|
Têkoşîn Ozan
Li beramberî modernîteya sermayedar têkoşîna azadiya ku Rêber
APO pêşengiya wê dike lingê wê yê herî xurt têkoşîna azadiya
zayendperweriya civakî ye. Di heman demê de aliyê herî xweser yê
derketina PKK’ê û Rêbertî dozîneya hevjiyana azad a jin û pêre
pêre jî azdîxwaziya civakî ye. Damara bingehîn a bizava azadiyê
têkoşîna azadiya jinê ye. Tişta PKK’ê ji tevgerên din ên
dijberên Sermayedar vediqetîne nêzîkatiya ji bo jinê ye. Di
bingeha pêwendiya azad a di navbera Rêber APO û jinê de
gihîştina wateya heqîqetê heye. Hûrmetgirtin û pêhesîna xweza,
rastiya xweşikî, xweliqkarî û exlaqî ya jiyanê heye. Pir
eşkereye ku, terz û têgeha jiyanek ku jin di qada fîzîkî,
zayendî, ked û hestan de bê mêtîngehkirin bi heqîqeta gerdûnî re
ne hevseng e. Di modernîteya sermayedar de dikare behsa
çeloxarkirin û înkara heqîqete were kirin. Di dema niha de ku,
rastî nayê nasîn, pejna heqîqetê, fêmkirin û pejirandina wê
bêguman seknekî şoreşgerî ya pir mezin hewce dike. Yên ku
têgihîştin û çalekiya jinê wek lutuf bidest digrin, ji hilweşîna
pergala serdest a koledar ditirsin bi hemû hêza xwe êrîş dikin,
ev hêz di eynî wextê de xwediyên pergala Îmraliyê ne. Îmralî,
tam ji ber vê sedemê ango yên dijîtiya azadiya jinê dikin, yên
dijminê azadiya gelan in û mirovê/a azad heznakin, pergala wan
e. Di demên destpêkê de yên derketina Rêbertiya me cidî negirtin,
wer dizanîn ku dara hişkbûyî carek din şîn nayê. Paşê jî
vexameta vê yekê bi demê re îtîraf kirin, kesên wiha bi heman
awayî nêz xebatên Rêbertî ji bo azadiya jinê dibûn. Lê belê jin
li dora Rêbertiyê kombûn, xwestin fêm bikin, hêz girtin û ber bi
çalekiyê ve çûn, bi vê re jî carek din hêza kûrbûyîn û
pratîkbûyîna xeta azadiya Rêbertiyê hate dîtin. Yên ku pêwendiya
bi jinê re tenê li ser zayendiyê înşa kiribûn, xwestin ji vê
xalê li Rêbertî bixin û bêbawerî bidin çêkirin û bînin asta ku
bêjin “ji me ti ferqa wî tine ye” wiha jî bimehînin. Li
beramberî vê, jinê hîna bêtir Rêbertî hembêz kir, pêwendiya wan
hîna xurtir bû. Ji ber ti êrîşên antîpropaganda nikare ji
encamên ku jinan bi jiyanê bidestxistin bi bandortir bibe. Ne
gengaze ku kes an jî hêzek bikare têkîliya azad a di navbera
Rêbertî û jinê de, ew bawerî, vîndarî, pêşketina hişmendî û
hestwarî binixumîne, an jî berovajî nîşan bike. Di vê wateyê de
têkîliya di navbera Rêbertî û jinê de nikare were qûtkirin.
Têgihîştin û têkoşîna heqîqeta azadîxwaziya jinê ya Rêber APO li
dijî pergala mêtînger û serdest a 5 hezar salî, bi hest, raman,
hesret û îsyanên azadiyê ya jin û gelan re dagirtî ye. Li
beramberî vê yekê îşkenceya Îmraliyê wek ku ji hemû bizavên
azadiyê tolê hiltîne ketiye nava hêrsekî mezin. Ango di cewher
de ya ku dixwazin li Îmraliyê bixin bin esaretê têkîli û
pêwendiya azad a Rêber APO bi jinê re, jina di jiyanê de bûyî
vîn û pêşneg e, teleba jiyana xwezayî ya gel û jinan e. Ya rast
a li Îmraliyê di bin esaretê de ye azadî bixwe ye.
Ji ezmûnên bi salan ya têkoşînê jî hate fêmkirin ku têkoşîna
azadiya jinê stratejiyek têkoşînê ya pir zehmet e. Li dijî
elimandin, darizî û nêrînên bi hezar salî, li dijî avahî, pênase
û saziyên wan, li dijî hişmendiya zayendparêz a civakî
têkoşînkirin rewşek wek pêkanîna nemumkiniyê ye. Desthilatiya
zilam bi hemû saziyên xwe û dewleta serdest ve xwe daxistiye her
hucreyê, her tiştê biyanî dike, bêhêvîtî û tengbûna ramanê dide
çêkirin. Ev jî di şênberiya pêvajoya têkoşîna me de derkete holê.
Her ku asoya azadiyê mezin bû, pirsên wek “em ji kudera rastiya
heyî bigrin dest? Çawa bikin û çawa bijîn?” pir hatin pirsîn.
Beriya her tiştî hîskirin, pêhesîn û tesbîtkirina wê ku rastiya
heyî bi derew û xapandinanê re hatiye dorpêçkirin, bi serê xwe
şoreşek bû. Bersivsandina rast a pirsa “tişta şaş çiye?” jî bi
tena serê xwe pirsgirêk bû. Ma mîrateyek ku xwe bispêrê tine bû?
Elbet hebû. Di dused salên dawî de têkoşîna jinên femînîst û hin
bizavên sosyalîst şoreşger li beramaberî zayendparêziya civakî
hin tiştên red-dikirin û hin pîvanên ku gihîştibûnê xîmek
çêkiribû. Ruxmî hemû xebat, ked û destketiyan jî ev bizavên
jinên femînîst nekarîbûn xwe ji rastiya marjînalbûyî ya ku li
ser enkaza pergala sosyalîzma hilweşiyayî bazirganiya herî mezin
a jinê pêşketibû rizgar bike, diviya di serî de encamên ku van
bizavan bidest xistibûn, biketibûya bin lêpirsînê. Ji mîrateya
wê tiştên rast bihata hilbijartin û safîkirin. Şaşiyên wê
bihatana derxistin û dozîneyek nû bihata pêşxistin. Ji bo vê jî
îdeayek pir kûr û mezin ji bo azadiyê, lêhûrbûnek cidî û wêrekî
hewce dikir. Ewq kûr ku, Rêbertiya me ku zilame, ruxmî îmkanên
desthilatdariya ku zayendparêziya civakî jê re pêşkêş kirî, ew
asêmayîn, fetisîn û hilweşîna ku jin têde maye, ji jinan bixwe
jî bêtir hîs dike, fêm dike û pênse dike. Hêza rêbertiya me ji
bo fêmkirina jinê ji kûrbûyîna wî di têgeha azadiyê tê. Sedema
gelê me û gelên cîhanê di têkoşînên xwe yên azadiyê de
negihîştin encamê, ji ber koletiya ku di bingeha pirsgirêkê de
cih digre nekarîn derbasbikin. Tesbît zelal bû; rêya jiyana azad
ji azadiya jinê derbas dibe. Destnîşana ‘li jêr hemû koletiyan
koletiya jinê heye’ bi qasî ku kûrbûyîna têkoşîna azadiyê li
dijî pergala serdest îfade dike, bi qasî wê jî hêza empatiya ji
jinê re jî nîşan dike. Jin di vê pencikê de tê teslîmgirtin an
jî qetilkirin. Ev asêmayîn û mirin piranî korbûyîn an jî
cihgirtin di xeta zilambûyînê re bi xwe re tîne. Jin çima dikeve,
çima tê daxistin? Çima teslîm dibe, teslîm digre? Çima întîhar
dike, ber bi întîharê ve dikişe? Bersiva pirsan dibe xîmek mezin
a têkoşîna şoreşgerî.
Jin civakî ye û di navenda jiyanê de cih digre. Qutkirina
pêwendiya jinê bi jiyana civakî re zemînê giyana bi qeyran, li
jêr hukmê pergala zilamsalar de jî korbûyîn e. Mehkûmiyeta bi
hezar salan rê li ber wendakirina nasname û vîna jinê, perçebûna
kesayet, xêv û zanebûna jinê vedike ev jî dibe sedem ew bibe
‘kesayetek bi qeyran’. Ji ber karaktera sereke ya rastiya jinê
cihgirtin di navenda jiyana civakî de ye, ragirtina wê di cihekî
teng de jiyana civakî jî mehkûm kiriye. Zilam jinê dike pîrek
wiha jî civak li beramberî hêzên serdest dibin pîrek. Zilam,
malbat û hemû qadên din yên civakî ku di nava vê civakîbûyînê de
ne, nikarin ji mehkumiyetê xilas bibin. Jina kolebûyî bi qasî ku
koleyê zilam e, wek makehêmana civakîbûyînê bi şêweyek jêneveger
jî zilam jî kole dike. Kûrbûyîna exlaqê azadiya Rêber APO,
bêguman di vê bertek wî ya li beramberî çerxa zilamê serdest-
jina kole- zilamê veşartiye.
Rêber APO beriya ku di derbara têkoşîna azadiya jinê formekî
birdozî ya xweser pêşbixîne, li ser tesbîtên ku destpêkê
gihîştibûyê ji avêtina pêngavên pratîkî yên rêxistinkirina jinê
re pêşengtî kir. Bi encamên pratîkî yên ku di nava avahiya
rêxistiniya jinê de pêşketin, pêşxistin, zehmetî kêşa û da zorê
nirxand û wiha jê dozîneya birdozî pêkanî. Teorî û ezmûnên
têkoşîna jiyanî di zik hev de pêşketin. Ev di heman demê de
pêvajoya ku Rêbertiya mebi zanekirin, rêxistinkirin, dane
şerkirin û bidestixistina hêza cewherî ya jinan nasî û terîfkir.
Li ser xwebawerî û xwerêvebiriyê re rêxistinbûyîna cewherî û
şêwazê têkoşîn û sekna xweser hate afirandin. Xebatên afirandina
nasnameya jinê di wateyekê de şerê herî kûr û şîdet bi pergala
serdest re bû. qada erteş û şer ku pergala serdestiya zilam her
di dîrokê de ji xwe re qada herî bihêz didît, di eynî demê de ji
bo jinê jî qada ceribandin û ezmûna herî jiyanî bû. hem di nava
bêderfetiyên mezin de li dijî ertêşa herî bihêz a şaristaniyê
têkoşînek rû der rû hate kirin. Hem jî li beramberî feraset û
nêzîkatiyên serdestiya zilam ku li her qadê hebûna xwe dimeşîne
têkoşînek bêhempa bû. Heke li ser vê destketiyê nirxên wek
xwebawerî, zanebûn, pratîkbûyîn û polîtîkbûyîna jinê jî were
zêdekirin tê dîtin ku têkoşîna azadiya jinê di nava şoreşê de
şoreş pêk anî. Rêbertî di hemû qadên têkoşînê de cihek taybet da
jinê û hertim bi bîr xist ku şer wê jinê hêz bike. Bêşik
pêvajoya şoreşa Kurdistanê ji bo jin di her qadê de ezmûn bidest
bixin, sînora tiştê dikare bike keşf bike û xwebawer bibe
derfetên dîrokî pêşkêş dike. Di vê wateyê de ew nêzîkatiya ku
dibêje “bila destpêkê şoeeşa giştî pêk bê paşê…! Bi têkoşîna
jinê hate pûçkirin. Rêbertiya me jin ber bi hemû qadên têkoşînê
ve bi rêkir, lê tenê jî nehişt. Di her qadê de bi cihêkariya
pozîtîf (pozîtîf ayrimcilik), ji tevgerê re pêşengtî kir,
kadroyên wê bîzat perwerde kir, rojane şopand. Qada înîsiyatîfê
jî pir berfireh hişt. Bizava jinê tenê bi xebata azadiya jinên
Kurd pêşneket. Her pêngava hatî avêtin ji ber karakterê xwe antî-kapîtalîs
bû. lewma jî her pêngava erênî jî yekser wek afirandina
alternatîfê qada pergala serdestiya zilam teng kir û hîna jî
teng dike.
Yek ji encama ku ji ezmûnê têkoşînê em gihştinê ewe ku têkoşîna
li dijî pergala zilamsalar a sermayedar li ser redekî hişk û
tund nayê meşandin. Bêguman redkirin girîng e. Lê ev yekemîn
pêngav e. Bê red hebe, ne gengaze ku pejirandin jî pêşbikevin.
Di serî de divê were gotin ku ez pergalê, karakterê wê yê
mêtîngerkir, bêvînker, bê nasnemekir qebûl nakim, ez teslîm
nabim. Jixwe Rêbertiya me hîna di temenê xwe yê piçûk de bi
qalibên kevneşop û serdestiya modern re dikeve nava nakokiyan.
Reda wî ya b biryar bû sedem kûr bibe û bûye zemîn ku ji
têkoşîna azadiyê re pêşengiyê bike. Lê Rêbertiya me bi vê re
sînordar nema. Di têkoşîna jê re pêşengî dikir, teşe û têgeha
têkoşîna PKK’ê pêşket. Bi feraseta ‘redkirin têkoşînek komple,
bi vê re jî parelel çereseriyek avaker pêwîst dike’ li dijî
pergalê şerekî pir alî ya birdozî, siyasî, leşkerî hate kirin.
Bi vê re jî ji bo hêza dijber bide guhertin, polîtîkayên avaker
bixîne dewrê, pê re jî kadroyên ku van bi serketî pratîk bike,
dest bi afirandina kesayeta serketî hate kirin. Rêbertiya me, li
beramberî modernîteya sermayedar di esas de têkoşîna azadiya gel
bi şêwazê analîzkirinê honand. Ji bo li dijî pergalê şer were
kirin divê taybetmeniya kesayetên ku gel û jinê lewaz dixîne bê
tehlîlkirin, li ser bingeha werguhertinê jî stratejiya
hêzdarkirnê pêk hat. Ev teşe jî bû çavkanî ku têkoşîn her xwe nû
bike. Encamên derketin holê, têkoşîna azadiya jinê jî ronî kir.
Jina leşkerbûyî, binê teserûfa zilamê serdest di vê qadê vala
kir, di heman demê de demokratîk jî dike. Her eniya ku ji
demokratîkbûyînê ve vedibe heke bê ku bişibe dijberê xwe, xwe
biparêze guhertin û werguhertinê jî ferz dike.
Rêbertiya me, li ser bingeha leşkerbûyînê -ku yekemîn pêngava
bizava azadiya jinê bû- linghên rêxistina xweser avakir. Di
heman demê de ji perwerdeya jinê bigre heya sekna wê, ji teşeyê
têkoşînê, bidestxistina şêwaz û ezmûna rêvebiriyê bîzat pê re
elaqedar bû. Li bingeha hemû xebatan cidiyet û dîsîplîn danî. Ev
xebat jî bi hesasiyet û cidiyetekî mezin dişopand. Di esasê
têkoşîna Rêbertî de dîsîplîn heye. Perwerde jî li jêr bawejînek
(yelpaze) pir berfireh wek; xwe îfadekirin, ragirtina
berpirsyariyên mezin, derketin ji sînorên teng, kontrolkirin û
dîsîplînekirina kesayet û tevgera xwe, cîhana hestên xwe li ser
esasê azadiyê watedarkirin, gihîştina cewerhê xwe, werzîş kirin,
teqez elaqedarbûyîn bi ax û zindiyan re û hwd. pir aliyên din bû.
Di navînga van perwerdeyan de bi awayek xwezayî pêşwazîkirina
jiyanê bi coş, watedarkirina jiyanê û enerjîkbûyîna herikbariya
jiyanê pêşdiket. Ev atmosfer ku em mirov bi taybet wek jin jê
biyanî bibûn bi tevahî eserê çalekiya bi zanebûn û enerjiya ku
Rêbertî li dora xwe belav dike. Hestên wek westandin, valamayîn,
tengbûn tinebû. Rêbertiya me dida xuyakirin ku “rewş berhema
modernîteya kapîtalîst in” jinê ji bi jiyandinê fêrî vê rastiyê
dibû. Ne tenê bi derûnî je jî tenê giranî dida şêwazê milîtaniyê,
ev jî mînakek bihempa ya bitûnîbûyî îfade dikir. Jina ku bikare
çîp li ser lingan bisekine, di derbarê dîrok û çalekiyên
mirovahiyê xwedî zanebûn bibe, xwedî behreya ramyarî be, li xwe
bawer be, li beramberî jiyan û têkîliyên jiyanê hestyar be, li
dijî modernîteya sermayedar piralî têkoşe wek pêdiviyek herî
girîng dihate bidestgirtin. Rêbertiya me ji bo jin bikare
pergala zilamsalar a sermayedar binase û rêbazên çawaniya
têkoşînê bi zanebûn bikar bîne navendên perwerdeyê pêşdixist. Ev
jî di encam de têkoşîna azadiyê gihihande astek ewqa bilind ku
paşde gav avêtin ne gengaz bû. dozîneya azadiya jinê ku Rêbertî
pêşxist û têkoşîna azadiya jinê li beramberî qirkirina jinê di
qadên civakî de li her zemînê rêxistinbûyînên berfireh çêkir.
Jinên siyasîbûyî, çelekîbûyî li her dera cih girtin rûyê wir
guhertin. Nexasim êdî bi ti awayî jinên Kurd nema wek berê
bibin.
Bizava Azadiya Jinê di rewşa heyî de li cîhanê di nava jinên
têkoşer de xwedî cihek diyarker û pir cidî ye. Rêbertiya me jî
têkîliya di navera pêwîstiya azadiya jinê û azadiya civakî pir
xurt daniye holê. Lewma pêşketina bizava jinê spartekên
hişmendiya zayendparêz a civakî lewaz dixîne, pê re jî bingeha
têkoşîna demokratîkbûna civak ava dike. Di têkoşîna
demokartîkirina pergalên ku Kurdîstan dagirkirine, vê yekê
mînakek pir bandor daye çêkirin.
Dema jin dibêjin “azadiya Rêbert azadiya me ye, tendurustiya wî
tendurustiya me ye” xwe dispêrin binesaziyek evqa bihêz. Ev hema
ne duruşmeyek e. Jin ji destavêtin, qirkirin û milkirinê
gihîştina asta ku ji şoreşê re pêşengiyê dikin û xwe dîtin. Ev
asta girîng jî tevna jiyanî ya di navbera Rêbertî û jinê de
nîşna dide. Jin wê li beramberî modernîteya sermayedar ji ber vê
têkîliya jiyanî jî dijberiyê bikin û têkoşîna xwe dewam bikin.
Ji bo dawîhatina Îşkenceya Îmraliyê ku 12 sale didome, ji bo
azadbûna Rêber APO, wê heya dawî têkoşîna berxwedaniyê bidomînin.
Ev pêdiviya deynê azadiya jinan û hesreta jiyana azad bi Rêbertî
re ye.
|