin e. Yê tê jî roniya eslî ya vê rêyê ye. Wê dîsa ji bo
kitekitan rê ronî bike. Ber bi azadiyê ve wê deriyên nû bide
nasîn.
Herkes karê ku dikir, di cî de berdide. Wê kêliyeke din waneya
tehlîkirinekî nû destpê bike. Herkes amadekariyên xwe bi lez
bidawî dike û li qada servekirî ya perwerdeyê ku jêre kamelya tê
gotin, cihê xwe digre. Kamelya li jêr darên zerdela (kayisi),
erdê wê jî bi kevirên parkeyê raxistiye, bi dayîreyek çend
metrekareyî jî li dora wê bi awayê girover sendelî hatine
rêzkirin. Nemêzînin cihekî piçûk e. Hemû cîhan lê cih bi cih
dibe. Rêber APO li vê meydana piçûk a kamelyayê dîrok û pêşerojê
radixîne, mirov û çandan. Vir cihê rûbirûbûyîna rastiyê bi
jiyanê re ye. Cihê xeyal dadikevin rastiyê.
Pênûs û defter hazir, wê peyv bi peyv gotin werin nivîsîn.
Defter jî di kêlekekê, wê gotinên bêne gotin li mêjî û dilan
were neqişandin. Di pêlên asoyên ku nû vebin de herkes dil û
mêjiyê xwe amadeyî çapl (kulaç) avêtinê kiriye. Gelo wê îro
Rêber APO behsa çi bike? Beriya wane dest pê bike, wek ku ders
dest pê kiribe, herkes bêdeng, hêmin, di nav lêhûrbûnê de ye. Bi
kelecanekî mezin çavên her kesê/î li aliyê wî kilît bûye, ji bo
qasek berî qasekê were herkes bêsebr e. Yek carê jî ji bexçeyê
bi darên zerdele dagirtî pêngavên sakîn derbas dibin ber bi
kamelya ve di rêya kevirî de ber bi pêş ve tê, dengê li ser
keviran derdixîne bêdengiyê xirab dike. Herhal êdî tê. Dengê dûr
ya axaftina bi hevala berdevkê rojê jî tê bihîstin. Hîzaya
aşpêjxanê jî derbaskirin û êdî meşa di nava darê zerdelê xuya
dike.
Divê pênaseyek vê heybetê hebe. Dema dimeşe, disekine, diaxife,
li tiştên ji hundir difikire serê xwe dihejîne, dikene, li cihê
dûr dimêzîne, ji bo axaftinê serê xwe radike, bi çavek hûrkirî
li ba, çûk û asîman guhdarî dike, ji hevala/ê pêşberî xwe pir
dipirse û di her tevgera xwe de, heybetekî wî ku ya/yê li pêşiya
xwe bihejîne heye. Kûraniyek ku di giyana mirov de şop çêdike,
kombûyîna wateyê, kûrbûyîna hestekê heye di vê nepeniya heybetê
de. Wer ku tu çî bî ew te dizane, fêmdike û dinase.
Li kêleka wî ne pêdivî heye tu bikevî nava qaliban xwe tengav
bikî, ne jî wateya hewl bidî xwe ji ya heyî cudatir nîşan bidî,
heye. Ew dê di yekemîn dîtinê de te binase. Ya herî baş, tu
çawabî, wiha tevbigere. Jixwe ji ber xweşbînî û huzura ji wî li
te diteyîse, tû wê xwe watedar û binirx hîs bikî. Tu mirovî û
mirovbûyîn jî nirxeke mezin e. Te baweriya mirovbûyînê di ti
derên din bi qasî vir hîs nekiriye. Xwezayîbûna însanî,
taybetiya wateya vê heybetê afirandiye ye. Em mirov ewqa ji
xwezaya xwe biyanî bûne ku, em nikarin li xwezayîbûna wî heyret
û heyran nebin. Wer ku her yek ji me di yekemîn hevdîtinê de
zêde nikare fêmbike ka ew kêlî xeyal bûn an jî rastî. Wek ku
xevnek be, an jî tehlîlek ku ji ekranan temaşe dike, ketibin
nava wê de. Sedemekî vê, kelecana ku bi wî mirovê mezin re di
cihekê de cihgirtin be jî, a herî girîng heybeta ji xwezayîtî û
sadebûyîna wî çêdibe ye.
Û hat, niha li nîveka kamelyayê de ye. Em hemû radibin ser
lingan. Ku digihîje ketina kamelyayê, nefes têne girtin, çav
noqî wî bûne, hemû bîrbirî (algi) li wî kilît xwarine. Em
naxwazin saniyekê ji kêliyên bi wî re ji dest bidin. Dem bêdawî
bibe û ev kêlî dawî neyên. Bi tevgerek dest, rûniştina me îşare
dike. Em dirûnên û li gotinên bîne ser ziman kilît dibin, çavên
me pêngavên wî dişopînin, di aliyê din de jî em dixwazin remzên
wateya di rûyê wî de fêm bikin.
Tişta gotinê dike gotin wateya lê barkirî ye. Ji dengê xwe,
îfadeya rû û pêngavên xwe li peyvan wateyê zêde dike û wateya
gotinê wiha çêdibe. Wiha em dibihîzin, fêmdikin û dibînin tiştê
dibêje. Ji herikîna dengê wî ziraviya rih, bawerî, hêz, huzur û
baweriyek ku vegotina wê zehmet e, dibare. Ziravî, hezîn,
berxwedêriya hestên di dîrokê kom bûne û tê li navînga kamelyayê
dadiweşin, peyv tofanekê çêdike û diweze. Bi qasî tiştên ayîdê
mirovekî bixwe, ji dahatûya wî tiştê kombûne, ji civaka jê hatî
di wî de diteyîse, di wî de kom dibe û hemû bi hev re di dengê
wî yê bibandor de belav dibe. Mirov hem digre dibe, hem tîne ser
hişê xwe, pêşerojê dide hîskirin, datîne kêleka civakê,
bişkivîna hêviya paşerojê jî di dil de ronî dike ev deng.
Li vir li ser tehtên kevirên parkeya kamelyayê pêngavên xwe
davêje. Di esil de li dika dîrokê de rê girtiye. Di gavên wî de
herikîna dîrokê em temaşe dikin. Bi xwe re gelekî êşkêşayî
hilgirtiye, ji rojên tarî ber bi roniyê. Meşek wiha ku mirov
nikare pey nekeve û xwe ji bayê wê dûr bixîne. Herkes paşeroja
xwe dibîne bi hêviya dengê ku van gavan daye çêkirin. Carna
disekine û dihizre ka gava pêşê bavêje ber bi kuderê ve rake.
Wek ku bêje divê gavên werin avêtin pir baş bêne pîvandin, dîsa
bi heman xwebaweriyê, saxlemiyê gavên ku dilê mirov hûnîk dike
berdewam dike. Me li cihê em lê rûniştine, bi xwe re dibe cihê
ku diçê. Bi gavên wî re em ji êşên dîrokê derbas dibin, em
şewata birînên di dilê gelan de hîs dikin di giyana xwe de. Şopa
van êşan li ser xwe û ew mohra xiyanetê ku hişmendiya serdest
dixwaze li giyana me bixîne, em ku pêdihesin yekcar diricifin.
Di vê meşê de em li dijî rastiya pergalê ku dixwaze kesayeta me
perçe bike û serketina xwe li ser me bidest bixîne, hêrs dibin.
Û di şopa pêngavan de em tên û li ber serê azadiyê disekinin.
Hema bêje ji hemûyan zortire ku wateya di rû de bi peyvan were
îfadekirin. Di rûyê wî de cidiyeta perpirsyariya gelekî,
perpirsyarî dîrokî ya paşerojê, berpirsyariya azadiyê tê xwendin.
Heke di vê barê de îdea, wêrekî û hêza te hebe tu dikarî
cesareta mêzandina vî rûyî nîşan bidî. Heke tu bi karên vala re
mijûl dibî, beriya ew serê xwe rake û li te bimêzîne, tu yê ji
ber bi vî halî derketî pêşberî wî ji xwe şerm bikî. Ruxmî ew
ticar ne kesekî/ê lome dike, ne jî derdike, ne jî piçûk dixîne.
Jiber tewankarên ku dilan vala dikin, baş dinase. Li te dimêzîne
lê hêrsa xwe li wan tûj dike. Awirek wek nêrîna mesûm a zarokekê,
di kena wî de safiya zarokekî we şaş neke. Ew zaneyeke ku
têgihîştye remza cewherê jiyanê bi xeyanetnekirina bîranînên
zarokiyê têne parastin. Dem tê awirek wek baz e, bi awirekî wî
dilê dijmin disekinie, dem tê nêrîna wî kaniyek hênike ku li
dilên şewitî tê reşandin.
Û axaftina xwe dawî dike. Behsa dîrok, roja îro, cidiyeta rojên
mehşera em jê derbas dibin dike, di aliyekê de jî şîrovekirina
ba, xwendina çûkan jî îhmal nake. Û mîna her carê gotinên herî
dawî li ser baweriya serketinê ne. Bi îdeaya serketina meşê me
silav dike. Çawa kete kamelyayê, em çûna wî jî dişopînin. Vê
carê bi hemû hêza dil û milê xwe li çepikan dixin. Di mêjiyê me
de pirsên tarî ronî bûn, di dilê me de ewrên dixwestin sî
çêbikin, belav bûne. Dilê me bi qasî çûkekê sivik bûye, heke em
hilkişin çiyayekê baweriya me dikarê wê bihejîne.
Vegotina herî zore bîranînên bi Rêber APO re bi gotinan anîna
ziman. Peyv ewçend bêçare ne dema dixwazin wî îfade bikin. Gotin
li kêlekê, Rêber APO bi raman, hest û xebata xwe îro ji dilê
gelê Kurd re behsa xwe kir û xwe neqişand. Rengên ji roniya
azadiyê diçirûsî li mêjiyê hemû gel neqişand. Rêber APO
deryayeke mezin e. Tişta min xwest li vir bêjim tenê kêliyek
teyisîna wî bû. Tenê yek kêlî jî şahidiya wî kirin, ji bo têra
temenekê bike hînker e. Wateya azadiyê ku têra temenekê bike,
baweriya serketinê, heqîqetên ji bo cewherê mirovahiyê bixwîne,
fêm dibe. Ji bo wê imrek bedel, hêz û baweriya ku têra imrekê
bike, bidest dixînî.
Hêza jiyana xêva civakî, ji azadiyê ku taybetiya wê ya bingehîn
e, tê. Bi felsefeya Rêber APO avakirî re azadî îro di xêvan de
carek din cihê xwe yê zindî girtiye. Têkoşîna azadiyê, îro di
xêva civakî ya mirov de bi cih bûye. Di kesayeta Rêber APO de
azadî bi ser ketiye û pêşkêşî mirovahiyê hatiye kirin. Azadî di
kesayeta wî de gihîştiye jiyanê. Agirê azadiyê çawa ruxmî hemû
bahoz û bageran ji roja hatî vêxistin heya niha venemiriye, ji
îro jî ber bi paşerojê wê bi felsefeya Rêber APO afirandî re
mezin bibe û ronî bike.
|