|
Berhevkar: Bêrîtan Lêlîkan
Sal 1995 bû.
Em nû ji perwerdeya YAJK ê derketibûn. Ji me re gotin “hêzên
Botan ê, naçin Botan ê, yên Zagrosê jî naçin Zagrosan”. Wê demê,
min pêşniyara xwe ji bo çûndina Cûdî kir. Ciyê me hatin xwendin
û wê şevê diviya em çûbana Botan ê. Riya me çawa derbas bû û em
çawa gihîştin Haftanîn hê me baş şîrove nekir, diviya me roja
dîtir çalekî bikira. Ji ber ku dijmin ketibû liv û tevgerê.
Bi ya min be, tişteke pir sosret bû. Ji ber ku qada em lê ne, me
ne nas dikir, ne jî me hevalan nas dikirin û kesên ku tu baş
nasnekî, bi wan re çûndina çalekiyan, tişteke ne hesan bû. Bes,
di nava şer de, ti pirsgirêkên me nebûn, me dikarîbû şer bikin.
Hevalên me yên ku em dinasîn, ji me re gotin:
“Divê hûn biçin êrîşê!”
Ewqa tişt, ewqa bi lezî çêbû ku, me nedizanî dem çawa çû û ciyê
ku em lê ne hinek nêrînên me çêbibin.
Gelek caran, di mercên herî giran de em mane, lê kesên ku em bi
wan re mane û ciyê ku em lê bûne, me nas dikir. Loma jî gava
tenê biminîn jî ti fikar an go gumana me nebû. Lê rastiya şer,
careke din ti rêyên ku tu bikaribî ji navê hilbijêrî, ji te re
nedihişt. Di wir de tenê pêwîstî hebûn, weke din tiştek nebû.
Raman, nêrîn, rewşa te, derûniya te û hwd, zêde pêwîst nebû.
Niha tenê tiştek hebû; tu û dijmin. Divê tu pê re şer bikî. Wekî
din rê tine ye.
Wê gavê li ser rewşa xwe, me nedikarî em zêde bifikirin jî. Wê
gave, tenê du tişt heye, tu û dijminên te. Ji min re gotin:
“Divê tu li ser grubekî biçî, êrîş bikî”
Ez dikarim biçim şer lê di ciyekê ku tu ewraz û hevalan nas nekî,
li wir fermandariya çalekiyê ji min re zêde guncav nedihat. Loma
jî min nêrîna xwe li ser vê hîmê da. Min car dî got:
“Hûn dizanin, di şer de ti pirsgirêkên min nîn in û ez ê biçim,
lê berpirsiyarî car dî bifikrin”
Lê di dawiyê de hevalekê xort dane cem min û me amadekariya xwe
ji bo çalekiyê kir.
Navê wî xortî Dijwar bû û ji Amedê bû. Yekî girs û bilind û
simbêl zir bû. Tiştê herî balkêş di rûyê wî de, simbêlên wî bûn,
ji ber ku qevdên wî pir stûr bûn. Yekî esmer bû. Yekî çawa ye,
di şerê xwe de çawaye, di derheqê wî de min tiştek nedizanî.
Hevalan gotibû:
“Hevalekî xurt e, fermandarê manga ye û ew wê bibe alîkarê te”
Ez bi xwe hinek bêhnteng jî bûm. Ji ber ku hevalan guhdarî min
nekiribûn, car dî, ez berpirsiyar rêdikirim ser êrîşê. Em bi
giştî wek guruba çalekiyê, pênc kes yê êrîşê, çar kes jî
parastina me bûn. Du hevalên keç û sê hevalên xort bûn. Yek ji
wan hevalên xort, li gorî ku gotibûn, nû bû. Lê zîrek bûn.
Hevala keç Hevala Canda Efrîn bû. Min gava ku dît hevaleke keç
li cem min e, min di dilê xwe de got “qet prisgirêk tine ye”. Lê
hûn niha ji min bipirsin û bêjin “çima?” Bi hişê xwe ya wê demê,
min nedikarî we bibersivînim. Ji milekî ve em weke jin, ewqa bi
hev bawer nebûn lê tişteke pir kûr û zirav hebû ku me qet nav lê
nekiribû. Ew, ji hebûna hev hêzgirtin bû. Ji milekî ve em li
hemberî hev bêbawer bûn, lê ji milekî ve jî hebûna jinekê li cem
te, dibû hêzeke mezin. Di wan gavan de, ew hestên ku hîmên wê
dirêjî jinbûna me dibû, bi jinbûna me ve girêdayî bû, me zêde
nasnekiribû.
Her çiqa tu di nava şer de zîrek û li xwe bawer bî jî, hevalên
xort hemû jî wek bav û bira bi te re rast bin jî, di hevaletiya
xwe de çiqa paqij û giranbûha bin jî, tu pêdiviya hemzayenda xwe
dibinî. Hinek tiştên ku bi zayenda te ve girêdayî be, tenê tu
dikarî bi zayenda xwe re par ve bikî. A rast di wê demê de,
tiştê ku ez bêjim bi zanebûn min dixwest ez parvebikim nebû lê
hesteke aramî dida min. Di ciyekî pir kûr de, li hemberî ew
zayenda ku min dixwest her tim weke wan xurt bibim, li hemberî
wan gelek bêbawer bûm jî. Lê bi demê re min dît ku tenê ez ne
wiha bûm, hemû hevalên jin wiha bû. Min nedizanî ku ez ji xortan
zîrektir û şerker bim jî diviya her tevdîrên min ên, xwe
parastinê hebana. Lê ji milekî ve jî li hemberî çi? Nizanim.
Weke min gotî, ji ber ku min nû wan hevalan nas kiribû, navê wan
heta niha jî baş nayên bîra min. Me dest bi amadekariya çalekiyê
kir.
Min çar narincok rakir wî hevalî şeş narincok rakir. Ew hevalê
xort, diçû dihat her zirtê xwe dida. Digot:
“Em ê girê ku dijmin lê ye rakin, em ê weke bablîsokan bifûrin,
em ê felekê wan şaşo maşo bikin û hwd”
Lê tiştekî herî sereke ku em di nava gêrîla de fêr bûne, heta tu
nekî divê tu neaxivî. Ji ber ku şer, tişteke wisa ye ku, titişt
weke ku hatiye fikrandin rû nadin. Kêlî dikare serketin jî,
binkeftin jî biafirîne.
Hevalan, dîlan girtin, bablekan, şexan û çepkî ya ku têra xwe
hevalan westand, piştî wê, navê hevalên ku diviya biçin çalekiyê,
hate xwendin. Piştî wê, herkes kete rêzê û dora xatir xwestinê
hat. Me yek bi yek xatir ji hev xwest û bêyî ku em hevalên ku
destê xwe ji me re dihejînin nas bikin, me hemû bîranîn û tiştên
xwe yên ku me dixwest li pey me bimîne, li cem wan hevalan hîşt.
Ew hevalên ku xweşik rûyê me nedîtine, wê tiştên ku ji me maye
rahiştibana.
Ger ez nezivîribama, gelo wê kê hebûna min heta dawiyê, li ser
lêvên xwe domandiba? Nizanim. Wê şevê, bi gelek nizaniman re ez
ketim rê. Rêzanê me Hevalê Dijwar bû. Em ê çûbana Derkarê ku
girêdayî Haftanînê bû. Em hêza Cûdiyê bûn, lê diviya ji bo
salvegera 15’ê Tebax ê, me li wir çalekî bi serbixista.
Di rê de min her carê digot:
“Hevalê Dijwar heval tên? kes bila li dawiyê nemîne”
Wî jî her digot:
”Heval tên”
Hemû mêjiyê min çûbû ser girê dijmin. Li gorî ku hatibû gotin,
diviya şeş kozikên dijmin hebana. Gir, Girê Derkarê bû. Çalekiya
wê rojê, ne tenê ya me bû. Sê gir û qereqolek jî wê bihata
rakirin. Bi kinasî, wê li her derê çalekî çêbûbaya. Dora sed û
pênc heval wê şevê, wê di çalekiyê de ciyê xwe bigirtana. Ew
girê ku em diçûn, ez bi xwe cara yekê bû diçûmê û min keşfê wî
jî nekiribû.
Hevalan ji me re gotibûn:
“Ji ber ku girê ku hûn diçin hinek asê ye, divê hûn zêdetir
narincok bidin şuxilandin”
Em li ser vê yekê bi narincokên xwe ve çûn ciyê êrîşê. Dema em
gihîştin biniya kozikên dijmin, min hevala keç li cem wî hevalî
berda. Min ji wî re got:
“Tu ji milê rastê, ez ê jî, ji milê çepê biçim û divê em bi hev
re destpêbikin”
Min gava xwe gihande biniya kozikê ku ez bi qasî avêtina
narincokan nêzî wir bûm, min narincoka yekem avêt û pişt re jî
min wî hevalê xort nedît. Ez ketim kozika yekem, min berê xwe da
ya dîtir, wê gavê min dît li wir hevaleke keç birîndar bibû. Lê,
dema ku ez lê rawestim nebû. Diviya pir lez me mewziyên dijmin
girtiba. Sê kozikên dijmin yê dîtir, min xistin. Lê di wê
navberê de, ez jî birîndar bûm. Ew hevalê nû jî birîndar bibû.
Tenê hevalek ma bû, ew jî xuya nedikir. Ew heval, Hevalê Dijwar
bû. Ez di wê mewziya sêyem ku min xistibû, li wir mam. Ew kozik
jî dora wê hemû qenal kola bûn. Tev de ax bû.
Şeş cenazeyên dijmin, di mewziyê de li ber min dirêjkirî û min
qet nedikarî ji ciyê xwe bilivim. Mewziya dawî jî wan bi xwe
berdabûn. Ji jêr ve davêjin, lê bê feyde ye. Ez dixwazim rabim
ser xwe û hinek gule bavêjim wan lê lingê min bi min re ranedibû.
Dora yek û nîv saet ez di wê kozikê de mam. Min cîhaza xwe jî
girtibû. Di nava wê xwîn, mewziyên ketî û hevalên birîndar de,
her tim ew hevalê xort û zirtên wî û simbêlên wî dihatin ber
çavên min û ez di dilê xwe de tengav dibûm. Ji milekî ve, min di
dilê xwe de digot “gelo çi pê hat? Birîndar bûye an tişteke din
û hwd”. Min saete xwe mêzand, saet dihate sisê û nîv. Ji xwe
saet dora çarê, dinya ronî dibû û wê pêşmerge bihatana heta wê
demê. Min jî xwe li gorî tenê tiştekî amade kir. Ew jî ev e; wê
pêşmerge werin û ez ê jî bombe bi xwe û bi wan de biteqînim. Ji
ber ku ez destê xwe davêjim ku derê xwe, birîn û xwîn bû. Xwîn
jê dihat. Sê gule, tenê bi lingekî min ve ketibû. Ji xwe min
destê Hevala Canda girêdabû û ew çûbû. Şeveke tava hêyvî bû. Ew
girê ku heval lê çalekî bi rê ve dibirin, dikete jorê me. Ji wir,
ciyê me pir xweş xuya dikir. Gava me narincokan davêt, agir jê
bilind dibû û wan xweş fêm dikirin ku me gir xistiye. Hemû, tenê
tiştekî pir meraq dikirin. Çima dengê Zozan nayê?
Min cîhaza xwe girti bû. Min nedixwest kes gazî min bikira. Ji
ber ku min bawer nedikir ez xilas bibim. Guleyekê M16, pehniya
lingê min ketibû, li jorê çokê guleyê BKC ketibû û hestiyê ling
hûr kiribû. Min carek tenê cîhaz vekir û min dengê ku digot:
“Paş de werin” pêvetir tiştek nedibîst.
Ji xwe piraniya hevalan, xwe paş de vekişandibûn. Lê rêveberiya
çalekiyê, bi israr, tim pirsa min dikirin û digotin “Zozan li ku
derê ye? Me dîtiye Zozan xwarin xwariye (ev şîfreya me bû ku,
dihat wateya serketina çalekiyê), ger şehîd be jî biçin cinazeya
wê bînin!. Heta wisa kirin ku, qadên ku ji me dûrin jî xistin
navê de, da ku gazî min bikin. Di dilê xwe de digotin “dibe ku
cîhaza wê dengê me nekşîne”. Gava alanên cuda ketin dewrê de,
min bersiv da, lê hê min ti gotin nekir, hevalên kordîne ketin
navê de û gotin:
“Tu li kuderê yî? Zû bêje, em ê werin te bigrin”
Lê min bi rengekî pir aram, wan bersivand û got:
“Ez li ciyê xwarin xwarinê me, lê pêwîst nake kes were cem min,
ez giran birîndar im, ez çûm e, we fêm kir, ez nagihîjim we!”
Wê demê hevalê kordîne, pir hişk û bi zimanê gundîtî kete nav û
got e min:
“Cirnexweşiyê meke, em ê werin wê derê û em ê hesaba vê
nêzikbûna te bixwazin! Te fêm kir, tu nikarî wisa talîmatan
bavêjî pişt guhên xwe!”
Di nava guruba êrîşê de, kî nêziktirî min be, ji wan re talîmat
dan ku werin min bibin. Wan wisa nîqaş dikirin, lê min pîmê
narincoka xwe kişandibû û di destê xwe de amade kiribû. Nizanim,
wext çiqes derbas bû lê ez bawerim ne zêde bû, sê heval gihîştin
cem min. Ez bi rengekî pir bi hîşyarî, ji wê kozikê derxistim û
hêdî hêdî ez birim ciyê hevalan. Ez nizanim hestekî çawan bû, lê
di nava rewşa min ya ku mirin û mayîna min zêde ne diyar bû, ez
her wî hevalê ku ez li wir hîştim difikirîm. Çawa, zilamek ewqa
zirtê xwe bide û me bihêle biçe? Li gorî roja yekem ku min çavên
xwe vekiriye û heta niha ez wisa fêr bibûm ku, diviya zilam ti
caran nerevin, ango newêrek nebin. Lê wê gavê gelek tiştên ku ez
difikirîm, weke lehiyê mêjiyê min daqurtandibû.
Kemasî ne ya wî bû, tişteke sosret nîne ku mirov bitirse, lê
çima ewqes zirta xwe didin? Careke din, ez bi rastiyeke xwe ya
dîtir ve rûberû hatibûm. Ez bi salan westiyam, beziyam, min şer
kir, hemû bare ku dikete ser milên gerîla, min jî para xwe
rakiribû û hê jî min xwe ji derûniya, xwe îspatkirina ji xortan
re dev jê bernedabû. Lê fikrandina wî xortî, ez gelek zelal
kiribûm. Ez weke jinek serketîbûm. Piştî ku dil û wêrekiya xwe
gihandina armancan, bi te re ne be, ew hêza te bi xwe dibe
belayê serê te. Ma ne wisa ye? Ez nizanim, hûn dê çawa bifikirin,
lê min bi xwe di serî de şaşitiya xwe dît. Gava mirin û mayînê
de zayend nebûn, mirov hebû. Mirovê azad, mirovê jixwebawer û
mirovê zane. Min bi salan vê rastiyê dabû quncikekî, lê piştî
birîndariyeke giran, min fêm kir ku bi rastî jî, zilam ne tenê
bi zilambûna xwe, weke mirov hemû hestan jiyan dike, hemûyan
jiyan dike. Dive ez vê rastiyê ji bîr nekim. Jin jî, divê her
tim, jinbûna xwe di hiş û bîra xwe de pir zindî bigre. Ne weke
zilaman, weke jin, fêrî pîrozkirina serketinên xwe bibe.
Bi salan, tiştên ku Rêber APO digot ku ji bo min, tim weke
tiştên dûr û hinek aliyan ve nediyar dihatin, niha bibûn gotinên
pir zelal, vekirî û eşkere. Ez giran birîndar bûm, lê min di
wateya jiyana xwe de, gaveke jiyanî jî li wir girtibû. Piştî wê,
min hertim gotina xwe “em weke jin…” dida destpêkirin.
Li ser milê hevalan, carê ez ji ser hişê xwe ve diçûm. Heval jî
her carê digotin:
“Şehîd e an na?”
Min pir dixwest ku ez rewşa wî hevalê xort fêmbikim û ji hevalan
bipirsim, gelo çi pê hatiye, çima wisa li me kiriye. Gava min
çavên xwe vekirin, ez bi dilopê hêsrê çavên hevalên keç ve
veciniqîm. Li dora serê min kom bibûn û dia dikirin, ku ez
nemirim. Gava min hinek çavên xwe vekir û hêza axaftinê dît, min
yekcar pirsa wî kir:
“Hevalê Dijwar çi pê hatiye?”
Hevalê Arî ez bersivandim û got:
“Wî berê xwe da paş ku xwe xilas bike, lê guleyek ji pişt ve li
wî ketibû û birîndar bibû.”
Bi wî halî, keneke pir sosret ez girtim, gava şer kiriba, bi
wêrekî hatiba ser dijmin, wê bi dibetiyeke mezin birîndar
nebûbaya û îro jî bi serketî û serbilindî bihata nava hevalan.
Lê min ji hevalan re rewşa wî car dî got:
“Ger hûn li ser wî nesekinin, wê ne baş bibe. Bi vî rengî,
careke din biçe çalekiyan, wê gelek heval şehîd bikevin. Divê
hinek li ser were sekinandin”.
Heta ku ez gihîştim Îranê, ez li ser pişta hevalan bûm. Piştî wê,
di aliyê fîzîkî de weke berê nebûm lê tiştên ku di mêjiyê de
hatine bi destxistin, ti çek nikare bikuje ango birîndar bike.
Ger kor ango kulek be, sedem tu bi xwe yî.
Min berê jî gelek zorî û zehmetiyên zayendperestî kişandibû.
Weke jin, ji ber ku em jin bûn, zehmetiyên me dubare girantir
bûn. Ji wê roja çalekî û vir de, heta niha ez ti caran li
hemberî xwe, di nava şer de bêbawer neketim. Careke din, ez
zivirîm hûndirê xwe û min berê xwe zêdetir da zayenda xwe. Bê
guman, bê hejmar pakrewanên vê dozê ku sembola wêrekî û cameriyê
ne heye, lê di vir de mebesta min çi bû, mebesta min ew bû ku,
divê em baş hêza xwe nas bikin û bi hêza xwe ve bawerbin. Dibe
ku hûn bêjin, “ma diviya ewqa bi bedêlên xwîn mirov fêr bibe? Na!
Ne mecbûriye, lê divê mirov, nemaze jin, çavên xwe ya jiyanê ti
caran negre ser hev, û negre. Ger çavên jiyanê bikeve xewê,
rastiyên Rojê xweş nayên fêmkirin.
Belê, me gir rakiribû lê du şehîd û çar birîndar, ji bo gerîla
binketin bû. Ger wî jî rola xwe leyistiba, encam dikaribû
serkeftîtir bibaya. Her tişt di şevekê de û di nava çalekiyekê
de qewimî, lê bi bandorekî demdirêj ji ser min borî û hê jî diçe
|